Noraya ku şilf û tazî bi denge şa’r ve hatiye pêçan. Bi dengek dawûdî li pey Nora, quncik bi quncik, nefes bi nefes çûndinek şikestî. Dengek efsûnî û xurt. Dengek rojhilatî û nepenî. Dengek wek li pişt ewran dûr, wek mijangên çav nêz. Derzî li pey tayê xwe digere. Bişkok daxwaza qulpoka xwe dike. Nora dengek ji şikeftên qedîm bervî metropol û kolanan de olan dide, bi dengê xwe yê nerm û eks. Nora xwe diveşêre, nazdar e, ji rehmê dûr e. Hesreta ku koka wî bervî hezar salan va herikiye bi rengê xwe yê modern ketine nav kuçeyên Beyoglî. Ji gelî û zinarên Kurdistanê bar kiriye hezkirina xwe yê bêşert û merc û hildikşe bervî dereceyên Cezayîrê va. Meşek li ser caddeya îstîklalê, gerek li derdora Galatayê, li ber deriyê dera Santa Mariayê bêhnek, paldanek. Ji mekanên rojhilat bervî mekanên rojavayê… Bi Nora İstanbul Bir Hiçtir re em mekanan digerin, ev der gellek caran bi mekan û sembolên bajêr va xwe dide destnîşan: wek êş û hesret, hez kirin û windakirin, gerin û xiyal, xwestek û redkirin, mayîn û çûndinek hatiye hêmakirin. Bi eşqa windakirî hêviya li ser sebrê û berxwedana xwe zêde kiriye, hêza xwe ji ava pak û zelal honandiye. Nora di navbera hebûna şa’r û nebûna wî de xwe daye neqşkirin…
LALEŞ NE ZAROKÊ DO YE NE JÎ DI CIVATA EDEBIYATÊ DE NÛ YE
Lal Laleş, pirtûka wî ya dawî Nora İstanbul Bir Hiçtirê de li ser mekan û şopên evînê, di helbestan de hatiye tomarkirin, em ê li ser bisekinin, yek alî eşkere bikin( çavên xwîner) û risteyên ku ji me re rê û cîh destnîşan kiriye bi ber wî va biçin. Helbestkar, weşankar, wergêrkar û nivîskar Laleş bi xebat û keda xwe di nav edebiyata kurdî de bêguman cihek wî yê taybet heye, bi vê rêye bivênevê berhemên Laleş tê niqaşkirin, tê şîrovekirin û tê rexnekirin. Laleş ne zarokê do ye ne jî di civata edebiyatê de nû ye. Hal çaxê wisa be, rexneyên tewş, erişên hestî û bêmane jî em dibînin, dixweynin. Bi rastî jî ez bendê bûm ku bila hem xwîner hem jî rexnegirên tirkînivîs û kurdînivîs kevirên xwe yê veşartî biweşînin, lê kevirên ku hatine avêtin ji rexneya helbestê dûr û mixabin piranî ji hestî bûn. Hin kes jî bi pirsa “çima tirkî?” bi nêrinên xwe eşkere kirin. Di serî de xwediyên van rexne û pirsan bi min mafdar in. Kî bi çi awayî dixwaze binivîsîne heqê wan e, ew jî ew qas mafdar in, xwedî heq in. Gelo me li ser helbesta şa’r nivîsek têr û tije xwend? Na! Gelo me li ser helbestan rexneyek xurt, şîroveyek bi bingeh seh kir? Na! Min ne dî û ne jî xwend. (Ahmet Çakmak nivîsek li ser pirtûkê nivîsand û di kovara Varlıkê de hat weşandin, lê min xwend).
ŞA’R LI SER TEXTEK RÛNIŞTIYE
Laleş, bi sê pirtûkên xwe yê ewil; xwe gîhiştand xwînerên edebiyeta kurmancî: Berbejna Rê(2003), Deqên Qesas(2009) û Matmayînên Ronyayê(2011). Ji bo li ser helbestan baş û xurt mûjil û hûr bibin dibe ku ev sê pirtûkên ku kurmancî hatine weşandin carcarna seriyek navaroka pirtûkan bixin û bi Nora İstanbul Bir Hiçtirê ve girêdin. Me gotûbû em ê li ser mekanên ku di helbestan de hatiye nivîsandin bisekinin, di pişt re mîstîzma ku bi hermetîzmê va hatiye honandin û bilind bûye emê li ber çav raxin. Bêşik, kêm-zêde ji destana Gilgamişê ve helbesta hermetîk xwe parastiye û xwe xurt kiriye. Ev parastin çi bi deng, çi bi reng, çi bi mîstîzm û hermetîzmê va be xwe gîhiştandiye roja me. Helbesta Rojavayî jî piştî Ronesansê gav bi gav hem xwe ji deng dûr xist hem jî ji mîstîzmê îstîfade kir, yanî bi heterojbûna xwe bervî homojenbûnê ve honandiye. Vêga, em çaxê helbesta sedsala 21an –rojavayî- dixweynin sedî heştê zelal û pişta xwe daye maneyê. Helbesta li Tirkiyê û Kurdistanê bi destê nifşên nû tên nivîsandin jî di bin bandora helbesta rojavayiyan da bervî zelalbûnê, mane û pirsgirêkên ferdbûne ve diçe. Taybetbûna helbesta me û rojhilata navîn ji maneyê(li pişt) bêhtir bi deng, bi hermetîkbûnê, bi mija mîstîzmê û bi herikbariya xwe hebûnê neqş kiriye. Îro em kurdên ku bi tirkî dinivîsin helbestên (nifşên Laleş) wan dixweynin bi deng, hermetîk û bi mija mîstîzmê va hatiye hêmakirin. Em dikarin bi rihetî bêjin şa’r li ser textek rûniştiye, biryar û qeraran dide bi çavek heronî, yanî li jor e. Gellek kêm e ku bi dengek evdalî dikeve rê. Li ser vî mijarê em dikarin çend mînakan bidin: Kemal Varol(Kin divanı), Metîn Kaygalak(Suya dokunan dua), Muslum Yucel(Ahuzin) û Halîl Îbrahîm Baran(Sular Divanı). Baran Sular divanı de helbesteka wî ya zû zayiyê em dibînin –erken doğum-. Lê Laleş denge wî paralel –hem li jor û hem jî li jêr e- dimeşê di helbestan de.
Nora İstanbul bir hiçtir[1] ji şeş beşan pêk tê û helbestek bi navê Dîbâce (pêşgotin) bi tena serê xwe ji helbestên din hatiye veqatandin. Ev şeş beş bi teknîka robarî hatiye nivîsandin û di navarokê de jî sernavên cuda ji xwîneran re dibê merhaba. Helbesta me ya ewil Dîbâce de şa’r rêya xwe eşkere dike bi vê ristê; “kendimi döke döke gelmişim buralara”. Şa’r barê ku hilgirtiye çi xweşî be çi aramî be û çi li ber xwe dabe xwe jê hilweşandiye, şa’r gellek tişt li pişt xwe hiştiye. Di vê de du mane em dikarin derxin, yek ji gellek tiştan xwe xelas kiriye yên din jî êş û berîkirinê/hesretê di destpêkê de dixwaze bide xuyakirin, yanî şa’r hestê xwe eşkere dike. Di beşa yekem de Sûret Uğruları de emê li ser du helbestan bisekinin. Hem bi aliyên mekanan ve hem jî hermetîzma helbestan û peyvrêzên risteyan biseknin. Laleş di helbestên xwe de peyvên qedîm/kevnar; êdî di rojaneyan de nay bikaranîn û hatine jibîrkirin bikaraniye. Di sernavên helbestan de jî em viya dibînin: Kamerî, Rüknü, Kesâfet, serâzat, münzevî û hwd. Gelo şa’r çima ev peyvên kevnar bi kar aniye? Gelo ev peyv di bingeha xwe de ji maneyek bêhtir maneyan dihewine? Em dikarin bêjin ji xwîneran re maneyek deryayî vekiriye? Jixwe di dawiya pirtûkê de peyvên kevnar wek ferhengogek biçûk li pişt hatiye eşkerekirin.
‘NORA İSTANBUL BİR HİÇTİR’ RAWSTGEHEK NAVENDI YE
Helbesta Kamerî de hermetîzma wî gellek li pêş e, peyvrêza helbestê jî ne klasîk e, pêveber û kirde di gellek risteyan de cih guhartiye. Mekana ewil bajerek hêma dike, bi teşe/şiklek kodên bajêr dide me; “Doğduğu kentin daracık sokaklarını, insanlara çarpa çarpa dolaşmadan.” Di dawiya helbestê de; “(…) tez vakit Söğütlüçeşme’de buluşup kamerî acılarımızı dindirelim.” Ev riste mekanek diyar dike –Söğütlüçeşme- ev mekan rawestgehek e, taybetiya wî rawestgehek bi gellek rêyan ve hatiye girêdan. Ev navnîşan/adres ne biberedayî hatiye dayîn, navendek e. Bo hevdîtinan adresek navendiye, wek helbesta şa’r, ji navendek bi rêyên cuda cuda ve xwîner bi rê dike. Yanî Nora İstanbul bir hiçtir rawestgehek navendiye, naveroka wî jî rêyên bi cuda cuda ve diherike. Helbesta duyemîn Aşkımızın Evvel Rüknü de dema borî em dixweynin, dema borî bi hafizaya mekanan ve xwe bibîr dixe, zindiye û xwe parastiye. “Cumartesi günleri. İkimizin elleri arasında başlamamış aşk duruyordu. Martıların, Cezayir Sokağı’na seslerini bırakıp kendi denizlerine döndüğü dar vakitler.” Kuçeya Cezayîrê bi kûçebûna xwe zêdetir derenceyên xwe tê naskirin, kuçeyek gellek teng û ji serî heta dawiyê bi derence ye. Di vê helbestê de em atmosfera helbestê jî dibînin, romantîkek dema borî dijî, xwestek û duayên wî henin… Em baş zanin ku hafiza girêdayî qonax bi qonax wek “Dereceyên Cezayîrê” ve yan hildikişe jor yan jî xwe berevajî berdide. Laleş, bi hêza romantîkbûna xwe bervî jor va bilind dibe; ka em bi risteyan xwe piştrast bikin; “ Aynı evin iki ayrı penceresinden sohbet etmeyi seviyorduk (…) Kahve fincanımda son yudum kalıncaya kadar, ne çok keyif alırdın rujunun moruyla yorulmuş izmaritini fincanımda boğmayı.” Di beşa yekem de teşeya helbestan curbecur in, hem bi forma helbesta modern hatiye honandin hem jî bi rastnivîsî hatiye nivîsandin. Lîrîzma helbestan zedêtir bi hêla romantîkên li dema borî de dijîn hêma dike, vegotina şa’r bi çîrokvaniya xwe mekanan bi rengê rojhilatê boyax kiriye. Modern û kevnarî em dikarin bêjin hemû beşan de xwe dide nasîn. Beşa yekem de di helbesta Mor Ceketê de mekana Topkapıyê jî dibînin. Di helbestên din de mekanên hatine ser ziman jî di esasa xwe de soyut/nedîtbar in lê di hiş de dikeve nav formekî. Rexnegir J.P. Guepîn di kovara Hollands Maandblad de li ser helbestkarek wisa dibêje; “Lê di helbestan de di heman demê de ew qas fetlokî/dolambaçlı yê tespîta xetên navendî gellek ked û xwendinek dirêj dixwaze(…).” Belê Nora İstanbul bir hiçtir xwendinek bisebr daxwaz dike, me li jor helbesta Kamerî de metafora rawestgeha Söğütlüçeşmeyê şibandibû helbestên şa’r. Mabest û meqsada me ev bû ji xetên navendî bervî xetên talî va.
HAFIZEYA MEKANAN BI XWE VE GIRÊDAYE
Di beşa me ya duyemîn de li gor beşa yekem em zêdetir leqayên mekanan dibin, mekanên dîrokî û sembol. Di vê beşê de helbest bi sembolên xwe li pêş e. Navê beşê Hakîkat Taşları/Kevirên Heqîqetê ye. Di vê beşê de mekanê me Diyarbekirê sembol jî mekanên di nav bajêr de bi tena serê xwe çîrokek, destanek dihewîne. Laleş helbesta war û mekanan nîvisiye, çaxê di destê me de mekan hebin bivê-nevê hafizayê jî tîne dixe navê. Bi usluba xwe hem bîranînên xwe hem jî hafizaya xwe tevgerandiye û hafizaya mekanan bi xwe ve girêdaye. Em dikarin bêjin li ser du lingan rabûye, hafizayek berfireh e, do-îro-hêviya pêşaroje di risteyan de.
Helbesta me ya ewil Taş ve Nefes/Kevir û Nefes e. Di vê helbestê de risteya ewil gellek hat nirxandin, hat lomandin û şermezarkirin, hat rexnekirin. Ka em risteyê bibîr bixin; “Doğuya sorulmuş soruların cevapları”. Di vê risteyê de peyva “Doğu/Rojhilat”yê wek navenda nerazîbûne hat rexnekirin. Em jî bi vê peyvê rêyek li ber xwe raxin. Gelo “doğu/rojhilat” bi pênaskirina kolonîstan û dagirkeran ve hatiye vegotin? Gelo “doğu” bi rihê rojhilta navîn hatiye destnîşankirin? Gelo peyva “doğu” ji doğuciyan re atifek e? Gelo ev atif rexneyek di bengeha xwe de dihewîne? Laleş, bi xebat û berhemên xwe li dijî kolonîstan û dagirkeran di xizmeta zimanê xwe jiyana xwe honandiye. Bi vê munasebetê dikarim bêjim ku peyva “doğu”yê şa’r rexneyek giran di risteya xwe de veşartiye! Navenda romanên Orhan Pamuk Stenbol e, ê şa’r Ahmed Arîf Diyarbekir e, Yahya Kemal Stenbol e, çîrokên Murat Ozyaşar bi kodên girtî behsa Diyarbekir dike. Laleş jî di pirtûka xwe de li ser du bajêran zedêtir geriyaye, yek Diyarbekir e yê din jî Stenbol e. Di vê helbestê de em bi sembolên Diyarbekir va derdikevin gerê; “Mardinkapı, Dicle’nin coşkusu nazı eşliğinde Turabdin’e açılan kapı./Sırtını Asur, Bizans söylencelerini dillendiren Diyarbekir Surlarına/yüzünü Suzan Suzi’nin Kırklar Dağı’na dönen Mardinkapı Mezarlığı”. Di dawiya helbestê de; “Taş ve nefes… Ongözlü Köprü/ ve altında kıvrıla kıvrıla akan Dicle/Bazlt mezartaşı ve suya hükmünü düşürmüş ses ve öfke/Diyarbekir’de hikâyelerin son cümleleri suya atılmış hakîkat taşlarıdır.” Pira Dehderî, Gora Deriye Mêrdînê, Deriye Mêrdîne, Sûrên Diyarbekir, efseneya Suzan Suzî, Dîcle, kevirên reş û Turabdin. Ev îmgeyên saf û zelal in, li aliyê din jî sembol in. Hem têkiliya şa’r-mekan-helbest û pişt re çand-nêrin-poetîkaya şexsî/ferdî wek encamek tê dest. Turabdin[2] ev peyv li gor ferhanga vîkîpediayayê di koka xwe de Asuriyê û herêmek destnîşan dike. Min vê peyvê wek silavek bo cîranên me yê qedîm xwend. Helbestên beşa duyem ji xeynî Taş ve Nefesê mînîmal in. Maneya xwe bi Norayê veşartiye, dengê wî dengek derwîşî ye di vê beşê de, hêdî diherike lê ji xwe bawer e.
Beşa 3emîn bi navê Frangmanên Hîsarê/Hisar Frangmanları ye. Hîsar du felk e, yek Rûmelî yên din Anadolu Hîsari ye. Bo parastina Boğaz/geliyan û keştiyên ku derbas dibin xeracê ji wan bistînin hatine çêkirin, qeleyên xurt û biçûk in. Bêguman şa’r bilasebep ev nav li vê beşê nekiriye. Bi min parastina Norayê re hinartinek parastî/gönderme dixwaze bide hîskirin. Li her du alî jî Hîsar heye, derbasbûna bêdestûr sedema lêdanê û şerek dijwar jî bi xwe re tîne. Gelo şa’r bi hezkirin û hesreta Norayê bi îmgeya Hîsarê hişt û tundîbûnê daxwaz dike, belkî piştî dîtinê ji windakirinê ditirsê? Belê, vêga em behsa kirdeya sereke bikin: Nora. Taswîrek bi kitekit em nabînin, ji taswîra rewşa derûnî bigrin heta laş doneyên ku daye xwîneran gelek kêm in, sergirtî û em tenê ji risteyên şa’r di hişê xwe de bi goşt û estî dikin. Şa’r bi veşartina kirdeya xwe rola Xwedayî dilizê yanî li jor e. Tespîta Heidegger em li vir bi bîr bixin ku bila mebesta me xwe rast bike; “kîngê me îskan kir, encax wê çaxê em dikarin ava bikin.” Hest û ceribandinên kesayatê rola wî/ê di mekanan de dide destnîşankirin. Ev beş bi sernavên cuda be jî bi teknîka robarî ve hatiye nivîsandin. Helbest bi Stembola Bîzansê dest pê dike; “Konstantiniye’nin mülhakatı senin aşk fısıltılarınmış…” mekanek dervayî û giştî, ji xeynî vê sembolek heye, sembola me Bîzans e. Peyva “mülhakatê/ên pê va/ên biservekirî” girêdana navendbûnê ye, Nora navend e. Piştî risteyên wisa bang dike; “Nora, kenar çizgisi yanmış gölgenle göz çölüne”, hevoka “kenar çizgisi yanmış” ji makenek dervayî bervî hindir va diçe. Xwoşewîstan berê çaxê ji hev re nameyan rê dikirin, qûncikên nameyan dişewitandin, maneya vê “ez bo te dişewitim” bû. “Nora, kalbine gümüş hançer gibi saklanan Galata/Kulesinin haykırışı (…)” ev risteyê de sembol-mekanek em dibînin sembol “xençer”ê û mekana-sembol jî “Galata”ye. Piştî dagirkirina Romiyan/Osmaniyan xwediyên Konstantiyê bi destê dagirkeran hatin kuştin, leqayê dest direjiyên cinsî bûn û welatiyên Konstantiyê bûn kole. Di dilê welatiyên Konstantiyê de şa’r Galatayê wek xençera zîv bi lev kiriye, metaforek xurt û xweser e. Ev riste di dilê kirde de dagirkeran bi sembol û mekan eşkere dike. Ev beş der dora sembolên Stembolê ve diçe û tê, mekanên Bîzansê ê Romiyan û bêdengiya Împaratoriya Romayê ku nehat alikariya Bîzansê jî bi bîr dixe. Zîgmunt Baûman di berhema xwe yê “Modernita Herkoyî/Akışkan Modernite” de wisa dibêje; “Esnekbûna ku hê nû bi dest xistiye û bi berfirehiya sînoran dem a modernê, ji bilî her tiştî, bo dagirkirina mekan wek bi çek hatiye bikaranîn. Di navbera wext û mekan de berxwedan, di modernbûnê de mekan xwe paşva kişandiye û şerek xweparastin didomîne”[2017:33] Belê Baûman jî destnîşan kiriye mekan li dijî wext xwe diparezê, şa’r jî di helbestên xwe de mekanan bo parastina Norayê honandiye, hafizaya hê jî di mekanan de zindiye. Di helbesta “Nora’nın Teferrüç Sevişmesi” de şa’r hinek din jî pêşva diçe û dîsa sergirtî zayendeya kirdeyê eşkere dike, di helbestên din de bi temamî hermetîk bû, ev risteya şikestî de; “(…) çalı çırpının sadâkatî geçiyor öpüşmelerimizin arasında.” Di dewama helbestê de têkiliya şa’r û kirde bêhtir xuya dike; “Değdikçe dilimiz birbirine ağustos böcekleri susuyor.” Di vê beşê de helbesta dawî “Nora’nın Zerefşan Telhisi” de hema em dikarin bêjin peyvên ku hatiye bikaranîn sedî çil kevn in. Cansef, ferahfezâ, murassa, hamul, zerefşan, telhisi. Ev sedî çil di risteyan de em dikarin bi navê mifte weynin ser ziman. Vêga em bêjin çi îcap dike ew qas peyvên kevnar hatiye bikaranîn. Bi rastî ev peyv qederek şûnda xwîner ji helbestê dixine, ritma helbestê dişkê, mane û tehma ş’irê belav dibe. Îmgeyan xurt bike jî û ferhanga helbestê li pişt hatibe nivîsandin jî bivênevê ji helbestê meriv dikeve. “Kan aşkla kesiştikçe canfes”, “ferahfezâ faslına murassa” û “hamul ol” ev hevokên ku min hilbijart serî û biniyên risteyên wî henin, meqseda me di helbestan de bo ketinê destnîşan kirine. Ev beş bi Norayê re wextek zêdetir, kodên evîna şa’r, ritma şikestî, metaforên dîrokî, îmgeyên bi peyvên kevnar gihîştiye hermetîkbûnek hişk, sembolên mekan î û maneyek kûr û zehmet bi rastî em dixweynin.
Mirov di karektera xwe mekanekê, perçeyek ji hebûna wî ye. Şa’r hin helbestên xwe de bixwe mekanê, ev mekana karekterî di esasê xwe de ontolojîk e û meriv dikare bi vî awayê binasîne jî. Li ser mekan û helbestê de di destê me têra xwe done henin, lê naxwazim nivîsê wek dinya nedîtiyan bi referansa tije bikim. Têgiya “Daseîn”[3] bo hebûn-mekanê gellek tişt ji me re dibêje. Em bi referansa Daseînê çaxê li ser helbestan hûr dibin encama ku ketiye destê me ontolojîkê; şa’r di mekanan de hem hebûna kirdeyê hem jî yê xwe neqiş kiriye, ev neqiş dîsa bi hêza hermetîkbûne vê honandiye. Îkameya şa’r mekanên berceste/somut e, cîh diyar in. Yanî em helbestek bêhtir berceste dixweynin, helbestên ku wezîfeya tomarbûne kirine bi hebûna mekan-hafizayê zindî maye. Helbestek pozîsyona wî tîkelî/cuzî de bang dike, vêga ezê ji beşên cuda cuda risteyan raxim bila gotina me bê cî. “Boynunda başka bir yere nakşedilmez bu aşkın tarihi.”, “Bedenime sensizlik çöktü. Münzevî oldum kutsal korkunun görünmezliğine.”, “Bellek defterle tozlanmış Nora, gülüşünü boğmadan, diz çökmeden, bellek bıçak ağzını açıyor.”, “iğde çıplağı ellerim nar teri kalbimle çizdikçe yüzünü/ karanlığa çekilip bir müddet yıldızlara bakıyoruz sevgilim.” Em dikarin mînakên xwe zedê bikin, le ev risteyên ku me xwend mebesta me divê serî.
GER EM BEHSA MEKAN BIKIN, MEKAN HINDIRÊ ŞA’R DA YE
Beşa 4emîn bi navê “Kusur Provaları/Provayên Kêmasî” de ji risteyan riste hatiye jêgirtin û li ser jêgirtinê şa’r sekiniye. Helbestên di vê beşê da kin in û peyvek kevnar em dibînin ew jî haf e û ji bilî vê peyvê em leqayê peyvek kevnar nayin. Em dikarin bêjin di esasê xwe de beşek “temenî” ye, beşek xwezî û xwest e. Mekanek em nabînin, sembol henin lê ne sembolên eşkere ne. Ger em behsa mekan bikin bêguman mekan bixwe hindirê şa’r da ye. Sembol kubbe, stêrk, çiya, mer û hwd. “Nora’nın ‘yılan alfabesinden sözcükler diziyorum boynuna’ mısrâındaki ‘yılan’ olsam soksam aşkı sokumundan.”, “Nora’nın ‘kendi içimde tutunduğum dal.’ mısrâındaki ‘tutunduğum dal’ olsam (…)”, “Nora’nın ‘uzun yıllar benimle yaşamış bir nesne yok sanırım. Nesneyle kopuk bağım.’ mısrâındaki ‘kopuk bağım’ olsam (…)”. Ev risteyên hatine hilbijartin ji aliyekê ve xwe bi redkirina kirde va girêdan. Li ber kirde radibe, îtirazek sivik û rehm em dibînin. Îmge û vegotin li ser hev hatiye qelibandin, di beşa din de peyva “hamul ol” hebû, yanî wateya wê “gellek bi sebir” e. Ev beş çiqas hêdîka herikî be jî ji hamul olê dûr e. Wek hikayet ji meriv dikare bixweyne, yan jî kurteçîrok! Peyva navend jî “olsam/pêk bihata” ye. Zimanê wî dema borî yê weka beşên din de. Dibe ku şa’r navê beşê bilasebep nekiriye “kusur provaları/provayên kêmasî” di vê beşê de encama ku emê derxin helbest ezmûnî û xweser e… Gelo ji bo şa’r pêşiya rexneyan bigre vê navê daniyê? Yan dê bal bikşîne ser ezmûngeriya xwe yê xweser? Dibe ku her du jî nebin, belkî şikestbûn û birîna xwe dixwaze derman bike bi peyvên jêgirtî!
“Nora İstanbul Bir hiçtir”ê de helbestên hatine nivîsandin pişta xwe daye romantîzma rojhilatê, romantîzma rojhilatê li ser windakirinê û li pey şopa tineyî yê dimeşe. Mija efsuniye, dumana erotîzmê û peyvên bêhna ayetî her tim xwe dide nîşandin. Li rojhilata navîn bi taybetî jî li ser axa Kurdistanê ol ên semawî/îbrahîmî bi hezar salan zêdetir tesîr û bandora xwe didomînin, ev ol bi ayetên nivîskî û hermetîkbûna xwe li ser edebiyatê -bi taybet li ser ş’irê- gellek xurte. Em dikarin bînin ser ziman, helbesta rojhilatê bingeha xwe ji olên nivîskî û devkî sitandiye. Laleş, pirtûkên xwe yên kurmancî de terz û atmosfera wî û avakirin/afirandina wî hem realîst-civakî û hem jî ezmûnî ye. Di navbera Nora İstanbul Bir hiçtirê û yê kurmancî de têkiliya wî bi mitolojîk û olên semawî meriv dikare bihev re girêde. Deng û mane, peyvrêzên risteyan naşibin hevûdin. Laleş di pirtûka xwe yê tirkî de usluba xwe ji kurmanciya xwe rizgar kiriye, yanî xwîner dê tehmek cuda tehm bike. Bi Nora İstanbul Bir hiçtirê xwe ji nû va avakiriye, çimkî pirtûkên Laleş ên kurmancî li pey şopa hevûdin meşiya ne.
RISTE DIRÊJ HATINE KIŞANDIN
Beşa me ya 5emîn bi navê “Rüya Kayıtları/Tomara Xwenan” ye. Ev beş di destpêkê de hîsek di navbera şa’r û kirde de, di wextek borî de bihev re kêfxweşiyek nîvco li dar dixe. Xwîner ev dilxweşiya nîvco yek carî di risteyan dixweyne, ka em çend riste li wir bihev re bixweynin; “Yıldızlara baktık ben, sen ve annem.”, “Örttü üstümüze şilteyi…/ Tan vakti tebessümle fısıldadı kulağıma”, “Gölgesi gözlerime düşen pirinç perçemlerini kesip avucumun silinmiş kader çizgilerine bırakın.” Ev risteyan de şa’r hinek din derheqa kirde done dide, mija ku li ser risteyan daye bervî sayîbûnê ve rêya xwe diguherine û “kader çizgileri/xêzên qederê” va jî nêrina civakê destnîşan dike, yanî xûrefeyên kahîn û falciyan bi bîr dixe. “Dört bir yana dönüp gövdenden düşmüş takvim yapraklarını okuyorsun bana.” Risteyên ku me ji beşa pêncemîn hilbijart ji helbestên curbicur bûn. Şa’r dîsa di vê beşa xwe de vegeriye ser mekanan. Ji beşên din cuda ye, mekan û hafiza zedêtir di nav hev da ye. Peyva “aşq”ê em bêhtir seh dikin. Mekanên me yê sereke adalar, dikilitaş, diyarbekir û mekanek manewî pir. Di helbesta Vadiye İnen Kısraklar de du mekan henin û her du jî sembolbûnê jî di nav xwe de dihewînin. Ka em risteyên xwe bixweynin; “(…) dikilitaşın nefesine vererek bir görünüp bir kaybolan vadiye inen alnı akıtmalı kısrakları izledik (…) Ceviz ağacından düşerkenki telaşım,” Dikilitaş/Kêl û Ceviz Ağacı/Dara Gûzê herdû jî sembol in. Şa’r bi risteya xwe ji şa’rek re silav dişîne. Dara Gûzê risteyek helbestkarek tirk e û wisa bang dike; “Ben bir ceviz ağacıyım Gülhane Parkı'nda./Ne sen bunun farkındasın, ne polis farkında” ev riste ji helbesta Nazîm Hîkmet bû. Dara Gûzê û Dikilitaş/Kêl her du jî sembol in û mekan in. Helbest ne kin in ne jî dirêj in. Riste dirêj hatine kişandin, meriv dikare pênase bike ku her riste wek rastnivîs hatiye nivîsandin di pirtûkê de. Bi forma/teşe helbestê va hatiye raxistin. Rîtma helbestan gellek paşva hatiye kişandin, li ser maneyê rabûye ev beş. Lîrîzma helbestan çiqas daxwaz bike ku xwe pêşva bive jî maneya xwe li pêş dixe û wî asteng dike. Ev astengiya lîrîzm û ritmê pirsek jî bi xwe re tîne. Gelo şa’r çi ma ew qas maneyê daye pêş? Ji dubarekirina hestî tirsiya an di helbesta tirkî de lîrîzma ku tê bikaranîna êdî kêrî şa’r nayê? Jixwe me di destpêka nivîsê de anîbû ser ziman; şa’r bi peyvrêza risteyan gellek leyistiye. Di vê beşê de risteya herî xweş û balkêş ev bû bi min; “ (…) gül Muhammed’in terinden değil Nora’nın teninden peyda olmuştur.” Îmgeyên sereke aşq, gul e û kirde bi xwe ye. Şa’r çaxê bi hedefa re konsantre dibe mekan û wext bo wî bêmane dibe, tenê bo derbasbûnek tê bikaranîn. Li ser vê meseleyê hizirmend Byung-Chul Han di pirtûka xwe yê “Behna Wext” de wisa dibêje; “ Kes, armanca ku daye ber xwe bi tenê ser wî ve biçe mekanên ku navberê dane hemû ji wateya xwe dûr dikeve, diçilmise. Hinderê wê tê valakirin û tenê wek korîdorek di dest de dimîne (…) rêya ku dewlemendiya watenasî/semantîkê ji ortê radibe (…) Mekan û wext êdî ne bi maneye.”[2018:48] Weka Byung-Chul Han diyar kiriye, her ku em pêşva diçin di helbestan de “mekan” maneya xwe hinda dike û xwîner bervî armanca şa’r va yanî li pey Norayê ve diçe, hafiza jî ji mekanan dûr dikeve. Çend risteyên hilbijartî em li vir raxin ku bila armanca me bê cî; “Seninle karşılaşmanın dışında ne arzu edebilir ki salkımın ateşi.”, “Seni ne ile tamamlasam aşk, seni ne ile eksiltsem aşk.”, “Gölgenden başlayarak bedenine hâtim indirdim.”, “Sen bu kadar varsan ben yokum artık.”
ŞA’R BI METEFORA KEHRİBANÊ KEDA XWE DIDE NÎŞANDIN
Beşa me ya dawî bi navê “Susan saatler/Seatên ker” e xwe temam dike. Heft helbest em dixweynin di vê beşê de. Helbestên di beşa dawî de hem bi hêla risteyan de hem jî helbest gellek kin in. Peyva “kehrîban/kehribar” metaforek gellek di cî da bikaraniye şa’r. Kehrîban kevir e û heta ku tê destê meriv di kedek zehmet de derbas dibe, di destê hosteyan de tê neqişkirin, sebrê dixwaze, tecrube dixwaze. Şa’r bi metafora kehrîbanê keda xwe dide nasîn, sebra xwe dide xuyakirin. Em zanin ku kevirên kehrîbanê bo stresê û enerjiya nebaş dûr dixe. Ev beş bi sebra şa’r hatiye honandin, piştî helbestên dirêj bi rastî jî xwîner bêhna xwe dide. Lê em dîsa leqayên peyvên kevnar tên. Çol û gul bihev re reqsê dikin, îmgeya sereke di vê beşê de gul e. Bi îmgeya “gul” re çend îmgeyên binî jî risteyan pişt rast dibe. Xiyal, ba, dil, ax, stêrk, çav, sî, kûm û hwd. “Külün üryan sesi kehribarın gülen nefesi”, “Çektim çöl düşlerinde/içindeki boşluk sürek avında”, “Gölgenin boyundan uzun olduğu/geç vakit mahcup ikindi”, “iki gölgenin kesiştiği yerde/ardımıza bakmadan/güle adanan rüzgârı/kum kederini”, “yıldızlar derse oturmuş önünde/Ehl-î hükemâsın Nora/yürek sen”. Ev risteyên me xwend di bingeha xwe de îmgeya me ya “gul” ê xurt kiriye. Şa’r bi risteya xwe yê “derimi değiştiren rüzgâra yürüdüm”. Bayê ku çermê şa’r guhartiye û bi ser vê çiye dibe ku şert û mercên Norayê be? Em nizanin çimkî şa’r helbestek gellek hermetîk nivîsiye! Ger hûn tirkiya Lal Laleş bixweynin wek hosteyên kehrîbanê bi sebir û dilxwaz bin, ne helbestek hesanî li benda we ye. Di xwendin û piştî xwendinê de tiştê ku di dil û hişê min de cîh kiriye ev e: Lal Laleş kurdî ye!
Em bi Norayê li Stenbole geriyan, li kolan û kûçeyên Beyoxlî bi gav gav geriyan. Ji dereceyên Cezayîrê bigrin heta Kuledîbî, ji Galatayê bigrin heta Şîşhaneyê, ji Teşvîkîyê heta Adalarê, ji Dikilitaşê heta ceddeya Îstîklalê em çûn û hatin. Şa’r ew qas li derdora qada ku “Dayikên Şemiyê” kom dibin –GS lisesi- çûye û hatiye û gellek geriyayê. Gelo helbestkar çima silavek ne daye Dayikên Şemiyê di helbestên xwe de?
Dixwazim nivîsa xwe bi Heidegger re bi dawî bikim. Sala 1946an de ji hevalê xwe re -Jean Beaufret- nameyek dinivîse, paşê ev name bi navê “Li ser Hûmanîzmê name”yê hatiye belavkirin, di nameya xwe de “Ziman hebûna xanî/mal e” dibê. Hebûna ziman bi taybetî jî di zimanê helbestê de hestyar û hendazetî/tîtîz bûne pêşniyaz dike[4] Çimkî mirov tiştê seh dike, tiştê ku dîtiye, û tiştê ku dest lêgerandiye bi vê rêye avadike, diafîrine…
Jêrenot
[1] Weşanen Ayrıntı/Lal Laleş/2021
[2] https://tr.wikipedia.org/wiki/Tur_Abdin
[3]https://tr.wikipedia.org/wiki/Dasein#:~:text=Dasein%2C%20Almanca%20varolu%C5%9F%20anlam%C4%B1na%20gelen,varl%C4%B1klar%C4%B1n%20varl%C4%B1%C4%9F%C4%B1n%C4%B1n%20kipi%22%20oldu%C4%9Funu%20s%C3%B6yler.&text=Varl%C4%B1k%20veya%20nesnele%C5%9Fmi%C5%9F%20insand%C4%B1r.
[4] (Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi Say:25,Yıl:2008/2 (23-34 s.)
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →