Qoçgirî
Elewîtiya kevnare, weke milet, di nav kurdan de cihê xwe girtiye. Di qadeke mezin a Kurdistanê de bi hejmareke zêde tê temsîlkirin. Ji bilî erdnîgariya Kurdistanê li Xorasanê, herêma cihê sirgûnkirinê Cihanbeyliyê, Heymanayê û li rojhilatê Kurdistanê di serî de li Kirmanşanê elewîtiya kurd Ehlî Heq-Yaresan bi awayeke belavbûyî dijîn. Li Bakurê Kurdistanê, herêma bakurê Dêrsimê giştî û hema hema hemû rojava û bakurê rojava ji kurdên elewî pêk tên. Ev qad, ji Dîlokê heya Zarayê wek xetek dirêj dibe. Ev xet bi girêdan, jiyan, çand û baweriyê gelek nêzî hev in.
Di dîrokê de li Kurdistanê, ji bo baweriya elewîtiyê yek ji qadên diyarker Qoçgirî ye. Ev herêm di navbera Sêwaz, Meraş, Erzingan, Dêrsim û Meletiyê de cih digire. Navendên wê jî; ji Reşadiye, Şebînkarahîsar, Hefîk, Zara, Êgin, Dîwrîg, Maciran, Kemax, Gercan, Gurin û Qengalê pêk tê. Li vê herêmê gelek cih diyarê Pîr, Kako(Dede) û Ocaxan e. Hozanên navdar ên elewî piraniya wan ji Qoçgiriyê ne.
Qoçgirî girîngiya xwe di sala 1920an de bi pêşketina fikra milî ya kurd, di bingeha vê fikrê de ji serhildana plankirî û dîrokî digire. Ev serhildaneke kurdên elewiyan e ku di 1ê Cotmeha 1920an de di pêşengiya xurt a Alîşêr û Zerîfe Xanim de dest pê kiriye. Her çiqas bi qirkirineke mezin a dîrokî 17ê Hezîrana 1921an de qediyabe jî, weke bingehîn bi rêya serhildana kurdên elewî heya 1938an li Dêrsimê dewam kiriye.
Bi awayeke nûjen û navneteweyî ev serhildan, bi rêya Cemiyeta Kurd Tealî û kovara Jînê hatiye rêxistinkirin. Cemiyeta Kurd Tealî 1919an de li Meletiyê û dîsa li vê herêmê serhildaneke ceribandibin jî encama daxwaza xwe hilnegirtine. Bandora lehengê mezin a kurd Dr. Nûrî Dêrsimî diyarker e. Alîşêr jî Torineke kurd, helbestvan û zana bû. Li gor dema xwe miroveke pêşbîn bû û bi hevsera xwe Zerîfe Xanim re tev digerî.
Dagirkerên wê demê, bi destûrên teybet yên Mustafa Kemalî û bi yekîneyên wî di dîroka elewiyên kurd de qirkirina herî mezin kirine. Ev yek bi yek qirkirina elewiyan bû, gund hatin xirabkirin û şewitandin, sirgûn hatin kirin. Ên mayî jî bi awayeke derînsanî hatin qetilkirin. Piştî serhildanê her çiqas pêşengên serhildanê hatibin sêdarekirin jî bi berxwedana koma Dêrsimê ev hat rawestandin. Jinan li cephê şer kirin, dadgeh hatine avakirin û heya astekî artêş hat sazkirin. Di dîroka me de gelek tişt ewil li vir hatine ceribandin ji ber vê serhildaneke xwedî referansên xurt e.
Ev serhildana ku kurdên elewî bingeh girtiye, serokê êla Şadanan Paşo, di Tebaxa 1920an de yekîneya leşkerî ya ku cebilxane dibe Kûrûçayê dîl girtiye, dest daye ser cebilxaneya wan, Gercanê kiriye bin kontrola xwe û ala Kurdistanê kişandiye qonaxa hikûmetê. Ku Maciran jî tê derdestkirin ala Kurdistanê dîsa tê kişandin. Serhildêrên ku weke bingeh, kirpandina elewîtiyê, bi armanca dewleta kurd tevdigerîn, di bin sernava ‘Hikûmate Kurd a Demdar’ danezan belav kirine. Di danezana ku bi gotinên ‘Ji Gelê Kurd a Biesil Re’ dest pê dike de, di nav 24 hevokan de 12 car pevya Kurd û Kurdistanê derbas dibe. Ev jî li hemberî Komara Kemalîst israra fikra millî ya Kurd a nûjen e. Alîşêr û Zerîfe Xanim bi hev re heya serhildana Dêrsimê sala 1937an 20 sal ji bo Kurdistanê şer kirine.
Dêrsim
‘bi carek de hişê min
lê dimîne
ev mêşhingiv
dema ku lê datînin
pê ve dizeliqin dimînin
tiriyên şîre’
Behzat Karakuş
Mirov dikare Serhildanên milî yên kurd, bi gotin û helbestên serhildêran jî vebêje. Serhildan û xwedîderketin evqas kûr, xurt û trajîk e. Seyîd Riza bi gotina xwe ya ‘min serî bi derew, dek û dolabên we re dernexist, ev ji min re bû kul û derd lê min jî li ber we serê xwe netewand, bila ev jî ji bo we bibe derd’ hemû pêvajoyê roja me ya îro jî tê de îfade dike. Gotin nema bê gotin li ser Dêrsim û berxwedana mezin a milî. Di demên dawî de elewîtiya kurd ku wateya xwe xurttir dike divê mirov li ser vê raweste. Êrişên dagirkeran, hem dîrokî hem jî rojane li ser vê xalê tev digere. Miletê kurd jî divê bi ser tevgerên dagirkeran de biçe û xwedî li dîroka xwe derkeve.
Di dîroka Dêrsimê de berxwedan û dagirkerî demxeya xwe li sedsala dawî xistiye. Ji sedsala 18an heya 1816an Dêrsim li hember Osmaniyan şer kiriye, piştî –xwedîgiravî- komarê jî li hember komara dagirker ber xwe daye. Gotin û berpêbûn her tim heman tişt bûne lê belê tenê dîrok û nav guherîne. Di sala 1866an de hêzên Osmaniyan, bi navê ‘îslehê’ êrişê serhildana Silêman Axa kirine. Di sala 1878an de heman tişt dîsa hatiye ceribandin. Di salên 1907 û 1909an de bi gotina ‘serê pizirkê’ êriş kirine. Di sala 1916an de jî bi navê ‘rast kirin/ kirin ziftê’ berê xwe danê. Di sala 1926 û 1930an de jî hêzên komarê bi heman gotinê êrişê serhildana Pilemuriyê kirine.
1937-1938an de dîsa heman gotinê bikaranîne.
Bi salên ku fikra millî pêş dikeve re, Dêrsim û pêşengê wê bi bingeha mafên millî a kurd bi dewletê re her tim pozberî hev bûne û demeke dirêj di rewşeke nêzî serxwebûnê de jiyane. Di demên dawî yên Osmaniyan de, Seyîd Riza navenda Dêrsimê hildide bin kontrola xwe û ji dewletê re telgrafeke ku bingeha wê serxwebûn e dişîne. Radigihîne ku ‘divê Kurdistaneke serbixwe bê avakirin nexwe ev maf dê bi hêza çekdarî bê stendin’.
Mesele û statuya Dêrsimê ji salên 1920an heya 1937an bi awayên cur bi cur li meclîsa dagirkeran de hatiye nîqaşkirin. Otorîteya Dêrsimê tu car raste rast li ser dewletê nebûye. Ji ber vê her dem bûye qada operasyonên leşkerî. Seyîd Riza di 1920an de ji bo Hozatê operasyoneke leşkerî pêk aniye, pişt re jê geriyaye neketiye navçeyê. Piştî vê operasyonê Mebûsê Dêrsimê Hesen Heyrî Beg li ser dîroka kurdayetî û elewîtiya Qoçgirî (Qoçgirî, Dêrsim, Xoresan û kurdên elewî yên rojhilêt ji aliyê dîrokî ve ji ber ku bi hev re girêdayîne di her şertê de bi hev re bi bîr tên) û Dêrsimê di dîroka 03.10.1921an de axiviye û gotiye; ‘’Îro bipirsî Dêrsimî dibêjin em kurd lawê kurd in.’’ Li ser dîroka elewîtiya Dêrsimê ji Kerbelayê heya Xoresanê mînakan daye.
Ji ber ku Dêrsim her tim di rojeva dewletê de ye, her wext dewlet di nav plan û provokeyan de bûye. Meclîsê di sala 1935an de qanûna ‘tuncelî’yê qebûl kiriye. Piştî qanûna rêveberiya awarte û belavkirin-tirkkirinê, serhildaneke nû di Newroza 1935an dest pê kiriye. Falîh Rifki Atayî dibêje ku ji sala 1871an vir de 11 hereketên leşkerî hatine kirin û didomîne dibêje ku ‘hewce nake ku Dêrsim bê îslehkirin, divê Dêrsim bê valakirin’ bi vê gotinê niyeta bingehîn tîne ziman. Van gotinan di derdora salên 1930an de aniye ziman, ku em bifikirin dê plan derkevin holê.
Serhildana ku ji sê heyaman pêk tê, kanûna pêşîn a 1938an bi wehşetek ve bi dawî dibe. Li ser dagirkirina Dêrsimê hikûmet û bîrdoziya xwe li Kurdistanê şêwazeke nû ji xwe re ava kiriye. Bi armanca bişavtinê, dibistanê herêmî yên şevîn, enstîtuyên gundan û bi sirgûnan xwestiye elewîtiya kurdan girê bide navenda dewletê. 60 hezar mirov hatine qetilkirin. 20 hezar sirgûn hatine kirin. Ev talankirin di roja me ya îro de jî şopên xwe yên bîrdozî û partîkî cih cih nîşan didin.
Pîr Riza di sala 1863an de li Qisleyê ji dayîk bûye. 15ê çiriya paşîna 1937an, 74 salî li Elezîzê hatiye darvekirin. Heya dawiya emrê Pîr trajediyan wî berneda û wî jî di dema xwe ya dawî de dev ji jiyana xwe ya dilnizm berneda. Got ’40 lîra û seata min bidin kurê min’. Jê re gotin ku kurê te jî wê bê darvekirin. Wî got ‘min beriya kurê min darve bikin, kurê xwe nebînim’. Pîrê ku kurekî, sê nevî û hevsera wî di şer de canê xwe ji dest dane, ji bo ku wesiyeta wî vegerînin zext û zorê temenê kurê wî yê ku 17 salî ye mezin kirine û temenê wî jî biçûk kirine ji bo ku idam bikin. Mecbûr dihêlin ku darvekirina kurê xwe jî bibîne.
Ji ber van, kurdbûna Pîr dîrokî ye. Tê zanîn ku li Exdadê di qonaxa xwe de, li hemberî çiyayê Tûjikê ala kesk, sor û zer a Kurdistanê dimilmilandiye. Wîlayeta Dêrsimê; ji Xozat, Pêrtag, Mêzgir, Pilemuriye, Pilûr, Gêxî, Çemişgezek û Qisleyê pêk tê. Ava Mûnzirê, Çiyayên Mercanê, Newala Kûtûyê, Elî Boxazê cihên pîroz ên Dêrsimê ne. Ev pîrozahî hem dîrokî hem jî bi serhildan û şeran ve têkildar e.
Xoresan
Bîrdoziya fermî di bişavtina elewiyên kurd de Xoresanê[1] weke kemînê bikaranîn. Elewiyên kurd ku bi wehşet û zexta leşkerî nikare biqedînin, xwestin bi xefika bişavtinê ya Xoresanê ji dîrokê rakin. Di tirkkirin û bişavtinê de navê Xoresanê bi kar anîn, di nav dîroka tirkan de xwestin dîrokeke çêkirî/sunî ava bikin. Bi bandora van propagandayan xwestin bişavtina Xoresanê pêk bînin û di heyameke nêzik de weke qismî bi ser ketin. Ji dîroknasê Osmaniyan ên salên 1900an Şemseddîn Samî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Kamus’l Alem’ de wiha nivîsandiye; ‘Ji her aliyê Îranê heya li Xoresanê gelek eşîrên kurdan hene.’ Ev agahî ji bo çavkaniyan bûye mînak û tê zanîn ku derdora milyon û nîv kurd li wê herêmê dijîn.
Fermandar Ebû Muslum Xoresanî, di sersala 8an de jiyaye. Pêşengî ji bo avakirina dewleta Ebbasiyan kiriye û parêzgeha Xoresanê ava kiriye. Parêzgeh ku weke erdnîgarî li bakurê rojhilata Îranê û li başûrê gola Hezarê ye, li gor Xoresana dîrokî li herêmeke ji nêvî kêmtir e. Heya îro jî hejmara Xoresanê piranî ji elewiyên kurd pêk tê. Girêdan, çand û bawerî bi qadên din ên Kurdistanê ve wek hev in.
Bi gelemperî bi rêya Safeviyan mirov têketineke berfireh ji bo dîrokê dikare peyda bike. Şah Ismaîlî ku ji kurdên Sincanê tê qebûlkirin, li hember êrişên Suniyan ku ji bakurê tê kirin, xwest xeteke berxwedanê ya elewiyan saz bike. Ji ber vê yekê di wê demê de, di qada ku sînorê wê heya Meraşê-Gurgum- tê de, nêzî deh hezar leşker hilda û bir li Xoresanê bi cih kir. Ew qada ku ji ozbekan hatibû girtin ji aliyê kurdên elewiyan ve dihat parastin. Ji Meraş û Dêrsimê heya herêma ku ber bi Suriyê ve diçe de, dem dem hin malbat ji bo xeta parastinê ava bikin bar kirin û çûn Xoresanê. Xwestin li hember ozbek û tirkmenên sunî ji qizilbaş û elewiyên kurd xeteke parastinê saz bikin û saz kirin jî. Koça duyemîn a ber bi rojhilatê ve di heyama Şah Tahmas de hat kirin. Tê zanîn ku dîsa nêzî 12 hezar kurdên qizilbaş ji heman cihê tên şandin. Sêyemîn dîsa di heyama Şah Ebbas de bi heman hejmarê koçek dîsa tên şandin. Tê îfadekirin ku ev hejmar 12 hezar e.
Di heyama Yavuz Sultan Selîm de, di sala 1639an de bi girêbesta Qesr-i Şirîn di Kurdistana ku bûye du perçe de dengeya nifûs û siyasetê guherî û xirab bû. Piştî vê dîrokê serdestiya Îrana Şiî ku heya Torosên Meraşê dihat bi dawî bû. Ewil ku ji aliyê Şahan ve kurdên qizilbaş ên koçê Xoresanê hatibûn kirin, dest bi koça vegerê kirin ku bigihêjin welat û malbata xwe ya ku di bin serdestiya Osmaniyan de mane. Ev vegera kesên çûyî bû, ne hatina ji Xoresanê bû. Ji Xoresanê ji ser keleha Dimdimê, li bakur Meletî, Dêrsim, Sêwaz, Dîlok, Semsûr heya Efrînê veger çêbûn. Xeynî van vegeran hîn jî li Xoresanê piraniya hejmara herêmê ji kurdên elewî pêk tê. Niha jî binyata eşîrên Xoresanê û elewiyên li bakurê Kurdistanê wek hev in.
Kurdên elewî yên ku dema şerê Osmanî û Îranê hatin koçkirin û piştî girêbesta Qesr-i Şirîn vegeriyan bakurê Kurdistanê her tim beramberî zext û zorê mane. Li gel vê zext û zorê, bi ser de ku polîtîkayên bişavtinê jî lê hatin zêdekirin, ji pir aliyan ve guherînên bingehîn çêbûn. Di bin serdestiya Osmaniyan de kurdên elewî ku pir hatibûn belavkirin li gel baweriyên ku kêm dihatin hebandin, para xwe ji van polîtîkayan têra xwe girtin. Hem ji aliyê hîsên milî hem jî ji aliyê bîr û baweriyan ve pirsgirêkên mezin çêbûn. Heya ev gihişte asta înkarkirina kurdbûn û baweriyê. Ev zext û zoriya xurt vê rewşê domand û bi demê re giran kir. Hem qedexebûna perwerdeya kurdî hem jî tenê di asta axavtinê de mayîna zimên, di nav demê de pirsgirêkên zimanî derxistin holê. Zor li Pîr û Hozanên kurd hat kirin ku berhemên xwe bi tirkî, farisî û erebî binivîsînin û bistrên. Di heyama nû de jî ji ber ku zimanê siyasetê tirkî ye, bişavtina zimên kûrtir bû.
Kurdî ya ku tenê bi axavtinê ma, têra fikir û ramanên Kako(Dede) û Pîran nekir û van bêhtir berê xwe dan tirkî. Lê belê kilam, dubend hwd. bi tirkî be jî, di eslê xwe de şêwaza kurdên elewî îfade dike. Gotin û meqam ji yê gelên din cuda ne. Gotin û kilamên hozanan îro xeta bingehîn a elewîtiyê pêk tîne.Osmanî û rêvebirên dû wî re hatine bi pergaleke taybet, kurdên elewî ji kurdîtiya wan dûr xistin, bi terzeke biştavtî baweriya wan jiyandin û bi demê re tunekirinê kirine armanca polîtîkayên xwe. Bi van polîtîkayan xwestine fikra kurdbûnê qels bikin û bi sekneke qels van girê bidin navenda dewletê.
Ehlî-Heq, Yaresan, Kakaî û Şebek
Rojhilat
Piştî nirxandina Qoçgirî, Dêrsim û Xoresanê, ev nivîsa ku li ser daxwaza parvekirina qadên kurdên elewî û fikrê wan ên esas hatiye nivîsîn, di beşa xwe ya dawî de jî bi armaca danasîna weke bingeh Ehlê-Heq û kurdên elewî yên li rojhilatê Kurdistanê û dîsa şebekên li başûrê Kurdistanê bi hejmareke kêm lê belê çalak tên temsîlkirin. Bi gelemperî armanca vê nivîsê ne danasîna baweriyan û naveroka wan e, ji aliyê pêwendiya nasnameya kurd a milî û têkiliyên dîrokî ve nivîsandina têbîniyek e.
Di bin temsîliyeta elewîtiya Ehlê Heq de; Yaresan li rojhilatê, kakaî jî dîsa li rojhilat û başûrê Kurdistanê û şebek jî li başûrê Kurdistanê dijîn. Di vê lêkolîn û pênasekirinê de nav û pênaseyên cur bi cur derbas dibin û heçku weke ji hev cuda bibin têgihiştin jî, bi rastî tenê qadekê îfade dike. A tevlihev ev e ku ev qad gelek kêm hatiye lêkolînkirin û xalên li ser hatine lihevkirin pir kêm in. Lê belê behskirina Kurdiya Hewremî-Goranî, fikra elewîtiya kurd li Kurdistanê tenê ji binavkirinên cuda pêk tîne.
Ji bo vê xebata kin, me gelek lêkolînên berfireh kirin û gihiştin kêm agahiyan û me dît ku ev agahî yan dişibina hev e yan jî referansên ku hatine berevajîkirin e. Di vê rewşê de, em nikarin ji cudahiya navan û li ser hev hatina wan birevin. Veguhêziya bingehîn ev e ku elewîtiya li vê qadê terz û elewîtiya li qadên din ên Kurdistanê yek bi yek wek hev in.
Marûf Haznedar diyar dike ku Yaresan ji ber ku ji kevneşopiya Zerdeştiyê tên di referansê xwe yên baweriyê de li şûna erebî kurdî bi kar tînin. Dîsa heman lêkolîner dibêje ku ‘wêjeya kurdî xwe dispêre zaraveya Goranî û Ehlê Heqê’.
Selîm Temo di pirtûka xwe ya ‘Kurd Şairleri Antolojisi’ de diyar dike ku, Pîr û Mezinên Yaresana ku di heman demê de şair bûn, kurdî dinivîsandin.
Behlûlî Dana ku kitêba pîroz a ‘Zebûre Heqîqat’ ji ‘Dewreq Belûl’ û berhemên wî yên din pêk anîne, bingehîn çavkaniyên Yaresaniyan pêk aniye. Behlûlî teorîsyen û avakarê Elhê Heq-Yaresaniyê ye. Texmînî di sala 837an de çûye ser dilovaniya xwe û di lîteratûra kurdan de bi wateya ‘Med’î weke Behlûlê Medê(Mahî) tê naskirin, ji Mahîlkufeya Loristanê ye. Bi zaraveya Goranî û Lorî nivîsiye. Felsefeya wî ya bingehîn weke Alî-Ellah, Alî-Îlahî jî tê zanîn. Xwedî şêwazeke fikrî ya Xwedê daxilê Alî bûye dihebîne.
Li gel van, vê fikrê gelek hozanên navdar temsîl kirine yê tê zanîn di serî de Baba Tahirê Uryanî ye ku di sersala 10. de jiyaye û weke Omer Xeyyamê kurdan tê naskirin e, mirov dikare gelek hozanê jin jî li ser zêde bike. Hozan û şair Baba Tahirê Uryan bi navên wek Baba Tahirê Hemedanî, Baba Tahirê Lorî, Baba Tahirê Kurdî jî tê naskirin. Di sala 935an de li Hemedanê(Ektebana) ji dayîk bûye. Li gel ku di derbarê wî de pir agahî tune ne, bi zaraveya Lorî helbest nivîsiye û di wan salan de, bi gotina xwe ya ‘min kurd şeva xwe kir, ereb hişyar bûm’ bûye qîrîna wendabûna millî û neşiyana xwedîderketina koka xwe.
Dîsa kitêba Yaresanên rojhilatî ‘Serencam’ ji aliyê Sultan Îshaq ve -200 rûpel- di sedsala 14an de bi zaraveya Hewremî-Goranî hatiye nivîsîn û ji helbest û nivîsaran pêk tê. Ehlê Heq li Kirmanşanê dijîn û navenda wan Nosûd e. Li Tebrîz û Ûrmiyeyê dimînin.
Ehlê Heq ên li başûrê Kurdistanê ne jî ji wan re kakaî, îbrahîmî, bejwan û şebek tê gotin. Bi cudahiyên biçûk xwedî heman bawerî û terza elewiyan in. Şebek bêhtir xwe dispêrin Xoresanê. Weke têgeh tê wateya rêya heqîqetê, kesên rêya rast hilbijartî, mensûbê heqîqetê. Kakaî jî ji xwe ji kurdî tê, tê wateya bira. Di baweriya elewîtiyê de têgeha ‘biratî’yê gelek girîng e, ji hev re jî bi vê wateyê ‘kaka’ dibêjin. Her çi qas bi gelemperî sedsala 8. referans bê girtin jî tê qebûlkirin ku Sultan Îshaq vê baweriyê sîstematîze kiriye.
Nivîsakarê fars Hesan Tebbarî, pênasekirina herî xwerû ya kurd elewîtiyê ji bo kakaiyan bi wateya ‘kevneşopiya serhildêr’ dibêje; ‘kakaîtî baweriyeke sipartiyê raperînê ye. Serhildaneke fikrî ye.’
Bi gelemperî weke ku me xwest vebêjin, li tevahiya Kurdistanê baweriya elewîtiyê, tetbîqkirina wê, felsefe û terzên wê hema hema wek hev e. Li gelek erdnîgariyên cuda bin jî, ji aliyê fizîkî û çandî wek hev in. Rêûresm û rêbazên jiyanî pir kêm cudahiyan dihebînin. Li gel van li her herêmê weke ku Tebarî dibêje, bi şêwazekî raperînê xwedî li bawerî û kurdbûna xwe derdikevin û bi sedan sal e li hember her cure bişavtin û zextê, bawerî û sekna xwe ya millî anîne roja me ya îro.
Dîpnot
[1] Di vê mijarê de ji bilî Mehmet Bayrak çavkaniyên tirkî ku pir kêm in, dixwazim bibêjim ku çavkaniyeke pir girîng li ser çavkaniyan zêde bûye. Helbestkar Selîm Temo ku di van mijaranda bi lêkolînên xwe yên berfireh tê naskirin, pirtûka bi navê ‘Horasan: Tarih-Edebiyat’ derxist. Çavkaniya pirtûkê herî zêde ji lêkolînên qadê pêk tê. Ev berhema ku ji hevdîtin û raste rast ji çavkaniya xwe –Herêma Xoresanê- sûd wergirtiye dê cihê xwe di nav lêkolînên girîng de bigire.
Çavkanî:
Aksoy, G., 2011. Dersim Alevi Kurt Mitolojisi - Raa Haq’da Dinsel Figurler, 1 edition. ed. Komal, Beyoğlu, İstanbul.
Aydınlı, O., 2006. 1925 Kürt Ulus Hareketi. Doz Basım-yayın.
Bayrak, M., 2013. Kürt ve Alevi tarihinde Horasan: tarih-etnoloji-müzik-edebiyat. Öz-ge Yayınları.
Beşikçi, İ., 2013. Tunceli Kanunu (1935) ve Dersim Jenosidi. İBV İsmail Beşikçi Vakfı.
Bulut, F., 2002. Kürt dilinin tarihçesi. Berfin.
Çem, M., 2011. Dersim Merkezli Kürt Aleviliği Etnisite, Dini İnanç, Kültür ve Direniş, 2nd ed. Vate Yayınları.
Dersimi, M.N., 2014. Kürdistan Tarihinde Dersim. Dam.
Dersimi, M.N., 1997. Hatıratım. Doz Basım-yayın.
Minorsky, V., 1977. Kürtler. Komal.
Temo, S., 2007. Kürt şiiri antolojisi. Agora Kitaplığı.
Yalgın, E. (Ed.), 2019. Kürt Aleviliği 1. Fam Yayınları
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →