
«Çi bû ; ba bû, yan pejna gavên mêrxasekî ;
yan gelekî șevger,
ez anîm ber dêrî?»
(Selpakfiroș, Kawa Nemir)
«Hespê min amade ye bo şevê
ji xunava spêdeyê re»
(Ji Dûriyê re, Berken Bereh)
«Û pirteqalekê
bi ser șevê de bigindirîne.»
(Keçên Dêrikê yên Serserî, Xelat Ehmed)
Hișmendîyeke, ramangarîyeke weke îdêolojîyekê pêwîst e ji kurdînivîsînê ra. Bo kirina vê yekê, berê me diçe ser dîrok an jî qonaxên wê ku yên têkoșînê ne[1] (û ramangerîya heyama nû ku têgehên bingehîn ên modernîteyê û pê ra yên kolonîyalîtêyê pirsîyarî dike bi awayekî xurt). Têkoșîn ku têkildarî hesasîyata li dinê ya xwebûna kurdanîyê ye. Xanî digot « teasub », Celadet digot « kurdanîya bîrewer ». Li îdêolojîyekê gerîn ne daxwaza tazîtîya rastîyê, lê belê daxwaza rastîya zêdekirî ye. Ango, zêdebûneke hișmendîyê bo dewlemendkirina rastîyê: karekî kûr ê dîrokî. Bi vî awayî, em ê bikarin hem ji kiryarî û serborîyên xwe yên îroyîn fahm bikin û hem jî wan li yên pêșîyên xwe zêde bikin ku ev dibe rexnekirin û bicihkirina wan li gorî doneyên nû. Frantz Fanon tûnebûna îdêolojîyê weke xetereya hêrî mezin a Efrîqayê didît[2]. Hesasîyeta li dinê, ku konsepteke zehf giring a xwendinên nû yên dêkolonîyal e, dikare bibe navika îdêolojîyeke radîkal a kurdînivîsînê, û heta ya kurdanîyê, bêdogma û bêmisogerî (bêfermana exlaq(î)ekî jî). Bo meșeke dirêj ji bo vêya, ev nîvîs kelîkeke kin a xwe germkirinê ye.
Hesasîyeta li dinê[3], an jî Heysîyet. Hestmendî[4], dilhilatdarî[5], ruhê xwebûnê[6], bedewîya heysîyetê[7]. Ma ne jixwe hest mirovî dikin civakî, ji aqilî bêhtir[8]. Sermaye û mîrata bindestan rûmeta wan e[9] ku tiștekî hestî ye. Stranên me, govendên me, helbestên me bûn ku em germ dikirin di têkoșînê da, li her qadê. Me tu tiștî dî nebû, berdest… « Bi stran û bi dîlan wer dîwanê rasterast / Ew in bizota mayin û jiyanê rasterast »[10] digot Barnas.
Bi şev meş
Frantz Fanon di destpêka encama berhema xwe ya navdar da, Lanetlêhatîyên Li Ser Rûyê Erdê, cîhan û yan jî rewşa yên kolonîzekirî weke « şeva mezin » pênase dike. Bi peyvên germ bangî hevalên xwe dike bo bidawîkirina « şeva mezin » ku ew « tê da teqinîne ». Li gorî wî, bo vê yekê, têkane çareserî ew e ku ew « wê serobino bikin û jê derkevin »[11]. Dîsa, li ser şopa wî, Achille Mbembe, ramangerê balkêş ê van heyamên dawî yên Xwendinên dêkolonîyal, vê rastîya Afrîqîyan bi bîr tîne di pirtûka xwe ya bi navê Derketine Ji Şeva Mezin [Sortir de la Grande Nuit, 2013] da. Ew dibêje ku « rola rewşenbîrê afrîqî dişibe ya nobedarê şevê ku hewl dide bi baldarî li şevê hûr bibe, wê ronî bike ku rewşenbîr di rastîyê da berbangê diragihîne. Ev yek li dora Fanon, Jean-Marc Ela, Aimé Césaireî tê dîtin. Ev fonksyona nobedarê şevê, mîna şahid û yan jî heval ku dikare ji qewlê Fanon ve weke meşekê bê fahm kirin, navendî ye bo peyaneke rexneyî ku naşibe ya keseke/î ‘biyanî’ û yan jî ya keseke/î ‘sersar’ ku dikare bêje ‘elaqeya min pê/jê nîne’… »[12].
Gilles Deleuze jî digot gava coşdarî (ya ekstrem), – ku li gorî wî hêza zimanê wêjeyî û nivîskarîyê ye – « dikeve rewşa klînîk da, peyv nema li ser tu tiştî diherikin, em nema tu tiştî ne dibihîzin û ne jî dibinîn di navbera wan ra, ji bilî şevekê ku dîroka xwe, rengên xwe û stranên xwe wenda kirine. Wêje tenduristî ye. »[13]. Ger bindestî « rewşa klînîk be », wê hingê em dikarin bêjin ku coşdarîya ya/yê bindest jî ketîye rewşa klînîk da. Lewma, peyvên wê/wî bitenê li ser şevê (welatê wê/wî ye), dîroka wê, rengên wê û stranên wê diherikin ku wenda kirine û yan jî di xetereya wendakirinê da ne. Nivîskarîya li welatên Șevê keftûleft an jî têkoșîneke șevînî ye, ku divê bizane ku rewș û rastîya wî șev e. Ku ne wilo be, rastîya xwe red kirin, dilê xwe bi xwe șewitandin, gazin kirin, ne-rabûn, ji desthilanîn ketin, êpîstemelojîyên xwe bê xwedî hiștin û hwd., peyda dibin ku navê vê dibe « pîçbûna » li qeraxên warên, rêyên serdestan, weke objeyeke êgzotîk, qedereke dramatîk, patêtîk ji devla « barbarbûnê» ve. Ev cûre « pîçbûn » ku ji kokên xwe-bûna xwe qutbûn e û heta deverekê wendakirina « arîstokrasîya » (esalet) xwe ye ku ji domdarî, kokdarî û hostayîya hebûn, xwebûnêkê dihat (pêșîyên me xwedî taybetmendîyên arîstokratîk an jî bi esalet bûn di warên cotyarî, heywan xwedikirinê, dengbêjî, çîrokbêjîyê û gelek tiștên din da ku ji zû ve dikirin. Îro, ji kurdîyê pê ve, çî me mayîye ku em ji zû ve dizanin? Em qût bûne ji tiștên ku me ji zû ve dizanibû: bêesaletî). Ev rewș dikare bi sê têgehan bê rave kirin: Xerîbbûn (aliénation) ku daketina hêza tevgera kirdeyî ye. Lê ne notr e. Xerîbbûn, dev ji xwe berdan daxwazeke bi plan û program a serdestîyê ye ku bi kêrî wê tê; Îstîmlaq (expropriation) ku vê kirdeyê mehrûm dike ji tiștên ku ên wê/wî ne, tiștên ku ew bi wan ve girêdayî ye; Jênosîd ku weke merheleya dawîn, orkêstraya xerakirina kirdeyî ye.[14] Ev mesele weke noro-kolonîzasîyon (Neuro-colonisation) jî tê pênase kirin. Berevajî, « barbarbûn », ku nêyînîyê vediguherîne erênîyê, ne weke « xwe-mayinekê » lê weke « xwe-bûnekê »[15] dikare hêzdar û radîkal be bo xwe li kompleksîyonên xwe û yên din biqelibîne. Altérité. Yanî ne xwe girtin lê xwe vekirina hêzdar e. Barbarî rewșa xwe (șeva mezin) dîtin, werekî û otantîkîya meșîna di pêlengan da ye bo berbangê. Barbarî: xwe-bûn gava derbas dibe di nav yên din ra, di gel peywendî û têkilîyê. Yan jî gava yên din derbas dibin di nav wê/wî/wan ra. Yêndinbûna li mutasyonan qelibî. Yêdinbûn tekilî û peywendîyê pêkan dike hem bi hindur û hem jî bi derve ra. Xerîbbûn, dev ji xwe berdan, ji xwe û ji yên xwe șerm kirin e, ku awayê hêrî xurt ê qebûl kirina darazên civakî û siyasî yên serdest e[16]. Barbarê ji gelên sînoran, ku bi zimanê serdest napeyîve û ji lewma navê wî bûye barbar û jê ra hov, bêçand hatiye gotin[17], dimeșe bi awayekî zindî, ciwan, serkêș, lașsincirî ; « wa dengê lingên wan tê »[18]. Meș, weke berberê rawestana tijî șerm, serbilindî û xîreta barbaran e, ku dikare navnifșî be. Barbar gelekî nêzîkî azadîyê ne, ji ber ku « mirova/ê azad mirova/ê bêșerm û bêquretî/bêpozbilindî ye »[19].
Mînakek, Annie Ernaux bû barbar, weke ez-pirkesayetekê bo heyfhilanîna yên xwe, bi « nivîsîn weke kêrekê »[20] : helwesta li dijî hemû lewnên şîdeta komên serdest a li ser komên bindest. Barbarî ne stîleke jiyanê, lê xwebûn e. Roja îro, dijberê lîbêralîzma nasnameyî, sersarîyê ye. Karîneke bêminet, berpirsiyar û hêvîdar e. Barbarîya Ernauxyê fîksîyon (roman) qebûl nekir, ku zimanê wê ji rastîya yê « nijada » (race) wê qûtbû. Wêje ber bi rasteqînîyê ve anî, ya rajêran. Rasteqînîyeke xwerû, zelal, bêsansûr, șahid û mudaxil ku ji kemîna gazinan, rebenî kirin û belengazî kirinê xelas dibe. Xwebûn hem guherîn û hem danguherîn e. Rasteqînîya wê, û piștî wê yên gelekên din, wêje û zanistên civakî kirin hevalbendên hev ku îro li Fransayê bûne parzemîna sêyem : șeweyekî nû yê êpîstêmoljîk ku ji tevlîhevbûna wêje û zanistên civakî tê[21].
« Malwêranek im ez / Xewnekê dibînim / Li ber sîya wê dinyayekê dilerizînim / Navê êșa min Sozdar e … / Bûme hevalê bayê êvaran… / Navê hişbûna min Sozdar ma...»[22]. Celadet barbarek bû li Șevê ku dizanîbû êdî ne roj e : « Roj çû ava, […] / Kolosên çiyan ên gewr ; / û hewraniyên wan ên sor û zerîn ; / Bûne cûn ; / û pêlên ava şevê ên reş / Ketine deşt û newalan, / Heta rûyê gir û kepazan. / Di qeraca de / Kevir piyê şevgeran dixapînin, / û bêdengiya şevê de / Pêjna lingên mêrxasan tên. »), Wî, « Xemrevîn[ê] terkeserên dinyayê », « Xemrevîn[ê] dilketiyên welêt », hewl dida Hawara-hewara xwe bigihîne berbangê : Derketina Ji Şeva Mezin. Bi Bilûra xwe ra dipeyîvî ku ew bi xwe bû û șêweyekî hêza hesasîyeta wî ya li dinê bû : « Bilûra min, / dengê xwe berde!, / Dinya, / mîna zarokekî berșîr, / ket dergûșa xwe ; / dengê xwe berde, bilûra min, / û jê re bilorîne,/ xema wê birevîne ! / xemrevîna terkeserên dinyayê ; / û li rohilatî / Dema ko dinya hişyar dibe / Ji xew radibe / Ji me re / Strana azahî û serbestiya / Kurdistanê binehwirîne » da ku « Dengê wê stranê », « Mîna tirejên rojê ên pak û zêrîn / Bikeve nav dil û guhên me. / Bilûra min, / tu î xemrevîna dilketiyên welêt. ». Yek ji navên ku li xwe kiribûn di Hawarê da Șevger bû[23]. Xanî, barbarê pêșevan, șevê li vira dide xeyal kirin : « Meya pak hêla vexwar ya durdî…»[24].
Herwiha, ji hêla rewşa Kurdan ve, ne tesaduf e ku Rênas Jiyan navê berhemeke xwe Ji Şevê re [2008] danîbe ku gelek mijarên hunerî, çandî, siyasî, zimanî, wêjeyî û hwd., dide ber xwe di derdora qada kurdî ra ku behsa Çend Têgehên Dera Hanê dike ku ev dera hanê şeva mezin e. « Li min vegere / Kulê… / […] / bi kulman / êvaran ji min re bîne / […] / dîlanan / newrozan… ». Kul, ku vegere, wê êvaran-şevan bîne. Ji ber ku Kul rastî, serborî, hișmendîya jîna ya/yê bindest e ku ji gelên șeva mezin e (ku heya wê/wî ji wê/wî hebe. Ku nebe ne tiştek e : weke stirehên keran qelîyaye, hinek dibêjin heye hinek dibêjin nîn e[25]). Kul qasida/ê berbangê ye jî, ku dîlan û newroz e: meşevanîya li şevê. Heman tișt ji bo raman û hunera çirûskîst jî derbasdar e : di Bîra șeva mezin da li çirûskekê gerîn bo Agir (berbang) da ku Laș bi-êș-îne. Bi kulê-êșê, ew dibe hebûne azad a ramanî, hûnerî : ronî, ne-tarî[26]. Êș enerjî yan jî xîreta (belkî jî șerm, bi hemû wateyên xwe yên kur ve) hesasîyeta li dinê ye.
Li șeva mezin rê nîn in ji gelên wê ra, yên berxwedêr û serhildêr ku heya wan ji halê wan ê șevîn heye. Pêleng hene, yên vekirin, çêkirinê û șopînê, bendewar. Li van deran rê hebin jî, di xizmeta rêwingên serdestan da ne, an jî hevtawanên wan ên xwecih. Em dikarin van rêyan mina zîncîr û nîrên serdestan bi nav bikin ku li șeva mezin bi tenê ew xwedî ronahî ne ku sûnî, çêkirî ye. Ev rêyên hanê (çi sîyasî, aborî, çi ramanî, hûnerî) dest û lingên sîstema desthilatdarîyê ne ku berê rêwingan didin navendên, derên serdest. Li ser wan gelek kontrolgeh hene. Rêwing mirovên kontrolkirî ne. Cîhana desthilatdarîyê dibe rota: meșrûîyet û riza. Bindestên berxwedêr û serhildêr dibin meșevanên pêlengan ku li wan hebûn dișibe tiștekî wiha, ku Kawa Nemir destnîșan kirîye: « Diedilim di çermên maran de, li ser hev pencereyan vedikim. Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im! […] sînfoniya kulên kur, ku me diderizînin […] Ji xwe re perav im. […] Li ber pencereyên ku vedibin bi ser sedsalan. […] Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im! ». Pencere-Pêleng. Meșevan-Ji xwe ra perav. Șeva mezin. Velerzîn, bêjin olan.
Ku pencere venebin, meșevan dikarin mîna Fatime Ferhedî bêjin, « Ez zalimtir im ji pencereyeke girtî! »[27]. Barbarî. Girtîyên Azadîyê jî[28].
Rê têkildarî oldaran, bazirganan, dewlemendan, desthilatdaran, tevayîyê, rihetîyê, ezezîyê, domdarîyê, teqezîyê, pergalîyê, serdestîyê ye. Rê berbiçav in, daxilî nêrîna serdest in. Xuyanîtîyê, kontrolê, îtaetê, rizayê, hukim kirinê xwedî dikin. Yên Derve, nikarin li wan bimeşin, nabe. Rêwîngên rêyan xwedî hêl in. Berî ku bidin rê, dizanin bê wê di ku ve, çawa biçin : rê îmtîyaz, sermîyana sembolîk û hêza strukturêl e. Rê rêwingên xwe bi rê dikin. Ew kes in ku « rêya ber pîyên xwe dibînin ». Berevajî, meşevanên pêlengan, bi şev, şopik û dewsan dihelin, çêdikin ku dikarin îro hebin û sibe nebin. Dikarin wenda bibin. Pêleng û meşevanên wan — li șevê (û weke din jî) — têkildarî gumanê, kesnezanîyê, bêserûbinîyê, keşfê, azwerîyê/bengînîyê, qirofektîyê, lawazîyê, êkolojîyê, xweserîyê, zindîtîyê, resenîyê, artîzanîyê, nê-dinyayê-lê-gerdûnê ne : bêhn, tehm, hêma û hemû formên ramanê, bedewîyê, hunerê ji wan dibarin. « Nezelalî/pirwateyîtîya hejhejoyî ya dinê » digot Hannah Arendt[29]. Belkî ji ber vêya ye ku ku di strana gewre Because the Night da, Patti Smith dibêje « Şev a evîndaran e… ». Meşevanên pêlengan dibetilin, lê xweșbîn, diltêr û çavtêr in. Ku bi rastî biramin, nêzîkî êkolojîya zanînê ne. Qîmetdayîna guhdarîkirin û guftûgoyê bo hilberana zanyarîyan (civakî, mirovî). Mirovanekirina têkîlîya têorî û pratîkê ku ya modernîtêyê-kolonîyalîtêyê cinane ye. Dev ji duhêlîya Çand û Xwezayê (Culture, Nature) berdan : na ji șaristanîya mirovsentrîk ra ku Tevna Mezin xera dike, zîndîyên ne-mirov jî hene, çiya jî, çem jî… Ji gelên wergerê bûyîn : zimanê zimanan li hundir û li derve, weke dijberîya zimanê standart û global. Ji ber ku her nezanîn ji zanînekê, her zanîn jî ji nezanînekê ye, bașî asoya zanyarîyên wan e di nav vê rejîma zanîn-nêzanînê da. Rêwingên rêyan tevlî aborîya, ensdustrîya, sîentîfîzma zanînê ne, yan jî ekstraktîvîzma zanînê ku êkokujîya zanînê ne. Bi pirranî, bi çavbirçîtî, têrnebûn, hesûdî, karîyerîzm, kedxwerî, hezkerina berberîyê, pêșebazîyê tên xwedî kirin. Serkeftin xelatkirina kesên ku xwe li pergala serdest tînin e[30]. Ji bo meșevanên pêlengan, serkeftin hilweșandina pergala serdest e.
Meșa bi șev bi lașê xwe ra peyîvîn e ku hildibe, dertê, diguhere, dikeve, radibe, diêșe. Frantz Fanon, meșevan li Șeva mezin, wilo digot di Çermên Reș û Maskeyên Spî da, weke duaya dawîn : « hoo lașê min, her û her çêke ji min yekî ku pirsîyarî dike! »[31]. Lașê meșevên, weke hemû lașên bindest, taybetmendîyeke xwe ya arșîvî heye[32]. Peyîvîna bi lașî ra hewldana fahmkirin, naskirin, keşfkirin û avakirina laşê polîtîk (corpo-politique) û zanyariyên wî ye : « goștê hov ji te re ricifeke ruh divê, nêrîneke șêtiya șûran divê … »[33]. Gava bal diçe ser laşê bindest, wî çaxî laşê polîtîk û bicihkirina wî di nav dîrokek, erdnîgarîyeke lokal da jî ji ber xwe tê ku ev yek ramana jêopolîtîk a laşî û êpîstêmolojîyên wî jî bi xwe ra tîne. Arșîva lașê me kurdî ye. Kurdînivîsin jêopolitikaya Bîra wî ye, warê êpîstêmolojîyên wî. Ez li ku me ? Ji ku me ? Çawa hebûme ? Ji ku hatim li ku sekinîme ? Çi bi serê min hatîye ? Çi dikim, çawa ? Bersiv : dîskalîfîyebûyî ye ; hebûneke sînorî ku berî her tiștî bi lașê xwe dijî. Lê dizane ku sînor, radîkalîya wî ya ontolojîk û êpîstêmeoljîk temsîl dikin. Pêleng ev rewșa sînor-î ye. Ew êș û kêf, fikir-hîs kirin, êtîk û têkoșîna meșevên e.
Em ji dîroka efrîqîyên ku koletî red dikirin dizanin : bi șev lașê kolêyên reșik șiyar dibû. Aktîfkirina deqên rîtmîk : stran û dans, weke deqên dê û bav û kalan di lașî da, weke girêk-malikên tora lașî ya dîrokî. Stran û dansên bîra lașî ya navnifșî laș hișyar dikir ku revîn û têkoșîna koleyê reșik pêkan dikir[34]. Li vir em dikarin ji xwe bipirsin : çima dengbêj ewqas bandorê li me dikin ? Ne gotin, ne bûyerên ku qala wan tên kirin, lê rîtm û awazên stranan ku bîra lașê me aktîv dikin. Bîra bav û dê û kalên me di me da vedilerizînin. Laș fereh dibe, vedizîle, kur dibe, berz dibe. Lașê ku pașeroj, îroj û pêșorojê ber bi hevdu ve tîne ku rastînîyê qaîm dike. Naxwe, dengbêjî : êrotîzmeke pîroz. Govend jî. Ancex kurdî dikare baș û qenc bîreke wiha ya lașî șiyar bike. Ji ber ku ew bîr bi kurdî ye. Wî çaxî, ziman bo bidestxistina lașê xwe û bîra wî gelek giring e.
Rê bi cihê pêyên pêşengên gêopolîtîkaya serdest(an), kolonyalîtêyê çêbûne, ku em ji bo heyamên modern bifikirin. Ji lewma ye ku li welatên serdest (pêşketî !) rê pirr in. Zimanên serdestan rê ne, febrîqe ne, laboratuar in, unîversîtê ne, profesyonalîzm e, sîentîfîzm e, karîyer e, xelat in. Zimanên bindestan pêleng in, nêzî axê, malê, ajalan, êkolojîyê ne. Zimanên bindestan ên meșevanan in ku dibetilin, nikarin zehf ji warên xwe dûr bikevin bi pêyan. Ji ber vêya, bêhtir lokal in ku lokal mekanê xwendinên dêkolonîyal e. Zimanên serdestan an jî kolonyalîtêyê xwedî pir-r-rê ne: rêyên avî, hewayî û erdî. Bi jetan, balafiran, keștîyan, trênan, wergerên bazirgan, weșanxaneyên kapîtalîst, dikên nêo-lîbêral, li her derê dinê ne. Rêwingên global, çi li ser rûyê erdê çi onlayn... Tûrîzm. Zimanên hem tûrîst û hem jî tûrîstîk.
Annie Ernaux ku ji bo min gelek hêja ye, pêlengek e di rêya zimanê fransî yê global da. Ev pêleng ji vê rêyê neqût e. Anku pêlengên rêyên zimanên serdest jî berçav in ku dibin perîferîkeke otantîk, êgzotîk a wan. Ku Ernaux bi kurdî binivîsanda ew î ne pêlengeke otantîk, êgzotîk a rêyeke-zimanekî serdest bûya û ji lewma, ew î nehate dîtin. Ew î nêzî Xanî ba, ku pêleng e. Ew î nêzî Celadet ba, ku pêleng e. Ew î nêzî Fatma Savci ba, ku gerîlayeke pêleng e… Heta, hin meșevanên pêlengên kurdîyê jî, ku dilê xwe bi xwe dișewîtênin, û her û her bi gazin in ji halê-pêlengîya-meșevanîya xwe, wî bi tu awayî nivîskarîya Ernauxyê wejeyî qebûl nekiribane (weke « ma ev jî roman e ?!). Bo ku nivîskar ji meșevanî û pêlengîya xwe gazinan neke, fêdî neke û pê serbilind be, pêwîst e heya wê/wî ji rêwingîyê, rêyê hebe. Xwendinên nû yên dêkolonîyal û êkopoêtîk, zoopoêtîk vê dibêjin : rê, rêwîngî têkildarî globalê ne ku tev-gerên, damarên hemû organên lașê kolonîyalîtêyê temsîl û pêkan dikin. Belkî ji birewerîyeke halo, Fanon digot « bo dêkolonîyalîtêyeke tekûz, divê pergala dinyayê hilweșe »[35]. Ji lewma, tevger, helwest û ramanên dêkolonîyal ên qadekê ku bi tenê bi ser xwe da bitewin, ji xwe ra bin û ne tevlî tora cîhanî ya dêkolonîyal bin, muhafezekar dibin û ber bi pûçbûnê ve diçin.
Meșevanîya pêlengan lêgerîna bawerî û ewlahîya di dem û qadê da ye ku vê yekê gengaz dike : bi xwe kirdebûna dîroka xwe,[36] li mala xwe ku gîyayê hewșê dev ji tehlbûnê berdide.
Meșevanîya pêlengan heta radeyekê xwe-anonîmkirin e jî. Ji ber ku pê ra nebanî tê bîrê ku dikare bibe navê xwe-revandina bo xwe-bûnê li hemberî rêwingên rêyên serdest. Xwe-revandin weke avakarîya xweserîya xwe-bûnê, xwe-bicihkirinê û nêzî bîra gelî û Erdê bûnê. Berevajî avayî-rêyên dewletî yên mirovnavendî yên xwedî qaîde, teqezîyên gelemperîperwer, kodkirî. Lê divê șașî tê da nemîne : ev xwe-anonîm kirina hanê ne ji desthilanînketin lê desthilanîn bi xwe ye : Erdî bûyîn, șoreșgerîya Erdî ku li pey êtoseke (ethos) din, awayekî din ê xwe bi cih kirinê ye di demê û dinê da ku nașibe helwesta șoreșgerîya modern ku ji aqil û dema desthilatî, dewletî ne qût e. Ji dema Dewletê(an), ku hilgira modernîtêyê-kolonîyalîtêyê ye[37], û aborîya bazara nivîs-karîyê derketin e û di demeke din da têkilîyeke din a êkolojîk e bi her tiștê Erdê ra. Rê, weke der/devereke desthilatdarîyê, der-erdî û dêerdî bûn e. Meșevanîya pêlengan serkêșî û serhildêrî ye ku xwedî li dema Erdê, li bîra çiyayan, çêman derketin e, hay ji axê, avê, hewayê, ajalan hebûn e. Bawerîya harmonîyê, hêtêrojênîyê : homojênî û homojênîkirin xerakirina Tevna Erdê ne. Xwe-anonîm kirina divê çarçoveyê da hewldana (tevlî) bûna deng û rengê hemû zindîyên mirovî, ne-mirovî û mirîyên heramoyîkirî, ji bîr bûyî : ew dest nîșan kirin li ser rûyê Erdê û êw lê bi cih kirin, ligel xwe. Ji dema mirovî ber bi dema xwezayî ve çûyîn, û ji lewma, helwesta hebûneke din bo ku Homo sapiens veguhere Homo prudens[38]. Giringî dayîna hebûna Erdî (êkolojîk) û, pê ve girêdayî, meșevanîyê (têkoșîn, rastînî bûn, çalak bûn), pêlengê (șeweyê êkolojîya zanyarîyan, ontolojîya poêtîk, serkêșîya/bêîteatîya êpîstêmîk) dest nîșan kirin û pênasekirina meseleyeke bingehîn e : qeyrana çandî a cîhana îroyîn ku ji sedsalan ve li dar e.
Rê, șêweyê çandên « zêde-xwende » ye ku lê bi tenê zanyarî tê qebûl kirin ku li gorî vê yekê cihê herkesekê/î tê diyar kirin di nav mêkanîzmeyên desthilatê da, ku wî didin domandin. Bi vî awayî rejîmeke zanyarîyê çêdibe ku di xizmeta yên biîmtîyaz da ye. Cihê rantê. Cihê biryardanê, meșrûbûnê ku lê çalakî bixwe jî pêwîstî bi peyvê heye. Bi ser da, peyv awayê çalakî bûnê ye. Ji ber vê yekê, çalakî ku lewnekî zanînê ye û dikare derfetine din pêkan bike bo zanyarîyîne din cih jixwe ra nabîne di nav sînorên ramîna vê rejîmê da. Ji lewma, çalakgerî û ramangerî ji hev qût dibin. Çalakî derbê dixwe. Ramangerî têorîk dibe, ji pratîkê dûr dikeve, ewqasî ku ramanger, xwenda dibin policeên zanyarîyê, yan jî yên Hikûmeta rejîma wê. Çanda vê rejîmê xwe weke çanda global dibîne ku parêzvanên wê bi awayekî global tevdigerin. Ji ber vêya, zanyarî dibe hebûneke global ku bi teçhîzatên xwe (û Dewletê) yên global li ser pêyan e[39] : enstîtû, zanîngeh, pirtûkxane, komel, ONG… Di vê çarçoveyê da entelektuel dibe « unîversel », ku bi qewlê Foucault, ji « mirovê qanûnê » pê ve ne tu tiștekî din e[40]. Ev hebûna global unîversela razber ava dike ku rê li ber yeke șenber digire. Meșevanîya pêlengan ji vê rejîmê derketin e. Meșevan ne yeke/î dahî/zanyar e, ew behtir dișibe kesayeta hewarî. Dahî takekesê ku xwe bi kapasîteyên xwe yên taybêt destnîșan dike. Hewarî, ne ji bo xwe, lê ji bo heqîqeteke ku wî derbas dike dipeyîve, bo tiștekî. Dikare jiyana xwe bide wê, hertiștê xwe li ser bike. Hebûna dij-xweperestîya/narsîsîzma takekesan, dahîyan[41].
Nobedarîya şevê
Di ser vê çarçoveyê ra li rêzêfîlmê bi navê Game Of Thrones temașe kirin ku elaqeyeke gelekî mezin dît li seranserê cîhanê û êdî bûye mijar ji xebatên fîlozofîk ên îroyîn ra di derbarê mijarên cur bi cur da[42], bi awayekî taybet balê dibe ser « Dîwarê » « Nobedarên şevê ».
Di vê rêzefîlmê da, li gorî ku tê gotin, zivistanek hebûye ku biqasî dema nifşekî domîyaye û tarîtîyeke reşetarî û sawdar her der xistîye bin hikmê xwe. Jê ra digotin « Şeva Dirêj ». Ji « Bakurê Mezin, ji nava tarîtîyê « Meşevanên Spî » derdikevin û tên. Bi artêşên xwe yên ji mirîyên-sax ve, ew şerê zindîyan dikin ku jiyanê li wan diherimînin, welatê wan tarûmar dikin û wî di xwînê da dihêlin. Piştî gelek salên bi şer û pevçûn, « Mirovên Pêşî » û « Zarokên Daristanê » hevalbendîyê dikin ku bi vî awayî, bi « Şerê Berbangê » ra, zora « Meşevanên Spî » dibin û wan bi paş ve vedigerînin, cihê ku jê hatine, Bakurê sar û seqem û tarî. Bo ku careke din felaketeke wiha neqewime û welatê wan dîsa neyê dagirkirin, « Mirovên Pêşî » « Dîwar » ekî pir mezin çêdikin di navbera xwe û « Bakurê Mezin » da, warê « Zivistana heta bi hetayê ». Je wê hingê ve, « Nobedarîya Şevê » dest pê dike li ser « Dîwêr » ku bi hezar salan dom kirîye. Tê gotin ku demeke dûvdirêj, li welatê ku xwe bi « Diwêr » ji « Bakurê Mezin » veqetandîye, ango Westeros ku wek welatê bi « Heft Tac » (heft mîrîtî) tê nasîn û bi nav kirin, peywira « Nobedarîya Şevê » wek peywireke gelekî mezin, esîl û bi şeref dihate qebûl kirin. Ji hemû mîrîtîyan kes dibûne endamên « Nobedarîya Şevê ». Ev nobedar ku ji ber cil û bergên wan ên rêş “Qirik/Qijik » ji wan ra dihate gotin, hate dawîya temenê xwe ji peywira xwe ra sadiq diman ku bi vê sondê dest pê dikirin :
« Tarîtî dicivin, û a niha ku nobedarîya min dest pê dike. Ew ê bi tenê di roja mirina min da bi dawî bibe. Ez ê nezewicim, nebim xwedî mal û milk, û tu zarokan çênekim. Ez ê tu tacan nedeynim ser serê xwe, tu serfirazîyan bi dest nexim. Ez ê li ser peywira xwe bijîm û li ser bimirim jî. Ez şûrê di dilê tarîtîyan da me. Ez çavdêrê li ser sûra me. Ez mertal im ku qraltîya mirovan diparêzim. Ez hemû jiyana xwe û şerefa xwe fedayî Nobedarîya Şevê dikim, bo vê şevê û hemû şevên bên ».
Hesasîyete li jiyanê. Sosyolojîya rûmet û serbilindîyê. Antropolojîyeke metafîzîkê. Bi cîh bûn, erd-nîgarî. Ontolojîya poêtîk weke tersê Ontolojîya prozaîk (prosaïque)[43]. Sinca, exlaqê (û azadî jî li ser) nivîskarîya modern ji kapitalîzmê, netew-dewletê, bazirganîyê, nêo-lîberalîzmê ne qût e ku ramanên dêkolonîyêl ên îroyîn ji van hemûyan ra dibêjin kolonîyalîtê. Ji exlaqekî wiha dûr ketin û bi ser pêlengên xwe da çûyîn peydakirin û lêgerîna exlaqekî din, ontolojîyeke din e ku dêkolonîyalîtê pêkan dikin. Nîvîskarîya dêkolonîzê. Werin em ji vêya ra bêjin « li êpîstêmolojîyên xwe, yên șevîn xwedî derketin ». Ku ne wiha be, em ê ji abstraksîyonên mirî pê ve nebin tiștekî din.
Ji ber ku pevçûnên desthilatdarîyê çêdibin di navbera mîrîtîyên Westerosê da, kes nema gelekî girîngîyê dide « Nobedarîya Şevê ». Lewma, endamên wê jî êdî ne ji esîl û malmezinan, lê belê ji pîçan, ketîyan, kujeran, sucdaran, dizan û hwd., pêk tên. Li gel vê yekê, ji nû ve barekî din ê giran dikeve ser pişta nobedarên şevê da. Ew dibînin, dijîn û şahidîyê dikin ku felaketekê din û yan jî şeveke din a dirêj dikare dîsa were welatê Westerosê piștî hezar salan. Lewma, ew hewl didin mîrîtîyên wêlêt agahdar bikin û bêjin « va ye ‘Qralê Şevê’ tê bi artêşên xwe yên ji mirîyên-sax ve. Dev ji pevçûn, berberî û şerên navxweyî berdin û bibin yek, yan na, dawîya we û me hemûyan tê ».
Gava artêșa Qralê Șevê digihe bakurê welatê Westerosê, ya/yê ku dikuje, namire, dibe șervana/ê wê…
Dîtîn û kuştina Bran Stark (ku piştî kuştina « Qralê Şevê » û şerên navxweyî dibe qralê hemû mîrîtîyên Westerosê) armanca sereke ya « Qralê Şevê » ye ku ji hêla Bran Stark ve wiha tê pênase kirin : « Şeveke hetabihetayê. Ew dixwaze cihana me bi dawî bike ku ez bîra wê me »[44].
Li Westerosê, li gel hemû pevçûnên di navbera mîrîtîyan da û kêm girîngî dayîna « Dîwêr » û « Nobedarîya Şevê » di demên dawî da, tişta herî hevpar mîtolojîya « Dîwêr » û « Nobedarîya Şevê » ye. Ji xwe, di rêzefîlmê da tê ditîn ku Westeros ji bakur, li cihê « Dîwêr » çêbûye, ji wir xera dibe û careke din ji wir, ji nû ve ava dibe.
Herwiha, Marcos, pêșengê zapatîst, li ser çîrokeke kalekî disekine di pirtûka xwe ya bi navê Teqwîma Berxwedanê da, ku giring dibîne bo fahm kirina felsefeya hebûna erdî weke tersê ya Dewletê(î) ya der-erd, kargerîyên wê yên teknîk û zanyarîyên wê yên razber, û ya dema ruhî ku géo-bîr û géo-gen/jen jê dizin weke tersê dema modernîst a pêșverû. « Çîroka yê ku arîkarîya ezmên dikir ». « Li gorî pêșîyên me yên xurttîrîn di meșê û gotinê da, divê em arîkarîya ezmanî bikin bo ku nekeve. Yê ku arîkarîya wî dike tu carî ranaze, pêwîst e her û her șîyar û nobedar be da ku di kêlîyên talûkeyan da bikare yên raketî șîyar û agahdar bike bo parastina Erdê »[45].
Xanî û Celadet, meș û gotin : parastina ezmanê erdê, zimên. Dîwar û Nobedarîya Șevê. Kurdînivîsîn û kurdanî û xwebûn. Osman Mehmed qîrîyaye, li qeraxê șevê :
« gava kes li qeraxê şevê nema
ez ê lê bim
bi sirsirkên ku bêhtir li şevên kolan dizin
û stêrkên ku bi mirina xwe nahisin...
ez ê lê bim [...]
heke şev li xwe mikur nehat û negot:
bejna min ne tak rîhana li ber șekan e
û hew gidî gidyano…
û neke mitale tu ey tav
ku te dît kesek nîne li şevê
tu bizanî
bêyî piştiyê hawarê ez ê lê bim!
û ez ê li erbaneyê xim heta ku şev hebe
û derwêşê roniyê…»[46]
Pêwîst e mezin bê nivîsandin û bi dengekî bilind bê gotin : Kurdanî, kurdînivîsin divê nebe meseleyeke êsansîyalîst, xeneqoyî ya nasnameyî ku girêkeke kor û labîrenteke bêderî ye. Berî her tiștî, Kurdanî û kurdînivîsîn meseleyeke (xwe) nasîn-zanîn û zanyarî (bi dest xistin) yan jî êpîstêmolojîk e : Pîvandina domdarî, kurahî û giranîya kurdofobîyê, û têkoșînê, pircure. Ji dijminîyê, ji kînê û bêrûmet kirinê dest pê kirin. Xwe (bi)xwedî kirin ji dîroka pêșîyên xwe yên berxwedêr û serhildêr li dijî vanan. Axirî, danxweyeke hevbend a têgihîștin, diyar kirin, xwebûn û heysîyetê ye.
Xwe felaket kirin di felaketê da
« Birîndarê kerba giran im […] Felaket im yeman im » [47]
Meșevanên șevê, bi pirranî, li ser pêyan an jî șippê dinivîsin. Ne li ser masan rûniștî. Ne înziwa. Ponijîn, ramîn û tevgerîn, çalakbûyîn yekere dibin. Pêleng mekan, meș dibe nivîs-karî. Çi tê nivîsin?
Gilles Deleuze di derbarê berhemdarîya resamtîyê da: « Resam li ser tualeke vala resm nake û nîvîskar jî li ser rûpelekî spî nanivîse. Ji ber ku rûpel û tual bi klîșeyên ji berê da heyî û avabûyî ve dagirtîne. Ji lewma, divê berî her tiștî ew ji wan werin birin, paqij kirin, bên aravtarav kirin û hûrûheran kirin bo derbaskirina herka bayekî di kaosê da çêbûyî ku bi kêrî dîtinê tê ». Êșa nivîskarîyê ne ji ber rûpelê spî û vala ye ku dive bê dagirtin (nivîsandin). Berevajî, berî nivîsînê, nivîskar bi rûpelekî tijî gotin, dîtin, bihîstin, nivîsin, raman ve rû bi rû dimîne ku em dibêjin qey vala û spî ye. Ji ber vê yekê, bo nivîsakerîyê, hewcedarî bi Felaketekê heye bo valakirin û paqijkirina rûpelî, ne weke tofaneke xwezayî (bahoz, şepe, lehî, erdhejî û hwd.) lê belê weke diyardeyeke, destpêkeke avaker, afirîner; weke silaveke berz ku hewl dide nû bike û têgihana me bi me û cîhanê ra ber fereh bike[48]. Di felaketa rûpelê spî da felaketbûyîn, xwe felaketkirin. Bi vî awayî, nivîskar bixwe dibe yeke/yekî felaket. Li vir, em bipirsin: nivîskara/nivîskarê kurdî, berî nivîsînê, li ser rûpela vala û spî çi dibîne? Lê çi dîtin, bihîstin, nivîsin, raman hene gelo? Takekesa/ê kurd, weke hemu takekesan, ne daneyeke ontolojîk e. Bêhtir, pêwendîya wê/wî a li gel ên din wê/wî didirûvîne weke kirdeyeke civakî ku bêguman xwedî otonomîya xwe ya raman û çalakîyê ye. Ango, takekes ne vîna azad a kirdeyeke derdemî û transandant e. Ew kapasîteya hebûneke bi awayekî dîrokî avabûyî ye ku arasteyî hevbandorî kirin û danûstandinê ye bi yên weke xwe ra. Lewma, li dorhêla xwe, ew hebûneke mudaxil e, mudaxile dike. Ev argûman, ji Marx heta Bourdieu, rexneya « îllûzîyona bîyografîk »[49] ava dike ku îro nêolîbaralîzm bela xwe lê dide, ne weke nêrîneke cîhanê, lê weke awayekî performansê ku ji takekesîyê modêleke antropolojîk çêdike (înternet, telefon, kompîtur, feysbûk, twîtir, înstêgram, karîyêrîzm, profesîyonalîzm...). Di vê çarçoveyê da, em dikarin bêjin ku nivîskarê kurdî gava li rûpelê vala dinêre Felaketê dibîne: qirkirin, înkar, ferman, kuștin, sirgûn, zîndan, șidet, îșkence, asîmîlasîyon, nebûn, kerr û lalî, birakujî, bindestî û serdestî… Serhildan û berxwedanê, evîn û hevaltîyê jî. Yan ew ê xwe li vê Felaketê biqelibîne û bibe keseke/kesekî felaket (estetîk) û yan jî ew ê jê (ji xwe) bireve. Li hemberî Felaketê, û yan jî di nav da, kêlîka ku nivîskar xwe dide hev bo dest bi nivîsandinê bike, di nav rewșeke ne-jiyanî da xewr dibe: war nîne, dem hatîye sekinandin, aso ketîye… Perek nîne ku biçe piçek oksîjen bîne. Dibîne ku ew jî li ser, hemû kesên li derdora wî ji kesayetîya xwe, ji mirovbûnê ketine ku ferqa wan û avahîyan, keviran, ajalan, tiștûmiștan ji hev nîne li cem serdestan: tên bikaranîn, mêtin, kuștin, suhurandin, girtin, îșkencekirin, bêrûmetkirn, kirîn, bêcihûwarkirin…Mirî jî nikarin serê xwe deynin. Bîrên wan, zimanên wan, bawerîyên wan, xwedayên wan teqîyane… Lașên wan jî nema yên wan in… Zarokên wan jî. Çavkanîyên wan ên civakî û rastîyên bav, dê û kalên wan di takekesan da belawela, birîndar bûne. Herkes bi tenê ye. Ev çavkanî û rastî bi wan ra ne, lê ew ne li gel wan in. Nivîsandina li ser xwe û yên weke xwe, peyîvîna bi xwe û yên weke xwe ra tê wateye divêtîya valakirina rûpelê spî yê li ber xwe, berî nivîsandinê. Divê ku ew xwe berde meydana rûpelê vala (Felaket). Dest bi nivîsînê kirin, dibe meșevanîya di nav Felaketê ra.
« di qirrkirina evînan de evîndar im
simbil im di şewata simbilên
geniman de
di qetliyama çivîkan de çivîk
baskekî min şikestiye jî difirrim
heta ku baskê xwe yê din jî
dişikînim
ma ez ê çawa bi baskê şikestî
nefirrim
û ezmên di xwînê de nehêlim! »[50]
« Kawayek hebû
roj bû, bû qirşikek canê me
ew ji destên me hat, ji destên me ew dibû
û me avêt ser arê heyî
ku ar
bû nasnava me »[51]
« min șerê dewletê kir, bûm ajalekî epîstemîk ku ev ma ji min re »[52].
« Ne li hêvîya berbanga ku ji lana xwe ya çîrokî derkeve, em reșên xwe yên șevê radiparzînin, hilradibin û / Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin »[53].
Bi vî awayî nivîskar, bi taybetî helbestkar, dibe molêkûlerek ku digihe hertiștê Felaketê ku navê vêya dibe xwefelaketkirin, felaket bûn.
Ji dêvla encamê ve
Kurdistan șeveke tarî ye ku tu tilîya xwe di çavan ra rakî jî kes kesî nabîne, bi hesanî. Ji lewma, divê meșevanên Șevê bi destên hev bigirin, bo ku wenda nebin, yek bi yek, ne bi tenê bi awayekî fizîkî (pêlengger dildarên xweserîyê ne) lê bi awayekî bîrewerî.[54] Jixwe, pêleng[55] li hin deveran digihin hev. Li deverên asê pêleng diçin ser yekê. Deverên asê, ku cihên herî dûr in ji rêyan, dikarin bibin stargehên hevpar ên civînê, șêwrê, Bîrê, xwebûnê ku em dikarin wan weke dikên, bi qewlê Șakiro, eraseyên meydanên dêkolonîyal bi nav bikin. Di van deverên asê ra bi tenê nivîskar naçin. Her kesa/ê ku dimeșe bo derketina ji Șeva mezin. Bi vî awayî, nivîskar hinekî jî be dikare xwe ji tenêtî, tirs, lawazîyê biparêze, hîșyar be li hemberî asîmîlasîyona kolonîyalîtêyê, û xwe ji girtîgeha « ez » ê rizgar bike û baștir fahm bike ku ezperestî, çi xurt çi qels, îluzîyoneke korker e ku bûye nexweșîyeke giran a hebûnî di van heyamên nêolîbêral da li seranserê dinê. Bila mifteya dahûrîna felsefeya vê cure tekilîya mirovî û civakî Hevaltî be ku dikare pencere û deriyên dêkolonîyalîtêyê veke ku pêșevanên avaker ên kurahî û ferehîya wê kurdên gerîla ne. Ponijîn li ser ve yekê û ew tevlî têgehên xwe yên wêjeyî kirin, ku dê destek bike antî-bazara wêjeyî ya Xanî li dijî ya kolonîyalîtê-modernîteyê. Ji bo vê yekê : Bi guhdarî kirinê ra ramîn, nivîsîn[56] (bi çavdêrîyeke li ser bingehê hev-karîya hilberanên zanyarîyên bêhîyêrarșî), ku awayê ramangerî û tevgerîna Zapatîstan e[57], bo mobîlîzasîyona ber-bi-hev-ve-anîna hertiștekî da ku îșaretên serbilindîyê çêbibin di lașê civakî da û berbelav bibin, da ku « ya ku dest dizanî »[58] û pê jî, û hemû kiryarî, zanyarîyên artîzanal (pratîk, materîyal)[59] bên dîtin û tevlî zanyarîyên çandê, hunerê û zanistên civakî û mirovî bibin, da ku « lingên çêm hișyar bibin », « bila kûrik bișuxilin », « da ku bila ro nemîne ne li Rojhilat, ne jî li Rojava »[60]. Bo Hevaltîyê :
« min hevalek heye dişibe ferşên qerisî
li ber deryayên genimî sor dibin çavên wî […]
çong dide çi cara çiyayek jê ve xuya be
dibêje wey merheba sed merheba ji we re
min hevalek heye dişibe qumriyan
hem azad e hem girtî
hem paqij e hem qirêjî […]
min hevalek heye dişibe şengebiyan
pêçiyên wî di avê da pelgên wî serçemandî
kes newêre bêje şîn ji tirsa wî
te dît got qur û giriya
ez dibêjim “te xêr e, çima aş nabî”
dibêje “şegreşîvanan” ez mezin kirim
di dawên xwe yên fireh da »[61].
« Pejna tîna dila
Di çavê te da kenîyam
U girîyam
Xwezîya û dîsa xwezîya
Kilê çavên min bila
Barûda guleya çeka te ba… »[62].
.
« Rê kor e û pir sar e
Heyv li jor mat maye […]
Destê min ji te nabe
Lê pir, pir dereng e
Ji te re malekê ji kevrokan ava dikim
Derîyê wê șilêr be
Banê wê morîk be
Çira wê pejna te… »[63]
« Min divî tu dîsa
careke dî
bi bayê bakur re,
di êvarek zozanî de,
bi dengê bilûrê re,
di nav strana dengbêjekî serhedî de,
bi berxikan re
vegeriyaba
şevîna min… »[64].
* Ev nivîs di hejmara sêzdehem a kovara Wêje û Rexneyê da weșîyaye.
Çavkanî
[1] Ay, Serdar, La Littérature kurde kurmandji en Turquie entre émergence et (re)découverte. Écrire, par le biais des revues, l’histoire d’une littérature de combat, Teza doktorayê, Institut National des Langues et Civilisation Orientales, Paris, çile 2021.
[2] Fanon, Frantz, Œuvres, Paris, La Découverte, 2011, r. 868.
[3] Mignolo, D. Walter, La désobéissance épistémique. Rhétorique de la modernité, logique de la colonialité et grammaire de la décolonialité, Peter Lang, Bruxelles, 2015 ; « Géopolitique de la sensibilité et du savoir. (Dé)colonialité, pensée frontalière et désobéissance épistémologique », Mouvements, n°73, 2013/1, rr. 181-190 ; Colin, Philippe et Quiroz, Lissell, Pensées décolonailes, Une introduction aux théories critiques d’Amérique latine, Paris, Zones, 2023.
[4] Ergün, Zülküf, « Șewat û Hestmendîya Zimanî », Botan Times, https://botantimes.com/sewat-u-hestmendiya-zimani/
[5] Jiyan, Rênas, Dilhilatdar, https://www.youtube.com/watch?v=I8gDtKuK2Pw&t=19s
[6] Zeraq, Dilawer, Ruhê Xwebûnê, Amed, Lîs, 2021.
[7]Aydınkaya, Fırat û Malbat, Ekrem, « Editӧrden », « Cumhuriyet Dӧnemi Kürt İsyanaları », Kürd Araștırmaları, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-320, pûșper 2024.
[8] Gros, Frédéric, Le Pouvoir de la honte, Essai sur un sentiment révolutionnaire, Paris, Albin Michel, 2021, r. 78
[9] Ajari, Norman, La dignité ou la mort. Ethique et politique de la race, Paris, La Découverte, 2019.
[10] Barnas, Rojen, Milkê Evînê, Stockholm, Nûdem, 1995.
[11] Fanon, Frantz, Les Damnés de la Terre, Paris, La Découverte, 2002 [1961], r. 299.
[12] Mbembe, Achille, « Sortir de la Grande Nuit », https://www.youtube.com/watch?v=grGgW4pkKgE, 5ê çile 2013.
[13] Deleuze, Gilles, Critique et clinique, Paris, Minuit, 1993, r. 10.
[14] Ajari, Norman, Le Manifeste Afro Décoloniale, Le Rêve oubliée de la politique radicale noire, Paris, Seuil, 2024, rr. 22-53.
[15] Jaquet, Chantal, Les transclasses, ou la non-reproduction, Paris, PUF, 2014.
[16] Eribon, Didier, Retour à Reims, Paris, Fayard, 2009.
[17] https://www.larousse.fr/encyclopedie/divers/Barbares/107502
[18] Koma Botan, Em bernadin vê dîlanê, https://www.youtube.com/watch?v=zL8hEQn_jsE
[19] Jacquet, Chantal, bn., r. 201.
[20] Ernaux, Annie, L’écriture comme un couteau, Paris, Stock, 2003.
[21] Jablonka, Ivan, Le Troisième continent ou la littérature du réel, Paris, Seuil, 2024.
[22] Ararat, Mem, Zîz, https://www.youtube.com/watch?v=lKcg4iyK-YQ
[23] Aydoǧan, Ibrahim Seydo, « Celadet Bedirxan, Çavkaniyên Hawarê û Kurdayetiya Nû », Guman 2, Stenbol, Rûpel, 2014, r. 174-175.
[24] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Avesta, Stenbol, 2010, p. 143 (Șîrove û kurdîya îro : Jan Dost).
[25] Gotina pêşîyan, ku dêya min pirr digot.
[26] Ay, Serdar, « Xwendineke antîkolonîyal-dêkolonîyal li ser ‘êș’a Rênas Jiyan », Wêje û Rexne, Amed, n°5, 2015.
[27] Ferhedî, Fatime, Kirasê min bibore, Stenbol, Avesta, 2020, wergera ji soranî Osman Mehmed.
[28] Civan Haco, Girtîyên Azadî, https://www.youtube.com/watch?v=6E2euDGI8Y4
[29] Arendt, Hannah, Journal de pensée (1950-1973), Paris, Seuil, 2005.
[30] Jaquet, Chantal, Les transclasses, ou la non-reproduction…
[31] Fanon, Frantz, Peau noire, Masques blancs, Paris, Seuil, 1952, r. 229.
[32] Elsa Dorlin, Se défendre. Une philosophie de la violence, Paris, La Decouverte, 2019, r. 18.
[33] Jiyan, Rênas, Janya, Amed, Belkî, 2018.
[34] Chamoiseau, Patrick, Le conteur, la nuit et le panier, Paris, Seuil, 2021.
[35] Fanon, Frantz, Les Damnés de la Terre…, r. 45.
[36] Hemîd Bozarslan, vêya weke șertê șaristanîyê dihesibîne, https://www.youtube.com/watch?v=Zw9LqhupUHU
[37] Li gorî Mark Alizart, qeyrana êkolojîk, di rastîyê da, « derbeyeke eskerî » ya dewletî ye. Alizart, Mark, Le Coup d’État climatique, Paris, PUF, 2020.
[38] Chakrabarty, Dibesh, Après le changement climatique, penser l’histoire, Paris, Gallimard, 2023.
[39] De Sutter, Laurent, Lettre à Greta Thunberg, Pour finir avec le XXe siècle, Paris, Seuil, 2020, rr. 34-52.
[40] Foucault, Michel, « La fonction politique de l’intellectuel, Entretient avec Michel Foucault », Dits et écrits. II. 1976-1988, Paris, Gallimard, 2001.
[41] De Sutter, Laurent, bn., r. 59.
[42] Mînak, binêr Chaillan, Marianne, Game of Thrones, une métaphysique des meurtres, Paris, Le Passeur, 2016 ; « Quatre dilemmes moraux de Game of Thrones (2/4) : La morale permet-elle de survivre ? », Les chemins de la philosophie, France Culture, 9 avril 2019.
[43] Li gorî Aurélien Barrau, prozaîk bikaranîna tiştekî ye, poêtîk tişt bixwe ye, weke hebûna ku heye. Prozaîk mêtin-gerî (exploitation), (ve)hilberandin, kontrolkirin, hakim bûn/lê hukm kirin, a pîvandî, mekanîk û bifeyde ye. Poêtîk her tiştê din e: afirandin, barbarî-wehș, xuyabûna hebûnê, jiyan, ya bingeh, ya ku me diyar dike, ya ku me dike me û ne tiștekî dî, ku wateya hebûnê dide. Barrau, Aurélien, L’hypothèse K. La science face à la catastrophe écologique, Grasset, 2023.
[44]Binêr, L’Histoire de la Garde de Nuit, https://gameofthrones.fandom.com/fr/wiki/L%27Histoire_de_la_Garde_de_Nuit_(Histoires_%26_Traditions); Roi de la Nuit, https://gameofthrones.fandom.com/fr/wiki/Roi_de_la_Nuit; https://lagardedenuit.com/wiki/index.php?title=Longue_Nuit#cite_ref-agot.2Cc25_1-1; https://lagardedenuit.com/wiki/index.php?title=Garde_de_Nuit
[45] Sous-commandant Marcos, Calendrier de la résistence, Paris, Rue des Cascades, 2007, r. 492
[46] Mehmed, Osman, Gulûcinûkavil, Stenbol, Avesta, 2002.
[47] Hunergeha Welat - Mehmûd Berazî, Felaketim, https://www.youtube.com/watch?v=iEnLt0kcJMg
[48] Chamoiseau, Patrick, bn., r. 87.
[49] Bourdieu, Pierre, « L’illusion biographique », Actes de la recherches en sciences sociales, n°62, tîrmeh 1986, rr. 69-73.
[50] Jiyan, Rênas, Li Herî Jorîn Firîna Bêbask.
[51] Arî, Arjen, Sibat e.
[52] Temo, Selîm, 112 Hesp û Xezelek, Amed, Dara, r. 129.
[53] Nemir, Kawa, « Li Dora Zîguratê », Salname, Lîs, Amed, 2009, r. 55.
[54] Bo ku ev yek bê fahm kirin, divê rastîya Kurdistanê neyê ji bîr kirin : Kurdistan weke devereke gewr ku dewlet lê yan mirinê, koletîyê, tirsê enjekte dike û yan jî hevtawanîyê ku ev yek berberî û pevçûnên di nav kurdan da dermale dike (Ay, Serdar, « YIBOya Hezexê 1999-2002 (Devereke Gewr), Lêkolînên Kurdî, http://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-150, 2021). Dîsa, ji hêleke din ve, bindest (ya/yê serhildêr û berxwedêr) heta derekê nikarin ne « pevrayî » bin. Ji ber ku ji xwe « qels » û « ne-strandî » ne, ku « bi tenê » dimênin, dikarin zûtir « wenda » bibin yan jî « bikevin ». Lewma, exlabe bi « sermîyana peywendîdar » (capital relationnel) xwedî dibin ku ji peywendîyên weke hevaltî, hevalbendî, nêzîkayîyên ramanî, aborî, sîyasî, bîrdozî û hwd., pêk tê. Ev yek xetereyekê jî bi xwe ra tîne: çêbûne gelek « komik »an ku berberî û pevçûnên di hundirê « em »ê da har û dîn dike (Aktaș, Bilal Ata, « Li ser kovargerîya kurdî bi Serdar Ay ra hevpeyvîn, Lêkolînên Kurdî, http://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-117, nîsan 2021). Di Șevê da civakîbûyîn zor e, ji ber ku hev dîtin zor e. Belawelabûn dikare bibe rewșa nasnameyeke ezezî, partîzanî, terîqetî, eșîrî. Kurdînivîsîna șevîn dikare hewl bide bibe hevîrtirșê hevîrê hevparîya kurdanîyê jî, bêdoktrîn, bo hilbûnê. Kovara Jiyana Rewșen li ser vê yekê sekinîye (« Sergotar », Jiyana Rewşen, İstanbul, NÇM, n°14, 1997, r. 2-3.) Ji ber vêya, divê nobedar û meșevanên Șevê vê rewșê ji bîr nekin û bi vê hișmendîye tev bigerin: em jin bin, mêr bin, ne-jin-û-ne-mêr bin, dîndar bin, nedîndar bin, çepgir bin, rastgir bin, anarșîtbin, em çi dibin bila bin, zimanê kurdî bingehêkî qedîm ê hesasîyeta (heysîyeta) me ya li dinê ye. Kurdînivîsîn nobedarî-qijikbûna reș e li ser Dîwêr, an jî bi șevê meșevanîya pêlengan bo berbangê, ku weke mesela xwebûnê, pêwîst e hemu rengên Kurdistanê hilgire, ji șovênîzmê dûr (nobedar ji her der û parçeyên welêt) : Kurdînivîsîn weke « dadgeheke », « meclîseke » șevîn a kurdanîyê (kurd-an-î ku « pirranîyê » dikirpîne. Celadet jî gotîye kurdanî). Wêje ne kakil, ne xweyek teqez, ne mîsoger e. Ew ramaneke guherbar e. Biryar a șîyan û vîyana me ye, ku ne qut in ji dînamîkên civakî, siyasî û aborî.
[55] Her pêleng û meșevana/ê wê, dikare weke girêk û malikeke tora kurd-î jî bê fahmkirin. Sosîyolojîya rûdanan (sociologie des émergences). Ay, Serdar, « Cumhuriyet döneminde kürtçe dergicilik : Delik deşik bir aǧ ya da epistemik itaatsizlik », tê da Kübra Sagir, Çagri Kurt, Behzat Hiroglu, Ayhan Isik et Gülay Kiliçaslan, Kürtler ve Cumhuriyet, Ankara, Dipnot, 2023.
[56] Loez, Nous sommes le cri d’un peuple. Histoire de Sêal et Arîn, combattantes kurdes, Ici bas, Toulouse, 2024.
[57]Gosselin, Sophie û gré Bartoli, David, La Condition terrestre, Habiter la terre en commun, Paris, Seuil, 2023, r. 301.
[58] Sennett, Richard, Ce que sait la main, La Culture de l’artisanat, Paris, Albin Michel, 2010.
[59] Bi awayekî artîzanal nivîsîn, tevgerîn dibe șêl an jî helwesteke, angajmaneke pratîk (ne enstrumental) ku kiryarîyan, zanyarîyan ji mêkanîkbûnê xelas dike û dihêle ku em pirsa êtîkê ji xwe bipirsin. Ji lewma, kar, kiryar, kirdar û zanyar, û huner nêzîkî hev dibin. Artîzan, weke dij-profesîyonalîya mêkanîk û dij-hilberana pêșbaz, antensîf û zêde, hindikî dihilberîne, bi giranî berevajî lezgînîya pergala modern, li gorî hewcedarî û îmkanan ku ev yek êkolojîya mirovî, cihûwarî, civakî, zanyarî destnîșan dike. Artîzanalî êtîk û têkilîya xurt û kur a bi karî ra ye ku bicihbûna mirovî jî pêkan dike li ser rûyê erdê : lokalî, ku lê hebûn rastîn e. Globalî, bêcihûwarî ye ku hebûnê dike fîksîyon.
[60] Nemir, Kawa, Selpakfiroș, Stenbol, Avesta, 2014 [2003], r. 95.
[61] Temo, Selîm, pûnga li bajêr, Amed, Dara, 2021, r. 32-33.
[62] Hunergeha welat, Tîna Çîya, https://www.youtube.com/watch?v=9-88c-WsJdY
[63] Hindê, Șêro, Nivișta Gerila, https://www.youtube.com/watch?v=ALGB53QUBMA
[64] Savci, Fatma, Dilop, https://www.helbestakurdi.com/helbest/fatma-savci--dilop.html
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →