Kurd û Filistînî: Kevirê Seîd Serê Kî/ê Bişkîne?
Nuri Fırat

edward-said-tas-atarken Li rojhilata navîn du meseleyên girîng hene, ku hîn jî bi temamî çareser nebûne. Yek ji wan meseleya Kurdan e, ku welatên wan di nav çar dewletên mêtînger û dagirker de hatiye perçekirin û hîn jî dibin zilm û zordariyê de ne. Ya din jî meseleya Filistînê ye, ku ew mesele jî hîn bi temamî nehatiye çareserkirin.

Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku ev her du mesele ji ber qarakterên xwe yên netewî bi gelek aliyan ve dişibin hev. Nenasîna nasnameya netewî, binpêkirin û desteserkirina mafên netewî, dagirkirina ax û welat, zilma bê navber û sistematik û wekî din bo her dû meseleyan wek xalên dişibin hev têne qebûlkirin. Lê dema mirov ji nêz ve binêre, dikare ku gelek cudahiyên girîng ên di navbera her du meseleyan de bibîne. Beriya her tiştî xalên ku doz û nasnameya netewî motive dikin, diafirînin, bi dîrokê ve bibingeh dikin û tînin rojevê gelek cuda nin. Wek mînak, dema behsa doz û nasnameya Filistînî tê kirin, divê xalên olî yên Îslamî teqez bê dîtin. Hêza ku rêxistinên Filistînî li hember wê têdikoşin jî bi taybetî bi nasnameya olî tê nasîn, ku ev Îsraîl e û xwedî ola Cuhîtiyê ye. Li gel Kurdan rewş cuda ye; Kurd jî Misilman in û hêzên li hember wan têdikoşin jî dibêjin ew Misilman in.

Ji ber faktorên polîtîk, aborî, geografî, çandî, dîplomatîk û wekî din di navbera her du meseleyan de qasî hevparî, cudahiyên girîng jî hene ku divê neyên ji bîrkirin.

Ligel van xalan, meseleyên Kurdan û Filistîniyan, ji aliyê dirustî û rastiya polîtîk, nêzikatiya xwedî prensîp û objektîf û dirustiya entelektûelî de jî gelek encam derxistine holê û hîn jî van encaman nîşan didin. Wek mînak, gelek kes û aliyên ku meseleyên Filistîniyan di çarçoveya mazlûmtiyê de dinirxînin û gorî vê tev digerin, dema behsa meseleyên Kurdan tê kirin helwest û nêrînên cuda dikarin bidin pêş. Mesela dagirkerî, redkirin û nenasîna nasnameya netewî an jî zilm, gorî van kesan bo Filistîniyan û Kurdan xwedî wateyên cuda nin.

Herwiha têkiliyên rêxistinên Kurdan û Filistîniyan û nêrîn û nêzikatiya wan rêxistinan bo maf û azadiya her du gelan jî gelek cudahiyan dihewînin. Ev ji çi diqewime, çima wisa ye?

Di vê nivîsê de ez ê hewlbidim ku li ser çar mijaran meseleyên Kurdan û Filistîniyan bidim ber hev û bi vê awayê hinek tiştên ku gorî min xelet in cuda nîşan bidim.

Jîna û Du Leyla…

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di îlona 2022an de xwepêşandan hatin rêxistinkirin. Bi giranî serhildana gel li Rojhilat pêk hat, di van serhildanan de jî bi giranî jinan pêşengtî kirin.

Di 13ê îlona 2022an de li paytexta Îranê Tehranê keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewletê ve hate binçavkirin û pişt re îşkence lêkirin, loma 3 rojan şûn de mir. Piştî vê bûyerê gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên azadîxwaz rabûn ser pêyan.

Serhildana jinan û Kurdan di cîhanê de deng veda. Lê piranî ev mesele û protestoyan tenê di çarçoveya azadiya jinan û serîgirtina wan ango hijabê hate nirxandin an jî şîrovekirin. Dema nirxandinên wisa têne kirin, rastiyek van protestoyan an jî serhildanan, bi qestî an jî ne qestî, dihat veşartin an jî helwestek wiha yekalî rê nedida ku rastî bi temamî bê xuyakirin.

Lê dijbertiya xwepêşandanên Kurdan, çi jin çi mêr, tenê ne di vê çarçoveyê de bû. Beriya her tiştê keça Kurd Jîna Emînî him jinek hem jî Kurdek bû, loma hatibû kuştin. Rast e, serhildana li rojhilatê Kurdistanê serhildanek xurt û dîrokî ya jinên Kurd bo azadiya jinan bû, loma slogana wan “jin jiyan azadî” bû. Lê heman demê de jin û mêrên Kurd bo azadiya Kurd û Kurdistanê jî rabibûn ser pêyan. Loma mirov bi hêsanî dikare bibêje ku serhildana rojhilatê Kurdistanê, wek serhildanên li bakur, başûr û rojava li ser milê jinan tê rêvebirin û ev jî ne tiştek yekem car e, ev deh salanên dawî nin jinên Kurd pêşengtî dikin bo têkoşîna azadiya Kurdistanê.

Dixwazim gotinê bînim ser nêzikatiya hinek derdorên Îslamî û yên çepgir, ka bê dîtin ku dema mesele dibe mazlûmtî û Kurd, nêrînên wan çawa dişibin hev.

Piraniya çepgir û sekûlerên cihanê û herwiha yên Tirkiyê û Îranê, bûyera Jîna Emînî tenê di çarçoveya şerî’etê, pêkanînên Îslamî yên li Îranê, rejîma melleyên hov û hijaba li ser jinan hatiye ferzkirinê de şîrove kirin. Li aliyê din daxwaza azadiyê ya Kurdan bi piranî nedîtin, hinekan jî nexwestin bibînin…

Piraniya Îslamîstan jî bûyerên li Îranê cuda nirxandin, heta mirov dikare bibêje ku di çarçoveya gotin û propagandaya dewlata Îranê de şîrove kirin û destek dan rejîma melleyên hov.

Ev tişt rastiyek e, ku piraniya Îslamîstên bi siyasetê re mijûl dibin ji jinên azadîxwaz, serwîn û têkoşer hez nakin. Gorî wan, bi gotinên herî sivik, cihê jinan mala wan û ber çoga zilamên wan e. Tişta ew bo jinan rewa dibînin koletî ye. Mînakên van sûretên qaşo Îslamî, di salên dawî de gelek bi hovane derketin pêş. Rêxistina barbar DAEŞ, dewleta Îranê û desthilatdarên li Tirkiyeyê. Ev her sê jî dema mesele tê ser jinan, gelek aliyan ve wek hev tevdigerin; lewra mejûyên wan wek hev e. Ji bo wan jin vê dinyayê de xizmetkara ser û go lê pêçayî ya li malê ye û li dinyaya din jî hûriya cinnetê ya bo her awayî tatmînkirinê ye.

Naxwazim dirêj bikim û her wiha gotinên min ne bo Misilmanên dirust û azadîxwaz û li gel mazlûman in, ku hêjmara wan jî ne kêm e û dixwazim hîn jî zêde bibin.

Bo derdê xwe zelal bînim ziman û dirûtiya wan kesan û cime’etan daxînim ber çavan, dixwazim meseleyê di çarçoveya mazlûmtiya du milletan de mûqayese bikim. Wek min behs kir milletê Kurd û li gel vê milletê Filistînê.

Gelek caran tê dîtin ku dema li Filistînê bûyerek diqewime, gelek çepgir û Îslamîst, ku li Tirkiyeyê û Îranê gelek in, radibin ser pêyan û hîç hewce nabînin ku ku rastî çi ye çi nîn e bipirsin jî. Bo wan teqez Filistîn mazlûm e û Îsraîl jî zalim e. Loma keçek Filistînî bûyerek bê serê wê, ew bo van kesan û aliyan dibe sembol û qehreman û bi rojan bo wê digirîn û şîn digirin, çi ji dilê wan tê bo Îsraîlê dibêjin, dilê xwe rehet dikin.

Lê dema keçek Kurd li Tirkiyeyê an jî li Îranê tiştek bê serê wê, hîç nayê ditîn; ji vê wêdetir, naxwazin bibînin, hinek ji wan jî dibêjin heq kiriye, ku desthilatdarên Tirkiyê û Îranê yên qaşo Îslamî ne û sibê êvarê bo Filistînê digirîn, jixwe kiryarên ango faîlên bûyerên dijî Kurdan bi xwe ne. Wek mînaka Jîna Emînî, ango bi dehan zarokên li Tirkiyeyê wek Ceylan Önkol, Cemile Çağırga…

Dixwazim mînakek jî ji dîrokê bidim. Tê zanîn, du Leyla hene, ku nav Kurdan û Filistîniyan de gelek têne zanîn û hezkirin.

Leyla Qasim… Leylaya Kurdan…

Li gundê bi navê Bamili, ku girêdayê Xaneqînê ye, di sala 1952an de hatiye dinê. Dema ciwantiya xwe de bi siyasetê re eleqeder dibe û tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê, ango PDKê dibe. Wê demê li zaningeha Bexdayê li beşa Civaknasiyê dixwîne. Leyla bi hevalê xwe re Yekitiya Xwendewanên Kurdistanê li Bexdayê avadike. Heman demê de dixwaze dijî zilm û zordariya rejima Baasê bibê dengê gelê xwe û loma jî di nav liv û tevgerê de ye. Dema xwendevaniya wê de Leylaya Filistînî, Leyla Xalid di balafirek de çalakiyek dike, ango balafirê desteser dike û loma di cihanê de deng dide. Leylaya Kurdan jî li ser heman çalakiye difikire û ew û çend hevalên wê tevdigerin. Lê beriya çalakiyê pêk bînin ji aliyê hêzên Baasê ve têne radestkirin. Leyla diavêjin zindanê, gelek êşkenceyên giran lê dikin. Lê Leyla ser bilind e, serî natewîne. Şûn de derheqê wê de biryara darvekirinê tê dayîn. Di 12ê Gulana 1974an de Leyla Qasim tê darvekirin. Tê gotin ku, beriya Leylaya Kurdan bê darvekirin merşa netewî ya Kurdan, Ey Reqîb bi dengek bilind xwendiye û gotinên wê yên dawî jî wiha bûne:

“Min bikujin. Lê vê rastiyê jî bizanibin, bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xwe ya giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş im ku bi serfirazî rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim…”

Meseleya Leylaya Kurdan wiha ye. Li aliyê din, min behs kir, Leylaya Filistînî jî di heman demê de gelek navdar e, ku li cîhanê bi dehan caran zêde ji Leylaya Kurdan navdartir e.

Leyla Xalid… Sala 1944an, ku hîn Îsraîl nehatîye avakirin, li Heyfayê hatiye dine. Di 15 saliya xwe de tevlî rêxistina Rizgarkirina Gel a Filistînê dibe. Pişt re li zaningeha Amerîkayê ya Beyrûdê di beşa doktorîyê de dest bi perwerdeyê dike. Lê Leyla Xalid, di salên 1969an û 1970ê de nav da û hate zanîn. 1969an de cara yekem, wê û hevalekî wê balafirek Amerîkî revandin û bi tehdîtkirina bombeyan balafirê danîn Şamê. Şûn de rêwiyan serbest berdan, lê balafirê bi bombeyan deqandin. Li Şama Suriyeyê ew û hevalê wê hatin radestkirin, ku wê demê li Suriyeyê desthilatdar Hafiz Esad bû, bavê Beşar Esadê niha, ku her du Esad jî tu carî mafê gelê Kurd qebûl nekirine… Leyla Xalid û hevalê wê tevî 31 girtiyên Filistînî, beranberê du pîlotên Îsrailê hatin berdan.

Leyla Xalid, Îlona 1970ê de carek din tevlî çalekîya revandina balafirek bû. Lê êja di balafirê de hêzên Îsraîlê jî hebûn û wan hevalê Leyla Xalid kuştin û wê jî bi saxî girtin û birin Londona Îngîlîstanê. Leyla Xalid qasî mehek li vir hate girtin, pişt re mîlîtanek din ê Filistînî balafirek din revand û Leyla Xalid bi rêbaza teqasê hate berdan.

Leyla Xalid, bo çepgir û Îslamîstan, ku ew dijî Îsraîlê ne û gorî min temamî antî-semîtîst in, bû qehreman û hîn jî wiha tê qebûlkirin. Leyla Xalid salên şûn de piranî li Beyrûdê jiya û zewicî, bû xwedî zarok û malbat jî. Herwiha welat welat geriya û xwest mafdarî û mazlûmtiya Filistînê propaganda bike.

Leyla Xalid, bo Seddam Huseyîn ê Leylaya Kurdan darve kir jî qehreman bû; herwiha bo Îslamîstên Tirk jî tim û tim wiha bû û bo melleyên Îranê jî wisa ye, ku wan herî dawî keça Kurd Jînê û piştî wê bi sedan kesan kuştin.

Leylaya Kurdan hîn çalakî jî nekiribû û ji xwe re Leylaya Filistînî mînak girtibû. Lê wê kirin terorîst û darve kirin. Li aliyên din Leylaya Filistînî ya du çalakî pêk aniye kirin qehreman. Her du jî wek milletên xwe Misilman bûn, lê aqûbeta wan ne wek hev bû.

Çima?

Yek Kurd bû, yek jî Filistînî bû…

Kevir: Edward Said û Zarokên Kurd

Edward Said… Zilamêk navdar ê eslê xwe Filistînê ye, ku navdariya wî bi giranî ji ber xebatên wî yên li ser teoriya Oryantalîzmê derketiye pêş (1998; 1999). Rastî jî berhemek û teoriyek gelek watedar û hêja ye. Herwiha Said, bi xebatên xwe yên li ser Îslamê jî tê zanîn, ku di van berheman de Said îddîa dike, Îslam li welatên rojava wek terorîzm û paşverûtî tê hesibandin û qebûlkirin (2000). Li aliyê din Said, bi xebatên xwe yên li ser doza Filistînê jî tê zanîn (2002; 2004). Tenê ne wek rewşenbîrek navdar, herwiha wek siyasetmedarek jî Said bi doza Filistînê re mijûl dibû û heya dawiya ‘emrê xwe jî bo Filistînê gotin got û xebat kir.

Loma dema behsa Edward Said tê kirin, heman demê behsa rewşenbîrî û sekna dirust û çalak, a ku tê gotin rewşenbîrî pênase dike, tê kirin. Bi xwe Said jî li ser entelektuel an jî rewşenbîrî berhemek nivîsiye û di wir de jî nîşan dide ku rewşenbîr ka çawa be, bo meseleyên civakî û polîtîk çawa tevbigere, xwedî helwestek çawa be (1995). Gorî wî rewşenbîr nikare xwe durî meseleyên civakî û polîtîk bigire û bêdeng bimîne. Piranî tê qebûlkirin ku ew bi xwe jî bo meseleya Filistînê wiha tevgeriya.

Lê dixwazim bibêjim ku, min hema hema hemû berhemên wî xwendiye û gelek jê sûd jî girtiye, bi taybetî jî li ser Oryantalîzmê. Wek mînak min pirtûkek li ser siyaset û nêzikatiya welatên rojava ya derheqên Kurdan de nivîsî û di wî pirtûkê de teoriya Said jî çavkaniyek girîng bû bo min (Fırat 2015).

Gorî xwendin û encamên min bi dest xistiye, bi taybetî dema mesele dibe Filistîn û Îsraîl, Said, objektîv tevnagere û gelek caran xwedî helwestek antî-semîtîst e; ku ligel vê, wek nakokîyek, gorî terîfa wî ya entelektueliyê bixwe, divê entelektuel beriya her tiştê objektîv be û dijî nijadperestiyê raweste.

Kurtasî, derdê min ne hîkayeta Edward Said e. Dixwazim behsa wêneyek ango fotografek wî bikim.

Tê zanîn fotografek Edward Said a gelek populer heye. Di vê fotografê de tê xuyakirin ku destê Edward Said de kevir heye û gorî îddîayan Said vî kevirê diavêje leşkerê Îsraîlê. Hema hema di temamê cîhanê de ev fotograf wek fotografek entelektuelek xwedî helwesta rast tê pejirandin û loma jî Said wek mînak tê nîşandin. Li aliyê din, ev fotograf hema hema bê îstîsna bo temamî çepgir û Îslamîstan sembolek e, ku bo dijberiya Îsraîlê bikartînin û li ser helwesta entelektuel Said dijbertî û antî-semîtîzma xwe ya dijî Îsrailê rewa dikin. Gorî wan ev fotograf sembolek giranbuha ye. Çi demê bûyerek diqewime, li ku hewcetiya wan bi rewşenbîran hebe an jî dema bixwazin gotin û helwestên xwe rewa nîşan bidin, heman demê de vê fotografê derdixin pêş û li ser helwesta entelektuelê “mezin” Said, dîrokê ji nû ve dinivîsînin.

Lê… Rastî çi ye?

Rastî wek di meseleya Îsraîl û Filistînê de çawa hatiye belovajîkirin, di vê meseleyê de jî hatiye qulipandin. Ew qasî hatiye belovajîkirin ku gotinên Said ên derheqê vê fotografê de bi xwe jî nayên guhdarkirin û bihîstin. Heta malbata Said bi xwe jî hîn guhnadin gotinên Said ên derheqê bûyerê (Yüce 2017). Kurtasî her çiqasî Said nexwestibe jî dîsa jî wî kirine qehreman! Halbûkî rastî gelek cuda ye.

Edward Said, di nivîsa xwe ya ser nav “Freud, Zionism, and Vienna” de rastiya fotografê nivîsiye (2001).

Said di dinivîsê de dibêje ku dawîya Hezîranê û serê Tîrmehê de di çarçoveya ziyaretek malbatî ew çûne Lubnanê. Di 3yê Tîrmehê de jî Said û malbata xwe diçin başûrê Lubnanê û li vir Zindana Xiamê dibînin, ku ev zindan qasî 22 salan di bin kontrola Îsraîlê de bûye û gelek çalakvanên Filistînî li vir hatine radestkirin û herwiha ev der bi îşkenceyê navdar e. Piştî ziyareta vê zindanê Said û malbata xwe ber bi sînorê Îsraîlê ve diçin û qasî dibînin qereqolek, ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatiye valakirin, heye û herwiha ev der bêkes û vik û vala ye. Bi gotinên Said, ne leşkerek ne jî sivîlek Îsraîlê li wan deran nebûn. Dema bêhnvedanê zarok li vê qadê kevirên piçûk digirin û li ber hev didin ku kevirê kî/ê hîn dûr diçe. Said jî tevlî zarokan dibe û kevirek diavêje. Gorî Said, mesele ev bû, jixwe ne hedefek hebû ne jî armanc Îsraîl bû, temamî bo kêfxweşiyê ev kevir avitiye.

Du roj şûn de hinek rojnameyan de fotografê Said têne weşandin û tê îddîakirin ku Said ev kevir avitiye leşkerên Îsraîlê. Gorî Said ev tişt kûmpasek bû; armanc jî ev bû ku wî û xebatên wî li ber çavên dinê reş bikin, wî wek nijadperestek dijî Îsraîlê nîşan bidin.

Dibe ku armanca dijberên Said ev be. Lê tişta balkêş ev e ku alîgir û hezkiriyên Said û kesên dijî Îsraîlê hîn zêdetir vê fotografê bikaranîn û Said qehreman îlan kirin.

Rastiya fotografan jî jixwe gelek caran wisa nîn e? Kî/ê çawa bixwaze gelek caran wisa watedar dike, wateyên cuda lê bar dike. Meseleya kevirê Said jî ev bû.

Di vê çarçoveyê de behsa helwesta entelektuelê “mezin” Said a bo meseleya Kurdan nekim nabe.

Gelek rewşenbîr û netewperestên Kurd hez ji Said nakin, ne ji ber meseleya Filistîn û Îsraîlê, temamî ji ber helwesta Said a dijî Kurdan. Kurdên dijî Said mafdar in jî. Lewra 7ê Adara 1991an de Said di Review of Booksê de derheqê şerê navbera Iraq û dewletên yekgirtî yên Amerîkayê de nivîsek nivîsîbû û di wir de Seddam Huseyin parastibû (1991). Tişta herî sosret jî ev bû ku di heman nivîsî de dema Seddam parastibû, Said, komkujiya Helepçeyê, ku sê sal berê qewîmî bû û herî kêm 5 hezar Kurd bi gazên kîmyevî ji aliyê Seddam ve hatibûn qetilkirin, înkar dikir û Seddam paqij nîşan dida. Di nivîsa xwe de Said digot ku bi gazên kîmyevî bombebarankirin û komkujiya li Helepçeyê tenê îddîayek nediyar e û gorî hinek raporan ev bûyer ji aliyê Îranê ve pêkhayite; ango eger faîlek hebe ew jî dijminê Seddam Îran e. Gorî Said, Amerîka bi van hincet û derewan tenê dixwaze Iraqê bidagirîne.

Said, li aliyê din bi salan dijî Amerîkayê nivîsand û herwiha diyar kir ku amborgoya ji aliyê Amerîkayê ve di salên 1990î de li ser Iraqê hatiye meşandin bûye sedema mirina sedhezaran mirovan, ku zarok jî tev de ne. Lê Said, ne komkujiya Helepçeyê û Enfalê, ku bi giştî herî kêm 182 hezar Kurd hatin qetilkirin (MEW 2003), dît; ne jî behsa ambargoya Iraqê ya di salên 1990î de li ser Kurdistanê hatibû meşandin kir, ku ev jî bû sedema mirina deh hezaran Kurdan.

Lê dîsa jî divê ez heqê Said nexwim, ku eger heqek hebe! Lewra Said carna behsa xirabiya Seddam jî dikir. Wek mînak di nivîsa xweya bi ser nav “Apocalypse Now” de (1999a) behsa ezezîtî, dîktarorî û tûndiya Seddam jî dikir. Mesela gorî Said, hewldana Seddam a bo dagirkirina Kuweytê, şerê dijî Îranê, zilma li ser Kurdan û pêkanînên wî yên çewt jî divê mirov bibîne. Lewra êşa gelê Iraqê dikişîne ji ezezîtî û fehmkoriya Seddam jî qewimiye. Seddam bi vê helwesta xwe rê û hincet daye Amerîkayê.

Bi rastî gotinên Said bo Seddam ewqasî bûn; ji van gotinan zêdetir Said dîsa bo Amerîkayê dibêje. Wisa tê fehmkirin ku, wekî her demê, Said beriya dilê xwe li Amerîkayê rehet bike, wek entelektuelek qaşo objektîv hewcedarî dîtiye ku hinek gotinan jî bo “lawikê me yê tolaz” re jî bibêje. Di teksta Said de behsa Kurdan jî tenê wek “zilma li ser Kurdan” hatiye gotin.

Kurtasî, tê qebûlkirin ku Said entelektuelek objektîv e, bi daneyan tevdigere û loma gelek xwedî qedr û qimet e. Rastî gelek berhemên xwe de wisa ye. Lê dema mesele dibe Kurd bo wî jî Seddam hîn maqûltir e. Li ser komkujiya Helepçeyê de sê sal derbas bûye û her tişt bi daneyan û nîşanan hatiye zelalkirin û dinya ‘elem dizane ku mesele çi ye. Lê ev rastî bo entelektuelê mezin tu tiştek nebûne, lewra ew jî dawiya dawî de Ereb bû û herwiha ewqasî bi tûjî dijbertiya qaşo emperyalîzmê û welatên rojava dikir ku êdî nikaribû kortîya xwe jî bibîne; lewra wî jî dogmatîzmên xwe ava kiribû. Wî bi van dogmatîzman gelek caran bê sual û bê rastî, çewtî û zordariya welatên Ereban û netewperestên wan diparast û di vê çarçoveyê de Kurd bo wî jî herî zêde aparatên welatên xirab û dagirker ên dijberên welatên Ereban bûn. Loma helwesta Said û gelek Îslamîstên wê demê û herwiha yên niha jî dişibin hev, ku Said sekuler bû û eslê xwe jî Xirîstiyan e.

Meseleya Said wiha ye û niha jî dixwazim behsa kevirên zarokên Kurd bikim. Ji salên 90î vir de di gelek serhildanên Kurdan de dijî zordariya hêzên dagirker kevir hatine bikaranîn. Bi taybetî jî piştî 2005an şûn de di raya giştî de rojevek li ser “Zarokên Kevir Avitine” çêbibû. Lewra gelek serhildanan de xort û keçên Kurdan, ku gelek ji wan temenên xwe ji 18 saliyê piçûktir bûn, bodijî hêzên dewletê yên bi çek û guleyan êrîş dikirin xwe biparêzin kevir avitibûn û loma hatibûn radestkirin û zindanîkirin.

Dixwazim daneyek bi we re parve bikim. Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Baroya Diyarbekirê û 8 rêxistinên sivîl ên din derheqê “Zarokên Kevir Avitine” û loma hatine zindanîkirin de raporek amade kiribûn (CNNTurk 2011). Gorî vê raporê, tenê di navbera Adara 2006an û Tîrmeha 2010an de 4 hezar zarokên Kurd, ku temenên xwe di navbera 12 û 18an de bûn, hatibûn radestkirin û zindanîkirin. Lewra gorî dewleta Tirk û partiya desthilatdar AKP ev zarokên Kurd terorîst in û loma di çarçoveya qanûna terorîzmê de hatibûn darizandin. Ku ev partiya desthilatdar qaşo xwedî nirxên Îslamî tevdigere û zarokên Filistînê yên kevir diavêjin hêzên Îsraîlê tim û tim bo wan qehreman in û dema tiştek bê serê wan heman diqêrin û digirîn.

Herwiha tenê li Tirkiyê di 30 salên dawî de bi dehan zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan İHDyê di navbera 1988-2015an de 600 zarokên Kurd “bi guleyên leşker û polîsan” hatin kuştin (Herkî 2015). Lê gorî serokê AKPê û dewleta Tirk Îsraîl kujerê zarokan e.

Wek dawî, kevirên Said û zarokên Filistînî bo azadiyê ne û bi qîmet in; lê yên zarokên Kurd pêkanînên terorî ne.

Çima?

Ew Kurd in loma.

Dewlet: Bo Filistîniyan, Erê! Bo Kurdan, Na!

Seddam Huseyin di 16ê Adara 1988an de li Helepçeyê bi gazên kîmyevî komkujî pêk anîbû û herî kêm 5 hezar Kurd kuştibû (MEW 2003; Fırat 2021). Du roj şûn de jî Rêxistina Hevkarî ya İslamî, ku îro bi navê Rêxistina Konferansa Îslamî tê zanîn, li Kuweytê li hev civiyabû û 53 endamê vê rêxistinê di civînê de amadebûn, ku Iraqa Seddam Huseyin jî di vî civînê de dihat temsîlkirin.

Her wiha Serokkomarê Tirkiyeyê Kenan Evren jî, ku generalê darbeya 12ê Îlona 1980ê ye û bi zilma li ser Kurdan tê naskirin, tevlî civînê bibû. Piştî vê civînê, 17ê Nîsana 1988an de rojnemeya Hurriyetê de, ku slogana wê “Tirkiye ya Tirkan e”, nûçeyek derheqê çekên kîmyevî yên Seddam hatibû çapkirin. Gorî nûçeya Hurriyetê, dema welatên Ewrûpayê çekên kîmyevî ji Seddam re şandibûn, rêya behrê ya Tirkiyeyê bi karanîbûn û bajarê Mersînê bo vê sewqîyatê noqteyek girîng bû. Vê nûçeyê jî nîşan dida ku, hevkariya Tirkiyeyê û Seddam di vê meseleyê de jî gelek xurt bûye.

Rêxistina Hevkarî ya Îslamî piştî vê civînê peyamek weşandibû û di peyamê de bi giranî xwestekên Tirkiyeyê cih girtibûn. Loma di peyamê de helwesta Yewnenîstanê û Bulgarîstanê ya dijî Tirkên li van welatan dijîn hatibû şermezarkirin. Lewra gorî peyamê, li Bulgarîstanê navên Tirkî hatine qedexekirin û navên Tirkî bi zorê kirine Bulgarî û li Yewnenîstanê jî destûr nayê dayîn ku zarokên Tirkan bi zimanê zikmakî perwerde bibînin (Beşikçi 2015; 2020). Lê li Tirkiyeyê jî zarokên Kurdan nikaribûn bi zimanê xwe perwerde bibin. Kurdî li Tirkiyeyê qedexe bû û zilmli ser Kurdan hebû. Lê ev tişt ne xema kesî bû.

Bêguman di civîna Seddam û Evren tevlî bibûn de derheqê Kurdan de tiştek pozîtîf nedihat gotin û wiha jî bibû. Loma komkujîya Seddam du roj berê li Helepçeyê pêk anîbû jî nehatibû dîtin û tu tiştek nehatibû gotin. Wek İsmail Beşikçi nivîsîbû, Iraq endamek vê rêxistinê bû û li aliyê din dewletek Kurdên “Misilman” temsîl bike jî tune bû (Beşikçi 2015:310).

Helwesta vê rêxistinê û Tirkiyeyê ya dijî kurdan 2017an de carek din derket holê. Rêxistina Konferansa Îslamî di 13ê Qanûna 2017an de li Tirkiyeyê civiyabû û rojeva sereke Filistîn bû. Di peyama dawî ya civînê de, zilma Îsraîlê ya li ser Filistînê bi gotinên tûnd hatibû şermezarkirin û her wiha mafê Filistînê yê dewletbûnê carek din hatibû parastin.

Lê heman demê de “birayên Misilman” Kurdan jî daxwaza dewletbûnê anîbûn rojevê û loma li başurê Kurdistanê referandûmek rê ve biribûn. Di encama referandûmê de di rêjeya sedî 92an êrêkirina serxwebûna Kurdistanê derketibû. Lê Tirkiye, Iraq û Îran dijî referandûmê xwedî helwestek tûnd bûn û him bi gotinan him jî bi awayên siyasî, dîplomatîk, aborî û leşkerî bertekan nîşan dabûn; Kurdan û rêveberiya wan tehdît kiribûn.

Wek mînak, serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, 25 Îlona 2017an de, roja referandûma serxwebûnê rê ve çûbû, herêma Kurdistanê tehdît kiribû û gotibû ku ew ê rê li ber sewqiyata petrola Kurdistanê bigirin û bi vî awayê Kurdan birçî bihêlin. Pişt re jî Tirkiye him bi şêwazê leşkerî, ku bi tatbîqatek leşkerî Kurdistanê tehdît kiribû, him jî ambargoya aborî kiribû meriyetê.

Gelek eşkera ye ku biratiya Kurdan û Filistîniyan a “Misilmanî” bo Tirkiyeyê û rêxistina Konferansa Îslamî ne wek hev in; Filistînî dikarin bibin xwedî dewletek, lê Kurd na…

Herwiha helwestek mînak a dijî Kurdan a Tirkiyeyê di meseleya komkujiya Helepçeyê de jî derket holê. Mesela Erdogan, di 16ê Mijdara 2013an de li Amedê mîtîngek li darxistibû û Mesûd Barzanî û Şivan Perwer jî li gel wî bûn. Di axaftina xwe de Erdogan behsa komkujiya Helepçeyê kiribû û gotibû ku “Dema Helepçe şewitî, heman demê dil û cîgera Diyarbekirê, Konyayê û Çanakkaleyê jî şewitî.”

Bi rastî dil û cîgera Amedê şewitîbû, lê yê Konyayê û Çanakkalê bi guman in, mirov nikare bi hêsanî gotinên Erdogan rast qebûlbike. Lewra durûtiya wan di Parlamentoya wan de derketibû holê.

Bi dehan caran parlamenterên HDPê daxwaz kiribûn ku bila komkujiya Helepçeyê ji aliyê dewleta Tirk ve jî wek fermî bê nasîn, lewra gelek dewletannasandibûn. Lê partiya Erdoğan her carî dijî vê daxwazê derketiye. Hinceta wan jî sosret e; mesela rêveberê AKP Bülent Turan, 27ê Adara 2018a de îddîa kiribû ku parlamento nikarin dîrokê binivîsînin û rast nîn e ku mirov bûyerên dîrokî di çarçoveya komkujiyê de di parlamentoyan de bike mijara niqaşên siyasî.

Rastî, ev hincet piranî bo komkujiya Ermeniyan tê gotin, ku Tirkiye vê înkar dike û naxwaze rastî derkevin holê. Lê li aliyê din rêveberê AKP rast nediaxifîn. Lewra bo komkujiya Boşnakan xwedî helwestek cuda bûn û Komkujiya Srebrenitsayê wek fermî ji aliyê parlamentoya Tirkan ve hatibû nasîn.

Dîsa mînakek din a balkêş jî heye. Pirtûka ser nav “Komkujiya Li Iraqê / Tevgera Leşkerî ya Enfalê ya Dijî Kurdan Hatiye Meşandin”, ku ji aliyê Middle East Watch ve hatiye amadekirin û di nav weşanên Çapxaneya Avestayê de hatiye çapkirin, li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Dadgeha Tirk, 14ê Gulana 2018a de bi hinceta propagandaya terorîzmê vê pirtûkê qedexekir.

Dane û agahiyên derheqên komkujiya Kurdan de wek propagandaya terorîzmê tê qebûlkirin û bi vê awayê Seddam û pêkanînên wî piştî 30 salan hîn têne parastin. Lê bo Filistînê û Boşnakan digirîn û dikin qêrin û hawar…

Qaşo Kurd jî birayên wan ên Misilman in! Lê beriya her tiştê Kurd bo wan û dewleta wan tehdît in. Lewra yên li ser Kurdan zilm û komkujiyê pêktînin ew bi xwe nin; dema komkujiyê qebûl bikin, faîltî û sûcên xwe jî qebûl dikin. Ev jî ne mimkun e! Û herwiha bo îstîsmarkirina wan a doza Îslamî jî tu xêra Kurdan nîn e.Lê wek bi gotina şa’îrê Filistînî Mehmûd Derwêş bibêjim, ew hez ji mirina Filistîniyan dikin; lewra bo desthilatdariya wan mirina Filistîniyan amûrek gelek hêja ye!

Kurd: Dewleta Filistînê Rewa ye

Filistînî: Dewleta Kurdan ‘Bölücülük’ e

Min di serî de, wek du meseleyên bingehîn ên li rojhilata navîn, hinek bal kişandibû ser meseleyên Kurdan û Filistîniyan û herwiha şibandin û cudahiyên di navbera her du meseleyan. Niha jî dixwazim têkiliyên Kurdan û Filistîniyan bidim ber hev û nîşan bidim ka ev têkilî bi çi rengê û awayê rê ve çûye û diçe…

Hema hema di sed sala dawî de têkoşîna Kurdan û Filistîniyan di heman demê de meşiyaye. Herdu têkoşîn di aliyê geografiyê de ne ji hev dûr in. Di meseleya her du milletan da têkilî, siyaset û aktor gelek caran ketine nav hev û li ser hev bandor hiştine. Loma dixwazim di çarçeweya têkiliyên rêxistinên Kurdan û Filistînê yên sereke de hinek anekdotan parve bikim û bal bikişînim ser hinek encaman.

Yek ji rêxistinên Kurdan Partiya Demokrata Kurdistanê ango PDK ye, ku ji salên 1940îyan vir de li Başûrê Kurdistanê bo maf û azadiya gelê Kurdistanê têdikoşe. Heya 1979an serokê PDKê Melle Mistefa Barzanî bû, piştî mirina Barzanî (1979) kurê wî Mesud Barzanî bo PDKê heya îro serokatî kiriye.

Di têkoşîna xwe ya deh salan de PDKê di hêla dîplomasî de gelek tecrûbeyên xurt afirandiye, bi dewlet û rêxistinên derveyî re bûye xwedî têkiliyan. Yek ji wan jî, têkiliyên PDKê yên bi rêxistinên Filistînî û dewleta Îsraîlê re ye.

Bi rastî mirov hêsanî dikare bibêje ku, bi taybetî jî ji ber propagandaya dewletên Kurdistanê dagirkirine, PDK piranî bi têkiliyên xwe yên Îsraîlê tê zanîn an jî tê xwestin ku PDK wiha bê nasîn. Lewra armancek dewletên dagirker hene; ew dixwazin rêxistinên Kurd ji aliyek ve bi “hêzên derveyî” re girê bidin, bi vî awayî têkoşîna wan piçûk bihesibînin, li nav gel de rêş bikin û ne rewa nîşan bidin. Tenê ne Îsraîl, lê gelek kes, dewlet û sazîyên cuda jî bo vê propagandaya dewletên dagirker hatine şixulandin.

Li aliyê din dema mesele dibe Îsraîl armanca propagandaya dewletên dagirker hinek din cuda û kûr jî dibe. Lewra milletên Kurd bi piranî Misilman in, dewletên dagirker jî siyasetek qirêja ji deh salan, heta ji sed salan vir de tê meşandin dikin meriyetê. Ev siyaset, li ser dijminatiya Cuhiyan û helbet di sed sala dawî de li ser dewleta wan Îsraîlê hatiye avakirin. Di vir de tişta tê bikaranîn ol ango dîn bi xwe ye û dewletên dagirker di navbera Îslam û Cuhîtî de nakokiyan ava dikin û dixwazin millet jî gorî vê tevbigere.

Loma dema têkiliyên rêxistinek Kurdan, li vir mînak PDK ye, bi Îsraîlê re tînin rojevê û propagandaya qîrej dimeşînin, dixwazin bi ol xitabê milletê Kurd bikin. Û bi kurtasî dibêjin ku “Ka hûn dibînin qaşo ev rêxistin bo azadiya we ye, lê hûn dibînin ew bi dijminên dînê Îslamê re kar dikin, loma ew ne rewa ne, ew aparat in, ew qirêj in, divê Misilman beriya her tiştê xwedî li dîn û îmana xwe xwedî derbikeve.” Bi vê awayê dixwazin rêxistinên Kurdan li ber çavên gel bi taybetî jî li ser Cuhîtiyê rêş bikin.

Bêguman ev propaganda gelek caran hatiye bikaranîn û hîn jî tê bikaranîn. Lê divê mirov beriya her tiştê bibêje ku ev propagandaya hanê sûcek mezin a dijî mirovahiyê ye, lewra antî-semîtîst û rasîst e. Milletên Cuhî wek her milletên cîhanê milletek maqûl e û her kes, her millet jî mafê xwe heye bi wan re têkiliyan dayîne. Lê ev nijadperestî û rasîzma dijî milletê Cuhî, mixabin, gelek qedîm e li gel dagirkerên Kurdistanê. Loma ew bi vê awayê her tim him mafên milletê Cuhî binpê dikin him jî zilma li ser gelê Kurd bi vê nijadperestiya olî rewa dikin, demdirêj dikin û helbet mafên gelê Kurd tim û tim binpê dikin.

Wek tê zanîn li Tirkiyeyê propagandeyek heye, bi taybetî jî bo têkoşîna li Başurê Kurdistanê her tim tê gotin. Dibêjin ku “Avakirina Kurdistanek ser bixwe li başûr, projeyek Amerîka û Îsraîlê ye û loma ev dewleta Kurdan dibe dewletek duyem a Îsraîlî û di nav ummeta Îslamê de wek xencerek dibe sedema perçebûna ummetê.” (Ji bo mînakek sosret hûn dikarin gotinên Erbakan (1991) guhdar bikin. Erbakan di 26ê Qanûna 1991î de li Meclîsa Tirkan bo meseleya Kurdan axifîbû.) Salên dawî de heman propaganda li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd ên li Rojava û Suriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî tê bikaranîn. Li Bakur ne zêde ye, hinek sedemên wî jî hene, ez ê behs bikim.

Bêguman tu rastiya vê propagandayê tune ye, lê bi van gotinan dixwazin pêşî li mafên Kurdan bigirin, têkoşîna Kurdan li ber çavên gel, bi taybetî jî li ber çavên gelê Misilman reş bikin. Nijadperestiya xwe ya dijî Kurdan bi argumanên li ser doza Îslamî rewa dikin an jî dixwazin li ber çavan vebişêrin. Lê çiqasî serkeftî ne, ev mijarek cuda ye.

Ev arguman ne tenê ji aliyê hêzên Îslamîst ve, herwiha ji aliyê hêzên sekuler ên nijadperest ve jî gelek caran hatiye û tê şixulandin. Ew jî hinek li ser dînê Îslamê hinek jî li ser îddîayên xeyalî, ku temamî li ser xirabiya Cuhiya tê gotin, tevdigerin. Wek mînak gelek sekulerên nijadperest gotinên wek Masonî, Siyonîzm filan jî bi kar tînin û gorî teoriyên wan ên li ser komployan û xeyalan hatine afirandin Îsraîl û Cuhî hêzek tarî ye, her tişt di destê wan de ye û dawiya dawî de ew dixwazin her kesî bikin bin kontrola xwe û ji holê rabikin. Ev jî rûyek din a dijminatî û rasîsma dijî Cuhiyan radixe ber çavan û tenê ne li welatên Kurdistan dagir kirine, li gelek welatên cîhanê jî mirov rastê van gotinên rasîst tê. (Rastî dema mirov behsa vê meseleyê dike dîrekt Yalçın Küçük tê bîra mirov. Lê ew ne tenê ye. Kesên li ser şopa wî dimeşin, bê sînor û bê pîvan tevdigerin ku heta malbata Barzanî bi xwe jî Cuhî îlan dikin (Mînak binêrin Kaplan 2003).)

Tiştek din jî ev e ku divê teqez mirov di serî de bibêje û dîsa dubare bikim: Têkiliyên bi Cuhîyan û dewleta wan Îsraîlê re tiştek gelek rewa ye, maqûl e û gorî bercewendiyan jî gelek di cih de ye. Her dewlet û rêxistin mafê xwe heye bi Îsraîlê re têkiliyan çêbike û helbet tiştek gelek normal e ku Kurd jî bi Îsraîlê re xwedî munasebetan bin. Tişta ji bo dewletên dagirker ên li Kurdistanê rewa ye, çima bo Kurdan ne maqûl be? Mînak Tirkiye, Iraq û Îran bi deh salan in Îsraîlê wek dewlet dinasînin û di her qadê de xwedî munasebetan in. Rast e, bi taybetî ji 1979an vir de, ji şoreşa Îslamî ya Îranê şûn de têkiliyên Îsrailê û Îranê ne baş in, heta gelek xirab in. Her wiha gelek dewletên Ereb jî bi Îsraîlê re ne xwedî têkiliyên baş in û hinek dewletan bi Îsraîlê re şer jî kirine. Dîsa desthilatdariya li Tirkiyeyê ya bi rûyê Îslamî tê zanîn, ya Tayyip Erdoğan serokatiyê jê re dike, dem deman bi Îsraîlê re bûye xwediyê têkiliyên ne xweş. Lê em baş dizanin ku, mînak Tirkiye û Erdogan, bi Îsraîlê re xwedî gelek munasebetên xurt in, bi taybetî jî di hêla aboriyê de. Loma tişta bo wan rewa ye û gorî bercewendiyên wan gelek normal e, helbet bo Kurdan jî rewa ye û normal e. Lê dagirker, wek min behs kiribû, tişta bo xwe dixwazin û dikin bo Kurdan naxwazin, loma dijberiya têkiliyên Kurdan û Îsrailê dikin.

Niha bi hinek mînakan behsa têkiliyên rêxistinên Kurdan û Filistîniyan û herwiha dewleta Îsraîlê bikim.

Min di serî de behsa PDKê, ku Mesud Barzanî serokê wê ye, kiribû. Niha em dev ji îddîayên dewletên dagirker û alîgirên wan ber bidin, ku jixwe min kurtasî behs kir, û em guh bidin Kurdan.

Serokê PDKê Mesud Barzanî, di pirtûka xwe ya ser nav “Barzanî û Hereketa Azadiya Gelê Kurd” de behsa têkiliyên wan û Îsraîlê dike (2005).

Barzanî dibêje ku cara yekem têkiliyên wan bi dewleta Îsraîlê re di sala 1963an de, ku piştî şoreşa 11ê Îlona 1961an, çêbûye. Cara ewil Celal Talabanî, ku hîn wê demê rêvebirê PDKê bû, û Kamûran Alî Bedirxan li paytexta Fransayê Parîsê bi Şimon Perez re bi dizî civiyan, ku ev hevdîtin bi êrêkirina Polîtburoya PDKê pêk hatibû. Pişt re şandeyek PDKê ji Îranê derbasê Îsraîlê bibû, ku serokê heyetê İbrahim Ahmed bûye û Omer Mistefa Debabe û Seyyîd ‘Ezîz Şemzînî jî endamê heyetê bûne. Gulana 1965an de jî David Kamhî wek berdevkê hukimeta Îsraîlê hatiye Kurdistanê û piştî 1965an hîn têkiliyên din jî hatine damezirandin.

Gorî Barzanî, dema şoreşa 11ê Îlonê destpê kir, Îsraîlê vê tiştê bo xwe wek stratejîk û fersendek pir kêm tê dîtin nirxand û loma bi serokatiya şoreşê re ango bi PDKê re ketin nav têkiliyan. Encamên van hemû hewldana jî alîkariyek gelek bi sînor bûye; ango mirov fêm dike ku ne wek dewletên dagirker behs dikin, Îsrailê zêde alikarî nedaye PDKê.

Barzanî herwiha behsa sedemên têkiliyên Îsraîlê û yên partiya xwe jî dike. Gorî Barzanî, armanca alîkariya bi sînor a Îsraîlê ew bû ku dewleta Iraqê ji cepheya şerê bi Ereban re dûr bihêle. Lewra tê zanîn wê demê gelek şerên girîng di navbera Îsraîlê û hinek dewletên Ereban de qewimî bû, mînak şerê 1967an, ku Îsraîl serkeftî bibû. Loma Îsraîlê dixwest alîkarî bide hêzên Kurdistanê, lê bi sînor. Barzanî wiha dinirxîne:

“Bercewendiya İsrailê ev bû ku artêşa Iraqê bi Kurdan re di nav şer de be. Bi vê awayê artêşa Iraqê derveyî cepheya di şerek bi dewletên Ereben re dima. Jixwe hate dîtin ku bê çend pêvçûnan, êrişek ciddî ya artêşa Iraqê dijî Îsraîlê pêk nehat jî.”

Barzanî dibêje ku piştî têkiliyên 1965an hinek alikariyên bi sînor ên teknîkî û leşkerî gihiştiye wan û wiha berdewam dike:

“Rastî mimkun bû van alikariyan pirtir bikin, lê nekirin. Dixwestin ku şer li çiyayên Kurdistanê berdewam bike û encamek diyar jî dernekeve holê, bi vê awayê artêşa Iraqê jî li ser çiyayên Kurdistanê mijûl bibe û ji Filistînê dûr bimîne. Ev armanc, her wiha ya Şahê Îranê jî bû. Loma Îsraîlê bixwesta jî Şah nedihişt alîkariya mezin bidin Kurdistanê. Bi taybetî jî di şert û mercên zor û zehmet ên peşmerge tê de bûn û dema şer hîn gurtir bibû.”

Mesud Barzanî, armanca alîkarî û têkiliyên Îsraîlê û muttefîkê wî Îranê wiha nivîsandiye; li aliyê din derheqê armanca PDKê de jî wisa dibêje:

“Bêguman armanca Îsraîlê ya bi alikariya şandibû û ya Şoreşa Kurdan ji hev cuda bûn. Armanca Şoreşê ev bû ku dijî êrişên bê dawî yên artêşa Iraqê bo xeta parastina gelê Kurd xurt bike amûran bi dest bixe. Ji vê jî giringtir, Melle Mistefa Barzanî bawer dikir ku bi rêya Îsraîlê piştgiriya Amerîkayê bi dest bixe, lewra bandorek xurt a Îsraîlê li ser Amerîkayê hebû. Lewra êdî ji Yekitiya Sovyetan [Dewleta Ûris] bê hêvî bibû.” (Barzanî 2005:371-372)

Li aliyê din Barzanî bal dikişîne ser îddîayên hinek Îsraîliyan jî. Wek mînak Şalom Nakdimon, vî zilamê pirtûkek nivîsandiye û di vir de tiştên wisa nivîsandiye ku, mirov dibêje qey hêzên Îsraîlê li gel Kurdan şer kirine û wekî din jî gelek alîkariyan dane. Dîsa mînak rêvebirek îstixbarata Îsraîlê Mossadê bi nav Eliezer Tsafrir, di Tîrmeha 2021an de ji The Jerusalem Postê re axifîbû û wî jî heman tiştan anîbû ziman. Lê helwesta Mesud Barzanî dijî van kesan û gotinan gelek zelal e û dibêje ku ev bi temamî îddîayên bê esil in, temamî xeyal in, tu Îsraîliyek li gel wan neketibû şer û li wir jî nebû (2005:372). Helbet dema Barzanî wiha dibêje, hebûna Îsraîliyan û têkiliyan înkar nake; tişta dibêje ev e ku desteka Îsraîlê qasî tê gotin ne zêde bûye û kesek ji Îsraîlê jî li gel wan dijî Iraqê şer nekiriye.

Herwiha derheqê peymana Cezayîrê ya di sala 1975an de di navbera Şahê Îranê û dîktatorê Iraqê Seddam Huseyin de hatibû îmzekirin de jî, Mesud Barzanî, tiştên gelek balkêş dibêje. Ku tê zanîn piştî vê peymanê Îran û muteffîkê wî Amerîka piştgiriya didan Kurdan birîbûn, Kurdan bi rejîma Seddam re rûbirû hiştibûn, pişt re hêzên Kurdan têk çûbûn, komkujiya Seddam dijî Kurdan meşandibû wiha destpê kiribû, ku fînala vê di sala 1988an de komkujiya Helepçeyê û Enfalê bû.

Mesud Barzanî, di pirtûka xwe de Amerîka û Îranê bi gotinên gelek tûnd, wek îxanet, tewanbar dike; lê ne tenê wan, Îsraîlê jî bi heman tiştê sûcdar dike. Wiha dinivîsîne Mesud Barzanî:

“Gorî fikra min, Îsraîl, derheqê komploya Cezayîrê ya dijî gelê Kurd hatibû avakirin ji berî de xeberdar bû. Eger nîyeta wî baş bûya, dê wî nifûza xwe ya li ser kesên siyaseta Amerîkayê diyar dikirin (Henrry Kisinger) bi kar anîba û Şahê Îranê ji niyeta xwe ya bo peymanê bizivirandiba. Lê tu tiştek nekir û herwiha pêşî li guherandina siyaseta Amerîkayê jî vekir. Hîç nebûya dikaribû bo hezirtiya komployê me agahdar bikira. Loma gorî min, berpirsiyartiya Îsraîlê bo felaketa gelê me di 1975an de jiya ne kêmtir e ji yên din. Îsraîl, çiqasî hewcedar be jî, bercewendiyek xwe ya herî piçûk bo gelê Kurd feda nake, xwedî vê samîmîyetê nîn e.” (2005:373)

Gotinên Mesud Barzanî bo wê demê wisa ne û herwiha gorî wî, bavê wî Melle Mistefa Barzanî jî wek Îran û Amerikayê Îsraîlê jî berpirsiyar dîtibû.

Bêguman ev nirxandinên Mesud Barzanî bo salên beriya 1990î ye. Şûn de gelek tişt hatin guhertin û têkiliyên Kurdan, ên Rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Îsraîlê jî gelek cuda pêş ketin. Kurtasî dixwazim bal bikişînim ser noqteyek. Mirov dikare bibêje Îsraîl, dewleta herî zêde piştgirî dide Kurdistanê ye. Mînak, dema referandûma 2017an de, ku bo serxwebûna Kurdistanê hatibû rêvebirin, tenê Îsraîlê eşkera destek dabû û gotibû ew ê dewleta Kurdan binasînin.

Li aliyê din niha jî dixwazim çend anekdotan bo têkiliyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ango PDKê û rêxistinên Filistînê parve bikim. Gelek caran dema mirov dinêre, bi taybetî jî ev çend deh salên dawî de, têkiliyên PDKê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê yên bi Îsraîlê re ji yên bi rêxistinên Filistînê û rêveberiya wir hîn xurtir e. Loma mirov dikare gelek caran dijberiya Kurdistanê ya rêxistin û netewperestên Filistînê bi hêsanî bibîne. Lê her tim ev wisa nebû.

Dîsa ji pirtûka Mesûd Barzanî çend mînakan parve bikim. Dema Îsraîlê bi PDKê re têkiliyan avakiribû, helwesta PDKê jî gorî bercewendiyên xwe bû û herwiha ev helwest bo şerê di navbera Îsraîlê û Filistînê de jî gelek diyar bû. Mesud Barzanî bo wan dema wiha dinivîsîne:

“Serokatiya şoreşê, bo pevçûna Ereban û Îsraîlê xwedî helwestek eşkera bû. Ev jî; destekkirina, di serî de avakirina dewletek serbixwe, her mafên gelê Filistînê bû. Lê wek bi gotinên hamaset û tûj na, wek dibêjin em ê Îsraîlê birijînin behrê na, divê ji van gotinên vala yên sot û xeyalan dûr bisekinin. Ev tiştek ne samîmî ye û di pratîkê de jî gotinên sexte ne û tu xêra xwe nîn in. Xêra vana ji gelê Filistînê re jî tune ye.” (2005:373)

Piştgiriya Mesud Barzanî û PDKê bo dewletbûna Filistînê tenê ne bo wê demê bûye, hîn jî heman tiştê dibêjin. Dîsa bîranîn û têkiliyên Barzanî bi serokê Filistînî yê rêxistina el-Fetihê Yaser Arafat re jî hene. Barzanî wiha nivîsiye:

“Têkiliyên saxlem ên partiyê [PDKê] bi taybetî jî bi el-Fetihê re hene. Ez bi şikran û minnet nebêjim nabe, dema 1979an li Viyanayê dijî min sûîkastek hate rêvebirin, alîkariya Yaser Arafat a gelek giranbuha gihişt min. Wê demê rastî jî hewcedariya min bo alîkariyê hebû. Li gel vê, ne mimkun e ku alîkariya berdevkê Arafat ê li Tehranê Hani el-Hasan di rojên şoreşa Îranê yên ewil de dabû me em ji bîr bikin. “(2005:361)

Ji ber alîkariya vî zilamê Barzanî dibêje ku“Ez dixwazim wek nîşeyek li dîrokê bihêlim, ka me çawa alîkariyek mezin ji vî zilamê dîtiye.” (2005:339)

Beriya salên 1980ê têkiliyên PDKê û rêxistinên Filistînê mirov li ser van mînakan dikare binirxîne û wek dixûye ku her du alî jî xwedî têkiliyên xurt û baş bûne, bi taybetî jî di demên zehmetiyê de.

Lê di salên şûn de hinek cuda ye; çawa têkiliyên PDKê bi Îsraîlê re hîn baştir bûne, di heman demê de bi rêxistinên Filistînê re zêde pêş ve neçûne, heta mirov dikare bibêje ku di van deh salên dawî de hîn siviktir bûne. Bi taybetî di dema rêxistinên Îslamîst ên radikal ên di siyaseta Filistînê de derketine pêş de… Ez ê mînakên bo wan jî bidim, lê dixwazim derheqê têkiliyên rêxistinên Filistînê û Partiya Karkarên Kurdistanê ango PKKê de çend anekdotan parve bikim.

Li gel têkilî, nêzikatî û nêrîna PDKê ya pozîtîf bo Îsraîlê, nêzikatî û têkiliyên PKKê gelek negatîf in. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku PKK ji roja hatiye damezirandin heta niha tu carî derheqê dewleta Îsraîlê de nebûye xwedî nêrîn, nêzikatî û siyasetek pozîtîf (Öcalan 1993; 2013). Ji vê bêtir, PKK rasterast dijberiya Îsraîlê jî dike. Ev siyaseta PKKê, mirov dikare îddîa bike ku ji ber îdeolojiya wê ya Marksîst û çepgir û têkiliyên wê yên gorî vê îdeolojiyê hatine avakarin pêk hatiye. Wek tê zanîn ne tenê PKK, hema hema hemû rêxistinên çepgir ên cîhanê ne bi çavên baş li Îsraîlê dinêrin. Gorî wan Îsraîl dewletek kapîtalîst e, muteffîk û heta qereqolek Amerîkayê ya li rojhilata navîn e û zilimkar e, ku li gelê Filistînê zilm dike.

PKK jî xwedî heman argumanan e. Herwiha gorî îddîayên Serokê PKKê Abdullah Ocalan Îsraîl destek dide dewletên dagirker ên li Kurdistanê û bi vê awayî ew jî şirîkê zilma li ser gelê Kurd e. Dijberiya PKKê ya dijî Îsraîlê ewqasî zêdeye ku serî de serokê PKKê Abdullah Ocalan, hemû endamên PKKê çi hatibe serê wan Îsraîlê jî qasî dewleta Tirk berpirsiyar dibînin. Mînak, gorî Ocalan û alîgirên wî, di girtin û teslîmkirina Ocalan bo Tirkiyeyê de rola herî mezin a Îsraîlê û îstixbarata wî Mossadê bû, eger ew nebûyana dewleta Tirk nikaribû vê tiştê pêk baniya. Helbet dema PKK behsa Îsraîlê dike, heman demê de behsa Amerîkayê dike; lewra herduyan temamî wek hev û yek hêz dinirxîne. Mesela Ocalan wiha nivisiye:

“Îsa bi alîkariya qiralê Cuhî û ser-rahîbê wî, ku ew hevkarên sîstemê ne, hatibû desteserkirin û çarmihkirin. Ez jî dîsa bi alîkariya Îsraîlê (bi hevkariya MOSSAD û CIAyê) hatim hatim zindanîkirin û çarmihkirin û min xistin zindana Îmraliyê.” (2013:152-153)

Herwiha dixwazim bibîr bînim ku ji roja ‘ewil ve alîgirên PKKê ji bo dîlgirtina Ocalan Îsraîlê berpirsiyar dîtibûn. Loma 17ê Sibata 1999an de li Berlîna Elmanyayê li ber konsolxaneya Îsraîlê protesto li dar xistibûn. Hêzên konsolxaneyê diparastin jî êriş biribûn ser çalakvanan û di encamê de 4 kesan kuştibûn û 13 kesan jî birîndar kiribûn.

Li aliyê din gorî argumanên PKKê ew tenê dijberî dewleta Îsraîlê ne, ne dijberî gelê Îsraîlê û Cuhîtiyê ne. Ev arguman jî ne tenê aîdê PKKê ye, hema hema hemû rêxistinên çepgir ên dijî Îsraîlê heman argumanê derdixin pêş. Lê dema mirov nêz de binêre, dibîne ku ev gotina hanê ne zêde zelal û samîmî ye. Lewra wek mînak serokê PKKê di gelek berhemên xwe de dema behsa kapîtalîzmê dike û dixwaze xirabiya wî nîşan bide, gelek caran rola herî girîng dide Cuhiyan. Ango gorî îddîayên Ocalan jî, Cuhî kapîtalîst in, Mason in, armancek wan a gelemperî heye, ku li hemû gelan û cîhanê hukim bikin (Öcalan 2013: 2013a). Ev gotin gelek nas e; lewra gelek kes û rêxistinên bi gorî teoriyên komployê tevdigerin û bi xeyalan piştî bûyer û geşedanan tiştan dibînin, pirî caran rêyek çêdikin û gotinê tînin ser Cuhiyan û ji her tiştê wan berpirsiyar dibînin. Mirov dibêje qey hemû banqeyan wan afirandine û ew kontrol dikin, pere wan dîtiye û hemû pere di bin kontrola wan de ne; teknolojî, medya, hikûmetên gelek welatan û wekî din bi temamî destê Cuhiyan de ne û ew wek kesên rûyê wan ne diyar û weşartî tim û tim bi xirabî tevdigerin û dixwazin li ser her hesan hukim bikin.

Gorî nêrîna min, ev gotinên wiha bi temamî ji antî-semîtîzmê pêş ve têne û rasîzmê dihewîne. Çiqasî tê gotin bila bê gotin ku tu meseleya wan bi gelê Îsraîlê re tune ye, lê bi dewleta Îsraîlê re heye, ev arguman ne samîmî ye û tenê tê xwestin ku bi şêweyek dijberî û rasîzma dijî Cuhiyan bê perdekirin û veşartin. Lê gorî min rastiya gelek tevgerên çepgir ev e, ku di nav wan de rasîzm û antî-semîtîzm gelek xurt e û tu carî jî niyeta wan tune ye ku vê rastiya xwe jî bibînin. Di serî de divê mirov vê rastiyê qebûl bike ku çiqasî mafê gelên Ereb li ser axa wan a li rojhilata navîn heye, ewqasî jî mafê gelê Cuhî jî heye. Ew ji ‘esîmanan nehatine, bi hezar salan in li wir dijîn û ew axa wan a pîroz e jî. Loma gorî fikra min mirov dema dij zilma dewleta Îsraîlê derdikeve, divê heman demê de dij nijadperestî û antî-semîtîzma Ereban jî derbikeve, ku gorî wan gelekan kuştin û dîsa koçberkirina Cuhiyan rewa ye.

Piştî van gotinan… Ev dijberiya Îsraîlê ya PKKê hîn dema damezirandina wî de rê da ku bi rêxistinên Filistînî re têkiliyan çêbike. PKK di 1978an de wek partî hatiye damezirandin. Du sal şûn de jî darbeya 12ê Îlona 1980 pêk hat, ku vê darbeyê wek tevgerên Tirk ên çepgir, hemû tevgerên Kurd jî, bi gotina rast, pelixan û gelek têkoşerên Kurd jî kuşt û avête zindanan, îşkenceyên giran li wan kirin. Wê demê gelek tevgerên çepgir û yên Kurdan, çawa fersend ditîn berî xwe dan derveyî Tirkiyeyê. PKK jî yek ji wan bû. Serokê PKKê û gelek kadroyên wê ji ber darbeyên filitîn û çûn Suriyeyê û Lubnanê. Ku ev ne tiştek nû bû, lewra hîn salên berî de gelek çepgirên Tirk jî çûbûn vir, wek Deniz Gezmiş û hevalên wî, ku wan piştgirî dabûn tevgerên Filistînî.

Rêvebirê PKKê Duran Kalkan, di roportaja xwe ya 12ê Tebaxa 2020an de, ku ajansa ANFyê weşandibû, bo vê demê û helwesta PKKê gelek agahiyên balkêş parve dike. Gorî agahiyên Kalkan dide, piştî Ocalan derket derveyî Tirkiyeyê li Bekaaya Lubnanê kampek ava kiriye, ku cihê vê kampê di bin kontrola tevgerên Filistînî de bû û bi destûr û alîkariya wan ev kamp hatibû avakirin. Li vê kampê PKK mîlîtanên xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve perwerde kiriye. Herwiha têkiliyên PKKê bi el-Fetih, Cepheya Rizgarkirina Gel a Filistînê û çend tevgerên din re xurt bûye. Ku Ocalan qasî 20 salan li vir maye û vê qadê bo PKKê kiriye navendek stratejîk.

Lê piştgiriya Filistîniyan ne yek aliye, milîtanên PKKê jî destek dane wan. Mînaka herî girîng jî di dema şerê di navbera Îsraîlê û Lubnan û tevgerên Filistînê de di sala 1982an de qewimiye de derketiye holê. Gorî agahiyên Duran Kalkan, Gulana 1982an de di encama êrişa artêşa Îsraîlê de milîtanê wan Abdulkadir Çubukçu hate kuştin. Qasî mehek şûn de di keleha Arnonê de jî 8 milîtanên wan jiyana xwe ji dest dane. Gorî agahiyên rêvebire PKKê Murat Karayilan jî, ku di roportaja xwe ya 23ê Gulana 2020an da ji aliyê ANFê ve hatibû weşandin de dabû, bi giştî 11 milîtanên wan bo doza Filistînê canên xwe dane. Navê wan wiha ne: Abdullah Kumral, İsmet Özkan, Mustafa Marangoz, Mehmet Atmaca, Şehabettin Kurt, Kemal Çelik, İrfan Ay, Şerif Aras, Emin Yaşar, Veli Çakmak. Encama şer de gelek milîtanên PKKê jî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve dîl hatine girtin û demek şûn de hatine berdan. Yek ji wan jî Xalid Çelik e, ku Çelik 30ê Îlona 2021an de derheqê van bûyeran de agahiyên gelek berfireh dabû rojnameya Özgür Politikayê.

Tevgera PKKê heya îro jî mafê gelê Filistînê diparêze û dijbertiya dewleta Îsraîlê didomîne, kum in bal kişandibû ser sedeman. Li gel vê dîsa xuya dike ku PKKê jî gorî bercewendiyên xwe tevgeriya ye, ji tevgerên Filistînê alîkarî girtiye û alîkarî jî daye wan.

Di vê navberê de bi kurtasî dixwazim behsa nêzikatiya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bo Filistînê û Îsraîlê jî bikim. Gorî bernameya HDPê, ku li ser malpera partiyê ya fermî hatiye weşandin, Îsraîl wek hêzek dagirker a li ser axa Filistînê hukim dike hatiye pênasekirin û li hemberî Îsraîlê ew piştgiriyê didin mafê dewletbûna Filistînê.

Piştî hêzên serekê yên Kurdistanê, em ê niha jî hinek li nêzikatiyên tevgerên Îslamî, ku li Kurdistanê çalak in, binêrin. Wek mînak Hizbullah… Hizbullah xwedî dîrokek biguman e, lewra bi taybetî di salên 1990î de bi hêzên dewletê re xwedî gelek têkiliyên qirêj e, ku gelek kesên bo doza Kurdistanê têkoşiyane ji aliyê Hizbullahê ve hatine kuştin. Şerê navbera Hizbullah û PKKê jî gelek navdar e (Kurt 2015; Çakır 2011). Herdu tevger tu carî ji hev tehemmul nakin. Beriya her tiştê PKK çepgir û sosyalîst e, Hizbullah jî Îslamîst e. Herwiha armanca Hizbullahê ya sereke tu carî doza Kurd û Kurdistanê nebû, wan dixwest li Kurdistanê îdeolojiya Îslamîst a radîkal pêş bixin. Loma Hizbullah tim û tim bo Filistînê xwedî nêzikatiyek gelek zelal e. Gorî Hizbullahê Filistîn mazlûm e, welatên wan bindest e, dewleta Îsraîlê dagirker e, kafir e û tu carî divê neyê nasîn û qebûlkirin, bilakîs divê bi her awayî ji holê rabibe, tu mafê Cuhiyan jî tune ku li ser axa Filistînê bijîn, lewra wir axa pîroz a Misilmanên Filistînê ye.

Dema mirov dinêre, dibîne ku du dijminên qedîm, Hizbullah û PKK çawa bo doza Filistînê û dijbertiya Îsraîlê têne gel hev. Rast e, her du tevger bi temamî ne wek hev difikirin û tevdigerin, mirov nikare bi hêsanî nêzikatiya wan wekhev jî nîşan bide; lê di noqteyên esasî de pir jî ji hev dûr nakevin: Bo her duyan jî Filistîn mazlûm e û Îsraîl zalim e!

Tiştên ku ez bo tevgerên Kurdan û têkilî û nêzikatiyên wan ên bi Îsrailê û tevgerên Filistînî re bibêjim ev in. Niha jî dixwazim hinek mînakan ji tevger û rêvebirên Filistînê parve bikim, ka ew çi dibêjim bo doza Kurd û Kurdistanê.

Heya niha dema min behsa rêxistinên Kurdan kir, herwiha min behsa têkiliyên rêxistinên Filistînî jî kiribû, ku çawa û bi çi awayê bi Kurdan re têkildar bûne.

Kesê herî zêde derdikeve pêş bêguman Yaser Arafat e, ku ew serokê el-Fetihê bû û sembolek e bo doza Filistînê, herwiha dema di serê salên 90î de dewleta Filistînê bi awayek de facto hate îlankirin jî serokê wê yê yekem bû. Helbet Arafat jî gorî bercewendiyên doza xwe tevgeriyaye û di vê çarçoveyê de bi tevgerên Kurdan re bûye xwedî têkiliyan. Ev jî tiştek gelek normal e, ku Kurdan jî wiha kirine. Lê dema mesele dibe bercewendî, tiştên romantîk û zêde hatine îdealîzekirin ji holê radibin û rastî derdikevin pêş, ango dibêjin reel-polîtîk… Dema mirov têkiliyên Kurdan û Filistîniyan an jî têkiliyên Kurdan û Îsraîlê binirxîne jî divê vê rastiyê tu carî paş guhê xwe re neavêje. Loma siyaseta Yaser Arafat û tevgera wî bo Kurdan tim û tim li ser xetek ve nemeşiyaye.

Min behs kiribû, ku Mesud Barzanî alîkariya Arafat a di sala 1979an de bi mînnet bibîr tîne. Ku ev alîkarî gorî şert û mercên wê demê bûye. Pişt re şert û merc dugehirin û siyaset jî gorî vê dîsa tê avakirin.

Lê çi dibe bila bibe, em çiqasî gorî şertên reel-polîtîkê fem bikin û îzah bikin jî, helwestek Yaser Arafat heye ku, qasî dixûye, di mejûyê gelê Kurd de bi awayek gelek xirab cih girtiye.

Wek İsmail Beşikçi (2020) di her fersendê de tîne ziman, dema Seddam Huseyin li Helepçeyê komkujî pêk anîbû, Yaser Arafat jî li Amerîkayê bûye û rojnamegerek jê pirsiye ku derheqe komkujiyê de çi difikire. Bersiva Arafat gelek sosret e, wiha gotiye: “Seddam Huseyin bo wan gul biavêta?”

Ango dibêje ku şûna bombeyên kîmyevî, gul û sosina bida gelê Kurd, Kurdan heq kirine! Mirov dikare bibêje ku rastiya siyasetê ya wê demê van gotina mimkûn dikir. Lewra bo Arafat piştgiriya Seddam Huseyin an ji ya Îranê, ya Suriyeyê, ya Tirkiyeyê û Amerîkayê ji ya Kurdan pêwîstir û baştir bû. Alîkariya Kurdan bo doza Filistînê ka çi û çiqasî bibe! Lê ya Seddam û dewletên dagirker ên li Kurdistanê hîn zêdetir xizmetê bike. Belê ev rastiyek e û bêguman bo Yaser Arafat jî, ji Kurdan be, Seddam û dewletên din hîn baştir in bo tercîhê. Herwiha Arafat, bo bercewendiyên xwe, ango piştgiriya Seddam Huseyîn, destek dabû dagirkirina Seddam a li ser Kuweytê jî, ku Seddam dawî de têk çû û vê jî nîşan da ku Arafat ji hêla siyasetê de çiqasî kor e û pêşiya xwe nabîne.

Li aliyê din divê ev tişt jî tu carî ji bîr nebe: Çi dibe bila bibe, bercewendî û siyaset çi hewce dike bila bike, lê mirov nikare bo sûcek dijî mirovahiyê, bo komkuyiyek tiştên wisa bibêje. Eger bibêje jî ew jî şirîkê vê tiştî ye, qasî kujer ew jî berpirsiyar e.

Çend mînakên din jî bidim. Piştî mirina Yaser Arafat, Mahmûd Abbas hatibû cihê wî û him bo el-Fetihê him jî bo dewleta Filistînê bibû serok. Gorî agahiyên di gelek çavkaniyên vekirî de cih digirin (wek gelek malperan), piştî serhildanên li Suriyeyê di sala 2011an de destpê kirin û şûn de Kurd jî li Rojava bûn xwedî hêzek xurt, serokê Filistînê Mahmud Abbas di 2013an de gotiye ku, eger Amerîka êrişê Suriyeyê bike, ev dibe sedema encamek metirsîdar, ango wahîm, ku Beşar Esad dê têk biçe û dewleta Kurdistanê bê avakirin. Gorî Abbas, zilm û zordariya Beşar Essad na, lê hebûna dewletek Kurdan encamek metirsîdar e, loma ew bi xwe jî dijberê vê tiştê ye.

Mahmud Abbas di 2017an de jî heman gotinan gotibû. Mehek beriya referandûma serxwebûne a li başûrê Kurdistanê, Abbas çûbû Tirkiyeyê û ji aliyê Tayyip Erdogan ve hatibû pêşwazîkirin. Erdogan û Abbas li ber 16 alên dewletên Tirk, ku tê îddîakirin di dîrokê de hebûne, fotograf jî dabûn. Dema vê ziyaretê de ji Abbas hatibû pirsîn ku derheqî referandûma Kurdistanê de çi difikire. Abbas êja jî gotibû ku dewletek serbixwe ya Kurdistanê bo herêmê xemgînî ye.

Li gel van rastiyan têkiliyên Mahmud Abbas bi Kurdan re, bi taybetî jî bi rêvebirên Herêma Kurdistanê re hene û didomin jî. Ev jî tiştek normal e helbet. Mînak, Mahmud Abbas wek serokê Filistînê sala 2009an de çûbû Herêma Kurdistanê û bi Mesud Barzanî re hevdîtenek darxistibûn. Dawiya hevdîtinê de her duyan pirsên rojnamegeran bersivandibûn. Mesud Barzanî, helwesta xwe ya bo Filistînê wekî gelek caran dîsa zelal eşkera kiribû û gotibû:

“Em bo doza Filistînê de destek didin Abbas û gelê wî. Ew dewleta xwe ava dikin. Rêya ku hikûmeta Abbas bo avakirina dewletek azad dişopîne, dê wan bigihêjîne armanca wan. Ev rê dê Filistîniyan azad bike.”

Piştî Mesud Barzanî Mahmud Abbas axifîbû. Li ser pirsa bo federasyona Kurdistanê Abbas gotibû ku ev di qanûna bingehîn a Iraqê de cih digire û lazim e bê qebûlkirin. Wekî din jî Abbas hîç wekî Mesud Barzanî bi gotinên eşkera behsa doza Kurdan û Kurdistanê nekiribû. Tenê gotibû ku “Em jî dizanin vê milletê çiqasî êş kişandiye. Em ji xwedê re dia dikin ku ev millet bigihêje îstîkrarê, wekî milletên din.”

Li vir dixwazim tiştek bibêjim. Di navbera axaftina Barzanî û Abbas de noqteyek gelek girîng heye. Gorî gotinên Barzanî, dewletbûna Filistînê tiştek herî rewa ye û çi dibe bila bibe, kî/ê çi dibêje bila bibêje divê ev tişt eşkera bê gotin. Lê dema mirov gotinên Abbas dinêre, nikare tiştek evqas zelal bibîne; tê fêmkirin ku, wek gelek rêvebirên Filistînê, Abbas jî di serî de dema behsa doza Kurdan dike, siyaseta dewletên dagirker ên li Kurdistanê li ber çavan digire û gorî vê gotinên xwe tîne ziman. Loma doza Kurdistanê heya radeyek bo Abbas meşrû tê dîtin û tê gotin.

Hêzek din a li Filistînê hukim dike jî Hamas e, ku ev piştî salên 90î li hemberî siyaseta Yaser Arafat jî derket, xurtir bû û di siyaseta Filistînê de hêzek sereke ye. Herwiha îdeolojiya Hamasê Îslamî ye û siyasetek radîkal esas digire, ku gorî wan Îsraîl tu carî nayê nasîn û divê ji holê rabibe. Bo vê jî dijî Îsraîlê têkoşîna çekdarî esas digire û gelek caran çi sivîl çi leşkerî hedefên Îsraîlê bo wan firq nake.

Têkiliyên Hamasê di van 30 salên dawî de bi giranî bi Îranê, Suriyeyê û Tirkiyeyê re xurt bû. Ku Îran û Tirkiye ji ber siyaseta Hamasê ya Îslamî destekek eşkera jî didin. Lê li aliyê din bo gelek dewletên cîhanê, bi taybetî jî bo Amerîka û dewletên Ewrûpayê Hamas tevgerek terorî ye, di lîsteya wan a terorê di cih digire. Ev jî tiştek sosret e, ku kî/ê çawa bixwaze terorîzmê gorî xwe, gorî siyaset û bercewendiyên xwe pênase dike. Gorî Tirkiyeyê mesela tevgera Kurd terorîst e û tu eleqeya xwe bi mafên Kurdan re tune ye. Lê Hamas tevgerek meşrû ye û bo azadiya Filistînê têdikoşe. Eger mesele têkoşîna çekdarî be, Hamas jî PKK jî wekhev in, gelek caran Hamas ji PKKê zêdetir zirarê daye sivîlan û xwedî îdeolojiyek antî-semîtîk e, ku ev li gelek deverên dinyayê sûc e, sûcek rasîst e.

Bêm ser nêzikatiya Hamasê û doza Kurdistanê… Qasî tê dîtin, rêxistinên Îslamî yên li Kurdistanê çalak in, wek Hizbullahê, eşkera destek didin siyaset û îdeolojiya Hamasê; lê tevgerên Kurd ên sekuler, ku sereke ne ev, bi Hamasê re xwedî têkiliyên eşkera nîn in.

Li aliyê din wisa tê xûyakirin ku siyaseta Hamasê ya bo Kurdistanê gorî helwesta dewletên dagirker ên li Kurdistanê ye. Di vir de jî nêzikatiya Tirkiyeyê û Îranê girîng e. Herwiha îdeolojiya Hamasê jî faktorek din a eşkera ye. Niha em li du mînakan binêrin.

Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê İsmail Haniye, di 1ê Nîsana 2022an de ji televîzyona Rûdawê re axîfîbû. Haniye gotibû ku tiştên Kurd bo xwe dirust û bi feyde dibînin ew jî bo wan qebûl dikin. Lê di gotinên Haniye yên şûn de hinek tişt diguherin. Haniye gotibû ku ew bi birayên xwe yên Kurd re serbilind in, lewra ew jî perçeyek ummeta Îslamê ne, divê dengê Kurdan neyê birîn, divê kes wan derveyî siyasetê nehêle. Haneyi bo hemû Kurdan van tiştan xwestibû. Herwiha gorî Haniye, ew nikarin derheqê qedera Kurdan de tiştek bibêjin û bikin, divê Kurd bi xwe qirara xwe bidin, lê di çarçoveya peyman û nêzikatiya dewletên ew tê de dijîn divê vê qirarê bigirin.

Wek tê femkirin, qasî Kurd bo doza Filistînê bê şert û zelal tevdigerin, rêvebirê Hamasê İsmail Haniye bo Kurdan tevnagere, naxwaze tevbigere. Lewra ew jî dema bo Kurdan tiştek dibêje, beriya her tiştê helwesta dewletên dagirker tîne ber çavên xwe, ku bi wan re xwedî têkiliyan in.

11ê Nîsana 2022an de êja rêvebirê Hamasê yekî din, Halid Meşal ji televîzyona Rûdawê re axifîbû. Wî jî gotibû ew bi Kurdan serbilind in, lewra Kurd Misilman in, perçeyek ummeta Îslamê ne û neviyên Selahaddîn Eyyubî ne, ku wî Filistînê ji Xirîstiyanan rizgar kiribû. Berdewama axaftina xwe de Halid Meşalê Hamasê, doza Kurdan û Filistînê dabû ber hev û wiha gotibû:

“Îro helbet gelê Kurd jî gelek mazlûm e û zilm dîtiye. Qiyasa bo zilmê, erê ev rast e, wekhev in. Lê firq ew e ku em bi dijminek bi navê Siyonîzmê re rûbirû ne, ku wî axa me û qadên me yên pîroz dagir kiriye. Îsraîl tenê ne dijminê Filistînê ye, Kurd jî tev de, dijminê hemû Ereb û Misilmana ye. Niha mafê Kurdên mazlûm e ku ewlehî û desthilatdariya xwe bidin pêş. Gorî min, temennî dikim ku, daxwazên wan gorî yek ummetê û yekitiya dewletên me yên Kurd tê de dijîn be. Yekitiye welatên me û parastina aşitiyê, bi feresata Kurd, Ereb, Tirkmen, Şii û Misilmanên Sunnî yên li gel hev bê parastin. Em yek ummet in.”

Gorî Meşalê Hamasê, maf û hebûna Kurdan di çarçoveya yekitiya dewletên dagirker de, ku dibêjin ew Misilman in, û loma di bin yekitiya ummetê de baştir e. Meşal Kurdistanê wek welatê xwe Filistînê, welatek dagirkirî qebûl nake. Gorî wî, Kurdistan perçeyek Iraq, Tirkiye, Îran û Suriyeyê ye. Loma Halid Meşal wiha dibêje:

“Kurdistan, belê, di dîrokê de rewşek cuda hebûye, ev rast e, lê niha perçeyek organîzasyonên siyasî yên herêmê ye. Ez vê rewşê nikarim wek dagirkirina Îsraîlê ya Filistînê pênase bikim.”

Rêvebirên Hamasê, bi kurt û kurtasî, dibêjin ku: Welatê wan dibin dagirkeriyê de, lê Kurdistan nîn e. Lewra dijminê wan kafir in, divê Kurd jî piştgirî bidin wan. Lê li Kurdistanê rewşek wisa tune ye, dewletên Kurd li wir dijîn Misilman in. Di dîrokê de dibe ku Kurdistan hebe, lê niha ev der perçeyek dewletên Misilman û birayên wan in.Mafên Kurdan jî di vê çarçoveyê de divê bê parastin. Ango dewletbûn bo Filistînê maf e, lê bo Kurdan na.

Dawiya dawiyê de, mirov dikare heya cihek van hemû nêzikatî û têkiliyan di navbera Kurdan û Filistîniyan de gorî reel – polîtîkê fem bike û herwiha qebûl jî bike. Lewra siyaset gorî hêstan nayê meşandin, gorî bercewendiyan tê rêvebirin. Ev qanûnek qedîm e.

Lê li aliyê din meseleya hişmendiyê heye, ku ev gorî min tiştek din e. Dema mirov dinêre, nêzikatiya tevgerên Kurdan bi giştî bo doza Filistînê hîn zêdetir xwedî pîvana ne û durist e. Çi dibe bila bibe, tevgerên Kurdan, mesela mafê dewletbûna Filistînê her tim parastine. Lê bo tevgerên Filistînê mirov nikare vê tiştê bi bibêje.

Gorî nêrîna min, di nêzikatiya tevgerên Filistînî de netewperestiya Erebî cihek girîng digire û ev jî heya radeyek destûr dide ku tevger û mafên Kurdan maqûl bê dîtin. Bo tevgerên Filistînî jî, wek mînak, dewletbûna Kurdan di serî de zirarê dide netewperestiya Erebî, ku du dewletên Ereban li Kurdistanê dagirker in û tu carî jî rê nedane Kurdan û li Iraqê komkujî jî pêk hatiye.

Ya din jî ev e ku bi taybetî piştî salên 90î tevgerên sereke, ku di siyaseta Filistînê de xwedî hukim in, îdeolojiya Îslamîst a radîkal diparêzin, wek Hamasê… Gorî mejûyê wan jî doza Kurdan zirarê dide ummeta Îslamê, lewra tevgerên Kurdan ên sereke sekuler in. Herwiha tevgerên Îslamîst ên Filistînê bo têkiliyên Kurdan ên bi Îsraîlê re jî xwedî tehemmulê nîn in; gorî mejûyên wan ev tifaqek kufarê ye. Loma bo wan jî dijbertiya mafên Kurdan, di radeyek şûn de bi dijbertiya Îsraîlê re dibe yek.

Xalek din jî, bo tevgera Filistînê ya Îslamîst, parastina yekitiya dewletên dagirker ên li Kurdistanê parastina ummeta Îslamê ye. Loma daxwazên Kurdan ên dewletek cuda dihewîne zirar e bo yekitiya ummetê. Ev jî nîşan dide ku Kurd, bo Filistîniyan jî, qasî bo doza wan û Îslamê xizmet dikin, xwedî rûmetê ne û têne parastin. Derveyî vê gorî Filistîniyan jî Kurd dibin “Bölücü”…

Çavkanî

Barzani, Mesud (2005). Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi II. İstanbul: Doz Yayınları

Beşikçi, İsmail (2015). Devlet ve Kürtler / Dil, Kimlik, Millet, Milliyetçilik. İstanbul: İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları

- (2020). Kürt İslamı, Arap ve Türk İslamından Çok Farklıdır. https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-65

CNNTurk (2011). Taş Atan Çocuklar İçin Çarpıcı Rapor. https://www.cnnturk.com/turkiye/tas-atan-cocuklar-icin-carpici-rapor

Çakır, Ruşen (2011). Derin Hizbullah – İslamcı Şiddetin Geleceği. İstanbul: Metis Yayınları

Erbakan, Necmettin (1991). Erbakan’ın Meclis Konuşması. https://www.youtube.com/watch?v=vyikOWF5Klo

Fırat, Nuri (2015). Aşiret ve İsyan / Batı’nın Kürt Algısı. İstanbul: Avesta Yayınları

- (2021). Kürdün “Kimyasal” Değersizliği. https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-101

Herkî, Şewket (2015). 27 Yılda 600 Çocuk Öldürüldü. http://rudaw.net/turkish/middleeast/turkey/090120152

Kaplan, Sefa (2003). Barzani Ailesinin Yahudi Olduğu Ortaya Çıktı. https://www.hurriyet.com.tr/dunya/barzani-ailesinin-yahudi-oldugu-ortaya-cikti-128488

Kurt, Mehmet (2015). Din, Şiddet ve Aidiyet – Türkiye’de Hizbullah. İstanbul: İletişim Yayınları

Middle East Watch (2003). Irak’ta Soykırım / Kürtlere Karşı Yürütülen Enfal Askeri Harekatı. İstanbul: Avesta Yayınları

Öcalan, Abdullah (1993). Kürdistan Devriminin Yolu (Manifesto). Köln: Weşanen Serxwebun

- (2013). Demokratik Uygarlık Manifestosu / 1. Kitap / Maskeli Tanrılar ve Örtük Krallar Çağı. Azadi Matbaası: Abdullah Öcalan Sosyal Bilimler Akademisi Yayınları

- (2013a). Demokratik Uygarlık Manifestosu / 4. Kitap / Kürt Sorunu ve Demokratik Ulus Çözümü / Kültürel Soykırım Kıskacındaki Kürtleri Savunmak. Azadi Matbaası: Abdullah Öcalan Sosyal Bilimler Akademisi Yayınları

Said, Edward (1991). Edward Said, an American and an Arab, writes on the eve of the Iraqi-Soviet peace talks. https://www.lrb.co.uk/the-paper/v13/n05/edward-said/edward-said-an-american-and-an-arab-writes-on-the-eve-of-the-iraqi-soviet-peace-talks

- (1995). Entelektuel. İstanbul: Ayrıntı Yayınları

- (1998). Kültür ve Emperyalizm. İstanbul: Hil Yayınları

- (1999). Şarkiyatçılık / Batı’nın Şark Anlayışları. İstanbul: Metis Yayınları

- (1999a). Apocalypse Now. https://journals.sagepub.com/doi/pdf/10.1080/03064220008536799

- (2000). Haberlerin Ağında İslam. İstanbul: Babil Yayınları

- (2001). Freud, Zionism, and Vienna. https://www.counterpunch.org/2001/03/16/freud-zionism-and-vienna/

- (2002). Yeni Binyılda Filistin Sorunu. İstanbul: Aram Yayınları

- (2004). Yersiz Yurtsuz. İstanbul: İletişim Yayınları

Yüce, Can Bahadır (2017). Bu Dünyadan Edward Said Geçti. https://medium.com/@canbahadir/bu-d%C3%BCnyadan-edward-said-ge%C3%A7ti-dcc528f8625d

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin