Kenan Söylemez: "Sewta Şakiro bê amûrên muzîkê bi tena serê xwe senfoniyeke"
Söyleşi / Kürd Araştırmaları

whatsapp_image_2022-05-08_at_12.53.57

Kovara Lêkoînên Kurd: Pirtûka te ya bi navê “Tizbî, Destmal û Tasek Av:Şakiro” ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Di van demên dawî de li ser jiyan û berhemên dengbêjan lêkolînên taybet tên weşandin. Pirtûka te jî li ser jiyana dengbêjan a wê serdemê disekine. Ev pirtûk biyografîk (jînenîgarî) e an cureyeke vegotinî (vegêranî) ye, bi kurtasî pirtûk ji bo xwînerên xwe çi vedibêje?

Kena Söylemez: Di serî de ez spasiyên xwe ji kovara lêkolînên kurd re dikim. Hêvî dikim dosyeyên ku hûn amade dikin ji bo çand û hunera kurd rêyeke ronî veke. Belê pirtûk piştî xebateke sê-çar salan 15ê nîsanê ji weşanxana Avestayê derket. Rast e di van salên dawî de hin xebat derketin û gelekî jî hêja ne. Lê dîsa jî di warê dengbêjiyê de gelekî kêm e ev hejmar. Kesên ku bi taybetî li ser dengbêjiyê dixebitin jî pir kêm in. Ahmed Aras bi pirtûk û nivîsên xwe ji bo me çavkaniyeke. Mehmet Gültekin, Mahmut Beğik, Ronî War û hin navên din mirov dikare bêje ku li ser dengbêjiyê berhem nivîsîne. Xebata Antolojiya Dengbêja1,2,3(Güneş&Şahin) gelekî hêja ye û çavkaniyeke ji bo kilamên dengbêjiyê li ber destê me û min bixwe jî gelek jê sûd wergirt. Ku em vegerin pirtûka min, ev pirtûk ji yên din cudatir ne biyografi ye, ne jî antolojiya kilaman e. Min xwest ez jiyana Şakiro weke romanekê binivîsînim. Lê ji ber ku em behsa dengbêjekî dikin bivê nevê kilam dikeve navê. Hin cih an de min xwe mecbûr dît min gelek agahî dan. Ji ber vê sedemê pirtûk ji forma romanê hinekê dûr ket. Lewma me weke “vegotin” bi nav kir. Di vê vegotinê de xwînerên bi rêya jiyana dengbêjekî çarçoveya dengbêjiya Serhedê binase.

Gava mirov kitêbê dixwînê hinkî heyirî dimîne û piştre kêfxweş dibe. Lewre kitêb bi navê xwe wek lêkolinekî an biyografiya Şakiro dixwiyê lê di rastiya xwe de mirov dikare bêje roman an çîroka dengbêjekiye. Gelo te ser forma kitêbê çawa biryar da dikarî hinkî behsa vê pêvajoyê bikî?

Di pirsa yekem de min behs kir. Xîmê vê pirtûkê li ser jiyan û dengbêjiya Şakiro ye. Lê armanc ne tenê danasîna Şakiro ye. Kesekî/ê ku vê pirtûkê bixwîne divê ji xwe pirs bike ka dengbêjî çiye? Ger bersivekê jê bigre pirtûkê bigihêje armanca xwe. Em dîsa behsa forma pirtûkê bikin, Şakiro lehengekî honakî nîn e û ji ber vê ez gelek girêdayê jiyana wî ya rasteqîn mam. Kilaman jî şiklekî folklorîk da pirtûkê. Ev jî bûn sedem ku ji forma romanê dûr bikevim. Lê bi min dîsa jî mirov dikare bibêje roman. Biryara “vegotin”ê jî min û weşanxane/edîtor me bi hevre da.

Şakiro di nav ciwanên kurdan de pir tê guhdarikirin ez meraq dikim ciwanên roja me yanî ewên nifşa înternet û tora civakî çima Şakiro guhdar dikin an çima guhdar bikin

Şakiro ji ciwantiya xwe heya roja mirina xwe kesekî navdar bûye. Îro jî bi saya înternetê deng û sewta dengbêjan ya ji dîwanxaneyan rabibû ketiye her malê. Ne tenê mal, her berîkek ku têlefon tê de hebe dengê dengbêjan jê tê. Min jî deşîfra kilaman ne li ber kasetan li ber kilamên li youtubê hatine barkirin hilda. Bêguman dengbêjê îro herî tê guhdarkirin/populer Şakiro ye. Sewta Şakiro bê amûrên muzîkê bi tena serê xwe senfoniyeke. Dengê wî muzîkal e. Dengê Şakiro heya dawiya emrê wî xirab nebûye û her ciwan ma ye. Ev jî dibe sedem ku ciwan wî guhdar bikin. Lihevanîna bûyerê jî sedemeke din e. Şakiro bi dengê xwe yê efsûnî mirovan dibe dixe nav bûyerê heya kilam biqede li pey xwe digerîne.

Şakiro her çiqas di dema xwe de bi nav û dengbe jî hinkî bi dilsarî çû ser dilovaniya xwe ku İro bidîtiya hewqas tê guhdarkirin gelô yê çi bigota çawa tevbigeriya?

Şakiro kesekî dinyadîtî bû. Hunermendên qewmên din didît, wî jî dixwest weke dengbêj/şaîrekî kurd nirx bibîne. Dawiya emrê xwe li xerîbiyê di nav xizaniyê de derbas kir. Vê yekê jî dilsariyeke xist nav dilê wî. Sed heyf dawiya gelek dengbêja jî wisa bû.

Ku îro bidîta ewqas tê guhdarkirin wê gelek kêfxweş bubuya bi ya min. Lewre Şakiro tu wextan ji kilaman nexeyîdiye heya dawiya emrê xwe di nava cimaetê de bûye û her dem gotiye.

Mesel û mijarên erotik, tolazî di sitranê dengbêjan de pir cih digre, Şakiro di vi warî de di jiyana xwe ya rasteqîn de yekî çawa bû raste rast pirs bikim mirovekî flortiz û çapqin bû? Şakiro di jiyana xwe ya taybet de mirovekî çawa bûye? Çend caran zewicî ye û çend zarokên wî hebûn? Ev pirtûk li ser jiyana wî ya taybet çi hûrguliyan pêşkêş dike?

Şakiro jiyana xwe li pey dengbêjiyê û bi gerê derbas kiriye. Mirovekî ji xwe hezkirî bûye. De mirov dengbêj û ji xwe hezkirîbe, nabe ku mirov ji “bejnzirava, çepildirêja, porkeja...” hez neke. Lêv, sing, memik, bejn, birî û bi gelek sifetan xweşikbûna wan hatiye gotin. Di kilaman de jî ev eşkere ye. Mirov li aliyê fikr û raman li civaka wan rojan binêre dengbêj bêtir azad in di gotinên xwe de. Di kilama “Esmera Şukrî” de dengbêj ji serî heya pêyan Esmerê ji me re terîf dike.

Şakiro sê caran zewiciye. Li Cemalvêrdiye Dîlberê direvîne û Fewzî, Niyazî û Eyşan sê zarok jê çê dibin. Niyazî û Eyşan di temenê piçûk de jiyana xwe ji dest didin. Li Kopê bi Serayê re dizewice û bi navê Metîn zarek jê çêdibe. Dawîyê li Edenê bi Xanimê re dizewice lawê wî Umît ji wê jinê ye. Di wê demê de mêrekî bi çend jina re zewincandî tistekê ne ji dûrê civakê bû. Di nava civaka kurd de tişteke berbelav e.

Lê di pirtûkê de me zêde behsa van hûrguliyan nekiriye. Ji ber ku armanca me dayina rismekê dengbêjiya kurdî/serhedê bû.

Di beşa duyem a kitêbê de birayê Şakiro bi tifinga xwe dileyze bêhemdî Şakiro birindar dike ew dem hê heft saliye tu dibêji vê Şakiro ev bûyera travmatik qet ji bîr nekeriye. Lê di sitranê xwe de her tim pesnê mêrxasîyê dide, behsa şeran dike bi dehan sifatan tifingan terif dike. Gelo ser derûniya vê meselê dikarî çi bêji.

Mirov li qaset/qeydên li ber dest û hin antolojiyên kilaman binêre mirovê bibîne kilamen evîniyê ji yên şer û perçûnan gelek zêdetir in. Gelek kilamên li ser şer hatine gotinê Şakiro ji dengbêjên beriya xwe û yên hevdemî girtiye. Kilamên Şakiro bi xwe çêkiriye evîn mijara sereke ye. Tişteke din Şakiro her dem di nav gund û bajaran de bi gel re bûye bivê nevê qewimandinên wê demê ji xwe re xistiye mijar. Şakiro di jiyana xwe ya rojane de jî ji şer û pevçûnan dûr bûye, mirovekî dilnerm û civathez bûye.

Peyva dengbêjî ji du peyvan pêk tê: Deng û Bêje. Her tim li ser hêla bêjê yanî li ser mijara û naveroka sitrana tê axaftin li ser mesela deng de jî tenê çend sifatên wek xweşik, deng zelal hwd. tê gotin. Ez dixwazim wiha bêjim di dengê Şakiro de çi heye, an taybetmendiyê dengê wî çi ne?

Bi ya min tişta Şakiro ji yên din cuda dike ev pirs e. Çima dengê Şakiro bêtir tê guhdarkirin? Çawa me li jor got çima bêtir ciwan guhê xwe didin Şakiro? Dema min ev pirtûk dinivîsî min kilamên wî vedikir. Gelek caran min nivîsandin jibîr dikir û bi saetan li ser masê min kilam li ser kilamê guhdar dikir. Xwedê qiraeteke wisa dayê Şakiro kêjan kilam gotiye li dengê wî rûniştiye. Şakiro di her kilamê de dengê xwe derdixe pêş. Tu wextî bi dengê xwe mirov aciz nake, her dem bi coş û kelecan kilaman gotiye. Dema kilam dibêje ew bi xwe jî dikeve nav kilamê guhdaran jî bi xwe re dibe. Dengê serî taybetmendiya dengbêjiya Serhedê ye. Şakiro jî bi rêk û pêk bikar tîne. Lê ji ber ku qewimandin û bûyerên wan rojan bi saya kilamên dengbêjan gihiştiye roja me naveroka gelek caran derdikeve pêş.

Tu ji Serhedê yî, li navçeya Milazgira Mûşê hatiyî dinyayê. Ez bawer im tu jî wekî gelek Serhediyan bi dengên dengbejên navdar mezin bûyî. Van deng û avazan bandoreke çawa li ser jiyana te kir, tu ji dengbêjan çi fêr bûyî, di vê serdemê de nifşên nû yên Kurdan ji mîrateya wan dikarin çi bigirin?

Heyf ku dengbêjiya Serhedê vê axiriyê di nav dîwan û cimaetan de kêm bûye, mirov dikare bibêje li ber rabûnê ye. Lewma ez negihiştim wan dîwanan. Lê ez û birayên xwe em li ber çako Tajdînê kalikê xwe mezin bûn me guhdariya teyîba wî dikir. Teyîba ku tu wext dengê dengbêja jê kêm nedibû. Me ji kalikê xwe wî jî ji dengbêjan hez dikir. Bi awayekî xwezayî me jî ji dengbêjan hezkir. Piştî ez fema ketim min pêsîra xwe ji dengbêjiyê xelas nekir. Ya ku ez ji dengbêjiyê fêr bûme min xwe naskir. Rihê kurdîtiyê ji zarokatiyê ve bi min re çêkir. Xwenaskirin ne tenê ji aliyê polîtîk ve ye aliyê ziman, çand, erdnîgarî, dîrok, folklor û hwd. ve ye. Ev Nifşên nû jî ku dixwazin xwe nas bikin bîr û rihê civaka kurdan di kilamên dengbêjiyê de veşartiye.

Nivîskarê mezin Yaşar Kemal ji bo Evdalê Zeynikê dibêje “Homerosê Kurdan”. Evdal, destpêka kevneşopiya dengbêja tê qebûlkirin.

Di pirtûka te de jî Evdalê Zeynikê xwedî cihekî giring e. Têkiliyeke çawa di navbera Evdalê Zeynikê, Reso û Şakiro de heye, Şakiro ji van çavkaniyan çi hilda ye?

Lêkolîner/nivîskar di vê mijarê de yek in, beriya Evdalê Zeynikê jî dengbêj hebûn e. Ji Angares dengbêjê Ejdahekê(Astyages) Qralê Medan bigire heya Battista Zakariyan Mûşî. Lê di dengbêjiya Serhedê de Evdalê Zeynikê dewrek nû ye. Li pey Evdal tradîsyonek çêbûye û dengbêjên Serhedê bi giştî di bin bandora vê tradîsyonê de mane. Evdalê Zeynikê ne tenê dengbêj e “şaîr” e. Ji qewimandinên navxweyî bigire li ser serhildan, xweza, jin, ajal û hemû hêmanên jiyanê kilam afirandiye û gotiye. Ger mirov behsa dengbêjiya Serhedê bike navê Evdal nebêjê weke dinê mirov çi bibêje jî wê kêm û nivîşkan bimîne. Ew her sê dengbêjên hûn behs dikin ên herî navdar in li Serhedê. Di navbera wan de hoste/şagirdî raste rast tunebe jî bi awayekî xwezayî Reso di bin tesîra Evdalê Zeynikê de Şakiro jî di bin tesîr Reso û Evdal de maye. Me di pirtûkê de jî behs kiriye, Şakiro her dem li pey dengbêjiyê geriyaye. Çi kanî dîtiye li ser av vexwariye. Lê di her kilamê de jî bi awaz û şêweya xwe mohra xwe li kilamê xistiye.

Şakiro çiqas kesayetekî siyasî ye? Helwestek wî li hember rejîma kolonyalîst heye gelo? Helwesta wî ya Kurdistanî di kilamên wî de diyar dibe?

Şakiro di jiyana xwe ya rojane de li aliyê siyasî ve ne xwedî helwesteke eşkere ye li hember rejîm û dewletê. Fikr û ramanên wî mirov dikare ji kilamên wî derbixe. Kilamên ku gotiye, mijarên wan û li gor wê dewrê “kurdî” gotin bi xwe helwesteke li hember rejîma kolonyalîst. Naveroka kilamên weke Ferzende Beg, Asyayê, Xalis Beg, Geliyê Zîlan, Kekê Xiyasedîn, Şerê Tarxan û hwd. Mirov binêre ev helwest eşkere ye. Di vî mijarê de Dîlawer Zeraq di nivîseke xwe de wiha dibêje: “Dengbêj Şakiro, bêjara xwe a polîtîk li ser (ve) gotina şer û pevçûnên ku di navbera eşîr û mîrtiya kurdan û desthilatdarên wê hingê da qewimîne ava dike. Çendî ku berveyî rojên borî û dîrokî be û ji bo siberojê tu ramaneke sazkirî daneyne jî, kûra dîrokê dikole, ji bîreke hevpar ava dike û ve bîrê jî bi bêjera xwe a polîtîk dadigire.” Tespîteke di cih de ye.

Tu yê ji niha û pê ve bi kîjan mijaran serpêhatiya xwe ya nivîskariyê bi Kurdî bidomînî?

Ya rast beriya vê pirtûkê min amadekariya romaneke dîrokî dikir. Piştî ku ez li ser vê berhemê bi hûrgulî sekinîm ew jî nîvco ma. Niha ez dîsa li wê romanê vegeriyam û dinîvîsînim. Lê wisa dixwiyê dengbêjî wê her tim bi min re be. Hin kasetên dengbejekî (Evdirehmanê Perê) berhev dikim û pêre pêre deşîfre dikim. Dibe ku demeke pêş de ew jî bibe berhemek.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin