Wergêr: Ramazan Kaya
Holly Mason Badra: Hûn dikarin behsa proje û pêvajoya wergera pirtûka 'Dengê Jinên Kurdistanê: Bijarteyeke Helbestên Kurdî' bikin?
Farangis Ghaderî: 'Dengê Jinên Kurdistanê' berhem û encama xebateke hevbeş bû ku min bi hevalên xwe yên akademîsyen Clémence Scalbert Yucel û Yaser Hesen Elî re pêk anî. Bingeha vê projeyê ji têgihiştineke me ya hevpar derket; em wek akademîsyen û lêkolînerên qada edebiyata kurdî, bi kûrahî dizanin ku edebiyata kurdî di meydana edebiyata cîhanê de çiqasî 'nexuyayî' ye. Rast e ku wergerên edebiyata kurdî hêdî hêdî derdikevin holê, lê hê jî gava em berhemên wergerandî yên zimanên din ên Rojhilata Navîn û yên kurdî didin ber hev, em ferqeke mezin dibînin.
Li Zanîngeha Exeter'ê komek xwendekarên doktorayê û lêkolîner hebûn ku bi taybet li ser edebiyata kurdî dixebitîn. Em di nav xebatên xwe yên lêkolînî de bi wergerê re jî mijûl dibûn, lê mixabin piraniya van wergeran di nav tez û raporên akademîk de asê diman û nedighîştin xwendevanên berfireh. Carinan hin werger di kovar û weşanên akademîk de cih digirtin, lê ev jî bi piranî tenê wek jêgirtin û beşên kurt ên berhemên edebî bûn, ne wek berhemên temamkirî. Di wê serdemê de, ji me tu kesî xwe wek wergervanekî/a edebiyatê nedidît û nenasîn dikir.
Me dît ku berhemên ku di weşanên akademîk de têne belavkirin, mixabin nagihîjin xwendevanên berfireh. Bi van ramanên kûr û bi hêviya bikaranîna hemû şiyanên xwe, di sala 2017'an de me kargeheke wergerê organîze kir. Ev kargehê bi pêşengiya Dr. Yucel û bi piştgiriya darayî ya Enstîtuya Brîtanî ya ji bo Lêkolînên Iraqê (BISI) pêk hat. Di vê kargehê de xwendekarên doktorayê yên ku li ser edebiyata kurdî dixebitîn, lêkolînerên Navenda Xebatên Kurdî ya Exeterê û pisporên qada xebatên wergerê gihîştin hev.
Her beşdarekî/ê berhemên xwe yên hilbijartî anîbûn, lê mijar bi giştî li ser zayendê bû û girîngiyeke taybet ji helbestvanên jin re dihat dayîn. Me bi hev re du rojan li ser praktîka wergerê xebitî û gotûbêjên kûr pêk anîn. Piştî vê kargehê, min û Clémence û Yaser me berdewamî da hevdîtinan, me nîqaşên xwe kûrtir kirin û me li ser başkirina wergeran xebitî. Me wergerên xwe di gelek festîvalên cuda yên li Brîtanyayê de pêşkêş kirin û hêdî hêdî fikra weşandinê di serê me de şîn bû. Di dawiyê de me serî li weşanxaneya Transnational Press London da ji bo weşandina vê berhevokê û wan jî bi dilgermî û şahî ev pêşniyar qebûl kir.
Yek ji xalên herî girîng ji bo me ew bû ku em li weşanxaneyekê bigerin ku dê rê bide weşandina hem deqa orîjînal a kurdî û hem jî wergera wê ya îngilîzî. Ev berhevoka me ya taybet di nav xwe de helbestên bi gelek zaravayên kurdî (Goranî, Kurmancî, Behdînî, Soranî) û bi erebî vedihewîne, û dirêjahiya dîrokî ya vê berhevokê ji sedsala nozdehemîn dest pê dike û heta digihîje dengê helbestvanên jin ên serdema modern.
We kengî dest bi karê wergerê kir û ev rêwîtî ji bo we çawa derbas bû?
Di dema xwendina xwe ya doktorayê de min dest bi wergerên îngilîzî kir. Mijarê min a lêkolînê derketina holê ya helbesta modern a kurdî bû. Wek beşek bingehîn a tehlîla edebî, pêwîst bû ez helbestên klasîk û modern ên bi sê zaravayên kurdî (Kurmancî, Soranî, Goranî) wergerînim.
Ew kargeha ku min berê behsa wê kir, bû bingehek esasî ji bo nasnameya min a wek wergervan. Piştî wê kargehê, min û Dr. Yucel me dest bi projeyeke lêkolînê kir li ser wergerên edebiyata kurdî yên ku hatine wergerandin bo îngilîzî û hatine weşandin. Hem kargehê û hem jî projeya lêkolînê rê li ber min vekir ku ez xwedî têgihiştineke kûrtir bim ji bo meyl û temayulên di wergerên îngilîzî yên edebiyata kurdî de; pêşdaraziyên ku werger dikare biafirîne an jî dîsa biafirîne û polîtîkayên wergerê bi xwe.
Ez hê bêtir haydar bûm ji pirsgirêk û siyaseta gihîştinê. Wê demê min fêm kir ku çawa komek wergervan a taybet (di rewşa me de, piranî lêkolînerên kurd ên li Exeterê) digel ku em bi karê wergerê radibûn jî, me xwe wek wergervan nedihesiband. Werger tenê beşek ji karê me yê rojane bû. Ev rewş ez ber bi fikirîna li ser pirsên wek bawermendî, dûrxistin û gihîştin (ku ji bo akademîsyenên kurd bi sînor e) ve bir.
Ev rêwîtî, rêwîtiya bidestxistina baweriyê û têgihiştina kûrahiya wergerê bû. Di heman demê de ev pêvajo bû sedema hînbûn û vejîna min a di warê wergerê de.
Ji bo we çima girîng e ku hûn berhemên nivîskarên kurd wergerînin û bi taybetî dengê jinên kurd derxin pêş?
Edebiyata kurdî xwedî dîrokeke dirêj û dewlemend e. Lê gelo çima ev edebiyata mezin bi awayekî berfireh nayê wergerandin? Çima ev çanda dewlemend di tariyê de dimîne û nayê dîtin? Beşek ji bersiva van pirsan di rewşa zimanê kurdî de veşartî ye ku bi zorê wek 'zimanê kêmaniyan' hatiye binavkirin.
Lê belê, divê em vê rastiyê baş bizanibin ku ev rewşa 'kêmaniyê' ne xwezayî ye, bi darê zorê li ser gelê kurd û zimanê kurdî hatiye ferzkirin - îro nêzî 30-40 milyon kes bi kurdî diaxivin. Ev hejmar ji gelek zimanên Ewropî ku tu carî wek 'zimanê kêmaniyan' nehatine hesibandin zêdetir e. Ev pênasekirina wek 'kêmanî', bi xwe kategoriyeke siyasî, çandî û civakî ye ku divê bi awayekî rexneyî were nirxandin û bingeha wê were pirsiyarkirin.
Werger ronahiyê dide edebiyatê. Ew dibe dengê zimanên cîhanê yên bêdeng. Ji bo min werger ne tenê kar e, ew soza dilekî ye; rêyek e ji bo nîşandana dilsoziya min a ji bo nasandina edebiyata kurdî. Ez dixwazim vê mîrateya edebî ya bêhempa bigihînim guhê cîhanê. Ev xezîne heq dike ku were bihîstin. Û dikare jî were bihîstin. Werger rêbazeke berxwedanê ye; li hember zordariya siyasî ya li ser zimanê kurdî serîhildanek e. Li dijî qedexeyên li ser axa bav û kalan. Werger dikare vê dûrxistina dijwar bişkîne û bibe dengê zimanê me yê qedexekirî.
Ez ne tenê behsa dûrxistina zimanê kurdî ya di qada edebiyata cîhanê de dikim, lê di nav edebiyata kurdî de jî, divê em vê rastiyê qebûl bikin ku kurdî zimanekî pirziravayî ye û mixabin di nav vî zimanî de jî hin cudahî û hiyerarşî hatine avakirin. Wek akademîsyenek, divê ez vê rastiyê bibînim û li ser bisekinim; divê em piştrast bin ku dengê hemû zaravayan tê bihîstin, ne tenê yên serdest. Di xebata xwe ya bi Dr. Yucel re, me dît ku Soranî bûye zaraveya sereke ya ku tê wergerandin. Lê mixabin Goranî û Zazakî di qada wergerê de qet cih nagirin. Bi taybetî Goranî, ku heta sedsala 19'an zimanê hevpar ê edebiyat û çanda kurdî bû. Dema ku hûn zaraveyeke ewqas dîrokî û girîng paşguh dikin, hûn bi vî awayî mîrateya gelek sedselan jî dikin tariyê.
Pirsgirêka hiyerarşiyê ne tenê di warê zaravayan de xwe dide der. Dema ku mirov li dîroknivîsiya edebiyata kurdî û berhevokên wergerên îngilîzî dinêre, tê dîtin ku jin bi awayekî sistematîk û dijwar ji vê qadê hatine dûrxistin. Ji ber vê yekê, ji bo min girîng e ku ez li dijî van hemû astên cudakarî û dûrxistinê têbikoşim.
Gelo hûn dikarin hinekî behsa xebatên xwe yên ji bo derxistina holê ya dengê jinan di helbest û edebiyata kurdî de bikin?
Ez niha li ser vê projeyê dixebitim. Gava mirov li dîrok û wêneya edebiyata kurdî dinêre, wêneyeke bi temamî ji mêra pêk tê derdikeve pêşiya me. Dema ku em li edebiyata klasîk dinêrin, em tenê çend dengên jinan dibînin di nav deryaya dengan de. Ev wêneya ku mêr di navenda wê de ne û mêr serwer in, heta salên 1980yî dom kir, heta wê demê ku hebûna jinên di qada edebiyatê de hate pejirandin. Ji wê demê û vir ve jî, ev wêneya edebiyata kurdî ya ku mêr tê de serwer in, di hemû lêkolîn û xebatên akademîk de, di werger û berhevokên me de hate dubarekirin û xurtkirin.
Bo nimûne, yek ji vegotinên herî berfireh a dîroka edebiyata kurdî (berhemeke heft cildî ku encama xebateke dehan salan e, ji serdema navîn bigire heta 1975'an) zêdeyî 160 madeyan di xwe de dihewîne, lê mixabin tenê du jin di nav vê deryaya navên nivîskaran de cih digirin. Di cildên pêncem, şeşem û heftem de ku behsa sedsala bîstan dikin, sed nivîskar hatine nasandin û şermeke mezin e ku di nav van de navê tu jinekê tune ye.
Lê ya herî xeternak ew e ku ev berhem bûye çavkaniya bingehîn a perwerdehî û lêkolînê di warê edebiyata kurdî de - ev e çavkaniya sereke ya ku li zanîngehan tê dersdayîn. Bi vî awayî, ev berhem wê peyamê dide xwendevanan ku di dîroka edebiyata kurdî de jin tune bûne. Ev nêrîn wisa nîşan dide ku nivîskariya jinên kurd tenê diyardeyeke nû ye, wek ku beriya salên 1980yî qet tu berhemeke hêja ji aliyê jinên kurd ve nehatibe afirandin. Ev jî rastiya dîrokî û hebûna jinên me yên nivîskar ên berê înkar dike.
Lê belê dema ku mirov kûrtir dikole, gava mirov li nav arşîv û weşanên kevn ên kurdî dinêre, dengê jinan xwe dide der. Ev dengên ku hatine veşartin û jibîrkirin, hêdî hêdî xwe didin der. Mînakeke herî balkêş a vê yekê Zeyneb Xan e ku bi navê xwezayî yê 'Kiçe Kurd' ('Keça Kurd') berhemên xwe belav dikirin.
Di sala 2018'an de, dema weşanxaneyekê xwest Gelawêj (kovara edebî ya kurdî ya pêşîn ku di navbera 1939-1949'an de hate weşandin) ji nû ve çap bike, wan biryar da ku derbarê hemû nivîskarên tê de cih girtî de agahiyan kom bikin. Di vê lêgerînê de ew rastî vî navî hatin û yek ji lêkolînerên projeyê derxist holê ku ev kes Zeyneb Xan e (1900-1963), xwişka mezin a Dildar e - ew Dildarê ku yek ji navên herî mezin ê edebiyata kurdî ye û sirûda neteweyî ya kurdî nivîsiye. Tevî ku ew ji malbateke bi edebiyatê re mijûl bû û edebiyat di navenda jiyana wan de bû jî, mixabin destnivîsên wê heta sala 2018'an di tariyê de man. Berhevoka wê ya helbestan ku mirov pê sersam dimîne, gelek mijarên cuda dihewîne, ji welatparêziyê bigire heta perwerdehî û rizgariya jinan.
Ez niha mijûlî wergerandina berhemên “Kiche Kurd” im. Dema mirov li kovarên kurdî yên kevin dinêre, mirov rastî gelek nivîskarên din tê ku bi navên nihênî dinivîsîn, wek ('Xwişka Kurd') - gelek dengên veşartî yên jinan hene ku hê nehatine vedîtin. Di lêkolînên xwe yên arşîvî de, min dît ku gelek jinên nivîskar di destpêka kariyera xwe de bi navên mêran an jî navên bêzayend nivîsandine. Wek nimûne, nivîskar û helbestvana hevdem Samia Shaker berhevoka xwe ya yekem bi navê 'Meşxel' weşand ku tê wateya 'meşale' û navekî bêzayend e. Em tenê bi lêkolînên kûr ên arşîvî dikarin van dengên veşartî yên jinên me derxin ronahiyê.
Wek mînakeke din a balkêş, di edebiyata klasîk a bi zaravayê Goranî de, yek ji wan dengên jinên ku derketine pêş Mestûra Erdalan e. Li pirtûkxaneyeke Berlînê, destnivîseke giranbûha hate vedîtin ku tê de helbestên bi zaravayê Goranî hebûn. Di vê destnivîsê de, ne tenê berhemên Mestûra hebûn, lê herwiha helbesteke helbestvaneke din a bi navê Sultan Xanim (ku bi navê xwezayî yê 'Ezet' dinivîsî) jî hebû. Sultan Xanim xwişka Xusrew Xan Erdalan bû, ew Xusrew Xanê ku him birayê mêrê Mestûra bû, him jî waliyê Mîrektiya Erdalan bû.
Gava em helbestên Mestûra dixwînin, em dibînin ku di nivîsên xwe de bi birazayê xwe re ketiye diyalogê û herwiha li ser mirina wî şîneke dilsoj û bibandor nivîsiye. Bêguman wan bi hev re sohbetên helbestî kirine û bi rêya helbestê bi hev re peyivîne. Herçend me heta niha berhemên bêtir ên Ezet nepeydakirine jî, lê eger helbesteke wê di nav berhevokekê de cih girtibe, ev nîşan dide ku ew dengekî naskirî û xwedîbandor bûye û bêguman divê berhemên wê yên din jî di cihekî de veşartî bin.
Hûn qala fehmkirinên civakê û texmînên li ser nivîskarên jin dikin, nemaze yên ku bi zaravayên wek Behdînanî dinivîsin ku kêmtir hatine wergerandin. Gelo hûn dikarin ji me re behsa wan xebatên xwe bikin ku we ji bo dengê van nivîskarên jin ên ku bi zaravayên kêmtir naskirî dinivîsin bilind bikin? Û bi giştî, çi hêz û dilxwaziyeke we heye ku hûn dixwazin berhemên wan zarava û nivîskarên ku baş nayên naskirin wergerînin û wan bigihînin xwendevanên berfirehtir?
Heta di nivîsên serdema modern de jî, ew nêrîna biçûkdîtinê ya li ser tunebûna dengê jinan berdewam dike. Di sala 2019'an de, min û hevalên xwe yên akademîsyen Clémence û Yaser me dest bi lêkolînekê kir li ser dengê jinên li Iraqa nûjen, û me biryar da ku em dest bi xebatê li herêma Behdînanê bikin, cihê ku gelek devokên Kurmancî lê têne axaftin (di rewşekê de ku Soranî zaraveya serdest e li Kurdistana Iraqê/Başûr).
Rojekê, dema min ji hevalekî xwe yê akademîsyen ê mêr re got ku armanca gera me ya lêkolînê ew e ku em bi nivîskarên jin ên Behdînanî re hevpeyvînan bikin, wî bi awayekî biçûkdîtinê got ku ez wextê xwe belaş diborînim û got ku li wir qet tu nivîskarên jin tune ne. Wan hewl da min teşwîq bikin ku ez herim Silêmaniyê, ya ku bi navê paytexta çandê tê naskirin.
Ev bûyer nîşan dide ku hiyerarşiya di navbera zaravayên kurdî de û perçebûna siyasî ne tenê gotinek e, lê rastiyeke tal e. Di vê rewşê de, jin bi sê cure marjînalîzasyonê re rû bi rû dimînin: yek ji ber ku jin in, ya din ji ber ku kurd in, û ya sêyem jî ji ber ku bi zaraveyeke kêmanî ya kurdî dinivîsin ku girîngî pê nayê dayîn. Ev rewş dibe sedem ku dengê wan hê bêtir were fetisandin û veşartin.
Haydariya têr û tije li ser wan berhemên bêhempa yên ku ji aliyê van nivîskarên jin ve hatine afirandin tune ye. Gelek kes, ji ber wan texmînên çewt ên ku dibêjin li Behdînanê nivîskarên jin tune ne, ji hebûna van dengên hêja bêagah in. Lê belê dema ku em çûn wir, me gelek nivîskar, romannivîs û helbestvanên jêhatî nas kirin ku bi berhemên xwe dewlemendiya edebiyata me zêde dikin.
Di serdana xwe ya dawî ya Kurdistanê de, min şansa naskirina helbestvana hêja Jiyan Refîq Hilmî bi dest xist, jineke ku di dawiya temenê xwe yê heftêyî de ye û bi erebî û kurdî dinivîse. Tevî ku ew bi salan e dinivîse jî, mixabin navê wê di antolojiyên helbesta modern de cih nagire. Berhevoka wê ya helbestên erebî tenê di sala 2021'ê de karî bigihîje xwendevanan. Ez dixwazim vê yekê jî zêde bikim ku xwişka wê ya mezin Dr. Pakîze Refîq Hilmî, pêşengeke mezin bû û yekem bernameya ziman û edebiyata kurdî li Zanîngeha Bexdayê ava kir.
Lê belê, bi awayekî xemgîn, navê Pakîze Refîq Hilmî ji dîroknivîsiya edebiyata kurdî hatiye jêbirin. Herçend wê bîranînên xwe weşandine jî, ji ber ku ev berhem bi awayekî sînordar hatiye belavkirin, gihîştina wê gelekî zehmet e û min tenê karibû kopiyekê ji Jiyanê bi xwe werbigrim.
Paşguhkirin û biçûkdîtina nivîskariya afirîner a jinan ne tenê rewşeke taybet a jinên kurd e, lê mixabin gelek hêzên cuda yên ku bandorê li wan dikin hene û ev yek rewşê hê tevlihevtir dike. Li gel serdestiya mêran, toreke tevlihev a dûrxistinê - bêdewletî, zextên çandî û zimanî, hegemonya zimanên fermî yên dewletan, perçebûna erdnîgarî, siyasî û zimanî ya kurdan, têkiliyên hêzê di navbera zaravayên kurdî de û marjînalîzekirina komên zaravayên biçûk - li rewşa wan a bindest zêde bûye.
Di pêvajoya wergerandina ji zaravayên kurdî bo zimanê îngilîzî de, hûn rastî çi dijwarî û astengiyan tên? Û di vê rêwîtiya wergerê de, kîjan dem û bûyer ji bo we herî bi kêf û watedar bûn?
Astengî û zehmetî gelek in. Ji bo min ya herî dijwar wergerandina helbesta klasîk e, ji ber ku ziman di van helbestan de xwedî gelek qat û hûrgilî ye. Di van helbestan de ewqas referans hene û ev bi zimanê mecazî re dibin sedema çêbûna gelek qatên wateyê, û min dît ku veguhestina van hemû qatan ne mimkun e. Dema ku mirov ji kurdî werdigerîne îngilîzî, mirov nikare hemû qatên wateyê veguherîne; hin ji wan bêguman di rêwîtiya wergerê de winda dibin.
Di helbesta klasîk a kurdî de em rastî gelek referansan tên: ji mîtolojiyê bigire heta edebiyata farisî, ji edebiyata erebî bigire heta mîtên kurdî û îranî. Gelo mirov ê bi van hemû referansan çi bike? Carinan di helbestê de tenê peyvek heye lê ew peyv referansê dide çîrok an mîteke tevahî - gelo divê mirov jêrenot lê zêde bike ku dê rêça xwendinê bisekinîne? Û dema ku mirov jêrenotê lê zêde dike, ew jêrenot beşeke mezin a rûpelê dagir dike.
Dema ku me 'Dengên Jinên Kurdistanê' amade dikir ji bo weşanê, me li ser vê mijarê gelek nîqaş kir - di dawiyê de me biryar da ku em jêrenotan lê zêde nekin da ku bala xwendevanan ji helbestê neçe der û neherikin ser tiştên din. Pirseke girîng li vir derdikeve pêş: Gelo mirov çawa dikare wergerîne da ku kêmtirîn tişt winda bibe? Bêguman hin tişt her dem winda dibin, lê ez hewl didim fêm bikim ka ez çawa dikarim di pêvajoya wergerê de vê windabûnê kêmtir bikim û ruhê helbestê biparêzim.
Wek mînak, dema ku em li helbesteke Mehwî dinêrin ku min û hevala xwe Raha Rafii bi hev re wergerand, di xezelê de rêzek heye ku dibêje 'Eger ez wek Şêx ola Tersayan hilnebijêrim, ez ê çi bikim'. Ev ne tenê rêzek e, lê referanseke kûr e ji bo çîroka navdar a di pirtûka Ferîduddîn Ettar 'Mantiq-ut-Tayr' (Civata Teyran) de, û ji wê jî wêdetir, em vê çîrokê bi gelek versiyonên cuda di nav edebiyat û çanda gelêrî ya kurdî de dibînin.
Çîrok behsa Şêx Sen'an dike ku zanayekî Sofî û rêberekî olî yê navdar bû û dilê xwe da keçeke filesof. Keçê şertek danî pêşiya wî: Tenê heke ew dev ji Îslamê berde, ew ê pê re be. Şêx jî ji bo evîna xwe dev ji ola xwe berda. Li vir helbestvan Mehwî digihîje ramaneke kûr... eger mirov di rêya evînê de her tiştê xwe nede, eger mirov xwe winda neke, wê çi bike?
Lê pirsa sereke ev e: Em ê vê çawa wergerînin? Ev referans ji bo helbestê gelekî girîng e ji ber ku bi tevahiya rêzên din re û bi tema sereke ya helbestê re têkildar e - ew jî pêwîstiya windakirina xwe di rêya evînê de ye, hewcedariya windabûnê ji bo şopandina evînê... Ji ber vê yekê, piştî gelek fikir û nîqaşan, me biryar da ku em wisa wergerînin: 'Eger ez rêya rêşaşiyê ya Şêx Sen'an ji bo evînê hilnebijêrim, ez ê çi bikim?' Me îfadeya 'rêya rêşaşiyê ji bo evînê' lê zêde kir da ku konteksta çîrokê bê fêmkirin, û me hêvî kir ku xwendevanên meraqdar ê bikaribin li versiyonên vê çîroka dewlemend bigerin û wan bibînin.
Di helbesta klasîk de zehmetiyeke din heye ku ew jî taybetmendiya pirzimanî ya helbestê ye. Helbestvanên klasîk bi rehetî bi erebî, tirkî, farisî û kurdî dinivîsîn. Ev ne tiştekî awarte bû, lê pratîkeke asayî û berbelav bû. Ji ber vê yekê, heta dema ku helbestvan bi kurdî jî dinivîsîn, hûn rastî gelek peyvên erebî û farisî tên. Ev ne ji ber kêmasiya peyvên kurdî bû; berevajî, ev bi awayekî nûjen, afiranderî û dilşad dihat kirin. Lê ev yek di wergerê de dibe pirsgirêk... Gelo em ê çawa bikaribin vê dilşadî û afiranderiya di bikaranîna zimanan de di wergera xwe de biparêzin? Mixabin ev referansên pirzimanî di wergerê de bi awayekî xwe winda dikin.
Lê bila em behsa kêf û xweşiyên wergerê jî bikin! Kêfa herî mezin dema ku berhemek digihîje civakê çêdibe. Dema ku wergerek digihîje xwendevanan, bala wan dikişîne û ew ji bo xwendina wê heyecan û kêfxweşiyê nîşan didin! Ha kêfa rastîn ev e! Piştî ku me 'Dengên Jinên Kurdistanê' weşand, gelek kesan bi me re têkilî danîn û xwestin derbarê hin helbestvanên taybet ên di pirtûkê de agahiyên bêtir bistînin. Ez bi dilekî şa dibînim ku vê wergerê bû sedema afirandina meraq û eleqeyeke nû ji bo lêkolîn û xebatên bêtir li ser van dengên ku berê di tariyê de mabûn. Ev jî nîşan dide ku werger dikare bibe pireke di navbera deng û bêdengiyê de.
Dixwazim zêdetir hîn bibim derbarê projeya we ya Arşîvkirina Dîjîtal a Kurdî de. Gelo hûn dikarin ji kerema xwe behsa vê projeyê, armancên wê û girîngiya wê ya ji bo parastina mîrateya me ya çandî bikin?
Arşîva Dîjîtal a Kurdî, beşeke girîng a Projeya Arşîvên Dîjîtal ên Rojhilata Navîn (DAME) e ku li Zanîngeha Exeter'ê tê meşandin. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku arşîveke dîjîtal a gihîştbar ji bo hemû kesan were avakirin, ku tê de materyalên dîrokî, çandî û siyasî yên Kurdistanê werin parastin û belavkirin. Girîngiya vê projeyê ji wê yekê tê ku ev materyal hem kêm in û hem jî gihîştina wan ji ber sedemên curbecur ên wek dûrahiya erdnîgarî û astengiyên siyasî gelekî zehmet e.
Divê were zanîn ku li ser mîrateya kurdî gelek metirsî hene: koçberiya bi darê zorê, şer û pevçûnên berdewam, qedexekirina zimanê kurdî û înkarkirina hebûna gelê kurd. Van hemû faktoran xetereyeke mezin li ser hebûn û mayîna mîrateya me ya dîrokî û çandî çêkiriye. Di vî warî de, arşîvên li Kurdistanê roleke girîng dilîzin ji ber ku ew dibin sedema derketina holê ya gelek çavkanî, belge û materyalên ku demeke dirêj di bin tozê de mane û hatine jibîrkirin.
Gihîştina van çavkaniyên hêja ji bo lêkolînerên li seranserê cîhanê, dê bibe sedema guherîneke mezin di têgihiştina derheqê Kurdistan, dîrok û çanda kurdî de. Ev xuyabûna çavkaniyan dê rê li ber perspektîfên nû yên li ser Kurdistanê veke û bibe bingeha xebat û lêkolînên akademîk ên nûjen. Ev nêzîkatî dê berfirehtir be ji ber ku êdî zanîna kurdî bi xwe dibe çavkanî û belge û zanîna kurdî di navenda lêkolînan de cih digire. Bêguman ev yek dê ji bo qada xebatên kurdî bibe veguhertineke dîrokî.
Min şeş hefteyan li Kurdistana Iraqê derbas kir û min lêkolîn li ser arşîvên kurdî yên taybet û giştî kir. Li gor texmîneke berbelav, mîrateya kurdî winda bûye, ku ev yek mixabin ji hin aliyan ve rast e, lê tiştê ku min di vê gera xwe ya lêkolînê de vedît ew bû ku beşeke girîng a vê mîrateyê hê jî hatiye parastin. Divê em vê yekê hem pîroz bikin û hem jî derxin ber ronahiya rojê. Vekolîna van çavkaniyan dê têgihiştina me ya li ser dîrok û rewşa heyî biguherîne û dîjîtalkirina arşîvên me yên di bin xetereyê de êdî bûye pêwîstiyeke jênager. Bi vî awayî em ê hem pirrengiya çandî ya herêmê biparêzin û hem jî rê li ber lêkolînên nû vekin.
Gelo di nav karê we yê wergerê yê niha de helbestvanekî/e ku berhemên wê/wî we zêdetir heyecanê dike heye? Em ê gelekî kêfxweş bibin eger hûn bikaribin ji wergerên xwe yên van helbestan çend rêzan ji me re bixwînin.
Di kovara Circumference'ê de çend wergerên berhemên wê hatine weşandin. Bi taybetî ev beytên ji 'Xezela Bênav' dilê min gelekî şa dikin: "Li ber lingên yarê bûm toz û xubar, lê dîsa jî min red kir / Ger barê kederê yê giran daneynim ser milên xwe, ma ez ê çawa bijîm? / Ew bajarê evînê yê ku rojekê bi coş û xuroş bû, îro bêdeng û melûl e / Ger ez bi qelema xwe ya şoreşger li gor fermana dîntiyê raneperim, ma ez ê çi bikim?"
*Dr. Farangis Ghaderî, lêkolînereke zanistî ye li Enstîtuya Xebatên Erebî û Îslamî ya Zanîngeha Exeter'ê. Ew niha lêkolînera sereke ya beşa kurdî ya Arşîvên Dîjîtal ên Rojhilata Navîn (DAME) e li Zanîngeha Exeter'ê. Ew hevweşangera pirtûka 'Dengên Jinên Kurdistanê' (2021) ye û nivîskara çendîn gotarên akademîk ên li ser helbesta kurdî û dîroka edebiyata kurdî ye ku di kovarên hakem de hatine weşandin.
*Holly Mason Badra, xwediya dereceya MFA (Mamostatiya Hunerên Azad) di warê helbestê de ye ji Zanîngeha George Mason, ku niha li wê derê alîkara rêveberiya bernameya Xebatên Jin û Zayendê ye. Helbestên wê, gotarên wê yên lêkolînî, nirxandin û hevpeyvînên wê di kovarên wek The Rumpus, The Adroit Journal, Rabbit Catastrophe Review, The Northern Virginia Review, Foothill Poetry Journal, UA Poetry Center Blog, CALYX, So to Speak û gelek cihên din de hatine weşandin. Wek helbestvaneke kurd-amerîkî, di panelên OutWrite, RAWIFest û çalakiyên 'Al-Mutanabbi Street Starts Here' yên li DC'yê de cih girtiye. Holly niha di nav ekîba Poetry Daily de kar dike û bi hevjîna xwe û kûçika xwe re li Bakurê Vîrjînyayê dijî.
Nîşe: Ev hevpeyvîn cara yekem bi zimanê îngilîzî li ser malpera Asymptote Journal hatiye weşandin.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →