Mem Med, li Bazîdê hatiye dinê û aniha li Stenbolê dijî, parêzer e. Heya niha pênc pîrtûkên wî derçûne. Ya yekem Esmera ye, helbest e û bi tirkî ye. Paşê tenê bi kurdî nivîsiye. Pirtûka duyem jî helbest e, Berdin Bila Tarî be, ya sêyan jî dîsa helbest e navê wê Janistan e. Pirtûka çaran çîrok e navê wê Kenê Miriyan û Gunehê Guran e. Pirtûka pêncan jî çîrok e û navê wê jî Kevirê Selîm e. Du pirtûkên wî ji bo çapê amade ne, yek helbest e navê wê dibe ku were guherîn ji wê nav lêv nekir ya din jî çîrok e û navê wê Mesnewiya Reş e.
Firat Aydinkaya: Wekî em zanin tu nivîskarekî berhemdar î û zûde li ser edebiyata me xebat dikî. Ya rastî terza çîrokên te û lêgerîna te ya li ser nivîskarîyê ez bi meraq teqîp dikim. Di pirtûka te ya çîrokan ya li ber çapê de min dît ku derdekî te heye, tu naxwazî xwe dubare bikî, loma tu li formên nû digerî. Ya ez dizanim çîroknûsên me pirê caran mihafazakar tevdigerin. Tu vê lêgerînê çawa dinirxînî? Çima bingeha formên çîroka me têra te nake?
Mem Med: Spas ji bo şopandin û gotinên te yên teşfîqbexş. Bi rastî nizanim çiqasî pêk tînim lê ya rast ew e ku ez li pey formên nû me û qet nebe naxwazim xwe dubare bikim. Ji bo min du sebebên vê yên sereke ev in; yek, wek nivîskar ji bo min tehma nivîsê ew e ku di encamê de hem di hêla teknîk û şêwaz hem jî di hêla naverokê de tiştek nû derkeve holê. Hunermend, nivîskar nikare xwe bixapîne heger bi heman formê tişt dubare kir ew xwe xapandine û em bêjin mirina hilberînê ye jî. Çawa lazim e tu neşibe yekî din divê berhemên te jî qet nebe bi tiştek nû li xwe zêdekirinê ku neşibin yên beriya xwe. Ya duyem jî ev e hîn bi ehlaqî ye. Çawa tu berhemekî dinivîsî, diafirînî dema te dadigire ji bo xwendekar jî wisa ye ew jî di nava hezaran berheman de wext dide berhema te, dibe ku neecibîne jî lê divê nebêje heman tişt e. Meseleya mihafazakariyê tim vê tîne bîra min, çawa zagonên dewletan mihefazakar in ji berku her xulekan de zagon nayên guherîn gava çê dibe rojek şûnde li pey heyatê dimînin. Ji bo hiqûq jî weke zagonan mihafezekar nebe şîrove û nirxandinên din jî divê. Heger hiqûqnas (dadger, dozger, parêzer, akademî hwd) ne hişyar bin û guherîna heyatê û hewcedariyên wê van zagonan nenirxînin hertim heman zagon yê bîst sal berê jî bîst sal paşê jî heman hikmê bide û yê gelek dûrê demê bikeve. Forma nivîskar û hunermd a serî de jî divê wek zagon neyên qebûl kirin bi aliyê nivîskar û hunermendan va. Çawa hin kes hişke hişk tetbîqa zagonan diparêzên ez wan çîroknûsên mihafezakar jî dişibînim wan.
Vê dawîyê pêşketina teknolojîyê bûye bela serê çîroknûsiyê. Short vidyoyên YouTubê, fragmanên tîktokê, bandora medyaya civakî bivê nevê tesîrek li çîroknûsiyê dike. Tu pêşeroja çîrokê çawa dibîne? Dibe ku em hatibin dawîya çîrokan? Tu rewşa çîroknûsîya me ya aniha çawa dinirxînî?
Bi rastî ji bo îfadekirina asta wê teknolojiyê ya ku em tê de ne peyveke karibe alîkariya merivan bike “serûbin” e. Hertişt serûbin kiri ye. Herçiqas pêşketina teknolojiyê yê hebe hewcedariya çîrokê/qalê jî yê tim hebe. Heta em bêjin zêdetir dibe ku pêşiya teknolojiyê were girtin çawa kevirek gerstêrkê bikeve hertiş bela wela be heyat were qerimandin milyon salan paşê jiyan nû bibe yê tiştek ji teknolojiyê nemîne lê yê qalkirin dîsa jî hebe. Taleba teknolojiyê/an bi xwe jî çîrok e/in. Hewcedariya çîrokê yê tim hebe çawa we gotî gelo çîroknûsiya klasik yê bidome an bi formên din wek bi rêya short vîdyoyan, fragmanan bidome. Nizanim lê mimkûn e ku çîroka klasik ya li ser metnê bi platformên teknolojîk re rêyek din bibîne. Çawa bi avakirina sînemayê re gelek çîrok wek neyê hiş popîler bûn. Helbet têgeha sînemayê dewr û zemîna wê cudaye lê li gor asta înternetê îlhambexşiya wê jî heye.
Mirov îro di nava îmkanên belkî sî û çil sal berê neye tehayûlê de dijîn. Îro ferqa di navbera gund û bajar de weha winda bû. Dûrbûna mekanan ji bo Stenbolê û gundekî Kurdistanê heman e. Yekî li Parîsê dijî û gundiyekî ciyekî çiyayî bi rêya înternetê bi heman wext û derfetan dikarin xwe bigihînin zanînê. Berê me digot ziman problem e lê bi îmkanên wek translateê, grokê, chapgbt, genimi hwd ew jî ji holê radibe. Lê mesele ew e ku mirov vêya çawa bi kar bînin kî vêya talep dikin. Tiştekî balkêş e internet meqesa zanebûn nezanbûna mirovan teng nake heta zêde zêde vedike. Yên berê pirtûk dixwendin meraqdarbûn bi derfetên netê miazzam pêşde diçin lê yên berê diçûn qehweyan de okey, kaxit dilîstin aniha dîsa li ser nete wê kartînin hem jî li malê dernakevin. Ji bo pirî merivan ew gotina miazam ya Hayalî “ol mahiler ki deryayê bilmezler (masî ku haya wan ji behre nîn e) îro ji bo mirovên derfetin netê baş karnînin bînî bîr yê tam biedile. Ew kesên hişyar û derfeta înternetê zûtir ji berheman dihesin û didin dû wan û hêjî ewin yên hêvî bidin me. Kurtasî bêjim çîrok esas e yê bi xwe re rêyek bibîne heger short vîdyoyên YouTubeê têra merivan bike û baştir biafirînin wê çaxê problem nîn e. Tenê hêviya min ew e kêm be jî yên tiştên xweştir talep dikin yê tim hebin. Mirov ji bo wan biafirîne ew jî mafê xwe qurre bikî dide merivan. Qurrebûneke bi tevazû.
Kundera gava li ser romanê diaxive, dibêje roman ji mizahê derketîye. Ya rastî gava çîrokên te dixwînim tespîta Kundera dikeve bîra min. Mirov dikare bêje ruhên çîrokên te pirê caran ji mizahê derketîye. Dixwazim li ser vê mijarê çend pirsan bipirsim: rola çîrokan di edebiyata bindest de çi ye? Mizah dikare bibe amûreke micadeleya azadiyê?
Ji min be jî ev tespîteke wek derketina royê di cî de ye. Ji bo vêya bîranîna Donkîşota Cervantes bes e. Em dizanin di beriya wî romansên şovalyeyan, temayên asîlzadeyan di rewacê de bûn. Çima Donkîşot romana yekem tê qebûlkirin? Ji çend sedemên sereke yek qehreman êdî ne şovalye bû êdî yekî ji rêzê bû. Yeke din ziman ne zimanê esîlzadeyan bû zimanek ji rêzê bû. Em dizanin ku ji bo mîzah pêk werê divê berê ziman ji rêzê be (banal) ya din jî heger yekî serdest be xwedî rewac be divê ew bi qalkirina kêmasiyên wî derkeve pêş. Jixwe Cervantes jî ev bi kar anibû.
Nirxandina cenabê te di cî de ye. Heta ez bêjim bêhtir ez bi çavekî mîzahî li dinê dinêrim. Di heyatê de jî tiştên mîzahî bêhtir bala min dikşînin. Herî zêde jî di rewşên trajîk de jî komîk bala min dikişîne. Min, li hin derên din jî gotiye dema em zarokbûn gava qala Serhildana Agiriyê, Kirbelabûnê (qedexekirina ji mirovan ya Çiyayê Agirî di piştî şikandina serhildanê) dihate kirin herî zêde çîrokên trajîkomîk bala mirovan dikişand û tabî bala min jî. Mirovan herî zêde dixwest mijar bê li ser çîroka pêkeniyane. Ji ber ku bîra komedîyê xurt e, herî zêde qewmandinên komîk ji bîra merivan nediçû, ya din jî bi dubare qalkirina tiştên komik dikeniyan û bi wê terapî dibûn. Ji ber ku di wan deman de qala dehan bûyerên jan dabûn wana hatibûn kirin. Nikaribûn biçûna nexweşxaneyên serdestan qala travmayên xwe bikirana ne derfet ne jî ew têgeh hebûn. Bi rêya mîzahê birînên xwe dikewandin.
Di helbestê de wezn çiye di pexşanê de jî mîzah ew e. Nahêle mijar ji bîr biçe hafizayê zindî digire û zû tîne bîr. Em dizanin ku bi tehma weznê ew şiîr nayên jibîr kirin tehma mîzahê jî nahêle ji bîr biçe. Ez bêjim ji bo tekoşînê ji bo mihafezaya bîrê mîzah jî kêrhatî ye. Bi mîzahê re mirov nakokî û janên xwe re serî derdikevin. Freud belasebeb ne goti ye; mîzah, sîboba ewlehiyê ya mirovan e. Mîzah di her qada heyatê de ye çawa Arthur Koestler gotiye mealen bêjim, “hem di demên rehet û xwe derbazbûyî de pêk tê hem jî di bin zextî û tehdiyan de wek daxwaza domandina jiyanê jî nişkave pêk tê”.
Çîrok (edebiyat) bi serê xwe ji bo têgihîştina hişmendiya netewê xwedî rol e. Herî dawî vêya bêjim mîzah ji ber îmakirinê ji aliyê serdestan ve nayê zevtkirin, bi qedexe kirinê re hîn belav dibe. Ji ber wê jê ditirsin. Pirtûkeke polîtîkayê agahiyan dide, dikare bê qedexe kirin, bê tepisandin lê neqil kirina mîzahê hêsan e, ji wê re tenê îmayek bes e. Helbest ji bo were belav kirin weznê bi kar tîne, ji bo wê jî îma têr nake divê hebest bê xwendin ku mûzika wê te mest bike bi wê rêyê digihije armanca xwe. Gava neyê xwendin îma ji bo wê ne bes e. Lê mîzah tu bêjî filan gotina Mûsa Anter, bêvan çîroka Nesîn, heta bêjî Mûsa Enter’erane, Azîz Nesîn’iyane bes e ji bo ken pêk were, ji bo mesele bê fêmkirin ne lazim e serî heta binî ew bê xwendin. Ya din jî mîzah zora serdestan biçe jî bi awayekî ecêb sempatiyekê jî çêdike li hemberî afirînerê mîzahê. Mînak li Tirkiyê her mihele ji çîrokên Azîz Nesîn dikenin wî mînak nîşan didin. Ew jî xuya dike ku Mîzah di nava gel de bexşînîyekî jî dide afirînerê mîzahê. Ev jî serdestan ditirsîne.
Fredric Jamesonî tiştek wer gotiye, “berhemên hunerê çareseriyên sîmgeyî ne, ji bo pirsgirêkên civakî û çandî yên hatine tepisandin, yên dijhişmendî bûyî”.
Dîsa Anderson gotiye (mealen), edîp bi berhemên xwe cemaetên xeyalî ava dikin, di wan de fikren mîlî, “miletên netewî” ava dikin. Em ji bo derfetên edebiyat û edîbên Kurdan binirên wek Xaniyê nemir jî gotiye hê jî bazar kesat e. Ji ber bazar kesatbûnê gelo nivîskar dikare çiqasî xwe bigihîne gel û xeyalên cemaetî ava bikin an jî firehtir bikin ew bi şik e. Em bêjin berhemên me yên kanonik wek Mem û Zînê ne dema xwe de be jî paşê ev pêk anîne. Heger em vegerin afirandinên aniha, qet nebe jî yên xemxurê vî miletî ne, dixwînin hevûdu pêş ve bibin roleka wê wisa heye. Em ji bo rola mîzahê dikarin vêya bêjin, te li jorê jî qal kiribû ku li ser platformên înternetê Vîdyoyên Short henin, gava meriv bala xwe bidê bêhtir ji mîzahê pêk tên. Fenomenan jî ev tespît kirine ku heger komîk be tên temaşekirin. Carinan bala xwe didimê gelekî wan di pirtûkan de bi awayek edebî jî hatine qalkirin lê li vir (Short Vîdyo) bi asteke daketî tên neqilkirin. Di vir de mesele mîzaha li ser metnê an jî yê ji bo metnê diafirîne û çawa bê li ser ekranan/caman. An jî çawa li hev bên. Wek tragedya û komedya hevhatina wan ya şanoyê, wek roman û çîrokên bûn senaryo an jî adapteyên sînemayê. Dibe ku gelek kes bi rêya netê hêsantir bi van bihesin ev sûdek e, lê heger bi awayekî bi rêya netê rêyeke firehtir dest bixe ew baş e. Dibe ku dixwazim bi vê îhtîmalê bijîm.
Kurtesî jixwe di halê hazir de di nava gel de mîzah wek amûreke tenduristiyê ji bo rehabîliteyê tê bikaranîn. Bi rêya mîzahê gelek mesele hatine roja me. Hemî meseleyên divê em jê ders bigirin bi rêya mîzahê hatine neqilkirin çi gotinên teqilane (nuktadane), çi qewlik, çi tirane, çi metelok.
Ji kitêba Umberto Eco, “Navê Gulê” jî em dizanin ken-politik e, ken hildiweşîne, heta ken ditirsîne. Dizanim tu van rojan serê xwe bi komedîyê re diêşînî. Komediya bindestan çawa dikeve nava edebiyata bindestan? Di tarîxa edebiyata me de hukmê mizahê heye?
Baxtîn jî dibêje, mîzah polîtîk e. Li gor nihêrandina Baxtîn ya karnavalî mîzah zimanekî hem di xwe de felsefeyekê dihewîne û hem jî gerdûnî ye. Dîsa mealen ew dibêje “mîzah ne tenê li gor wan îdeolojiyên fermî bi rêya cidîbûnê ji tirsê, xofê û qedexebûnê pêk tê, beravajî vê ew mîzah, ken di heqê tirse de tê. Ji ber ku ken, hîqîn, mîzah şîdet û sînoran nas nake.” Heger ez li vê zêde bikim dikarim bêjim herî zêde polîtîkbûn li ken tê, ken jî polîtîkaya biqalîte tê. Du polîtîkayên komîk henin: yek ji bo gel bixapîne bi kar tîne wek soytariya tê xuya yek jî bi mîzahê hem mafdariyê tîne bîr bi vê hem moral dide alîgirên xwe yanê maxdûran hem jî qet nebe bi rêya gotina bibandor hêzê dide polîtîkaya mexdûran. Mînakên yekem ji bo wan ne lazim e navan lêv bikim mînaka ya duyem axaftinên Sırrı Süreya Önder yê meclîsê bûn. Ji ber ku di nava sedan mebûsan de em bêjin hemen hemen tenê gotinên wî yên mîzahî, îronîk zêde zêde li ser medyaya civakî belav bûne.
Arthur Koestler dibêje, “Zana; di aliyekî wî de soytarî aliyek wî de jî hunermed heye. Ya girîng ew e ku tu nebî soytarî bibî hunermend. Heger tu ji bo hinekan bidî kenandin short vîdyoyan çêkî (yên tenê motîvasyona wan ev e), tu ji bo xwedî rewac kêfxweş bin li meclisa wan de bî tu dibî soytarî. Tu ne li ser şahan, xwedî erkan mîzahê bikî tu hê jî şamaroğlaniyan bixî û serdestan, xwedî hukman bidî kenandin tu dibî soytarî.
Komediya bindestan çawa dikeve nav micadeleya bindestan? Ez şaş nebim Bergson digot, yên bindest ji bindestan dikenin. Heta ji bo Îrlandiyan neqil dikir digot, “Îrlandî ji piçûkxistina Îrlandiyan dikenin”. Ev du alî ye hem li gor nirxên serdestan li hev dinêrin yên herî neşibin serdestan kêm tên dîtin li wan dikenin. Hem jî ji bo rehabîlîte bibin dikenin. Di nav me de jî mekanên Kurd rastî Tirkan hatibe tim çîrokên kenî çêbûne. Tenê Kurd têra xwe tirkî nizane hin tişt mişt gotine û Kurd pê dikenin. Halbûkî lazim e li vir li Kurdekî nekenin, kirêtiya, faşîzma sîstemê şermezar bikin. Çima nakin ji berku krîterên qurebûnê serdest diyar dike. Kesê yê pê were kenîn Kurd e, zimanê bibe sebebê kenê kurdî ye an jî şîveya Kurdan e. Hêzê re eleqedar e hertişt. Şiveya devê Kurdekî de dibe sebebê lêdanê, karnedîtinê, neseksîbûnê lê devê Sırrı Süreyya Önder de dibe sebebê sempatiyê. Çima? Ji ber ku Önder şexsekî popîler e. Çawa min li jor got bindest bi hevûdu dikenin lê bi rêya mîzahê jî ber xwe dide, gotinên wan mayinde dibe. Nivîs û xweparastinên Apê Mûsa her tim bi çi awayî bûne were bîrê, têra xwe baş e. Di metelok û çîrokên qerfî de yên jar tenê bi rêya mîzahê serdest têk birine gihîştine hedefa xwe, nêta wana di dil de hasil bûye. Mînak keçelok, kurê pîrê. Mîrza Mihemed jî li dijî serdestan têdikoşe lê ew xwedî hêz e, qet nebe ji malbateke bi hêz tê, birê heft bira ne, çeleng e hwd. Di tarîxa edebiyata me de mîzah tim hebûye ji bo çîrokên serkeftinê hatiye bikaranîn qet nebe gelek çîrokên ji rêzê bi rêya ken, hîqînê bi awayeke biqalîte rehabîlîte bûne. Mînak çîroka Ele newêrekê.
Di çîrokên te de ne tenê ken, erotîzm jî hinek li pêş e. Helbet erotizm jî polîtîk e, çînewer e. Ya rastî di edebiyatên gelên bindest de pirê caran estetika erotîzmê weke tabû tê dîtin. Loma dixwazim rasterast bipirsim, tu estetîka erotizmê dikarî bi şoreşê ve girêdî? Û çawa?
Di serî de ez vê bêjim erotîzma hestî û arezûyan bêhtir li romanê tê. Çirokê de bêhtir dikare bibe mijareke mîzahî. Tabî ev romanê de jî mimkûn e. Di çîrokên min de tî’yên erotîzmê yanî mizaha wê heye. Mînak di çîroka fotograf de pê bawer dikin ku ew fotografên wan yên bi aliyê tûrîstekî va hatiye kişandin yê bi hîleyê wan bilîzin û wan bikin fîlm û yê di kafeyên fîlmên erotîk bidin lîstin, yê di wir de ji aliyê hemî bajariyan va werin dîtin û rezîl bibin. Yanê çîrokên min qet hîtabî arezûya seksûel nake yanê ji pornografiyê dûr e.
Me li jor jî qala karnavala Baxtîn kiribû jixwe, ew karnavalî aliyek de gelek mijarên tabû û kirinên wan tabûyan rûdixîne û xwe wisa pêk tîne. Di Tvyeke Kurdan de skeçek hebû mêrik dihat li mala xwe hukmî jina xwe dikir û jinikê melaen weha digot, “mêro ne gava dinê te di qadê de digot maf, hiqûq edalet, azadiya jinê hwd. lê aniha çi bi te hat”. Mêrik jî dibersivîne “ez dîsa wê dibêjim tenê beriya bikevim malê min li pişt deriyê malê hişt, kengê ji malê derkevim ezê dîsa wan ragirim”. Erotîzm divê wek rastiyek jiyanê bê qebûlkirin, karanîna wê ne maxdûriyeke pornografik, bi aliyê hêmayan, bi mîzahê were kirin yê alîkar be û enerjiya li wir tê bikeve tev afirandinê. Lê na heger wek awayek tolhildanê mînak di berhemê de mêrê bindest jina serbazekî re razê were bikaranîn tu him enerjiya xwe bela sebep bi kar tînî, rehetbûneke kêrî bindestan nayê tê bikaranîn hem jî yeke bindest (jina serbazî şkencekar) dikî qurbanî. Ji xwe ew jin jî di aliyek de mexdûr e. Her kar ne hêsanî bi afirînî û estetîkî bê bikaranîn yê avê bikişine dozê, mizah û erotîzma estetîk jî wisa ye. Tu tişt bi serê xwe nikare te bigihîne ciyek, tenê dikare cila xwe ji avê derxe. Ew jî gelek tişt e.
Heta aniha naverok, atmosfer û estetîka çîrokên me zêdetir taşra bû, gundîtiyê ji xwe re dikirin mijar. Aniha dibînim ku zemîna çîrokên me diguhere û çîrokên me dibin bajarî. Tu vê guhertinê çawa dibînî? Ger bajar bibe bingeha çîroka me wê estetikek çawa derê pêşberî me?
Çawa Marx gotiye, terza hilberîna we qereqterê jiyana we di her hêlê jî sînordar dike an jî kifş dike û huner û edebiyat jî ji vê nesîbê xwe digre. Ji ber ku heya demek nêz civata me pirî di gundan de dijiyan. Ya dinê jî di nava bajaran de di nava perwerdeya sekûler de mekanên kurdî û kurdînûs ji holê hatibûn rakirin. Medrese jî zûde ye li navendê ne hatibûn hebandin ji wê êdî li gundên dûrî bajaran ji xwe re heyat didîtin. Êdî xemxur û nivîskarên kurd li wir yanê ji derdoreke gund derdiketin. Her çiqas paşê zarokên şêxan û derdora wan herin bajaran, zanîngehên Tirkîyeyê yên dûrî Kurdistanê jî heyata wan a serî de li gund bihurîbû. Li bajaran jî tenê bûn, tu dezgehê kurdî tunebûn, neçarî muracaatî gund dikirin. Di aliyek de jî civatek hatibe bajar jî heya çend nifşan nikarin bibin bajarî. Divê di nava heman malê de qet nebe sê û çar nifş qala çîrokên, kirinên bajarî bikin ku li aliyê kesê wê malûmatê yê nivîskar karibe wan binivîse. Edebiyata bajarî tenê bi fikrên modern nayê nivîsên, meriv bi fikrên modern nabe modern jî. Şertê modernbûnê temasa demek dirêj ya amûrên bajarî û têkiliyên bajarî ne. Em hê jî nebûne bajarî, bala we lê be di nav çîrokên me de aniha qeyranên di navbera gundîbûn û bajarîbûnê de hêye, ev jî vê nîşan dide ku piyekî me miheqeq di nava “ham çarik kil çorapta” (çarixa xam û gora rîs) yê ye. Ji bo edebiyatê ev dewreke xweş e. Berhemên dinê yên herî baş di nava nakokî, nestirandinên cihê cihê, olî û sekûlerî, gundî û bajarî, rojhilatî û rojavayî, edetparêzî û ji rê derketinê (mîzah, erotizm hwd) pêk tên. Divê em jî ji vê keysê belasebep nebuhurînin. Ji ber ku ya derfet dide ku çîrok estetîktir bin ev nakokî ne. Ez hê jî îhtîmala têra xwe çîrokek bajarî nabînim ji ber ku em Kurd dûrî wê astê ne. Lê ji bo çîrokên baştir jî tam bajarîbûnê bêhtir êşa derbazbûna bajarîbûn û ji derketin an jî jê derneketina gundîtiyê de pêk tên. Ji bo çîroka kurdî demeke miazam e em di tê da ne. Tabî heger bazar ne kesat be.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →