
Werger: Ramazan Kaya
"Nivîskarî zeviyeke bi mayînên bêbextiyê tijî ye. Min ji diya xwe re bêbextî kir, ne bi tenê bi nivîskar bûna xwe, ne bi helbestvan bûnê, lê herwiha bi nivîsandina bi zimanê îngilîzî, zimanekî ku dayika min jê fêhm nedikir. Ji wê jî wêdetir, min nivîsên siyasî dinivîsandin ku vê yekê jiyana min a li ber baskên dayika min li Somaliyê bêderfet dikir. Ji ber vê yekê min digot divê ez pirtûkan binivîsim ku bibin wek peykera bîranînê ji bo diya min. Dayê, dilê min bi êş e ji ber ku min bi zimanê te nenivîsî, bi hesret im ji ber ku min li axa te nejiya, û poşman im ji ber ku çavên te yên li riya min bûn hatin girtin bêyî ku careke din li min binêrin. Ez hêvîdar im ku berhemên min dê hewqas hêja bin ku bibin kilama şînê ya li ser kêlika te." (Nuruddin Farah)…
Nuruddin Farah, romannivîsê Somalî yê bi nav û deng, bi nivîsên xwe yên siyasî tê zanîn ku bûn sedema sirgûnkirina wî di ciwaniya wî de, piştî ku li dijî rejîma leşkerî ya Siad Barre sekînî. Xebatên wî bi sê sêzemanan bi baldarî li dîroka Somaliyê dinêrin û di van sêzemanan de beşên têkilhev ên jiyana Somaliyê dinirxîne: dîktatorî, malbat, kevneşopî û dîn. Farah, ku di destpêka kariyera xwe de di nav Rêza Nivîskarên Afrîkayê ya navdar a Heinemann de derket pêş, wek rêberê Nivîskarên Afrîkayê yên Nifşê Duyem tê pejirandin.
Lebohang Mojapelo: Di van demên dawî de ez beşdarî çalakiyeke pîrozkirina pêncî saliya romana we ya "Ji Parsûyeke Xwar" bûm li Pirtûkxaneya Cheche ya li Naîrobî. Ez serketina we pîroz dikim. We gotibû ku dema we ev roman dinivîsand, hûn wek xwendekarekî li Hindistanê dijiyan. Gelo ji ber vê romanê hûn ketin nav tengasiyan bi hikûmeta Somaliyê re?
Nuruddin Farah: Romana min a duyem a bi navê 'Derziya Tazî' ez xistim nav tengasiyan, lê 'Şîrê Şîrîn û Tehl' ez avêtim nav agir. Gotin ku eger ez vegerim Somaliyê, ez ê bêm kuştin. Ji ber vê yekê min biryar da ku venegerim. Ev di sala 1976an de bû û ez heta sala 1996an jî neçûm welatê xwe. Min berê xwe da cîhanê û min ew kir gundê xwe yê biçûk. Min bawer dikir ku dûrbûna min dê bibe alîkar ku ez baştir li ser Somaliyê binivîsim.
Lebohang Mojapelo: Çawa?
Nuruddin Farah: Dema ku tiştek li ber çavên te diqewime, hestên te rê nadin ku tu rewşê baş fêm bikî. Hestên te xav û negihaştî ne. Eger tu li Mogadîşûyê bijî û hevalên te yên herî nêzîk bikevin zindanê, tu dest bi tirsînê ji bo xwe dikî. Heke tu ji bo xwe netirsi jî, tu ji bo dayik û bavê xwe, hevjînê xwe ditirsi û bi vî awayî her tişt dibe meseleya dil û hestan. Tevî cudahiya di navbera welatê ku tu tê de yî û Somaliyê de, tu nikarî wek yekî ku li cihekî bêtirs ji xew şiyar dibe, bi awayekî zelal bifikrî.
Lebohang Mojapelo: Hûn qala wê yekê dikin ku dûrahîya di navbera we û Somaliyê de alîkarî daye dîtina we ya zelal. Lê ev di sala 1976an de bû. Ma paşê we hîs kir ku têkiliya we bi welatê we re qut bûye?
Nuruddin Farah: Na, ji ber ku ez li Afrîkayê dijiyam. Û tiştên ku li Somaliyê diqewimîn, li gelek welatên din jî bi heman awayî diqewimîn. Ez bi bîr tînim ku di sala 1983yan de ez çûm Zîmbabweyê û ji ber sedemeke pir basît ez rastî çapemeniyeke neyînî hatim: min ji hin hevalên xwe yên nivîskarên Zîmbabweyî re got ku welat ber bi dîktatoriyê ve diçe. Medyayê êrîşî min kir. Hin nivîskaran, yek ji wan Chenjerai Hove, li dijî min derketin. Wî ez weke nivîskarekî dilreş û serhişk da nasîn û anî zimên ku ez bêhêvîtiya xwe di nav tora nivîskarên Zîmbabweyî de diweşînim, ji ber ku li cem wan Serok Mugabe wek ronahiya herî geş a welatê wan bû. Got ku ez behsa kavil û karesatan dikim di demekê de ku tu bahozên wiha li aso nediyar bûn. Bi vî rengî min hem li ser axa Somalê û hem jî li welatên din neyar û dijber ji xwe re afirandin, ji ber ku min bi dilekî xalis ya di hundirê xwe de diherikand û ez bê tirs û bê perde dipeyivîm.
Lebohang Mojapelo: Wisa xuya dike ku nivîsên we yên der barê dîktatoriyê de ne tenê bi Somaliyê ve sînorkirî ne? We li welatên din jî ev rewş dît û we dengê xwe li hember wê bilind kir?
Nuruddin Farah: Lêkolîn û nivîsandina li ser dîktatoriyê û şirovekirina wê, yan hewceyî dîntiyê ye yan jî mêrxasiyê. Ez nizanim ka nivîskarekî din heye ku bi vî rengî bi israr li pey dîroka welatê xwe çûbe. Bi gotineke din, eger mirov pirtûkên min yek li dû yekê bixwîne, her pirtûk mijara xwe ji dîroka mezin a Somaliyê digire.
Ez ji Gambiyayê jî hatim avêtin ji ber ku min wêrî û got serokê wê demê bêtir ji gelê xwe hez ji lîstika golfê dikir. Li Ugandayê di 1991ê de ez rû bi rû mam bi serokê dewletê [Yoweri] Museveni re, ku di civîna çapemeniyê de dema hat - ji ber ku min tiştekî gotibû dema ew ne li welat bû - got 'Kesek heye bi navê Farah, Profesor Farah, ku mêvan e û nizane çi ji bo wî baş e û eger ew nizane çi ji bo wî baş e, em ê jê re bêjin.'
Bêguman, ez êdî tiştên wiha nakim ji ber ku ez ji welatan têra xwe hatim derxistin. Niha ez wek kalekî tevdigerim: ez balê didim ser tenduristiya xwe û karê xwe û dihêlim ku yên ciwan cihê min bigirin.
Lebohang Mojapelo: Taybetmendiyeke "Ji Parsûyeke Xwar" ku tim tê zimên û di pîrozbahiyê de jî gelek caran hat gotin, ew e ku ev pirtûkeke femînîst e. We bi xwe jî anî zimên ku dema we di wê serdemê de li ser jiyana keçan û rewşa jinên afrîkî dinivîsand, hemû nivîskarên mêr ên afrîkî tenê li ser jiyana mêran dinivîsandin. Gelo pirtûk bi xwe dikarin femînîst bin?
Nuruddin Farah: Min tu carî pirtûkên xwe wek femînîst bi nav nekirine. Tişta ku ez dikarim bibêjim ev e ku min têra xwe dît ka civak çawa bi diya min re tevdigeriya, çawa bi xwişkên min re tevdigeriya. Çawa em mêr xwedî mafên taybet bûn lê keçan tu derfet nedidîtin. Çawa xwişka min a piştî min dihat, di mitbexê de dima lê kurê piştî wê dihat, yekser dişandin dibistanê. Çawa ez û bavê min ketin nava şerekî mezin li ser ka ez ê ji bo xwendina xwişka xwe pere xerc bikim an na, ji ber ku bavê min digot, tu van pereyan bide min li şûna ku tu wan li ser keçekê xerc bikî. Min van tiştan ne ji ber ku ez femînîst bûm, lê ji bo ku ev neheqiyên eşkere bi dawî bibin dikirin. Ma mirov dibe femînîst ji ber ku bawer dike dadmendî divê dadmendî be? Divê hûn vê ji kesekî din bipirsin.
Lebohang Mojapelo: Romana we ya ku ez herî zêde jê hez dikim "Sardîn" e û karaktera min a herî xweştir jî Medîna ye. Ev pirtûk ji hemû berhemên we yên din bêtir rasterast behsa femînîzmê dike. Medîna xwedî helwesteke pir tund e, him di warê mezinkirina keça xwe de, him jî di warê tetbîq kirina femînîzmê di jiyana xwe de. Lê wisa dixuye ku ew jî baweriyên xwe bi heman tundiya General (ku dişibe Siad Barre) bi kar tîne û we herdu jî wek du hêzên wekhev xistine hemberî hev. Di dawiya lîstika kişikê de, her du jî tenê bi îdeolojiya xwe dimînin, bê ku girîngiyê bidin encamên vê yekê.
Nuruddin Farah: Ez dixwazim pêşî vê bibêjim ku ez bi giştî naxwazim tekstekê şîrove bikim, ji ber ku tekst bi xwe xwe îfade dike. Lê divê ez li ser wê gotina we bisekinim, ji ber ku di tekstê de General qet axaftinek nake, hêza axaftinê bi temamî di destê Medînayê de ye. Lê ya ku ew dike, mudaxeleyî ramanên karakterên din e, ew jî bêyî ku bizanibin ji Generalî re zêdetir dilsoz in.
Xwesî ya Medînayê ya nefsbiçûk nûnertiya her tiştê kevneşopî dike û dixwaze keça xwe sinet bike, lê Medîna vê red dike. Gelo ev dikare bê berawirdkirin bi dîktatoriyê re? Tunebûna bav (patrîark) dibe sedema derketina dayika serdest (matrîark) ku ew jî nûnertiya sîstema kevneşopî ya zordest dike. Ez dibêjim ku tevahiya sîstema malbata Somalî otorîter e. Somalî bi giştî û malbatên wan otorîter in. Heke tu li gorî eşîrê, malbatê û olê tevnegerî, tê tecrîd bibî, ji malbatê bêyî avêtin û ji olê bêyî dûrxistin.
Lebohang Mojapelo: Ev yek rast nîşan dide ya ku tu dibêjî, malbat û dewlet wek neynikê hevdu nîşan didin. Hebûna dewletê, rê dide hebûna malbata patriarkal ya zordar. Û tiştê ku di malbata patriarkal de diqewime, rê dide hebûna dewleta dîktatorî.
Nuruddin Farah: Erê, rast e. De ka binêrin, gava min "Sweet and Sour Milk" nivîsî û Siad Barre nikarîbû bigihîje min, wî çi kir? Siad Barre li bavê min geriya û ji bavê min re got: 'Ev xortekî nesinetkîrî ye (bi gotinên hîn dijwartir) û di navbera min û wî de tu bingehek tune ye ku em li ser mijarên Somaliyê biaxivin. Ez ê çi alîkariya aborî ku tu bixwazî bidim te, divê tu bi kurê xwe re biaxivî.' Û dema bavê min peyamek şand, min jê re got: 'Tu tiştê te tune ye ku tu ji min re bibêjî.'
Gelo min li dijî pederşahîyê şer dikir? Nizanim, lê tiştekî baş dizanim ku min li dijî destdirêjiya ser hizr û ramanên xwe serî hildabû. Wê demê, navê ’pederşahîyê’ li vê şerê min nehatibû danîn. Min tenê dizanîbû ku ev tişt hem di şiklekî fîzîkî de, hem jî di şiklekî îdeolojîk de derdikeve pêşiya min, lewma diviyabû ez li dijî herduyan jî şer bikim. Min li dijî bavê xwe şer dikir ku ew nûneriya rejîma zordar dikir û bi vî awayî min li dijî pederşahîyê, li dijî dîktatoriyê û li dijî otorîteriyê şer dikir.
Lebohang Mojapelo: Xebatên wêjeyî yên post-kolonyal ji bo te û Somalî çi wateyê dihewîne?
Nuruddin Farah: Vekolînên post-kolonyal di ji nû ve xwendina berhemên neteweyî û rizgarkirina wan ji lepên mêtinkariyê de xwedî bandoreke mezin in. Armanca bingehîn ew e ku bê diyarkirin ka çawa mêtingerî ne tenê tiştekî ji bîr bûyî ye, lê ew wek tariyeke nedîtbar e ku di nav wêje û jiyana me ya rojane de bi awayekî teqez cih girtiye û bi dizî bandora xwe didomîne. Rêbazeke din a nêrîna li dagirkeriyê, ya ku hîn jî bi berfireyî di tariyê de dimîne, ew e ku mirov çavên xwe bigerîne ser xakên kevnar ên bindestkirî û erdnîgariyê bike stûna sereke ya vekolîna wêjeyî. Heya vê gavê, têkiliyên piştî-dagirkeriyê ewqas xwe spartine hûnandina çîrokê û avahiya romanê ku wan wan rola cih, erdnîgarî û mekanê piştguh kirin. Wek ku di nimûneya Somaliyê de xuya dibe, hîn jî pêwîstiya me bi keşfkirina şêweyên berxwedanê heye ku gelê Somalî li dijî mêtingeriyê û piştî wê nîşan dane. Îtalyayê bi rastî heta sala 1960'î bi awayekî fermî Somalî birêve dibir, lê têkiliya di navbera her du welatan de heta destpêka şerê navxweyî yên 1991'ê yên li Somaliyê berdewam kir.
Lebohang Mojapelo: Di derbarê ziman de, li çalakiya bîranînê pirsek hat kirin derheqê biryara te ya bi zimanê îngilîzî nivîsandinê de, li şûna somalî. Di bersiva xwe de te behsa ramanên Ngũgĩ wa Thiong'o yên derbarê ziman de kir û ez dixwazim careke din guhdariya wê bikim.
Nuruddin Farah: Binêre, Somalî welatekî yekziman e, lê Kenya welatekî bi bîst-sî zimanan e. Li gor dîtina min, eger tu Kenyayî bî, divê tu bi zimanekî wisa binivîsî ku hem nûnertiya gelê te bike û hem jî her kes bikare pê bigihîje hev. Lê belê zimanekî wiha tune ye. Ji ber vê yekê, tu ferq tune ye di navbera hilbijartina zimanekî bilindpaye yê mêtingehî û zimanekî gelêrî yê wek Kîkuyuyî de.
Di dawiyê de, divê em zêdetir girîngiyê bidin naveroka pirtûkê, ka ew xwedî hizrên pêşketî ye û ji aliyê ramyarî ve durust e, ne ku em xwe bi zimanê nivîsandinê ve biwestînin. Ez, ku îngilîzî zimanê min ê çarem e, min dikarîbû bi her sê zimanên din ên xwe binivîsanda, lê min ev yek nekir. Te pirsî çima min bi Somalî nenivîsî? Min berî ku Somalî bibe xwedî rêbaza nivîsandinê, dest bi nivîsandina bi îngilîzî kir. Wê demê mirov nikarîbû bi somalî binivîsanda, û pirtûka min a " "Ji Parsûyeke Xwar" berî ku somalî bibe zimanekî nivîsê derket holê [tîpên latînî yên somalî di 1972'an de bi fermî hatin pejirandin]. De ka bibêje, diviyabû min kengê pirtûkên xwe bi Somalî binivîsanda? Yanî pirsgirêk ne ew bû ka ez ê bi îngilîzî binivîsim an bi somalî, pirsgirêk ew bû ka ez ê binivîsim an na.
Wekî min got, piştî nivîsandina romana xwe ya pêşîn, ez ji ber nivîsên xwe ketim tengasiyê. Êdî min nikarîbû bi somalî binivîsanda ji ber ku ez li Somaliyê bûbûm kesekî navdar - ne navê min di rojnameyan de dihat gotin, ne jî gotinên min ên bi somalî dihatin weşandin. Ji ber vê yekê, ji bilî domandina nivîsandina bi îngilîzî tu rê li ber min neman.
Lebohang Mojapelo: Ma tu bi wê ramanê re ne hemfikir î ku li Kenyayê, zimanê Kîkuyuyî dikare wek zimanekî elît, zimanekî bilindpaye bê dîtin?
Nuruddin Farah: Na, ew zimanekî etnîk e. Komek mirov bawer dikin ku ew xwedî zimanekî û çandeke hevpar in û bi vî awayî ew wan kesên ku bi Luo û Kalenjînî û hwd. diaxivin, ji nav xwe diqewirînin. Eger wî [Ngũgĩ] bi Swahîlî binivîsanda, an jî Swahîlî wek zimanê neteweyî bilind bikira, wê hingê çîrok cuda bûya, ramanên wî dê bibandor bûna. Lê ez naxwazim zêde têkilî vê mijarê bibim, tu dizanî, Ngũgĩ hevalê min e!
Lebohang Mojapelo: Te demeke berê behs kir ku tu rastî nivîskarên îroyîn nehatî ku wek te li pey dîroka welatên xwe biçin, bi taybetî ya dîktatoriyê…
Nuruddin Farah: Li Zîmbabweyê nivîskarekî bi navê Dambudzo Marechera hebû û ez di wê baweriyê de me ku heger stêrka jiyana wî zûka neçûbûya ava û wî li ser pergala zordar binivîsanda, berhemên wî dê wek gewherên bêhempa û stêrkên geş li esmanê wêjeyê bibiriqiyana. Min di van demên dawîn de tu nivîsên rewşenbîrên Zîmbabweyî nexwendine, ji ber vê yekê jî ez nizanim bê wan çi li ser şevereşa dîktatoriyê reşandine ser kaxezan. Em nivîskarên Afrîkayê, hemû bi hev re, li şûna ku em berê xwe bidin asoyên fireh û karên giran, xwe di nav çarçoveyên teng de dihepisînin. Dibe ku ev bi guhertina demê û nifşan ve girêdayî be, belkî ev nifşê min bû ku li hemberî dîktatoriyê serî hildida, ne yên nûhatî.
Lebohang Mojapelo: Tu ji kîjan nifşî yî?
Nuruddin Farah: Divê ez vê rastiyê aşkere bêjim ku di min de tu tiştekî serbilindbûnê tune ye. Ez ne ji wî nifşî me yê Ngũgĩ, Achebe û Soyinka. Ne jî ez dikevim nav nifşê Chenjerai Hove û yên din. Eger hûn bixwazin, ez nifşekî serbixwe me. Ya ku min ji wan cuda dike ev e: min rêya wan a çûyî nas dikir. Wan hertim li ser kevneşopiyê û bandora wê ya li ser jiyana mirovan dihizirîn. Lê ez ji cihekî wisa têm ku kevneşopiyê davêjim ber lêpirsînê. Ez ji erdekî wisa rabûme ku dibêjim rîspiyên me her tişt serûbin kirine. Ez jirêderketî me di nav rêzê de.
Tiştê din ê ku min ji nivîskarên din vediqetîne ev e ku min piraniya jiyana xwe di xerîbiyê de derbas kir, lê pirraniya nivîskarên Afrîqayî di nav sînorên teng ên dîroka Ewropayê û eslê xwe yê neteweyî de asê mane. Bo nimûne, yekî Nîjeryayî bi îngilîzî diaxive û Yoruba ye. Lê ez ji devereke pirçandî û pirziman têm. Ji ber ku ez bi îngilîzî û îtalî, yan jî bi îngilîzî û somalî dipeyivim. Ji ber ku ez xwediyê erebî û amhariya Etiyopyayê me. Ez gelek rengan tevî hev dikim. Achebe bi Igbo û îngilîzî dizanîbû, Ngũgĩ bi Kîkuyu û îngilîzî, Soyinka bi Yoruba û îngilîzî. Ez ji van hemû çavkaniyan didizim, lê di heman demê de kevneşopiyên me yên heyî davêjim ber lêpirsînê, ev jî min dike diyardeyeke nedîtî.
Ev yek ji wan sedeman e ku pirtûkên min di kevneşopiya Afrîqaya Bakur de bêtir tên pêşwazîkirin. Ji ber ku heta demeke nêzîk tu pirtûkên min li Afrîqaya Başûr nehatine nirxandin. "Ji Parsûyeke Xwar" di tevahiya jiyana xwe de nehatibû nirxandin heya ku navê min bû dengek.
Lebohang Mojapelo: Balkêş e ku tu vê yekê tînî zimên. Ez ku xwendekarê beşa edebiyata Afrîqayî ya Zanîngeha Wits bûm, tenê di asta lîsansa bilind de, di derseke taybet a bi navê 'Nuruddin Farah' de li berhemên te rast hatim. Lê berhemên nivîskarên din, her yek bi serê xwe û di bin sernav û mijarên cuda de, di tevahiya qonaxa xwendinê de dihatin fêrkirin?
Nuruddin Farah: Ji ber ku nizanin dê çi bi berhemên min bikin. Ka bizane kê li Zanîngeha Makerereyê berhemên min diweşandin? Beşa olê. Li Rojavaya Afrîqayê? Beşa felsefeyê. Ev jî parçeyek ji wê seyrûseferiya min a cuda ye. Pirsiyar ew bû ka ezê li kîjan quncikê cih bigirim ji ber vê tevliheviya ku ez di tûrikê xwe de digerînim. Ev têkilhevî ye ya ku aramiya wan dilerizîne û rehetiya wan diherişîne. Min dikarî ji feylesofên misilman, hindu û alman vegotinên kûr neqil bikira û piraniya mirovan xwe bêzar dihesibandin ji ber ku diviyabû li kaniyên zanînê bigeriyana û nedizanîn ka dê wan kaniyan li kîjan deştê bibînin. Li piraniya welatên Afrîqayê tenê kesek heye ku xwe bi nivîsên min re mijûl dike û wan dihûne. Ev ne tiştekî ku li her derê belav bûye. Û gava ku xelk navê min tînin ser zimên, bi rêz û hurmet tê bîranîn, lê piraniya mirovan qet nizanin ka berhemên min bi rastî behsa çi dikin.
Ez nikarim gazindan bikim. Pirtûk bi qedir in lê ne di nav gel de ne. Hin kes dibêjin 'Gelo ew bi rastî jî Afrîqayî ye?' Ev ji ber ku du rehên Afrîqayiyan hene û ev yek karê wan hêsan dike: eger tu kevneşopiya Afrîqayê nas bikî, tu xiristiyaniyê nas dikî. Ji ber ku Ngũgĩ û Achebe bi çand û ramanên Afrîqayî yên 'bingehîn' û taybet re mijûl dibin. Lê dema dor tê Farah, divê tu ji vê gelek gav wêdetir herî.
Lebohang Mojapelo: Li merasîma bîranînê ya li Naîrobiyê, hin Somaliyên beşdar ragihandin ku di berhemên te de ol û baweriya li Somaliyê tê piçûkxistin. Bi gotina wan, tu ji radeyê zêdetir rexneyan li tecrubeyên wan ên di warê baweriyê de digirî?
Nuruddin Farah: Hestên min ên rastîn ev in ku Somalî gelê herî kêm oldar in li ser vê cîhanê. Ka kî dikare van dijminî û hovîtiyên ku Somalî li hemberî hev dikin, rave bike? Ev kuştin û komkujiyên ku di nav welêt de pêk tên. Eger bi rastî jî, wek ku divê, baweriya wan bi Xwedê hebûya, wan dê ev hovîtî li hemberî hev nekirana, bi taybetî jî li hemberî misilmanên wek xwe. Ji ber vê yekê ez guman dikim ji dilsoziya wan dema behsa olê dikin, ew tenê bi dev û lêvan xizmetê didin baweriya xwe.
Tiştekî balkêş e ku romana min a herî oldar "Simsimê Daxe" ye - çima mirov tenê wan lehengên ku olê dikin bin pirsê tînin bîra xwe û yên din ji bîr dikin?
Û bila ev bibe xemla gotina min a dawî: Eger lehengek di nav rûpelên min de dengê xwe bilind dike, ne ez im yê ku dipeyive!
Jêrenot: Ev hevpeyvîn ji Kovara Wêjeyî ya Johannesburgê hatiye wergirtin. Kovara Wêjeyî ya Johannesburgê, kovareke serbixwe ya rexneyî ye ku nirxandinên wêjeyî, ceribandin, helbestên bijare, wêneyên hunerî û kurteçîrokan ji Afrîqaya Başûr, seranserê Afrîqayê û ji bilî wê diweşîne.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →