![ic_resim_1.[2]](https://kurdarastirmalari.com/uploads/ic_resim_1.%5B2%5D.jpg)
Werger: Ramazan Kaya
Ev hevpeyvîn* piştî ku romana Bextiyar Elî ya bi navê "Bajarê Muzîsyenên Spî" bo Almanî hat wergerandin pêk hatiye. Ev roman pesineke bilind e ji bo şiyana vegotina çîrokan. Wek ku rexnegirê wêjeyî Stefan Weidner dinivîse: "Bajarê Muzîsyenên Spî Kunstlerromanek e, romaneke li ser edebiyat û muzîk, helbest û rastiyê ye li hember cîhaneke nemirovî. Lê di heman demê de romaneke der barê evîn û edaletê de ye, kevirê ser gora qurbaniyên şerên Kurdan e û manifestoyeke der barê hêza helbestê û jiyanê de ye."
Sonja Galler: Di salên 1990'î de hûn mecbûr man ku ji Kurdistanê derkevin. Sedemên koçberiya we çi bûn û îro hizrên we li ser Kurdistanê çi ne?
Bextiyar Elî: Ez weşangerê kovara felsefî ya bi navê "Azadî" bûm. Çalakiyên min ên wek rojnamevan û nivîskar gelek siyasetmedar hêrs kirin. Di sala 1994'an de li Bakurê Iraqê şerekî navxweyî yê xwînrij dest pê kir (birakujî, pevçûna tund a di navbera partiyên Kurd ên dijber de li Kurdistana Iraqê di salên 1990'î de - ed.). Ez û hevalên min ên di kovarê de di bin zexteke mezin de bûn. Me bi rêkûpêk ji aliyên cuda ve gef dixwarin; me êdî nikarîbû li welêt bimana. Ez heyranê îrade û sebata gelê Kurdistanê me. Van taybetmendiyan alîkariya gel kir ku di demên herî dijwar de jî li ber xwe bide. Ez ji hemû siyasetmedaran nefret dikim, lê hê jî ji mirovên wê derê re rêzeke mezin digirim.
Di gotara we ya bi navê "Efsaneya Ewropaya Bihuşt" de hûn dibêjin "hafize li cihê zayîna xwe dimîne". Hûn di sala 1966'an de li Kurdistana Iraqê hatin dinyayê. Ma Kurdistan hêj jî dergûşa bîra we û afiranderiya we ya hunerî ye?
Bîra me dikare me bide êşkencekirin û nexweş bixe. Nivîsandin alîkariya min dike ku ez bîranînên xwe heya radeyekê kesane bikim û wan wek ezmûnên giştî yên nifşekî binirxînim. Ji aliyê naverokê ve ez li Rojhilat û Kurdistanê mam, ne tenê ji ber ku Rojhilat ji me re malzemeyê wêjeyî yên dewlemend pêşkêş dike, lê herwiha ji ber ku mirovên li wir di bin gef û talûkeyê de ne: tundrawî û kîna siyasî ev perçeya cîhanê hilweşand. Em nivîskar û rewşenbîr tên vexwendin ku li hember vê pêşketinê derkevin.
Di heman gotarê de, hûn behsa hêza afirandêr a revê dikin. Hûn dikarin vê hêzê di warê hunerî de çawa bi kar bînin?
Rev/koçberî dibe alîkar ku em pergala xwe ya "normal" a cîhanê bixin bin pirsyarê û dabeşkirina cîhanê ya neteweyî ya ku tevî globalîzasyonê hê jî berdewam e, wek tiştekî nemirovî bibînin. Rev dikare bibe sedemeke girîng ji bo ku em xwe bi awayekî zêdetir ji neteweparêziyê rizgar bikin. Alîkariya me dike ku em perspektîfeke nû û gerdûnî ya cîhanê biafirînin ku tu têkiliya wê bi globalîzasyona aborî re tune ye. Di bingeha xwe de, huner ji revê nayê veqetandin ji ber ku huner bi xwe formeke revê ye. Ev nirxên gerdûnî yên ku ji revê derdikevin, tenê di hunerê de dikarin bên berçavkirin.
Çi bû sedem ku we dest bi nivîskariyê kir?
Ez dinivîsim da ku ji sînorên rastiyê derbas bibim. Ez dinivîsim ji bo ku wateyê azadiyê ji xapînokên siyasî rizgar bikim. Hestkirina azadiyê û bêyî tevlîbûna siyasî têkoşîna ji bo vê azadiyê, wek nivîskar hertim bûye mebesta xebatên min.
Ji bîst salan zêdetir e ku hûn li Almanyayê dijîn. Lê yek ji romanên we tenê di 2016'an de hat wergerandin bo Almanî. Beriya wê, gelo kesên ku li Almanyayê we nas dikirin dizanibûn ku hûn nivîskar in?
Ji sala 1992'yan ve ez ji aliyê Kurdan ve têm naskirin. Lê heya demeke nêzîk min nikarîbû xwe li vir li Almanyayê wek nivîskarek pênase bikim. Muzîsyen an jî wênesaz dikarin hunermendiya xwe li her cih û her dem nîşan bidin. Lê ez wek nivîskarek tenê li wî cihî hebûna xwe pêk tînim ku peyvên min lê dijîn, bêhnê digirin û difirin. Ez tenê li wî cihî heme ku zimanê min lê vedijî. Zimanê min ne nasnameya min a neteweyî ye, lê mercê sereke yê hebûna min a wek nivîskarek e.
Hûn ji bo Kurdên li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê nivîskarekî gelek birûmet in. Gelo hûn difikirin ku xwendevanên Kurd û Alman bi awayekî cuda dixwînin?
Xwendevanên Kurd bi gelemperî metnên edebî bi çavekî siyasî dinirxînin; li gorî helwesta siyasî ya nivîskar, ew yan wek şeytan yan jî wek pêxember tê dîtin. Ev yek bi rastî min diêşîne ji ber ku divê nivîsek bêyî pêşdaweriyên siyasî bê xwendin. Hin xwendevanên Ewropî jî hêj nikarin mejîyê xwe ji "Xewnên Hezar û Yek Şevan (Binbir Gece Masalları)" rizgar bikin. Çanda Rojhilat bi giştî tê kêmkirin ji du aliyan ve, ”Xewnên Hezar û Yek Şevan û Îslamîtî, û tu têkiliya vê yekê bi rastiyê re tune ye. Mixabin, gelek xwendevanên Rojavayî der barê Rojhilat û dîroka wê de pir kêm tişt dizanin. Kêmbûna zanînê hertim xeternak e û pêwendiyê hê dijwartir dike.
Herdu romanên we yên ku hatine wergerandin bo Almanî ji aliyê komeke ku ji du wergeran pêk dihat ve hatine wergerandin. Ev çawa çêbû?
Ji bo Peshawa Fatah û Rawez Salim wergerandina nivîsên min evîneke mezin bû: ruhê îradeyê, ruhê hewldana bêrawestan, bingeha vê pêvajoyê ye. Tu yek ji wan ne li bendê bû ku werger dê rojekê bigihîje weşanê û dîsa jî bêyî westîn li ser xebitîn. Di qonaxa duyemîn de Ute Cantera-Lang û Hans-Ulrich Muller-Schwefe beşdarî tîmê bûn. Hemû karên serrastkirin û amadekirinê wan bi rê ve birin. Ev werger ji bawerî û evîneke kûr a ji bo edebiyatê pêk hatin.
Ji bo ku edebiyata Kurdî bêhtir were naskirin û qîmetê bibîne, divê çi were kirin?
Pêwîstiya me bi xebatên çandî û wergerên bêtir heye. Eger em alîkariya xwe nekin, tu kes dê alîkariya me neke. Xwepêşandan li kolanan û hejandina alan ne bes e. Ev yek tu guherînê ji bo Kurdan pêk nayne. Divê em dev ji rola qurbanîtiyê berdin.
Gava hûn li bûyerên welatê xwe yê dayikê dinêrin, tiştekî ku mirov pê xweşbîn bibe xuya nake. Gelo li gorî we ji bo rewşa Kurdan çareseriyeke siyasî mimkun e?
Heta ku demokrasiyeke rasteqîn li Rojhilatê pêk neyê, dê ji bo Kurdan çareseriyeke siyasî tunebe. Dîktator tu eleqeyê bi cîhaneke aştîxwaz nadin. Rêveberiyên leşkerî yên Rojhilata Navîn hewcedarî kesekî nefretê ne û wan Kurd wek dijminê xwe yê ebedî ragihandine. Ji vê rewşê kara xwe dibînin. Li Rojhilatê faşîzm û netewegerî bi hev ve girêdayî ne. Heya ku li hember netewegeriyê serkeftin neyê bidestxistin, dê guherîneke bingehîn çênebe.
Romana we ya "Bajarê Muzîsyenên Spî" pesindaneke ji bo şiyana vegotina çîrokan e. Gelo hûn bi hêvî ne? Ma huner dikare bibe rizgarkerê mirovahiyê?
Huner dikare bibe alîkar ku em yên hatine perçiqandin ji nû ve keşif bikin. Ev e hêza wê ya mezin. Rojhilatek bêyî berxwedan nayê xeyalkirin. Lê berxwedan bêyî xwînrijandin û belavkirina sawê ne hêsan e. Huner rêbazeke aştiyane ya berxwedan û rizgariyê ye. Bêguman ez li vir ne behsa rizgariyeke Mesîhî an rizgariyeke dîrokî ya bi wateya Marksîst dikim. Ez behsa rizgariyê wek pêvajoyeke rojane dikim: rizgariya evîn, nirx û jiyanê. Huner dikare alîkar be ku hêza berxwedan û rizgarkirinê di dilê me de geş û bihêz bimîne.
Hevpeyvîner: Sonja Galler
© Qantara.de 2018
*https://qantara.de/en/article/interview-kurdish-author-bachtyar-ali-i-only-exist-where-my-words-take-flight
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →