Edebiyata Berxwedanê Çi ye?
Ramazan Kaya

edebiyatirk4
“Min dixwest ji te re bigota
Çîroka bilbilekî mirî
min dixwest ji te re bigota ew çîrok...
Heger wan lêvên min jênekiribûna”
Samih El-Qassim - Lêvên Jêkirî

Wêjeya berxwedanê, berhemên wêjeyî ne ku di nav têkoşîna li dijî pergalên siyasî yên zordar, dagirkerî, mêtingerî, hegemonya çandî û şêweyên din ên serdestiyê de pêk tên. Ev wêje, bi gelemperî armanca bilindkirina dengê civakên bindest, zêdekirina hişmendiyê li dijî zordestiyê û xurtkirina têkoşîna kolektîf dihewîne. Edebiyata Berxwedanê (1987) ya Barbara Harlowê, di warê edebiyata postkolonyal de yek ji metnên bingehîn e û rê li ber gelek lêkolînên din ên di warê têkiliya di navbera wêje, berxwedan û siyasetê de vekiriye. Ev berhem di warê peywendiyên di navbera edebiyat û siyasetê de xebateke pêşeng tê hesibandin. Di vê berhemê de Harlow li ser wêjeya berxwedanê ya li welatên Cîhana Sêyem disekine. Rola wêjeyê di têkoşîna li dijî mêtingeriyê û serdestiya çandî de bi berfirehî analîz dike. Ew berhemên nivîskarên ji welatên cuda yên Afrîka, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn dinirxîne û giringiya wan di pêvajoya azadiya bindestan de nîşan dide. Ew, behsa nivîskarên wekî Ghassan Kanafani (Fîlîstîn), Ngũgĩ wa Thiong'o (Kenya), Mahasweta Devi (Hindistan), Mahmoud Darwish (Fîlîstîn), Pablo Neruda (Şîlî) yên di bin bandora mêtingeriyê de mane dike. Ev lêkolîn ji bo peywendiya di navbera wêje û siyasetê de, bi taybetî di konteksta têkoşîna li dijî mêtingeriyê de referanseke giring e. Harlow di vê pirtûkê de têgeha "wêjeya berxwedanê" pêşniyaz dike. Ev têgeh behsa berhemên wêjeyî dike ku di nav tevgerên rizgarîxwaz ên neteweyî de hatine afirandin û wek amrazek siyasî û çandî têne bikaranîn. Rola nivîskarên berxwedêr jî wek "şahidên dîrokê" û "dengê gelê xwe" radixe ber çavan. Ji bo Harlowê, wêje ne qada salonê yan jî ya takekesî ye, ew tomarkirina serpêhatiyan e, pevçûna hêzên dîrokî û tekoşîna jiyanê ya civakan e.

Ew gelên kolonîkirî yê ku bi salan di bin serdestiya Rojava û Amerîkaya Bakur de dijîyan, li dijî vê serdestiyê hem di warê siyasî û leşkerî de li ber xwe dan hem jî berhemên edebî yên ku rastiya gelên wan radixin ber çavan afirandin. Bi kurtasî edebiyata berxwedanê wek beşek ji têkoşînên rizgariya neteweyî û tevgerên berxwedanê li Afrîka, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn derketiye holê. Ev herêm bi gelemperî wek welatên "cîhana sêyemîn" yan jî welatên ku di bin bandora mêtingeriyê de mane, tên zanîn. Edebiyata van herêman bêguman bi têkoşînên rizgariya neteweyî ve girêdayî ye. "Rizgariya neteweyî" helbet tê wateya têkoşîna ji bo azadî û serxwebûna ji bindestiya kolonyalîzmê. Ev edebiyata ku wek edebiyata cîhana sêyemîn tê binavkirin, du armancên sereke dişopîne: Naskirina statûya xwe ya serbixwe, naskirina hebûna xwe ya wekî berhemên edebî. Ev edebiyat hem li hember kategoriyên edebî û siyasî yên Rojavayê derdikeve, hem jî wan diguherîne, kanonên wan ên edebî bin pê dike, dixwaze perspektîfeke nû ya rexneyî bîne nav qada akademîk. Harlow xebata xwe wek hewldaneke perwerdehiyê pêşkêş dike. Ev tê wê wateyê ku armanc ne tenê agahdarkirina xwendevanan e, lê di heman demê de guherandina perspektîfa wan a li ser edebiyatê ye jî. Ew, edebiyata berxwedanê wek edebiyata ku yekser ji tevgerên azadiya neteweyî derdikeve pênase dike. Metnên vê edebiyatê, dibêje Harlow, ne bi şikl an forma xwe, bi erk û armancên xwe (bi piştgiriya li tevgerên azadiya neteweyî), xwe ji metnên din cuda dikin.

Edebiyata Berxwedanê rola wêjeyê di nav tevgerên rizgariyê yên ku di sedsala 20em de li “Cîhana Sêyemîn” dest pê kirîye û heta îro berdewam dike bi xwîner dide nasîn. Ev lekolîn di heman demê de bi kategoriyên edebî û siyasî yên Rojava re dikeve nav nîqaşeke tund û wan vediguherîne. Mînak antropologê Fransî yê Afrîkaya Bakur Jacques Berque îdia dike ku dîroka nûjen dê bi saya dekolonîzasyonê derkeve holê. Dîroknasê şerên gundiyan Eric Wolf jî di vî warî de xwediyê heman fikrê ye: Divê dîroka Ewrûpayê ji nû ve were nivîsandin û dîvê ev dîrok êdî “mirovên bê dîrok" jî bihewîne. Wolf, di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê Europe and the People without History (Ewropa û Mirovên Bê Dîrok) de, vê rastiyê tîne bîra xwendekarên dîroka rojavayî: “Ne Yewnaniya Kevnar, Roma, Ewropaya Xiristiyan, Ronesans, Ronakgerî, Şoreşa Pîşesazî, Demokrasî û hetta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî wek bi îzole an tena serê xwe pêk nehatine. Ev geşedan encama têkiliyên civakî yên girîft in ku her tim ji aliyê demê û mekan ve diguherin. Her pêşketin encama têkiliyeke piralî ya di navbera civakan de bû. Bi gotina kurt û kurmancî, dîrok tenê ji çîroka kiryarên zilamên spî pêk nehatiye” (Harlow, 2025, r. 39).

Edebiyata Berxwedanê bi kurtasî pêwîstîya şîroveyeke siyasî ya li ser metnên edebî diparêze. Harlow du pirsên giring derdixe pêş: "Ji bo kê" û "bi çi armancê" ev berhem hatine nivîsandin. Ev pirs hem ji bo xebata wê, hem jî ji bo berhemên ku ew lêkolîn dike giring in. Vegotinên berxwedanê yên di formên çîrok û romanê de hatine nivîsandin, hewldanên nivîskaran in ku serpêhatîyên xwe û şert û mercên maddî yên civakên xwe vediguherînin vegotinên dîrokî. Li gorî Harlowê, berhemên bi vî awayî, “mudaxele” ne, hewldanên serrastkirina tomarên dîrokî yên çewt ên hêzên zordaran in. Ango, nivîskar dixwazin ku serpêhatiyên xwe û yên civaka xwe di nav çarçoveya dîrokê de bi cih bikin. Edebiyata Berxwedanê qadeke berfireh e ku gelek cure nivîs û nivîskaran di nav xwe de dihewîne. Lîsteya çalakvan, rexnegir û “terorîstên çandî” yên ku edebiyata berxwedanê referans dide gelek berfireh e: Antonio Gramsci, C.L.R. James, Chinua Achebe, Nicolás Guillén, Wole Soyinka, John Berger, Edward Said, Angela Davis, Bessie Head, Mike Davis, Gayatri Spivak, Frederic Jameson, Nawal al-Saadawi, Pablo Neruda, Nelson Mandela, Rigoberta Menchu, Tariq Ali, Louis Althusser û gelek kesên din. Ev kes ji gelek welat û çandan in û bi piranî bi ramana çep û berxwedanê ve girêdayî ne. Li gorî xebata Harlowê, edebiyat ne tenê roman û helbest in, lê her wiha raporên mafên mirovan, belgeyên hiqûqî, bîranînên girtîyan, nûçe, rojname û heta nivîsên li ser kenarên rûpelan jî di nav xwe de vedigire. Vîzyon û derfetên ji bo afirandina civakeke adil û mirovane, mijarên sereke ne di berhemên nivîskarên wêjeya berxwedanê de. Berxwedan û berdêlên nivîskaran ên li hemberî hêzên serdest ku jiyan û ramanên wan sînordar dikin jî di van vegotinan de cih digirin. Berhema Harlowê ne tenê ji ber giringiya edebî ya metnên ku ew dinirxîne, di heman demê de li ser pênaseya edebiyatê, cureyên wêjeyî û giringiya siyasî ya wêjeyê jî xebateke qîmetdar e. Armanca pirtûkê ew e ku gelek berhem û nivîskarên ku tê de hatine nirxandin, rengînî û berfirehiya wêjeya berxwedanê nîşan bidin.

Di bin sernavê Edebiyata Berxwedanê de, Harlow li ser jiyana nivîskar Ghassan Kanafani û têkiliya wî ya bi edebiyata berxwedanê re bi rêzdarî radiweste. Ghassan Kanafani nivîskarekî Filistînî yê û di warê Edebiyata Berxwedanê de xwedî cihekî giring e. Kanafani di navbera dagirkerî û sirgûnê de, di bin zext û sansûrê de dinivîsand. Kanafani edebiyat ne tenê wek hunerekê, lê belê wek qadeke têkoşînê pênase dikir. Edebiyata Berxwedanê, bi taybetî di mînaka Kanafani de, ne tenê hunerek e, lê belê beşek ji têkoşîna siyasî û civakî ye. Nivîskar di rewşên herî dijwar de, bi rêya nivîsandinê, li dijî neheqiyê û dagirkerîyê derdikeve û ji bo azadiyê têdikoşe. Jixwe têgeha "Berxwedan"ê cara yekem di sala 1966an de ji aliyê nivîskar û rexnegirê Filistînî Ghassan Kanafani ve di berhema wî ya bi navê Literature and Resistance in Occupied Palestine (Edebiyata Berxwedanê li Filistîna Dagirkirî) de ji bo pênasekirina wêjeya Filistînê hatiye bikaranîn (Harlow, 2025). Kanafani, di navbera wêjeya ku "di bin dagirkeriyê de" hatiye nivîsandin û “wêjeya koçberiyê” de jî cudahiyek giring pêşniyaz dike. Li gorî vê ferqê, edebiyata berxwedanê têkiliyeke kolektîf e, li ser niştiman, nasname û dozeke hevpar a politik hatiye honandin. Her wiha bi dîtina Kanafani, hewldanên wêjeya berxwedanê ya gelên ku hatine kolonîkirîn, ji ber sedemên diyar bi gelemperî piştî rizgariyê bi ser dikevin. Lê Kanafani dibêje ku lêkoler divê bi xwe di nav tevgera berxwedanê de be, li ser erdên dagirkirî, yanî li cihê ku berxwedan pêk tê. Divê agahiyên di derbarê berxwedanê de rasterast ji devê beşdaran bê girtin. Bêyî van şertan tu lêkolîn nikare "temam" nabe.

Dema ku Ghassan Kanafani wêjeya Filistînê wek "wêjeya berxwedanê" bi nav dike, ew di çarçoveyeke dîrokî de dinivîse. Mebesta wî di vê çarçoveyê de bi temamî ev e: Ev helwest tenê bi têkoşîneke neteweyî re sînordar nîne, rasterast di nav têkoşînên rizgarkirina neteweyî û tevgerên berxwedanê yên nûjen de li dijî desthilatdariya emperyalîst li Afrîkaya Bakur, Afrîkaya Navîn û Başûr, Amerîkaya Başûr, Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr a Asyayê cih digire. Kanafani bi israr li ser vê yekê tekez dikir; berxwedana çandî di stratejiya giştî ya berxwedanê de xwedî cihekî giring e. Berxwedan ne tenê bi çekan e, her wiha bi rêya çand û hunerê jî pêk tê. Eger em ê bi gotina wî ya bandordar bibêjin: “Eger berxwedan ji lûleya çekekê derdikeve, çek bi xwe jî ji daxwaza azadiyê derdikeve” (Harlow; 2025). Daxwaza azadiyê bingeha hemû berxwedanan e. Ev daxwaz him berxwedana çandî him jî ya çekdarî dihewîne. Berxwedan, bi gotineke din redkirina rewşa heyî û sîstema serdest e û helwesteke aktîf e. Kanafani neçar e, ji êşa niha, gulên siberojê biçîne; ne wek Stendhal yan jî Dickens, ev ne perwaza baskên zêrîn ên xeyalê ye ji bo wî. Ev, rastiyeke çarenûsî ye ku di her hilma wî de dijî.

Yek ji nivîskarên ku di çarçoveya wêjeya berxwedanê de tê nîqaşkirin, nivîskar û akademîsyenê Kenyayî Ngugi wa Thiong'o ye û demeke dirêj e ji ber ramanên xwe yên siyasî li sirgûnê dijî. Tevgera “Mau Mau” serhildanek dijî-kolonyal bû li Kenyayê di salên 1950î de. Bandora wê ya li ser Ngugi nîşan dide ku ew bi pirsgirêkên netewî û kolonyal ve mijûl bûye. Ngugi komek kategoriyên cuda pêşniyaz kirine (1981), di gotara xwe ya bi navê "Wêje li Dibistanan" de. Bi dîtina Ngugi, di wêjeyê de du helwestên bingehîn hene: a) Estetîka zordarî û îstîsmarê: Ev helwest piştgiriya sîstema kolonyal û emperyalîst dike. b) Estetîka têkoşîna rizgariyê: Ev helwest piştgiriya têkoşîna ji bo azadiyê dike. “Wêje li Dibistananê", di çarçoveya nîqaşeke mezintir de hatiye nivîsandin. Nîqaş li ser naveroka bernameya wêjeyê ya li dibistanên Kenyayê bû. Komîteya xebatê ya 1973an ji bo guherandina bernameya wêjeyê ya dibistanan hatibû avakirin. Piştî serxwebûnê, Kenyayê hewl dida ku sîstema xwe ya perwerdehiyê ji bandora kolonyal rizgar bike. Rapora vê komîteyê wê demê di çapemeniya Kenyayê de bû sedema nîqaşên tund.

Rexnegir û teorîsyenê Perûyî Jose Carlos Mariategui jî di salên 1920an de li ser wêjeyê û civakê analîzên balkêş pêşkêş kirine. Ramanên wî di warê têgihiştina wêjeya welatên Amerîkaya Latîn de giring in. Mariategui dibêje ku ew rêbaz, cure û serdemkirinên wêjeyî yên ji hêla nivîskarên Ewropî ve hatine afirandin ji bo têgihiştina wêjeya Perûyê ne guncaw in. Li gorî Mariategui, wêjeya Perûyê xwedî taybetmendiyeke cuda ye ji ber ku di bin bandora kolonyal de bi pêş ketiye. Ji ber vê rewşê, divê em bi perspektîfeke cuda li wêjeya Perûyê binêrin. Mariategui pêşniyaz dike ku wêjeya wan welatan di sê serdeman re derbas dibe:

  1. a) Serdema kolonyal: Welat di bin bandora wêjeyî ya metropolê de ye.
  2. b) Serdema kozmopolît: Welat ji gelek çavkaniyên biyanî bandor digire.
  3. c) Serdema neteweyî: Welat kesayetî û hestên xwe yên taybetî bi pêş dixe.

Ew hewl dide ku di navbera nêrînên wêjeyî û civakî de hevsengiyekê çêbike.

Ev sê nivîskar û ramanwerên giring Ghassan Kanafani (Filistînî), Ngugi wa Thiong'o (Kenyayî), Jose Carlos Mariategui (Perûyî), li ser pirsgirêkên taybetî yên welatên xwe û demên xwe fikirîne. Helbet her dem û her civak xwedî pirsgirêk û pêdiviyên xwe yên taybet e. Çareserî divê li gorî van pêdiviyan bên dîtin. Herçiqas pirsgirêk û çareserî cuda bin jî, ev sê nivîskar bi hev re parametreyên giştî yên berxwedanekê derdixin holê. Ew diyar dikin ku serdestiya Rojavayê li ser Cîhana Sêyemîn di gelek waran de heye: Aborî, leşkerî û siyasî. Ev serdestî bi emperyalîzma çandî re tê temamkirin. Her nivîskarek li ser rewşa xweser a welatê xwe bifikire jî, wan bi hev re çarçoveyeke giştî ji bo rizgarbûna ji “emperyalîzma çandî” pêşkêş kiriye. Ev çarçove dikare ji bo gelek welatan bê bikaranîn. Ev nêrîn ji bo têgihiştina dînamîkên berxwedana çandî û siyasî li gelek welatên dagirkirî giring e.​​​​​​​​​​​​​​​​

Kanafani di 8ê Tîrmeha 1972an de, li Beyrûtê li ber malekê, bi teqîna bombeyek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirin, jiyana xwe ji dest da. Îlana mirina Kanafani di rojnameya Daily Starê de, ku bi îngilîzî li Beyrûtê diweşiya, wî wek "komandoyê ku tu carî çek bi kar neanî" pênase dikir û wiha didomand: "Çekê wî qelemek û rûpelên rojnameyê bûn, û wî ji komek komandoyan zêdetir zerer da dijmin." Îlan diyar dike ku bandora nivîsên Kanafani ji ya komek komandoyan mezintir bû, kuştina wî kiryarek plankirî bû, ji ber ku ew ji bo dijminên xwe “mirovekî xeternak” dihat hesibandin.

Ev tekst diyar dike ku têkoşîna ji bo azadî û mafê diyarkirina çarenûsê ne hêsan e û gelek caran bi zext û zordariyê re rû bi rû dimîne. Nivîskarên Edebiyata Berxwedanê di bin merc û zextên giran de dixebitin û şexs û berhemên wan di bin xetereyê de ne. Desthilatdar hewl didin ku belavkirina agahî û ramanên wan asteng bikin. Belge, kovarên dîrokî yên giring ên tevgerên berxwedanê bi zanebûn tên îmhakirin. Armanca wan helbet jêbirina bîra kolektîf a civakê ye. Gelek caran ev nivîskar ji aliyê desthiladarên zordar ve tên girtin û tên kuştin. Gelek nivîskar û çalakvan bi rêya girtîgehê û terorê hatine bêdengkirin. Lê girtîgeh di heman demê de ji aliyê hin girtiyên ve hatiye veguherandin, bi saya wan bûye navnîşaneke berhemdarî û nivîsandinê. Harlow hem yên ku hatine kuştin bi bîr tîne, hem jî giringiya berhemên wan girtîyan ên ku piştî mirina wan jî bandora xwe didomînin, radixe ber çavan. Vegotinên van nivîskaran li dijî sînordarkirinên girtîxaneyê derdikevin. Bi taybetî, bikaranîna zimanekî kolektîf ("em", "ya me") ku di girtîxaneyan de qedexe ye, bala mirov dikişîne. Lê belê, nivîskar bi bikaranîna van gotinan li dijî vê yekê derdikevin.

Bîranînên Girtîgehê yên Girtîyên Siyasî

Hin kesên din bi salan di girtîgehê de mane, bi qasî karûbarên xwe yên siyasî ji ber nivîsên xwe jî hatine mehkûmkirin. Gelekên van nivîskaran bîranînên tecrûbeya xwe ya girtîgehê nivîsîne yan berhev kirine û ev deqên wan kategoriyeke taybetî pêk tînin ku di çarçoveya berfirehtir a edebiyata berxwedanê de peyda bûne. Harlow di vê berhema xwe de giringiyeke taybet dide bîranînên girtîgehê. Van bîranînan wek çavkaniyeke giring a agahdariyê dibîne. Lewre bîranîneke girtîgehê ya ku bi awayekî takekesî hatiye nivîsandin, beşek ji dîroka kolektîf û civakî ye. Serpêhatiyên takekesî dikarin ronahiyê bidin ser bûyerên dîrokî yên mezintir û rewşên civakî. Beşek ji pirtûka Harlowê ji van vegotinên girtîgehê pêk tê. Li gorî Harlowê ev bîranîn ji bo têgihîştina dîroka sedsala 20an û wêjeya wê gelekî giring in. Her wiha ev bîranîn ji bo fêmkirina dîroka dirêj a têkoşîna li dijî emperyalîzm û mêtingeriyê jî giring in ji ber ku ev girtiyên siyasî beşek ji vê têkoşînê ne. Ev bîranînên girtîgehê yên girtiyên siyasî, ne tenê çîrokên kesane ne, ew belgeyên dîrokî û civakî ne ku dikarin alîkariya me bikin ku em dîrok, wêje û têkoşînên civakî û siyasî yên sedsala 20an baştir fêm bikin. “Bîranînên girtîgehê ji bo xatirê wê yekê nayên nivîsîn ku "kitêba yekî bi xwe" hebe, ew bêtir belgeyên kolektîf in, şahidî ne ku ji bo têkoşîna hevpar ji hêla takekesan ve tên nivîsîn.” (Harlow, 2025, r. 162). Ji bo piraniya şoreşgerên azadiyê, zîndan bûne zanîngehek ku wan dikarî li wê têkoşîna xwe ya berê bidomînin û bi pêş de bibin. Piştî ku şoreşgerek tê girtin, ew di nav serboriyên dijwar re derbas dibe. Di nav sînorên teng ên çar dîwaran de, di bin siya tarîtiyê de, gava ku ji bo li hemberî ceribandineke nû ya êşkenceyê stûyê xwe netewîne, hewl dide giyanê xwe û hestên xwe bihêz bike, pirsek wek marekî ketiye dilê gelek girtiyên serhildêr û kul dide: "Çima min heta niha qet tiştek nenivîsand?" Maya Angeolu dibêje "Ti êşa girantir ji hilgirtina çîrokeke bêdeng a di hundirê we de veşartî tune ye."

Edebiyata zîndanan bi rastî perçeyekî giring ê dîroka berxwedana gelê kurd e jî. Di dirêjahiya dîrokê de, gelek nivîskar û helbestvanên kurd serpêhatiyên xwe yên zîndanê di nav rûpelên berhemên xwe de neqişandine. Nivîskar û helbestvanên kurd ên ku ji nifşên cuda wekî Musa Anter, Recep Maraşlı, Yılmaz Odabaşı, Ahmet Arif, İlhan Sami Çomak, Tonguç Ok, Murat Canşad, Menaf Osman, Mizgîn Ronak û Rıza Kazıcı, tevî tixûb û astengiyan li paş dîwarên girtîgehan jî destê xwe ji afirandina wêjeyî nekişand û ew kaniyan, gotin û helbestên xwe domandin. Ev cure berhem bi giştî têkoşîna civakî û siyasî, lêgerîna nasnameyê û ruhê berxwedanê nîşan didin.​​​​​​​​​​​​​​​​ Herwekî ku bi hezaran mirov ji ber têkoşîna Tevgera Azadiya kurdan a li hemberî neheqiyên ku di nav salên dirêj de domandine hatine qirkirin, bi hezaran mirov jî di hundirê tarîtiya zîndanan de hatine hepskirin.​​​​​​​​​​​​​​​​ Têkoşerên kurd ên ku avêtine zîndanan, di warên mîna dîrok, mîtolojî û herwiha edebiyat û hemû qadên din de xwe perwerde kirine. Ew tiştên ku di dibistanên pergala mêtinger, di zanîngehan de qet nebihîstine, fêr nebûne, di nav çarçoveya girtîgehan de dixwînin, fêr dibin û li ser wan bi saetan nîqaşan dikin. Bi rêya pirtûk an jî kovaran serpêhatiyên xwe digihînin xwendevanên ji derve. Li dijî pergala ku hewl dide wan tune û kedî bike têdikoşin.​​​​​​​​​​​​​​​​ Weşanxaneya Aram, wekî pêşengeke qada çap û belavkirinê, berhemên wêjeyî û ramyarî yên girtiyên siyasî yên kurd digihîne ber destê xwendevanan û di vî warî de xwediyê cihekî sereke ye.​​​​​​​​​​​​​​​​ Li gorî Fırat Çan (5.12.2022), têgeha “Wêjeya Zîndanê” şaş e ji ber ku zîndan, di heman demê de eniyeke şoreşê ye jî. Berhemên ku ji qada zîndanê derdikevin, beşek ji berxwedanê ne. Ez bawerim ku divê mirov rastiyê neperçe bike û divê mirov wê di nav tevahiyekê de bigire dest. Ji ber ku ez wiha lê dinêrim, ez difikirim ku parçekirina wêjeyê jî bi xeterî ye. Bi taybetî dema ku mijar wêje be, divê navlêkirinên li gorî cihê ku hatiye nivîsandin, qet neyê kirin. Dema ku em wiha dikin, em zêdetir wate didin cihê ku em tê de ne. Lê belê ji bo me, tiştê wateyê, bi rûmet û giring ne cihê ku em tê de ne, lê çawa ku em li wir dijîn. Li vir divê mirov bêguman giringiya cih înkar neke. Em tenê dixwazin destnîşan bikin ku cih ne her tişt e."

Bêguman, nivîskariya di nav sînorên zîndanê de gelek astengî û dijwariyên xwe jî dihewîne. Mirovê ku di zîndanê de dinivîse, li her çar aliyên wî/ê dîwarên betonî bilind dibin. Ji ber vê yekê ew neçar e ku bi hêza xeyalan, sînorên dem û mekan bişkîne. Di nav çarçoveyeke teng de afirandina gerdûneke xeyalî ya bêdawî ne karekî hêsan e. Yek ji astengiyên mezin jî windabûna derfeta çavdêriyê ye. Nexasim gava ku ew li ser wargehên ku ji salên dirêj ve jê bi dûr ketine destnivîsên xwe diafirînin, bîranîna gelek hûrgiliyan pir zehmet e. Herwiha nivîskar, hewceyî pirtûk, kovar û çavkaniyên ku dikarin jê sûd wergirin hene lê hem pirtûk hem jî weşanên demkî yan nedemkî ji bo wan sînordar in. Sê pirtûk, pênc kovar û divê ev kovar û pirtûk jî di sansûra girtîgehê re derbas bibin. Heke Barbara Harlow ji çavkaniya wêjeya berxwedanê ya kurdan a di nav tarîtiya zîndanan de peyda bûye agahdar bûya, bêşik wê di beşa "Bîranînên Girtîgehê yên Girtîyên Siyasî" ya pirtûka xwe de, ronahiyeke mezin biavêta ser vê mijarê û wê gelek nimûne û mînakên hêja pêşkêş bikira.

Edebiyata Kurdî, Edebiyata Berxwedanê ye?

"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e,
xwe nasîn ji me re rêya rizgarî û xweşiyê vedike"

Di çarçoveya taybetmendiyên ku Harlowê ji bo pênasekirina edebiyata berxwedanê destnîşan kirine, gelo em dikarin edebiyata kurdî jî wek edebiyata berxwedanê pênase bikin? Ji bo bersivdana vê pirsê, divê berîya her tiştî em taybetmendiyên ku Harlowê ji bo edebiyata berxwedanê destnîşan kirine bibîr bînin. Ji bo edebiyata berxwedanê taybetmendiyên sereke yên ku Harlowê balê dikişîne ser wan xalan ev in:

  1. Derketina rasterast ji tevgerên azadiya neteweyî
  2. Çalakî û dilsoziya bo têkoşîna li dijî zordestiyê
  3. Giringiya erk û armancên edebiyatê li şûna şikl û formê
  4. Piştgiriya tevgerên azadiya neteweyî

Li gorî van taybetmendiyan helbet em dikarin qismekî edebiyata kurdî ya modern jî wek edebiyata berxwedanê pênase bikin. Clémence Scalbert-Yücel di gotara xwe ya bi navê Paratekst û Berxwedan di Pênaseya Edebiyata Kurmancî ya li Tirkiyeyê de, edebiyata kurdî dixe nav kategorîya edebiyata berxwedanê. Lewre, bi erk û armancên xwe edebiyata kurdî ya nûjen piştgiriya tevgerên azadiya neteweyî dike, nivîskarên wê/î bi piranî milîtan yan çalakvan in. Xaleke din a giring ku Clémence Scalbert-Yücel balê dikişîne ser ev e: Nifşa yekem a rewşenbîrên kurd (Musa Anter, Mehmet Emin Bozarslan, Cigerxwîn), rewşenbîrên pirralî ne. Ew xwedanên gelek sifetan in, wek dîroknas, rojnameger, zimanzan, nivîser û hwd. “Bi rengekî yekser îlhama xwe ji çîrokên gelêrî, ji zehmetiya jiyana rojane, ji şertên giran ên civakî û siyasî û ji hewlên berxwedanê werdigirin.” (Scalbert-Yücel, 2014, r. 73).

Nifşa duyem (Fırat Ceweri, Mehmet Uzun, Mahmut Lewendî, Xelîl Dihokî, Hesenê Metê, Lokman Polat, Laleş Qaso, Zeynelabidin Zinar, Mehmet Emin Bozarslan Fırat Ceweri, Mehmet Uzun, Mahmut Lewendî, Xelîl Dihokî, Hesenê Metê, Lokman Polat, Laleş Qaso, Zeynelabidin Zinar, Mehmet Emin Bozarslan) a nivîskar û rewşenbîrên kurd wek "nifşê sirgûnê" jî tê binavkirin, ji ber ku piraniya wan li derveyî Kurdîstanê, bi taybetî li Swêdê, dijîn. Gelek ji wan beriya 12 îlonê endamên partî û rêxistinên kurdan bûn ku piştî derbeya leşkerî hatin qedexekirin. Wan li welatên bîyanî ji milîtanîya siyasî berê xwe dan xebatên edebî û zimanî. Hewl dan ku formên nû yên edebî wek roman û çîrok pêş bixin li şûna helbestan, lewre helbest formekî kevn bû û jixwe têra xwe berbelavtir bû di nav derdora milîtanên siyasî de. Armanca wan ew bû ku edebiyata kurdî bigihînin asta navneteweyî, li hember înkara ziman, nasnameya kurd û asimilasyonê rawestin, bîrewerî û şahidiyên xwe bigihînin nifşên nû û dîrok û têkoşîna kurdan bidin nasîn di nav civaka navneteweyî de.

Nivîskarên nifşê sêyemîn di edebiyata kurdî de, heta radeyekê encama guherînên siyasî û çandî yên di salên 1990î de li Kurdistanê û Tirkiyeyê ne. Ji salên 1990î ve, Stenbol bû navendeke giring a sazûmankirinê ji bo ziman û çanda kurdî. Di van salan de li Bakur tevgera kurd bû hêzeke serdest di siyaseta kurdî de û gelek kesayetên rewşenbîrên kurd ên kevin û nû ber bi xwe ve kişand. Di 28ê Îlona 1991ê de Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) hate damezrandin. Di 18ê Nîsana 1992yan de jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê vebû. Xebatên NÇMê bêtir li ser afirandina hunerî bûn, lê yên Enstîtuyê bêtir li ser lêkolîn, berhevkirin û zanînê bûn. Rojnameya Welat jî di nav vê tevgera berfireh de, bû yekem rojnameya kurdî ku ji sala 1992'yan ve dest bi weşanê kir. Nemaze kovarên Rewşen (1992-1996) û Jiyana Rewşen (1996-2000) cihekî giring digirin ji ber ku wan nifşek nivîskar perwerde kirin û bingehên edebiyata modern a kurdî li bakurê Kurdistanê danîn. Clémence Scalbert-Yücel vê nifşê wiha pênase dike: “Endamên vî nifşî ne milîtanan in, belku ciwan in û alîgirên doza kurdî ne lê dixwazin "bi awayekî din" xizmetê li doza kurdî bikin. Di demekê de ku nivîsîna bi kurdî sala 1991ê serbest dibe, û ku yekemîn rojnameyên kurdî ji ber pêdiviya bi rojnamegeran derfetên berçav didine nivîseran, û ew rojname xwîner û nivîseran bi nivîsa kurmancî re çavnas dikin, endamên vî nifşê edebî bi taybetî bala xwe didine ser çîrok û helbestê. Ev nifş dengê welatî vediguhêzin.” Xebata Scalbert-Yücel a li ser edebiyata kurdî helbet hemû deverên kurdistanê nagire nav xwe, serdemkirina wê bi beşa Bakurê Kurdistanê ve sînordar e.

Zülküf Ergün jî di gotara xwe ya “Gotara Dijkolonyal û Wêneyê Serdestiya Tirkan di Kovara Hawarê de” li ser gotara dij-mêtingeriyê û naveroka di berhemên nivîskarên kurd ên li dora kovara Hawarê kom bûne hûr dibe. Li gorî Ergün berî her tiştî, “yekem car, Hacî Qadirê Koyî bû berdevkê vê serdema nû di edebiyata kurdî de. Hacî, Kurdistan wek welatekî “bindest û pestkirî" pênase kir û bi dengekî qube bang li kurdan kir ji bo serxwebûnê” (Ergün, 2014, r. 23). Rêxistina Xoybûnê û kovara Hawarê di pêşxistina hizrên berxwedanê de ji bo kurdan qonaxeke dîrokî ne. Kovara Hawarê di sala 1932yan de li Şamê, paytexta Sûriyeyê, ji aliyê çalakvan û rewşenbîrên kurd ên penaber ve hat weşandin. Damezrînerên sereke Celadet Alî Bedirxan û birayê wî Kamiran Alî Bedirxan bûn. Piraniya nivîskarên Hawarê, piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd ji Tirkiyeyê reviyabûn û li Sûriyeyê bi cih bûbûn. Kovar bû platformek ji bo pêşxistina edebiyata neteweyî ya kurdî û berdewamkirina daxwazên neteweyî yên kurdan. Nivîskarên Hawarê bi rêya berhemên xwe yên wekî gotar, helbest, çîrok û hwd. hewl dan ku nasname û hişmendiya neteweyî ya kurdî xurt bikin. Her wiha kovarê Kurdistan wek welatekî kolonîkirî û gelê kurd jî wek gelekî bindest û çewisandî pênase dikir.

Bi rastî jî, wê demê hemû şert û mercên ku di mêtingehekê de serdest in, li Kurdistanê jî xwe nîşan didan. Wek ku Ergün jî neqil kiriye, Celadet Alî Bedirxan di çîroka xwe ya "Ber Tevna Mehfûrê" de, Bakurê Kurdistanê di bin dagirkeriya tirkan de nîşan dide û diyar dike ku bi destê wan gelek serok, şêx û mezinên kurdan hatine bidarvekirin, jin û zaroyên wan hatine kuştin, mal û milkên wan hatine talankirin û jin û zarokên wan ên bêxwedî li bajarên xerîb birçî û tazî hatine hiştin (Bedir-Xan C., 2012: 51). Zülküf Ergün, bi hûrgilî karakter û bûyerên di berhemên gelek nivîskarên kurd (Celadet Bedirxan, Kamiran Alî Bedirxan, Nûredîn Ûsif, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Telet Qedûr Hecî Elî Begzade û Hevindê Sorî) ên ku di kovara Hawarê de hatiye weşandin analîz kiriye û gihîştiye vê qinyata zelal:

“Edebiyata Hawarê ji aliyekî ve edebiyata neteweyî ye, ji aliyê din ve jî edebiyateke dijkolonyal e. Ji bo vê jî, di gelek deqên Hawarê de, kesayetên edebî di riya rizgariya neteweyî û têkbirina desthilata kolonyal a tirkan de bi nasnameya xwe ya neteweyî dihesin û bi vệ nasnameya kolektîf roleke çalak û erênî digêrin. Kesayetên deqên edebî yên Hawarê di çarçoveya rizgariya neteweyî de bi deng û rengên xwe yên dijkolonyal derdikevin pêş. Nivîskarên Hawarê bi armanca pêgihandina lehengên xwe yên neteweyî gelek caran dîmenên çewisandina welat û binpêkirina nirxên neteweyî berçav dikin û bi vî awayî ji êş û şerpezetiya gel û niştîman kesayetiyên neteweyî yên dijkolonyal diafirînin. Ji ber vê jî, nivîskarên Hawarê, di deqên xwe yên edebî de, bi rûdanên trajîk zemîna hişyarî û haydariyê amade dikin” (r. 34).

Hawar ne tenê kovarek bû, di heman demê de platformek bû ji bo têkoşîna çandî û zanistî li dijî kolonyalîzma dewleta tirk. Wek ku em di mînaka kovara Hawarê de jî dibînin ku têkoşîna li dijî kolonyalîzmê ne tenê bi awayekî çekdarî, lê bi riya perwerdehî û zanînê jî pêk tê. Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêya Hawarê hewl didin ku li hember vê "zanîna kolonyal" zanîneke "dijkolonyal" belav bikin û nasnameya kurdî û zimanê kurdî biparêzin û pêş bixin.

Edebiyata kurdî ya modern bi gelemperî li gorî berxwedana neteweyî û çandî ya kurdan bi pêş ketiye. Bi pirsgirêkên civakî û siyasî yên gelê kurd ve têkildar e. Li hember zordarî, asîmîlasyon û înkara mêtingeran, wek qadeke berxwedanê hebûna xwe heta îro parastiye û piştgirî daye têkoşîna rizgariya neteweyî ya kurdan.​​​​​​​​​​​​​​​​ Her wiha bikaranîna zimanê kurdî bi tena serê xwe helwestek e, li hemberî mêtingeran ji bo parastina nasname û çanda kurdan. Ev edebiyat ne tenê refleksiyona civakê ye, her wiha hewl dide ku bandorê li ser hişmendiya neteweyî û çandî ya kurdan bike. Wek tê dîtin edebiyata kurdî gelek taybetmendiyên edebiyata berxwedanê di xwe de dihewîne. Pîvanên edebiyata berxwedanê yên Harlow ji her alî ve bi edebiyata kurdî re gelek hevaheng in. Di sala 1987an de, berhemên kurdî yên wergerandî bo îngilîzî mixabin kêm bûn, ev jî bû sedema nebûna beşeke taybet ji bo edebiyata kurdî di xebata Harlowê de ya bi navê Resistance Literature.

Bûyerên dîrokî û qeyranên global di vê sedsalê de jî bi awayekî wêranker hebûna xwe diparêzin. Wêrankirina ekolojîk û krîzên îklîmê, pandemiyên vîrûsî, gelên bê dewlet, penaberên li çar aliyên cîhanê belavbûne û hwd. Barbara Harlow di vê serdema aloz de derbarê rola edebiyatê de pirseke giring dike. “Di vê sedsala ku sûcên li dijî mirovahiyê têne kirin, darên malbata tê qutkirin û nifş winda dibin, çîrok têne birîn de, edebiyat dê çawa bê nivîsandin, li hemberî van pirsgirêkan dê rolek çawa bilîze?” (r. 14). Bêguman ev yek ji pirsên ku bersivdana wan gelek zehmet e. Lê bersiv helbet di nav tekstên Harlowê de veşartî ye. Ew pêşniyaz dike ku ji bo têgihiştina edebiyata berxwedanê, divê em berê xwe bidin ezmûn û pratîkên berxwedêran bi xwe. Ew rêyên ku berxwedêr lê meşîyane û ew şopên ku li pey xwe hîştinê, ji bo me armanc û rola edebiyatê jixwe diyar dike.

Yek ji misyonên Harlowê jî ew bû ku têkoşîn û berhemên berxwedêran wek beşek ji mîrateya çandî ya mirovahiyê ji nifşên paşerojê re bihêle. Harlow dixwaze ku nifşên nû hay ji fedakarî û hêviyên wan berxwedêrên berê hebin û vê mîrateyê biparêzin. Hêza wêjeyê ya di qada siyasetê de ew e ku dikare tiştekî ji textê wî daxîne, û bi vî awayî, deriyê welatên xeyalan li ber me vedike da ku em li şûna wî, tiştekî nû, tiştekî çêtir di hizra xwe de biafirînin û pê jiyanêke nû bixemilînin.

Çavkanî

1- Can, F. (2022, Berfanbar 5). Zindan Değil, Direniş Edebiyatı. Yeni Özgür Politika.

2- Ergün, Z. (2014). Gotara Dijkolonyal û Wêneyê Serdestiya Tirkan di Kovara Hawarê de. dnd. Remezan Alan, Ergin Öpengin (Ed.). Tîr û Armanc Gotarên rexneyî li ser edebiyata kurdî ya modern. (23-48). Peywend

3- Harlow, B. (2025). Edebiyata Berxwedanê. (Ji îngîlîzî: Umran Aran, Yusiv Hemed). PallWeşan

4- Sacalbert-Yücel, C. (2014). Paratekst û Berxwedan di Pênaseya Edebiyata Kurmancî ya li Tirkiyeyê. dnd. Remezan Alan, Ergin Öpengin (Ed.). Tîr û Armanc Gotarên rexneyî li ser edebiyata kurdî ya modern. (71-86). Peywend.

Nîşe: Ev gotar cara yekem di hejmara 11. ya Kovara Kûrdîyatê de hatiye weşandin.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin