Edebiyat û Şoreş: Ceribînên Li Ser Amerîkaya Latîn
Serdar Şengül


latinamericanauthors
Wergera ji Tirkî:
Rêbîn Ozmen

Salên 1960 û 1970yan şahidiya serkeftinên edebiyata Amerîkaya Latîn ên di asta cîhanî de kirin. Heke Edebiyata Rûsî jî wekî perçeyekî Edebiyata Ewropa bê qebûlkirin cara pêşî qet nebe di warê erdnîgarî de edebiyateke ne Ewropi, di asta cîhanî de serkeftinek bi dest xist û berbelav bû. Bi awayekî karakterê wê ya ji nişka ve û nedihat payîn nîşan bide di lîteratûrê de ev serkeftin wekî Boom Latinoamericano [Teqîna Amerîkaya Latîn] hate binavkirin. Ev pêşketina edebî ya di navenda wê de roman hebû, di warê teknîkên nivîsîna romanê û şêweyên vegotinê de, hin nîqaşên ku îro jî berdewam dikin dane destpêkirin û bû perçeyekî teoriyên edebiyatê û rexneyên wê. Derbarê rasteqîniya efsûnî ya ku wekî taybetiya sereke ya pêşketina edebîyatê dihat qebûlkirin de, di wê pêvajoyê de lîteratûrek xurt derket holê û li gelek deverên cuda yên cîhanê romanên bi şêwaza rasteqîniya efsûnî hatin nivîsin. Hinek navên girîng ên wêjeyê ku pêşengiya vê pêşketinê kirin, paşê li gel ku serkeftinên berbiçev jî bi dest xistin, ji serê salên 1970yan ve êdî mumkun nebû ku mirov behsa derdoreke kolektîf a wêjeyî bike ku nasnameya xwe ya Amerîkaya Latîn parast û wekî berdewamiya boomê were qebûlkirin.

Ev pêşketina bi lez û ya di asta gerdûnî de ya wêjeya Amerîkaya Latîn, bi qasî şêwazên vegotinê û şêwazên estetîk di mijara têkiliya wêjeya bi siyasetê re jî rê li ber nîqaşên girîng vekir. Qutbûn û berdewamiyên di encama têkoşînên dijmêtingêrî yên di sedsala 19emîn de destpêkirî, şoreşên sedsala 20an û derbeyan de pêkhatî, têkoşînên polîtîk û çandî yên li Amerîkaya Latîn dihatin meşandin xistibûne nava nêzîkatiyeke de. Serkeftina ku teqînê li gel romantîzma şoreşgerî, tevgerên gerîla û Şoreşa Kubayê ku ji Latîn Amerîkayê li deverên cuda yên cîhanê belavbûyî, nîqaşên derbarê têkiliya wêje, şoreş û têkoşînên civakî de ku piştî Şoreşa Cotmehê li cîhana sosyalîst dihatin kirin cardin kir rojev.

Kitêba Mario Benedettî ya bi sernavê Wêje û Şoreş: Ceribînên li ser Amerîkaya Latîn, nivîsên li derdorên mijarên wekî, wêje, siyaset û berpirsiyariya siyasî ya nivîskar dihewîne. Kitêb di sala 1995an de bi wergera Nesrîn Oral ji nav weşanên Belgeyê derket. Teksta ji bo tirkî bûye bingeha çapa kitêba bi Almanî ya ku di sala 1985an de hatiye weşandin. Benedetti ji bo çapa Almanî pêşgotinek nivîsiye. Di pêşgotinê de dibêje; ev gotar, di serdema ku hatibûn nivîsîn de mijarên wekî berpirsiyariya polîtîk ya nivîskar û beşdariya ronakbîran a di veguherînên civakî de di rewacê de bûn û ev gotar jî ji bo piştgiriya nîqaşên zêde ya di van mijaran de hatine nivîsîn.

Kitêba Wêje û Şoreşê ji ber ku bi şahidiyeke rasterast nîqaşên li ser têkiliya wêje û siyasetê yên salên 1960-1970yan ên di navbera nivîskarên sereke yên teqîna Amerîkaya Latîn de vediguhêzê gelekî girîng e. Kitêba Angel Esteban û Ana Galego ya bi navê Gabo û Maria: Márquez û Llosa, Ji Dostaniyeke Zexm ber bi Xeyidînê ve li Amerîkaya Latîn têkiliya wêje û siyasetê li derdora çîroka Gabriel García Márquez û Mario Vargas Llosa ku ji dostaniyê ber bi xeyidînê ve diçe, bi xebateke li ser arşîvan radixe ber çavan û kitêba Angel Esteban bi Stephanie Panichelli re amadekirî ya bi navê Gabo û Fîdel: Gabriel García Márquez û Fidel Castro, Çîroka Dostaniyekê re em bidin ber hev û du, mirov dikare bêje kitêba Benedetti xwedî şêwazeke gelekî zêdetir poetîk û polemîkî ye. Şêwaza navborî şahidiya atmosfera polîtîk a di wê serdemê de serdest dike. Herwiha tê dîtin ku şahidiya kelecana hevpar a zêde ya derbarê şoreş û edebiyatê jî dike.

Benedetti jî di pêşgotina ji çapa almanî ya sala 1985an re nivîsiye de dibêje; piştî duwanzdeh salan, dema careke din min ev kitêb xwend, min dît ku hinek nivîs ne lazim in, hinek jê bi kêmasî ne, hinek jê baş nepijiyane, lê ligel vê yekê jî hinek ji nivîsan jî wekî destpêkên lawaz ên ji bo hinek fikrên ku paşê di dema sirgûniyê de bûne qenaetên bicihbûyî (8). Benedetti diyar dike ku ligel vê yekê jî bi sedema ku ewê “jixweberbûna milîtanî ku taybetiya sereke ya wan salên tarî û bi pirsgirêk bû, ji holê rake” gotarên di kitêbên de neguherandine û wekî xwe hiştine." (8).

Nivîsên rexneya wêjeyî ku Benedetti di destpêka salên 1970yan de nivîsandine, di pêvajoya rexneya wêjeyî ji siyasetê were şuştin û bibe qadeke lêkolînên zanistî û rêbaze wê de zêde bal nekişandibin jî, di van gotaran de helwesta rexneyî ya ku hatiye bikaranîn, ligel di navbera wan de cudahî hebin jî, ev rêbaz mîna ya Edward Said e ku di salên 1980yan de bi kitêba The World, The Text and The Critic (Cîhan, Metn û Rexne) destpêkiriye û di serê salên 1990an de bi Culture and Imperialism (Çand û Emperyalîzm)re berdewam kiriye. Wê rêbazê armanc dikir ku rexneya wêjeyî bi rexneya epîstemolojîk û siyasî re bike yek.

Kitêba Benedetti; ger bi kitêba Said re ku hilberîna çandî û wêjeyî bi taybetî di wêjeya îngilîzî de bi pratîkên mêtingerî û împeretoriyê ve girê dide û ji wêjeya îrlandî heya bi wêjeya Afrîkayî, di vê çarçoveyê de dinirxîne û bi kitêba Barbara Harlow a bi navê Resistance Literature [Wêjeya Berxwedanê] re were xwendin, di qada rexneya wêjeyî de, bêyî ku mirov di nav nêrînên edebîyatê yên wek “kakilparêzî” û “xwecîparêzî” de bihêle, dê bibe sedema nêzîktêdayînên ku ezmûnên mekanî û yên dîrokî darîçav digrin geşe bidin.

Pirtûka Benedetti wekî berhemên Said, ku berhemên çandî û edebî bi pêkanîna kolonyalîzmê û împaratoriyê ve, bi taybetî di wêjeya îngilîzî de, û berhemên Barbara Harlow, ku wêje û têkoşîna dijkolonyal, ji edebiyata îrlandî bigire heya wêjeya Afrîkayê, vedihewîne. Xwendina wê dibe ku bibe sedema pêşkeftina nêzîkatiyên ku bandorên ezmûna mekanî û dîrokî li ber çavan digirin bêyî ku xwe bi "essensyalîzm" û "nativîzmê" ve bihêlin.

Nirxandina Kitêbê

Gotarên di kitêba Benedetti de cih digrin di çarçoveya sê sernavên wekî, Nivîskarê Amerîkaya Latînî û Şoreşa Îhtîmalî; Nivîskar û Bijartinên wî; Lipaşmayin û Tiştên Wêje Dide Ber Çavên Xwe kombûne. Benedetti, di destpêkê de dibêje ku divê di navbera erkên civakî yên nivîskar û pabendbûna wî ya bi pîvanên hunerî re, ku tê îdîakirin di navbera wan de nakokî heye, ji bilî têkiliyeke tekûz, têkiliyek temamker hebe û li ser vê mijarê nîqaşa xwe kûrtir dike (7). Dema ku xetên bingehîn ê şêwaza xwe ya rexneyî aşkere dike, dibêje ku rêbaza ew dipejirîne dê bibe rexneyeke li rexnegirîya edebî ya Ewropayî jî (8).

Benedetti di gotara xwe ya bi navê “Şahidiya Takekesî û Sînorên Wê” de ji dêvla nîqaşeke razber ya li ser nêzîktêdayînên wekî “wêjeyeke wezîfeyek hilgirtibe û xwedî peyamekê bê û wêjeyeke serfiraz, ya cîhana xwe diafirîne, zimanekî wêjeyî yê ne di xizmeta tu kesî de (derblêdan di tekstê de heye) bimeşîne, nîqaşê li ser çarçoveyeke şênber a siyasî dimeşîne. Ji nîqaşkirina li ser prensîbên azadiyê, nivîskar zêdetir peywenda li metropolên Ewropa û Amerîkaya Bakur azadî wekî navgînê tê bikaranîn derdixe pêş. Wekî di mînaka Vîetnamê de tê dîtin, dema bi ser gel û welatan de bombe tên barandin, derbarê çînên kedkar, xwendekar û bi tevahî mijara azadiya gel de, li metropol û paytextên Bakurê Amerîkayê û Ewropayê tu deng dernakevin, dipirse ka çima derbarê azadiya nivîskar de evqas baldarî tê nîşandan (12).

Benedetti dibêje ev tu malîyeta vê baldariya di mijara azadiya nivîskar de tê nîşandan tuneye û pirsa xwe dibersîvine (12). Dibêje ku, di atmosfereke zanîngeh têne girtin, sendîka tên qedexekirin, xwendekar û karker li kolanan tên kuştin de, qilqala ji bo azadiya nivîskar tê bihîstin, xizmetê ji wê yekê re dike ku astengiyên li ser azadiya girseyên berfireh werin veşartin (12-13). Benedetti tîne ziman ku, dengên li metropolên Bakurê Amerîkayê û Ewropayê ji bo azadiya nivîskar tên berzkirin, bêîstîsna ji bo nivîskarên di jêr desthilatên sosyalîst de dijîn e û bi awayekî tinazî dîktatoriyên Amerîkaya Latîn wekî “demokratîk” dibînin û ji bo nivîskarên çepgir ku li van dîktatoriyan dikevin hepsan an rastî îşkenceyê tên, tu car daxwaza azadîyê nayê kirin (13).

Benedettî tam di vê xalê de bertekên li dijî girtina şanonivîs Mauricio Rosencof û yên li dijî “Bûyera Padilla” ku ew di nav nivîskarên Amerîkaya Latîn ên piştgirî didan Şoreşa Kubayê de bû sedema şikestinê, ku helbestkarê Kubayî Padilla ji hêla birêveberiya Kubayê ve hatibû binçavkirin dide ber hevdu. Benedetti diyar dike, ligel Rosencof di hepsên Uruguayê de rastî îşkenceyên giran hatibû, bertekên hatin nîşandan tenê di derdorên teng ên hunermendan de bûn û tenê bi Amerîkaya Latîn re sînordar man, lê Padilla li gel ku li Kubayê, qet rastî çewisîneke piçûk jî nehat û tenê mehekê girtî ma jî bo wî kampanyayên navneteweyî hatin li darxistin (13).[1]

Benedetti tîne ziman ku ji bo xwendekar, karker û gundiyên hilberînêr tu kampanya nayên li darxistin lê dema ji bo nivîskarekî daxwaza azadiyê tê kirin, ev rê li ber wê yekê vedike ku nivîskar ji derdora lê dijî qut bibe û dibe sedema encama bitenêmayina nivîskar û dipirse ka li hember vê rewşê rêyeke wî ya çareseriyê heye an na (14-15).

Rewşenbîrê mehkûmî elîtîzmê dibe, ji ber ku zehmetiyê dikşîne beşdarî tevgereke polîtîk dibe, berê xwe dide karê xwe yê li ser maseyê, xwe di paş xebatên saziyî de vedişêre yan jî mecbûr dimîne xwe bispêre cîhaneke xeyalî yan jî nivîskarekî ku wezîfeyeke polîtîk wergirtiye xwe tenê bi wêjeyeke polîtîk an jî bi rexneyê îfade dike? (14).

Benedetti ji devla bi awayekî teorîk bersiva van pirsan bide, serpêhatiya xwe bi me re parve dike. Ew aşkere dike ku çawa dema di sala 1971ê de rasterast tevlibûna xebatên polîtîk bandor li serpêhatiya wî ya nivîsandinê kiriye. Ew diyar dike ku wekî kes cihgirtina di xebatên politik de heçkû ne beşek jê bin, bi awayekî şematîk pênasekirina gel, di pêvajoyeke dîyalektîk de, ne tenê bi fikirînê lê di heman demê de bi rêyên axiftin û guhdarîkirinê, fêrkirin û fêrbûnê tê wê wateyê fêmkirin di encama xebata hevpar de pêk bê (18). Benedetti îdîa dike ku dema tu xwe di ser gel re bibînî dê xeyidîn pêk werin (19). Benedetti, ji hişyariyên Lenîn ên ji bo kesên di rêya şoreşê ya dijwar de teriqîne jêgirtinan dike û rexneya li siyasetê ya nivîskaran wekî kibra bûrjuvayên piçûk bi nav dike. Ev yek jî dikare wekî işareta wê yekê were xwendin ku ew jî di nava şemaya sosyalîst de difikire û dibêje divê nivîskar di nav gel de be (19).

Benedetti diyar dike ku ew hay jê heye kesekî di nav têkoşîna polîtîk de ji bo romanekê binivîse divê wextekî zêde terxan bike û lê zede dike ev ji bo nivîskar ne rewşeke îdeal e, lê rewşa karker, xwendekar û cotkarên wêlet jî ne îdeal e (20). Benedetti, diyar dike ku sê salên ew di nav polîtîkayê de çalak bû, wekî wêjekar gelekî wextê wî xwariye, lê ji bo bighe feraseta xwe ya îro jî bandoreke mezin lê kiriye û ji ber vê rewşê ew ne poşman e (20). Ligel vê yekê jî aşkere dike ku ew bi tu awayî îdîa nake û ev rewş ji bo hemû nivîskarên Amerîkayê Latîn rewşeke tênebihûran e (20). Benedettiyê ku dibêje ez ne ji kesên dikevin înziva û romanên xwe dinivîsîn dexesîyê nakim, ne jî wan didarizînim û vê yekê jî lê zêde dike: “Malîyetekê romannivîsîna di înzivayê de jî heye” (20). Benedetti diyar dike ku bijartinên li vê derê ji nêz ve bi mecbûriyeteke dîrokî ve girêdayî ne: “Çalakiya polîtîk, bîrewerkirina siyasî piştgiriyên di asta civakî de ne, pêkhateyên hunerê jî dibe ku wisa bin. Û nivîskarên Amerîkayê Latîn ên wekî min îro biryar dane mecbûr bûn pêşikiyê bidin polîtîkayê- belkî jî afirandina cîhaneke adil bi bîrewerî yan ne bi bîrewerî, berî her tiştî ji bo em dixwazin wêje bibe bijartina me ya pêşî em disêwîrînin (20).

benedetti Benedetti di gotara xwe ya dirêj de ya bi navê “Nivîskarê Amerîkaya Latînî û Şoreşa Îhtîmalî di kitêbê cih digre, çalakiya nivîsê bi wateya gelemperî wekî perçeyekî pêvajoya şoreşî ya dê dawiyê li mêtingeriyê bîne pênase dike. Ew êrîşa Fidel Castro û hevalên wî ya di sala 1953an de ya li ser qişleya Moncada ku semboleke rejîma Batista bû û kesî nedigot dê êrîş lê were kirin, wekî destpêka şoreşa di sala 1959an de gihaşte encamê dinirxîne (21). Êrîşa ne pêkan, şoreş pêkan kiriye. Ew diyar dike; ji dêvla nivîskar di nav têkçûnê de tênetî û bêhêvîtiya xwe binivîsîne, divê êrîş bike tişta êrîşa li ser ne pêkane, hêvî bike û wê bîkşîne nav sînorên gengaziyê. Benedetti diyar dike dema şoreşa ihtîmalî bû mijareke wêjeyî, bijartinên nivîskar jî dighine xaçerêyekê (23). Benedetti dibêje heta wekî têgeheke razber bimîne, nivîsandina li ser şoreşê bi qasî nivîsandina li ser stêrnasî yan numîzmatîkê ewle ye, lê dema ew dibe îhtîmalek û gule li ser periyên îlhamê dest bi vizînê dikin, pêwist dibe mirov kaxezek nû bixe daktîloyê û nivîskar mecbûr dimîne bijartinekê di navbera çûyin û mayînê de bike (23). Di vê kêliya çûna sirgûnê wekî ihtîmalekê derdikeve holê de çûna sirgûnê, sirgûnbûn û ji wê derê nivîsîna li ser welêt, wekî bijartinekê diyar dibe ji hêla metropolên Ewropayê ve jî tê piştgirî kirin (24). Benedetti dibêje, carinan tê îdîakirin Amerîkaya Latîn bi wateya rastîn encex ji Parîsê yan jî Londonê dikare were lêkolan û ji nivîskaran tê xwestin, ezmûn û fikrên xwe yên derbarê Amerîkaya Latîn de, li weqf an jî navendên çandê yên payîtextên navborî vebêjin (24). Benedetti îdîa dike hinek ji vexwendnameyên navborî ji aliyê CIAyê ve têne şandin (24).

Benedetti diyar dike şahidiya nivîskarên şahid û mexdûrê şer ên rastî îşkenceyê hatî, bi qasî yên nivîskarên li payîtexten Ewropayê li sirgûnê, li dûrî welatên xwe jiyana hemwelatiyên xwe yên jiyana wan di xetereyê de ye dikin mînak û çîrokên dozgeriyê, roman û helbestên pirolekirî dikine Bestsellerên bi xelat, ne xwedî qîmetê piyaseyê ne (24-25). Benedetti behsa dema şoreş bibe sêwiranek pêkan, metirsiyên ku divê werin hilanîn û karên divê bêne bicîhanîn jî dê biguherin dike (25). Li gorî Benedetti, di wêjeya Amerîkaya Latîn de, dubendiya di navbera nivîskar û rewşenbîran bi ihtîmala şoreşê ve girêda ye.

Benedetti diyar dike ku Şoreşa Kubayê, li giraveke piçûk a Karayiban dawî li serweriya emperyalîst aniye û bandorên mezin ê vê yekê li ser çand û hunerê hene. Diyar dike ku çavên hemû cîhanê bi şaşwazî li vê girava piçûk dinêrîn, şopandina rastiya Kubayê huner û wêjeyê jî dihewîne. Di nava demeke kurt de derbarê wêjeya Kubayê de di her zimanî de antolojî tên amadekirin û kovarên çandî hejmarên taybet çap dikin (25). Benedetti dibêje, nivîskarên qet nehatiye bîra wan dê weşanxaneyên mezin ên Ewropayê berhemên wan wergerînin û biweşînin, dîtin ku berhemên wan ji nişka ve li gelek ziman û heta diyalektên niştecihî jî hatine wergerandin (25-26). Eleqeya navborî tenê bi Kubayê re sînordar nemaye û berê xwe daye tevahiya Amerîkaya Latîn (26). Dinivîse ku, weşanxaneyên li Parîs û Romayê bi navên Borges, Asturias an jî Neruda nizanîbûn, hêdî hêdî Rulfo, Onetti, Roa Bastos, Guimarães Rosa, Sabato, Cortázar, Nicanor Parra, Fuentes, García Márquez, Vargas Llosa, Donoso, Puig û gelek nivîskarên din keşif kirin (26). Benedetti bi awayekî tinazker dibêje “mixabin keşifkirina Darío, Quiroga û Vallejo hinekî li zora wan çû (26).

Şa’irê Nikaraguayî Rubén Darío, şanonivîs, şa’ir û kurteçîroknivîs Horacio Quiroga; şa’ir romannivîs û şanonivîs César Vallejo ku Benedetti behsa wan dike, ji çaryeke dawî ya sedsala 19. heya çaryeka ewil a sedsala 20. di pêwajoyeke din a şoreşgerî û dijmêtinger a li Amerîkaya Latîn de, bingehên wêjeya Amerîkaya Latîn danîne û hinek berhemên herî girîng wan nivîsîne. Benedetti bi helwesta xwe ya îronîk, dixwaze balê bikşîne ser wê yekê, Rubén Darío yê tevgera wêjeyî ya bi navê modernismo ya Amerîka-Îspanyolî daye destpêkirin û César Vallejoyê her çi qasî şa’ir û rexnegirê wêjeyê yê îngilîz Martin Seymour-Smith, wî wekî “di sedsala 20. de şa’irê herî mezin ê di her zimanekî de” û şa’ir, teolog û çalakvanê civakî Thomas Merton ê Amerîkayî jî wî wekî “piştî Dante şairê herî mezin ê gerdûnî” pênase dikin, bala weşanxaneyên Ewropayê encex piştî serhildanên siyasî û pêvajoyên şoreşegerî kişandin.

Li gorî Benedetti nivîskarê Amerîkaya Latîn li hember vê eleqeya gerdûnî ya her diçe zêdetir dibe şaşwaz dimîne. Nivîskar xwe di nav mijarên cur be cur de dibînîn. Li aliyekî tênetî û tênetiya nivîskar bêriya wê dike di encama hêviyên girseyeke xwendevanan ji berê cudatir gelek hêviyên din ji wan dike û çewisînên bazirganî yên wêşanxaneyan de ji destê wan çûye, li aliyê din gelên serîhildidin û gelek mîjarên din (26).

Li gorî Benedetti Şoreşa Kubayê ji ber potansiyela wê ya dê çînên gel bixê nav tevgerekê de wekî xetereyekê hat dîtin. Karker, xwendekar, cotkar hêviya dê şertên zehmet ên jiyana wan biguherin û ji bo vê ketin nav liv û tevgerê. Ev liv û tevgera ji hêviya bo dahatuyê destpêkir, di nêrîna li raboriyê de jî guherîn pêkanîn. Bûn xwedî wê derfêtê, hêvî û xeyalên di raboriyê de bi nêvî mabûn veguhêzîn dahatuyê (27). Ev coş û xiroşa di asta parzemînî de hat jiyîn rastiyeke pir cihêreng afirand di edebiyatê de jî xuya bû (27-28). Ev guherîneke wisa ye di bin siya ezmûna xeyalî û dijberiya wêrek a şoreşê de pêk tê, ji nivîskarên dilpak û hestiyar ên wekî Eduardo Mallea û Borges bigire heya Cortázar ê ku Rayuela [Teytok] û David Viñas ê ku Hombres de a Caballo [Siwarî û Yekîne] nivîsîne tê (28). Li gorî Benedetti çîroknivîs, hozan, şanonivîs û gotarbêj zarokên şoreşa Amerîkaya Latîn in (28). Li gorî wî, tiştê Cortázar di Teytokê de û Márquez di Tenêtiya Sedsalî de kir, di qada wêjeyî de bû şoreşek û ew bûn êrîşek li dijî tiştên ne pêkan dihatin dîtin (28). Li gorî Benedetti ne tenê nivîskar gel jî di vê pêvajoyê de tê dorpêç kirin. Benedetî dibêje tişta wekî ecibandina gel tê bi navkirin, bi rêjeyeke mezin berhema emperyalîzmê yan jî qet nebe ya kampanyayeke biyanîkirinê ye ji emperyalîzmê sûd werdigre û ya navgînên wê yên bi bandor yên çapemeniyê ne (30). Ji ber vê yekê gelê ji pêvajoyên têkoşîna civakî tê derkirin û bi tênetiyê re rû bi rû tê hiştin û nivîskar hem dibin biyanîyên xwe hem jî dibin biyaniyên hev. Benedetti, ji bo ku absurdiya di tênetiya nivîskar de li ber çav raxîne ji helbesta Raúl Gonzáles Tuñónê Arjantinî jêgirtinekê dike.

Benedetti di vê xalê de behsa xetereyekê dike û di asoyan re diyar dibe û vediguhere rasteqîniyekê. Çînên serdest navgînên ragihandinê di destê wan de ne, rewşa nû yekser fêhm dikin û çerxeke ne bi hesabên bankayan lê bi xelatên birqonek di navenda wan de ne pêk tîne (29). Nivîskarê veguheriye îkoneke edebî û îdeolojîk, tênegihîştiye îdeolojiya navborî tam berovajî wê ye û ew di berhemên xwe de an di jiyana xwe de an jî di her duyan de diparêze (29). Nivîskarê Amerîkaya Latînî ji aliyê derdoreke elît ve hatiye dorpêçkirin, pesnê rûmeta wî hatiye dayîn, bi xelat, bûrs, geryan, werger û hevpeyvînan jê re îmtîyaz tê dayîn û bi nermkirina nivîskar a bi van tiştan nêzîkatî li nivîskar hatiye kirin (29). Ev tişt hemû, bêyî haya nivîskar jê hebe, nivîskar di çavên raya giştî de dike qirdikek, gel ne tenê li ser kaxezê, lê di jiyana rojane de jî nivîskar helwesteke cûda û hevsengî hêvî dike (29). Yên bi vê lîstikê dihesin û naxwazin bibin beşek ji wê, li derveyî amûrên ragihandinê tên hiştin (29).

Belê, Birêz Rilke, afirîner bi tenê ye,

Lê tenê wekî di dema afirînê de, tê gotin

Lewra berî niha

-tu bi xwe jî di kêliyeke xwe ya hişyariyê de bi vê hesiyaye-

Ew, çi qasî jêhatî be, bila bibe,

Berê xwe dide cîhanê û hesabên xwe dike,

Li çiravan û li ser stêrkan, di xwînê de, di mirovan de

Û di qerebalixiya zêde ya cihê bazaran de (32)

Benedetti, bi gotina Onetti dibêje nivîskar ji “tenêtiya xwe ya ku dê pê bihese ku ne hewce ye” bi têkiliya ku bi gel re deyne dikare xelas bibe(33). Benedetti diyar dike ku, piştî vesazkirinên cotkarî û bajarvaniyê, bi pêkanîna vesazkirinên ruhî û hestî ku ew jî herî kêm bi qasî her duyên pêşî girîng in, dê nivîskar xwe bi bîrewerî û nirxên nû bikemilîne û xwe di nava berziyekê de bibîne(33)

Benedetti her cara behsa gel û hewcedariya wêjeyeke têkoşîna civakî û siyasî li derve nahêle dike, bi xeyaleke di tevahiya pirtûkê de xuya dike bi Stalînîzmê re têdikoşe. Destwerdana Yekîtiya Sovyetê ya li Çekoslovakyayê û dagirkirina Pragê ya di sala 1968an de, bi qasî di nav çepgirên Ewropayê de bû sedema hêvîşikestin û hêrseke mezin, li Amerîkaya Latîn jî bû sedema heman geşedanê. Têgîna Stalînîzmê, di wateya dewleta burokratîk û organên partiyê bi awayekî navendî ne tenê aboriyê, lê qada çand û hunerê jî kontrol dikin û bi rê ve dibin, tê bikaranîn, bi vî şiklê xwe, yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya afirîneriya edebî û hunerî tê hesibandin. Benedetti gotina Che, “hewldana dîtina çareseriyek yekane di nav qalibên hişk ên realîzma sosyalîst de” werdigre û bi vî rengî bersivê dide rexneyan ev yek nîşana tunebûna xeyalê ye û tirsa ji Stalînîzmê nabe û bibe hincet nivîskar xwe di paş barîkatên tenêtiyê de veşêrê (33). Di beşa mayî ya gotarê de, ew nêrînên Che yên li ser huner û wêjeyê jêdigre û diyar dike ku berê realîzma sosyalîst ne li raboriyê ye, lê li dahatuyê ye û pêşniyar dike ku nivîskar xwe ji formul û rêbazên kevinbûyî yên ji ber bikaranîna adetî xira bûne dûr bixin. (38-39) Benedetti di beşa “Nivîskar û Bijartinên Wî” de bûyera Padila bi awayekî kite kit dinivîse. Binçavkirina Padilla ya ji hêla birêveberiya Kubayê ve, di mijara têkiliya çand û şoreşê de bûye destpêk û li derdorên mijarên wekî “Azadiya fikrî ya nivîskêr”, “di civakake sosyalîst de derfêtên rexneyê”, “destpênedana nivîskêr” û mijarên wekî van de bûye sedema nîqaşên balkêş (41). Şa’irê Kubayî Heberto Padilla bi kitêba xwe ya helbestan a di sala 1968an de nivîsî ya bi navê Fuera del Juego [Li Derveyî Lîstikê] xelata Yekîtiya Wêjekarên Kubayê wergirtî, di 20ê Adara 1971ê de, bi sûcdariya “çalakiyên dij şoreşgerî” ji hêla hêzên ewlehiyê yên Kubayê ve tê girtin, 37 rojan girtî dimîne û paşê jî bi “rexnedayinekê” derketibû holê (41). Girtina navborî û paşê jî zorlêkirina bo rexnedayinê rê li ber hêrseke navneteweyî vekir û 62 rewşenbîr û hunermend bi nameyeke aşkere ji Fîdel Castro re nivîsîn û diyar kirin; “azadiya ûjdan bi aşkereyî tê binpêkirin” (41). Sartre, Fuentes, Llosa û yên din ji Fidel Castro re diyarkirine ka ew çi qasî ji ber êrîşa wî ya li ser qada wan bi hêrs û fedîkar in (44).

Benedetti di gotara xwe de ji girtin û rexnedayina Padilla zêdetir li ser bikaranîna vê bûyerê wekî amûreke ji bo rexnekirina rêveberiya Kuba û birêveberiya sosyalîst tê bikaranîn radiweste. Benedetti diyar dike rewşenbîr û nivîskarên navborî danezan îmzekirine di mijara birêveberiya Uruguayê de ya her roj îşkenceyên giran li mirovan tên kirin, mehremiyeta jiyana taybet her roj tê binpêkirin, bikaranîna peyva “tirsê” ya ji bo bûyera Padila ya ji aliyê nivîskarên navborî û çapemeniya Uruguayê ve û bêdengiya wan ya di mijara Uruguayê de rexne dike. (46) Balkêş e Benedetti vê cot standardiyê radixe ber çavan û di mijara fêhmkirina rexneyan de çarçoveyekê diyar dike. Ligel vê yekê jî di kitêba Esteban û Galego ya bi navê Gabo û Mario de, “dema cih didin bûyera Padilla, nivîs û nameyên nivîskarên wê serdemê ji hev re şandine, nîşan didin nivîskarên navborî ne tenê bi helwesteke dijşoreşê tevgeriyane, lê qilqaleke wan ya samîmî jî heye ditirsin şoreş bi feraseteke birêveberiya burokratîk û çarçoveya kontrolkirina îdeolojîk de bifetise. (Esteban ve Galllego, 2013: 135-195).

Xala duyem a Benedetti rexne dike ew e; rewşenbîr xwe ji beşên din ên civakê cuda û mezintir dibîne (48-49). Ev feraseta navborî, wekî veguhêzerê fikir payeya destpênedanê dide rewşenbîr û dema karker, xwendekar, cotkar û beşên din ên civakê rastî îşkence û çewisînan tên rê li ber bêdengmayina rewşenbîr vedike. Benedetti qetlîama Tlatelolco ya di sala 1968an de li Meksîkayê pêkhatî wekî mînak nîşan dide û diyar dike derbarê qetlîama navborî de yek danezana tenê ya bi komî jî tuneye ku birêveberiya Meksîkayê rexne dike. Bi heman awayî derbarê kuştina Che yê li Bolîvyayê bi birîndarî hatibû girtin jî tu daxuyanî nehatine dayîn (55). Li gorî Benedetti, nivîskar bi tenê ji ber ku nivîskar e, nabe xwediyê îmtiyazên destpênedanê. Divê nivîskar jî wek hemû şoreşgerên din ên şoreşê bi hemû hebûna xwe piştgiriya şoreşê bike û mafên xwe bi dest bixe (56). Benedetti dibêje “Me” “di mijara bijartina di navbera wêje û şoreşê de, şoreş bijartibû û me ji ber vê yekê bêyî terka wêjeyê bikin an jî red bikin me şoreş bijartibû… Me şoreş bi taybetî ji bo wêjeyê wekî pêdiviyeke jiyanî, wekî bizavekê, ajoyeke afirîner hilbijartibû” (56-57). Benedetti, di sala 1971ê de, dema aşkere dike wî şoreş hilbijartiye û diyar dike ew ji qisûran, ji xeletiyan û ji qlîşeyan ne azade ne û hay ji vê yekê heye. Şoreş dê bi van xeletiyan re were û ji wê derê dê xeletiyên xwe sererast bike bike li gorî, lewra tişta ji nûjen ve rûmeta mirov lê vegerîne ew şoreşa li hember çewisînin pergala kapîtalîst û dewletên mêtinger tekane derfêt e (57).

Benedetti rexneyên xwe yên li ser rewşenbîran di nivîsa xwe ya bi sernavê “Di Demen Guherînan de Rewşenbîr” de berdewam dike. Di bingeha rexneya Benedetti de nivîskar û rewşenbîrên Amerîkaya Latîn dema rexneyan dikin, bi taybetî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û li hember şoreşên li parzemînê dibin perçeyekî têkoşîna dijşoreşgerî. Benedetti, ji gotara Direu Rochelleyê Fransî ya wî bi xwe jî bi Naziyan re hevkarî kiriye jêgirtinekê dike û hewl dide bi vê rave bike, ka feraseta divê rewşenbîr ji girseyan dûr bê girtin di çarçoveyeke çawa de derketiye:

Li pêşiya dîrokê çûyîn, lêkolana ihtîmalên xeternak, pîvana bihûrêkên teng ên dîrokê armanca hemû rewşenbîran an beşek rewşenbîran e. Dema vê yekê dikin car bi caran bixelitin jî-Sebir! Ew wezîfeyeke pêwist pêktînin, yanî li devera girse lê tunebûn wezîfeya girseyan pêktînin. Divê li pêş girseyan bin, divê ligel girseyan bin, divê jî li paş girseyan bin, ne girîng e- bes bila li cihekî din bin, li cihekî din ê diyare (60).

Benedetti dibêje xwesteka bûyîna li cihekî din di nav nivîskarên çepgir de jî dest pê kiriye (59-60). Li gorî wî, utopyayên piştî şoreşê û hin pratîkên wê, ku tê de her kes rewşenbîr û wekhev tên hesibandin, rê li ber wê yekê vekir û hin nivîskarên çepgir ên xwedan têgihiştineke elîtîst bifikirin, ew êdî nikarin li cîhana ji bo wê têdikoşin bijîn (60). Endîşeyeke bi vî rengî di navbera nivîskar û utopyaya wî de astengiyek cidî daniye û nivîskarê, xwe gelê xwe cudatir û mezintir dibîne, jiyana bi wî gelî re ya li heman cîhanê dike cihê rapirsiyê êdî. Benedetti dibêje hin nivîskarên Amerîkaya Latîn demekê helwesteke dij emperyalîst nîşandabûn ên wekî Miguel Ángel Asturias, bi qebûlkirina wezîfeyên dewletê, nêrînên xwe û prensîbên xwe kirin qurbaniyên wezîfeya xwe (61).

Benedetti diyar dike, di rewşên rewşenbîr ji civakê tê îzolekirin de, wê derfêtê jî dest dike pêşniyarên ji bo çareserkirina pirsgirêkan derpêş bike (62). Li gorî wî tişta taybet di nav çepê Ewropayê de dibe ev yek e. Ew diyar dike pisporên wekî Marcuse û Horkheimer nikarîn çareseriyeke derbasdar ji civaka xerîdar re peyde bikin û ew bi giranî wê rexne dikin û ji ber vê yekê ew jî li civaka rexne dikirin guncivîn (62). Tîne ziman heya pêşniyarên derbasdar tunebin, rexne dê kêm zêde bibe utopyayek (62). Diyar dike ji ber vê yekê jî ew şîretan li cîhanê bikin jî, ew exlaqparêzên tenêtiyê ne û encama vê ya xemgînker jî, xwendekar û murîdên wan yên li Amerîkaya Latîn, veguherîne tiryakgirên azadiyê(62)

Benedetti di beşa bi sernavê "Şerê Çînî û Tenêtiya Nivîskêr" de diyar dike ku serpêhatiya dijwar a Stalînîzmê çend nifşên nivîskarên Ewropî felc kirin û ew neçare hiştin. Ji ber vê jî mirov dikare tenêtiya wan û hewcedariya wan a nobedarbûna li hember êrîşên hovane yên birêveberiya nêtxerab fêhm bike. Lê di şert û mercên Amerîkaya Latînî de berdewamiya nîgeraniyên bi vî rengî dê nivîskar di beşdariya veguherîna civakî de asteng bike. (64-65). Benedetti gumanên xwe li ser wê yekê tîne ziman ku nivîskarekî xwe gihandiye tenêtiyê, çawa dikare hişmendiya rexnegiriyê ya ku bi teşwîqkirina rewşenbîrên rastgir ên li Ewropayê çêkiriye bi dest bixe (67). Ji dêvla ku çandê bi awayekî kakilparêz pênase bike, wê weke tiştekî ku bi têkoşîna civakî û şerê çînayetî tê meşandin pênase dike û dibêje ku nivîskarê li derveyî van pêvajoyên têkoşînê be, nikare derbarê çandê de xwedî hişmendiyeke rexnegir be (67). İdîa dike ku nivîskar di pêvajoyên têkoşîna civakî de, bi danîna têkiliyên bi beşên din ên civakê re, dikare pêvajoyên giran, westanker û biherînker yên serdemên veguhêz di nav hevgirtinê de bêyî ku têkçûnek giyanî bibîne derbas bike (68).

Benedetti di beşa bi sernavê "Kêmpêşveçûn û Tiştên Wêje Dide Ber Çavên Xwe" de diyar dike ku wêjeya Amerîkaya Latîn ji ber ku nifşekî tenê li pêş wê heye hatiye pê, nikare pêşketina ku wêjeyên din di pêvajoya xwe-pêşketinê de bi dest xistine dubare bike(74). Wêjeya Amerîkaya Latîn ji bo festîvala wêjeyî cîhanî ya mezin dereng maye (74). Vê derengmayînê pêdiviya bihevxistina gelek rewşên demkî di dema xwe ya hemdem de li ser vê edebiyatê ferz kirine(74-75). Ev modernîzma ku taybetmendiyên klasîk, romantîk û xwecihî li hev digirtin, hem şopên Îspanî, Fransî, Îngilîzî û hem jî şopên egzotîk dihewandin(75). Wêjeya Amerîkaya Latîn, bi vî şiklê xwe yê mîna "boxçika pînekirî” li şûna teqlîdkirina wêjeya Ewropî, şêwaza xwe diafirîne. Li şûna ku wêjeya Ewropî bi awayekî demkî ji paş ve bişopîne, pê re hevdemîyek zeft kiriye(75). Rastiya ku romanên nivîskarên Amerîkaya Latîn di heman demê de bi çend zimanên Ewropî têne xwendin yek ji nîşaneyên vê yekê ye. Li gor Benedetti, nivîskarê Amerîkaya Latînî bi saya keşfên xwe an jî guherandinên keşfên biyanî têra xwe serbixwe bûye ku zimanekî taybetî xwe biafirîne (75).

Benedetti dema wêjeya Amerîkaya Latîn nîqaş dike, dibêje ku kolonyalîzmê rengekî parzemînî daye wêjeya ku ji aliyê neteweyên cuda ve hatiye afirandin (76). Ew diyar dike ku di berhemên nivîskar û helbestvanên ji neteweyên cihê de, tevî hemû cudahiyên ku şopa derdora wan a nêzîk hildigirin jî, şopên parzemînî yên hevpar hene (77). Benedetti amaje bi wê yekê dike ku di wêjeya Amerîkaya Latîn de tevgera mezin û pevguhertina ramanan ya di navbera nivîskaran de di van deh-dozdeh salên dawîn de [mebest jê piştî sala 1959an e] de pêk hatiye. Ji aliyekî ve çewisîna polîtîk û nêzîktêdayînên mudaxaleker yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li ser Amerîkaya Latînî ya nepêşketî, ji aliyê din ve jî di nav gelên Amerîkaya Latîn de derketina helwesteke bi hêz ya dijî Amerîkaya Bakur ji bo cara pêşî, rê li ber vê yekê vekirine (76). .

Benedetti di beşa dirêj a bi sernavê "Veguherandina Mijaran ber bi Pirsgirêkan ve" de, veguhertinên ku wêjeya Amerîkaya Latîn di serdema dirêj a kolonyalîzmê û têkoşînên antî-kolonyal de derbas kirine, di çarçoveya nêzîkatiyên xwe yên rexneyî de analîz dike. Di heman demê de ev beş dikare wekî pêşgotina rexneyên ku dê di beşa bi sernavê "Mafya, Edebiyat û Neteweperestî" ya di dawiya pirtûkê de werin vegotin jî werin nirxandin. Benedetti di vê beşa bi sernavê "Veguherandina Mijaran ber bi Pirsgirêkan ve" de, li ser bandorên têkiliya wêje û şoreşê, takekes, xweza, erdnîgarî û temsîla hiş di wêjeyê de bi berfirehî disekine. Ew armanc dike ku nîşan bide têkiliya wêje û siyasetê heye û ev têkilî nabe ku bi qodên Stalînîst yên ji rêzê û şemayên ferdperestî were sînordar kirin.

Benedetti angaşt dike ku destwerdana kolonyal a vê dawiyê û têkoşîna dij-kolonyal ji Silva a la Agricultura de la Zona Tórrida (1826, Silva Li Herêma Germ Dest bi Çandiniyê Dike) ya Andrés Bello bigire heya Canto General [1950, Strana Gerdûnî] a Pablo Neruda ji Nuestra America (1891, Amerîkaya Me) ya José Martí bigire heya Siete Ensayos en Busca de Nuestra Expresión (1928, Heft Ceribînên ku Vebêjîya me Dikolin) a Pedro Henríquez Ureña de, Amerîkaya Latîn ku bûye mijarê wêjeyê veguheriye "pirsgirêkeke” ku wêje pê re eleqedar dibe (78).

Li gorî Benedetti, tişta nû ew e ku mijarên neteweyî di nav têkiliyên wan ên bi Amerîkaya Latîn re, êdî têne nirxandin(78). Benedetti diyar dike ku dema Alberto Blest Ganan romana xwe ya bi navê Martin Rivas (1862) dinivîsand, xwe nêzî Balzac, Stendal û Galdos hîs dikir û ji bilî Şîliyê pê ve bi tu welatekî din ê Amerîkaya Latîn re eleqedar nedibû (78). Li gorî Benedetti bi heman awayî dema ku Jorge Isaacs, María (1867) û Horacio Quiroga, Desterrado (1928 nivîsandin, ji bilî mînakên Kolombiya, Uruguay û Ewropayê berhemên xwe li ser tu welatekî Amerîkî ava nekirin(78)

Benedetti, dibêje lê belê, Sebastián Salazar ê Peruyî Lima la Horrible [Lîmaya Tirsnak] ya ku di sala 1964an de weşand, dema dinivîsî ihtîmala bi dizîka raçaviya mirovên li çoltêran yên li Mexico, Santiago an jî Montevideoyê dijîn kiribû(79) Benedetti diyar dike ku heman rewş di kitêba helbestan ya Juan Gelam a bi navê Gotan (Gotan) û romana wî ya bi nave Colera Buey (Xezeba Gê) û di romana Salvador Garmendia yê Venezuelayî ya bi navê Pequeños Seres (Heyberên Piçûk) de aşkere dibe lê zêde dike ku cihê nivîskar lê ye her ku diçe giringiya xwe ji dest dide(79)

Benedetti dema ku nûjeniyên pêvajoyên şoreşgerî anîne wêjeyê nîqaş dike, diyar dike ku di wêjeya nû de, ferd û xweza mîna di tabloyên bergehî de bi rengên zenûn nayên pênasekirin. Ev di dema têkoşîna dij-kolonyal de, di nava têkoşîna takekes de xweza, ferd û civak vediguhere tiştekî din. Ew dînamîktir û afirînertir dibin. Şexs û xweza bi awayekî wisa tên terîf kirin ku ne mimkûn e mirov wan di nav tu tesnîfkirinan de bi cih bike. Bi kanên ku ji hêla kolonyalîst û navbeynkarên wan ên herêmî ve hatine damezrandin, daristanên ku ji bo çandiniya pîşesaziyî hatine birîn, çemên zuwabûyî, deryayên qirêj, ajal û nebatên ku bûne malê bazirganiyê û xwezaya ku ji ber şideta kolonyalîst wêranbûye di romana Amerîkaya Latîn de bi êşên ku di pêvajoya xwe jî nûjen ve afirandinê de dikşîne, tê nîşandan. Çiya, çem û deşt dişewitin.[2] Cihên xeyalî yên mîna Comolo û Mocando ne tenê cîhekî diyar temsîl dikin. Ew bi vî rengî têne damezrandin ku ev cîhûwarên piçûk li ser asteke parzemînî berfireh dibin. Ji bo vê yekê jî nivîskarên Amerîkaya Latîn ji bo ku bibin Ewropî û navneteweyî dev ji cihên xwe bernadin, an jî wekî ku Borges dike wan bi temamî nakin cihên xeyalî. Mekan li gorî ku ezmûna dîrokî ya hatiye jiyîn nîşan bide ji nûjen ve tê ava kirin. Di vê temsîla ku tê de xeyal û rastî têkelhev dibin, kêliyên herî xeyalî, bîranîn û mekan ji bo balkişandina rewşekê wisa ne ku mirov nikare xwe li ber ragire an jî bo rewşeke mirovîne ku mirov bi azwerî dixwazin. Vebêjiya navborî berî ku wekî alaveke folklorîk û metayeke wejeyî were qedandin, mesela di Tenêtiya Sedsalêkê de an jî di Pedro Paramo de, rasteqîniya efsûnî li hemberî şidet û mêtinkariya serdest a ku wekî qedereke îlahî an jî wekî qedereke jênerev hatiye mîstîsîzekirin, wekî qadeke ku nikare were bidestxistin ya ji rastiyê bi wêdetir hatiye lêkirin. Heman wekî ku Macondaya xeyalî di zimanê Bantuyî de tê wateya mûzê. Bi vê navkirina xeyalî Márquez qetlîama karkerên mûzan bi şêwaza xwe di nava rastiyekê de bi cih dike. Di Teytoka Cortazar de, di Pedro Paramoya Rulfo de, di Siwarî û Yekineya David Viñas de, takekes, ne ew kes in ku di nav tênetiya xwe ya bi kibir û tengezarî de ne, ne jî lehengên vebêjiyên epîk in.

Bi bêrîkirin, arezû, têkoşîn, fedakarî, zaaf û tirsên xwe mirov in. Di hilweşîna ku mêtingeriyê pêkaniye de rêyên dijwar yên ku divê têkoşînên dijmêtinger derbas bikin rê nadin temsîleke kakilparêz. Li gorî Benedetti tişta ku rexnegirên Ewropî naxwazin fêhm bikin û dixwazin wê veguherînin ev temsîl bi xwe ye (90-95).

Benedetti di beşa bi sernavê “Hozanên Ku Peywendiyê Datînin” de, nîqaşa wê yekê dike, bê ka kelecana ku wêjeya Amerîkaya Latîn li payîtextên Ewropayê pêkaniye, hilberîna wêjeyî çawa veguherandiye pêvajoya hilberîna metayê. Li gorî Benedetti di vê pêvajoyê de gelek berhemên ne serkeftî, bi xêra teqîna navborî ji xwe re navek çêkirine. Benedetti aşkere dike û dibêje ku, teqez e li ser kefên teqînê çend navên bi heqê xwe navdarbûyî hene lê belê mînakên pir xerab ên ku rêzdariya kesên din ji xwe re dikin mal û hewl didan bi vê pêla mezin û bi hêz re derkevin jorê û ji bo vê hewldanên pir mezin nîşan didin jî hene (100). Bedenedetti dibêje divê lê zêde bikim ku, nivîskarên ji bo bi heqî tevbigerin propagandaya xwe nakin û ji ber vê yekê jî li lûtkeyên herî berz ên teqînê nayên xuya kirin de navên tênebihûran ên wekî; Juan Rulfo, Guimãraes Rosa, José María Arguedas, Manuel Rojas, Lezama Lima, Leopoldo Marechal, Alejo Carpentier, David Viñas, Roa Bastos, Julio Ramón Ribeyro û José Revueltas hene (100).

Benedetti balê dikşîne ser wê yekê ku nivîskarên mezin (û yên navîncî) yên teqînê, bêîstîsna hemû li Parîs û Londonê dijîn(100). Dipirse gelo gava ewil ya danasîna mezin bî rastî jî li wê derê dest pê kiriye û weşanxaneyên Ewropî ku ji bo li hember wêjeyên Amerîkaya Latînî derkevin serî li her rêyê didin tîne ber çav û bersivekê neyînî dide vê pirsê(101).

Baş e di vebêjiya Amerîkaya Latîn teqîn bi rastî li ku derê pêk hatiye? Li gorî Benedettî “tenê û tikûtenê,, ew helwestên weşangerên Ewropî yên durû, cudakar heta car bi caran kêmker Li gorî Benedetti, ew "tenê û tenê li Amerîkaya Latîn qewimî, ku helwestên durû, cudaxwaz, û carinan jî heqaretwarî ên weşangerên Ewropî dikaribû bi saya birçîbûna xwendinê ya ku tenê ne bi parêzgehan re sînordar bû veguhezîne serkeftineke berbiçav" (101). Ev nirxandin berovajî argûmana Casanova ye ku dibêje, teqîna Amerîkaya Latîn piştî gihaşt astekê bi siyasetê re têkiliya xwe birî û li payîtextên Ewropayê pêkhat (2010:345).

Li gorî Benedetti, serdema berfirehbûna gerdûnî ya edebiyata Amerîkaya Latîn ku jê re boom/teqîn tê gotin, di heman demê de pêvajoyek e ku tê de wêjeya Amerîkaya Latîn têkiliya xwe bi pêvajoyên şoreşgerî re qut dike û teslîmî bazarê dibe. Di vê mijarê de van tiştan dinivîse:

Îro (Hezîrana 1972) leza pêla teqînê bi awayekî berbiçav kêm bûye. Û helbet li peravê tenê kef namîne. Qet nebe berhemên wekî Cien años de soledad [Tenêtiya Sedsalî] û Rauyela [Teytok] yên pir serkeftî an jî wekî La Casa Verde [Mala Kesk] ku bi qasî ceribîner e ewqasî jî meydaxwaz e mane. Li gorî min kitêba herî girîng ya ku Wêjeya Amerîkaya Latîn anîye pê (Pedro Paramo ya Juan Rulfo) kêm e; sirf ji ber ku di dema pêla mezin de nehatiye wergerandin(102). Pêdiviya Pedro Paramo bi teqînê tunebû ji bo bibe rastiya herî bi xeyalê tije ya ku li vê qorziya cîhanê heya niha hatiye dîtin. Pêdiviya wê bi rexneya wêjeyî ya “avakar”, bi kurteçîrokan, bi şahidiyên erênî yên takekesan û qurnaziyên dijşoreşegerî tunebû(102).

Mafya-Wêje û Netewperwerî

Benedetti diyar dike ku ji aliyê komeke bi navê “mafya ronakbîrî” ve, zupetiyeke xeternak û enternasyonalîzmeke pûç û serkî demekê li Meksîkayê li ser kar maye. Piştî vê serdemê nivîskarên Meksîkayî, berê xwe dane mijarên gelekî girîng yên wekî netewperwerîya Meksîkayê û têkiliya wê ya bi çandê re (106). Benedetti destnîşan dike ku qetlîamên Tlatelco[3] û Corpus[4] yên di salên 1968 û 1971 de bi mebest hatine kirin.

Benedetti dibêje ku, Mafyaya Meksîkayê diyardeyek bû, ku li Amerîkaya Latîn hevtayê wê tunebûn û hîn jî wisa ye (106) .Octavio Paz xwedavendê wan, Carlos Fuentes jî pêxemberê wan e (106-107). Li gorî Benedetti, ligel gelek wênesaz û nivîskaran, pêşengên wêjeya Meksîkayê yên ku herî zêde berhemên wan tên çapkirin û belavkirin, di nava vê mafyayê de cih digrin. Û cihê ku ew lê niştecih in jî ne Peuble an Guanajuato ye, lê Parîsa dûr e. Benedetti diyar dike ku; cihûwarê bi navê Zona Rosa yê li navenda payîtext Mexico Cityê ku zêde di bin bandora modayên navneteweyî û arezûyên pirole de ye, di rastiyê de hesreta Ewropayê ye (107).

Bêtirê berhemên vê wêjeya derdora mafyayê, di kitêbên wekî La Región más Transparente [1958, Herêma Pîroz] û La Muerte de Artemio Cruz [1962, Mirina Artemio Cruz]-bêguman kitêba herî baş ya Fuentes e- Meksîkaya ku aşkereye di tengezariyê de ye nîşan didin… Ew di tengezariya Meksîkayê de, li çareseriyên taybetî Meksîkayê negeriyaye. Mafyayê, êrîşbirin retorîka ku di nav gotinên qelew de hebûna xwe berdewam kiriye û pey netewperwerîya piştî şoreşê de bûye bîrdarîyek- lê belê ne bi hêrsê, bêtir bi tinazpêkirineke rûxanker (107).

Pêşniyar ji devla ku welatparêzîya xelet û gelparêzîyê bi hemû tazîbûna wê aşkere bikin, têkiliyên kûrtir ên kevneşopiyên herî bikêr ji nû ve nîşan bidin û tiştên din bixin cihê wan, berovajiyê vê yekê dianîn ziman: Têkçûna di enternasyonalîzmeke serkî û xapînokde. Vê yekê jî bêguman ne tenê fersenda ku nivîskar bibin keşîşên xapînker û berdestkên van keşîşan, lê herwiha hêviya navdarbûnê, werger, xelat, bûrs, rêwîtî û piştgiriya propagandaya bi her cureyî jî dida wan (107). Teqîna navdar di rastiyê de berfirehbûna navneteweyî ya Mafyayê bû, û ne tesaduf e ku kesên herî girîng û bibandor yên di ragirtina wê de Meksîkayî bûn (107). Afirandina wêjeyeke navneteweyî armanca îdeolojîk a Mafyayê bû (107-108). Her çend Zona Rosa nikariye rengê xwe bide paytextên din ên Amerîkaya Latîn jî, hejmareke ku her diçe zêde dibe zêde dibe ya wêjevanên Amerîkaya Latîn romanên bi kalîte yên lîrîk û ceribandinî ji bo qebulkirina navneteweyî nivîsîn û carinan ji hin navendên Ewropî re, derbarê rastiya siyasî û xetereyên jiyana rojanê yên li herêma me ya bihuştî diaxivin û bi taybetî li Parîs û Barcelonayê ji xwe re cih diditîn(108).

Benedetti ji bo nêzîktêdayina meyldariya navneteweyî ya navborî nîşan bide, ji Carlos Monsiváis vê jêgirtinê dike ku ew Carlos, wekî kesekî herî navdar yê mafyayê bi nav dike:

[Êdî] wext hatiye ku em ji vê safsataya mirî ya netewperestiyê xelas bibin û bi meyldariyeke nû ya navneteweyî em dîsa wêjeya xwe vejînin (…), kitêbên xwe yên dîrokê hinekî ji bîr bikin. Dawiya dawî pevçûn ne ew e ku em li dijî çêreke îspanyolî muzexaneyeke etnolojiyê ya Çermsoran ava bikin, an ne ewe ku ji durehiya çermsoran re mîtan an jî hincetan bibînin, tişta esas girîng ewe ku divê em bi wê yekê re mijul nebin bê ji ku derê hatiye, lê ewe ku em çandeke wisa ava bikin ku pirsekê ji xwe bike û bêje em bi ku ve diçin.

Benedetti, dipirse dibêje wê çaxê ev çand diçe ku derê? (108). Benedetti diyar dike ku, bersivên Octavio Paz, Tomás Segovia û Carlos Fuentes yên di anketeke bi mijara nivîskar û polîtîka ya di rojnameya La Opinionê de derketî wekî hemançapî hatine çapkirin û behs dike ku di nava Mafya de nîşaneyên nîqaşê hene. Diyar dike ku Paz û Segovia bi aşkereyî dixwazin ku nivîskar wekî temaşevan bimînin lê Fuentes rêyeke din pêşniyar dike: Renxeye hertimî (108) Benedetti ji bo qesta Fuentes ya ji bo rexneyê baştir were fêhm kirin gotareke wî ya berî bi çend mehan di Pluralê de derketî destnîşan dike. Diyar dike ku, Fuentes wê yekê qebûl dike ku “Tekane piştgiriya ku nivîskarek bide civakê rexne ye” “wekî aqlê selîm, agahî û çarçoveya bijartinê rexne; rexneya, “deraqilî, dogmatîzm û astengkirinê” ye(108)

Li gorî Benedetti xala hevpar ya her sê dîtinan ewe ku îroya Meksîkayê bi raboriya wê ya biyanî re didine ber hev (108) Benedetti bi zelalî dibêje ku dema ev her sê nivîskar roja îroyîn a Meksîkayê dinirxînin, ketina Sovyetê ya Çekoslovakyayê û Stalînîzmê bi giştî ji komkujiya Tlateloco girîngtir dibînin. (108-109).

Benedetti diyar dike ku pirtûka Octavio Paz ya di sala 1970yî de bi bandora bûyerên Tlalteloco nivîsî ya herî navdar a gotarên a bi navê Posdata, nirxandinek xwerexnekirinê ye ji bo kitêba wî ya bi navê El Laberinto de la Soledad [Fetloneka Tenêtiyê] ya ku di sala 1950î de nivîsiye û bi saya wê xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirtiye. Xelata Nobelê ya Wêjeyê (109). Gotara "Posdata" jî li hin weşanên Fetloneka Tenêtiyê ku piştî sala 1975'an hatine weşandin, hatiye zêdekirin. Paz di sala 1968'an de ji ber komkujiya li Hindistanê ji wezîfeya xwe ya balyozê îstifa kir. Di hinek çapên Fetloneka Tenêtiyê de ku piştî sala 1975an de hatine çapkirin de, ceribîna “Posdata”yê jî li wan hatiye zêdekirin. Paz, piştî qetlîama di sala 1968an de pêkhatî ji wezîfeya xwe ya Balyoziya li Hindistanê îstîfa kiriye.

Benedetti, Stalînîzmê wekî xetereyeke Ewropî dibîne û rexne dike ku çima ewqasî ji Stalînizmê tê tirsîn, lê ji Emperyalîzma Amerîkaya Bakur nayê tirsîn û vê rewşê bi tiştên neyînî yên derbarê çanda Ewropî ku hişê wan diçeliqîne, rave dike (109).

Benedetti, diyar dike ku biryara xwe ji bûyerên polîtîk dûrgirtinê ya nivîskarên wekî Paz û Segovia, bi erjengiya li hemberî Stalînîzmê nayê rave kirin. Dibêje lewra mirovên Amerîkaya Latîn ne di jêr erjengiya Stalînîzmê de (ji bilî çend lijneyên partiyan ku ew jî ne di dîrokê nêz de ne) lê di jêr çewisîn û talana emperyalîzmê de, ne tenê li derdora partiyê lê bi awayekî parzemînî tên eciqandin.(109). Her çendî ne xetereyeke nêzîk be jî, Ew mezinkirina tirsa Stalînîzmê, wekî şêweyekî din ê xwesteka nivîskar ku xwe îzole bike, bi nav dike (109).

Benedetti vê pirsê dipirse ka çima mafê xwe îzolekirinê tenê taybetî nivîskaran e. Benedettiyê ku gotina Paz a dibêje "wekî nivîskar erka min ewe ku ez têkelî, dewlet, partî, îdeolojî û heta civakê nebim" wekî mînak nîşan dide, diyar dike ku Segovia vê gotinê ne bi wê wateyê ku divê her çalakiya nivîskar bi tevahî neyînî be, lê divê çalakî ji derve ve pêkwere şîrove dike û dipirse; "Çima divê tenê çalakiya nivîskar wiha be?"(109). Ew dipirse çima kesên ji komên pîşeyî yên cihêreng, karker û xwendekar nikarin bibin xwedî mafekî wisa û ger ew jî biryarê bidin ku derkevin derveyî civakê, dê kî di qada civakî de bimînin ku şerê çînan bikin (109-110).

Benedetti aşkere dike ku di van hemû şîroveyan de reşbîniyeke kûr heye(110) Diyar dike ku Segovia gel wekî tiştekî” ne li ser îktîdarê pênase dike û pey re jî gotineke wekî “Birêvenebirin ji bo gel mafeke” gotiye (110). Tine ziman ku ev derbirîn encama reşbîniyeke kûr in. Ev derbirîn di navbera têgînên gel û nivîskar de paraleltiyekê çêdikin û dema ku gel di cewherê xwe de wekî neyînî û tenê "objeya hêz û siyasetê" were dîtin, îdeolojîyeke ku armanceke wê ya ji bo hebûne tuneye, ya meyldarê têkçûnê derdikeve holê ku her çendî ew wekî îdeolojiyeke pak were binavkirin jî (110). Benedetti tîne ziman û dibêje, işaretên wê yekê hene ku li Meksîkayê, Mafya ji hêla pêvajoya polîtîk ve tê derbas kirin û belkî wê Mafya bi temamî li holê jî bimîne (110)

Benedetti diyar dike ku gengeşeyên li ser berpirsiyariya civakî ya nivîskar, ji aliyekî ve bi nîqaşên li ser neteweperestiyê ve girêdayî ne (110). Ew destnîşan dike ku endamên Mafyayê di dema xwe de ji ber koma Contemporáneos ya dijberê neteweperestiyê, li dijî welatparêziya populîst û pûç têkoşîyane ku li şûna neteweperestiya şoreşgerî ya mantiqî ya nîgarkêşên li dora Orozo, Rivera û Siquierosê (110-111) û diyar dike ku romannivîsên wekî Azuela û Guzman, lîrîkvanên wekî Leopez Verlarde û gotarbêjên wek Vasconcelos jî di nav wan de bûn (111). Benedetti dibêje ku rastiya retorîka fermî û çarçoweya wê ya qaşo, ligel ku ew lêgerîna li çanda otantîk ya gel bêbandor kiribe jî, niha nêzîkbûna Ewropîbûna Porfirio ya endamên Mafyayê ku bi halên xwe yên herî nefretbexş di hişê mirovan de cî digrin rewa nake (111).

Benedetti cih dide nirxandinên navên din jî ku beşdarî nîqaşê bûne. Dîtinên Abelardo Villegas yên di gotara wî ya bi navê “Kuluba Wêjeyê û Mafya: Du Şêweyên Çanda Meksîkayê” cih digrin vediguhêze:

[Wê Ewropaparêzî ] bê guman ne bi wateya beşdarbûna me ya di gerdûnîbûnek çandî an jî enternasyonalîzmeke çandî de bû, bereks, rengvedana çandî ya teslîmbûna neteweyî ya ji hêzên mezin ên Ewropî û Dewletên Yekbûyî re bû… Di vê rewşê de neteweperestiya çandeke şoreşger dihat wateya wê çalakiyê ku em rewşa xwe ya rastîn qebûl bikin. Di vê rewşê de paşê wê qismî bihata nirxandin û bi qismî bihata derbas kirin. Her weha divê were aşkerekirin ku nûnerên herî baş ên wê neteweperweriyê ne ji bo rengekî herêmî armanc kirine, lê berevajî vê, wan hewlên cidî dane ku çanda Meksîkî bi çanda gerdûnî re bikin yek (111).

Diyar dike ku di rastiyê de, Juan Rulfo di salên 1950an de û deh salan bi şûn de Fuentes bi La Murte de Artemio Cruz heman tişt ceribandiye (111). Destnîşan dike ku dema endamên Mafyayê rexneyê ji ber ku li ser hevdû li ser desthilatdariyê dimîne li Partiya Şoreşa Saziyî PRI (Partido Revolucionario Institucional) dikin, ji kadîna comerd ya dewletê debara xwe dikirin(111). Benedetti diyar dike ku, bi taybetî li Meksîkayê, pirsgirêk ne ew e ku çalakiyên çandî wekî hemû çalakiyên din ji hêla dewletê ve tên fînanse kirin, lê pirsgirêk ew e ku karsaziya taybet her gav qanûn û xefikên xwe xurt dike û zexm dike (111).

Benedetti Juan Rulfo wekî kesê herî serbixwe û hêja yê edebiyata Meksîkî dihesibîne û sedema bêdengiya Rulfo bi wê yekê ve girêdide ku, hilberîna wêjeyî bi piştgiriya dewletê û têkiliyên bazarê ve hatiye girêdan(112) Di nav sedemên ku nehiştine, Rulfoyê nivîskarê du pirtûkên gelekî serkeftî yên wekî El llano en llamas û Pedro Paramo, van karên xwe yên bêhempa berdewam bike, gelo ne ew atmosfera Mariachi[5] ya mezin e ku li dora wî ji hêla Mafyayê ve hatiye çêkirin û vê yekê ev çîroknivîsê herî mezin yê Amerîkaya Latîn asteng kiriye û heya niha çawa ev yek nehatiye bîra tu kesî? (112). Benedetti diyar dike ku şert û mercên mafyayê yên bandorê li hilberîna wêjeyî ya li Meksîkayê dikin biguherin jî, dê ji bo afirînerê Comalayê dijwar be ku vegere cîhana xwe ya Meksîkî ya yekta û cihê. Dîsa jî ew lê zêde dike, dibêje ez bi hêvî me ku "Rulfoyê sêyem" di dawiyê de, wê ji nav nivîskarên ciwan ku ne tenê ji Comalayê lê ji Tlatelolcoyê jî derbas bûne dê derkevin(112)

Nirxandina Giştî

Nîqaşa edebî ya ku Benedetti di pirtûka xwe ya bi navê Wêje û Şoreş de li dor têgeha şoreşê kiriye ku îro ev peyv bi rêjeyeke zêde ji ferhenga rexneya wêjeyî hatiye derxistin, hem di warê nirxandina rabirdûya nêz ya bi perspektîfeke nûjen de hem jî di warê têgihiştina mijarên ku di nîqaşên wêjeyî yên heyî de cih digrin û yên li derve hatine hiştin de agahdariyên girîng dihewîne.

Piştî salên 2000an pêvajoyekê nû destpêkir. Di vê pêvajoyê de hat gotin ku wêje sînorên neteweyî derbas dike û wekî “wêjeya cîhanî” ji nûjen ve tê pênasekirin. Bi taybetî dema em van nîqaşan darîçav bigrin, dîtinên ku Benedetti di vê kitêbê de derpêş dike, di mijara navneteweyîbûna wêjeya Amerîkaya Latîn û bûyîna wê ya perçeyekî wêjeya cîhanê de, ji ber ku destwerdaneke û nirxandineke destpêkê ye girîng e.

Pirtûka Benedetti, ku ji hêla rexnegirên edebî yên serdest ve ne di nav "kanona rexneyê" de nayê hesibandin, bi gelemperî bi awayekî derdîrokî li dor hêmanên niştecihî, kakilparêzî, gerdûnîbûn, dîketî, mexdûriyet, bêwêlatî, redkirina malê û sirgûnbûnê ji bo rexneyên wêjeyî rêyên alternatîf pêşkêş dike.

Wekî wêjeya Amerîkaya Latîn, wêjeya kurdî jî di nava tofana kolonyalîzm, nûjenbûn, tevgerên rizgariya neteweyî û qutbûnên şoreşgerî de hewl dide ji xwe re rêyekê bibîne. Nîqaşên li ser têkiliya rol û kalîteya wêjeyê û berpirsiyariya siyasî û edebî ya nivîskar di wêjeya kurdî de jî xwe bi awayekî bi hêz didin der. Di vî warî de nîqaşên ku li derdorên wêjeyî yên Amerîkaya Latîn de hatine kirin, ji bo wêjekar û rexnegirên kurd ên wêjeyî xwedî taybetmendiyên rêxweşker in. Bi vê gotarê ez hêvîdar im ku berhemên Benedetti di nav derdorên wêjeya kurdî de jî bên niqaşkirin û berhemên din ên bi vî rengî li kurdîwerin wergerandin û bibin alîkar ku asoyên me yên teorîk û rexneyî berfirehtir û dewlemendtir bikin.

* Ew nivîs di sala 2022ê de di kovara Toplum ve Bilimê de hat wesandin. Ji bo kurdî ji nû ve hat revizekirin.

Jêrenot

[1] Benedetti, bûyera Padilla di nivîsa bi bi sernavê “Nivîskar û Bijartinên Wî” bi awayekî kitekit vedibêje.

[2] Di vir de Juan Rulfo ya ku bi navê El Llano En Llamas nîşan dikim. Kitêb ji aliyê Ciwanmerd Kulek ve wek Beriya Şewitî hatiye wergerandin kurdî.

[3]Komkujiya Tlatelolco: Di 2ê Cotmeha 1968an de, li navçeya Tlatelolco ya Meksîko City, gelek kes mirin dema ku Hêzên Çekdar ên Meksîkî gule li mirovên bêçek reşandin, ên ku li meydana Plaza de las Tres Culturas kom bûn ji bo protestokirina Olîmpiyadên Havînê yên 1968-an ku wê salê werin lidarxistin. Tevî ku arşîvên ewlehiyê yên Amerîkî 44 mirin tomar dikin, hejmara rastîn di navbera 300-400î de diguhere. Çavkaniyên şahidên herêmî behsa bi sedan kuştiyan dikin.

[4] El Halconazo: Di 10ê Hezîrana 1971ê de, di festîvala Roja Corpus Christi de, komek paramîlîter a girêdayî hikûmetê ya bi navê Los Halconos (Bazan) êrîşî xwendekarên kir ku li dijî şerê qirêj ê Meksîkayê li Meksîko City protesto dikirin. Zarokekî 14 salî jî di nav de nêzî 120 xwendekar jiyana xwe ji dest dan.

[5] Mariachi: Muzîsyeniya kolanê ya kevneşopî ya Meksîkî û awayên performansa muzîkê.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin