"Çeka herî bibandor di destê zordaran de, hişê bindestan e." - Steve Biko
Di qada şerê li dijî nijadperestiyê de, navên Nelson Mandela, Oliver Tambo û Desmond Tutu wek stêrkên geş dibiriqin, rûmeta wan bi heqî bilind e ji ber têkoşîna wan a li dijî rêveberiya apartheid li Afrîkaya Başûr. Lê belê, di vî ezmanê şanaziyê de, stêrkeke din, ya Bantu Steven Biko, bi zanebûn hat vemirandin. Ji sala 1994an ve, dema ku apartheid bi dawî bû, ANC'ya li ser desthilatê hewl da ku dîroka rizgariyê bixe bin kontrola xwe û tevgerên wek Hişmendiya Reş, Eniya Demokratîk a Yekbûyî, PAC û rêxistinên xwendekaran, beşdarî têkoşîna dijî-apartheid bûn, lê ANCyê hewl da ku tevger û aktorên alternatîf nebîne. Ji aliyê desthilata ANC ve, Biko tu carî wek beşeke girîng a vê dîrokê nehat dîtin, ew ji vegotina azadiyê hat sirgûnkirin û bû xerîbekî di welatê xwe de. Ji ber ku ramanên Biko yên şoreşgerî, wek pêlên mezin ên deryayê, li dîwarê dîroka fermî ya dijî-mêtingeriyê ya Afrîkaya Başûr dixist û ew hildiweşand.
Dîroka li dijî-mêtingeriyê divê rûpeleke zêrîn ji Biko re veke, wî wek lehengekî sereke yê têkoşîna li dijî apartheid binivîse. Di sala 1969an de, dema ku çalakiya siyasî ya eşkere û serokatî bi piranî di xewê de bûn, ji Rêxistina Xwendekarên Afrîkaya Başûr, Tevgera Hişmendiya Reş derket holê da ku valahiyê dagire. Biko, wek zanayekî derûniyê yê civakî, bi hişmendî dizanibû ku zincîrên herî xurt ew in ku li dora mejî tên alandin, ne yên li dora dest û lingan. Wî bang dikir ku heta ku mirov ji girtîgeha hişê xwe rizgar nebe, ew ê nikaribe ji girtîgeha civakî jî rizgar bibe. Li gorî Biko, çeka herî bi bandor a zordar ne şûr û rim in, lê ew baweriyên çewt in ku di hişê bindestan de hatine çandin. Ew dibêje, heta ku ev tovên tarî ji axa hişê me neyên pakij kirin, em ê her tim di bin siya koletiyê de bijîn.
Gava ku lêdana dilê siyasî ya gelê wî bi qedexe, hepiskirin, sirgûn û kuştinê lawaz bûbû, dîrokê bang li Steve Biko kir. Di wan salên tarî yên 1948-1994an de, gava ku reşahiya apartheid li ser welatê wan ê Afrîkaya Başûr wek perdeyeke reş hatibû kişandin, dengê wî yê bilind û dilêr li dijî rejîma apartheida nîjadperest bilind bû. Di nav gelê xwe de, navê Biko wek meşaleya hêviyê dibiriqî, û di qada navneteweyî de jî, ew bû sembola berxwedanê ya herî nêzîkî navdariya Mandela. Li çar aliyên cîhanê, li ser jiyan, ramanên wî û mîrateya wî fîlm hatine kişandin, pirtûk hatine weşandin, konsert hatine lidarxistin û stran hatine afirandin. Ew xortê 31 salî, di sala 1977an de, di bin lepên hovane yên îşkenceyê de hat kuştin. Wek ku Nelson Mandela jî gotiye, dewleta apartheid ewqas ji bandora Biko ditirsiya ku "ji bo temenê apartheid dirêj bikin, ew mecbûr man ku wî bikujin"[1]. Lê belê, wî di dîroka têkoşîna li dijî mêtingeriyê de şopeke wisa kûr û birûmet hişt ku, di dilê gelên bindest de, hê jî wek çirûskeke azadiyê ya hertim geş, bi rêz û evîneke bêpayan tê hilgirtin. Bêguman, avahiya bilind a dîrokê li ser milên van lehengên bêdeng hatiye rakirin.
Li Afrîkaya Başûr, bêguman dîroka nijadperestîyê a li dijî reşan diçe heta beriya sala 1948an, heta nîvê sedsala 17an dema ku Hollandiyan dest bi bicihbûnê li Cape Town'ê kir. Lêbelê, pêşengê nêzîk ê apartheid'ê Yekîtiya Afrîkaya Başûr e ku di sala 1910'an de ji aliyê Brîtanyayê ve hat damezrandin û heta sala 1948an di bin rêveberiya Îngilîzan de berdewam kir. Di sala 1948an de, Partiya Neteweyî ya Afrîkaner, ku bi awayekî hinekî surprîz di hilbijartina navbera spîyan de bi ser ket û heta 1994an her hilbijartin qezenc kir. Vê partiyê, agirê nijadperestiyê gur kir, wê kire zanist û sîstem. Di salên 1950yî de nifûs di navbera spî, Hindî-Asyayî, melez û reşan de bi awayekî hîyerarşîk û qanûnî hat dabeş kirin. Taxên kozmopolît û rengîn hatin hilweşandin; otobûs, xwaringeh, destavxane, plaj, hemû tişt li gorî rengê çermê mirovan hatin parvekirin. Têkiliyên zayendî û zewaca di navbera nijadan de bi "Qanûna Bêexlaqiyê" hat qedexekirin. Û reş, di nav sînorên taxên xwe de, bûn wek dîlên ku tenê bi "pasaporta" xwe ya taybet dikaribûn derkevin derve.
Jiyana Kurt a Şoreşgerî ya Steve Biko
Stephen Bantu (Steve) Biko, di 18ê Kanûna Pêşîn a 1946an de li eyaleta Kap a Rojhilat a Afrîkaya Başûr hat dinyayê. Bavê wî wek memûrê polîs xebitî û paşê li ofîsa Karûbarên Xwecihî ya King William's Town wek katib kar kir. Herwiha, wî li Zanîngeha Afrîkaya Başûr (UNISA), ku zanîngeheke perwerdehiya dûr e, xwe ji bo xwendina hiqûqê qeyd kir. Bavê Steve di sala 1950yî de, dema ku Steve çar salî bû, ji nişka ve mir. Piştre, diya wî bi tena serê xwe zarok mezin kirin û di nexweşxaneyeke herêmî de wek aşpêj xebitî. Di sala 1962'yan de Steve, li koleja Lovedale, dezgeheke perwerdehiya mîsyonerî ya navdar li Kap a Rojhilat, ku birayê wî yê mezin Khaya jixwe li wir xwendekar bû, dest bi xwendina lîseyê kir. Khaya, ku ji aliyê siyasî ve bi Pan Africanist Congress (PAC) re çalak bû, bandoreke mezin li ser Steve kir di ketina wî ya nav siyaseta berxwedan û rizgariyê de. Çend meh piştî ku Biko dest bi xwendina xwe li Lovedale kir, Biko û kekê wî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Kekê wî, bi gumanbariya têkiliya bi Poqo re, baskê çekdar ê PAC, hat tawanbarkirin û ji bo du salan hat cezakirin. Biko ji aliyê polîsan ve hat pirsyarkirin û tevî ku hat berdan, piştî sê mehan xwendinê ji dibistanê hat avêtin. Herçiqas ku Biko neçar ma vegere malê, lê dîsa jî li zanîngeha Lovedale berdewam kir û bû heval bi Barney Pityana re, ku wê demê xwendekarekî dibistanê bû.
Di sala 1968an de Biko, Rêxistina Xwendekarên Afrîkaya Başûr ava kir, ku rêxistineke xwendekaran a ku hemû endamên wê reş bûn û li ser berxwedana li dijî apartheid'ê fokus dikir, û piştre pêşengiya Tevgera Hişmendiya Reş a ku nû li Afrîkaya Başûr dest pê kiribû, kir. Tevgera Hişmendiya Reş, ji serhildanên belavbûyî ên li dijî apartheid û nijadperestiya sazûmanî ku ji nîvê salên 1960î ve li zanîngehên Afrîkaya Başûr belav bûn, derket holê. Ji ber protestoyên li dijî rektorên nijadperest ên spî li zanîngehê, bi dehan xwendekarên muxalif ji zanîngehê hatin avêtin. ”Li Afrîkaya Başûr a spî tevgereke piştgiriyê ya ku kêm tê dîtin peyda bû; xwendekarên Zanîngeha Witwatersrand li kolanên Johannesburg bi pankartên ku li ser wan "Şoreşê bêyî me dest pê nekin!" nivîsandî digerin. Karkerên reş jî tevlî wan dibin; lê piştî demeke kurt, meşa protestoyê ji aliyê komeke spî ve ku bi zincîr û şivên hesinî êrîş dikin, tê belav kirin. Çar xwendekar bi giranî birîndar dibin, yên din jî tên girtin” (1985: 21).
Di meha Tîrmehê ya sala 1965an de Biko, wek serokê yekemîn ê Rêxistina Xwendekarên Afrîkaya Başûr (SASO) hat hilbijartin. Di asta rêxistinî de, pêşengên SASO diparastin ku divê mirovên reş bi awayekî serbixwe xwe rêxistin bikin da ku ji serdestiya lîberalên spî dûr bikevin. Ciwanên pêşeng ên Hişmendiya Reş, ji pirtûka "Çermê Reş, Maskeyên Spî" ya fîlozofê mîlîtan Frantz Fanon û ji analîzên Tevgera Hêza Reş a Afrîkî-Amerîkî bi kûrahî bandor wergirtibûn. Di salên pêşîn de armanca wan a sereke xurtkirina derûnî ya mirovên reş bû; wan bawer dikir ku divê mirovên reş ji hesta xwekêmdîtinê rizgar bibin û ev fikir bi populerkirina slogana “reş xweşik e” anîn ziman. Dewleta nijadperest, di demeke kurt de dît ku SASO û bi taybetî "tevgera hişmendiya reş" ku Biko piştgirî didayê, ji bo rejîmê gefeke mezin pêk tîne. Dema ku agirê serhildanê di dilê xwendekarên Afrîkaya Başûr de gur bû, pêlên protestoyê ji sînorên kampusê derbas bûn û dest bi guhertina peyzaja siyasî ya tevahiya welêt kirin. Di salên 1970î de, ev pêl bûn lehiyeke xurt ku bingehên sendîkayên nû yên karkerên reş avêtin. Di vê şoreşa ramanî de, xwendekarên reş û spî û hin akademîsyenên ciwan ên radîkal, bûn hevalbendên hev. Ev akademîsyenên radîkal bi taybetî bûn pira di navbera xwendekaran û karkeran de, bi beşdarbûna xwe ya di grev û avakirina sendîkayan de. 'Kêliya Durban' bi gelemperî tê qebûlkirin ku destpêka pêla nû ya berxwedanê ye ku rê li ber serhildana Soweto, serhildanên girseyî yên salên 1980'î û di encamê de hilweşîna rejîmê vekir.
Di destpêka sala 1973yan de li bajarê bendera Durban pêleke mezin a grevan pêk hat. Heta dawiya Adara 1973yan, 100.000 kes, ku piraniya wan karkerên Afrîkî bûn û nêzî nîvê hemû karkerên Afrîkî yên li Durbanê dixebitîn, ketin grevê. Karkeran bi riya stran û meşan daxwazên xwe anîn ziman. Ev bûyera girseyî ya gel a yekem bû ji çalakiyên siyasî yên salên 1950î vir ve. Ev çalakiyeke siyasî bû û ya girîngtir, serhildaneke karkeran bû; karkeran hêza xwe ya çalakiya girseyî ya li ser bingeha fabrîkayê bi kar anîn. Van grevan bûn sedem ku sendîkageriya mîlîtan û dijî-nijadperestiyê li seranserê welêt mezin bibe û ruhê serhildanê li welêt ji nû ve zindî bibe. Di navbera teqîna çalakiyên karkeran û tevgerên binerdî yên rizgariyê de têkilî hebûn; di nav nifşekî nû de vejîna ramanên Marksîst ket dewrê. ”Di 1968a Afrîkaya Başûr de, têkiliyên di navbera rewşenbîrên çalakvan ên ku bi perspektîfên îdeolojîk ên nû difikirîn û metodên nû yên çalakiyê diceribandîn de pir girîng bûn. Li vir a herî girîng, dostaniya entelektuel a taybet di navbera Steve Biko û Richard ('Rick') Turner de bû. Ev du hizirmend ne tenê heval bûn, lê di nav dilê têkoşînê de hevalbendên hev ên stratejîk bûn jî. Turner mamosteyê felsefa siyasî li Zanîngeha Natal bû û li ser berhemên siyasî yên Jean-Paul Sartre doktora kiribû û ev doktora li Sorbonne'a Parîsê temam kiribû. Turner di destpêka salên 1970î de lêkolînerekî li ser pirsgirêkên karkeran bû û di heman demê de li Durbanê hewl dida ku karkeran rêxistin bike. Ew kûr bandor ji Çepa strukturalîst a Fransî girtibû.”[2]
Herçend Biko di nav pêlên giran ên siyasetê de bû, lê wî tu carî destê xwe ji gulên evînê berneda. Di sala 1970yî de Biko bi Ntsiki Mashalaba re zewicî. Piştre du zarokên wan çêbûn: kurê wan Nkosinathi û Samora. Biko herwiha du zarok ji Mamphela Ramphele, ku endameke çalak a Tevgera Hişmendiya Reş bû, hebûn: keça wî Lerato ku di sala 1974an de ji dayik bû û di 2 mehiya xwe de ji zatûrreyê mir, û kurê wî Hlumelo ku di sala 1978'an de ji dayik bû. Herwiha, di sala 1977an de keçeke Biko bi navê Motlatsi ji Lorraine Tabane çêbû. Di sala 1973yan de Biko ji aliyê rejîma apartheid ve hat qedexekirin; di nav qedexeyên din de, nivîsandin an axaftina li ber gel, hevdîtina bi nûnerên medyayê re an axaftina bi zêdetirî kesekî re di heman demê de jê re hat qedexekirin. Di dawiya salên 1970'yan de Biko çar caran hat girtin û her carê çend mehan di bin çavdêriyê de hat girtin.
Biko di Îlona 1977an de di bin çavdêriya polîsan de, Turner jî çend meh bi şûn de, di sala 1978an de li mala xwe ya li Durbanê di encama suîkastekê de hatin kuştin. Kuştina van herdu rêhevalan, hem ji bo heval û hogirên wan, hem jî ji bo welêt ji her aliyî ve bû wêraniyek, ji ber ku wan metodên berxwedana radîkal ên ne-otorîter diparastin. Wan rêbazên şoreşê yên bê zincîr û bê zor diafrandin, ku tê de dengê her kesî dikarîbû bilind bibe. Xeyalperestî û afiranderiya Biko û Turner, û ramanên wan ên li ser jiyaneke bê apartheid, îro jî wek kaniyeke zelal in ku jê gelek kes îlhamê werdigirin. Polîsên ku Biko girtibûn piştre hatin pirsyarkirin, lê tu kes bi sûcekî fermî nehat tawanbarkirin. Lê belê, bîst sal piştî mirina Biko, di sala 1997an de, pênc memûrên berê îtiraf kirin ku wan Biko kuştibû. Di pirtûka rêberê Hişmendiya Reş ê ku hat kuştin, "Ez Dinivîsim ku Çi Dixwazim"de, di beşa bi navê "Şehîdê Hêviyê: Bîranîneke Kesane" de, Peder Aelred Stubbs, bo wî wiha dinivîse: "Steve ji bo me hat kuştin ji ber ku hêviya azadiyê ya ku wî di dilê me de çandibû, li Afrîkaya Başûr bibe darekî ku tu bahozên zordariyê nikaribin wê bişkînin. Em dikarin bibêjin ku bi rastî jî ji bo vê yekê jiya. Ew bi xwe mînakeke zindî ya hêviyê bû ku wî bi gotin û kiryarên xwe îlan dikir."[3] Mercên hovane yên kuştina Biko, li seranserê cîhanê olan da û ew bû şehîd û sembola berxwedana Reş li dijî rejîma zordar a apartheid’ê. Bi gotina Mandela, “ew, li Afrîkaya Başûr çirûska ku agirê çolê pêxist bû.” Ew agirê azadiyê ya ku wî bi canê xwe vêxist, li seranserê deşta bindestiyê belav bû. Ew agir, bû pêleke gur a şoreşê ku tu hêzên apartheid'ê nikaribûn bitemirînin.
Woods di sala 1978an de biyografiya Biko ya ku tenê navê "Biko" lê bû, nivîsî. Di sala 1987an de çîroka Biko di fîlma bi navê "Cry Freedom" (Qêrîna Azadiyê) de hat gotin ku ji pirtûka Woods hatibû wergirtin. Strana Peter Gabriel a navdar ku rêzgirtina mîrateya Steve Biko dikir, "Biko", di sala 1980yî de derket. Balkêş e ku Woods, Sir Richard Attenborough (derhênerê "Cry Freedom") û Peter Gabriel - hemû jî mirovên Spî - belkî jî herî zêde bandor li ser belavkirina berfireh a çîroka Biko kirine û jê sûd jî wergirtine.
Mîrateya Biko
Biko dixwest reşan ji kompleksa xwekêmdîtinê rizgar bike, da ku ew bikaribin bi dengekî bilind û bêtirs xwe biparêzin, berjewendiyên xwe bînin ziman û ji pozîsyoneke xurt mafên xwe daxwaz bikin. Di çavên wî de, rêzgirtina hevpar bû ew kilîta zêrîn ku deriyê diyaloga rasteqîn a di navbera reş û spiyan de vedikir. Û bêguman, tenê ew kesên xweser ên ku rêzê li xwe digirin û dikarin berjewendiyên xwe îfade bikin, dikarîbûn beşdarî diyalogeke bi wate bibin. Ji ber ku, "Di dibistanê de, zarokê Afrîkayî di nav rûpelên pirtûkên spî de, fêr dibe ku ji mîrateya xwe nefret bike.” Biko, tovê şanaziyê di dilê civaka reşikan de çand: şanazî bi xwe re, bi ked û xwêdana xwe re, bi stêrkên nirxên xwe re, bi kulîlkên çanda xwe re, bi ezmana ola xwe re û bi rengên curbecur ên nêrîna xwe ya li jiyanê re. Ev şanazî, wek xwîna ku di damaran de diherike, bû hêza vejîna civakê. Tevgerên hişmendiya reş, bi Biko re mil bi mil, dest bi avakirina pira hişyariyê kirin, da ku reş bikaribin xwe di neynika rastiyê de bi temamî bibînin. Di îfadeya xwe ya li dadgehê de, wî girîngiya van bernameyan bi vî awayî rave kir: “Rizgarî, ew e ku mirov ji zindana ramanên kevneşopî bireve: Ew dibêjin ku em ê wek reş tu carî nikaribin bifirin; her tiştê xweş tenê dikare ji ezmanê spî bibare. Lê em vê zindanê hildiweşînin, da ku her kes karibe bi perên xwe yên azadiyê bifire."
Mirovên ku di civakên bi temamî bêedalet de dijîn, bi demê re, çavên wan li hemberî reşahiya neheqiyê kor dibin, hin neheqiyan normal bibînin. Di nava êş, bêrûmetî, zext û kedxwarinê de wek masiyên di avê de dijîn, bêyî ku bizanibin av çi ye. Ew bi çavên girtî li ber lehiya neheqiyê radiwestin, ji ber ku stûnên ramanên wan ên ku vê rewşê normal dikin, di kûrahiya hişê wan de hatine çikandin. Biko, ev nexweşiya civakî di laşê civaka reş a Afrîkaya Başûr de wek birîneke kûr didît. Birîna herî kûr, ya ku Biko wek kuleke giran didît, ew bû ku "mirovê reş di hundirê xwe de bûbû xerîbê xwe, xwe înkar dikir, û her tiştê qenc bi rengê spî ve girêdida." Di encamê de mirovê reş bûye qalikek, ruhê wî/ê di nav lehiya êş û xizaniyê de fetisiye. Ew êdî ne şêrekî serbilind e, lê gayekî stûxwar e û nîrê koledariyê bi tirsonekî hildigire. Li gorî Biko, mirovên ku bi vî awayî dijîn mirovên bêhêvî ne, mirovên ku tu rêya pêşerojê nabînin, "ew tenê mirovên têkçûyî ne, bi rebeniya xwe re dijîn û ji ber vê rebeniyê gelek vedixwin..."
Biko, bi rêça Paulo Freire ve çû û wî xwendekarên dilxwaz teşwîq kirin ku kursên xwendin û nivîsandinê ava bikin û navendên tenduristiyê û kargehên hevkariyê bi rê ve bibin. Bi xebatên bi vî rengî, wî xwest ku gel hêza xwe ya veşartî nas bike. Erkê yekem ê navenda bijîşkî ya Zanempilo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê bû, lê sazî herwiha nîşanî gelên reş da ku ew dikarin hem alîkariyê werbigirin hem jî wek bijîşk û hemşîre alîkariyê bidin gelê xwe. Ew mîrateya herî girîng a ku Biko ji me re hiştiye ew e ku divê em alî mirovan bikin da ku ew perdeyên xapandinê yên ku li ber çavên wan hatine girêdan, biçirînin. Bi vî awayî, ew ê bikaribin hem zincîrên rastîn ên ku wan girêdayî dikin bibînin, hem jî kilîta ku dikare van zincîran veke, di destê xwe de nas bikin. Wek ku Biko di sala 1971ê de bi awayekî nayê jibîrkirin nivîsî bû: “Çeka herî bibandor di destê zordaran de hişê bindestan e."
Bi dîtina Biko, ji bo hilweşandina apartheid'ê û avakirina civakeke wekhev, pêwîst e ku pêşî ev mirovê reş ê ku şexsiyeta xwe winda kiriye rabe ser xwe, rêzdarî û rûmeta xwe bi dest bixe, bi dîroka xwe ya kevnare serbilind be û ji xwe û laşê xwe hez bike. Hêviya hevpar a hemû ramyarên dijî-mêtingeriyê, wek Fanon û Biko, ew bû ku reş bi çavên rêzdariyê li xwe binêrin û çîroka xwe bi pênûsa serbilindiyê binivîsin. Di pirtûka bi navê "Ez Dinivîsim ku Çi Dixwazim" de (cara yekem piştî mirina wî di sala 1978an de hat weşandin) Biko, hişmendiya reş û felsefa xwe wiha xulase dikir: "Hişmendiya Reş helwesteke hişmendî û awayekî jiyanê ye, gaziya herî erênî ye ku ji kûrahiya sedsalan ji axa reş bilind dibe. Cewherê wê ew e ku mirovê reş hay ji hêza xwe ya veşartî hebe, hay jê hebe ku reşahiya çermê wî, ya ku bûye sedema bindestiya wî, dikare bibe çeka wî ya herî xurt. Divê ew bi birayên xwe re li dora vê nasnameyê kom bibe û bi hev re êrîşî wan zincîrên ku wan bi koletiyê ve girêdayî dihêlin, bikin da ku xwe rizgar bikin û bigihîjin azadiya rastîn."
Biko, bi şûrê rexneyê xwe li çepgirên spî radikir, ew şoreşgerên ku xwe di ava zelal a îdeolojiya xwe de şuştine û guman dikin ku ew ji hemû lekeyên nijadperestiyê pak bûne û nijadperestiyê wek sîstemeke ku hemû spiyan xwedî îmtiyaz dike nedidîtin, bi awayekî gelek tund rexne dikir. Li gorî Biko, rewş û îmtiyazên spîtiyê li ser îdeolojî û siyasetan bûn. Spîtî ne tenê rengek bû, lê perdeyeke stûr bû ku li ber çavên xwediyên xwe hatibû girêdan, û wan ji dîtina rastiya cîhanê bêpar dihişt. Ji ber vê perdeyê, ne lîberalên spî dikarîbûn bibin lîberalên rastîn, ne jî Marksîst dikarîbûn bibin Marksîstên rastîn. Di vê welatê newekhev de, mirovên spî, çi komunîst çi kapîtalîst, tenê ji ber ku çermê wan spî ye, xwediyê îmtiyazên taybet bûn. Marksîst û lîberalên spî, tevî ku di qatên jor de rûniştibûn jî, xwe wek parçeyek ji vê sîstemê nedidîtin. Ev mêtingerên dilnazik, nijadperestî wek hişmendiyeke şaş a hin spiyên nijadperest didîtin ku li derveyî kesayetiya wan pêk dihat û bandor li wan nedikir. Wan bi tu awayî qebûl nedikir ku nijadperestî sîstemek bû ku ji her aliyî ve ew jî xwedî îmtiyaz dikirin, hemû spî bi rêjeyên diyar li jor, û hemû reş jî li jêr dihiştin.
Biko qet ji lîberalên spî yên ku bê rawestan şîretan li reşan dikin, xwe wek xwediyê rastiyê dibînin û hewl didin biryar bidin ka çi ji bo reşan baş e û çi xirab e, hez nake. Yên ku diaxivin her dem spî ne û reş neçar in ku di rêza bêdengiyê de rûnin û guh bidin van lîberal û çepgirên serdest. “Ev lîberalên spî, di kirasê xwe yê spî de, xwe wek ronîdarên jiyana reşan didîtin. Lê ya herî ecêb ew bû ku reşan jî, wek zarokên di tariyê de mane, demeke dirêj bawer kir ku ev ronahî ya rastîn e. Tenê di dawiya salên 50î de bû ku reşan çavên xwe vekirin û dît ku ew bi xwe jî dikarin bibin şivanên qedera xwe.”[4] Yên lîberal û çepgir di şûna ku li dijî nijadperestiya di civaka xwe de têbikoşin, pirraniya dema xwe bi hewldana îspatkirina çiqas azadîxwaz in ji reşan re derbas dikin.
Biko, bi hêrs li hember têgeha "entegrasyonê" radiweste, ya ku wek perdeyeke tenik li ser birînên civakê tê daliqandin, û bi vî awayî rastiya kûr a pirsgirêkan ji çavan vedişêre. Têgeha entegrasyonê, ku di qesrên lîberal de wek pûtekî pîroz tê peristin, di rastiyê de ew pejirandina nirx û îmtiyazên spiyan e. “Heke entegrasyon tê wateya ku reş bikevin bin serdestiya civaka spî an jî bibin lîstikvanên şanoya ku ji aliyê spiyan ve hatiye nivîsandin, ERÊN, ez li dijî vê yekê radiwestim. Ez li dijî vê sîstema ku spiyan wek serwerên ebedî û reşan wek şagirtên ebedî (û şagirtên nebaş) dibîne, radiwestim. Ez li dijî quretiya entelektuel a spîyan im ku bi quretiya xwe ya mezin bawer dikin ku ew ji aliyê Xwedê ve hatine şandin da ku çerxa pêşketinê bizivirînin. Ez li dijî wê yekê me ku kêmaniyek dagirker hemû nirx û baweriyên xwe li ser gelê xwecihî ferz dike.”[5] Her çareseriya lîberal û entegrasyonê ya ku birca îmtiyazên spîyan hilnaweşîne, Biko li hemberî wê disekine.
Dema ku reş dest pê dikin ku her tiştî bi serê xwe û ji bo xwe bikin, hemû lîberalên spî qiyametê radikin! Dest pê dikin dibêjin "Hey, hûn nikarin vê yekê bikin. Hûn nijadperest tevdigerin. Hûn dikevin dafika wan." Di rastiyê de, reş tenê hewl didin ku zincîrên koletiyê yên ku ji sedsalan ve ji aliyê spiyan ve li stûyê wan hatine xistin, bişkînin û baskên xwe yên azadiyê vekin. Ji ber ku li Afrîkaya Başûr, rengê spî bûye sembola şeveke tarî ya bêdawî, ku di her quncikê bajar de siya tirsê li ser jiyana reşan belav dike. Li Afrîkaya Başûr, rengê spî her tim bi hovîtiya polîsan, êrîşên pasaportê yên di dema berbangê de, tacîza giştî ya di nav an derveyî taxa xizanan de hatiye nasîn. Di vê tabloya reş de, kî dixwaze xwe bi rengê celladên xwe boyax bike? Ji ber vê yekê, îdîaya spiyan ya ku reş nijadperestiyê dikin, îdîayeke vala û bêbingeh e. Herwiha, wek ku Biko bi israr balê dikişîne ser; "nijadperestî ne cileke ku her kes dikare li xwe bike. Ew şûrek e ku tenê di destê yên serdest de dibiriqe." Reş ne şervanên vî şerî ne, lê mertalên xwe yên ji neçariyê çêkirî radikin da ku xwe ji nijadperestiya spiyan biparêzin.
Biko, bi gelek taybetmendiyên xwe ve, dişibe Mazlum Doğan, yek ji wan kesayetên nemir ên di berxwedana rizgariya Kurdistanê de. Her du leheng jî di xortaniya xwe de, di oxira şoreşê de, neçar man canê xwe feda bikin. Steve Biko 30, Mazlum Doğan 27 salî bû. Her du jî di îşkencexaneyên dewletên mêtinger de hatin qetilkirin. Her du jî ji qonaxa xwendekariyê ya netemamkirî, derbasî refên şoreşê bûbûn. Herduyan jî di dadgehên mêtingeran de, bi gotinên xwe yên misoger, rûyê rastîn ê vê pergala dagirker û hovane eşkere kir. Bi dengekî bilind û bêtirs ragihandin ku ew vê şanoya bi navê edaletê napejirînin û li hemberî wê radiwestin. Her du leheng jî, ne bi serokên xwe, ne bi hiyerarşîyên rêxistinî û ne jî bi destûrnameyên partiyên hazir ve girêdayî man. Wan rasterast xwe avêtin nav pêlên têkoşîna gel û xwe di nav agirê wê têkoşînê de afirandin. Li hemberî neyarên xwe, heta kêliya dawî ya jiyana xwe, tu carî ji doza xwe ya rewa venegeriyan, serî netewandin û li ber bayê zordariyê nehejiyan. Ew bûn sembola herî rûmet a serbilindiya şoreşgerî. Her du jî xwediyê hêza feraseteke kûr bûn, bi tevahî têgihîştibûn ka şoreş çi ye an jî divê çawa be, bi hemû hûrgilî û aliyên wê ve. Her du şoreşger jî bawermend bûn ku ji nav kavilên mêtingeran, dê welatekî serbilind pêk were ku tê de hemû kes azad û wekhev bin. Bîranîna her duyan jî li gelek deverên cûda yên cîhanê bû çavkaniya îlhamê ji bo bi hezaran ciwanên şoreşger, wan hêz ji berxwedan û helwesta wan a bêtawîz wergirt. Ew ê her û her wekî nimûneyên geş ên ramaneke ciwan û şoreşger di bîra mirovahiyê de bimînin û bên vegotin.
Jêrenot
[1] Matthew Graham, Steve Biko's remarkable legacy often overlooked
[2] Heike Becker, Black Consciousness and Anti-Capitalism: The Legacy of Steve Biko (2018)
[3] Mangaliso Mdhlela, Reflections on Steve Biko’s life and legacy, 40 years later
[4] Steve Biko, Siyah Bilinci, Dipnot Yayınları, r, 26
[5] Siyah Bilinci, r, 33
Çavkanî
1-) Heike Becker, Black Consciousness and Anti-Capitalism: The Legacy of Steve Biko (2018)
2-) Mangaliso Mdhlela, Reflections on Steve Biko’s life and legacy, 40 years later
3-) Matthew Graham, Steve Biko's remarkable legacy often overlooked
4-) Steve Biko, Siyah Bilinci, Dipnot Yayınları (2014)
5-) Irkçılığa Karşı Mücadele: Güney Afrika'da Siyah Öfke, Metis Yayınları
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →