Wergera Ji Almanî: Rahmet Yelken
I
Wek ku tê zanîn, rojekê ji rojan otomatek hebûye. Ew wusa avakirî bûye ku wê li her hamleyek kişikbazekî dij-hemleyek vegerandiye û pê ve qezenckirina lîstikê ji xwe re temîn kiribûye. Kuklayek bi cilûbergê tirkî, lûleyek nêrgîleyê di devê wê de, li ber texteyê kişikê yê li ser maseyeke fireh rûniştibûye. Bi sîstemek biriqînkirinê ve îliziyonek hatibûye peydakirin, mîna ew mase ji her çar alîyan ve şefaf e. Di rastiyê de, tê de cûceyekî piştqilûç ê hosteyê kişikbaziyê, şûn girtî, destê kuklayê rêve birîbûye. Meriv dikare di felsefeyê de jî beraberiyek vê aparatê bînê ber çavên xwe. A ku ser dikeve her tim ew kukla ya ku meriv wek "materyalîzma dîrokî" binav dike ye. Eger wê îlahiyetê (teolojî) jî xist xizmeta xwe, dikare di car de ji heqê her kesî derkeve, ew îlahiyet, a ku tê zanîn, îro piçûk û nerind bûye û heya xwe bê destûr nikare rave bide.
II
Lotze dibêje "Yek ji taybetîyên herî dîtbar ên zêhna mirovî, (...) ew ... ji xeynî ew qas xweperestiya kesane..., kêmbûna gelemperî ya çavnebariya her demê ber bi pêşeroja wê ye." Xuya ye ku li cîhê ev refleksiyon me dibê, wêneyê bextewariyê yê em di xwe de xwedî dikin di demê de hatiye boyaxkirin. Di wê demê de, ya ku carekî demoja heyitiya (Dasein) me bixwe me di ber wê de şandiye. Bextewariya ku me çavnebar bike, tenê li hewa ku me nefes jê girtiye, ligel mirovan ên ku me bi wan re bikaribûya biaxiviya, bi wan jinên dikaribûyan xwe bidana me re, heye. Bi gotinek din, bêguman bi fikra bextewariyê ve rizgarî li hewayê dilive. Fikra rabirdûyê ya ku dîrokê dike mijara xwe jî heman tişt e. Bi rabirdûye ve endeksek veşartî heye, ku pê re rabirdûyek ber bi rizgariyê tête berhêlîkirin. Ma nefesek ji hewaya li devdora yên berêyî bû li me naxe? Ma îcar, ewên em niha guhên xwe didin wan, di sewtê wan de dengê lalbûyiyan venade? Ma qey jinên em li peyê wan bûn, xwîşkên wan, ên wan êdî nas nekirine tune ne? Ger wusa be, wê hingê, di navbera neslên çûyî û nesla me de biryareke veşartî ya dîsan hevdîtinê hebûye. Ger wusa be, li rûyê erdê hêviya me bûne. Wê hingê, mîna neslên berê me, bi me re jî hêzek mesyanî ya qels hatiyê dayîn û heqê rabirdûyek li ser wê heye. Îddîa wê heqê erzan nayê dayîn. materyalîstê dîrokî bi vê dizane.
III
Kronîst gava ku, bêyî mezin û piçûk ji hev cihê bike, bûyeran vedibêje, rastiyekê dide ber çavan: tiştek çu carî qewimiye ji dîrokê re xaîb nabe, ji dest naye dayîn. Belê, ev rabirdûya wê bitev, tenê dikeve bin destê mirovatiyek rizgarkirî. Ev dixwaze vê bibêje: tenê ji mirovatiya rizgarkirî re rabirdûya wê di her kêliyê de girtebêjî ye. Her kêliyek ku ew lê jiyan dikin dibe citation à l'ordre du jour — kîjan roj jî ya herî nû be.
IV
Ewilîn li peyê xwarin û cilûbergan bikevin, hûn dê bibînin pê ve alema Xweda ew dê ji we re bixwe bibe par.
Hegel, 1807
Micadeleya sinifî ya ku her gav li pêş çavên dîroknasekî li Marx hatî perwerdekirin e, micadeleyek ji bo tiştên xam û madî ye, bêyî wan ku qet ti tiştên narîn û manewî jî nabin. Digel vê yekê, evên paşîn di micadeleya sinifî de ne mîna ramanek xenîmetê hazir in, yê ku dikeve destê serdest. Ew di nava vê micadeleyê de wek yeqînê, wekî cesaret, mîzah, wek hîleyê, û wekî qayîm zindî ne û tesîra wan di demê de gelekî paşve diçe. Ew dê her car bi nû ve hemû serfiraziyên ku ketine destê serdestan pirsiyarî bikin. Çawa kulîlk serê xwe ber bi rojê dikin, wusa jî ya çûyî bi xêra heliotropîzmek bi awayekî sirdar hewl dide ku berê xwe li roja esmanê dîrokê hiltê vegerîne. Divê materyalîstê dîrokî viya, ya ji hemû guherînan ya herî berbiçav, fam bike.
V
Wêneyê rast ê rabirdûyê dixûşe û diçe. Rabirdû tenê wekî wêneyek ê di kêliya naskirîya xwe de bi nevegeriya carekî din ve dibiriqe, dikare were bidestxistin. "Rastî dê ji destê me neçe" – ev peyva Gottfried Kellerî, verastiyê di wêneyê dîrokî yê dîrokparêzî de, wê xala ku materyalîzma dîrokî dişkîne vedibêje. Ew wêneyek bêveger ê rabirdûyê ye, ku herriş dike di her îroyînê de winda bibe. Îroyîna ku xwe di wê de bimaneyî (sekinî) nedabûye nas kirin.
VI
Bidîrokî zimananîn a rabirdûye, nayê vê wateyê ku ew ‘çawa rasteqîn qediyaye’ bêyê nas kirin. Ew tê wateya xwedîkirina bîranînekê ku çawa di kêliya xeterê de dibiriqe. Armanca materyalîzma dîrokiyê girtina wêneyekî rabirdûyê, yê ku xwe di kêliya xeterê de ji nişkê ve pêşkêşî subjeya dîrokî dike ye. Xetere hem hebûna kevneşopî û hem jî hilgerên wê tehdît dike. Ew ji bo her duyan jî yek û yek e: ku bibin alava sinifa serdest. Di her serdemê de divê hewl bibe, kevneşopiyê ji nû ve, ji destê konformîzma dê têgeha wê bin bixe, were girtin. Mesîh (mehdî) ne tenê wekî rizgarker dihê; ew wekî zorbirê decal (dijmesîh) dihê. Tenê dîrokzan xwedîyê wê qabîlîyeta ku ew têketiye û pê ve çirûşka hêviyê di rabirdûyê de bêyê geşkirin e. Heya mirî jî ji destê dijmên nikarin werin parastin eger ku wî qezenc kir. Û ew dijmin dest ji qezenckirinê bernedaye.
VII
Tarî û serma mezin, bi bîr binin, li vê geliyê, ya ku ji belengaziyê, dipirqîne.
Brecht, Opereya Sê Qiruş
Fustel de Coulanges ji dîroknas re pêşnîyar dike, ger ew dixwaze serdemekê ji nû ve bijî, divê ew her tiştê ku di derheqê pêvajoya paşîn a dîrokê de zaniye, ji serê xwe derxîne. Ji wê çêtir ew metod nikare bêye nîşandan a ku materyalîzma dîrokî ji ber çavê xwe avêtiye. Ew metodek empatiyê[1] ye. Koka wê bêhemdîya dil, acedia ye, ya hêhêvî ye ku wêneyê rastînê dîrokî yê ku bi şewatî dibiriqe bi dest xwe bixe. Ew ji hêla teologên serdema navîn ve wekî çavkaniya xemgîniyê dihate hesibandin. Faubert, ê ku naskirînî bi wê re çêkiribû, dinivîse: "Peu de gens devineront combien il a fallu être triste pour ressusciter Carthage." Tebîeta wê xemgîniyê zelaltir dibe dema ku meriv dipirse, dîroknasê dîrokparêzê empatiyê bi rastî di kê de çêdike? Bersiv bêguman, ev e: di serdest de. Îcar serdest kî bin jî, ew miradxûrên her kesên ku carî bi ser ketine ne. Empatî bi serdestek re her tim bi kêrî hemûyan ji wan tê, yê ku halû hazir serdest in. Bi vê yekê ve ji materyalîzma dîrokî bes hat gotin. Kî jî heya îro serdest bû, ew di meşa serfirazî ya xwe de, rêberiya ewên ku îro serdest in û pêliyê bindestên li erdê dike. Weke her carê, xenîmet bi meşa serfirazî ve tê birin. Ji wan re çêyinê kulturî têne gotin. Ew dê di materyalîzma dîrokî de bi çavdêreke dûrseknî ve hesab bikin. Çimkî ya ku ew di wan çêyinan digire ber çavê xwe û ewên ku materyalîzma dîrokî bêyî dehşet nikare li ser wan bifikire, ji eynî resenê ye. Ew çêyî di besdestiya xwe de ne tenê deyndarê hewldana dahiyên mezin e, yên wê afirandine, di heman demê de deyndarê keda bênav a hemdemên wan dahiyan e. Tu yek belgeyek kulturî tune ku ew wusakî her ya barbariyê jî ne be. Ew çawa bixwe ji barbariyê ne paqij e, wilo jî pêvajoya kevneşopiya wê, ya ku ew tê de ji destan derbasî destan bûye. Ji ber vê yekê materyalîstê dîrokî heya ku mimkûn e ji wê dûr dikeve. Ew wê wekî karê xwe dibîne dîrokê li dijî gewriyê bişo.
VIII
Kevneşopiya bindestan fêr dike ku rewşa awarte ya ku em tê de dijîn rêgez e. Divê em xwe bigêhînin têgeheke dîrokê ya ku bo wê yekê bikêr e. Wê hingê wezîfa me ew e ku em rewşa awarte ya rastîn pêk bînin; û ev ê pozîsyona me di micadeleya dijî faşîzmê de qenctir bike. Dawî lê nexasim jî, şansê faşîzmê ev e ku dijberên wê li ser navê pêşveçûnê bi wê re wekî normek dîrokî rû bi rû dibin. - Heyirîna li ser ku wan tiştên em niha dijîn ‘hîn’ di sedsala bîstan de mimkûn in, ne yek a felsefî ye. Ew li destpêka zanînekê nasekine, eger ne ku temsîla dîrokê ya ku ew jê çêdibe, nikaribe were parastin.
IX
Baskê min amade ye ku bifire
Ez bi kêfxweşiyê vegeriyam
Ku ez li dema zindî bimama
Şansê min pirr neba.
Gerhard Scholem, Silav ji Angelus
Wêneyek Paul Klee heye, ji wî re Angelus Novus tê gotin. Milyaketek li ser wê xêzkirî ye. Belû ye ew dê ji tiştek ku li wî mêze dike dûr bikeve. Çavên wê vekirî, devê wê vekirî û perên wê ji hev vekirî ne. Pêwist e ku milyaketa dîrokê wiha xwiyabûyî be. Wê berê rûyê xwe daye rabirdûyê. Li ku derê zincîreyek bûyeran derdikeve pêşberî me, li vir ew tenê felaketek dibîne, ku bênavber xirabeyan li ser xirabeyan kom dike û davêje ber lingên wê. Mîna ku ew dixwaze raweste, miriyan şiyar bike û ya ku hatiye qed kirin bigêhîne hev. Lê bahozek ji bihiştê tê, bi baskên wê girtî ye, û ew qas zexm e melek nema dikare wan li hev bigire. Ew bahoz wê bêserûber ber bi pêşerojê ve dibezîne, ya ku, dema ku komek xirabeyan pêş wê ber bi esmanê gir dibe, ew pişta xwe didê. Ew a ku em jê re dibêjin pêşkeftin ev bahoz e.
X
Wezîfeya tiştên ku hukmê keşîşxaneyê rahêban bi medîtasyonê dialimandin, ew bû ku wan ji cîhanê û çûnûhatina wê sar bikin. Xeta ramanê ya em li vir dişopînin ji biryardariyek bi vî rengî derketiye. Ew dixwast di wextekî de, îcar ku ew siyasetmendarên heviya dijberên faşîzmê ji wan hebû, li erdê mane û têkçûna xwe bi xiyanetkirina doza xwe ve bihêz dikin, zaroka sîyasî ya cîhanê ji tevnên ku wan ew xistibûye xilas bike. Di lênihêrînê de tê texmîn kirin ku baweriya serhişkiya pêşveçûnê ya wan siyasetmendaran, ewlemendbûna wan bi "bingeha girseyî" ve û di dawiyê de jî entegresyona wan a îtaetkerî di aparatek nekontrolkirî de, sê sûretên heman tiştê ne.
XI
Konformîzma ku di sosyaldemokrasiyê de ji destpêkê ve xwecihbûyî bû, ne tenê bi taktîkên wê yên siyasî, herwiha bi ramanên wê yên aborî ve jî girêdayî ye. Ew sedema perçebûna paşingî ye. Ti tiştek tune ku sinifa karker a almanî bi wê dereceyê korupter (ji rê derxist) kir, qasî wê raya li gorê wê sinifa karker bi her lehiyê re diherike, diçe. Geşedana teknîkî bo wê hindava lehîyê bû, ya sosyaldemokrasî difikirî, da bila sinifê li ser wê sobanî bikiribûya. Ji wir şûnve yek gavek kêm mabû ji wê îlûzyona re, ku gorê wê karê fabrîkayê beşek ji geşedana teknîkî û destkeftiyek siyasî ye. Kevneşopiya xebatê ya protestaniya kevn vejîna xwe bi rengek laîkî di nava karkerên almanî de şahî kir. Bernameya Gothayê ya Sosyaldemokrasiyê jixwe şopên vê tevliheviyê girtiye. Ew kar wek "çavkaniya hemû dewlemendî û hemû kulturê" destnîşan dike. Marks, ê bi xerabiya werîn hesiyabûye, bersîv da û diyar kir, eger kesek ku ji xencî hêza kedê, malê xwe tune bû "divê bibe xulamê mirovên din ên xwe xwedanê ... kirine." Ji vê bêmaneyî, ev tevlihevî bêtir li dedora xwe belav dibe, û piştî demekê kurt Josef Dietzgen ragihand: "Ji rizgarkerê vê dema nûjen re “kar“ tê gotin ... di ... çêtirkirina ... xebatê de ... dewlemendiyek heye ku dikare riygarkirinê li cîh bîne, ew rizgariya heta niha ti rizgarkerek nikaribûye ...’’ Ev têgeha Marksîzma Qeba a çibûna kar, zêde li ba pirsa ka hilbera wê, heya di destê karkeran bixwe de nebe, çawa bikeve bin bandora karkeran, ranawest e. Ew tenê dixwaze pêşketina serweriya xwezayê, ne paşdaçûna civakê bibîne. Ew jixwe taybetmendiyên teknokrat ku dê paşê di faşîzmê de werin dîtin di xwe de nîşan dide. Yek ji vanan têgehek xwezayekê, ya ku xwe bi neheqî ji utopyayên Vormärzê yên sosyalîst dûr dihêle. Îcar kar, wekî niha tê fam kirin, bi wateyî ber bi talankirina xwezayê diçe, ya ku meriv bi razîbûna naîv bi kedxwurî ya proleterya re berevajî dike. Ku bi vê konsepsiyona posîtîvîst ve bêyê qiyas kirin, ew xeyalên Fourier ên ku bibûn mijarê gelek henek û laqirdiyan, bi suprîzî maneyek xwe ya saxlem îspat dikin. Li gorî Fourierî, divê karkirina bi qencî ya cîvakî, wê encam bida ku çar heyv şevê li cîhanê ronî bikin, cemed xwe ji polan vekişîne, tama ava behrê edî şor nebe û heywanên goştxwer xwe bixin xizmeta mirovan. Ew gişt xebatek ji karanîna xwezayê dûr resm dike, dikare ji peydakirinan ên ku mimkun in, di nava lepên wê de radizên, derîne. Têgeha kar a korupt, xwezayê wekî tewawker a xwe vedigire, ev xweza jî, wekî Dietzgen gotî, "belaş li vir e".
XII
Em hewceyê dîrokê ne, lê em bi awayekî din hewceyê wê ne,
ne mîna ku ew ji wî awareyê rêditî li baxçeyê zanînê hewc e.
Nietzsche, Vom Nutzen und Nachteil der Historie für das Leben
Sûbjeya zanîna dîrokî sinifa têkoşer, a bindest, bixwe ye. Li gel Marks, ew wekî xulamtiya herî paşîn xuya dike, wekî sinifa tolhildêr, a bi navê neslên têkçûyî xebata azadiyê diqedîne. Ji vê hişmendiyê, ya ku ji bo demek kurt dîsa di Spartacus de hate rojevê, sosyaldemokrasî her tim aciz bû. Di nav sê dehsalan de, wê hema-hema karibû navê Blanqui, dengê wî yê seretayî ku sedsala berê hejand, ji holê rabike. Sosyaldemokrasî jê xweşhal bû ku rola rizgarkeriyê ya neslên werîn li sinifa karkeran dide. Pê re jî demara wê ya hêza çêtirîn qut dikir. Sinifê di vê dibistanê de hem nefret û hem jî daxwaziya fedakariyê ji bîr kir. Çima ku her du ji sûretê bav û kalên koledar bûn, ne ji îdealên neviyên rizgarkirî têr dibin.
XIII
Doza me robiro zelaltir, gelê me robiro biaqiltir dibe.
Josef Dietzgen, Felsefeya Sosyaldemokrat
Teoriya sosyaldemokrasiyê, û hêj bêtir pratîka wê, bi têgehek pêşveçûnê hat diyarkirin, a ne girêdayî rastiyê, lê xwediyê îddîayek dogmatîk bû. Pêşkeftin, çawa ku carek di hişê sosyaldemokratan de hate xuyang kirin, pêşkeftina mirovahiyê bixwe (ne tenê jêhatîbûn û zanîna wê) bû. Ya duyemîn, ew yeka hetahetayî bû (bi teqabula tekûziyek bêdawî ya mirovahiyê). Ya sêyemîn, ew di cewherê de bêrawestandin hate hesibandin (wekî yekê ku bixweber rêyek rasterast an spiralî derbas dike). Her yek ji wan pêşdîtinan bigelemşe ye û ji hêla her kesî dikare were rexne kirin. Lê gava ku dor hat krîzê, pêdivî ye ew li paş van hemû pêşdîtinan here û meyla xwe bide ser tiştekî ji wan re hevpar e. Fikra pêşveçûna nijada mirovî ya di dîrokê de, ji fikra peşketina wê ya di zemanekî homojen û vala de nikare were veqetandin. Divê rexnekirina fikra vê pêşveçûnê bingeha rexneya fikra pêşveçûnê bi gelemperî bidest bixe.
XIV
Eslêyî armanc e.
Karl Kraus, Worte in Versen I.
Dîrok mijara avahiyekê ku cîhê wê ne zemanê homojen û vala ye, lê belê bi ya îroyîn ve dagirtî ye. Lewra ji bo Robespierre Romaya kevnar rabirdûyek bi ya îroyîn ve barkirî bû, ya ku wî ji berdewamiya dîrokê şikest derxist. Şoreşa Fransayê xwe wekî Romaya vegerandî fam dikir. Çawa moda cilûbergan kevnoşopî ya rabirdûyê destnîşan dike, wê jî wusa Romaya kevnar destnîşan dikir. Îroyîn xwe li kîjan qamirgehê bizav bike jî, modê bêna wê digire. Ew bazdana piling a rabirdûyê ye. Lê ew tenê li meydanekê pêk tê, li ya ku lê sinifa serdest fermandar e. Heman bazdan, ya di bin asmanê vekirî yê dîrokê de, ya diyalektîkî ye ku Marks ji wê şoreşê têderxistiye.
XV
Hişmendiya şikandina domandina dîrokê ji sinifên şoreşger re xasima çalakiya wan e. Şoreşa Mezin salnameyek nû derdixîne. Roja ku lê ew salname dest pê dike wekî bihurîna zemanî derbas dibe. Û ew di bingehê de heman roj e ku di forma betlaneyan de, ew ku rojên bîranînê ne, dubare û dubare dibe. Herwiha salname wextî wekî saetan najimêrin. Ew abîdeyên hişmendiyek dîrokî ne û ev sedsal e li Ewrûpayê şopek ji şopa herî piçûk ji wan tune ye. Hê li Şoreşa Tîrmehê bûyerek qewimî, bi wê ku ew hişmendî carek gihîşt ser heqê xwe. Gava êvara roja yekem a şoreşê hat, diyar bû ku li gelek deverên Parîsê li saetên bircan bêhayjihevûdu û di heman demê de gule hatin berdan. Çavdêriyek, ê dibe ku bo kehaneta (divînasyon) xwe deyndarê qafiyê be, wiha nivîsand:
Qui le croirait! on dit qu'irrites contre l'heure
De nouveaux Josues, au pied de chaque tour,
Tiraient sur les cadrans pour arreter le jour.
XVI
Bi rastî materyalîstê dîrokî nikare dest ji têgehekê mewcûddemê ya ku neqelibîn e û di demê de sekiniye û maye berde. Ev têgeh e mewcûddemê dinasîne, ku materyalîstê dîrokî tê de bo şexsiyeta xwe dîrokê dinivîse. Dîrokparêz wêneyê ‘ebedî’ yê rabirdûyê li ber çavan datîne, materyalîstê dîrokî tenê tecrûbeyek pê re, ya bixweyî, diyar dike. Ew li cem fahîşeyê dora xwe dide yên din: ›Nema ku ew carekî xwe li bordela dîrokparêziyê xerc bike. Ew li hêzên xwe hukm dike: têra xwe mêr, ku bendê domandina dîrokê jê bike.
XVII
Dîrokparêz bi rastdarî digihîje dîroka gerdûnî. Dibe ku dîroknasiya materyalîst metodîkî ji nava hemûyan de xwe zelaltirîn ji wê cihe dike. Armatûra ya yekemî, ya teorîk tune ye. Metoda wê têkarî ye: ew ji bo ku zemanê homojen û vala dagire, girseya rastiyan pêşkêşî dike. Dîroknasiya materyalîst jî, ji aliyê xwe ve, li ser bingehek avaker ava ye. Fikirîn ne tenê bizava ramanan digire nav xwe, di heman demê de rawestandina wan jî. Kîderê ku fikirîn ji nişkê ve li komstêrkek têrbûyî disekine, wêderê ew vê komstêrkê şok dike û pê re mîna monadek jê diqelişe. Jixwe materyalîstê dîrokî tenê li cihê ku tiştekî bi wî re wekî monadek rûbirû bimîne xwe nêzîkê wî dike. Ew di vê avahiyê de nîşana rawestînek mesyanî, ya qewimînê dibîne, bi gotinek din, rêyek şoreşgerî di tekoşîna ji bo rabirdûya bindest nas dike. Ew pêdehase daku serdemek diyarkirî ji pêvajoya homojen a dîrokê kaş bike, derxîne; wusa ew jiyanek diyarkirî ji çaxê, xebatek diyarkirî ji xebata emrî diqetîne. Faydeya metoda wî ew e ku di xebatê de xebata emrî, di vê de çax, di çaxê de tevahî pêvajoya dîrokê dihê parastin û betal kirin. Di hundurê fêkiyê têrker de, dê ew ê dîrokî were famkirin, dem mîna tovê hêja yê bêtehm heye.
XVIII
Biyolojîstek herî nûtir dibêje "Ku meriv wan pênc dehhezarsalên homo sapiens ên bi eziyet, bi ber dîroka jiyana organîk a li ser rûyê erdê, ew tiştek wekî du saniyan di dawiya rojek bîst û çar saetan de temsîl dikin. Di vê pîvangê de dîroka medeniyeta mirovahî dê ji pêncan yekê saniya paşîn ya saeta paşin bigirtibûya.’’ Mewcûdzeman, ew ku wek modelekê mesyanîk dîroka hemû mirovahiyê bi kurtayiyek cinawirîn tîne hev, bêkemasî bi wê fîgûra ku dîroka mirovahiyê di gerdûnê temsîl dike li hev tê.
Zêdek
A
Ji dîrokparêziyê re damezrandina nexşek sedemî ya demên cûdayên di dîrokê de bes in. Lê ti rastiyek tenê bo ku ew bûye sedem ji tiştekî re, bixwe bixwe dîrokî ye. Ew wusa bû, piştî mirinê, bi saya bûyeran dibe ku bi hezarsalan ji wî hatibe veqetandin. Dîrokzanê yê ku vê yekê dizane, dev ji rêzika bûyeran berdide, ya li ser tiliyên wî mîna tizbiyan derbas dibe. Ew komstêrka ku serdema wî tê de ketiye têkiliyê bi yeka pêşîn a pendî pirr baş fêr dibe. Bi vî rengî ew têgehek mewcûdzemanê wekî 'dema niha' saz dike, ku tê de pelikên Mesîhî têne belavî ne.
B
Bê guman, dem, gava ku ji aliyê kahînan hat pirsandin, ka ew çi li ser singê xwe vedişêre, ne wek homojen û ne jî wekî vala kefş bû. Kî ku vê yekê dayne ber çavê xwe, tenê ew dikare seh bike ku di ‘têrebîranîn’ (Eingedenken[2]) dema borî çawa dikare were kefş kirin: ango bi heman rengî. Wekî ku tê zanîn, ji Cihuyan re qedexe bû ku li pêşerojê lêkolîn bikin. Tewrat û dua, ji aliyek din ve, wan fêrî têbîranînê dikir. Vê yekê pêşeroja wan pas dikir, ya ku ewên ku agahiyê ji kahînan digerin, zeft kiriye. Lêbelê, ji bo Cihûyan jî, pêşeroj nebû demek homojen û vala. Ji ber ku her saniyek di wê de deriyek xwe yê piçûk hebû, Mesîh di wan de gav diavêt.
Jêrnot
[1]Di orîjinal de ‘‘Einfühlung’’, xwe tê de hest kirin.
[2]Eingedenken peyvek taybet a felsefeya Benjamîn e, ew pevy ji peşbendika ein- tê de, di wê de, û gedenken bîranîn pêk te.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →