Deverîbûn
Serdar Ay

icc

« […] ew xweperestîya xwezayî ya kulîlkan kurmê min ê șîrî ye

[…] Ha ev e yekane erka li dinyayê :

Em xwerû hebin

tenê heyîneke xwerû

em zanibin çawa hebin bêyî ku di hebûnê de bifikirin »[1]

(Alberto Caeiro, Ji Kîtêba Șivanê Pez)

« di keştîya koleyan da şipê

li ser pirê şipê, di nav bayî da şipê

li ber rojê şipê

di nav xwîne da şipê

di cihnîşê da şipê

li ser xerîteyê şipê, di bin stêrikan da şipê »

(Aimé Césaire, Cahier d’un retour au pays natal)

Têkilîya di navbera deveran ­­­­­– avabûyî bi dîrok û jêografîyayê va/ra – û ramanê da gêopolîtîkaya zanînê tîne bi xwe ra. Ev konsept hewl dide bide xuya kirin ku zanîn li ser bêparsengîyekê ava dibe : zanist û zanînên li deverên serdest, hêjêmonîk hilberandî weke unîversel tên dîtin û pejirandin. Yên li derveyê van deveran jî tên kêm kirin û asê kirin di taybetmendîya wan da. Xwendinên gêopolîtîkaya zanînê du tiștên giring berçav dikin. Navendên sermîyana aborî di heman demê da yên sermîyana entelektuel in jî, ku hevdestên hev in. Diskûra modernîtê/kolonîyalîtêyê îluzîyonek ava kir ku zanîn dikare razber, bê goșt û laș, bê cih û war be. Kir ku em bawer bikin ku zanîn tiștek ji unîverselê ye, û bêmal, bêzayend, bêreng e. Bi vî awayî, tevahîya heremên cîhanê xwest in xwe bigihînin êpîstêmolojîya modernîtêyê. Ji lewma ye ku tê ji bîr kirin ku hilberandin, berbelavbûn û bikaranîna zanînê ne tenê egzersîzeke akadêmîk e, lê parake bingehîn a sîstema kapîtalîst û modern a cîhanê ye jî ku kolonîyal e ; kolonîyalîtêya desthilat, zanîn û bûyînê[2] ku bi paradîgmaya Dewlet-Netew-Kapîtalê ra li ser pêyan e. Li ser gêopolîtîkaya zanînê ramîn dikare bikêrî vêya were : li hemberî globalê, ji lokalê cihekî din peyda kirin an jî ava kirin ji zanist û zanînên serkûtkirî û rexnegirane ra ku dê rê li ber dîrokîkirina wan veke. Ev jî wê tiștekî din dîyar bike : avabûna gumanê di derbarê zanist û zanînên hilberandî bi dest, çav û mentalîtêyên pergala serdest, hêjêmonîk da[3].

Ev konsept yeke din bi xwe ra tîne : lașê polîtîk. Bi awayekî oto-sosîyo-bîyografîk bi lașê xwe ra peyîvîn e ku hildibe, dertê, diguhere, dikeve, radibe, diêșe. Ji ber ku heta radeyekê, bendestîbûn bi lașê xwe jiyîn e, û lașên bindest taybetmendîyeke xwe ya arșîvî hene[4]. Di Çermên Reș û Maskeyên Spî da, weke duaya dawîn « hoo lașê min, her û her çêke ji min yekî ku pirsîyarî dike! »[5] digot Frantz Fanon. Peyîvîna bi lașî ra hewldana fahm kirin, nas kirin, keşf kirin û avakirina laşê polîtîk (corpo-politique) û zanyariyên wî ye. Gava bal diçe ser laşê bindest, wî çaxî laşê polîtîk û bi cih kirina wî di nav dirokek, erdinîgarîyeke lokal da jî ji ber xwe tê ku ev yek ramana jêopolitik a laşî û êpîstêmolojîyên wî jî bi xwe ra tîne.

Gava Fanon behsa rewşa welatên kolonîzkirî dikir, ew weke welatên kêm-pêşkêtî-pêşvêçûyî (sous-développement) pênase dikirin. Li gorî ramanên dêkolonîyal ên îroyîn, ev pênasekirina « welatên-kêm pêşveçûyî », li gel « welatên ku pêşve diçin » û « wêlatên pêşveçûyî/pêşketî), bi kêrî diskura sîyaseta şerê aborî yê lîstîkçêkerên sîstêma modern/kolonîyal dihat ku li her derên cihanê didan meşandin. Hin ramanger dest nîşan dikin ku mijara « peşveçûnê » (développement) dahêneke, îcadeke çandî ya sîstema serdest e. Ew bingehê hilberana aborî, çandî, siyasî yê cihêlîyên cîhanê ye ku nîşandereke giring a berdewamîya kolonîyalîtêyê ye. Siyaseta pêşveçûnê piştî 1949an bi pêşevanîya Emerîkayê pîştrast bûbû, bi vê perspektîfê : alîkarîkirina welatên kêm pêşveçûyî û ew ji xizanîyê xelas kirin. Lê belê ev yek, daxwaza, stratêjiya veçêkirina cîhanê bû li gorî rota, rêgeha navendên serdest ku bi xwe ra gelek siyaset, sazûmanî, prosedur, enstitu, teknîk, benqe, zanîngeh, weqf, ONG, komel dan çêkirin, hatin bikaranîn li ser cihwarên civakên bindest-rajêr ku bi kêrî xwedîkirina kolonîyalîtêyê dihatin. Bi vî awayî, hêzeke ecêb, mezin a mudaxelekirinê çêbû. Siyaseta « pêşveçûna » pirserî ev anî serê civakên bindest-rajêr : rastiyên wan ên aborî, civakî, çandî, siyasî, mekanî li gorî berjewendiyên serdest û desthilatdaran hatin fesilandin, lê jê xerabtir, subjektîvîteyên xwecihên van qadên bindest-rajêran jî li gorî siyaseta pêşveçûnê hatin fesilandin ku itaeta êpîstemîk bi xwe ra dianî. Lewra, ev civak hem ji hêla ontolojîk û hem jî ji hêla êpistomolojîk va ji desthilanîn diketin ku derfeta tevgerên alternatîv jî nedima[6].

Di vê çarçoveyê da dêkolonîyalîteya îro behsa post-pêşveçûnê dike. Armance ev e : têkoşîn û vejandina zanyarîyên lokal, êpîstêmolojîyên xwecihan bo afirandin û peyda kirina tevgerên alternatîv, bo plurivelsel (pir-versel, ne uni-versel), bo fikir-hîskirina bi erdê ra, bo ontolojîyeke polîtîko-pratîk, ontolojîyeke têkildar-peywendîdar a bi axê, erdê ra, bo famkirina sosyolojîya kêmasîyan, tûnebûnan û ya rûdanan. Bo Erdeke jîndar, hevpar û bo hemû jîndaran jiyaneke jînbar, hevkar. Bi hev re[7].

Arturo Escobar dibêje ku roja îroj, der, dever, cih an jî mekan mijareke sereke ya gelên bindest e ku cihwarên wan li ser fayên sîstema modern/kolonîyal in. Cih, weke meydana serborîyan, tecrûbeya bi cih bûnê, hebûna kokan, têgihiștina hin lîmîtan, jiyîna rojanîyê û qada pirrengîya formên siyasetên çandî û kiryarîyên ku vediguherin di siyasêtê da, dibe yek ji hêlên sereke yên têkoșînên bindestan-rajêran ku hewl didin bersiva xwe bidin di ser șert û mercên xwe yên konktret ên hebûnê ra, li hemberî helwestên çandî yên bêkokkirinê û projeyên dagirkirina erdî (siyasî, aborî, çandî) ku kolonîyalîtêya global rê dide ber wan li lokolîtêyên bindestan-rajêran. Siyasetên deverî yan jî siyasetên-çêbûyî-li-ser-deverê ji formên siyasetên « modern » vediqetin[8] ji gelek hêlan va. Ji ber ku ew xwe ji ramanên razber avanakin. Kontekstên pratîk û lokal wan pêkan dikin. Ev hebûna li ser deverê û bi deverê ra dikare bihêle ku avabûnên jiyanên sosîyo-sirûștî yên alternatîf bi awayekî xurt çêbibin. Lê, ji ber ku li sîstêma modern/kolonîyal jî aliqîne ku xwedî serborî û tecrûbe ne, sîyasetên deverî dikarin cihwarên xwe derbas bikin û bibin bawerî û hevî li seranserê cihanê bo ji nû ve bi cih bûnê, ji nû ve avakirinê, ji nû ve afirandinê, wergerandinê, guftûgoyê. Siyasetên deverî ne fîktîf (li gorî yên global) lê rastîn in. Zanyarîyên wan bêhtir nêzî pratîkên wan in, ne têorîyên razber. Lewra siyasetên domdarîyê ne jî ku ji gelek hêlên rastînîyan seferber dibin. Rastînîya wan ji hebûn-bûyîna wan a bi cih bûyî (situé) tê[9]. Berxwedan, jîyan û hebûna zapatîstan ewqasî girêdayî erdê-çîyê bû ku serhildana xwe weke ya çiyê bi nav dikirin. Dema ku komek ji wan dikeve rê bo di 13ê tebaxa 2013an da bigihe Madrîdê ji ber salvegera dagirkirina Mexico-Tenochtitlan (1571) û bi bîr bîne ku « em nehatin dagirkirin. Em her û her di berxwedan û serdihildanê da ne », ev nav li vê koma xwe kiribûn : « Erda serhildêr »[10].

Mercê yekem bo kirina vê yekê berxwedana bindestan a ji bo mayîn û domandina bi cih bûna li ser Axa-Erda(ên) xwe ye. Ji ber ku « ji bo gelên kolonîzêkirî, nirxa herî bingehîn, ji ber ku ya herî şênber e, berî her tiştî ax e: axa ku divê nan û rûmetê misoger bike »[11].Li ser axa xwe bi cih mayîn-bûn babeteke polîtîk e li dijî zordarî û entegrasîyona Dewlet-Kapîtal-Netewê ku cih û waran dadixin asta kolonîyan, mêtingehan, fonksîyonên aborî, îdêolojîyên neteweperest (ne neteweperwer) û dînî. Kiryarî, rê û rêbazên kolonîyal ên îdarî, sîyasî, aborî, çandî û civakî yên dewletê li Kurdistanê[12] kirine û dikin ku deverên Kurdistanê her bêhtir û xerabtir bibin artêș-leșkergeh, bertîlgeh, sergo, êkokujîgeh, xayîngeh, dubendîgeh, fitnegeh û hwd ku dikin ku jê revîn pirrtir bibe. Ji lewma, em dikarin bêjin : Li Kurdistanê bi cih mayîn-bûn, weke serhildêrî û berxwedêrî, li pirr sînoran xistin û li wan aliqîbûn e. Birçîmayîn, xizanbûn e jî (a aborî). Lewra ye ku mîrat û sermîyana bindestên berxwedêr û serhildêr bi tenê rûmeta wan e[13]. Ger li Kurdistanê bi cih mayîn-bûn nepêkan be, qet nebe « Ez li Kurdistanê najîm, lê Kurdistan di min de dijî »[14] gotin û li gorî wê tevgerîn bo xwe-bûn-bîn-ê ku ji bo li derveyê bi cih bûnê jî bingehîn e.

Ji bo ku em vê meseleya bi cih bûnê baștir fam bikin rêya me diçe ser ramanên êkolojiya dêkolonîyal. Li gorî wan, heta em bi cih bûna li cihanê ya mirovî fahm nekin, ku bi paradîgmayên koloniyalîtê-modernîtêyê va girêdayî ye, em ê nikaribin êkolojî û êkosîda mirovî, ne-mirovî fahm bikin. Ji lewma berevajî xwendin û ramana hawirdorî (pensée environnementale) ku ji veqetîna Nature û Culture xwedî dibin û ji bingihên kolonîyal, baviksalar, koledar ên modernîteyê ne qut in û herwiha neheqîyan, newekhevîyan, dîskrîmînasîyonên zayendî, nijadîperestîyan û rewșên (post)kolonîyal jî vedișêre, û guh nade daxwazên dadê, êkolojîya dêkolonîyal babetên êkolojîk bi lêgerîna ji cihana koledar, mêtinkar û kolonîyal derketinê va girêdide. Na gotin ji Keștîyên Nuhan ra ku çareserîya serdestan e di tofanan da. Erê kirin ji çêkirina keștî-cihanekê ra li lengergeha edaletê ku tê da hevdîtinên mirov û hemû jîndarên din asoyeke hevpar diyar dikin[15].

Herwiha, êkopoêtîk jî, ji hêla wêje û hunerê va, têgihên balkêș pêșkêș dike. Sekna êkopoêtîkayê li ser du stûnan rûdine. Ya poêtolojîk ku naxwaze berhemên wêjeyî dakevin asta bikêrîtîya xwe. Ya polîtîk jî li dijî fêtîșên ku xwe bê xem dikișînîn nav bêkarîya formên saf(ik) e. Ekopoêtîk, hem bi awayekî çalak û hem jî bi awayekî spêsîfîk dikare weke lêkolîna formên wêjeyî were pênase kirin ku mîna katarsîsekê berê xwe dide qeyranên ku ji têkilîya problematîk a mirovî ya bi dorhêla xwe ra peyda bûne. Ekopoêtîka erdnîgariya têkoșîn û eniyên ku wêje dikare vegêran û amûrên xwe yên katartîk li ser bi cih bike diyar dike: enîya nasnameyê (tedawî û baș kirina ji hev qutbûna êgo û ne-êgoyê, li hev anîna êgolojî û êkolojîyê) ; enîya altérité (Ji nû ve belav kirina kiryarbûnê, aș û baș kirina rewșa zêde-ji hev dûrketî ya kirde û bireseran) ; enîya sibernêtîk (veramîna li ser kiryar an jî faîlbûnê di bin formên tor, mekîne û peywendîyan da) ; enîya lokalîteyan (avakirina cih/warên nû yên kirdebûn û bi hev re bûnê). Ev çar enîyên hanê gelek zon û lûtkeyên (êko)poêtîk pênase/dîyar dikin : Poêtîkên dilovanî (qedir-qencî zanîn, minetdarî û empatî), Poêtikên kirdar (her dever, bi çêkirina derdora xwe ra, ji gelek perspektîfên kirdar pêk tê) ; Poêtîkên sîbernêtîk (di toran da vesazkirina șêmayên vegêranî), Poêtîkên bicihbûyî (Qeyd kirina pratîka wêjeyî di nav parastin/avakirina sembolîk a cihwarekî da, bûna, bi daxwazî, xwecihê cihwarekî hevparîkirî)[16].

Dîsa, helwesta êkolojîk dikirpîne ku berî hertiştî, meriv bi ziman, giyan, çand, raman û hunera xwe va-ra li ser cihwarekî bi cih dibe. Gava ev hemû qedexe bin li ser xwemaliyên cihekî, êkosîd jî li holê ye. Bêyî wan meriv nikare li cihanê bi rastîn bi cih bibe. Çand û huner ji awayên herî bingehîn ên li ser axakê, derekê, welatekî bi cih bûnê ne[17]. Ji ber vêya, awira êkolojîk gelekî qîmet dide zimanên mînorîzêkirî ku pirranîya wan yên civakên bindest-rajêr in. Zimanên bi cih bûyî ne. Zimanên lokal, rastîn ku bêhna cihê wan, bedena axêverên wan ji wan tê. Zimanên nêzî malê, axê, ajalan, çiyayan, çeman, asîmanan, daristanan, zeryayan… Li cihana rural-lokal-pastoral, derûn, bîr, hiş, laş, zanyarî û êpistêmolojîyên mirovan ji ajalan, tiștan û zindiyên din ên ne mirovî nê bêrî û qut in, bê hev nabin. Lê kijan cihên rural-pastoral-lokal ? Kolonîyalîtê wan çawa dike mêtingehên xwe (roja îroj, bi maskeyên « êkolojîk » û « tûrîstîk ») ? Mijareke trajîk e.

Têkoșîna van zimanan kirin di heman demê da avakirina êkoljîya deveran, zanyarîyan e jî ku dij-mirovsentrîk e û hesabê hemû jîndar û tiștan dike. Ji lewma zimanên bêhtir bi rastî wergêr in ku alîkarîya xwe-bû(î)na pêwendîdar dikin. Xwe-bûn-bîn nebe werger nikare hebe ; têkilî jî. Werger (çi nivîskî, çi devkî, çi dîtbarî, çi hestyarî, çi kiryarî…) kanîya xwebûnê ye ku wê ji xwemayînê rizgar dike. Stûna gerdûnê ye. Hebûna zimanan cîhanê zêdetir poêtîk, fîlozofîk û wergêr dike, « Ger zimanek tenê hebûya, belkî em ji eslê, bingihê tiștan zêdetir piştrast bibûna », je ber vêya « nezelalî/pirwateyîtîya hejhejoyî a dinê » digot Hannah Arendt[18]. Ekolojîya zanînê.

Deverîbûn zelal dike ku bi cih bûna kurd sînor-î ye. Em dikarin vê rewşa sînor-î bi du awayan fahm bikin: sînorên ku welatê wan birîne û bûn-hebûna sînorî ku hişmendiya kurdewar e ku bi tenê bi awayekî trajîk tê fahm kirin û berketin. U ji wir çiya, çiya weke welatê kurdan ê di ser sînoran ra, çîya weke nemayîna şert û mercên bi cih bûna li erdê-deştê û revîna jorê-lûtkeyan ku van tînin bîrê : dîroka marronajê (Maroons), koleyên reșik ku ji koledaran direvîyan û di dilê daristanên asê da, serhildan, berxwedan, jîyan ava dikirin ku yek ji hêjatirîn mîrateya êkolojîya dêkolonîyal e ; Gerûgeşta Jean Jacques Rousseauyê gerok ku li çol û çiyan li xwe digerîya li hemberî dinyayê, di tenêtîyê da ku behsa azadîya revok-î dikir. Henry David Thoreau ku xwe ji pergala koledar direvand û xwe diavêt hembêza çiyan-daristanan û ditêkoşî weke marronekî sivîl: bêîteatîya/serkêșîya sivîl[19].

Çiyayîbûna kurdan, ji rewșeke sînor-î jî diqewimî. Çiyayên ku warên wan bûn, di heman demê da sînorên hêzên împaratorî jî bûn, ji zû va ku îro jî rewș zêde neguherî ye. Jixwe mîtolojîya kurdan dibêjî ku kurd li serê çiyayan bi berxwedan û serhildanê bûne civakek, gelek. Vejîna kurdan jî li çiyê pêk hat. Ku em dîroka civakî, aborî, siyasî a Kurdan hebekî bibîrbînin, em ê tê derxin ku bi cih bûna wan a li çiyayan bi derbasbûneke herdemî ra dibû: livîn, çûnûhatin, tevgerîn, derbasbûn, lêxistin (bi ajalên xwe ra). Kurd-an-î, bi awayê hêrî erd-nîgarî ve jî, hebûneke sînor-î ye ku di nava wê bixwe da jî gelek sînor hene (sînor-î-bûna sînorger û sînorçêker).

Sînor xeteke veqetîner e, bendeke, qiraxeke asê û teng e. Warekî sînorî devereke nezelal û nediyar e ku ji durdîya hesas pêk tê ku bermayîya tixûbekî(ên) dij-xweza ye. Cihekî derbasbûyînê ye, bênavber. Yên li wir dijîn, ên qedexekirî û sirgûnkirî ne. Li wir mirovên gumanbar, pênebawer, xerab, ecêb, melezxwîn, êșoyî, nîvmirî dijîn. Bi kurtî, yên ku ji sînorên « normalê » derdikevin, lê dixin, derbas dikin[20]. Kurdistan weke sînor-î-bûnekê ku jê bêqanûn, « wehșî », qaçaxçî, eșqîya, « terorîst », « xayîn », hêjar, narkotrafîk derdikevin. Lê van demên dawî, gelek xwecihên wê dibin penaber, koçber li deverên li derve.

Çiya dîtin, li çiyê haydar bûn dikare hêmanine hêja û bedew bide peyda kirin: ji koloniyalîtêyê xwe-revandin bo ramanên sînor-î[21] ku derfetên qutbûn, vebirîn û serkêşiya êpîstêmîk pêkan dike. Ev gelekî giring e. Ji ber ku em bi awayekî ontolojîk biçûkkirî bin, bêrî wê, em bi awayekî êpîstêmolojîk biçûkkîrî ne. Hebûneke sînor-î ku berî hertiștî bi lașê xwe dijî. Lê dizane ku sînor, radîkalîya wî ya ontolojîk û êpîstêmeoljîk temsîl dikin. Çiya yek ji dîmenên herî xurt ê hunera kurdî ye, « min hevalek heye […] / çong dide çi cara çiyayek jê ve xuya be / dibêje wey merheba sed merheba ji we re »[22].

Ji hemberî Bagokê

Min nizanîbû ku ev çiyayê ku zaroktîya min li berê derbas bûye û çavê min di ferehî, dirêjî û bilindîya wî da xwe dîtine, evqasî reng zêravî, zêrîn e, heta vê havîna borî, rojekê fransîyekê ji min re negot : « salue les terres dorées pour moi ». Belkî biyanîtî (ya derveyîn û hundirîn), berî her tiștî, dîtin e. Bi kujê çavan. Dîtina bê rehikên biyan û bê kuj, a zêde dubarekirî heta deverekê hikmê korbûnê bi xwe re tîne. Berê, ku hê tûrîzma xopanker nebû, gava bêhtir ji bo kêfê, serdanê, betlaneyê (ne bi wateya îroyîn) derdiketin ji devera xwe ku zêde dûr nediçûn, « bayek ji ber serê xwe berdan » digotin li cihê me. Vê têgihîștinê jî alîkarîya çavbel kirina dîtinê dikir gelo?

Li gund, çavên mala me li Bagokê ne (yan jî Qelaçên Dasikan, warên dîrokî yên hin eșîrên êzîdî). Ji ber ku ji Rojava û piçek Bakur pê ve hêlên wê yên din girtî ne bi xanîyên cîranan. Ew dûrbînî, ji lewma, aso ye. Cihê ku roj li diçe ava. Alîyê ku pez û sewal ber pê ve diçin. Rotaya « li-ser-xwe-gerrîn » û meșînê. Bapîr û dapîrên min ji gundên Bagokê bar kiribûn gundê me. Çîrokeke xwînî, çiyayî ku werdibe, ber bi çolê ve. Heyamekê, hin demsalan ji gund çûyîna șikeftên Bagokê bo pez û sewalan. Stranên çolî ku olan didin li çiyê. Bagok, bexçeyê hevpar ku berû, guhîj, çilo jê dihatin. Zivistanan, çend caran, gerdena berfê ku bedewî, bi ahenga aramîyê re, hîn dikir. Warê bayê xerbî ku bayê heval ê cotyaran bû li bênderan bo dêranê. Lûtkeya bi rastî bi cih bûna min a li ser rûyê Erdê (Li hev hatin, bi darî hev ketin, li xwe mikur hatin, xwebîn-bûn, dema bazneyî weke forma gera avê, spirale, para jînê ya çiyê, rastîn-șenber bûn û lokalî, jêo-bîr, jêo-gen/jen, jêo-Tevn…). Li hemberî vî Bagokî, ezê pir piçûk, adarekê bi tena serê xwe çûbûme çinîna bilbizêkan li Șeharê Sêrwanê. Li hemberî vî Bagokî, ezê șivanekî zarok, dil ketibûme mîh û bizinên xwe ku hindik mabû ji kêfa bi wan re biçêrîyame li Șeharê Dirêj. Sendroma Stendhal. U ji vî Çiyayê Bagokê, Yên Derve derve dianîn hindurê me…

Xanîyê me ku weke pirranîya avayîyên heremê êdî ne ji ax û kevirên cihê xwe ye, li terefê gund e, ber bi çiyê ve ku biqasî du kîlometreyan jê dûr e. Li ser șaneșînê, li hemberî Bagokê, diya min behsa çêkirina xanîyên zemanê berê dike bona bide fahm kirin bê di heyama wê de çiqasî zor bû avakirina xanîyêkî. Gava dipeyîve li çiyê dinêre. Em jî (jixwe gava malî dihatin gund, ji hin malîyên din ên li derveyê ra digotin « em gihan û em î niha li hemberî Bagokê rûniștîne »). Guhê min lê, van pêyvan dinivîsim : êtûn, kozik, kils, nikar, aqir, girêkên herrîyê, kevir nicirandin, bîr ceyîrandin… Dûv re em behsa xanîyên nû yên betonî jî dikin ku « havîna tênûr in û zivistana qeșa ne… ne li gora hewa vî cihê me ne… ». Gelek tiștên din jî ne li gora cihê me ne ku ji dûr ve hatine, ne ji bo xêrê. Xalekî min, dîsa li ser șaneșînê, behsa bazirganîya xwe dike. Hin pirsan jê dipirsim li ser îlacên ziraetê ku dikire û difiroșe. Navên van șîrketên biyanî dide min ku firoșkarên van îlaca ne û bazara wan di destê wan de ye li heremê: Bayer, Sicanta, Opel, Mikado, Tarzec, Water, Adama… Dibêjimê : « tu dizanî ku tu alîkarîya jehrdayîna axê dikî, ne ? ». Min dibersivîne: « Erê, em xwe jî zehîr dikin, lê ma ka em çilo bikin xwarzê ?! Bi Xwedê, bi heta tehma petêxên me ne weke berê ye, ma qey em nizanin ! ». Li hemberî Bagokê, li gund kîzên diherikin li ser erdê bi dehan tiștên kîmyewî ra. Ting ji șûșan, plastîkan, naylonan, cilikên hazir ên zarok û jinan tijî ne. Werdek û qaz dîmenên felaketa Çernobîl û Hîroșîmayê tînin bîrê. Li hemberî Bagokê, li nav garisan, ji xalekî dipirsim « Hûn dibejin ava me nîn e û bîrên me diçikin, lê dîsa jî hûn dirabin diçin tiștekî weke gêris diçênin ku zêde avê vedixwe. Çima hûn tiștekî din naçênin ji dêvla wî ve ? Jixwe van bîrên ku hûn li herderî dikolin hemû kahnîyên derdorê dane çikandin. Heywanekî ji der nema dikare avekê vexwe… ». Kûr li min dinêre û giran dibêje : « rast e… » û hew, weke ku bêje « tu ji ku tê û halo bi rehetî çi dibêjî ? ». Dûv ra, ji kel bangî min dike : « Serdaro va pinekî gurîzê ye ! Te nas kir newlo? ».

Em li ser taștê ne, behsa ajalan dikin. Birayekî min, ku gava piștî çend salan ji Stenbola xopan vedigere gund mîha wî ya zemanekî (Mîha Serșîn) lê nêrîye û ew naskirîye li çolê, « ew kehrik û bizin weke însanan bûn yaw ! Heta bi șiklê wan jî » dibêje bi heyîrîn. Birayekî dî behsa demeke dûr dike : pêvçûna bav û bapîrê min li ser firotin û vegerandina Qantirê Boz… Dûv ra, diya min dibe çip û dirabe : « Me bixwe taștîya xwe xwar, êdî dora pisîka me ye ». Nên diçêne nav tepsikek mastê ku bi destê xwe meyandîye û diçe li ber pisîkê vala dike li hewșê. Li hemberî Bagokê, li hewșê, diya min nahtorîya avê dike, û di derdora tenûra xwe ya kevnar ra diçe û tê, kûr û dûr lê dinêre, û dinale : « erêê erê, çû, di diyarê felekê da/ra qulibî… ». Birayêkî min pê xweș dibe : « Yadê, ji wexta ku em hatine va, sekin bi te nakeve, çi jêhatî yî yaw ! ». Dibeșișe, lê bersiv nade. Mala wê lașê wê yê bermal û kebanî hișyar dikir. Em ku êdî li gund najîn û carinan tên gund, li ser meseleyekê pevdiçin. Çima darên bexçeyên me hatibûn qelandin ? Kê erê kiribû ? Me neheyfbû ku darên bi destên bav û kalan danî hatibûn birîn ? Ma meriv ewqasî jî nezan, bîrkor û bêrêz dibe qey ? Hingî aciz dibim, diçim li hêlînên kevok û tivîlkan dinêrim, ku di pencereyên mala me da hatine çêkirin.

Malî ji bo meyandina mêst û çêkirina pênîr șîr dikirin ji Xalê Evdilezîz ku șivanê keriyek bizin e. Li hemberî Bagokê diçêrin. Gava dinya germ dibe vedigerin malê û tên dotin. Wî çaxî ez diçim șîr tînim, bi kêf. Mala wî, zemanê berê, dema xwezayî, mutewazîtîyê, kedhelalîyê, ji-halê-xwe-razî-bûnê, șêkirdarîyê, bitedbîrîyê, dij-fuzûlîyê, teserûfê, kokdarîyê, esaletê dide hîs kirin.

Li hewșê, li hemberî Bagokê, apekî min ku nexweșîya parkînsonê lê xistiye, hatiya serdana min. Li ser kursîyan, ew û hevjîna xwe li kêleka hev in. Em ji xwe ra dișitexilin. Ji nișka va, çavên wî dibezin : Dîkekî pîjaq dirêj dikeve hewșê û di ber me ra derbas dibe. Bi baldarî û kelecan çend gotinan di guhê hevala xwe da dibêje. Her wilo bû, ji însanan bêhtir heywan hișê wî bel, nerm û herikbar dikin. Ji ber vêya, gelek kes henekên xwe pê dikin. Lê, ew artîzanekî xweyî kirin û zanyarîyên ajalan e di vê dinyaya mirovsentrîk da. Hevsera apê min li mezelê, li hemberî Bagokê, bi ziman û nêrîneke nermîn ku bi serpêhatinan mișt in, dibêje : « Ez û amê te nikarin goștê dermalên xwe bixwin heta demek derbas nebe. Di nav ewqas xwînê da ditîna wan nahêle ku dilê yekî biçe goștê wan… Amê te nikare her car goșt bixwe, carinan ji ber bêhna goștê kelandî ji xênî direve ». Gava dikêlime, di ber ra, destên xwe li ser berran digerîne bo sehbike ka piçikên nên û xwarinê hene yan na…

Apekî dî, li ser șaneșînê, li hemberî Bagokê, hin tiștan zêde dûbare dike : « Kurdo tu carî nabe însan. Em kurmanc zexel, xayîn û bexîl in ji hev ra, dev ji me berde ! » ; « Bûkên min ne ji vî cihê me ne. Li me xwedî dernakevin û li me nameyzênin. Xwedê me neke ber destên tu kesî da ».

Șev kerr û qer bûye. Sê zilam têne mala me. Em li ser șaneșînê, li hemberî Bagokê ne. Civatê digerînin li ser muxtarî, hilbijartin, bavikên gund, fitnê, bend û berberîyê, qereqolê. Petêxê șikandî tê ber wan ku hê tam negihaye, hinekî kal e. Dikevine ser da, qerpeqerpê jê tînin. Bi min wilo tê ku bûne zombî û șevê dixwin…

Li hemberî Bagokê, vê carê, vê havînê jî çend peyv û biwêjên kurdîya kurmancî li hin cihên xalî çirûsîn, li min : Bi hedra çûyîn (palayî kirina bi hev re, bi aheng), werêr (ronahîya pir kwîr), dustan (tifika bi dêmir çêkirî), Sexme (darên ku meșk li ser wan siwar dibû), Xox ne dar e bilbizêk ne bihar e, Ketina perrê govendê de, Hafîr (çala mezin), Rekeh (qefesa kewan), Di devê rekehê ve derxistin (Te ez di devê rekehê ve kirim der : qeherandin, aciz kirin, dan zorê), Dav (tayên ku kew pê tên girtin, ku li pêyên wan tên gelicandin û wilo tên girtin), Șûtik li dewsa yekê/î kûtan (Me hejîr ji wan re nebirine, niha șûtikan li dewsa me dikûtin : dile xwe ji me digirin û xwe ji me diqeherînin), Xwedîyên mirîyan kor in, Tîra li hevêl e weke li kendêl e, Ling li devê seyan xistin (Ku em ji nêza lingan li devê seyan xin jî, ew tiștekî xwe nadine me), Xwe dan ber sîya kundirê vala, Enzêl (textikê ku ji bin va çilo û ji ser va giyayên weke tehlî û helalk e — ku bêhna wan mar û dûpișkan aciz dike — bo raketinê), Sipî weke berfa yekșevî, Rez pîs bû teyrokê lê da kambaxtir bû, Nû hatin kevin xelat in, Tiștên mayî ji yên çûyî bêhtir in…

Marcosê zapatîst digot, ji gotina serdestan gelekî bêhtir dipeyîve bêdengîya bindestan-rajêran. Her tișt li dera hanê, li hemberî Bagokê hișkkirina sebze û fêkîyan çi karekî poêtîk e ! Bitehmti(î)r û rengînti(î)r jiyîna havînê. Ya ku dest dizane tê fêr bike. Meșa havînê bo zivistanê. Ku havînan sebze-fêkîyên hișkkirî û ba digihin hev, dîrok e ku dilorîne…

Çavkanî

[1] Wergera ji elmanî : Ciwan Qado. Kovara Bar Helbest, hejmar 7, 2024, r. 7.

[2] Boaventura de Sousa Santos, Épistémologies du Sud. Mouvements citoyens et polémique sur la science‪ Paris, Desclée de Brouwer, 2016.

[3] Mignolo, D. Walter, La désobéissance épistémique. Rhétorique de la modernité, logique de la colonialité et grammaire de la décolonialité, Peter Lang, Bruxelles, 2015 ; « Géopolitique de la sensibilité et du savoir. (Dé)colonialité, pensée frontalière et désobéissance épistémologique », Mouvements, n°73, 2013/1, rr. 181-190

[4] Elsa Dorlin, Se défendre. Une philosophie de la violence, Paris, La Decouverte, 2019, r. 18.

[5] Fanon, Frantz, Peau noire, Masques blancs, Paris, Seuil, 1952, r. 229.

[6] Arturo, Escobar, Sentir-penser avec la terre. Une écologie au-delà de l’Occident, Paris, Seuil, 2018.

[7] Colin, Philippe et Quiroz, Lissell, Pensées décolonailes, Une introduction aux théories critiques d’Amérique latine, Paris, Zones, 2023.

[8] Se klîbên ku ji alîyê Hunergeha Welat ve hatine amaderin dikarin ji siyasetên û yan jî ji estetîkên deverî bên hesibandin : êmo, https://www.youtube.com/watch?v=05R5HNcdQa0&list=PL7TzrQflPVU7vLkErBgb_LMVOf1CajSzw; em herin gund, https://www.youtube.com/watch?v=L3Hw__Erz4&list=PL7TzrQflPVU7vLkErBgb_LMVOf1CajSzw&index=3; li Qamișlo li ber derî, https://www.youtube.com/watch?v=06LlkqoABp8&list=PL7TzrQflPVU7vLkErBgb_LMVOf1CajSzw&index=10

[9] Gosselin, Sophie û gré Bartoli, David, La Condition terrestre, Habiter la terre en commun, Paris, Seuil, 2023.

[10] Bnr. 293-294.

[11] Ferdinand, Malcom, S’aimer la terre, Défaire l’habiter colonial, Paris, Seuil, 2024, r. 538.

[12] Kübra Sağır, Çağrı Kurt, Behzat Hiroğlu, Ayhan Ișik, Gülay Kiliçaslan, Kürtler ve Cumhuriyet, Ankara, Dipnot, 2023, rr. 35-135.

[13] Ajari, Norman, La dignité ou la mort. Ethique et politique de la race, Paris, La Découverte, 2019.

[14] Jiyan, Rênas, « Aforîzmayên Afarozkirî 2 », Çirûsk, hejmar 23, 2015, r. 93.

[15] Malcom Ferdinand, Une écologie décoloniale. Penser l’écologie depuis le monde caribéen, Paris, Seuil, 2019.

[16] Cavallin, Jean-Christophe, ibid. ; « Vers une écologie littéraire », tê de Fabula-LhT, n° 27.

[17]Cavallin, Jean-Christophe, Nature, berce-le, Paris, éditions Corti, 2023.

[18] Arendt, Hannah, Journal de pensée (1950-1973), Paris, Seuil, 2005.

[19] Malcom Ferdinand, bn.

[20] Anzaldúa, Gloria, Terres frontalières, La Frontera, La nouvelle mestiza, Paris, Cambourakis, 2022, r. 72-73.

[21]Mignolo, Walter, « Géopolitique de la sensibilité et du savoir. (Dé)colonialité, pensée frontalière et désobéissance épistémologique ».

[22] Temo, Selîm, pûnga li bajêr, Amed, Dara, 2021, r. 32-33.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin