Romana navdar a Ali Smith’ê, Hotel Dinya, ku di sala 2022an de ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin û bi wergera hostane ya Samî Hêzil li kurdî hatiye zêdekirin, di nav romanên wergerî yên kurdî de xwedî pêgeheke taybet e. Ev romana alegorîk a ku xwendina wê dijwar e, bi xêra wergera herikbar a wergêr, digihîje wesfeke fêmbar. Hem ji ber kûrahiya karakterên xwe û hem jî bi şêwazê xwe yê vegotinê ne berhemeke wisa ye ku mirov karibe li seranserê romanê bi hêsanî li pey wê biçe. Gava Hotel Dinya di sala 2001an de hat weşandin, li şûna girseyên mezin bêtir bala rexnegiran kişand; tevî honandina xwe ya dijwar, ji perspektîfa wêjeyî ve wekî berhemeke gelekî giranbiha û nûjenîxwaz (innovative) hat nirxandin. Bi taybetî binyata ku bi perspektîfên parçe-parçe yên karakterên cuda bi pêş ve diçe û vegirtina demê ya bi awayekî ne-hêlî (non-linear), di nava romana îngilîzî ya hemwext de wekî ceribandineke wêrek hat şirovekirin.
Ali Smith nivîskareke Skotlandî ya navdar e ku di honandina romanên xwe de bi mijarên civakî yên serdemê re mijûl dibe: Ew bi gelemperî balê dikişîne ser temayên wekî zayendî, nasname, koçberî û dadperweriya civakî. Xebatên wê bi giranî li ser xala hevbirîna jiyana kesane û polîtîkayê ne. Nivîskariya Smith’ê bi temayên hebûn û tunebûnê, rewşên berzaxî û sînorên şolî yên navbera jiyan û mirinê, rasteqînî û bîranînê hatiye dagirtin. Di roman û çîrokên wê yên kurt de, bi rêya gotûbêjên (ruhan) metaforîk, fîgurên nediyar û karakterên ku vegotinên klasîk serûbinî dikin, gelek caran motîfên ruhî –çi rasteqîn çi jî sembolîk– cih digirin. Ev motîfên ku dubare dibin, eleqeya wê ya kûr a li ser hêzên nexuya yên ku nasname û têgihiştinê ava dikin, nîşan didin. Her çend ev motîf di hemû berhemên wê de hebin jî, Hotel Dinya di nav berhemên dirêj ên Smith de wekî deqa ku bi awayê herî eşkere û domdar karakterekî xeyalet (ghost) dihewîne, dertê pêş.
Romana Ali Smith’ê ya bi navê Hotel Dinya (2001) bi mirina Sara’yê dest pê dike. Sara, xedemeyeka ciwan a otêlê ye ku bi hevaleke xwe re dikeve nav munaqeşeyê (bahîsê) ku gelo dikare xwe bixe nav asansora xwarinê an na; lê ji ber qutbûna kabloya asansorê û ketina wê ya bi xwarê re dimire. Mirina Sara’yê ya li otêlê, dibe çarçoveyeke vegotinê ji bo vekolîna çîrokên kesane yên pênc jinan ku her yek ji wan di xalekê de bi wê saziyê (otêlê) re têkildar in: Sara bi xwe; Else, li ber deriyê otêlê jineke parsek û bêmal e; Lise, resepsiyonîsta otêlê ya ku nexweş dikeve; Penny, rojnamevanek; û Clare, xwişka Sara’yê. Smith bi vekolîna jiyana van pênc jinan, ne tenê li ser çîrokên kesane yên ku li otêlê digihîjin hev hûr dibe, lê di heman demê de li ser wan vegotinên ku bi ezmûnên ‘dûrxistina civakî’ bi hev ve hatine girêdan jî disekine –ku tenê Penny li derveyî vê rewşê ye. Bi vî rengî, mirina Sara dibe sedema lêkolînkirina mekanîzmayên marjînalîzekirinê yên kapîtalîzmê.
Dengê ruhê Sara’yê çarçoveya vê romanê ava dike. Ev ji bo nêrîna me ya li ser pirtûkê pir girîng e; loma divê em hinekî li ser karê çîrokên ruhan ên di edebiyatê de rawestin. Çîrokên ruhan ku beşek ji edebiyata Gotîk in, bi alîkariya bûyerên ecêb û peydabûna ruhan, hesteke tirs û xofê diafrînin. Sigmund Freud di xebatên xwe de ji fîlozofê Alman Schelling re wiha dibêje: ‘Her tiştê ku divê veşartî û razdar bima, lê dîsa jî derketiye ronahiyê, xofê dide mirov.’
Di çanda Rojavayê de mirin hîn jî wekî tabûyekê (tiştekî qedexe) tê dîtin. Bi sazumankirin û medîkalîzekirina mirinê, û bi şêweyê estetîzekirina wê di hunerê de, hewl tê dayîn ku rûyê tazî yê mirinê were veşartin. Ev nîşan dide ku çanda Rojavayî naxwaze rasterast rûbirûyî mirinê bibe. Loma Freud dibêje ku mirin xofa herî mezin e; lewra mirin hem tiştekî nas e û hem jî tiştekî wisa ye ku em her tim dixwazin ji bîr bikin (serkut bikin). Çîrokên ruhan jî van tiştên ku em di binê hişê xwe de vedişêrin, bi awayekî herî eşkere dikişînin ber ronahiyê.
Lê belê, çîrokên ruhan ne tenê behsa van tiştên veşartî dikin; ew di heman demê de behsa zilm û zorê jî dikin. Edebiyata Gotîk, di dirêjahiya dîroka wêjeya modern de bi pirsgirêkên civakî û polîtîk re eleqedar bûye: zilma li ser jinan, cudakariya civakî, zexta olî û gendeliya polîtîk hinek ji van in. Wekî ku nivîskar David Punter dibêje, edebiyata Gotîk her tim li ser pirsên civakî sekiniye û hişmendiya mirovan hişyar kiriye. Çîrokên ruhan bi alîkariya karakterên mirî, rêya lêkolînkirina mijarên civakî vedikin. Mirî, êdî ji wan zextên civakî yên di dema saxiya xwe de rizgar bûne; ew wekî ruh vedigerin da ku wan rastiyên ku civak dixwaze veşêre bînin bîra me. Ew bi vî rengî dibin xwedî hêz û îradeyekê ku di dema saxiya wan de nedidan wan.
Avery Gordon li ser tundiya sîstematîk a li cîhana kapîtalîst a îro diaxive û dibêje ku ‘ruh’ (ghost) nîşaneya wan rêyên modernîteyê ye ku mirovan ji civakê dûr dixe û wan red dike. Ew wiha dinivîse: ‘Ruh ne tenê kesekî mirî yan jî winda ye; ew fîgurekî civakî ye. Lêkolînkirina ruh, me dibe ser wê xala ku dîrok û jiyana mirovan lê digihîjin hev.’[1] Ruh dibe sembola mirovên marjînal û yên ku rûmeta wan a mirovahiyê hatiye binpê kirin; bi vî rengî, ruh, birîn û tundiya modernîteyê radixe ber çavan.
Emily Horton di lêkolîna xwe ya ser ‘bêmaliya’ di romana Hotel Dinya de,[2] behsa nêrînên Judith Butler û Gayatri Spivak dike. Ew wan wekî ‘mirovên xeyalet’ (spectral humans) bi nav dike. Ev ew kes in ku ji ber temen, zayend, nijad yan jî karê xwe, ji mafê hemwelatîbûnê têne bêparkirin, ji pergalên hiqûqî têne derxistin û wekî kesên bêdewlet (stateless) têne hesibandin. Li ser vê bêrûmetkirina sîstematîk, Butler diyar dike ku çanda Rojava bi rêya biçûkdîtin û bi dîtina hinek mirovan wekî ne-mirov, nasnameya xwe pênase dike. Yanî ji bo ku Rojava xwe wekî ‘mirovên resen’ bibîne, her tim hinekên din wekî ‘ne-mirov’ bi nav dike.
Ji ber vê yekê, di berhemên edebî yên îroyîn de, bikaranîna mijarên ruhan (spectrality) bûye rêyek da ku em li ser dûrxistina ji civakê û kedxwariyê bifikirin. Emily Horton di edebiyata îroyîn de behsa peydabûna cureyekî nû jî dike û jê re dibêje ‘Gotîka piştî-hezarsalê’ (post-millennial Gothic). Di van berheman de, ruh û tasalet (haunting) tên bikaranîn da ku pirsgirêkên mîna tundî û perêzekirina aborî-civakî ne tenê wekî xemên şexsî, lê wekî rastiyeke civakî ya berfireh nîşan bidin. Di sedsala 21ê de, ruh êdî xwedî giraniyeke mezin a îdeolojîk e.
Bi Rêya Ruhan û Şêweyê, Eşkerekirina Dûrxistina ji Civakê
Heke em bi vî çavî li romana Hotel Dinya binêrin, dengê ruhê Sara’yê, çawa hewayeke ruhî dide tevahiya pirtûkê. Smith vê şêwazê bi kar tîne da ku nîşan bide gelo di civaka kapîtalîst a îroyîn de hinek mirov çawa ji civakê tên dûrxistin (marjînalîzekirin). Smith bi rêya fîgurê ruhê Sara’yê, romana xwe dixe nav kevneşopiya "Gotîk"ê ku ev cure ji destpêkê ve bi mijarên "yên din" û "yên hatine marjinalkirin" re têkildar e. Armanc ew e ku jihevqutbûna têkiliyên civakî, nexuyabûna aborî û marjînalbûna nasnameyên "queer" werin lêkolînkirin.
Mirina Sara’yê ya ji nişka ve, nexuyabûn û kedxwariya di sîstema kapîtalîst de derdixe pêş. Ruhê Sara’yê, li cîhaneke ku bi rêgezên kapîtalîst ve tê birêvebirin, dibe sembola "nexuyabûna aborî". Her wiha, ev ruh dibe bingeha vegotina çîrokên karakterên din jî; wekî çîroka wê ya lezbiyenî û çîrokên bêmaliyê û nexweşiyê. Ev hemû çîrok bi hev re nîşan didin ka kapîtalîzm çawa mirovan ji xwe xerîb dike û dibe sedema zilmeke sîstematîk. Karakterên di vê romanê de mîna ruhê Sara’yê di qadên berzaxî (navber) de dijîn; ew nîşana wan mirovên winda ne ku sîstemê ew bindest kirine.
Dengê xerîb ê Sara’yê, zimanê taybet ê Else’yê û şêwazê lîsteyî yê Lise’yê, di herikîna asayî ya romanê de dibin sedema tevliheviyên hunerî. Ev rêbazên vegotinê, pencereyekê vedikin da ku em wan hêzên civakî, aborî û dîrokî yên ku dibin sedema marjînalbûna mirovan, baştir bibînin.
Polîtîkayên Çînî û Bêdengiya "Queer”
Ketina Sara’yê ya ji qulika asansora piçûk (dumbwaiter), nîşana tûj a zilma hiyerarşiya kapîtalîst e. Mirina wê ya bi qezayê, binesaziya veşartî ya newekheviya çînî eşkere dike. Sara keçeke ji çîna karker e; di maleke piçûk de dijî, odeya xwe bi xwişka xwe re parve dike û di otêlekê de bi mûçeyekî kêm wekî xedeme dixebite. Sara mîna bi hezaran keçên karker ên li çaraliyê cîhanê ye. Cîhê ku Sara tê de dimire (asansora 50x50 cm), sembola wê qada teng e ku di saxiya wê de civakê dabû wê. Ruhê Sara’yê mala wan wekî "kêmiya cih" pênase dike û dibêje ku "kursiyek di wê malê de dikare dîwarekî tije bigire." Ev tengasiya di jiyana wê de, di mirina wê de jî didome.
Her çend Sara bi daxwaza xwe ketibe nav wê asansorê jî, sedema rûbirûbûna wê ya bi vê xetereyê, statuya wê ya odegeriyê ye. Mêvanên dewlemend qet neçar namînin ku nêzîkî asansoreke wisa bibin. Dema Sara canê xwe dide, ew di qata herî erzan a otêlê de ye û asansor li ser kevirên sar ên jêrzemînê dikeve. Sara bi tenê dema ku dixebite dikare luks û dewlemendiya otêlê bibîne; lê di mirinê de jî ew ji wan qatên luks tê dûrxistin. Ev asansor, wekî ku Henri Lefebvre dibêje, dibe "mekanekî sembolîk" ku ferqa navbera jiyana dijwar a karkeran û dewlemendiya elîtan nîşan dide.
Lê belê, dema Sara dibe ruh û xeyalet, rewş diguhere. Êdî ew dikare bi azadî di hemû korîdor û odeyên luks ên otêlê de bigere. Wekî ku Avery Gordon dibêje; museleta ruhan (haunting) wê demê çêdibe ku "tişt ne li cîhê xwe bin." Ruhê Sara’yê vedigere wan cîhên ku di saxiya wê de jê re qedexe bûn û bi vî rengî newekheviya civakî eşkere dike.
Mijareke din a girîng, bêdengkirina nasnameya wê ya "queer" e. Sara di saxiya xwe de nikaribû evîna xwe ya ji bo jinan bîne ziman. Ew ji keçeke ku di dikaneke saetan de dixebite hez dike, lê ji ber zextên civakî (heteronormatîvîte) nikare nêzîkî wê bibe. Sara dibêje ku "vê evîndarîyê ez nexuya kirim." Ev tê wateya ku civak kesên wekî wê nabîne yan jî naxwaze bibîne.
Di romanê de ferqek di navbera "ruhê" Sara’yê û "laşê" wê de heye. Ruhê wê li dinyayê digere, lê laşê wê yê di bin erdê de çîroka wê ya evînê vedibêje. Leşê wê, ku sîstem wê wekî "tiştekî kirêt yan jî derveyî sîstemê" (abject) dibîne, êdî ji qedexeyên civakê rizgar bûye û dikare rastiya xwe bêje. Li gorî Judith Butler, civaka Rojava xwe li ser dûrxistina kesên "queer" ava dike.[3] Lê di mirinê de, ev dîwarê bêdengîyê diherife. Ruhê Sara’yê di dawiyê de diçe ba keça ku jê hez dikir û tiştekî di guhê wê de dibêje. Ev kiryar, serhildanek e li dijî wê bêdengiya ku civakê li ser wê ferz kiribû. Ruh, bi rêya eşkerekirina vê evîna veşartî, ne tenê çîrokeke şexsî, lê bêdengiya li ser hemû kesên queer eşkere dike. Wekî ku Gordon dibêje: "Ruh bi îhtîmalên pêknehatî avis e." Ew tolê ji wê bêdengiya borî hildide û di dema niha de hebûna xwe nîşan dide.
Polîtîkayên Bêmaliyê û Astengdariyê
Beşa duyem a Hotel Dinya li ser mijarên bêmaliyê û xizaniyê hûr dibe. Else, jineke ku li kolanan dijî û mîna "ruhekî civakî" ye. Ew li ber çavan e, lê civak yan wê piçûk dibînin yan jî naxwazin hebûna wê qebûl bikin; rûmet û mafên wê yên mirovahiyê li ber çav nayên girtin. Else li ber deriyê otêlê parsekiyê dike. Her çend rêwî her tim di ber re derbas bibin jî, hebûna wê wan aciz dike. Polîs û mirovên din jê re dibêjin: “Bimeşe, mirov naxwazin te bibînin," yan jî "Here mala xwe, mala her kesî heye." Heta polîsek bi tecawizê gefê li wê dike. Ev dijberî nîşan dide ku civak her çend ji bêmalan aciz bibe jî, bi rêya wan xwe pênase dike (ez ne mîna wan im). Wekî ku Derrida dibêje, Else di nava "nuxuyabûneke xuya" de ye: ew li wir e, lê wekî ku tune be tê hesibandin.[4]
Di romanê de, wextê ku mirov Else’yê "dibînin" jî, ew dîtineke rastîn nîn e. Mînak, Lise şevekê odeyekê dide wê, yan jî Penny’ya rojnamevan çekekê (pere) dide wê. Lê Penny dema fêm dike ku Else ne "stêrkeke rockê ya berê" ye û bi rastî bêmal e, eleqeya wê namîne. Penny paşê wê çekê betal dike û dibêje: “Pere ji bo feqîran tenê derd e, çêtir e ku tune be," lê di heman demê de pereyê xwe dide kanala pornoyê ya otêlê. Ev nîşan dide ku "dîtina" Else’yê wê xurt nake, berovajî wê bêtir tenê dihêle. Else her wekî ruhekî dimîne: li qadên ku jê re qedexe ne digere û bi hebûna xwe pergala heyî aciz dike.
Nexweşî: Wekî Nebanbûna bi Bedena Xwe re
Yek ji mijarên bingehîn ên ku roman li ser hûr dibe nexweşî ye. Fîlozof Merleau-Ponty tîne ziman ku laşê me amûra me ya sereke ye ku têkiliya me ya bi cîhanê re pêkan dike. Di dema tenduristiyê de laş û hiş yek in. Lê di dema nexweşiyê de, ev hevsengî dişkê. Laş êdî dibe tiştekî "xerîb û xofdar". Di romanê de Lise vê rewşê temsîl dike. Gava formeke bijîşkî tije dike, ew pêşî dinivîse: "Ez miroveke baş im," lê paşê peyva 'baş' jê dibe û dinivîse: "Ez miroveke nexweş im." Nexweşî êdî nasnameya wê ya berê winda dike; ew di nav çermê xwe de dibe xerîbek.
Lise ne tenê ji laşê xwe, lê ji civakê jî xerîb dibe. Sîstema kapîtalîst a nû (neolîberal), mirovên nexweş wekî "kesên ku hilberînê nakin" û loma jî "bêkêr" dibîne. Sîstem ji nexweşan her tim delîlan dixwaze ku îsbat bikin ew bi rastî nexweş in û nikarin bixebitin. Lise neçar dimîne formên giran tije bike ku sîstem bawer bike ew nexweş e. Wekî ku David Harvey dibêje: “Di bin kapîtalîzmê de nexweşî tenê wekî 'nikarîbûna xebatê' tê dîtin"[5].
Di dawiya romanê de, Smith xeyal dike ku Lise baş bûye û diçe daweteke civakî. Kesek jê dipirse: "Tu çi karî dikî?" Lise dibêje: “Karê min nexweşî bû.” Ev bersiv nîşan dide ku sîstemê nasnameya wê tenê bi "nexweşiyê" û "hilberînê" ve girê daye. Lise her wekî siyekê dimîne; ne bi nasnameya xwe, lê bi "kêmasiya" xwe (nexweşiya xwe) tê dîtin. Bi vî rengî, sîstem hebûna wê ya mirovahiyê ji holê radike.
Parçebûna Vegotinê û Dengên Îdeolojîk
Ruhê Sara’yê bi rêya teknîka ku jê re “nebanîbûn” tê gotin, dinêre. Viktor Shklovsky dibêje ku gava em navê tiştekî hîn dibin, êdî em bala xwe nadin cewherê wî tiştî; peyv dibin sembolên hişk. Ruhê Sara’yê ji ber ku navê tiştan ji bîr dike, wan ji nû ve pênase dike. Mînak, li şûna "çav", dibêje "tiştên ku em pê dibînin". Li şûna "nanê sorkirî (toast)", dibêje "nanê germkirî". Ev teknîk nîşan dide ku gava em navê "bêmalî" yan "nexweşî" li rewşekê dikin, em êdî êşa wan kesan nabînin. Roman bi vê rêbazê naxwaze navên hêsan bi kar bîne; dixwaze em cewher û rastiya wan kesan bibînin ku li ber deriyê otêlê derbas dibin lê nayên dîtin.
Di beşa duyem a romanê de, em rûbirûyî zimanê taybet ê Else’yê dibin. Else tîpên dengdar (vowel) di peyvên xwe de bi kar nayîne; mînak li şûna ku bêje "Can you spare some change" (Gelo hinek pereyê te yê hûr heye?), dibêje: "Cn y spr sm chn?". Ev şêwaz li gorî Mikhail Bakhtin mînaka "pirzimaniyê" (heteroglossia) ye û xwedî wateyeke îdeolojîk e.
Else dibêje ku ev zimanê sekreterên berê ye; wan ji bo lezê tîpên dengdar davêtin. Lê ew sekreter êdî bûne malê raborîyê û li kolanan mane. Ev zimanê Else’yê, rewşa wê ya civakî nîşan dide: sîstema kapîtalîst a ku tenê li pey qezencê ye, mirovên mîna Else’yê wekî "çopên dîrokê" dibîne. Else bi vî zimanî li dijî pergalê derdikeve û cîhana xwe ya îdeolojîk nîşanî me dide.
Di beşa sêyem de, çîroka Lise’yê bi şêwazê "lîsteyan" tê vegotin. Vegotina romanê êdî ne herikbar e, mîna xalên lîsteyekê ye: "Ew tiliya xwe dixe devê xwe," "Ew diçe odeyê," "Stûyê wê diêşe." Ev şêwazê lîsteyî, wan formên bijîşkî û burokratîk tîne bîra mirov ku nexweş neçar in tije bikin. Di sîstema kapîtalîst de karker û nexweş ne wekî "mirov" lê wekî "tişt" yan "amûr" tên hesibandin.
Lîsteya çalakiyên Lise’yê nîşan dide ku sîstem tenê li "hilberîn" û "karkirina" wê dinêre. Gava ew nexweş dikeve, ew êdî dibe amûreke xirabûyî û divê di nav lîsteyan de îsbat bike ka çiqas nexweş e. Ev teknîka "lîsteyê" nîşan dide ku li pêşiya sîstemê, "hilberîn" ji "mirovahiyê" girîngtir e. Lise beriya nexweş bikeve jî, di nav sîstemê de tenê wekî parçeyekî makîneyê dihat dîtin.
Bi kurtasî; Ali Smith bi rêya van teknîkên vegotinê yên cuda, nîşanî me dide ka sîstema modern çawa mirovên xizan, nexweş û "yên din" ji holê radike û wan dike sîber (ruh).
Encam û Lêkolînên Paşerojê
Wekî encam, Ali Smith bi rêya dengê ruhê Sara’yê, lêpirsîna sîstema kapîtalîst a îroyîn û dûrxistina mirovan (marjînalîzekirin) dike. Romana Hotel Dinya balê dikişîne ser wan rastiyên ruhî yên ku mirovên ji ber çînayetî, nasnameya queer, bêmalî û nexweşiyê ji civakê hatine derxistin, pê re rûbirû dimînin. Bi rêya ketina Sara’yê û vegera wê ya wekî ruh, Smith nîşan dide ka hiyerarşiya mekana çawa çîna karkeran ji qadên taybet dûr dixe. Eşkerebûna daxwazên queer ên Sara’yê piştî mirina wê, zextên pergala heteronormatîv eşkere dike û wan dişkîne. Hebûna Else’yê ya li ber deriyê otêlê, jinên ji çînên bindest ên ku bi destê vê pergalê hatine bêmilkkirin û ji war û stargehên xwe hatine dûrxistin, nîşanî me dide. Lewra kapitalîzm pergaleke zayendperest e ku heta di nava çînên jêrîn de jî li dijî jinan dişixule. Nexweşiya Lise’yê jî eşkere dike ka burokrasî û sîstema kapîtalîst nexweşan tenê wekî "amûrên hilberînê" dibîne; gava ew nikarin hilberînê bikin, îradeya wan ji destê wan tê girtin û mîna ruhan tên dîtin. Ev mekanîzmayên dûrxistin û windakirinê, di nav şêwazê hunerî yê romanê de jî bi rêya dengê Sara’yê yê xerîb, zimanê Else’yê yê kodkirî û vegotina Lise’yê ya mîna lîsteyan bêtir derdikevin pêş.
Di Hotel Dinya de "ruhîbûn" ne tenê mijarek e, lê amûreke vegotinê û îdeolojîk e da ku nexuyabûna mirovan di sîstema kapîtalîst de nîşan bide. Lêkolînên derbarê romanê de bêtir li ser bêmaliyê sekinîne, lê em bi vê analîzê dixwazim nîşan bidim ka çînên bindest, nasnameya queer û nexweşî çawa bi hev re dibin nîşaneya sîstemekê ku mirovan winda dike.
Ji bo lêkolînên paşerojê, mirov dikare li ser zimanê Penny’yê hûr bibe; ka ew di nivîsên xwe de çawa çanda xerckirinê (consumer culture) normal nîşan dide û têkiliyên kedê vedişêre. Her wiha, lêkolîneke kûr li ser "duqatbûna" (doubling) di destpêka romanê de (ferqa navbera ruhê Sara’yê û leşê wê) dikare ji bo dîroka edebiyatê û mijara "duqatbûnê" bibe xebateke gelekî giranbiha.
Çavkanî
[1] Gordon, Avery. Ghostly Matters. University of Minnesota Press, 1997.
[2] Horton, Emily. "A V oice without a Name: Gothic Homelessness in Ali Smith’s Hotel World and Trezza Azzopardi’s Remember Me." Twenty-First Century Fiction: What Happens Now. Palgrave Macmillan, 2013, pp. 132-146.
[3] Butler, Judith. Gender Trouble: Feminism and the Subversion of Identity. Routledge,1990.
[4] Derrida, Jacques. Specters of Marx: The State of the Debt, the Work of Mourning and the New International. Translated by Peggy Kamuf, Routledge, 1994.
[5] Harvey, David. Spaces of Hope. Edinburgh University Press, 2000.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →