Çima ziman winda dibin?
Elsa Mourgues

resim1Dibistana şevînî ya ji bo keçên xwecihî yên Amerîkayê, 1884. • Wêne: Getty
Ji fransî: Bilal Ata Aktas

Ji 7000 zimanên ku li gerstêrka me têne axaftin, %50yê wan dibe ku heya dawîya sedsalê dev ji hebûna xwe berdin û bi her yekî re jî nêrîneke dinyayê dê ji holê rabe.

Her sal bi dehan ziman êdî nayên axaftin. Ji bo piranîya van zimanan, gava ku axêverê dawî winda dibe, ti tişt jê namîne.
Ji bo ku rê li ber windabûna giştî ya van zimanan bigirin, komeke lêkolînerên Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî (CNRS)[1] bi navê Panglossê, Keştîya Nûhî ya zimanan ava dikin. Zimanzanê CNRSê, Guillaume Jacques yek ji wan kesan e. Jacques, bala me dikşîne ser sê sedemên sereke yên ku ronî dikin ka çima ziman winda dibin.[2]

1. Guherîna Avhewayê
Ya ku bi taybetî ji bo zimanzanan cihê endîşeyê ye ew e ku li dinyayê herêmên ku herî zêde xwedan pirrengîya zimanî ne, di heman demê da ew herêm in ku dê herî zêde ji ber guherîna avhewayê zirarê bibînin.

%4ê nifûsa dinyayê, %97ê zimanên dinyayê diaxifin, û berevajî vê yekê, nîvê mirovan tenê, bi giştî kêm-zêde bi 20 zimanan diaxifin. Evên dawî, yên herî lewaz in û bi windabûnê re rûbirû mane. Bi taybetî yên ku xwedî kevneşopîyeke devkî ne û li herêmeke biçûk, kêm têne axaftin. Nemaze Papua, mazûvanîya bi sedan zimanan dike. Giravên hanê ji hêla zimanî ve ji hemû parzemînan dewlemendtir in. Lêbelê axa wan rasterast di bin tehdîta bilindbûna avê de ye.

Hin kes ji niha da berê xwe daye koçberîyê û zimanê wan li ber zimanê hawirdora wan a nû winda dibe.

Pirrengîya zimanî ya Amazon û Nîjeryayê jî, tevî 500 zimanên xwe, dê ji guherîna avhewayê derbeke giran bixwe.

2. Hegemonyaya Çandî
Di sedsalên dawî da, gelek dewletan hewl da ku zimanê hin gelan ji holê rake.
Li vir paşxaneya Fransayê ne bi taybetî paqij e, lê ya ku sîcîla wan xirabtir e (bi taybetî) Amerîka û Awistralya ye. Wan dibistanên şevînî (boarding school – internat) çêkirine da ku zarokan ji dêûbavên wan veqetînin û zimanê wan bi wan bidin jibîrkirin. Ev yek bi zanetî hatîye kirin û ji dawîya sedsala 19mîn heya salên 1950 û 1960î dewam kirîye.

Windabûna zimanekî, ji hêla teorîyê ve di heman demê da dikare bibe encama pêvajoyeke erênî jî. Mîna hînkirina xwendin û nivîsandinê ku hin zimanan nirxdartir dike li ser zirargihandina hinên din, û yan jî azwerîya serkeftina li dibistanê.

Li Çînê helbet millet dixwaze ku zarokên wan di dibistanê da serkeftî bibin. Meriv nikare wan ji ber vê yekê tawanbar bike, lê pirsgirêk ew e ku feydeya zimanên tradîsyonel tune û jixwe nayên naskirin jî. Meriv her çiqas bikare bi zimanê Tîbetî, Moxolî û hwd perwerdehî bigire jî kes zêde qîmetê nade van mufredatan.

3. Kolonîzasyon
Piştî dagirkirina herêmekê, gel di qonaxa duzimanîyê re derbas dibe: zimanê tradîsyonel di jîyana taybet da tê bikaranîn, zimanê serdest jî dibe zimanê neteweyî. Mîsal ya ku hate serê zimanê galyayî jî ev bû. Niha di fransî da tenê çend peyv mane jê.

Mirina galyayî gav bi gav bû. Pêşî duzimanîyeke bi giştî hebû û hêdî hêdî Galyayî dev ji zimanê xwe berdan, dibe ku ji wan re wek zimanê gundîyan hatibe ku ji hêla civakî ve jî li bin Latînî bû.

Beşek ji dîroka milletekî tevî biwêjên wan dimire. Çend tekstên kurt bi galyayî hatin dîtin lê ev korpus têrê nake.
Em dixwazin fêr bibin ka Galyayî çi difikirîn. Lê tiştên ku em li ser wan dizanin bes fikr û ramanên nivîskarên Yewnanî û Romayî ne.

resim2_1Yek ji wan malbatên aborjîn ên ku li Tazmanyayê sax mane, 1902. • Wêne: Getty

Bi mêtingerî, komkujî û qirkirinan gelek millet bi tevahî ji holê rabûn û zimanê wan jî bi wan re çû. Mîsal di destpêka sedsala 19mîn da li Tazmanyayê tiştekî wiha qewimî. Di nava 30 salan da hema hema hemû aborjîn hatin kuştin. Hema bêje derbarê zimanên wan da em ti tiştekî nizanin.

Ji bo şopandina van zimanan, hîn ku dem heye, lêkolîneran projeyeke mezin, projeya Panglossê da destpêkirin. Ji bo avakirina Keştîya Nûhî ya bo zimanên di nav xetereyê da, van zimanan berhev û qeyd dikin da ku ji nifşên bê re wek mîrateyek bimîne.

Têbînî: Yek ji zimanên qeydkirî jî zaraveya mukrî ye ku li ser malperê wek kurdî hatîye qeydkirin. Ev qeyda 4 deqeyî çîrokeke gelêrî-dînî ye û di 2011ê da ji hêla Ergîn Opengîn ve li gundekî Mehabadê hatîye tomarkirin. (Ji bo guhdarkirinê bitikîne.)

Teksta resen: https://www.franceculture.fr/sciences-du-langage/pourquoi-les-langues-disparaissent#xtor=CS4-1

Projeya Panglossê: www.pangloss.cnrs.fr
[1] Derbarê zanistên bingehîn de mezintirîn dezgeha neteweyî ya Fransayê ye. Di 1939an de hatîye damezirandin.
[2] Paragrafên îtalîk gotinên wî ne.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin