Çayan Okuduci: Bê serhilderî jiyan têkçûn e
Söyleşi / Birûsk

bexweda_1.[1]

Çaxê min dest bi xwendina Bêxweda kir kêlî bi kêlî hemû xweda li ber çaxên min derbas bû. Dîsa bibîrxistina Bêxweda ez jê hay bûm ku li hemberî jiyane me çiqas ked daye û îsyan kiriye. Helbet ev serhilderî, ev evînên destanî, şerên nîşana wêrekbûn û ferasete, ahenga ziman û zamanê wiya li cihek tomardike. Helbest hafizayek bêhempa daye pişt. Çend û çend car deşt, newal, dar û devî ji nû va di risteyan da bişkifîn wek darên me ye Kurdistane darberûyan ku her sal tên şewitandin dîsa bi hemû hêviya xwe zîl dide eynen wisa! Gelek caran di serdemek dijwar da helbest ew ê ji me re çibike? Ji xeynî tomarkirine çi ji dest tê? Helbest dîmanîke, di hiş û dil da çîka jiyane ye. Bi helbestên seyda Cegerxwîn hezar ciwan rabûn bi dengê Şiwan Perwer û Ciwan Haco hezar bûn mîlyon. Neruda bi risteyên xwe ye evînê qirseyan motîve kir. Dibên ev çax ne çaxa helbestêye, dibên ev wextê lez û bez da helbest behna wî çikiyayê. Dibên helbest li ber sikratêye. Gelek tişt dibêjin. Bêxweda dibêje ez li vir im, risteyên ku bi dengê heqîqê û ji mizamize dûr banga xwe/me dike çiqas bi giştî sert/tûnd be jî bi estetîk û rîtma xwe risteyan li ber xwîneran deriyên anarşiye û mekanan vedike. Bêxweda ji aliyek xwe va mekan ne. Mekanek ku rojê sed hezaran sûret û deng jê belav dibe. Min her tim bawer kir ji behna helbestan, bîna Bêxweda tûje û poze bi me dişewîte.

Me bi Çayan Okuduci re li ser pirtûka wiya dawî xeberda. Li ser poetîkaya helbestan gotûbêjek bi berfireh û zelal me kir. Pirtûka helbestan "Bêxweda", yekem pirtûka bi Kurdî ya Çayan Okuduci ye. Pirtûka “Bêxweda” ji 22 helbest û 64 rûpelan pêk hatiye. Okuduci, heta niha çend pirtûkên helbestan ên bi Tirkî nivîsandiye. Pirtûka “Bêxweda”, di Kanûna Peşîna 2023yan de ji Weşanxaneya Lîsê hat çapkirin. Wek Çayan Okuduci di bersiva xwe da destnîşankiriye: “bê serhilderî jiyan têkçûn e.” Belê gelên ku di rêya serbestbûn û azadiye da liberxwe didin û şer dikin bi çi awayî helbestkarên wî gelî helbestên xwe dihonînin? Pişta xwe daye kû û bi çi uslubî û vegotine risteyên xwe neqişkiriye? Bi taybetî em li ser vegotin û usluba berhemê sekinin me qala tiştê ku daye ber xwîner wek serhilderî, anarşî, evîn, îsyan û bêxwedayî kir. Kî zane belkî em Bêxwedan e lê em bêxwedî nîn in: Bi Çayan Okuducî re li ser pirtûka wiya dawî “Bêxweda” de em xwe di nav behra wî da soberiya bikin.

Hevpeyvîn: Birûsk

Birûsk: Em her tim li hemberî xwedayan derva wêrekbûn. Serdema postmodern da anarşîstek dîn –qesta min a ji dînbûne bi te re geridaye- bi te meriv dikare xwedayan di hindir da ji xwe re cih çêkirine bi wan serî derkeve? Wek ê derva li hemberî wan em wêrek in gelo? Di Bêxweda da li hemberî xwedayan da te gelek liberxwe daye, serî hatiye rakirin, bo azadiye bi tena serê xwe referansek hêma dikî; meriv dibîne ku te bi sebir neqîşkiriye vê yekê. Di nav dîsîplînek da berhemek bi hev şidandî lê bi qasî wî jî piralî em dixweynin. Em dibînin ku ava kirina Bêxweda ast bi ast xwe gîhandiye zimanek resan. Bi vê nêrîne pirsek din jî derdikeve pêşiya me, hêsanbûn tişte herî zehmete te ev hêsanî çawa bi dest xist?

Çayan Okuduci: Ez ê ji pirsa te ya dawî destpêbikim. Bêle hêsanî bi min jî tiştek herî zehmet e. Di helbestê de hêsanî bi destxistin ast bi ast dimeşe. Kesek çaxê dest bi helbestnivîsînê dike ji serî heta binî bi îmge û metaforan difetisîne û dû re diwerîmine. Di risteyek da du îmge û sê metafor bi darê zorê bicihkiriye. Ev encam ji me re tiştek dibêje, ji xwe ne bawer im. Helbestkar hêj nû destpêkiriye, tirs di dil da heye stresa xweîfadekirinê bi ber aloziyê da dibe. Helbesta ewil her tim dişibînim “tofan”ê. Her tişt tevlîhev e, barabar û qaraware, hawar û fîgane, kelecaniye, çav bi çav nakeve. Ev hestên jor in, di hiş û dilê helbestkar da serê ewilî pir îmgeyî û metaforî daxwaz dike. Di bingeha wî da tirsa neyê femkirinê veşartiye. Piştî tofanê tiştê ku li ser ling maye rê destnîşanî dike. Hêdî hêdî zelalî hikma xwe dişopîne, tirs jê dûr ketiye, xweîfadekirin êdî ne xema wî ye. Em werin ser pirsa te ya ewil. Her tim meyla min bi ber wêrekbûnê va xwe meşand. Li hemberî xwedayên derva wêrekbûn me heta vê rojê anî. -Qesta te ya ji xwedayên hindir arzû-hêrs-ajo-evînbe ew ê bersiva min ev be- Dîsa wêrekbûn û feraseta xwenasîn xwedayên ku di hindir da cih peyda kirine kontrolkirina wan bi hiş û sebrê ketiyê bin. Belkî bi mesaiyên zêde xwedayên hindir têkçûne. Her yek ji bo xwedayên hindir meriv dikare bêje têkçûyîn heye lê hê jî zindiye. Ev zindîbûn û dozaja kêm belkî jiyanê dimeşine. Di jiyana postmodern da anarşî wek nan û ava ye. Di wêjeyê da an ji guliyên hunerên din da damara anarşiyê dibe ku xwe tê da bistre. Anarşî dînamîk e, ji redbûnê hêza xwe digre. Anarşî û dînbûnî bo xerakirinê bes e lê bo avakirinê jî hişek zelal û bi dilek bawer ji hewcetî heye. Belê di Bêxweda da min gelek bi xwe re şer kir û di rêya azadîbûnê da destpêk tu yî. Ger tu liberxwe bidî civaka ku tu lê dijî ew ê jî liberxwe bide. Destpêk tu yî.

Di wêjeya nefrete da –qesta min a li vir nefreta Thomas Bernhard yê- pîvan ney kontrolkirin estetîka metne zua dibe û xwe vedigerîne şoraxbûnê. Li gor te di Bêxweda da tu bawer dikî te vê yekê kontrolkiriye?

Tu çi li nefretê bar bikî bêguman tu yî wî biçînî. Bernhard helbestkar bû li dijî jiyanê bi hêrs û nefretê li xwe bar kiribû. Bernhard dibe ku tola xwe hilîne, heyfa xwe ji ti kesî re nehele. Bernhard tol û heyfa xwe bi berheman û estetîka ku avakir jê stand. Ger em bi nefreta Bernhardî binirxînin û şîrove bikin; Bêxweda bi riste, bi deng û ahenga xwe tol û heyfa yekem standiye. Bêxweda bo min bersivek bû. Di sedsaliya Komara Tirkiyeyê re bersivek bû. Hûn serneketin me li berxweda û em li vir in û em ê her hebin. Her tişt bi ahengê va bi rê va diçe. Di Bêxwada da bi estetîkek nerm li dibingeha xwe dengekî xurt min xwest ava bikim. Li gor min avakirin her tim di xwe da kêmasî dihewîne û ev kêmasî bo helbestên ku ew ê were nivîsandin wezîfeya mifteyê ye.

Hin helbestên te da uslubek vegotinî (narrative) hikma xwe daniye. Hin helbestan da xurt, bi îmgeyan tîr û girtî em risteyan dibînin. Di helbestan da ev vegotin têkîliya wî û bi dengbêjiye heye? Navê wî nay bîra min helbestkarek “di helbeste da vegotin heram e” digot. Di berhema te da nîvî nîvî ev gunehkarî tê pêk aniye.

Usluba vegotinê ne tenê helbestên min da heye di jiyana min da jî ev rûdide. Ev bi hişê derva gelek caran bêhemdê xwe dertê. Yanî aîdê min e û ji heta vê gavê keyfxweşim. Ev vegotin xwe bi îmge û metaforan li ser risteyan dibe kiras. Kirasên ku li ser helbestan didirûm ji empatiyê tê. Di bingeha xwe da ji xwîneran re jî qadek fireh dihêle. Bila soberiyê bikin, ji cihê xwe rabin û destê xwe têxin bin kevir. Em werin ser dengbêjiyê. Belê têkiliya wî bi wê re heye ew jî bi uslubeke vegotinî bang dike.

Di helbestan da mijarên cur bi cur çav pê dikeve. Ev hemû curbûn bi têgeha “serhilderî” va dibe yek. Ji gelek deveran îsyanên ku rûdane te komkiriye û bi temamî serhilderiyê va girêdaye. Li ser vê tu çi difikrî? Bi te însanek û metnek dikare bîst û çar seat serhilderiyê bike?

Dikare bîst û çar seat serhilderî bike. Dikare ji destpêkê heta nefesa dawî serhilderiyê bike. Mesele di vê da tu çawa serhilderî bibingeh û dixemilînî. Estetîka xweser û vegotina te ji hevûdin re dibin bar an barên xwe parvedikin? Di berhemeke da mijarên pir alî û cur bi cur bi îmge û metaforan çawa bi xwe daye destnîşankirin. Mijarek dibe ku hezar car were bibîrxistin, qala wî were kirin, li ser wê hatibe axaftin û hwd. Di helbestê da mijar dibe ku were hilkişandin/ jiberderxistin û ji nû va bi her aliyê va bi xweserî were avakirin bê lêkerin. Hemû dawiyên rêyan di jiyana min da derdikeve serhilderiyê. Ji vê rewş û derûniye razîme, wateya jiyana dibe ku li vir veşartiye, pêvajo didome. Wê çaxê ez dikarim mottoya xwe ya jiyanê eşkere bikim: bê serhilderî jiyan têkçûn e!

Hilbijartina peyvên helbeste û tûrik wê me dive ser bikaranîna kurmanciya rojane. Bi ser da em hin peyvên tirkî jî di risteyan dibînin. Di destpêke da dixwazim tespîtek bikim, ew ê ku bi tirkî ketiye nav û tu qesta vê dikî peyvên tirkî dixwazî bikî kurdî-kirine? Bila ev li vir bimîne. Em dîsa vegerin hilbijartina peyvan û tûrikê wî. Di helbeste da zelalbûnek wisa, bi bare xwe yê hilgirtî avakiriye. Di serî îsyan û bêxwedayî min pirs kiribû bi vê girêdane qey tu li hemberî zimênên xwedayan jî bi ziman radibî?

Ez şahidê roja xwe me. Ez ê roja xwe bi zimanê rojane behs bikim. Peyvên rojane bi min re rêhevaltî dikin. Ez bi wî re dijîm û tiştê ku ez jiyam min daniye li ser sifreya wêjeya kurdî. Tirkî jî jiyana min e. Ez pê re dijim. Tiştê ku meriv pê re bijî ew heye. Ziman zindiye çiqas were bikaranîn ew qas şên û geş dibe. Her tim xwe nû dike û wek zindiyên din danûstandinê dikin. Dibe ez xweseriya xwe biparêzim, dengek li ortê heye ev deng aîdê min e. Ger tu xwedî vegotinek û uslubek nîn bî; dibî teqlît dibî vikîvala. Li hemberî uslub û vegotinên din her tim bi baldar bûm. Uslubek û vegotinek di serî da xweseriyek dibexşine. Ne bi eqlekî teslîmkar; bi dil û hişekî serhilderî min da ber xwe. Hin cihan da lihevhatin dibe pêk hatibe lê bênavber min da hemberî xwe. Xweserbûn wek nan û ava rojane ye û di esasê xwe da hebûna te ye, rûye te yî hindir e. Hêvî û pêşeroja te ye. Dînamîka te ya li ser rûyê erdê ye. Kin û kurtasî her tiştê te ye.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin