“Xwestina dilrehmîyê ji laşê xwe wek axaftina li gel heştpêyekê ye, ku peyvên me ji bo wê ji dengê avê bêtir ne xwedî ti maneyê ne.“
Marcel Proust
Yek ji fîlozofên herî bibandor û navdar ên heyama me Jean-Luc Nancy jiyana xwe ji dest da. Mamosteyê felsefeyê ya Zanîngeha Strasbourgê û endamê Koleja Navneteweyî ya Felsefeyê, nivîskarê ji sedî zêdetir kitêban, di 81 saliya xwe de li Fransayê koça dawî kir.
Meraqdarên wî ne tê da, ji bo gelek kesan navê Jean Luc Nancy di dema pandemiyê de kete rojevê. Hê ku şewba coronayê nû bi nû zorê dida ser jiyana me ya rojane, rewşenbîr û feylezofên curbicur hewl didan li ser sedem û encamên vê nexweşiyê çarçoveyekê xêz bikin. Nancy jî yek ji wan kesan bû ku bi rêya nîqaşa ligel Giorgio Agamben li ser kok û bingeha pandemiyê fikirî. Agamben û Nancy, du rêhevalên bi dehan salan li ser pandemiyê li hev nedikirin. Li gor Agamben, rewş bi têra xwe xeternak û tarî bû, û rê dida dewletan ku rewşa awarte (state of exception) bizvirînin ser rewşa asayî. Lê li gor Nancy em jixwe beriya coronayê jî di rewşeke awarte de bûn ku êdî bûbû hal û waxtekî jirêzê. Balkêş bû ku dostên evqas nêz ku li ber raya giştî jî fikr û ramanên xwe yên dijber bi rehetî digotin û qal û gotinên rexneyî ji hev texsîr nedikirin. Ji bo gelek kesan ev jî xaleke têra xwe seyr bû ku bo bazara rewşenbiriya kurdî jî waneyên curbicur dihewand.
Nancy di navbera du ekolan da mîna pirek bû. Hem mîna kesên berê xwe yên wek Deleuze, Derrida, Levinas, Lyotard û hem jî mîna hin hemçaxên xwe li ser şikl û teşeyên curbicur ên edaleta civakî sekinî û li ser pêkvejiyana takekesên cihê hûr bû. Lê belê li wir nesekinî û xwe li gelek babet û mijarên rengîn jî gerand û heya mirina xwe ji 100î zêdetir kitêb çap kirin. Digel emrê xwe yê pêşdaçûyî vê enerjiya wî hêj li ser bû. Beşdarî qonferans û dersan, bername û xebatan dibû. Lê belê felek hat li dora wî jî geriya û di 1992an de neçar ma ku ji dilê xwe emeliyat be. Yanê yek ji cihên herî nazik û girîng yên laş û bedena merivekî. Nabe ku vê yekê bandora xwe li ser vî fîlozofî nehiştibe. Loma piştî neqla dilî bîr û boçûnên wî jî bêtir ber bi laş, beden û temasê ve guherîn. Giringiya wî jî piranî girêdayî vê meselê ye çimkî laş û beden bi ti awayî bi şîdeteke wiha neketibû rojeva civakên modern. Loma gelek kes guhê xwe cardin da wî. Nancy, yek ji hevpeyvînên xwe yên dawî de ku me ji bo Lêkolînên Kurdî wergerandibû bo kurdî digot “Temas mesafeya herî kin e, ne hilweşandina mesafeyê ye.” ,[1] yanê mirov çi jî bike bi awayekî berbiçav sî û guneha mesafeyê hê jî di têkiliyeke nav-mirovî de serdest e. Ev yek ew çend muhîm e ku gava em dibêjin “ez”, referansa me ya ewil bedena me bixwe ye. Lewra ji bo Nancy qistasa cewherî ya şexşî, bivê nevê rêya xwe bi bedenê ve dixe.
Ji bo wî xala werçerxê emeliyata wî ya dilî bû. “Divê meriv li ser bedenê na, lê bi bedenê re biaxive” digot.[2] Ku wî jî piştî emeliyata xwe wisa kir. Bi laş û bedena xwe re kete niqaşên dûr û dirêj û diyalogên xwe bi navê “l’intrus” çap kir. Tê da bangewaziya wî kesê xerîb dikir ku dilê xwe bexşî wî kiriye. Gava ku digot laş, mebesta wî ne tenê çerm û gurçika wî bixwe bû, behsa laşê civakê jî dikir. Jixwe gava ku çû ser dilovaniya xwe, rojnameyên fransî mirina wî bi vê spotê dan: “rewşenbîrê laş û bedenê xatir ji me xwest”.
Nancy, di sala 1940î de li Fransayê çêbû. Pêşî çû dibistaneke dînî û perwerdehiya xwe ya ewil li ser xristiyanîzmê girt. Teza wî ya masterê jî li ser “têgeha dînê li cem Hêgel” bû. Lêbelê piştî lîsansa bilind hêdî hêdî destê xwe ji teolojî û xrîstiyanîzmê şûşt û doktoraya xwe jî di bin şêwirmendiya Paul Ricœur de, li Sorbonê xilas kir.
Sala 1968 ji bo Nancy bû xaleke girîng gava ku Philippe Lacoue-Labarthe nas kir. Ji vê salê wêdetir heya mirina Lacoue-Labarthe ya 2007an, dostaniya wan rê li ber gelek berhem û xebatên hevpar vekir. Her du bi hev re di heman zanîngehê de xebitîn, ehd û cehda wan a ewil bi kitêbekê fêkiya xwe ya yekê da : L’Absolu littéraire – “Théorie de la littérature du romantisme allemand” (Seuil, 1978). Lêbelê hevaltiya wan ne tenê hevaltiyeke rewşenbîrî bû. Her du bi hev re tevî partnerên cuda jiyaneke serbest jî jiyan ku tê jinên cuda hebûn û ji wan çend zarok ji çêkirin. Baweriya wan bi “malbateke tradîsyonel” tunebû. Loma her du jî ketin pey têkiliyeke vekirî û azadtir. Yek ji xwendekarên wan ên Zanîngeha Strasbourgê wiha gotiye “Wan em dibirin kû derê em diçûn. Li pey wan em çûn heta Sarajevo jî. Gava ku diketin dersê sinifa me dibû meydana siyasetê”[3]
Jean-Luc Nancy, ne tenê bi jiyana xwe ya akademîk lêbelê bi sekn û angajmana xwe ya jiyana rojane jî, rewşenbîrekî îroyîn bû. Li vir jiyan dikir, lêra, li kêleka me hemûyan. Mala wî laşê wî bû ku carna xwendevanan gazî mêvantiyê dikir. 23yê tebaxa 2021ê tevî mala xwe ji nav me bar kir û çû. Bila çerxa wî daîmî be, tevî xêr û xirabiyên xwe mîrateya wî bijî.
Têbînî : Bo bîranîna wî hûn dikarin yek ji hevpeyvînên wî yên dawî ku me bo Lêkolînên Kurdî wergerandibû bixwînin. Noş bît: https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-60
Jêrenot
[1] https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-60
[2] https://www.franceculture.fr/emissions/les-chemins-de-la-philosophie/profession-philosophe-1642-jean-luc-nancy-philosophe-de-la-communaute
[3] https://www.nouvelobs.com/idees/20210824.OBS47842/mort-de-jean-luc-nancy-je-le-vois-encore-sur-son-estrade.amp?__twitter_impression=true
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →