Bi Zarokan re Modelek Alternatîf ji bo Perwerdehiya Kurdî: Dibistana Şemiyê ya Yekmalê
Hekîm Kiliç

1000039409

Hewldana dêûbavan, ji bo zarokên xwe bi zimanên xwe yên zikmakî hîn bikin, hem ji hêla pedagojîk hem jî ji hêla mirovî û çandî ve pêvajoyeke xwezayî û gerdûnî ye. Lêbelê dema mesele zimanê kurdî be, ev pêvajoya ku divê di şert û mercên normal de bi awayekî xwezayî pêk were, vediguhere qadeke têkoşînê ya heqîqî. Li aliyekî polîtîkayên netew-dewlet ên bi dehan salan li ser tinekirina zimanekî hatine avakirin hene; li aliyê din jî, gelekî ku li hember vê înkar û zordariyê li ber xwe dide û têkoşîna wan a ziman heye. Ji ber vê yekê, li ku derê dinyayê be bila bibe, hewldana dêûbavekî kurd ji bo zarokên xwe hînî kurdî bike, ne tenê di nav malbatê de transfera ziman e. Ev hewldan, her wiha gellek caran dibe pêvajoyeke hînbûna kolektîf, kiryareke parastina bîra civakî û pratîkeke berxwedana çandî.

Li aliyê dinê, weke dêûbavek, di ev pêvajoya zehmet de derfetên di destên we de bi giştî sînordar in: Ne dibistaneke dewletê ya klasîk heye ku hûn zarokên xwe bişînin; ne jî çavkaniyeke dewlemend û têr a materyalên ku bi kurdî hatine nivîsîn an ji zimanên din hatine wergerandin heye. Lêbelê, li bajarên mîna Berlînê, şert û merc pirr caran nispeten guncavtir in. Mînak, her çend hejmareke kêm be jî, saziyên perwerdehiya pêşdibistanê yên almanî-kurdî (Kita Pîya) û li hin dibistanên fermî dersên bijarte yên kurdî hene. Di ser de, li malê bi kurdî axaftin an jî xwendina çîrokên kurdî jî, pirr caran rê li ber nagire ku zarok ji zimanê xwe dûr bikevin û entegreyî zimanê serdest bibin.

Fikra modelên perwerdehiyê yên alternatîf û afirîner da ku zimanê kurdî li Berlînê bi zarokan bidin hezkirin û bi awayekî bi bandor bidin hînkirin, di çarçoveya van hewcedariyan de derket holê.

Dibistana Şemiyê ya Yekmalê

Li dinyayê modelên mîna “Dibistana Şemiyê” hene ku ji hêla gellek civakên dîasporayê ve hatine pêşxistin da ku ziman û çanda xwe fêrî zarokên xwe bikin. Ev model, li derveyî sîstema perwerdehiya fermî, weke bernameyên perwerdehiyê yên li ser bingeha civakê hatine avakirin. Li vir, peyva “Şemiyê” ne tenê ji bo rojeke hefteyê tê bikaranîn; her wiha perwerdehiya temamker jî dihewîne ku di her demek guncav de li derveyî saetên dibistanê yên birêkûpêk, tê meşandin. Ev bernameyên perwerdehiyê, ku li gellek welatan cîhanê bi zimanên wekî ermenî, çînî, yewnanî, japonî û koreyî têne lidarxistin, bi giştî ji bo piştgiriya akademîk an jî ji bo pêşkêşkirina perwerdehiya ziman û çand a zarokan têne organîzekirin.

Me jî, weke komek dêûbavan li Berlînê, di dawiya sala 2023’an de bi kargehên dansê yên ji bo zarokan di bin banê Yekmalê de, ku weke saziyek li bajarên cuda ên Almanyayê bi taybetî ji bo malbat û zarokên kurd xebatan dimeşîne, dest bi hevdîtinan kir. Ji Nîsana 2024’an pê ve, me ev hevdîtin veguherandin bernameyek perwerdehiyê ya birêkûpêk da ku piştgiriyê bidin malbatan bo zarokên xwe bi kurdî mezin bikin. Armanca sereke ya bernameya me, ku di bin konsepta “Dibistana Şemiyê” de dihat meşandin, ew bû ku bi rêya çalakiyên cûrbecûr ziman û çanda kurdî (kurmancî) bi zarokên li Berlînê bidin nasîn û hezkirin.

Me bernameya xwe ji bo sê komên temenên cuda amade kir:

1. Zarokên Pêşdibistanê (4-5 salî): Zanîna kurdî hewce nake.

2. Destpêka Dibistanê (6-7 salî): Zanîneke destpêkê ya kurdî dê baş be, lê ne ferz e.

3. Asta Navîn (8-10 salî): Zanîneke destpêkê ya kurdî dê baş be, lê ne ferz e.

Ders û kargehên ku me di çarçoveya bernameyê de pêşkêş kirin wiha bûn:

Perwerdehiya Zimanê Kurdî: Rêbazên hînkirinê yên înteraktîf û li ser bingeha lîstikê dihatin bikaranîn da ku hînbûn bikêf û bibandor be.

Kargehên Hunerê: Afirîneriya zarokan bi çalakiyên mîna xêzkirin, boyaxkirin û karên destan dihat piştgirîkirin.

Kargehên Dans û Tevgerê: Armanc ew bû ku zarok bi awayekî afirîner bi rêya dans, tevger û lîstikê kurdî keşf bikin.

Perwerdehiya Muzîkê: Armanc ew bû ku zarok muzîka kurdî nas bikin û rîtmê hîn bibin.

Di vê pêvajoyê de yek ji perspektîfên me yên bingehîn ew bû ku em almanî û zimanên din ên ku zarok jixwe dizanin paşguh nekin. Bi zêdekirina zimanê kurdî li repertuwara wan a ziman, me xwest zarokan bi perspektîfek pirzimanî perwerde bikin. Di dawiyê de, me dît ku zarokên berê qet nivîsên kurdî nexwendibûn jî, dikaribûn jêhatîyên xwendin û nivîsandina almanî ku di sîstema perwerdehiyê de bi dest xistine, di demeke kurt de transferî zimanê kurdî bikin.

Me, semestra sêyemîn a bernameya xwe ku mehê du caran rojên Şemiyê li dar dixistin, di nêz de temam kirin û heta niha em gihîştine nêzîkî 50 zarokan. Ev tecrûbeya me ya sal û nîvekê, nîşan da ku ne tenê malbatên ji derdora nêzîk lê yên ji taxên dûr jî zarokên xwe ji bo perwerdehiya kurdî anîn Dibistana Şemiyê ya Yekmalê. Herwiha, eleqeya malbatên ku li malê bi awayekî aktîf kurdî bi kar naynin jî, rê da ku hewcedariyeke mezin ji bo înîsîyatîfên bi vî rengî heye.

Perwerdehiya Ziman û Huner

Perspektîfa bingehîn a ku me di dema pêşxistina vê modela perwerdehiyê de pejirand ew bû ku bi rêya hunerê, em bi zarokan bidin hesandin ku kurdî jî zimanekî “bi prestîj û hêja” ye. Ji ber vê yekê, bi baweriya ku ew ê ji bo zarokan hawîrdorek hînbûnê ya balkêş û watedar pêşkêş bike, me jî nêzîkatiyek ku perwerdehiya ziman bi hunerê ve entegre dike, pejirand.

Ji bo ev perspektîf baştir bê fêmkirin, dê kêrhatî be ku em çend mînakan ji xebata dans û tevgerê parve bikin, ku me armanc kir, dans, tevger, lîstik û perwerdehiya ziman di bin banê hin temayên diyar de bigihînin hev.

Me bi giştî, xebatên xwe yên tematîk bi temaşekirina sehneyên dans an tevgerê ku ji fîlmên anîmasyon ên li gorî temenê zarokan hatine hilbijartin, dest pê kirin. Bo nimûne, di çarçoveya temaya “ajalan” de, me bi hev re li sehneyeke fîlmê Ice Age (2002) temaşe kir ku tê de karakterê simorek dixwaze findeqê veşêre. Piştre, me ji zarokan pirsên weke, “Ajalek çawa dimeşe, xwe çeng dike, tevdigere, yan jî dans dike?” pirsîn. Armanca van pirsan ew bû ku kiryar an jî aksiyonên bingehîn ên di ziman de bidin nasîn û van îfadeyan bi tevgerên fizîkî bidin girêdan. Di qonaxa dawî de, me xwest ku dema zarokek tevgerên ajala ku hilbijartibûn îcra dikin, bila zarokên din jî navê vê ajalê texmîn bikin; bi vî awayî, ew bikaribin bi rêya lîstikê navên ajalan bi kurdî jî hîn bibin.

Bi heman awayî, di çarçoveya temaya “kar û xebatê” de, me bi hev re li sehneya destpêkê (sehneya qeşayê) ya fîlmê Frozen (2013) temaşe kir û li ser suhbet kir. Paşê, em li ser peywir û berpirsiyariyên ku zarok di jiyana xwe ya rojane de (mînak, li malê yan li dibistanê) digirin ser xwe axivîn. Li ser karbeşiya di fîlm de, me bi zarokan re koreografiyek nû ceriband. Pêşî, me kiryar/aksiyonên fîzîkî yên bingehîn destnîşan kirin. Bi vî awayî, mîna di fîlmê de, komek zarokan qeşa birîn, komeke din qeşa şikandin, hinekan qeşa bar kirin ser erebeya hespan, koma erebeya hespan qeşa birin cihekî, û koma dawî jî qeşa ji erebeyê daxistin. Û bi vî awayî, çerx temam kirin. Hemû ev merheleyên hanê çend caran hatin dubarekirin. Bi vî awayî, di dawiya xebatê de, me bi zarokan re “sehneyeke qeşayê” ya biçûk li ser bingeha dans, tevger û hevkariya çêkir.

Li gel ev ceribandinên afirîner, me hewl da ku egzersizên dansê yên teknîkî bi perwerdehiya ziman ve girêbidin. Bo nimûne, di egzersizên zîvirînê de ku xebatên teknîkî û fîzîkî ne, hêsan bû ku zaroka/ê li pişt zaroka/ê li pêş dizîvire, her zîvirînek bi kurdî bihejmêre. Bi vî rengî, hem xebateke fîzîkî û hem jî pratîka hejmartinê di heman çalakiyê de hatin ba hev.

Piştî merheleyeke diyar a xebatên perwerdehiya dans û tevgerê, me ji bo Newrozê dest bi amadekariyên sehneyê kir. Di dawiyê de, di pîrozbahiyên Newrozê de ku me îsal li dar xist, bi zarokan re du performansên dansê yên cuda li ser dikê pêşkêş kirin.

Performansa yekem, versiyona sehneya Mîrkut bû ku kareografiya wê ji aliyê BGST Dansê ve hatiye çêkirin û me jî adapteyî zarokan kir. Ev xebat, di çarçoveya temaya kar û kedê de û bi navê “Mîrkut Zarok” hate îcrakirin. Me li şûna versiyona klasîk a vê stranê, ku muzîka wê ji hêla Şivan Perwer ve hatiye çêkirin, versiyona remiksê ya ku ji hêla Steppenroboter ve hatiye çêkirin hilbijart. Ya rastî, me her du versiyon jî ceribandin, lê zarokan versiyona remiksê ya bi paşxaneya elektronîk bêtir ecibandin.

Performansa duyemîn jî sehneya bi navê “Newroz Pîroz Be!” bû, ku me bi adaptekirina strana “We Will Rock You” ya Queenê amade kir. Ev xebat bi giranî li ser teknîka perkusyona laş hate avakirin; me bi berhevkirina rîtm û tevgerên cihêreng sehne afirand. Piştî merheleyekê jî, li şûna gotinên “We Will Rock You” yên di strana orîjînal de, zarokan gotinên “Newroz Pîroz Be” di heman demê de bi tevgeran re gotin, û heman qalibê rîtmê jî parastin. Me ev sehne bi awayekî înteraktîf ava kir û temaşevan jî beşdarî rîtm, tevger û gotinan kir.

Herdu performans jî hem ji bo zarokan û hem jî ji bo malbatên wan tecrûbeyên pirr bikêf û watedar bûn. Ev pêvajo, hişt ku zarok bi rêya hunerê ziman û çandê bi awayekî afirîner tecrûbe bikin. Di heman demê de, ev xebatên hanê ji bo me bûne tecrûbeyek pedagojîk a girîng, ku nîşan didin ka huner çawa dikare bi metodên modern, alternatîf û afirîner beşdarî perwerdehiya ziman bibe.

Vê Tecrûbeyê Çi Nîşanî Me Da

Tecrûbeya me ya Dibistana Şemiyê ya Yekmalê nîşan da ku heta li bajarekî mîna Berlînê jî, di asta civakî de daxwazeke xurt ji bo perwerdehiya kurdî heye; û ev daxwaz, bi modelên kolektîf dikare baştir were bicihanîn, li gorî hewldanên takekesî.

Di vê pêvajoyê de, keşfkirina kurdî bi rêya çalakiyên mîna huner, dans, muzîk û lîstikan, rê li ber zarokan vekir ku ziman hem ji hêla kognîtîv û hem jî ji hêla civakî ve pêş bixin. Ji ber vê yekê, me dît ku di pêşxistina modelên perwerdehiyê yên bi vî rengî de, mufredatên afirîner û demokratîk ên ziman bi rêya lîstik, şahî û înteraksiyonê hîn dikin, ji metodên klasîk ên ku mamoste li navendê ne, pirr bibandortir in.

Ev tecrûbe rê me da ku bi taybetî ji bo zarokên kurd ên li metropolên Tirkiyeyê û li Bakur dijîn, ku polîtîkayên yekzimanî û asîmîlasyonê bi tundî tên meşandin, ji temenê biçûk ve perwerdehiya pêşdibistanê ya pirzimanî û her wiha pêşxistina modelên alternatîf çiqasî krîtîk e. Em bawer dikin ku bernameyên bi heman rengî yên ku ji hêla çend malbatan ve li taxan bên destpêkirin an jî modelên ku bi hevkariya şaredariyan bên avakirin, dikarin her taxekê veguherînin qadeke perwerdehiya ziman û çand û hunerê. Ev perspektîf dikare bibe bingehek ji bo avakirina pêşerojeke pirzimanî, ku li dijî asîmîlasyonê li ber xwe bide û bi ziman, nasname, huner û çanda xwe re lihev be.

Dawiya dawiyê, ev tecrûbe careke din girîngiya avakirina modelên perwerdehiyê yên alternatîf û afirîner di têkoşîna zimên de nîşan dide. Di vê çarçoveyê de, tecrûbeyên weke Dibistana Şemiyê ya Yekmalê mînakek biçûk lê girîng e, ku rê dide ji bo pêşxistina ziman, çand û hunera zarokên xwe malbat li şûna ku li hêviya dewletê bin, dikarin înîsiyatîf bigirin ser xwe da ku rêyên perwerdehiyê yên alternatîf ava bikin. Ev înîsiyatîfên bi vî rengî ne tenê modelên perwerdehiyê ne; her wiha xwedî potansiyela tevgerek sivîl in ku bi rêya xebatên ziman û çand û hunerê dikarin li hemberî asîmîlasyonê piştgiriya avakirina civatek demokratîk bikin.

*Pedagog, Perwerdekarê Dansê

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin