Bi Selîm Temo re hevpeyvîn, li ser 112 Hesp û Xezelekê
Serdar Ay

3._selahaddin_eyyubi_elfesya_u_richarde_serdil_2

* Selahaddîn Eyyûbî, Elfesya û Richardê Şêrdil

“Dema simê hespan pê li erdê kir”. Wiha hatibû bişîfrekirin dema destpêkirina yekem derba serhildaneke Kurdan, berî niha bi sedsalekê. Li dijî Komara tirk. Bo xatirê dema derbên “serhildaneke” din a êkopoêtîk, îro Hesp dîsa. Em dêhn û bala xwe bidin Selîm Temo.

Serdar Ay: Sartre, weke şahidê demeke tûnd (Fransaya di bin nîrê Nazîyan de), behsa kirin, çêkirina wêjeyeke rewşên êkstrem dikir. Ji ber ku şertên mirovbûn, mirovmayîneke normal nebûn êdî. Mirovayetî mercdar bûbû ku divîya wêjeyê ev yek bidîta û li gorî wê xwe bi cih bikira di Rewşê de. Mirovayetîyê, weke meydana mêtafîzîk, tu şîyaneke xwe nemabû: nema dikarîbû hebûna mirovî biparêze û bawerîyê bidîyê. Barê vê yekê ketibû ser pişta her mirovekê/î. Ango, êdî divîya mirovan mirovayetî biparasta û bawerî bidayê. Bi vî awayî, Sartre bi cizbê dikeve bo azadîyê, weke awayekî bersivdayîna xerabûna meydana mêtafîzîk, da ku mirov neketa asta “ajalan” de. Ji lewma, em dikarin bêjin: Azadî û Mirovayetîya wî mirovsentrîk e, ji ajalan, ji zindîyên ne-mirov û ji xwezayê dûr e. Ne êkolojîperwer e. Bi sekna modernîteyê re ye ku çand û xwezayê ji hev qût dike (Culture, Nature). Ramanên wî rastî guherînen mezin dihatin di wê demê de: Bajarvanî, valabûna gundan, mekînebûyîn, endustrîbûn, qûtkirina ajalan û însanan ji xwezayê… Bi awayekî sîstêmatîk mêtin-gerîya ajalan, zindiyên ne-mirovî, xwezayê. Ev mirova/ê Sartre, ku ya/yê modern e jî, bû kirdareke/î jêolojîk (Antroposen) wiha ku dinya xwar heta ku ji eyar xist, lê jê re nema: Qeyrana êkolojîk ku felaketa her zindîyekê/î ye. Îcar, 112 Hesp û Xezelek, hem tevlî wêjeyeke rewşên ekstrem e ku xwe bi cih dike di Rewşa(ên) mirôvî de ku bi ya min, ev ji bo Kurdan gelek giring e, û hem jî, weke rexneyeke modernîtêyê-kolonîyalîtêyê, ajalperwer, hespperwer yan jî êkopoêtîk e. Li pey têkilîyeke pir(r)ane ya di navbera mirov û zindîyên din de ye. Di vê çarçoveyê de, çi ne ramanên te li ser xwe bi cih kirina êkolojîperwer-êkopoêtîk li dinê, li Kurdistanê, ku em Rewşa(ên) êkokuj bi bîr bînin?

Selîm Temo: Du, belkî sê, belkî zêdetir mirov di hundirê min de divejin gava bi te re diaxivim. Carina nizanim divê kîjan ji wan guh bide suhbeta te, kîjan ji wan bersivekê bide te, kîjan ji wan pirsekê li te bike, gotinekê li ya te zêde bike. Ez çend “ez”an bidim alî û bila Selîm Temoyê eve bû serê çend salan di tewlexaneyan de radikeve, ji afirê hespan dixwe, ji cihokên westiyayî vedixwe û piştî vê pirtûkê du ling lê zêde bûne biaxive. Bi raya vî Temoyî, kesên wekî Sartre xwestin bangî duhî, îro û siba bikin. Dema ew cîhana xweşbîn a feylesofên Tevgera Frankfurtê di we’z û xudbeyên xwe de xweş dikirin şewitî û bi gotina Brechtî, lehengên romanên ku endamên tevgerê diecibandin bûn serhengên SSê, êdî gotina dev û ziman bibêje nema. Îca bû şer û mirov li xwîna hev mijiyan, cîhana me jîndar û bêjînan xera kirin.

Wêjeya “jieyarêxwederketî” beriya hilweşîna bi Naziyan re çû serî jî hebû. Meriv dikare bibêje ku lêgerîna “extrême” jî rê li ber faşîzmê xweş kir. Raman û tevgera beriya roja xwe dizê, şaxekî karesatê ye. Xanî bîne bîra xwe, çiqas bitenê ye. Çend sedsal beriya bûyîna xwe çê-bûye. Gava dikevî nav beytên wî, qîjînek te kerr dike. Li ciyê rastî û xeyala rastiyê li hev nayê, gotin tazî dimîne. Her deverî diterikîne. Îca bi raya min wêjeya beriya Naziyan ya jieyarêxwederketî be ya piştî Naziyan ya şikestinê ye. Ne li derve lê li hundirî dinêre, lê ne li nêzîk lê li dûriyê digere. Berê xwe bidin şikeftên Tîbetê û pişikê bi dûxanê, navranê bi çillekiyê tije bikin jî, dîsa li hundiro dinêre.

Wêje bi xwe organîk e, zindî ye; xwe, beriya xwe û roja xwe her dixwîne, nû dike; mebestim jê, jinûve dibêje. Cicero ye, Jean de la Bruyère e yan Xwedayê di mishefan de ye, kî ye gotiye ku “gotineka nû tune li bin asmîn.” Wêjekar bi yên hatine gotin gotinên nû dibêjin. Wek gotina Wittgensteinî, ku digot, “digel ku heft nota hene, muzîk bêdawîn e.” Wêje di cîhaneka ekokuj de be û demek dirêj e berê xwe tenê yan jî zêdetir li xwezaya însên be jî, dîsa malê xwezayê ye. Mirov li bajaran vê carê di nav xezaya çêkirî de dijîn. Dar û giyayê têke mişar, gult û sêberkên sîmetrîk jî, berhemeka xwezayê ye. Yanê wêjeya xwe bi xwezayê nû dikir, ji xwezayê dûr bikeve jî, gava vegere dê bibîne ku xweza li wir e. Ji gotinên rast zêdetir ji gotinên şaş hez dikim, bila ev jî yek ji wan be: Xweza ne zindî be jî heye! Lewre di hin çîrokên me de dibêje “keviran gazî min kirin.”

Mirov xwezayê, rastiyê, dem û warî bi çavê xwe dît, xwend, nivîsî. Di heyvgirtinê de, li bin brûske, di civata stêrkan de xwe dît, her tiştî bi çavê xwe xwend û li ser xwe stira. Xwe wek navenda gerdûnê dît. Dîn her tiştî di/xist dirûvê mirovan. Xwedayên hemû dînan wek mirovên bîhnteng, dilovan, xemgîn, lavakar, hêrsok tevdigerin. Dîn antropomorfîk in. Çawa Prometheusê rehmetî agir ji xwedayan dizî û stend, helbestê jî taybetmendiyên li ser xwedayan tapûkirî stend û da mirovan. Îca gava meriv zimanê xweza, ajal, riwek, av û bayê wergerîne ser zimanê xwe, dê bê dîtin ku na, gerdûna em tê de ne malê me ye. Helbest vê yekê dibêje, lewre ji hemû huneran zêdetir nêzîkê xwezaya xas e.

Li ser xwe bêjim; 361 hespên bi salan ligel min beziyan, şehiyan, tirsiyan bi zimanê xwe axiftin. Bo axaftina xwe dev û lêvên min xwestin ku min got ser çavan, kerem bikin. Li hemberê antropomorfîkê min “astoromorfîk”ê ava kir. Hem di wêjekariyê de û hem di jiyanê de ne dûrê vê yekê me. Di nav ajalan de mezin bûm. Pisîkên me, kuçikên me, mirîşkên me, pezê me, karikên me ji malê bûn. Gava bo xwendinê min berê xwe da bajaran, wek zarokatiyê li dû min man. Di nav van dîwarên zirav û sitûr de, li ser van peyarêkên asfaltî û kevirî de, di nav hesin û caman de ez xwe wek ajalekî dibînim. Simbil li ser çongên min dixewin. Dikim biteqim.

Ne tenê ser rûyê erdê, binê erdê jî xera kirin. Ne tenê zindî, mirî jî bûn hedefa terora wan. Di dîrokê de bombebarankirina goristanan heye gelo? Kirin, miriyên ji zû de mirî careka din kuştin! Di dawiya sala 2021î de Kurtay Serhat nûçeyeka ecêb belav kiribû. Li gor nûçeyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di navbera 1963 û 1973yan de, li Viyetnamê 8 milyon ton bombe û 15 milyon ton cebilxane bi kar anîne. Di navbera 2015 û 2021an de, li Bakur, Başur û Rojavayê ji 10 milyon tonan zêdetir bombe û cebilxane hatine teqandin. Li ser her lutkeyê, li her quntarî, li her girî, li devê her bajarî, li nav her taxê, li ser her rêyê baregehek, bircek, polêsxaneyek heye. Asîman tije ye bi dron, balafir, firoke, moşek û peykan. Devê çeman digrin, geliyan bi av û betonê tije dikin, binê erdê tije ye bi mayînan, kamîrayên wan her tiştî dibînin, çekên wan hişyar in; dar nehiştin, zeytûn nehiştin, kevir û zinar nehiştin. Kurdistan mezintirîn zindan e li gerdûnê! Min di suhbeteka me ya berê de jî gotibû: Pirsgirêka herî mezin a ekolojîk li Kurdistanê, mêtîngerî ye. Em ne xwedî, lê em ayîdê xwezaya xwe ne. Ne tenê mirov, ajal û xwezaya Kurdistanê jî bindest in. Çi tişta ji xwezaya me kêm dibe, ji canê me diçe.

Li gorî ramanên êkolojiya dêkolonîyal, heta em bi cih bûna li cihanê ya mirovî fahm nekin, ku bi paradîgmayên koloniyalîtê-modernîtêyê ve girêdayî ye, em ê nikaribin êkolojî û êkosîda mirovî, ne-mirovî fahm bikin. Li hemberî çanda modern-kolonîyal û têkilîya wê ya bi cîhanê re ku local qûrbanî global dike, êkolojîya dêkolonîyal qîmet dide ji nû ve avakirina local û lê bi cih bûnê li gorî taybetmendî, şert û mercên wê yên madî, manewî, mekanî bo veramîna li ser Rûyê Erdê, şert û mercên Rûye Erdeke jiyanbar û jiyaneke Rûyê Erdê, da ku global jî nebe weke çoleke tijî abstraksîyonên mirî. Ne şaş bim, tu jî ji hişmendîyeke wiha ne dûr diçî local kurdî bi Hespan re di ser subjektîvîtê û kolektîvîtêyê re ku sehekê, xeyalê, hezê, coşê, azwerîyê, bedewîyê, hîsê, şînê, stranê, bîrê, êpîstêmolojîyên hespan bi îmtîyaz dikî ku hesasîyeteke êkopoêtîk tê destnîşan kirin. Tu çi dibêjî, difikirî li ser vê yekê?

Ekopoetîka pisporiya te ye. Nikarim tiştekî li zanîna te zêde bikim. Bi rastî piştî baldariya te ya li ser ekopoetîkayê, meraqa min jî zêdetir bû. Min çend pirtûk û gotar xwendin. Hinekî jî li dîroknivîsiya nû vegeriyam. Ew dîroka ji dev û bi devê mirovî tê vegotin, ji min dûr dibe, her diçe. Di warê Kurdistanê de pirtûka Nevcihan Özbilge ya bi navê Çekirgeler, Kürtler ve Devlet: Erken Cumhuriyet Dönemine Yeniden Bakmak, (Kulî, Kurd û Dewlet: Jinûve Nihêrîna Serdema Destpêka Cimhuryetê) gellekî bala min kêşa. Li hev hat. Piştî nasîna ekopoetîkayê bi baldariya te, nihêrîna min a li pirtûka min a dawîn dewlemendtir bû. Ya ez dikim dikeve kîjan formatê, wateya xwe çi ye, mînakên xwe hene yan na?

Gava min teza xwe ya doktorayê amade dikir, helbesta Yekîtiya Amerikayê hinekî bala min kişandibû. Kesên wek Walt Whitman, zêde behsa xwezayê dikirin. Li gor hin rexnegiran ev taybetmendî, bicîbûna li ser axê ye; helbest axa nû dike welat; yanê xizmeta mêtîngeriyê dike. Di Erebî de peyva “tewatun” heye, “welatkirdin.” Helbest bi pesn û hezkirina xwezayê, warî dike malê mirovan. Min bala xwe dabû helbesta Tirkî ku hema bêje ti car behsa Sûrî, Libnan, Misr, Libya, Fas, Cezayir an Romenyayê filan tune. Yanê ew nexşeya mezin a sînorên Osmaniyan nîşan dide ne rast e. Helbesta Tirkî sînorên Osmanî û Tirkiyeyê danîne; Kurdistan wek war tê de ye lê wek ruh ne tê de ye. Di helbesta Tirkî de Kurdistan, mijarek ji mijarên teza min a doçentiyê bû; dirêj nekim, lê hemû personayên di hemû helbestên Tirkî yên li Kurdistanê an bo Kurdistanê hatine nivîsîn de xerîb in, ne ayîdê axa Kurdistanê ne.

Helbesta Kurdî piraniya caran Kurdistanê wek cografyayeka xwezayî û xwezayeka cografî dîtiye; îdealîze ye. Li vî warî her bihar e, persona li çol û beyaran e. Sehneyên pastoral li pêş in. Helbestkarên derketî/sirgunkirî yan li der û ciyan dipirsin an jî bi geryaneka xeyalî li nav vî warî digerin. Wek mînak, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan di helbesta xwe ya bi navê “Bêriya Botan” de her dipirse: Ka? Welat ji dest çûye. Ka ye, ka ne? Seydayê Tîrêj di helbesteka xwe de geryaneka xeyalî dike û tê ser gorra Şêx Seîdî. Nizane ku dewleta Tirkan şûna gorrekê nedaye Şêxî. Helbestkar û zanayên sirgunkirî, ligel zilma mezin nikarin zilma bûyî û heyî bipîvin. Wek me ne, em ên roja îro; digel hemû barbariya li ber çavan, em di nav xweşbîniyeka keregêjkî de ne.

9._112_hesp_berga_pesi_1_1Di helbesta Kurdî de persona li hemû welêt digere. Bi navê bajaran “tewriye” tên nivîsîn. Di esasê xwe de welat xweza ye di nav helbestan de. Dar, kulîlk, giya, fêkî, mêwe, gelî, çem… Dubare bikim, em ayîdê vê axê ne. Di stran, durik û kilaman de jî wisa ye. Bajar û herêm bi fêkî, prototîp an bi hewaya xwe tên pênase kirin. Ji Miradê Kinê bigre heya Bilind Îbrahîm. Çi ecêb e ku wêjeya Kurdî wek ontîk û jixwe dekolonyal e.

Li ser xwe, dikarim bibêjim ku girêdayî wî tiştî me ku Ning Wang jê re dibêje “enviromental ethics-etîka dorhêlî.” Li bendê me ku metna min bê şîrovekirin. Çiqas nêzîkê axê ye, çiqas ji xwezayê ber bi ramanê ve diçe, çi dibêje bo duhî û sibehî? Ji aliyê xwezayê ve du lingên min li mêrga Kurdî ne, herdu lingên mayî li hevrazên raman û helbesta cîhanê yên nû û nûkirî digerin. Ev pirtûk bi gellek referansên diyar û nediyar ve mêrgên helbesta cîhanê li ser xwe tapû dike. Ne bi çavê mirovan, bi çavê hespan dinêre; guh nade raportên artêşên serdestan, guh dide siwarên ketî û bitenê.

Îcar; local kurd-î, ku mekan û gerdûna wêjeya kurdî ye, çawa dikare veguhere (ji nêrîna folklorîk xelas bibe) û tevlî êkolojîya dêkolonîyal (glabola qenc û baş) bibe û bibe eraseya meydana êkopoêtîk?

Folklor li bajar û mertopolan jî çêdibe ku Kurdên Tirkînûs hema digrin û dikin Tirkî, malê Tirkî. Baş e, di dewra dawîn de Kurdînûs ecele dikin û ji lepê wan xelas dikin. Wek mînak, çîroka dizê bankeyê ku Lokman Ayebe di Pilingek li Hewselê bi Kurdî vegotiye. Mesele, destdanîna ser tiştên ayîdê mekanê ye. Heke em mekana heyî bibînin û vebêjin, deriyên wêjeya cîhanê vekirî ne. Li vir em tên ser dîtinê. Gelo em rastiyê dibînin an tişta serdestên me rayî me didin dibînin? Lê diwerqilim ku navbera di nav me û mekana me de hatiye tijekirin û merceka li pêşiya çavan mekanê diguhêre. Min li gellek ciyan gotiye û di hevpeyvîneka 2002yan de, ligel kovara Çorbayê, jî gotiye ku gava em zarok bûn, mamostayan em li hemberê gundî rûdiniştandin û digotin wêneya gundê xwe xêz bikin. Me malên li gund bi banên kirêmîtî çêdikirin. Erê malên me xaniyên kelpîç û pelişokî bûn, lê di pirtûkên me de xaniyên betonî û banê xwe kirêmît hebûn. Yanê rastiya şanî me didan û rastiya heyî hevûdu nedigirt û me rastiya şanî me dan hilbijart. Ji ber ku xwediyên vê rastiyê dardidest bûn. (Tirkînûsek ev bîranîn û dîtin jî kiriye malê xwe!) Min berê di behsa dîtinê de behsa Italo Calvino jî dikir ku di Üç Denemeyê (Sê Ceribok) de behsa dîtina Çermesoran dike di bîra Ewropiyan de. Tu dizanî ku bi sedsalan ji çermesoran re digotin Indian.

Destdanîna ser rastiyê dike ku em huner û ramana xwe têxin navê. Gava me perdeya di navberê de rakir û rastî ji me ve ayan bû, êdî wextê sêwirîn û afirînê ye. Lê li Bulwara Mehabadê ya Amedê û ji Şeqamî 60 Metre ya Hewlêrê ku tije ne bi cam û bêhna kubaban helbest dernakeve. Helbest di ruhê wê axa dagirkirî de ye. Folklora xwe bi xwe dekolonyal derfetek e; bi nûkirin û jinûvegotinê. Pirsgirêk û hişkgirêkên dîroka raman û hunerê û xweseriya otokton; senteza min ev e. Armanca xwe rasterast ne ekopoetika ye, lê ji wir jî dixwe; dixwaze bide pêşiya dema ser re bihuriye! Li dû danîna têkiliyeka nû û cuda ye ku li hemberî xwe jî rabûye.

Ev têkilî, peywendîya te ya bi Hespan re (yan jî bi êkopoêtîkayê re) xwedî çi kozmopolîtîkê ye? Ji ber ku êkokujî jî têkildarî siyasetê ye. Jixwe, hespên te, siwarên wan ketine bela dewletê de.

Gava ez jî ne li ser navê helbestkarê vê pirtûkê, lê wek rexnegirekî li ser vê pirtûkê tiştin bibêjim, wek şîrove dikarim wisa li hev rast bikim: Pirtûkê zêde guh daye kozmopolîtîzmê, jê westiyaye û xwe tê de nedîtiye, hin tişt jê girtinê, lê dixwaze ya xwe ji kozmosê re bêje. Nikolay Alexeyevich Nekrasov, di helbesteka xwe de gotiye, “birayê min, kezeb, êdî te fahm kiriye ku / tenê kevir nagirîn li vir.” Kevir jî digirîn li vir, li welatê van hespan. Dewlet li dû wan û siwarê wan e, “Kurmancên deştê” û milîs li dû wan in, di pêsîrtengiyê de hawara wan nayê. Bi rev û westê re pê dihesin ku cografya jî têk çûye, serî tewandiye, pûng û çem li ser wan digerînin. Ev hesp di çand, dîrok û ruhê Kurdan de jiyan û hatin di dilê min de vejiyan; lê bi xwe ne Kurd in, hesp in. Wan jî gerdûnek heye, dîrokek heye, dîtinek heye. Dibe ku li Kurdistanê hinekî şibiyane Kurdan, lê ji Kurdan û cîhana mirovan cuda ne. Hem li xwezaya xwe digerin û hem xwe di nav xwezayekê de terîf dikin. Lê di xwezayê de jî girtî ne. Îro tê zanîn ku yek hespeka “kovî”, yanê wek xwe nemaye, hemû hesp hatine kedîkirin. Ew hespên em li nav xwezayê dibînin, ji tewle û çewligan reviyane. Xwe dane ciyên asê. Dîsa dişibin Kurdan, lê dîsa bêjim, ne Kurd in; Kurdan jî ew kedîkirine. Ji bîr nakin. Lê dilovanî heye di dilê wan de; ew dilovanî ye rê li ber dijminatiyê digire. Naxwe hemû hesp dîl in, çi li Kurdistanê, çi li cîhanê.

Em di cercereya dibistanên modernîteyê –kolonîyalîtêyê re derbas bûne. Gava min 112 Hesp û Xezelek çend caran xwend û li ser ponijîm, ev mijar bi hêztir bû bi min re: me ajal û xweza ji guh xwe avêtine, gelekî ne di pêça me de ne. Ji ber vêya, ku li ser me bêjim, em Kurd ku bêhtir rural, pastoral bûn, ji rastî û tiştên ku derûn, bîr, hiş, laş, zanyarîyên me çêkirine dûr ketine. Bi vî awayî, em ji derba xwe ketine: nikarin ne di derûna xwe de, ne di bîra xwe de, ne di hişê xwe de û ne jî di laşê xwe de baş û qenc bi cih bibin. Encam: nasnameyên me yên subjektîf û kollektîf, derên me, derdorên me, welatê(n) me dibin xirbe. Mijar ev e: li êpîstêmolojîyên xwe xwedî derketin, ew ji bin sîya kolonîyalîtêyê-modernîtêyê derxistin. Tu seyîsê zanyarîyên Hespan, helbestkarê ku gotiye ”Pûnga li bajêr”, asoyeke çawa, pêlengine çilo pêșnîyaz dike?

Tu dibêjî qey min gotineka rast ku jê bawer im û dikarim li civatekê, li deverekê, ji kesî re bêjim tune. Ji ber cizbeya bêdawî, ji ber dîtina anîmîstîk, ji ber jiyana pagan ku tê de xweza bi min re diaxift; nizanim, her ji ber çi be, min ferq di navbera xwe û ajalekî de, darekê de, bayekî de nedîtiye. Tê bîra min me nedikarî bi şivekî li darekê bixista. Te dît dayîka min digot, “wê jî canekî xwe heye.” Hin jûjî tên bîra min; gava me ew zevt dikirin, heke biqajiyan, digotin ev seyîd in, me ew berdidan. Di şevên tîr de tiştên di çîrokan de ji min ve diyar bûn; pîrelk direqandin govendê, şeva Înê, yanê li gor dema modern şeva Pêncşemê daweta cinan hebû li ziyareteka nêzîk, di şevên Havînan de çavê me li Kadizê, em li benda Leylê û Mecnûnî bûn da yek ji Başûr yek ji Bakur were, bigîjin hev û em bêjin “ya Rebbî; dîn û îman û mal û rizq.” Diviya me bi şaşî negotiba “rişk”, çimkî yekê wesleta Leylê û Mecnûnî dîtî, gotibû “rişk” û di nav zêr û rişkan de mabû. Di nav jiyana ji jiyana modernîst rasttir de wekheviyek hebû, li gor wê wekheviyê dijîm.

Gava kera me ya spî, Simbilo, mir, peyva “mirin”ê li ferhenga min zêdebû. Kûçikên me; Şiyar, Hirço û Kotan, hê jî bi min re dijîn. Hespên me; Konê û Qero ji bîra min naçin. Ne tenê di vê pirtûkê de, di pirtûka “Hilbe Kobanî” ya dike bikemile de şervanek dibêje: “em û qaqlîbazan ji mêj ve merivê hev in.” Bi raya min, tişta em jê re dibêjin “welat”, bi xweza, jîndar û avhewaya xwe ve heye.

6._servaneki_kurd_1890_wene Pastoralî îdeal e. Gava tu ji axê qut dibî, ew zindî û atmosfera tu tê de çêbûyî û kemilî jî wenda dibe. Naçe ji bîra min, gava xalanên bavê min koç kirin û çûn Tersûsê, ji keriyê pezê wan hebek du heb gihîştin kêrê. Li hevrazê gundî li qemyonên barkirî temaşe dikirin, qet ji bîr nakim. Xwediyên wan ên nû ew bi delalî xwedî kirin, lê hin ji wan stêwr bûn, hin ber avêtin, hin mirar çûn, hin bi xerdelê ketin, hin li berx û karên xwe nebaniyan, hin xwe terayî binê kortalan kirin. Ecêb bû. Kotanê kûçikê wan jî li ber çavê min xwe bi kûçikên ziravên wan jê diqetiya da xewniqandin. Îca ya bi darê zorê, ya bi destê dagirkeran tu hesêb ke çawa wêranker e.

Ya di dilê min de ne Kurdistaneka yekdeng û yekreng e. Em çav li dagirkerên xwe nakin. Bi raya min Başûr û Rojava çiqas du kampên “dijber” bin jî, ev yek praktîze kirin. Li herdu perçeyên azad hemû welatî wekhev in. “Pastoral”a te anî zimên bo min wekhevî ye. Xasiyeta neteweyê, li ser wekheviyê hatiye avakirin. Lewre li dor ruhekî civiyaye lê li dor desthilatdariyekê, li dor navendekê neciviyaye. Em ji navendîbûna wêjeya Kurdî bînin. Di gellek wêjeyan de navendek û derdorên xwe hene, lê di ya Kurdî de gellek navend hene. Min 2010an de li Sineyê gotarek bi sernavê “Profîla Helbesta Kurdî ya Klasîk: Nebûna Navendê û Encamên Wê” pêşkêş kiribû. Bi raya min nebûna navendê di wêjeyê de bûye derfet ku wêjeja Kurdî bibe xwediyê hin orîjînalîteyan. Di dîtin, rastî, dem û nasnameyê de cuda ye ji helbestên cîran. Ev yek, yanê navendînebûn an nebûna navendê karekterîstîkeka Kurdan e. Kurdistan bi awayekî xwezayî federatîf e, konfederal e. Daxwaz û doza yekîtiya yekdengî di bin serokatiya yekê yan yekî de bûye bar li ser vê rastiyê. Ez dibêjim koalîsyon; di navbera zindiyan de, di navbera partiyan de, di navbera perçeyan de. Yekrengî na, lê cudatî û xweserî li ruhê me tê.

Ji çavên Hespan gelek menzere der tên ku sûretine din ên welêt û cihanê ne, ligel bêhn û awazan. Hîs-Fikir kirin bi Rûyê Erdê re. Di ser hespan re, Erd-nîgarî dibe çi?

Hinên wek Tîgran dibêjin “lez e navê bîranînên min û wî, lewre yekrû ne tiştên heyî.” Hinên ji wan xwe li asmîn, hinên ji wan xwe li kortalan diceribînin wek Xerîb ku xwe terayî binê newalê dike û dibêje “îca bila bijiyên min / bikêşin gava tor avêtin çemî li Mûsilê, li Bexdayê.” Gellek ji wan wekî me dorpêçkirî ne, li ser dêla xwe dikevin. Hin ji wan dûr diçin; Qereqeytaz Hindistanê serûbin dike, Gawir Hirço li Saratovê diare, Gawir Belo dibin Stenbolê, Elfesya li çolê vedije, Methîn ji raserî Enteqyayê li Deryaya Spî dinêre, Dêlî Meshan li Misrê dil ji evînê dikêşe. Hinên ji wan dişibin me, Gurûz li ser “sînor”ê Îran û Tirkiyeyê dibêje “ev der Tirkiye, ew der Îran, her du alî Kurdistan.” Paşî tev didin dû hev, tên Parîsê, dibin mêvanê min. Em ji xwe re digerin, wek çawa Yilmaz Guney keriyê Kurdan berî Kizilaya paytexta Tirkan dabû.

Hespên di hundir û derveyê pirtûkê de dizanin li kû ne, lê dizanin ne ji kû ne jî. Gellek ji wan li Kurdistanê dijîn, lê welatê wan cîhaneka dî ye, ev cîhan girtîgeha wan e.

Helbestên te yan 1, 2, 3, 4, 5 û yan jî 5, 4, 3, 2, 1 risteyî ne (ji bilî Xezelê). Çima?

Gava hesp û siwarî ji dûr ve tên, yan jî hesp bêyî siwarî ji dûr ve tê dibe 1, 2, 3, 4 û 5. Ku li vir diaxive û dûr ve diçe, ristê bi awayê din didin dû hev. Min xwest tevgereka dîtbarî li ser zemînê û xuşîneka dengî li ser rûpelî çêbibe. Divê risteya dawîn a helbestên bi 1’î diçin serî hêdî û bêdeng bên xwendin, ji ber ku dûr in. Îca di yên din de divê deng her biçe bilindtir bibe bi nêzîkbûnê ve. 1.680 riste bi dengên cuda hatine honandin. Risteyên tekane yên li ser û binî bi tîpên bêdeng û zirav hatine nivîsîn. Pêncekên li ser û binî, bi tîpên dengîn û qalind hatine nivîsîn.

Di helbestên te de, hesp dipeyivin, lê ji xwe bêhtir behsa siwaran dikin. Ji lewma, ji hespan bêhtir siwar leheng in. Ramaneke wiha jî heye: ku îro hemû hesp girtî bin, naxwe me daye cizayê sûcekî”. Gewro jî hespbûna xwe wiha dibêje: “karê hespan ne serkeftin lê anîna birîndar e”. Di pencereyeke wiha ya hespane re, çi dibînî, didî dîtin?

Bi raya min ji siwaran zêdetir behsa xwe dikin, lê ji ber ku yên saxmayî ew in, şînê dikin û bibîr tînin. Mecbûr in çîroka xwe, çîroka siwarî û çîroka xwe û siwarî bêjin. An na wê bibe monolog. Ne tiştekî dibînim, ne tiştekî didim dîtin, çav û dîtin ên wan in. Ji pirtûkê derketime û newêrim careka din têkevim navê. Ditirsim yekcar dîn bibim. Dişibim wan hespan. Di “Xezela Sim û Pîkolan” de dibêjim, “dewleta Tirkan zafî nasên min kuştin, tu raweste ey helbest / min bav dîtin ji êşê, min dê dîtin ji girînê, ez mam ji nivîsînê re.” Em, ên sax mayî, em şahid in. Te dît Patrick Kavanagh dibêje, “I have lived in important places, times” (Ez li cî û demên girîng jiyam). Ez û hevalhespên xwe jî.

Hespê bi navê Çapkin, van ristan bi te dide nivîsandin ku te li te diqewimîne: “tênagihêm li Mêrdîna hêlîna ewran ez çi karî dikim / min çima dev ji deryayê berda û qesta mirovan kir / heq e çermê min li defê xin û her roj bidin ber êgir”. Te dev ji kîjan deryayê berdabû?

Ev helbest ji çîroka “Tawîr Begê Lawîn û Lewend Paşa Narîn” dizê, çîroka Efrîna kula dilê me ye, Mihemed Cezawîr Hemkoçero berhev kiriye. Tevî hespekî din ji deryayê dertên. Wan digrin dibin Mêrdînê. Dewlet dest datîne ser wan, lê ji ber mesrefê xwedîkirinê wan difroşe. Wekîlê Mîrê Rewendê Çapkinî dikirre. Ji paşayê Mêrdînê re kur çênabin, cara dawîn ku keçeka wî ya nû çêdibe, agahî digerîne li bajêr ku va kurekî xwe çêbûye. Navê Lewend li keçikê dikin û wek kur mezin dikin. Gava Paşa dimire, Lewend dibe paşayê Mêrdînê. Tawir Begê Lawîne jî ku kurê mîrê Rewendê ye dibe mîr. Lewendê di xewna xwe de dibîne, li Çapkinî siwar dibe û berê xwe dide Mêrdînê. Xewna xwe ji Lewend Paşayê re, ku mêr dizane, dibêje. Paşa wî dike mêvan û êvarê cilên jinane li xwe dike. Piştî bûyerên li dû hev, miradê wan diçe serî. Di çîrokê de Çapkin çend caran dimire û diveje. Diz li dû ne, ji ber ku simên xwe zêr in. Piştî çîrok diçe serî û miradê dildaran dibe, rola Çapkinî namîne. Gava sedema hebûnê ji holê radibe, Çapkin bêriya deryaya jê hatî dike.

Herçî ez im, min dev ji bejiya xwe bernedabû, lê bejiya min ez têr nekirim. Tirkan derî li min negirtine, lewre li vir nebûm xwegirtî û penaber. Lê çi cara li bejiya xwe vedigerim, zêdetir pê dihesim ku şûna rehên min jî nemane. Dagirker dijmin e, dijmintiya xwe dike. Em dikarin di saziyên wî de dijber bin ku min dijbertiya xwe kir. Terkeser bûm. Mixabin civaka me ne li welêt û ne li diasporayê bi stendina pirtûkan, bi lidarxistina konferansan, bi projeyên çandî, bi rêya weqf û înstîtutan nikare pênc şeş entelektuelên serbixwe xwedî bike. Sazî tenê hevalbendên xwe xwedî dikin, ew jî bi nano ziko. Saziyên Kurdan çawa bin jî çêtir in ji yên serdestan; meşrû ne, ayîdê gelî ne. Lê nikarî li wir serbixwe tevbigerî.

Carina dibêjim “xîreta zêde nêzîkê îxanetê ye!” Gava li praktîka xwe vedigerim, wek hespekî siwarê xwe birîndarê mirinê, dibînim ku min her tiştî di rêya xîretê de wenda kiriye. Xîret ji hemûyan hêjatir e helbet, lê jiyan heye, qirik qul e. Ji bejahiya ez jê dûr dengin tên helbet; xwîner hene, gellek in. Cara dawîn ez çûm; ji Nisêbîn heya Wan, Amed, Sêrtê û Batmanê, Stenbol û Îzmîrê. Ne kêmî du hezar kesan silav dan bi çav û dilên xwe yên bi risteyên min şewitîne û hênik bûne. Li ciyê serdest lê, berê şûrê xwe nadim bindestan; yek ji wan im; lê dûr im ji her kesî. Dixwazim zêdetir binivîsim. Wek yekê mayî, yên çûyî binivîsim.

Xemrevîna ku siwarê wê Cembelî ye, ku mîna wê, hevjîna xwe Zozanê jî berdabû, nikare xema mêbûnê birevîne. Ji ber ku mêr, nêr “tenê behsa evînê dikin, ti carî evînê najîn”. Delû Nîgar ku dibêje “bo hespekê tiştek tune berîya nebûn û piştî bûyînê”, Hemra ku dibêje “zana dibêjin kuştina bavî, lê min dayîka xwe kuşt”, Kafir Belê ku dibêje “qedera gulê bû şewata li dû me”, Şelha ku dibêje: “bi carekê min ‘emir zêde kir gava bûm şahidê xwe”, Gogeçîn ku dibêje: “min wisa li xwe nihêrî ku tenê xwe dibînim li her deverê … / rast e, ne qenc im, lê mafdar im wek hemû dildarên bera”, Zerdek ku dibêje: ”ka biçim qûçekî ramûsim… / me dest ji olanê kêşa û em hatin û şikeft bû tevdîr… / nabiriqe derve di gola çavê min de, dikim bimirim / ez ê yan dînekî har an xizirekî jar derxim ji vê şikeftê”, Rihêlboz ku dibêje: “wext tune ez delaliya xwe bidim hev ji hevraz û kaşan / nikarim bi xwe, mayîn eynika zêde dike, çîk û sayî… / bila li asoyê binêre ew kihêlê ez berdam ber êvarekê / ku min bi dengê pûngê jê re behsa kefa çemekî dikir/ nikarim, nikarim ti pirsê li ti kesî bikim, tu dibêjî qey / jiyana min xelas bûye û tiştin nemane ku pê nizanim”, Bilîcan ku dibêje “bi vê delaliyê çiqas neşad im, xurî ketiye bêvilê / bûme kevir û heste, yek lê dixe, çîk diçe ji yê dî”, Xezal ku dibêje: “gava dem ditengije rastî dibe bar, kes xwe nade ber”, Alece ku dibêje: “têkçûn çîrokeke jiberkirî ye, wa hil dibe ji dev û doran”, û gelek hespên din ên mê, çi zanyarîyên din dan te li ser mêbûn û nêrbûnê?

Hin hespên xesandî jî hene di pirtûkê de, hin hespên aşiqê siwarê xwe jî. Delî Meshan dil berdaye evîndara siwarê xwe. Bi raya wî, Guçik Hesen lawê Dêmezoxlî ne layîqê Têlî Eyşanê ye. Borxe tevî Mîr Mehmûd û Sêvikê na, lê tevî Ahmedê şivan diçe; çimkî ked di “evîn”a wan de tune. Wedabaş ku nêr e, dil berdaye Apê Ahmed û ditirse ku di jiyana nû de nebe “kihêla” wî.

Min hespan wek hesp û mehîn dabeş nekirin. Ev zimanê mirovan e. Jixwe nêr û mêyîtiya di Kurdî de derfetên mezin dide. Yanê hin kesên li qisûran digerin, bila zanibin ku “gava bêjî dîk, ez zanim nikulê xwe sor e!” Min gellek raz li nav pirtûkê belav kirin. Ti helbest xwe bi temamî bi destê zêhna xwîneran ve bernade. Dixwaze her dîsa bê xwendin û bêdawî be, wek hesp û siwaran nemir be. Her hesp xwediyê şexsiyeta xwe ye; nêrîtî, mêyîtî yan hevzayendiya xwe dinase. Ji min re tiştekî negotine, ti zanyarî nedan, ji ber ku wek xwe ne, xwe bi xwe ne.

Ez dibêjim: ji ber ku te dîtîye, tu şahidê hesptîyê yî. Weke Tîgranê ku dibêje “ez im şahid û mirî siwarê min bû, ya min girantir ji ya te”. Tu bêje, ya te girantir e ji ya hesptîyê ku her çi qasî te Xezelek nivîsandibe jî?

Te dît çend varyantên stranê hene. Varyantên herî berbelav dido ne ku yek bi dengê Şakiro belav bûye, tek bi dengê Şeroyê Biro. Bavê min, Evdilhekîmê Gulîstanê ku tenê ez vî navî lê dikim, varyanta Şakiroyî dibêje, pênaseya “Kekê Zahiro” lê zêde dike. Di hemû varyantan de Metê neheq dikin. Lê rika Metê zindî ye, bi salan re sar nebûye, rikeka ezamet e -xwezil bi rika wê! Ez çîroka her hesp û siwarî bi îma û referansên dûr vedibêjim, lê her helbest hêza xwe ji tiştên nabêje digire. Ez ê li vir jî çîroka Metê û Mihemedê Elî dubare nekim. Li benda wan xwîneran im ku bide pey çîrok, stran, destan, bûyer û wateya li pişt hesp û siwariyan. Gava varyantên Metê godar kirin û hînî çîrokê bûn, dê bibînin ku ez “çîrok”eka din çêdikim. Çîroka eslî nabêjim, di çîroka min de Tîgran siwarê xwe tîne teslîmê Metê dike. Trajedî, destan, persona, plot, arketîp, raman, felsefe, leitmotîv, kûrahî, qeder di tercîhên cuda de der dibin. Lewre Tîgran digel ku kujer teslîm dike jî êşa xwe bi ya Metê nade! Rast e, min hesptî dît û şahid im, cîhana wan de dilpakî heye ji ya me zêdetir. Îca pirs e : Tîgran rast e yan Mihemedê Elî, yan Metê?

Di gellek destan û stranên Kurdî de ji lehengê kuştî zêdetir ber kujerî dikevin. Heke kujer ne yekî çak be, yanê ne layîqê “mêrantî”yê be, vêca ber kuştî dikevin. Carina kujer kuştîyî bi nelayîqbûna xwe dixapînin û dikujin. Mamê Qilikî çawa Çetoyê Ferhoyê Izêr Axa dixapîne? Dibêje, “tu dê çawa xulamê xwe bikujî?”

Hema gava kekê Çetoyî, Silê ye ne şaş bim, vedigere ji zozên, Bişarê Şêxdodî ku piştmêrê Mamê Qilikî ye tê hawariyê, çi dike? Di helbestê de tenê îma dikim, lê di destanê de Silê xencera xwe di ranê xwe dirake, tê re dibe xwarê, ji mînder û xaliyê derbas dike, hefsarê hespê Bişarî li xencerê badide û jê re dibêje, “tu di nav aqarê min de yî, nikarim şerê te bikim. Lê here, tu çawa ji aqarî derketî, ya min û te dest pê dike.” Îca heke hespa Bişarî dabe dû wî, divê xencera di ranî de ling û canê Silê bike du perçe. Heke nedabe pey siwarê xwe, wê jî hevaltiya Tîgranî kiriye !

Ya min ne girantir e, lê dixwaze bibe wek ya wan, ya hespan. Wek min gotî, dixwazim xwîner li ser metnê hûr bibe, kûriya di metna li ser metnan hatiye avakirin bibîne. Te dît Berken Berehê gewre dibêje “ew şîrê Kurmancî ku me dimêt li hundur.” Ez jî ji wî hundirî tînim. Şîrê me ye çimkî. Çandeka ezamet e. Xwe didim ber siya wê, jê dixwim û vedixwim. Carina tu nikarî bi tişta te jê girtî bigîjî kûrahiya wê ya eslî. Dizanim ku heya sax bim nikarim risteyên bihêz wek yên hin stranan bibêjim. Îca mecbûr dibim, dubare dikim. Wek mînak, di “Hilbe Kobanî” de gotineka Resoyê Gopalan dubare dikim. Dibêje, “xwezil mirin du car bûya.” Tu nikarî ne li ser vê gotinê, ne li bin siya wê gotinekê bibêjî.

Gol, hevraz, lê bi taybetî gelek behsa olanê dikî? Ҫima?

Olan dubarekirina xwezayê ye, bi olanê tu dizanî ku hebûn heye, heyîn heye, tu heyî. Lewre kuşek û serxweş di nîva şevê de diqarin, ji bo pê bihesin ku va hene! Deng li te vedigere. Tu bitenê namînî heke te olanek hebe. Olan peyva herî xweş e di Kurdî de. Jixwe gava bi peyva leylanê re dibe hevalbend, meriv dike gurçika wan bixwe!

Siwarê Eznawir, Ferzende Beg jî hespperwer bû weke te, ewqasî ku navê hespekê (Elfesya) li kurê xwe kiribû ku dewletê kuşt… De were û ji nav derkeve vêca…

Carina pê dihesim ku pêşên me ji me zêdetir tişt dizanîn. Ayîdê çanda xwe bûn û tiştên em di nav pirtûkên zerbûyî de dibînin di tûrê wan de olan dida. Wek mînak, dengbêj bo teqîn û hêwirzeyê dibêje, “wek dengê topa Kurd Îbrayim Paşa li qarşî Bêrûdê.” Dengbêj Kurdîtiya Îbrahîm Paşayê Kavalayî çawa dizane? Çawa dizane ku Îbrahîm Paşa ber bi dawiya Mijdara 1832an de ji aliyê deryayê ve Bêrûdê topbaran kiriye? Çawa di strana “Gewrê” de persona dibêje, “çiqas geriyam li dinyayê”, lê li ciyên lê geriyayî tenê dever û bajarên Kurdistanê ne? (Humis û Hema bazar bûn bo pezê Kurdan) Ji bo Kurdên guşiyên dara xwe dinya Kurdistan e û şibandin, dîrok, dewamî li ser çanda wê şîn dibe. Ruh û zanîn di çandê de parastî ye.

Di vê behsê de ez helbestkar im. Elfesya, pesnê siwarê xwe, yanê pesnê Selahaddîn Eyyûbî dide, lê xwe jê kêm nake. Dibêje, “herçî ez im, Ferzende Beg dê navê min li kurê xwe dayne.” Çi pesnekî ecêb e! Îca ez vê rewşa kaotîk û paradoksal wisa kûrtir dikim: Li vir pesnê kî zêdetir tê kirin? Elfesyayê 750 sal berî Ferzende Begî miriye çawa di sala 2023yan de dibêje ku Ferzende Beg dê navê min li kurê xwe dayne? Ev “transcendantalité”ya seyr ne tenê poetîk û dîrokî ye, îmkana vehênan û hûrbûnê ye jî. Dixwaze xwe li şûna rastiya heyî dayne û wê pûç bike. Em dikarin navê bitr, dînbûn, îqrah û rastiyê lê daynin!

Ka hinekî behsa “hespê tûnebûnê”, Ҫerxecî bike ku siwarê wî Filîtê Quto ye. Dibêje “simên min negeriyan li kevanê Qerê û li dîrokê / ez jî dimirim ku kes behsa min nake li civatan … / te nemirî da kujerê xwe û hespê xwe kuşt / ne pesnek, ne afirek, çûyin çêtir e ji her tiştî”. Hespekî ev riste anîn bîra te ku bêhnê didin çikandin hingî bi derb in…

Min bi salan pê şûna simên Çerxeciyî kiriye. Qêre, ew çiyayê maqûl û sererast tevî kevanê xwe li pêşberê berroja me bû. Li gor salixdanê, konê Filîtî li pozê Qêre yê aliyê me bû.

Duwazde sêzde salî, rojekê min şaşîtiyekê kir, tirsiyam û min berê xwe da wî pozî. Min di çûyîn û vegerê de soz dabû Xwedê, heke tişta ez ê pê bihetikim neyê sehkirin, ez ê tiliyeka xwe ya qilîçkê jê kim. Xwedê ya min jê xwestî kir, lê hê jî min sonda xwe neaniye cî, her cara tiliyên xwe yên qilîçkê dibînim, sonda min tê bîra min!

Vegerim pirsê; li gor gotinê, ji serê wî pozî, tifeng berdabû filankesê destnimêja sibê digirt ku fîşekê li kapoka qondera wî xistibû. Hesenê kurê Filît tevî apê min ê mezin Osmanê Temo, li dû hev, bi heman hincetî ji aliyê dewletê ve hatine kuştin. Çûme ser gorra Filîtî. Filît yekî kinik bû, lê gorra wî zêde dirêj e. Di navbera herdu kêlan de ferşekî dirêj heye. Jixwe em, wekî gellek eşîrên Kurdan, sed û pêncî sal berê Êzdî bûne. Edetên Êzdayetiyê ku niha didomin, di dewra Filîtî de serdesttir bûn. Lê em bên ser Çerxeciyî.

Divê bibêjim peyva çerxecî di “Yarî Meryemê” de wek “Çerxeciyê çemê me yî jêrîn e” û di “Keko Birano” de wek “Çerxeçîyê syarê hesp westyayî” derbas dibe. Îbrahîmê Pîrikî di varyanteka “Filîtê Quto” de dibêje: “Herçî şerê Filîtê Quto, bavê Hesen, siwarê Reşbozê, kurê Şemê tê da heye…” Bavê min, Evdilhekîmê Gulîstanê, di bendekî de navê hespê Filîtî wek Çerxecî dibêje. Dibe ku Reşboz ne nav be, cureyê hespê be, lewre meyla min çû ser Çerxeciyî. Di hin varyantan de dibêjin “seglawî ji tewleyê kişand”, lê seglawî jî cure ye. Her çawa be, Filît an bêyî Çerxecî çûye pêşiya karwên, an jî li civatan bi navê hespê xwe nepesiniye ku Çerxecî wisa gazin dike. Helbet dizanim, destpêka şerî ne duelloya Filît û Edoyê Etmankî ye. Şerê pêşî beriya duelloyê diqewime û li wir hespekî Filîtî tê kuştin. Îca ew hesp Çerxecî ye, reşboz e yan seglawî ye, nizanim. Ne hewce ye bizanibim jî. Li vir nehildana navî heye; îca bêyî nav bireser tune. Ez sehneya xwe wiha ava dikim: Çerxecî tê ser gorra Filîtî ya dirêj û gazin dike û behsa çûyînê dike. Îca diçe, naçe, ez nizanim. Wek min berê jî gotî, hêza helbesta min ji pirsên bêbersiv mayî tê.

Bila kes nema behsa Şex Seîd bike ku hespê wî, Derwêş nebe ku kelimîye di ruhê te de: “îro ba tê ji alîyê sêdara te ve û ez dûr ji hevrazan … / têkçûn jî şaxê serhildanê ye, şîn dibe, yeqîn havîn e… / şehîn e bersiv, di ruhê min de digevize keleşê li çiyê / ba li hewa daleqandî, tayên rih li hev alandî, roj zîz e”.

Ruhê leheng û pêşengên Kurdan her bala min dikişand. Min bihîstibû ku Şêx Seîd Dîwana Melayî jiber dixwend. Min carekî nivîseka bi vî rengî nivîsîbû, di Le Monde Diplomatique-Kurdî de weşiya. Dubare bikim; Şêx Mehmûd Berzencî xwedî dîwan e. Elî Şêr bi 6-7 zimanan dizanî. Dîwaneka xwe hebû bi navê Marûzatname, gellek lê geriyam, min peyde nekir. Ferhadê Mihemed, helbestên Faîq Bucakî bo çapê amade kiribû -Hêvîdar im rojek beriya rojekê bê çapkirin ku helbestên ezamet in. Malbatê ez onore kirim bo nivîsîna pêşgotinê. Min ev tiştên li ser serokên Kurdan dubare kirin û Abdullah Ocalan lê zêde kir ku wî jî piştî dehhezaran rûpel helbestek jî nivîsiye. Yanê serekên Kurdan ne hov û dirinde ne ku serdest wisa lanse dikin. Niha qismek ji qeyd û defterên pirtûkxaneya Şêxî derketin holê, nîşan didin ku çi zanayekî mezin e.

Derwêş ciwaniya xwe û Şêxî tîne bîrê, hevrazên xwe herduyan, şeşzîniya xwe û bê. Tê û dibîne çawa Şêxî darde dikin. Li ber dilê wî dide û dibêje “têkçûn jî şaxê serhildanê ye.” Ne edetê min e ya li binî bêjim, lê ev gotin ji devê şervanekî li Kobaniyê hatiye girtin. Di vîdyoyekê de min dîtibû; Peyman Viyan li ser cîhazê ye, hevalên wê yên li eniyan dixwazin ji wan re bistirê. Ew naziya dike, dibêje ez ê êvarê ji we re bistirêm. Hevalên wê li ser cîhazê dibêjinê, gava tu bi şev distirî, em guh didine te û bo şerî konsantre nabin, niha bistire. Hingê dengê şervanekî xort ji pişt kamîrayê tê, dibêje ; “stran jî perçeyekî têkoşînê ye.” Tu nabêjî Derwêş ku wek hemû hespan transandantal e, gotina 1925an de gotiye yan jî dê bêje, di sala 2014yan de ji ciwanekî li Kobaniyê girtiye! Du dewr li hev siwar dibin, du dev li hev siwar dibin; di heman kêliyê de ligel hev û di nav hev de hene û hevûdin “diolînin”!

Ku ji devê Elfasyayê bêjim “îca keştîgel gotineke belawela ye li ser meytê deryayê”. çawa “serkeftin ku me qeder e, digere wek golên di bin erdê de”?

Min ev sehne çawa ava kir? Albert Champdor, di pirtûka xwe ya bi navê Saladin le plus pur Héros de l'Islam (1956) de wiha dibêje: “Keştîgela Misrê ku di bin serweriya Admîral Reys-el Bahreyn El Faris Bedran de bû di 30yê Berfanbara 1187an de, ber destê sibehê, li Lengergeha Tîreyê wisa hat berhewakirin. Selahaddîn Eyyûbî roja dî li hespekî spî (di navbera Misilmanan de nîşaneya şînê ye) û dêlqutkirî siwar bû.” Elfesya û siwarê xwe ji jor ve, ji ciyekî têra xwe bilind li keştîgela şewitî û tertûbelav dinêrin. Têkçûn destpêka şerekî nû ye. Gava te ti tişt namîne te du rê hene ; yan tu teslîm dibî yan jî dest bi şerî dikî. Wisa dibêje. Elfesya xwe kiriye şirîkê çîroka Selaheddînî ku herdu jî wek lehengên di destê lehengiyê de mecbûrê serkeftinê ne. Trajîk in. Qedera wan ji berê ve hatiye çêkirin.

Kolo çi qasî xweş dibêje felsefeya erdnîgarîya êkokuj “ji bo min hemû bajar yek in, min cîhan e çol û beyar/ gelacî ye li çarşiyan, kumên sor li serê maqûlên tor / bi qelemekê re radikin navekî metel ji binê baskan / demê dipîvin, kaşan rast dikin diêşînin şûna hêlînê / herfên dişibin moriyan digerin nav defterên wan de” û felsefeya erd-nîgarîya êkolojîk ku bîrekê dikole di Bîrê de: “Dîcle welatekî çêkiriye ji xwe re, diçe heya deryayê / dar, zevî û ax qesta çongên bircan dikin, dîtin difûre / yeqîn dûxan li wê newalê dizane çi bûye li waran”. Çi dibêjî li ser vê felsefeya kûr û ezamet a wî-xwe?

Ez nikarim felsefeya kûr a hespan bikim malê xwe. Çar salên sax, li pirtûkxaneyan, di nav kaset û pîlaqan de, li ser platformên muzîkê, bi pirsîna ji kes û nasan, bi godarkirina bîranînên hevalan, di nav beytarnameyan de, di nav ferheng û metnên bi min re hatin parvekirin de pê hesiyam ku navê tu tiştekî ji bîr û zanîna xwe li hespekê zêde bikî. Destan, dîrok, şervanî, lehengî, rev, tirsekî, çîrok, stran, dengbêj, kelepor ji xwe gotiye, li hev aniye; lewre heya îro hatiye. Wek min di pirtûkê de nivîsiye, hesp hatin û gotina xwe di devê min de gotin û wek Sêva Sêling gotiye, “em hatin, me ya xwe got / bila Temoyî nebêje min nivîsîye!”

Gawir Belo hişê me bel dike: ”me dibine Stenbola xwe, bila vejîn karê me be” ku dive bibe çîrokeke giran a kurd-î. Jixwe Şeşper dibêje: “tê bîra te em çawa diqîrîn: “prado, paşa maşa çiniyo” / karê me raperîn bû, me nedizanî gelo çi ye serkeftin… / qewmê siyê, em têk neçûn lê me bêriya mala xwe kir”. Nivişt e.

Wek min bîstek berê gotî, cografyaya hespên di nav û derveya pirtûkê de fireh e, di heman demê de gerdûna ramanê jî fireh e. Carina ez jî matmayî dibim. Bala xwe bidê, di pirtûkê de carekî tenê pesnê xwe didim, ew çi ye? Di “Xezela Sim û Pîkolan” de dibêjim “camêr im, bi salan li dîwanan li ser destê maqûlan geriyam.” Li wê Kurdayetiya ayîdê çanda xwe vedigerim ku em zarok û ciwan, me xizmeta maqûlan dikir. Ez jî dizanim modernîte heye, ez jî her meh carina bi derengî be jî kirêya xwe didim û li ser medyaya civakî emojî bi kar tînim, lê hebûna xas ku ji dest çûye, li ser perwerdehiya navxweyî ava bûbû. Lewre ruhê xwe ji xwe bû.

Behsa 361 hesp tête kirin, piştî pirtûkê 3 lê zêde bûn: Lodîn (siwarê wê Bavê Evdilkerîm, Kekê Narînê ye), Kovê (siwarê wê Şex Mehmûd Berzencî, Bavê Letîf e) û Sîso (siwarê wî Ceferqulî Kurd, hakimê Bojnûrd û Esterabada Gurgana Xorasanê ye). Ruhê van hemû hespan û hemû siwarên wan di nav xwe de kemilî ye, lewre zanîneka otokton, otofokus, otonom, otomatîk, otodîdaktîk, otokrîtîk û otoerotîk heye. Dîtin û zanînê ji hundirê xwe tîne, bi têkçûn û serşoriyê nelewitiye. Ji efendimê xwe re bêjim, pê hesiyam ku ew hebûna xas dilê wan hespan wisa kûr dike û min jî wek berdevkê wan vedigerîne koka şînbûyî. Yanê venegeriyam destpêkê ku wateya xwe ne jinûvedestpêkirin an îdealîzekirina nijadê ye, vegeriyame ya ji kokê şaxdayî. Lewre hesp wisa kûr diaxivin, lewre dev û lêvê min ji gotinên wan ên agirîn wisa kul bûne û qumiyane.

Ev dîtin, ev boçûn tiştekî pêşniyar nake, lê tişta xwe dibêje. Navberek datîne di navbera xwe û yên xwe dikin berdevkên dîroka xwe ya eşîrî yan jî malbatî. Gava tu wek endamê malbateka serhildêr, fermalû, ketî biaxivî, tu dîrokê dubare dikî. Ev karesat e; bala xwe bidê, Dêsim/Dersim wisa ji xasiya xwe dûr ket; zarokên Dersimiyan ên hînî xwendin û nivîsînê bûn, li civateka ji zû de belav bûyî ya nehatiye gotin ji alema li wê civatê û ji zaroyên wan ên civata îroyîn re gotin. Hevokên rast jî di nav re çûn, ji ber ku Tirkî bûn ku Tirkî li civata çûyî nebû û li civata heyî nayê. Îro li deverên din jî zaroyên xwende ji malbata xwe re dîrokekê çêdikin, bi Tirkî yan jî bi Kurdî. Lê herdu jî lê nayên, ji ber ku bi vegotina Tirkî û boçûna Tirkan lewitî ne.

Hespên di pirtûkê de ne hespên siwarên xwe ne, na, bi dîtineka dûredest dîtinên xwe vedibêjin. Derwêş ji Şêx Seîd re dibêje, “heya vir hat, me şaş dest pê kir û rêya me heya vir hat.” Hilmî Yildirimê Mûşî jî di demekê de ji ber vê rexneyê, ji aliyê Cemîlê Seyda ve hat kuştin, li ser rêya diçû hawara Dêsimê! Çalo şerhekê di navbera xwe û Cemîlê Çeto de datîne: “ez ne ayîneya te bûm Cemîl, rastî malûmê darberûyê ye.” Kose Etmak ji Hamê Mûsê re dibêje: “min got di şer de nekev nav du birayan gava kesk pengizî.” Şêzera lixwedîtî ji Çetoyê Ferhoyê Izêr Axa re dibêje: “min got serê min nefetilîne, her tiştî ji rikdaran bipê / pişta xwe nede kesê te gunehê xwe pê anî, xeter e / a di newqa te de diteqe jehr e, çêkirine ji paşgotinê / êdî bila Wesîlayê li evîndarê xwe yê kujer vegere.” Hesp di nav bûyeran de ne berdevkiya siwaran dikin, ew bi xwe diaxivin. Heke hevşibiyeka berbelav û gelemperî hebe di pirtûkê de, ew jî ev e ku hesp û siwarî xas in, xwe ne.

Îca destanên wisa ecêb in ku ditirsim Kurdên Tirkînûs pê bihesin û wan jî ji me bistînin! Hin bûyer hene ku aqilê meriv disekine. Dikarim wek roman û sinaryo jî binivîsim. Pê dihesim ku pîr dibim û umrekî din tune da li van bûyer û çîrokan vegerim. Lê di nav vê karesata derdê debarê de dikim biqelim. Wek Xanî gotî, “qewî kesad e bazar.” Bêderfetiya domandina jiyanê ne derfet e bo nivîsîna bîranînên baskê hespan.

Tu, Selîm Temoyê siwarê Sêva Sêling ku dinizile binê rastîya stûr: “xweza ye hesp, bêjin bezz û tarîşk gava behsa xwe dikin… / em ne neynika însên in û ti şehîn careke din dubare nabe… / wek hev in kevir û qral li ber rojê, keşe û hirça birîndar / heman asîman divezele li ser mizgeft û nanê tisî / êdî çek rêya revê nade nêçîrê, êdî niqir tune di kêran de / em bi vê qedera kozmîk re dikin bar kin ji beyarên xwe / em hatin, me ya xwe got, bila Temoyî nebêje min nivîsî”. Tu, bi rastî jî bûyî “ajalekî epîstemîk” piştî van helbestên hespan? Xezela te vê yekê pesend dike?

Min gotina “ajalê epîstemîk” berê jî bi kar dianî. Te dît Sokrates dibêje “însan ajalekê lêkolêr e”, Arîsto digot, “Însan ajalekê ramangêr e.” Gotina min jinûvegotina van gotinan e. Lê gellek li vê pirtûkê û rewşa min a dawîn a piştî vê pirtûkê hat. Wateya xezela di pirtûkê de nizanim, lê tê bîra min ka çawa derket holê. Di pirtûkên din de jî proseyeka dişibe vê yekê hebû. Bi destûra te ji wir derbasî bersivê bibim: Min pêşî dest bi nivîsîna “Hilbe Kobanî” kiribû, Keştiya Bayê da pêş. Beriya Keştiya Bayê min hêviya “Olana Demê” jî dikir, Pûnga li Bajêr da pêş. Dîsa li “Hilbe Kobanî” û “Şevba”yê vegeriyam. Min di ber re dixwest “Dîroka Hespên Kurdistanê” binivîsim ku ji Kikkulî dest pê dikir. Pê de çûbûm jî, lê şevekê, li Montpellieryê helbesta “Delû Nîgar” hat. Hemû xwendin û not, ciyê xwe bo helbestê terikandin. Min jî ji xwe re got, karekî nû yê zanistî neke, li helbestkariya xwe veger. Navê pirtûkê, pêşî, wek “Sim û Pîkol” hat. Dû re gava hat bîra min ku di her pirtûkê de xezelekê dinivîsim, li pirtûkê vegeriyam û xezelek bi navê “Xezela Sim û Pîkolan” hat û navê pirtûkê bû 112 Hesp û Xezelek. Di rewşeka malxerab de ev xezel çû serî. Bila hûrguliyên wê di berîka min de bimînin, lê xwe neda pêşiya vehênana hespan, bû hevalbenda wan. Bi xezelê pê hesiyam ku hespên pirtûkê jixwe ji berê de, ji destpêkê ve ligel min bûne; li Parîsê pê hesiyam. Navê wan hesp siwaran bi hevre hildim; Borê Qer ji Xerabajar e, nêzîkê herêma ez lê çêbûme. Li gor “Beyta Borê Qer”, Dindil jî hatiye Kevanê Qêre. Bavkalên min Seyîdxanê Kerr û Kafir Belê tevî malbata Seyîdan û Berazan parastine, mêvan kirine, lewre hatine qetilkirin. Çerxecî û Filîtê Quto ji heman herêmê ne, bûk û zavayên me hene di malên hev de. Nejdî û Şêx Zahir li wan deran geriyane, Bedol û Bavê Silê jî. Sîqal û Emînê Ehmed, Xezal û Seîdê Ehmed, Tajiya Rewan û Zilkif Begê Henêyî, Qero û Ezoyê Zendî, Gênco û Bavê Fexriyayê û yên din.

Pê dihesim ku li ciyê ev hesp lê şehiyane, lê razane, lê çêriyane, lê firiyane mezin bûme. Hilma wan a germ firnikên wan nepixandiye û li canê min belav bûye. Ev hezkirin, wekhevî û berdevkî ne tenê ji vê jiyan, dîtin û qedera hevpar tê. Lê diwerqilim ku tiştek bûye, tiştek qewimiye, nizanim çi ye. Dibe ku di demeka nayê bîra min de, di demeka ku min bîrek nebûye û zimanê min hêj negeriyaye, yan di demeka ku min dû re xwestiye jibîr bikim de, yan ez aşiqê hespekê bûme yan jî hespek aşiqê min bûye. Naxwazim bi anomaliya afriandinê ve girêbidim û xwe jê xelas bikim. Dibêjim muheqeq sedemekê ne-diyar heye, lê nizanim çi ye.

Bila pirsa dawîn jî li ser me û hespên me be. Roboskî wêneyê êkosîda mirovî, ne-mirovî ya sedsalî ye li Kurdistanê ku em û hesp û hêstirên xwe li serê çiyayên xwe di nav sînorên dewletên wan de hatin kuştin?

Di roja sêyem de li Robozikê/Roboskiyê bûm. Şeş tişt bala min kişandin: 1. Salona sportê ku ji bo mêrên neşad ên çîna navîn perestgeheka sosyal e, ji bo Kurdan bûbû şînxane. 2. Melayekî got, “şîna mêran sê roj in, şîna jinan şêst roj in; sê rojên me temam bûn, divê em şînê xelas kin”. 3. Melayekî din got, “çil kurên Hezretî Dawid hebûn, bi hev re cimeetkî nimêj dikirin. Hezretî Dawid di dawiya nimêjê de silavê da milê rastê, bîst kurên wî ketin mirin, silava milê çepê da bîstên mayî ketin mirin. Vegeriya pêşiya xwe, serê xwe hevraz kir û got; ‘ya Rebbî, te daye, te stend.’” Divê bibêjim ku 2 û 3, kurteya metaneta gelî ne; wan ez zêde hestiyar kirim. 4. Em çûn goristanê, bavekî kurê xwe yê di gorrê de wek ji ber ve rabûbe ser lingan nîşan da, destê xwe ji qama xwe bilindtir kir û got, “ev jî kurê min e.” 5. Azayên canê wan ciwanan yên li şûna qetilxwînê mayî anîbûn; dest û tilî û guh û bêvil û pêçî û serçong û enîşk û rovîk û parsû û movik bûn; kizirîbûn, reş bûn, qumiyayî bûn. Anîn xistin gorran, sax û kuştî, mirî û şînî dîsa û jinûve mirin. Piştî vegerê min vîdyoyên otopsiyê dîtin li ser YouTubeê. Du sal û nîv şûn de min helbesta “Bihêle Ez Neçim” temam kir. 6. Du “rojnameger” li wir bûn, di seyareya xwe de rûniştî, gazî zarokan dikirin û digotin em ê ji we re burs û miaş derêxin, we bişînin filan derê. Min zarokan hişyar kirin ku neçin bi aliyê wan de. Yekê ji wan got, ez jî Kurd im, ji Meletiyê me, min fahm kir çi dibêjî, tu bextreşî li me dikî. Navê xwe Adem Demir bû. Yê din Tirk bû û xwe zirtikand. Navê xwe Osman Sağırlı bû. Ji ber atmosfera giran min dengê xwe nekir, lê vana li ser Ekşi Sözlükê ez hedef nîşandam. Dû re van kesan tevî Kurtuluş Tayiz nûçeya komkujiya Robozikê wek “îstixbarata şaş” belav kirin, du roj li dû hev. Yanê “nûçe”ya li ciyekî amadekirî serwîsê wan kiribûn, lê ji ber şaşiyeka organîzasyonê di du rojên li dû hev de heman agahiyan di rojnameyên Türkiye û Tarafê de belav kirin. 2 û 3yê Sibatê, 2010. Min çend twît nivîsîn, lê eyb e eyb; me ew raya giştî ya li ser xwe û serdestên xwe difikire tune.

Çend carên din jî çûm Roboskê. Li ser wan zarokan, hespên wan û daşik û kurriyên hesp û kerên wan û hêstirên wan hûr bûm. Li baxçeyên terikandî, li bin gûzên xewar, li ber çiravên bêtebat mam, bi sibehê re bi dengê sirûdên faşîzan ên qereqolên li dorê hesiyam. Wisa bifikire ku wek hemû deverên Kurdistanê li ser rê zalgehek, raserî zalgeyê burceka leşkerî, li ser bûrcê qereqolek, dor qereqolê deverên şewitandî û mayinkirî, li ser qereqolê qaleqolek, li ser qaleqolê antênên digîjin asmîn û li asmîn jî dron û balafir û elîqoptêr hene. Berê xwe bide jêra rêyê bendav heye, kevirên sînorî hene, dîwarê di navbera sînorên di navbera du Kurdistanan de derbas dibin hene, têlên rîsandî, sloganên bi zimanê serdestan, ala, simbol û hesin. Ev atmosfera han bi deng jî tije dikin ku ne qultek av heye tu vexwî, ne çengek hewa heye tu bikêşî nava xwe, ne bêdengiyek heye tu dengê hundirê xwe bibihîsî.

Şînî me, bêxew im, lê wek kêreka kalanî hişyar im. Nikarim zimanê xwe nerm û şêrîn bikim, her car xwe tûjtir dikim da serdest maqûliyekê di min de nebînin. Westiyayî me, kesî min nema, li derveyê cîhanê me. Zehmet e, min jiyanek namîne. Lê mecbûr im helbesta Roboskiyê çêtir bibêjim; mecbûr im têkevim nav şegreşîvanan, jinan, siwaran, hespan, zarokan, qantiran, kurriyan, keran, kuçikan, daran, keviran, çeman… Yanî ji sibê heya duhî “çûyîn çûyîna Gêjo ye!”

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin