'Bahoz': Hişyarbûna Siyasî di Navenda Kolonyal de
Ramazan Kaya

bahoz1 Bahoz', fîlma Kazim Öz a 2007’an, berhemeke bingehîn e ku çîroka tevgera siyasî ya Kurdî di nav ciwanên zanîngehan ên dehsala 1990'î de vedibêje û bi nêrîneke dij-kolonyelîzmê li ser siyaseta nasnameyê û geşbûna hişmendiya siyasî radiweste. Fîlm, pêvajoya şiyarbûna siyasî ya Cemal dike mehwer, ya ku bi hatina wî ya Stenbolê ji bo xwendina zanîngehê dest pê dike. Ev pêvajo ne tenê çîroka hişyarbûneke takekesî ye, di heman demê de wek alegoriyeke avakirina nasnameyeke kolektîf û tevgera berxwedanê jî dikare bê xwendin. Veguherîna Cemal, tevliheviya derbasbûna ji psîkolojiya bindestiyê ber bi xweseriya siyasî ve dide xuyakirin. Zimanê sînematografîk ê Kazim Öz, qalibên vegotina kevneşopî dişkîne û estetîkeke nû ya sînemaya siyasî diafirîne. Derhêner, rastbîniya belgeselî û vegotina helbestî li hev tîne û di vê rêyê de, bi ser dikeve ku bilindbûna tevgera siyasî ya Kurdan a salên 90'î hem ji hundur ve hem jî ji mesafeyeke rexneyî ve vedikole.

'Bahoz', çîroka xortekî Kurd ê bi navê Cemal vedibêje ku di destpêka salên nodî de ji bo xwendina zanîngehê tê Stenbolê. Fîlm, pêvajoya hişyarbûna wî ya siyasî û radîkalbûna wî dide ber çavan. Fîlm bi hatina Cemal a ji gund û bajarê xwe ber bi Stenbolê ve dest pê dike. Cemal, ku pêşî dûrî siyasetê bû, li zanîngehê bi tevgera xwendekarên welatparêz ên Kurd re dibe nas. Di vê pêvajoyê de bi taybetî karakterê Zeynel di hişyarbûna wî ya siyasî de roleke sereke dilîze. Cemal, hêdî hêdî ber bi nav tevgerê ve tê kişandin. Beşdarî çalakiyên xwendekaran dibe, tevlî komên xwendinê dibe û dest bi keşfkirina nasnameya xwe ya siyasî dike. Di vê pêvajoyê de di heman demê de bi zimanê xwe yê zikmakî û nasnameya xwe ya çandî re têkiliyeke nû ava dike. Di nav tevgerê de rastî Rojda yê tê û di navbera wan de peywendiyeke hestiyarî pêş dikeve. Lê ev têkilî, ji ber aloziyên têkoşîna siyasî û rewşa zextê, dikeve nav tevliheviyeke kûr.

Di tevahiya fîlmê de, geşbûna tevgera xwendekaran û zordariya li hember wan bi hev re dimeşin. Tundiya polîsan, binçavkirin, îşkence û girtinên berfireh dibin beşek ji jiyana rojane ya tevgerê. Aloziyên bi çepgirên Tirk re, nîqaşên di nav tevgerê de û cudahiyên stratejîk jî bintemayên girîng ên fîlmê pêk tînin. Nîqaşên li ser sînorên têkoşîna legal û derbasbûna têkoşîna çekdarî hêdî hêdî xurttir dibin. Fîlm, di nav atmosfera tundiya dewletê ya zêdebûyî û rewşa zextê de, bi radîkalbûna Cemal a gav bi gav û di dawiyê de biryara wî ya çûna çiyê re bidawî dibe. Ev dawî, dide xuyakirin ku êdî hemû deriyên têkoşîna siyasî ya legal hatine girtin û xeleqa şidetê mirov ber bi vê encamê ve dibe.

Bi kurtasî, 'Bahoz', çîroka hişyarbûna siyasî ya kesekî (Cemal) vedibêje û ji ser vê çîrokê, serihildana tevgera xwendekarên Kurd a destpêka salên nodî, dînamîkên wê yên hundirîn û zextên ku ew pê re rû bi rû maye, bi awayekî pirralî tîne ziman. Ev fîlm, mînakeke girîng a sînemaya siyasî ye.

Siyaseta Ziman û Nasnameyê

Meseleya ziman di fîlm de cihekî bingehîn digire. Pevçûna di navbera Tirkî û Kurdî de, wek diyardeya herî aşkere ya siyaseta nasnameyî tê ravekirin. Veguherîna peywendiya Cemal bi zimanê dayikê re, wek parçeyeke girîng a rêwîtiya wî ya ber bi hişyarbûna siyasî ve tê hûnandin. Di fîlma 'Bahoz' de, meseleya ziman wek pirsgirêkeke pirqat tê xebitandin ku di navenda nasnameya siyasî û çandî de cih digire.

Di fîlmê de, ew sahneya ku Helîn şeqamekê li Cemal dixe, gaveke watedar e. Di vê kêliyê de, hem bêgengiya Cemal a ji çand û zimanê wî, hem jî cezakirina vê yekê ji aliyê jinekê ve tê dîtin. Şeqama Helînê ne tenê bertekeke şexsî ye; ev şeqam, rexneyeke giştî ye ku xwe-înkarkirina ji ber serdestiya mêtingehkar û windabûna çandî radixe ber çavan. Ev bûyer di rêya şiyarbûna siyasî ya Cemal de gaveke sereke ye. Ev şeqam dibe kilîta rûbirûbûna wî ya bi nasnameya xwe re û ji nav tarîtiya xwe-înkarkirinê û windabûna çandî derdixe. Ev kêlî, ji bo Cemal dibe destpêka jiyaneke nû. Parastin û bikarînana şideta mecbûrî ya PKK ji bo rizgarkirina 'Kurdê kole' ji koletiyê, bi rêya vê dîmena fîlmê tê ragihandin.

Fîlm nîşan dide ku ziman ne tenê amrazeke ragihandinê ye, di heman demê de qada têkoşîneke hebûnî ye jî. Têkiliya Cemal a bi ziman re, travmaya ku serdestiya zimanî ya pergala kolonyal afirandiye, nîşan dide. Karakterê ku di destpêkê de Tirkî bi awayekî 'serkeftî' bi kar tîne, bi pêvajoya hişmendiya siyasî re, dest bi avakirina têkiliyeke nû û cuda bi zimanê xwe yê zikmakî re dike. Ev pêvajo, şîroveyên Fanon ên li ser têkiliya di navbera ziman û nasnameyê de tîne bîra mirov. Bikaranîna zimanê kolonyelîst, ji aliyekî ve derfeta tevgera civakî dide, ji aliyê din ve bîyanîbûneke kûr bi xwe re tîne. Di fîlm de, hawirdora zanîngehê wek mekaneke ku hegemonyaya zimanî tê de bi awayekî herî berbiçav tê hîskirin tê pêşkêşkirin. Zimanê akademîk, wek hilgirê îdeolojiya fermî kar dike. Têkoşîna xwendekarên Kurd a ji bo bikaranîna zimanê xwe di vê hawirdorê de, ne tenê daxwazeke mafê zimanî ye, di heman demê de wek awayekî berxwedana hebûnî tê nîşandan.

Di pêvajoya rêxistinbûna siyasî de pirsa ziman hîn zêdetir dibe mijara navendî. Destpêkirina axaftina bi Kurdî di navbera xwendekaran de, wek pratîkeke hişmendî û berxwedana kolektîf tê pêşkêşkirin. Lê ev pêvajo ne bêpirsgirêk e. Hesta sûcdariyê ya ku ji 'baş nizanîna' Kurdî çêdibe, kûrahiya wêrankirina zimanê mêtingeriyê nîşan dide. Awayê nêzîkbûna Öz a li ser pirsa ziman di fîlm de, bi têgeha 'tundiya zimanî' ya teoriya post-kolonyal a hemdem re hevaheng e. Tepisandina zimanê dayikê û ferzkirin a zimanê fermî, ne tenê wek tundiyeke zimanî, di heman demê de wek şêweyeke tundiya psîkolojîk û siyasî jî tê pêşkêşkirin. Fîlm vê tundiyê hem di asta takekesî hem jî di ya kolektîf de dike xuya. Rewşa duzimanî jî di fîlm de wek mijareke tevlihev tê xebitandin. Derbasbûnên karakteran ên di navbera Tirkî û Kurdî de, xuyakirinên siyaseta nasnameyê di jiyana rojane de nîşan dide. Ev derbasbûn carina wek hilbijartineke stratejîk, carina wek neçarî, carina jî wek awayê berxwedanê derdikeve pêşberî me. Rola ziman di têkoşîna siyasî de jî tê destnîşankirin. Stranên Kurdî, dirûşme û helbest, wek hilgirên bîra kolektîf û çanda berxwedanê kar dikin. Ev berhemên çandî, li hember hegemonya zimanê serdest qadeke alternatîf a derbirînê diafirîne.

Têkoşîna Zayendî di Nav Refên Rizgariya Neteweyî de

Perspektîfa zayendiya civakî jî yek ji aliyên girîng ên fîlm e. Pozisyona karakterên jin di nav tevgerê de, hem bi rolên civakî yên kevneşopî hem jî bi pêdiviyên têkoşîna siyasî re di nav nakokiyê de tê nîşandan. Ev nakokî, dijwariyên perspektîfa femînîst di nav tevgerên rizgariya neteweyî de dide xuyakirin. Perspektîfa zayendiya civakî di fîlma 'Bahoz' de, zemîneke girîng a analîzê pêşkêş dike ku rexneya femînîst a tevgerên rizgariya neteweyî radixe ber çavan. Fîlm, dema ku pozisyona karakterên jin di nav têkoşîna siyasî de bi awayekî pirqat dinirxîne, hem rûbirûbûna wan a bi saziyên patriyarkal ên kevneşopî re, hem jî têkçûna wan a bi nakokiyên hundirîn ên tevgerê re nîşan dide.

Gava ku Che Guevara di nav refên şervanên gerîlayên xwe de têkiliyên zayendî qedexe kirin û yan jî ew bi bendên qayideyên dijwar girêdan, ev yek bû mînakeke berbiçav a vê helwesta hişk ku paşê di gelek tevgerên şoreşgerî de wek kevneşopiyekê hate dubarekirin. Her wiha di rêxistina Rêya Ronahiyê (Aydınlık Yol) ya li Perûyê de, bêyî destûra rêberê rêxistinê, danîna têkiliyên zayendî hatibû qedexekirin. Di gelek rêxistinên çepgir ên Rojhilata Navîn de jî, 'têkiliyên di navbera hevalan/hevrêyan de' bi qayideyên tund û giran hatibûn sînordarkirin. Mîna ku di gelek hêz û rêxistinên çepgir ên kevneşopî de dihate dîtin, di tevgera kurdî de jî bi navê 'dîsîplîna şoreşgerî', rêzikên exlaqî yên giran û tund hatin afirandin û li ser civakê hatin ferzkirin. Bi taybetî di wan rêxistinên ku li ser rêya şerê çekdarî dimeşiyan de, bi tirseke kûr ji wê yekê ku dê têkiliyên zayendî bikaribin tevlihevî û nakokiyan di nav refên xebatê de biafirînin û dîsîplîna rêxistinê têk bibin, gelek asteng û sînordarî li pêşiya peywendiyên kesane hatin danîn. Bi navê parastin û bilindkirina nirxên gel, nirxên herî kevneperest û zayendperest ên civakê ji nû ve hat vejandin û xemilandin. Di nav tevgera kurdî de, bi belavkirina çanda hevaltiyê ya aseksuel ku pêwendiyên zayendî tê de cih nagirin, her cure têkiliyên hestî û zayendî hatin qedexekirin. Her cure peywendiyên evînî û têkiliyên zayendî, bi moreke reş wek reftareke burjuvaziya biçûk a lumpentiyê hatin şermezarkirin.

Di dîrokê de, rêxistinên çepgir di nav xwe de, bi piranî, pergalên disîplînê yên tund û exlaqî yên muhafazakar ava kirine. Lê belê, milîtan û rêveberên di nav van rêxistinan de hertim rêbazên cûrbecûr ên veşartî ji bo derbirîna hestên xwe û têkilîyên seksualîteyê peyda kirine. Tevî hemû zextên exlaqî yên rêxistinê, di nav kadroyên tevgerê de helbet bi dizî evîn û têkiliyên zayendî dihatin jiyandin. Di xanî û cihên dûrî çavan de hevdîtin pêk dihatin. Hebûna van têkiliyan piraniya caran dihat redkirin, carinan jî wek têkiliyên bi rêkûpêk dihat parastin. Nîqaşên li ser 'mirovê nû' û 'exlaqê şoreşgerî', dikarîbûn ji bo rewakirin û meşrûkirina awayên alternatîf ên têkiliyan bihata bikaranîn. Di salên 1970'yan de, bi saya rexneyên femînîst, jinên têkoşer dest bi pirsyarkirina van nêrînên kevneperest yên di nav rêxistinên çepgir de kirin. Bi dirûşma şoreşgerî ya 'Ya kesane siyasî ye', wan bi dengekî bilind daxuyaniya vê ramanê kir ku divê siyaseta şoreşgerî ne tenê li meydanên giştî, lê di nav dîwarên jiyana taybet de jî xwe bide der û pratîkên rojane yên mirovî di nav xwe de bihewîne.

Bi taybetî di kesayetiya Rojda yê de, em têkoşîna dualî ya jinan dibînin. Ew, ji aliyekî ve hewl dide ku wek kesayeteke çalak di nav têkoşîna azadiya neteweyî de cih bigire, ji aliyê din ve neçar dimîne ku hem di nav malbatê de hem jî di nav tevgerê de bi pergalên patriyarkal re têbikoşe. Ev yek, bi têgeha ”mêtingeriya ducarî” ya teoriya femînîst a post-kolonyal re hevahengiyê nîşan dide. Di pêvajoya rêxistinbûna siyasî de, zehmetiyên taybet ên ku jin dijîn bi awayekî narinî tên ravekirin. Astengiyên wek zexta malbatan, normên civakî û helwestên zayendperest ên ku carinan ji rêhevalên mêr derdikevin holê, xwezaya tevlihev a têkoşîna jinên ji bo subjebûna siyasî nîşan didin. Fîlm di vê nuqteyê de, bi perspektîfeke rexneyî nêzîkatiyên tevgerên rizgariya neteweyî yên ku zayendiya civakî nabînin jî dinirxîne. Guherîna laşê jinê bo warê têkoşîna siyasî jî yek ji naveroka sereke ya fîlm e. Di çarçoveyeke berfireh de ku ji cil û bergan heta rêbazên tevgerê, ji awayên hebûnê di qada giştî de heta jiyana şexsî, şêweyên pirqat ên zordariyê li ser laşê jinê tên diyarkirin. Ev yek, hevgirtina zordariya dewletê û çewsandina civakî dide xuyakirin.

Fîlm, potansiyela veguherîner a piştgiriya jinan di têkoşîna siyasî de jî dide xuyakirin. Torên piştgiriyê yên ku di navbera karakterên jin de pêş dikevin, hem wek beşeke girîng a hişmendiya siyasî hem jî wek stratejiyên berxwedana kolektîf tên pêşkêşkirin. Ev piştgirî, wek hêzeke ku pergala mêrserdest a tevgerê dipirse û dixwaze biguherîne, kar dike. Guherîna têkiliyên jin û mêr di nav tevgerê de jî bi awayekî balkêş tê xebitandin. Pirsiyarkirina rolên zayendî yên kevneşopî, ceribandina şêweyên nû yên têkiliyan û aloziyên ku ev tişt diafirînin, aliyê kesane yê têkoşîna siyasî nîşan didin. Ev pêvajoya veguherînê, hem bi aliyên pêşverû hem jî yên nakokî ve tê nirxandin. Perspektîfa femînîst a Öz, bi zanebûn dûrî çîrokeke ku jin tê de tenê rolên 'alîkar' an jî ‘piştgir’ dilîzin, disekine. Berevajî vê, karakterên jin wek faîlên çalak tên pêşkêşkirin ku subjebûna xwe ya siyasî ava dikin, stratejî pêş dixin û rê didin têkoşînê. Ev nêzîkatî, perspektîfa mêr-navendî ya di vegotinên klasîk ên rizgariya neteweyî de dişkîne.

Yek ji serketinên herî berbiçav ên fîlm, eşkerekirina têkilhevbûna berxwedana femînîst û têkoşîna serxwebûnê ye. Ji tecrubeyên karakterên jin tê famkirin ku ev her du berxwedan ji hev nayên cudakirin. 'Bahoz', gava ku li ser nerîna cinsiyeta civakî disekine, ji siyaseteke temsîlî ya basît wêdetir diçe. Fîlm, dema ku cihê jinan di têkoşîna polîtîk de û dijwariyên ku dijîn bi hemû tevliheviya wan radixe ber çavan, hem rexneyeke ji hundir ve li tevgerê digire, hem jî hêza guherîner a xebata jinxwazî destnîşan dike.

Têkiliyên kesane di fîlm de, ne tenê wek qada hilbijartinên şexsî, di heman demê de wek meydana refleksiyona aloziyên siyasî û civakî jî kar dikin. Nêzîkbûnên hestî di navbera karakteran de, bi dînamîkên kolektîf ên tevgerê û normên kevneşopî re di nav danûstandineke berdewam de ne. Nakokiya di navbera aktîvîzma siyasî û jiyana kesane de, bi taybetî di ezmûna karakterên jin de xwe diyar dike. Karakterên ku di navbera normên tevgerê yên derheqê têkiliyên jin û mêr û zextên civakî yên kevneşopî de asê mane, hewl didin ku di navbera daxwaza azadiyê û berpirsiyariya kolektîf de hevsengiyekê ava bikin.

Siyaseta Mekan û Metropola Kolonyal

Heqîqeta metropola Stenbolê, hemû nakokiyên navenda kolonyal di nava xwe de dihewîne. Bajar, ji aliyekî wek cihê modernbûnê, jiyana 'şaristanî' û îmkanan tê ravekirin, ji aliyê din ve wek warê bîyanîbûna çandî, asîmîlekirin û newekheviyên çînî rol digire. Peywendiya Cemal û hevalên wî ya bi bajêr re, tengezariya ku têkiliya navend-hawîrdora kolonyal pêk tîne, dide xuyakirin. Di nav avahiya aloz a bajêr de, hem pêvajoya wendabûnê hem jî wergirtina hişyariyeke nû ya siyasî têkilhev dibin. Kampusa zanîngehê, yek ji alegoriyên mekanî yên herî balkêş ên fîlm pêk tîne. Kampus ji aliyekî ve wek mekanê zanînê, ronahîbûnê û rizgarbûnê tê dîtin, ji aliyê din ve wek qadeke ku îdeolojiya dewletê û mekanîzmayên dîsîplînê lê dixebitin derdikeve pêşberî me. Ev duwateyîtî, şîroveyên Foucault ên derbarê têkiliya desthilat û zanînê de tîne hişê mirov. Şiyarbûna siyasî ya xwendekaran di vê mekanê dijber de çêdibe.

Yurt û malên xwendekaran, di dilê navenda kolonyal de wek warên berxwedanê rol digirin. Ev mekan, hem dibin qadên ku nasnameya çandî lê tê parastin hem jî dibin warên ku çandeke siyasî ya alternatîf lê pêş dikeve. Tecrûbeya jiyana kolektîf dibe laboratuwara xeyaleke civakî ya nû. Di fîlm de bikaranîna mekanên bajêr, mîkrofîzîka têkiliyên desthilatdariyê nîşan dide. Kolan, meydan û qadên kampusê wek warên muzakere û pevçûnên berdewam tên pêşkêşkirin. Wateya siyasî ya mekan, bi rêya xwepêşandanên siyasî, mudaxeleyên polîsan û pratîkên berxwedana rojane ve berdewam ji nû ve tê hilberîn. Dijberiya di navbera Kurdistanê û metropolê de, ne wek nakokiyeke sade, lê wek toreke kompleks a têkiliyên hêz û desthilatê tê ravekirin. Têkildariya xwendekarên Kurd bi metropolê re, hem pêvajoya xerîbketinê hem jî bidestxistina kesayetiyeke nû ya siyasî di hundirê xwe de dihewîne. Ev pêvajo, bi têgeha 'mekanê sêyemîn' a teoriya post-kolonyal ve dikare bê ravekirin.

Hiyerarşiyên mekanî, wek nîşaneyên berbiçav ên cudahiyên çînî û etnîkî tên pêşkêşkirin. Derbasbûnên di navbera taxên cuda yên bajêr de, kêliyên ku newekheviyên civakî û hiyerarşiyên çandî tê de xuya dibin in. Ev hiyerarşî, têkiliyên pirralî yên desthilatê yên di hundirê navenda kolonyal de nîşan didin. Fîlm, mekan ne tenê wek qadeke fîzîkî, di heman demê de wek hilgirê bîr û nasnameyê jî dinirxîne. Têkiliya hestî û siyasî ya ku karakter bi mekan re datînin, beşeke girîng a bîra kolektîf û çanda berxwedanê pêk tîne. Siyaseta mekanî ya 'Bahoz'ê, analîzeke xurt pêşkêş dike ku xwezaya tevlihev a rewşa anti-kolonyal di asta mîkro de dide xuyakirin. Fîlm, dema ku mekan hem wek qada ku desthilat lê dixebite hem jî wek warê ku berxwedan lê tê organîzekirin nîşan dide, diyardeyên têkiliyên navend-hamirdora kolonyal ên di jiyana rojane de bi hostayî vedibêje. Ev nêrîn, fîlm dike yek ji nimûneyên girîng ên sînemaya dijî-kolonyal a modern.

Diyalektîka Tundiyê û Radîkalbûnê

Di fîlm de, tundiya polîsan wek amrazeke sîstematîk û sazîbûyî ya çewsandinê tê pêşkêşkirin. Bi taybetî mudaxeleyên li dijî çalakiyên xwendekaran ên li kampusê, ne tenê wek 'tedbîrên ewlehiyê' yên sade, lê belê wek mekanîzmayeke cezakirina kolektîf û tirsandinê kar dike. Di vê fîlmê de jî “torosên spî” û dezgehên îşkenceyê, dîsa di rêya armancên reş ên dewletê de dixebitin. Salên nodî, serdemeke şerê qirêj bû ku tundiya dewletê gihîştibû lutkeyê; koçberiya bi zorê, kuştinên faîl meçhûl û windakirinên bi darê zorê li her derê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê belav bûbûn. Torosa Spî, ku yek ji amûrên girîng ên şer e ku xwe bi hafizeya hevpar a Kurdistanê ve digire, ne bi tenê ji aliyê kesên ku bûbûn şahidên şer ve, lê herwiha di qadên wek sînema, edebiyat, şano û hunera rojane de jî gelek caran hat bikaranîn û bû semboleke salên nodî. Torosa Spî ku bi şerê gemar ê ku ji aliyê saziyên veşartî yên wek JÎTEMê ve dihat birêvebirin re hat naskirin, bû semboleke şênber a zordariya dewletê ya salên nodî. Gotara Adnan Çelîk a bi navê “Savaş ve Bellek: Doksanların Zorla Kaybetme Fenomeni Olarak Beyaz Toros” (Şer û Bîr: Torosa Spî wek Diyardeya Windakirinên bi Darê Zorê yên Salên Nodan) referanseke girîng e li ser mijara cihgirtina Torosa Spî ya wek sembolekê di wêje, sînema û hunera nûjen a kurdî de.

Ev tundî, ne tenê fizîkî ye, di heman demê de zirareke psîkolojîk û hebûnî jî diafirîne. Di pêvajoya şiyarbûna siyasî ya Cemal de, zordariya polîsan dibe nuqteya veguherînê. Karakterê ku di destpêkê de têra xwe dûrî siyasetê bû, li hember tundiya sîstematîk a ku rastî tê û şahidiyê lê dike, guherîneke radîkal dijî. Ev veguherîn, bi analîzên Fanon ên li ser pêvajoya hişmendiyê ya ku tundiya kolonyal diafirîne re hevahengiyê nîşan dide. Ezmûnên travmatîk ên ku tundî diafirîne, beşdarî avakirina hişmendiya berxwedanê ya kolektîf dibe. Fîlm nîşan dide ka çawa tundiya polîsan subjebûnên nû yên siyasî diafirîne û rêbazên têkoşînê radîkal dike. Her diyarbûna tundiya dewletê, bi awayekî paradoksî, wek katalîzoreke ku tevgerê xurtir dike dixebite.

Biryara Cemal a berê xwe dana çiyê, wek encameke rasterast a vê gera tundiyê tê pêşkêşkirin. Qedîna derfetên têkoşîna siyasî ya legal, zext û tundiya sîstematîk, wek faktorên bingehîn ên ku karakterê ber bi têkoşîna çekdarî ve dibin tên xebitandin. Ev pêvajo, mînakeke balkêş a ka çawa tundiya kolonyal, tundiya-dijber diafirîne pêşkêş dike. Di fîlma 'Bahoz' de, rewşa parçebûn û bêewlehiyê ya ku tundiya dewletê diafirîne, dînamîkên hundirîn ên tevgerê bi kûrahî bandor dike. Zexta berdewam a polîsan û tundî, di nav tevgerê de atmosfereke paranoya û bêbaweriyê pêk tîne. Di nav xwendekaran de gumana 'sîxuriyê' serî hildide. Ev rewşa gumanê, dibe sedema jihevdeketineke navxweyî ku têkoşîna hevpar lawaz dike. Fîlm dide xuyakirin ku zordariya dewletê ne tenê di warê bedenî de, di heman demê de di warê psîkolojîk û tevna civakî de jî wêrankariyê diafirîne.

Jiyana di bin gefên berdewam ên tundiyê de, li ser xwendekaran şopên kûr ên derûnî dihêle. Ev ezmûna travmatîk, hin kesan ji têkoşînê dûr dixe, hinan jî ber bi pozisyonên radîkaltir ve dişîne. Rewşa tundiyê, di nav tevgerê de li ser stratejiyên cuda yên têkoşînê jî dibe sedema parçebûnê. Hin xwendekar berevaniya domandina têkoşîna legal dikin, hin jî ber bi rêbazên radîkaltir ve dehf dide. Di encamê de, 'Bahoz' xebitandina tundiya dewleta kolonyal di asta mîkro de û bandorên pirralî yên ku ew diafirîne bi awayekî xurt analîz dike. Fîlm, bandorên takekesî û kolektîf ên ku ev mekanîzmaya tundiyê ya pirralî diafirîne, bi awayekî bandorker radixe ber çavan.

Têkoşîna Îdeolojîk a Bêdawî bi Çepgirên Tirkan re

Di fîlm de peywendiya di navbera çepgirên Tirk û tevgera Kurdî de, şîroveya teoriya dijî-kolonyal a li ser dijberiyên di navbera çepa netewa desthilatdar û tevgera rizgariyê ya gelê bindest de şênber dike. Ev forma têkiliyê, xwedî xisleteke hem dîrokî hem jî avahî ye. Kêmasiya teorîk a di helwesta çepa Tirk a li hember meseleya Kurdî de, wek encama nerîna ku her tiştî bi çînayetiyê ve girê dide derdikeve holê. Ev nêrîna ku meseleya neteweyî wek dijberiyeke duyemîn a di bin xebata çînî de dibîne, nikare xisleta taybet a rewşa mêtingeriyê fam bike. Fîlm vê koriya teorîk di sahneyên nîqaşan ên li kampusê û di aloziyên dema çalakiyan de bi hostayî dide xuyandin. Cudahiya di warê pratîkên rêxistinbûnê de jî balê dikişîne. Çepa Tirk meyla nirxandina daxwaza rêxistinbûna xweser a tevgera Kurdî wek 'parçekerî' nîşan dide. Ev helwest, meylên şovenîst û xwesteka bineşuurî ya serdestiyê ya di nav çepa netewa serwer de derdixe holê. Di fîlm de ev rewş, bi taybetî di têkoşînên serokatiyê yên di çalakiyên hevpar de û di nîqaşên dirûşmeyan de xwe dide der.

Sembolan û xala temsîlkirina siyasî, di nav gelemşeyên herî dijwar de cihekî cida digire. Di bin perde û rûpoşa gotara xwedêgiravî gerdûnî ya çepa Tirk de, nêrîneke teng û yekparêz xwe vedişêre. Ji ber vê nêrîna 'teng', ev çep ji derketina holê û xuyabûna nasname û remzên çanda Kurdî dikişîne. Eynî bi vî rengî, ev nêrîn bi gotina ku 'ev yek dê têkoşîna me ya hevbeş lawaz bike' her derfetên derbirîna nasname û remzên Kurdî wek xeterek dibîne û pêşî lê digire. Di encamê de, ev hewldana tunekirina aliyên çandî yên têkoşînê, bi xwe dibe sedem ku têkoşîna li dijî bindestiyê lawaz bikeve.

Di pratîkên rojane yên tevgerê de teşeyên têkiliyên hiyerarşîk ên ku derdikevin holê jî balkêş in. Çepa Tirk, bi helwesteke ku xwe dike 'birayê mezin', her dixwaze rê nîşanî Kurdan bide û ji wan re bibe 'mamosteyê têkoşînê'. Ev meyla wan a 'biratiya mezin', di rastiyê de nîşana herî berbiçav a têkiliyên kolonyal e ku di nav tevgera çep bi xwe de jî xwe berdewam dike. Fîlm vê nexweşiya kevnar, bi taybetî di dema nîqaşan û di gavên biryarwergirtinê de, bi hostayî radixe ber çavan. Di van dîmenan de em dibînin ka çawa çepa Tirk, bi awayekî 'xwezayî' xwe wek 'rêberê têkoşînê' dibîne û bi vê helwestê, heman pergala kolonyal a ku ew rexne dikin, di nav xwe de didomîne. Ezmûnên taybet û beşdariyên teorîk ên tevgera Kurdî tên paşguhkirin. Ev rewş, nîşaneya têkiliyên kolonyal e ku di qada hilberîna zanînê û hegemonyaya teorîk de xwe dide der.

Nakokiyên di nav karê piştgiriyê de jî bala mirov dikişînin. Çepa Tirk, di piştgiriya xwe ya bi tevgera Kurdî re, bi piranî di nav sînorên ku ew bi xwe datîne û li gor berjewendiyên xwe yên siyasî tevdigere. Ev cureya piştgiriya bijartî û bimerc, wek encama têkiliyên hêzê yên ne wekhev derdikeve pêşiya me. Di vê çarçoveyê de fîlm, bi awayekî xurt analîz dike ka çawa têkiliyên kolonyal di nav tevgera çep a netewa serdest de tên dubarekirin û nakokiyên ku ev rewş diafirîne. Ev analîz, perspektîfeke ku bi têgehên 'kolonyalîzma hundirîn' û 'çepgiriya şovenîst' ên teoriya post-kolonyal re hevaheng e, pêşkêş dike.

Çanda Netewî û Henek

Di fîlma 'Bahoz' de henek û kenîn, wek stratejiyeke berxwedana kolektîf û amrazeke hevgirtinê li dijî serdestiya kolonyal derdikeve pêşberî me. Zimanê henekî yê ku xwendekar di nav xwe de pêş dixin, di heman demê de teşeyeke alternatîf a ragihandin û hevgirtinê diafirîne. Qerf û henek û referansên mizahî yên hevpar, dibin alîkar ku tevger di nav xwe de binçandeke taybet biafirîne. Ev zimanê mizahî, li hember zimanê fermî û cidî yê pergala kolonyal, dikare wek berxwedaneke karnavalî bê xwendin. Mizah di heman demê de di veguhestina bîra kolektîf de jî wek amrazeke girîng kar dike. Ezmûnên borî, çîrokên têkoşînê û bîranînên berxwedanê bi zimanekî henekî tên veguhestin û bi vî awayî hem bîr zindî tê ragirtin hem jî çanda tevgerê ji beşdarbûyên nû re tê ragihandin.

Jiyan, ev mewdaya ku em jê re dibêjin emir, li hinekan bilûrên şahiyê ye, li hinekan jî awazên reş ên şînê ne. Bahoz, bi rengê xwe yê bê hempa, vê rastiyê careke din bi qîrîna asîmanê dûr ve digihîne guhdêriyên me. Di ferîbota ku bi ser pêlên bêdeng ên jiyanê diçe, em rastî nexşeya mirinê û vegera ebedî ya evînê tên. Em xwe di nav dengê serê fîncanekê de dibînin, çîroka şoreşger û birayên me dibînin, û di her gav û sahneyeke fîlmê de, em rûpelên mirovahiyê vediqelêşin û sorgulê şewatê yê hebûnê temaşe dikin. Em rihê dostaniyê dipirsin, bi sebreke bêdawî li nîşanên hevaltiyê, simêlên xiyanetê, vîna têkoşînê û dilên evîndarên li benda mizgîniyên roja piştî tariya şevê digerin.

Fîlm, bi rexneya xwe ya li pergala kolonyalîst, bi têkoşîna xwe ya ji bo ziman û nasnameya kurdî û bi estetîka xwe ya alternatîf, di nav sînemaya dijî kolonyal de cihekî taybet digire. Her wiha, fîlm bi nîşandana pêvajoya hişyarbûna civakî û têkoşîna li dijî kolonyalîzmê, di warê dîrokî de jî belgeyeke girîng e. Cemal, wek kesayeta sereke ya fîlmê, di heman demê de temsîlkarê nifşekî ye jî. Ev nifş, ku di nav pergala kolonyalîst de mezin bûye, bi hişyarbûna xwe ya siyasî re dest bi têkoşînê dike. Öz, bi riya Cemal, pêvajoya hişyarbûna civakî û berxwedana li dijî pergala kolonyalîst bi awayekî bandorker nîşan dide. Bahoz, yek ji berhemên herî serketî ye ku ji aliyê sînemaya siyasî ve li ser vî erdî hatiye afirandin.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin