Li gor qehremanekî Stendhal, “roman neynikek e ku li ser rê tê gerandin”.[1] Mehmet Dicle bi qewlê Stendhal neynikek daniye ser Asûsê, mal bi mal, kolan bi kolan tiştên di neynikê de xuya dikin, ravayî me dide. Feqet li jir berfirehî behs dikim ku, neynika edîban çiqas tiştan ravayî mirovan bide, ewqas jî vedişêre.
Romana Berfa Sor[2] romaneke realîst e. Feqet realîzm carinan têra çîrokan û karakteran nake, loma yekcaran magic realism dikeve dewreyê, yekcaran jî nivîskar bi şêweyên cuda yên vegotinê sînorê realîzmê fireh dike. Realîzma vê romanê bi îdealîzmê ve girêdayî nîne, bi heyata rojane ya kolonîzekirî û bi bêqehremaniyê ve girêdayî ye. Loma ne herikbar e, ne jî hilberîner e. Feqet tam jî ji ber van sedeman orjînal e û bibandor e.
Asûs
Li gor hostayê mezin Fanon, kolonyalîzm bajaran-mekanan dike du parçe.[3] Di parçeyekê de rêvebir û alîgirên desthilatdariya kolonyal dijîn, di parçeya din de miletên bindest dijîn. Asûs vê tespîta Fanon tesdîq dike.
Girîngiya vê romanê ewe ku bi sehneyên sade, bi fragmanên hêsan, bi teswîrên bêmubalexe behsa jiyaneke kolonîzekirî dike. Antî-kolonyalîzm bixwe jî teoriyeke besît e. Rojekê hêzeke biyanî hatiye û dest daniye ser mal û milkan, bi tehekumeke hov xwe efendî îlan kiriye, heyata rojane ji nû ve organîze kiriye û bi şideteke kolonyal herkes kiriye binê kontrola xwe. Kolonîzasyon di hoparloran de, di daran de, di trenan de, di panzeran de, di alên dikanen de xwe nîşanî me dide. Di warê afîşekirina şideta kolonyalîzmê de roman serkeftî ye. Kolonîzekirina atmosferê, dagirkeriya li ser nifûs û mekanan bi estetîkeke sade û bêmubalexe hatiye resimkirin.
Ji dîrok û serboriyên kolonyalîzmê em dizanin ku kolonyalîzm ne tenê eskerekî çekdar e. Belê kolonyalîzm bi eslê xwe şidet e, zor e, feqet qet nebe bi qasî sîlehê jî hegemonya ye. Nizanim çima di temsîlên romanê de afîşekirina hegemonyayê kêm e.
Li aliyê din gava em bizivirin ser karakterên romanê çend pirsgirekên sereke dixuyên. Di serî de dikarim bêjim karakterên romanê tam nekemilîne û piçekî zeîf dixuyên. Dibe ku sedem atmosfera giran ya Asûsê be, yan jî dibe ku ji rûyê karakterên neqehreman de be jî karakter sist dixuyên. Leheng girêdayî nivîskar hereket dikin, diyalog kêm in û nivîskar karakteran dide axaftin, dîsa loma karakter romanê domîne nakin, nivîskar çîroka romanê û karakteran domîne dike.
Weke mînak em li Aram binêrin. Aram karakterê romanê yê esil e, kalekî heftê salî ye, li ber darê mirinê ye. Aram bixwe li gor pênasekirina romanê“bavfileh” e. Tirk bo van kesan dibêjin “kılıç artığı”. Helbet giraniya şideta sembolîk ya her du peyvan ne yek be jî, di herduyan de jî kêm zêde şideteke sembolîk heye. Tirkên nijadperest di temsîla “kılıç artığı”yê de kêmasî û qebehetên xwe dibînin û dibêjin me çima û çawa ev li paş xwe hiştine. Kurd jî ji bo Ermenên nava xwe dibêjin bavfileh. Û helbet di peyva bavfileh de wateyeke arafê heye, yanî ne ji me ye, ne ji wan e, araf e, anomalî ye. Feqet ev jî heye ku Kurd “dêfileh”an ji xwe dibînin, lê bavfilehan ji xwe nabînin.
Aram bi eslê xwe fileh e, feqet di romanê de Kurd e. Êdi dawiya romanê, di sehneyekê de em dibînin ku eskerên bêjik[4] diavêjin ser malbata Kevonê Kirîv, pitika wan digrin û malbata Kevon dibin dikujin.[5] Bi vî awayî em dibînin ku Aram bermahiyê jenosîdê ye. Feqet kîjan malbatê, çawa û li ku Aram xwedî kirine, kengî û çima bûye Kurd em nizanin. Nivîskar jî, Aram bixwe jî vê guhertinê yanî asîmîlasyonê ji xwe re nake derd. Herçiqas di dîroka Ermen û Kurdan de entegrasyonên bi vî rengî pêşiya komkujiyê normal be jî piştî komkujiyê ne normal e, amûreke jenosîdê ye. Li aliyê din bi taybet jî van salên dawiyê li ba Kurdan bavfilehtî ne heqaret e, feqet peyveke ji pûnika nijadperestiyê ye û sicîleke nebaş dihundirîne. Di krîzên civakî de, di rituelên olî de û di wextên teng de sicîla bavfilehiyê eyan dibe û weke sûc tê rojeva Kurdan.
Edebiyat û Felaket
Gelek balkêş e ku di romanê de bavfilehtî ne xema Kurdan e, herkes vî tiştî normal dibîne. Tenê polîsên qereqolê bavfilehtiyê dikin mijar û pirsgirek.[6] Halbûkî hîsa asîmîlebûnê dijwar e, xwe di kirasê tenêtî û biyanîbûnê de dide der. Sancûyê asîmîlasyonê di romanê de yekcar xuya nake. Nizam çima? Arendt carekê di hevpeyvîneke xwe de gotibû kîjan nasnameya te were înkarkirin, tu bersiva xwe bi xwedîderketina wî nasnameyê de didî. Polîsên Asûsê her gav behsa Ermenîtiya Aram dikin, vê nasnameyê weke qebehet û sûc bikar tînin, lê yekcar Aram vê nasnameyê nagire ser xwe. Ne dike xem ne jî xwedî li vê nasnameya xwe der dikeve. Heta ji ber ku Aram nimêjê nake, carekê jina wî di navciyan de jê dipirse “tu neçûyî ser dînê bav û kalên xwe, ne wisa?”[7], bersiv dîsa bêdengîye. Gelo çima Aram xwedî li nasnameya xwe dernakeve? Hele kî bêdengiya Aram di wan rojên xort û keçên Asûsê ji bo nasnameya xwe canê xwe didin de be, zêdetir bêmane ye. Baş e, em dikarin vê valahiyê li gor teoriya edebiyat û felaketê çawa pênase bikin?
Di civaka Kurdan de hîn jî Ermenîtî problem e. Bi taybet jî ji sala 1870an û vir ve, Kurdan, cîranên xwe yên Ermenî problem didîtin. Di romanê de jî îşaretên bi vî rengî sist bin jî hene. Weke mînak hevoka “kûçikê tûle, hespê kule, mêrikê file, pê nebe ewle”.[8] Ev gotin, gotina pêşiyan e û ya ez dizanim cara yekem di rojnameya Jînê ya sala 1918an, hejmara 7an de, di quncikê gotinên pêşiyan de hatiye nivisîn. Û li gor vê hejmarê orjînala vê gotinê wiha ye: “hespê kule, mêrê file, seyê tûle, jê ra mebe ewle”.[9] Nivîskar bi vê gotina pêşiyan dixwaze di metnê de çi bike gelo? Ne diyar e. Feqet dîsa jî wilo xuya dike ku nivîskar di van mijaran de xwedî-derd e û aciz e.[10] Ji ber ku di çend çîrokên xwe de jî behsa zilma komkujiyê dike.[11] Her çiqas nivîskar ji rexneya civakî piçekî dûr sekinîbe û tenê di warê giraniya derûniya Aram de silavek dabe vê gotina bêyom û derbas bûbe jî ev efekt watedar e. Dîsa jî ya balkêş ewe ku di sehneyekê de karakterekî Kurd, di Asûsê de digere û kesekî ewle nabîne, tenê Aram ewle dibîne û sirrên xwe yên muhîm ji wî re dibêje.[12] Halbûkî hîn jî di civaka Kurdan de bavfileh ne ewle ne, sembolên gumanan e.[13]
Herwiha nivîskar rasterast dernexistibe kadrajê jî Aram xwediyê travmayan e.[14] Ji ber ku ew bixwe bermahiyê şideta herî xedar e. Rastî jî em bi xebatên Nichanian, Primo Levi, Jean Amery dizanin ku travmaya jenosîdan li ser heyata însanan bandoreke gelek mezin dike, pirê caran însên dibe nîvmirov û miriyê rêveçûyî. Aram jî wilo ye, nakene, henekan nake, şa nabe, cihê heyat lê be, xwe lê nagire.
Gelo Travma Dikare Biaxive?
Gelo travma di edebiyatê de dikare biaxive? Nivîskar dikare (bermahiyên) jenosîdê vebêje? Li gor Nichanian ne mumkin e ku wêjekarek bikare felaketê vebêje. Ji ber ku ev felaketa mezin li ber xwe dide, di hundirê hevokan de ne mumkine cih bigire. Ger nivîskar bi temsîlan an bi sehneyan felakatê vebêje, ev jî dibe parçeyeke şidetê. Li gor dîtina min Nichanian bala me dikişîne ser tişteke gelek muhîm. Şahidî taybet jî şahidiya komkujiyan dibêje Nichanian, li gor formata mehkemeyan tê bikaranîn. Şahid gava mecbûr bimîne bersiva înkarperestan bide, bivê nevê şahid dibe parçeyeke gotina înkarê.[15] Temenê Aram ne musaîd e ji bo şahidiya jenosîdê, feqet ew bi awayekî temsîla jenosîdê dike. Jixwe polîsên Asûsê jî ji vê temsîlê re diaxivin. Feqet li gor Nichanian temsîl problem e, qaşikên birînan radike. Edebiyat ancax dikare şîna felaketê û bêdengiya felaketê binivîse.
Di metnê de travmayên Aram xwe bi xewê, bi bîranînan, bi fragmanên weke halusînasyonan dide der. Rastî jî travma, îdraka însên diguherîne, heqîqetê ditewîne heta carinan betal dike. Feqet li gor Freud travma di heyata rojane de carinan weke semptomên nevrotîk, carinan weke xewn, carinan weke halusînasyonan xwe dide der. Carinan jî bi arezûyeke qedexe dizivire heyata rojane.[16] Arezûyeke qedexe Kurdistan e gelo? Çima travmayên bavfilehekî di Kurdistaneke azad de xwe bide der. Çi eleqe? Herwiha li jor jî me behs kiribû, rastî jî realîzma romanê têra çîroka romanê û travmayên Aram nake. Aram, travmayên xwe bi derehişiya xwe, bi xewn û monologên xwe derdixe pêşberî me. Loma nivîskar ji bo kêmasiya realîzma romanê ya wê dest biavêta magic realismê, yan jî wê sînorên realîzma romanê bi şêweyên cuda fireh bikira. Nivîskar bi şêweyên vebêjiyê, bi isûlên derûnnasiyê realîzma romanê fireh kiriye. Feqet ev sentetîzm xwendina romanê carinan giran dike, çîrok badanaj dike.
Li aliyê din Aram du caran bindest e, xwediyê cot travmayan e. Ya yekem li hemberî dewletê weke Kurd sûcdar e, ji ber ku qîza wî Binevş çûye serê çiyê. Ya duyem jî sicîla wî ya Ermenîbûnê polîs her tim tîne bîra wî. Gelo ferqa mirovekî du caran bindest û bindestekî normal tuneye? Heye helbet, feqet nizanim çima li gor metnê ev her du bindestî wekhev e. Bi vî awayî roman ji me re dibêje ku di welatê mêtingeh de her kes li hemberî zilmê wekhev e. Mumkin e gelo? Di romanê de tehekkuma mêran naxuyê, jin bi destên mêran nayên kuştin, kesên birçî li ber çavan nakevin, zilma navxweyî winda ye. Dîsa weke mînak di du sehneyan de mirtibên Asûsê[17] derdikevin pêşberî me, lê bi zimanekî pejoratîf dikeve rojeva Asûsiyan. Nizanim çima Asûsî heta nivîskar bixwe jî li hemberî vê piçûkxistina mirtiban bê deng e? Welhasil di romanê de zilma mezin, zilma nava malê dadiqurtîne.Wekheviyeke negatîf weke mijek tarî li serê Asûsê girtîye.
Herwiha di Asûsê de carinan hinek kesên Kurd ji hêla gerîlayan ve tên kuştin, bi dîregan ve tên daliqandin û pereyan dixin devê wan. Helbet maneya van rîtuel û sembolan diyar e. Kesên bi desthilatdariya kolonyal ve hevkariyê dikin, hatine cezakirin. Feqet ev kuştinên han bê darizandin û bê mehkeme ne, loma ji aliyekî ve parçeyeke zilma navxweyî sembolîze dike. Dest avêtina vê mijarê helbet cesaret e. Rast e, nivîskar di van sehneyan de krîzeke civakî dibîne, feqet vê krîzê kûr nake. Halbûkî mirin an kuştin ne tiştekî hêsan in, ger huner jî ji kuştinê re çavê xwe bigire dê çawa bibe? Herçiqas ji van sehneyan bêhna nerazîbûnê were jî, gelên Asûsê piçek aciz be jî ne îsyanker in.[18] Roman jî dest neavêje van problemên navxweyî wê kê dest biavêjê? Weke mînak, romana Zakes Mda[19] di vê mijarê de estetîkeke bibandor li darxistiye ku em wê di romanê de dibînin ku carna zilma bindestan deşt û çiyayan tije dike û divê bi sehneyên sert were rexnekirin.
Enflasyona Navan
Ji hêla karakteran ve di romanê de tiştekî din bala me xwendevanan dikişîne. Di metnê de navê gelek zêde însanan derbas dibe.[20] Gelo çima navê ewqas însanan derbas dibe û metin bûye muzeya navê însanan? Ji aliyekî ve ev tişt watedar e helbet. Ji ber ku di welatê mêtingeh de wateya nav û însanan tune, nav tenê îstatîstîk û nifûs e. Nivîskar bi me baş dide zanîn ku li welatê metingeh qîmeta însanan nîne, însan ji bo desthilatdariya kolonyal pez in û ji wan re şivan lazim e. Yanî nivîskar bi temsîla “navdayîn lê ne qîmetdayîna insanan” bi me baş dide zanîn ku kolonyalîzma bê biyo-polîtîkayê ne mimkun e.
Tevî vêya jî nivîskar bi îhlalkirina qanûna paşnavan nav diyar kirine; ev jî nirxek ji antî-kolonyalîzmê ye û muhîm e. Ji ber ku redkirina paşnavan, redkirina otorîteya kolonyal bixwe ye. Feqet di vir de tiştekî din ê veşartî heye. Ya rastî siyaseta antî-kolonyal jî pirê caran navan an însanan weke kîtle dibîne, weke depoya reyan dibîne. Helbet ev objekirin e, kitlekirin e û divê were rexnekirin. Adorno carekê îtiraz li peyva kîtleyê (masse) kiribû û gotibû ji rûyê kîtleyê de însan tektîp, bêhişmendî û pasîf dixuyê û loma jî însanên berxwedêr dike amûrê siyasetên otorîter û elîtîst.[21] Weke tê zanîn ku di van salên dawiyê de siyaseta Kurdan jî, siyaseteke bi vî rengî dimeşîne. Pirê caran Kurdan weke kîtleyên mitîngan, weke depoyên reyan, weke hejmarên îstatîstîk dibîne. Niyeta vê metnê ev tişt nebe jî, enflasyona navan bivê nevê objekirin e û ji bo dekorên sehneyan weke figuran hatine bikaranîn.
Ev enflasyona navan ya romanê tabloya Eugene Lapoujade ya bi navê “Les Foules-qelebalix”[22] tîne bîra mirovan. Ya rastî di vê tabloya meşhûr de jî em dibînin ku gelek kes dixuyên, sîluetên şexsan dibiriqin, feqet bê îfade ne; her çiqas şexsiyet hebe jî, ne kirde ne û şikestî ne. Helbet dîmena tabloya Lapoujade û romana Dicle bişibin hev jî, sedem cuda ne. Lapoujade dixwaze tesîra bajarîbûn, endustrî û biyanîbuna civakî ravayî me bide. Dicle jî dixwaze encamên mêtingehiyê bide pêşberî me.
Mitabeqeta Estetîkê
Bi ya min problema Berfa Sor ya herî eyan terza nivîskar e. Dikarim rasterast bêjim ku têkiliya nivîskar û ya karakteran, têkiliya nivîskar û ya metnê bi hiyerarşiyeke sert hatiye honandin. Karakter jixwe ne qehremanên domînant in, heta ne qehremanin ne jî dikarin li hemberî nivîskar serî rakin. Karakterên hemû romanê li pêş nivîskar weke pelên payîzê ne, nivîskar gava bayê radike karakter bi hewayê dikeve diçe, gava bayê dide sekinandin karakter diçilmisin. Ya balkêş ewe ku nivîskar bi yek zimanekî, karakteran dide axaftin. Çi jin, çi mêr, zimanê nivîskar dibe zimanê hemû karakteran. Carekê Bahtin ev terz weke “zimanê unîter”[23] pênase kiribû. Metn jixwe unîter e, ziman jî unîter e.
Feqet tiştekî din heye. Gelo çima nivîskarên bindest ewqas ji xweda-nivîskariyê hezdikin? Çima naxwazin karakterên wan azad bin, qet nebe otonom bin? Bi ya min bi giştî çend sedem hene. Ya yekem ji karakterên xwe ne bawer in. Karakterên romanên Kurdî mixabin pirê caran ne xwediyê kesayetiyên serbixwe ne. Ya duyem karakteran wek kirde nabînin, wek amûr dibînin, bi saya amûrên bêîrade nivîskar dixwaze doza xwe bidomîne. Ya sêyem nivîskar naxwaze otorîteya metnê bi karakteran re parve bike. Weke Xweda naxwaze kes bibe şirîkê wî. Ya çarem nivîskar romanê weke sin’et nabîne, romanê weke amûreke micadeleya gelê xwe dibîne.
Li aliyê din ez bixwe ji romanên bêqehreman hez dikim. Ya rastî dinyayeke bêqehreman çêtir e. Feqet şêwe û sêwirandina romanên antî-kolonyal bi giştî bi karakterên qehreman tên lidarxistin, qehreman çîrokê û xwendevanan domîne dike. Feqet gava li cihekî qehreman hebe, hiyerarşî jî heye. Loma romanên antî-kolonyal her çiqas doza wekheviyê bike jî bi îhlalkirina sînorên wekheviyê xwe birêve dibe. Di vê romanê de qehreman tuneye, loma di nava karakteran de hiyerarşî qels e, ev serkeftinek e. Feqet hiyerarşiyeke sert xwe li cihekî din nîşanî me dide: hiyerarşiya nivîskar û karakteran. Nivîskar otorîter e. Otorîteriya nivîskar ne tenê li ser karakteran, li ser me xwendevanan jî bi bandor e. Nivîskar mamoste ye, xwendevan û karakteran jî wek şagirtê xwe dihesibîne.[24] Ev terz zêdetir di honandina sehneyan de, di teqdîmkirina bûyeran de xwe nîşanî me dide. Baş e, nivîskar bi vê terzê dixwaze çi bike gelo? Wer xuyaye ku nivîskar dixwaze di navbera xwe û karakterên xwe û xwendevanên xwe de mitabeqetekê saz bike. Bi gotina Kant, nivîskar dixwaze mitabeqeteke estetîkê[25] (sensus communis) înşa bike. Bi ya min ewqas otorîterî zêde ye. Ranciere bi rûpelên dûr û dirêj behsa fîlozof û tîranan, behsa sosyolog û qralan dike.[26] Di van analîzan de mirov dibîne ku otorîteya zanînê pirê caran estetîka zanînê û sin’etê xirab dike.
Qehremanên Bêqehreman
Ya balkêş ewe ku roman bixwe li ser rêya modernîzmê ye, feqet karakter û atmosfer pirê caran pre-modern in. Lê dîsa jî sedemên vê pre-moderntiyê çi ye em nizanin. Ya rastî Marx di Grundrisse[27] de bi dirêjahî behsa sedem û encamên pre-modernbûnê kiribû. Pre-modernbûyîna Asûsê bi rewşa civakî û aborî re têkildar e yan bi kolonyalîteyê ve têkildar e, ne diyar e.
Taybetmendiya vê romanê ewe ku karakterên romanê ne xwende ne, ne jî taybetmendiyên wan ên sereke hene. Hemû karakter ji rêzê ne, hişmendiyeke wan a modern tune. Bi ya min ev tişt têra xwe muhîm û watedar e. Ya em dizanin romanên polîtîk, romanên bindest, romanên îdeolojîk heta romanên dîrokî bi karakterên hişmendiya modern tên tesewirkirin. Bêyî hişmendiya modern texeyulkirina van romanan pir zor e. Karakterên van romanan zanyar in, aqilmend in, efsane ne, xwediyê zanîneke modern in, ji mektebên meşhûr mezûn bûne. Bi tevî meziyetên xwe xelasker in, dixwazin sinif an gelê xwe ji bindestiyê xelas bikin, carinan doza pêxemberiyê dikin û felan. Heta antî-qehremanên romanan jî xwediyê doz û aurayê ne, xwediyê hişmendiyeke bilind in.
Li aliyê din karakterên ji rêzê ji bo nivîskar rîsk e, lewra ji rêzêbûn îhtimale ku berhemê jî weset bike. Feqet ev rîsk bi ya min romanê weset nake, bereks romanê qîmetdartir dike. Helbet ev tercîh di warê teoriyên bindestiyê de jî watedar e. Weke em dizanin Marksîzm xwe ji karakterên pre-modern dûr digire. Ji ber ku ji hişmendiya modern dûr in, loma ne proleterin, ancax namzetên proleteryayê temsîl dikin. Marks bi zimanekî sert behsa proleteryaya lumpen û gundiyan dikir.[28] Feqet kesên weke Hobscbawm, Wolf, E.Weber li ser van kesan xebatên baldar kirine. Li gor wan herçiqas ev kesên han ne xwende bin, hişmendiya wan şoreşger nebe jî encamên bertekên wan şoreşker in.
Gava li gor vê perspektifê em li romanê binêrin ne Aram, ne Şerbet, ne Hesen, ne jî tu kesekî din xwediyê hişmendiyeke modern in. Ne mekteb xwendine, ne jî perwerdehî dîtine. Jixwe karakterên romanê li gor teoriyê hereket nakin, li gor tecrubeyên xwe û li gor tecrubeyên dê û bavê xwe hereket dikin. Loma esas mesele ne teorî ye, praksîs e. Bêhna qehremanan tenê ji Binevşê tê, lewra ji bo doza xwe çûye nava partiyê. Binevş bi xwe jî ne ji zanîngehê, ji atolyeyê çûye serê çiyê. Bo teoriyê ya herî muhîm ewe ku karakterên romana Berfa Sor jî îspat dike ku ger xwendineke modern, perwerdehiyeke modern tunebe jî, mirovên welathez dikarin li ber xwe bidin. Feqet ev berxwedan ne hilberîner e, spî û reş e.
Encam
Berfa Sor romaneke ramanê nîne, metneke praksîsê ye. Roman ne li dû derûniya însanan e, li dû afîşekirina şert û mercên bindestiyê ye. Ya ecêb ewe ku kes bi hêrs nîne, kes xwediyê îdealekê nîne. Nivîskar rîtuelên îtaetê gelek baş nîşan daye. Feqet ji dîroka kolonyalizmê em dizanin ku cihê îtaet lê be, hêrs li ber serî ye. Jixwe ji xebatên li ser taşra û gundîtiyê em dizanin ku ev kesên han di temsîla şexsiyetan de, di temsîla hin îmgeyan de hêrsa xwe nîşan didin. Loma bi ya min di vir de problemeke esasî heye. Qet nebe ev metn divê bi qewlê Kafka, “xêzên revê” yên cime’eta Asûsê jî nîşanî me bidaya. Ji ber vê yekê Berfa Sor, ne romaneke şoreşger e, romaneke îsyanker e. Feqet bi şêweyên hêremî îsyanker e.
Li ser çîrokên Çehov, Ranciere gotibû, wezîfeya nivîskar ewe ku mesafeya di navbera me û azadiyê de îfşa bike. Gava ev wezîfe anî cih jî divê nivîskar teslîmî mesafeyê nebe û me baştir di asoya mesafeyê de bi cih bike. Bi vî awayî ancax nivîskar dikare di nava şertê koletiyê de qeliştekekê veke.[29] Ya rastî Mehmet Dicle mesafeya di navbera me û azadiyê de baş îfşa dike, bi taybet jî sehneyên bindestiyê serkeftî diresmîne. Qebûl, tenê karakterên xwe ne, me xwendevanan jî di asoya mesafeyê de bi cih dike. Feqet nivîskar qeliştek-vekirinê taloq dike û li hêviya xwendevanan dihêle. Herwiha li gor sehneya dawîn qeliştek-vekirin zor e, barekî giran e, çimkî demsala biharê ji Asûsê re kuştina Binevşê[30] aniye, roman bi trajediya Antigonê[31]xelas dibe. Ger wiha be divê em ferqa mîtolojî û kolonîzasyonê bidin ber çavên xwe. Li welatên metingeh wateya temsîlên Antigonê ne tenê îxlalkirina mafê şînê dihundirîne, yanî ne tenê îxlalkirina qanûnan e. Di heman demê de arezûya destdayîna ser terman û destdayîna ser xakê û mîletekî jî temsîl dike.
Xulase derdê me afîşekirina şert û mercên koletî û xwesteka azadiyê ye. Loma bi taybet jî di edebiyatê de derdê me vebêjiya bindestiyê ye, estetîka dij-dagirkeriyê ye. Li gor Eagleton[32], wezîfeya rexneyê yek ewe ku rêya xitimandî ya di navbera metn û xwendevanan de veke. Bi taybet jî gava mijar were ser estetîka bindestiyê ev pîvan watedar e. Di romanê de ji ber zêde barîna berfa sor, çend rêyên xitimandîli ber çavan dikevin. Kesên serhedî zanin ku di berfa giran de carinan vekirina rê ne mumkin e, li ser kurşeyê rêwîtî jî fikrek e. Bila ev rexne jî weke rêwîtiyeke li ser kurşeyê Asûsê were dîtin.
[1] Stendhal, Kırmızı ve Siyah, weş, İletişim
[2] Mehmet Dicle, Berfa Sor, weş Zîz
[3] Frantz Fanon, Yeryüzünün Lanetlileri, weş. İletişim
[4] Eskerên (cendirmeyên) bêjik, ji milîsên dewletê re tên gotin. Ev milîs bi piranî Kurd bûn û ji dewletê re dixebitîn. Bo zêdetir agahî: Adnan Çelik-Namık Kemal Dinç, Yüzyıllık Ah, weş. Zan vakfı
[5] Dicle, r. 171
[6] Dicle, r. 44-45,47,97
[7] Dicle, r. 87
[8] Dicle, r. 88
[9] Bnr: Fırat Aydınkaya, Soykırım Dumanları Tüterken Jin Gazetesi, https://www.agos.com.tr/tr/haber/soykirim-dumanlari-tuterken-jin-gazetesi-1918-1919-12430
[10]Nivîskar fermana Ermenan bi sehneyek orijinal vegotiye. Dicle, r. 152
[11] Bnr, Mehmet Dicle, Nara, weş Avesta
[12] Dicle, r. 109
[13] Bnr di edebiyata Kurdan de li ser figurên Ermen xebatek. Adnan Çelik, 1915, Kürtler ve Edebiyat, Birikim-312
[14] Bo travma û edebiyatê nivîseke baş. Bnr: Leyla Polat, Leyla Polat, chrome-extension://efaidnbmnnnibpcajpcglclefindmkaj/https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/4339926
[15] Marc Nichanian, Edebiyat ve Felaket, weş. İletişim
[16] Sigmund Freud, Psikanalizme Giriş- Rüya,Yas ve Melankoli, weş. Cem
[17] Bnr: Dicle, r. 147, 159,
[18]Ji kuştina Filît bêhna neheqiyê te. Dicle,r.32-38, Aram bi kuştina Selîmê Postacî ne qayîl dixuyê. Lê sitemên jina Postacî ne xema Asûsiyan e. r.22, Aram dixwaze bo kuştina Filît tişteke bêje lê nabêje. r. 64. İtîraza herî net kaleke dike: em nabêjin neyarên xwe nekujin, lê qe nebe ji çend kesan bipirsin hêna. Hûn dikujin zî weke mêrên berê bikujin” r. 65.
[19] Zakes Mda, Adınla Başlar Hayat, weş. Ayrıntı
[20] Heta rûpela 135an, 66 navên cuda derbas dibe. Pirê ji wan tenê yek carek navên wan di hevokek de derbas dibe.
[21]T. Adorno- M. Horkheimer, Aydınlanmanın Diyalektiği, weş Kabalcı
[22]Bnr: Eugene Lapoujade, “Les Foules”.
[23] Mihail Bahtin, Karnavaldan Romana, r.45, weş Ayrıntı
[24] Bo têkilî û axaftina nivîskar û xwendevan nivîseke balkêş: Chinua Achebe, Romanûs wek Mamoste, https://blog.kovarazarema.com/romanus-wek-mamoste-1/
[25] Bnr. Sartre, Edebiyat Nedir, weş. Can
[26] Jacques Ranciere, Filozof ve Yoksulları, weş. Metis
[27] Karl Marx, Grundrisse, weş. İletişim
[28] Karl Marx, Louis Bonapart’in 18 Brumaire’i, Yordam Kitap
[29] Jacques Ranciere, Özgürlük Uzakta, r. 14, Livera
[30] Dicle, r. 179
[31] Sophokles, Antigone, İş bankası
[32] Terry Eagleton, Eleştirmenin Görevi, İletişim
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →