Armanca Perwerdeyê
Ayşegul Kizilkaya

Beriya heşt salan, çaxa ez li Colemergê dixebitîm, xwendekarekî min hebû ku gelek şûm û herimî bû. Em wekî mamosteyan, hemû jê bêzar bûbûn. Me çi dikir jî tevgerên wî, wekî xwendekarên dî nedibûn. Tevî ku ew qas şûm bû jî tu caran li hemberî mamosteyan bêrêzî nekiribû. Rojekê min jê re got:“ Kurê min em wekî dê û bavên we ne, hinekî bifikire heke zarokên te jî, te ew qasî eciz bikin tu yê çi bike?” Bersiva xwendekar gelek balkêş bû: “Mamoste heke zarokên min naxwezin bên dibistanê, ez naşînim.  Bila ew jî vê îşkenceyê nekêşin”.

Di van rojan de ew azmûn hat bîra min; ew kurik di waneyan de jîr nebe jî di nav hevalên xwe de yekî zîrek bû. Wî nedixwest bi saetan, bêdeng, bêtevger di heman ciyî de rûne. 

Ji ser vê anekdotê re em berê xwe bidin perwerdeyê. Koka têgîha Tirkî ya “Eğîtim”ê ji xwarkirinê û tewandinê tê. Yanî, wekî diyardeyekê, armanca perwerdeyê, desthilatina civak, zarokan û ciwanan e. Îqtîdar bi rê û rêgezên perwerdeyê ve dixwazî di her kêliyê de civakê çavderî û sax bike. Helbet îqtîdar ne bi tûndî û çewisandinê ve, bi demajoyê re serî  tewandinê hîn dike.    

Wekî Michel Foucault dibêje "Îqtîdar di saziyên perwerdeyê de wekî fermanderekî fermanan nade; di nava polê de, di pergala azmûnan de, bi ser têkiliyên xwendekar û mamosteyan re, her wext çavderiyekê bi kar tîne.” (1)

Bi rastî jî di polên biçûk de bi saetan, bi rojan, bi mehan, bi salan, tevgerên zar û ciwanan bi rêbertiyê mamosteyan ve têne sax kirin. 

Ew rastîya em behsê dikin, piştî belavbûna perwerdeya girseyî, di civakê de pêk hat. Beriya şoreşa pîşesaziyê, tenê zarokên arîstokrat û dewlemendan dihatin perwerde kirin. Piştî sedsala XIX'an dewletan wekî heqekî mirovatiyê û wekî xîzmetekê, dest bi dayina perwerdeyê kirin. Ji ber ku piştî qapîtalîzma pîşesaziyê, li fabriqeyan, hewcedariya karkerên xwendîzêde bûbû, ji ber vê yekê perwerde jî bi girseyî belav bû.

Helbet pergala qapîtalîzmê ku nûnerên wê, di wê serdemê de dewletên netewî bûn, armanca wê, ne ku ji bo takekesên dilxweş û aram peyde bibin, xîzmeta perwerdeyê dayîn bû. Berevajî ji bo pergaleke ewle û xurt, mirov perwerde kirin bû. Wan çawa avahiyên fabriqeyan ava kirin û wekî girtîgehan karker çavderî kirin, bi heman hizran dibistan jî ava kirin da ku ji bo dahatûyê karker, bi ruh û hiş amade bibin. Ji ber ku hemû saziyên dewletan bi heman hişberiyê hatine ava kirin. Armanca dewletan, mirov çavderî kirin û sax kirin e.

Michel Focuault vê rewşê wisa tîne ziman: “wekhevbûn û şibandina girtîgehan, nexweşxaneyan, leşkergehan û dibistanan tesaduf nîn e” (2)

Piştî sedsala XIX'an wekî doktrînekê hat empoze kirin ku dibistan, bi rêya perwerdeyê, wê mirovên dilxweş mezin bikin, ji ber vê yekê jî  ji bo siberojeke ewle, dewlemend û dilşa perwerde şert e. Heya sedsala XXI’an jî vê têgihiştînê  li Europayê bi bandor berdewam kir.

Heke pergala ku em di nav de ne binêrin, di sedsala XX’an de piştî komar ava bû wekî pergaleke aborî, qapîtalîzma derengmayî hate bicîkirin. Ew qapîtalîzm bi taybetî jî piştî salên 1950’an bi lezê pêş ket. Vê yekê li bajaran hewcedariya karkeran zêde kir û koçên girseyî dest pê kir. Beraliyê koçan li gundan bi hêla bajaran re bû. Di salên 1990 şûn de ew koç, veguhêriyan reng û awayekî dî. Bi hewcedariya karkeran û li gundan jî bi sedema bêkariyê koçên girseyî dest pê kirin.

Wê qapîtalîzma derengmayî, ew girseyên  koç kirin, karên herî zor û xirab de bi kar anîn. Zarên wan jî di dibistanan de perwerde kirin. Mirovên ji axa xwe veqetiyan, ji gundê xwe derketin mecbûr bûn entegreyî jiyana bajêr bibin. Di vê entegrasyonê de helbet di çavderî kirina ciwanan de perwerde amûra sereke ya çavderîkirina ciwanan bû.

Lê hêj şoreşa pîşesaziyê negehiştibû encame, çaxa agahzaniyê dest pê kir. Di vê çaxa zanyarî, agahî û teknolojiyê de êdî çerxa qapîtalîzma pîşesaziyê wekî berê wernagere. Pergala niha, mirovên tenê ku xwandin û nivîsandine dizanin an jî tenê di pîşeyekê de pîspor in têr nabîne

Lê perwerdeya 100 salên dawî, bingeha wê gorî qapîtalîzma derengmayî hatibû ava kirî. Mufredata perwerdeyê, li ser ezberkirinê ava bûbû. Di navenda pergalê de mamoste hebû; mamoste agahdarî dida,  xwendekaran jî bêyî îtîraz hîn dibûn. Ji ber ku di wê pergalê de erk mamoste bû. Niha jî hewl tê dayîn, bingeha perwerdeyê li ser şarezayî, kiryaran û rexnekirinê were avakirin. Lê bi perwerdeya berê, bi dehan zanîngeh hat vekirin, bi hezaran ciwanên bi dîploma lê bêkar hatin perwerde kirin. Helbet armanca vê kiryarê yekem jî bêkarbûna ciwanan paşve xistin bû.

Niha perwerdeya vê pergalê, hewcedariyên ciwanan nikariye bi cî bîne ku jixwe armanceke pergalê wisa jî nîn e. Berevajî, pergal gorî hewcedariyên xwe, ciwanan perwerde dike. Di vê pergala perwerdeyê de helbet hin guherandin pêk tên lê jixwe encam li holê ye, mirov nikare bêje tiştekî serkeftî heye.

Gorî pergala perwerdeya nû, di vê demajoyê de gerek kirde xwendekar be û xwendekar agahiyan bixwe ava bike. Ji vê mufredatê de, ne ezberkirina agahiyan, bi kûrahî famkirin, dahûrandin û rexnekirin li pêş e. Lê handîkap ev e ku takekes di jiyanê de gelek caran kirde nîn e. Ji ber vê yekê jî wekî xwendekar çiqas hewl dide jî di nava saziyên perwerdeyê de neşê bibe kirde. Ji ber ku di nava jiyanê de berpirsyariyê nahilgire. Lê malbat jî wekî qapîtalîzm li wan  dixwazî zarokan mezin dikin; bi taybetî dayik û bavên nifşa niha, di pergala kevn de hatine perwerde kirin çanda wan ya rexnekirin û îtîrazkirinê kêm e. Ji ber kû armanca perwerdeyê ya kevn, bi gelemperî mirovên vînşikestî û şikirdan avakirin bû. Tevî ku ew nifşa dê û bavan, bixwe wîsan îtaatkar in  jî dixwazin zarokên wan azadîxwaz, rexnegir, dahûrîner bin. Lê detaya ew dayik û bav nahilgirine ber çavan ev e ku, ew, di navbera nirxên kevn û taybetiyên nû de nikarinê ahengê darbixînin. Ji bo ku zarok û ciwan azad, jîr, dahurîner, şareza, rexnegir û piralî bibin, gerek di malbetê de huya xeridariyê, hazir dîtînê nebin. Ji bo gehîştina armancên xwe, huya ked dayîne  bibin. Di nava malê de berpisyariyên xwe bi cî bînin.

Di vê çaxa zanyarî û teknolojiyê de têkiliya xwendekar û agahdariyê serobin bûye; xwendekarê ku agahdarî li mamoste hildigirt, pergal niha jê re dibêje “tu yê agahiyê bixwe bi lekolîn hîn bibe, li ser pirsgirekan bifikire, çareser bike, mijaran dabihurînî û hwd.” Erê bi gotin ew perwerde xweş û baş e, lê di kiryarê de wisa naqewimî. Bi taybetî ji bo çînên bindest, çanda perwerdeyê ku li ser ava bûye bikêrhatî nîn e. Zêdetirî ji bo xwendekarên çîna serdest bikêr tê. Ji ber ku zarokên çîna serdest di dibistanên bi her derfetî avabûnê de perwerde dibin, ji bo siberojêwekî xwediyên pergalê tên amade kirin. Lê xwendekarên çîna bindest dibe ku îstîsnayên gelekî jîr tên hilbijartin û deriyê saziyên pergalê ji wan re vedibin hene jî, bi girseyî xwendekar tên çavderî kirin û sax kirin.

Di vî warî de Pîerre Boûrdîeû dibêjî “Dibistan çanda çîna desthilatdar wekî agahdariyên bêaligirî nişan dide, da ku zarokên çîna bindest bi vê yekê bawer bikin binkeftinê heq dikin.” (3)  Ew rewş wekî şideta sembolîk tê pênasekirin.

Ji hêlekê dî ve jî pergal hewl dide  xwendekaran bi teknolojiyê re entegre bike. Armanca di waneyan de hişa çêkirî, ji her polê texteyên kompîtirî, li ser înternetê sepanayên perwerdeyê bi kar anîn  helbet ji teknolojiyê re entegrebûn e.

Lê pergal di vê entegrasyonê de, bala zarok û ciwanan, bi rê û rêgezên agahzanî û teknolojiyê ve gorî berjiwendiyê xwe birêve dibe. Bala ciwanan, bi telefonan, bi tilî terişandine, bi videoyên zû derbasûyî ew qas belawela dibin ku ciwan nikarin li ser tiştekî bi hûr bisekinin. Helbet mirov dihizire wê çawa agahiyan ava bikin, çawa çareseriyan hilbirînin? Li hemberî vê rastiyê, rastiyek dî jî ev e ku, bi pênûsê nivîsandin li gorî bi kompîtirê nivîsandinê, bêtir hişê zarokan pêş dixe û wan jêhatî dike. Ji ber ku dest, çav, mêjî bi hev re tevgerandin hişê pitir geş dike.

Zarokên li kolanan di nava ax û heriyê de dilîstin bi pêşketina bajaran re, bi belavbûna jiyana bajarî re, pergalê, ew xistin odeyên piçûk û bi tena sere xwe hêlan. Qapîtalîzmê, berê tenê  di polan de ew çavderî dikir, di vî çaxî de, wan di malan de jî bi telefon û komputiran ve, bi rihetî sax dike. Hewcedariya pergalê wekî berê ew qas bi quweta karkeran, di gelek ciyan de bi pisporiyê jî nemaye. Bi kurtasî şûna hêza mirovan hêz û zanîna makineyan, hişa çêkirî girtiye. Pergal qasî hewcedariya xwe, ji xwe re peyde dike, mirovên ne hewce ne jî, ji bo tiştên hilberandine bifiroşe wekî muşteriyên bazarê bi kar tîne.

Tevî ku li dunyayê gelek deran di perwerdeyê de, teknolojî bi giranî tê bi kar anîn jî ciyek heye, di qada perwerdeyê de bi taybetî hewla li teknolojiyê dûr sekinîn heye. Erê em behsa Newala Silîkon dikin. Di warê teknolojiyê de Newala Silîkon wekî mezinên teknolojiyên li wir bicîbûne; E-Bay, Google, Apple, Yahoo  Hewlett-Packart. Xwediyên van şirketan ku ev çînên serdest in, ji bo perwerdeyê zarokên xwe, dibistanên ku teknolojî tu awayî bi kar naye anîn, tercîh dikin. Wekî xebatker û rêvebirekî ragihandina Google Alan Eagle ji daxûyaniya xwe de gotibû “ Fikra ku sepana App an jî îPadd wê ji zarokên min re xwendin an jî bîrkariyê hîn bike gelek pêken e.”(4)

Her wiha zarok û ciwan ji bo vê pergalê ji di vî çaxî de ji xeynî di bazarê de wekî muşterî bi kar anîne naye çi wate ye.

 

Çavkanî

(1) Discipline and Punish, Rûpel 200

 (2)Discipline and Punish, Rûpel 228

(3)Reproduction in Education, Society and Culture ya Pierre Bourdieu û Jean-Claude Passeron beşa “Cultural Capital and Pedagogic Communication” û “Exclusion and Selection” de  rûpelên 71–80 û 141–150

(4) New York Times

 

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin