Arezûya helbestê
Goran Haco di hevpeyvîneke xwe da dibêje: “Ez ne helbestvan im.” Lê gelo pîvana helbestvaniyê çi ye? An jî, kî îcazeta helbestvaniyê dide helbestvanan? Gelek kesên ji xwe ra dibêjin helbestvan jî hene, lê di nav gel da wekî helbestvan nayên zanîn û naskirin; heta hema bibêje xêncî derdoreke diyar tu kes wan nas nake. Lê hin kes hene di seranserî temenê xwe da çend helbest tenê nivîsîne, an jî bi tenê çend helbestên wan ronahî dîtine û di nav gel da wekî helbestvan tên nasîn.
Pîvana vê yekê, an jî dergeha îcazeta helbestvaniyê, pêwendiya helbestvan û xwendevan bi xwe ye. Heke wisa be gelo dê neheqî li hin helbestvanan neyê kirin? Bêguman pîvan ne xwendevan tenê ye û îcazeta helbestvaniyê jî ji destê xwendevanan nayê wergirtin. Beriya her tiştî ew bi arezûya helbestvan a helbestnivîsînê ra eleqedar e. Arezû wekî li cem Deleuze û Guattarî jî derbasdar e, çalakiya hilberînê bi xwe ye. Ango arezû ji ber kemasî û pêdiviyên mirov peyda nabe. Berovajî wê pêdiviyên mirov ji arezûyê peyda dibin. Û arezûya li cem wan rasterast ber bi derhişê mirov hereket dike, lê belê ew vê yekê tenê bi vî awayî dikare bike; divê li gorî peywenda xwe ya civakî û cureyên wateyên xwe tevbigere. Bi vî awayî jî hewl dide mekanekî civakî yê kolektîf ava bike. (Goodchild, 2005: 19) Her wiha ew berovajî wê feraseta Nîetzscheparêz, arezûyê neyînî û xerab nanirxînin, lê wekî ramana Nîetzsche ya li ser daxwaza hêzê, di arezûyê da jî domdariyekê peyda dikin. Li gorî wan arezû hêza rasteqîn û yekemîn e. Arezû li ba wan herk/bizaveke daîmî ye û li gorî hêmanên ciyawaz dikare bê hilberandin. Beden û arezû divê bên azadkirin û bi feraseteke şoreşgerane bên berzkirin. (Best & Kellner, 2011: 135-160) Huner jî wekî pêdiviyekê di navenda jiyana mirovan da ye. Huner rê û rêbazeke jiyanî ye, ew sîwana alternatîfên pêkan a jiyanê ye. Helbest jî wekî pêdiviyekê derdikeve holê. Çavkaniya wê arezûya jiyanê ye.
Arezû di esasê xwe da xalên jiyanî ne. Ango daxwaza domdar a jiyanê bi xwe ye. Jiyan bi awayekî bivê nevê dixwaze xwe bidomîne, dewlemend û berfireh bike. Ev yek jî bi rêya têkiliya di navbera arezûyan da çêdibe. Heta radeyekê jî ev kiryareke şoreşgerane ye. Li dijî sekin û rawestana jiyanê bi xwe ye. Di vir da tiştê esasî ev e, şoreş bi xwe jî mîna arezûyê li ser rewşeke domdar û guhertinê ava dibe. Şoreş bi her awayî li civakê kar dike û wê diguherîne, teşeyine nû dide civak û kesayetiyê.
Em vegerin ser pirsa xwe. Pîvan û îcazeta helbestvaniyê ya helbestvanan jî bi têkiliya arezûya helbestvan û arezûya xwendevan ve girêdayî ye. Helbest li ser daxwazekê hatiye nivîsîn û li ser daxwazekê tê xwendin. Ya ku helbestvan dike helbestvan jî ev daxwaz û arezûya dualî ye.
Estetîk ango têgihiştina bedewî/ciwaniyê nîqaşeke giring a felsefe û edebiyatê ye. Îmanuel Kant li dû şopa feylesofên qedîm hewl dide teşeyeke şênbertir bide estetîkê. Li cem Kant, estetîk gelek caran pîj bide jî xwe naspêre hizreke diyarkirî. Loma jî bi dîtina wî ciwanî wek objeyeke çêjwergirtinê bê çemk û hizir xwe nîşan dide. Ji ber vê jî hemû hewldanên ku ciwaniyê dikin amraza sûdeke siyasî, aborî û fêrkariyê red dike. Kant, objeyên estetîkî wek çêja bêtêkilî derdibire û wan wek mebestên bêarmanc li qelem dide. (Zima, 2015: 22-23 vghz: Ergun, 2017: 31) Li gorî wî “kêşeya estetîk” kêşeyeke wisa nîne ku bi “ecibandina takekesî”, “daraza ciwaniyê”, “hilberandina hunerê” û “wergirtina hunerî” ra eleqedar bibe. Berovajî wê, bêyî ku ber bi têgehên wekî “biker”, “heyber”, “ecibandin”, “ciwanî”, “daraz” û “huner”ê averê bibe, çawa ku ji fehmê ra vekirî be; bi awayekî metafîzîk, ontolojîk, fîzyolojîk û psîkolojîk bi Hebûna tiştên heyî ra eleqedar e. Estekîk li cem Kant şiyana wergirtin, nirxandin û darizandina Ciwaniya ku ji Hebûnê hatiye veqetandin dinimîne. (Hünler, 2007: 696)
Li cem Hegel Bedewiya Hunerê ji Bedewiya Xwezayê berztir e. Lewra li gorî wî Ciwaniya Hunerê ji tînê diwelide û ji nû ve diwelide. Hêma û nîgaşeke xerab a ku dikeve hişê mirov jî ji berhemeke ketober a xwezayî hêjatir e, lewra di nîgaşeke bi vî rengî da her tim tîn û azadî heye. (Hegel, 2011: 11) Li gorî estetîka Hegel îdeala hunerî “îdeyê di nav rastiya wê ya dîrokî da” û li gorî “kartêkeriya wê ya dîrokî” vedibêje. Li gorî Hegel erka berhema hunerî ew e ku divê “heqîqeta dîrokî” bi “şêweyeke ku her kes bikaribe jê fehm bike” veguhêze. Jixwe huner jî teşedana melzemeyeke heyî ye û ev kiryar jî ked û xebat e. Ango “ji aliyê estetîkê ve çalakiya teşedar e”. Lê belê li gorî Hegel di vê çalakiya teşedar a hunermend da “armanceke madî” an jî “armanceke feydeyî” tune ye, armanceke wiha ne pîvan e ji bo berhem û çalakiya afirandinê. (Kula, 2010: 4-5)
Estetîka Dekolonyal
Bi geşbûna xebatên rexneya postkolonyal ên di nîveka sedsala 20î da gelek war û biyavên nû hatin kifşkirin ku diviya karîgeriya kolonyalîzmê ya li ser wan bihata vekolînkirin û nirxandin. Nexasim di bîst salên dawî ên sedsala 20î da, li gel hikûmraniya Rojava/Ewropayê ya leşkerî, aborî, siyasî a li ser rojava, hikûmraniya wê ya li ser zanyarî û hunerê jî bû dabaşa rexneya postkolonyalîzmê. Li gel dekolonîzasyona welat, diviya li seranserî Welatên Cîhana Sêyem, dekolonîzekirina zanîn/zanist û hunerê jî pêk bihata. Lewra zanîn û zanist, huner û estetîk bi xwe jî ketibûn bin nîrê bergeheke Ewropanavendî. Globalîzma ku di bin navê “gerdûnîbûn”ê da dest daniye ser hemû afirandinên hunerî, ketiye nav hewldanên homojenîzekirina cîhanê. Li gorî ramyarên wekî Walter Mignolo û Rolando Vázquez, di eslê xwe da dekolonyalîzm berovajî feraseta dewletê navçandîtiyê derdibire. Lê li beramberî vê navçandîtiyê (interculturality), dewlet pirçandîtiyê (muticulturalism) esas digire. Lewra di di pirrçandîtiyê da siyaseta nasnameyî tê teşwîqkirin lê di navçandîtiyê da nasnameyên derneteweyî jî tên teşwîqkirin. Ango navçandîtî, nasnameyên ku di destpêkê da dihatin redkirin an jî naskirin, lê dû ra ji aliyê modernîte, postmodernîte û niha jî altermodernîteyê ve tên kerrkirin teşwîq dike.
Jixwe çend rehendên sereke yên lêrasthatina kolonyal hene; rehenda siyasî, rehenda civakî, rehenda çandî û rehenda epîstemolojîk. Helbet kitekit û hûrgiliyên pratîka kolonîkirinê zêde ne lê heke mirov polînkirineke giştî bike, mirov dikare navê van rehendên navborî wekî rehendên sereke yên kolonyalîzmê binirxîne. Di çarçoveyeke pirrrehendî ya bi vî rengî da, estetîka dekolonyal dêhn û bala xwe dide ser pratîka hunerî ya ku ketiye bin tehekûma Ewropayê. Ciwanî ango estetîka ku îro li cîhanê serwer e, rasterast bi ramyarî, feraset û têgihana Ewropayê ve girêdayî ye. Ev girêdan xwedî peywendeke bizorê ye helbet. Bi tevlêkirina nasname û zanavên derneteweyî, estetîka dekolonyal dixwaze vê perdeya Ewropanavendî ya li ser ciwanî û hunerê biçirrîne. Rewşenbîr û hunermendên ku xwedî li estetîka dekolonyal derdikevin hewl didin zanavên xwe û yên êdin, ên li quncên cîhanê ku tên tepeserkirin ji nû ve ava bikin.
Ya ku ew dixwazin yekser estetîka rizgariyê ye. Ev estetîka rizgariyê bala me dibe ser pirsên bi vî rengî: Ciwanî ji çi pêk tê? Em ciwaniyê çawa pênase dikin? Em wê çawa tecrûbe dikin, dibînin û şirove dikin? Li gorî Davîd Garneau ji aliyê polîtîk ve mirov nikare baweriya xwe bi ciwaniyê bîne. Berhemên hunera ciwan cîhanbîniyan îcra dikin, wan pêşkêş dikin û şênbertir dikin lê ew ravekirina van berheman ji nedîtinê ve tên. (Sezgin, 2019: 84) Garneau wiha lê zêde dike: “Heke em bixwazin di hunerê da amrazên dekolonyal ên karîger bisêwirînin divê em ji bilî cazîbeya hestyarî berê xwe bidin aliyên din jî. Ciwanî azmûna mirov a bêaheng diçewisîne. Disîplîna mikemelbûnê ya ciwan û fermî, ji bo tepeserkirina rastiyên nexweş û muxalîf tê bikaranîn. (Garneau, 2013, vghz: Sezgîn, 2019: 84)
Estetîka dekolonyal li hemberî ciwaniya ku li gorî hin qalibên diyar hatiye vesazkirin û li hemberî bergeheke Ewropanavendî hin teşebûsên helwest û nêzîkatiyên nû derdibire. Di bingeha estetîka dekolonyal da çemkên fenanî rizgariya Marsksîst/Sosyalîst, dekolonîzasyon, avakirina zanaveke neteweyî, teşwîqkirina çanda neteweyî, ji bo tifaqa bi şirîkên deverî ra û pêwendîdanîn û tevgerandina girseyan afirandina berhemên hunerî yên cihê heye. Estetîka dekolonyal ji rêgezên mîna pasîftî, xemnexurî, rihetî û kêfê dûr dikeve û xwe vediguherîne rastiya civakî û amûrên ragihandina rojane; bi vî awayî jî hewl dide hestên wekî zewq, şadûmanî, hêrs û xeyalşkên yên şopînerên xwe bermeqlûb bike. (Ramos, 2011, vghz: Sezgîn, 2019: 84-85)
Estetîka dekolonyal li gorî qaîde û bernameyên ku em dizanin berhemên hunerî nanirxîne. Ango berhemeke hunerî li gorî çemkên dualî yên notalî baş û xerab, hêja û nehêja, xweş û nexweş nanirxîne û şerha wan nake. Lê li şûna vê yekê, li gorî hunermendên dijkolonyal berhemeke hunerî ya hêja dikare bêyî ku eleqeyeke wê bi jiyana şopînerên wê ra hebe, pêwendiyê bi wan ra dayîne. Her wiha ew derdora hunerê, teknîka wê, zimanê wê, peyamên wê û armanca hunerê bi rengekî dîtir lêpirsîn dikin ku ji hesta şahiyê gelek wêdetir e. Ango ew di nav şahiyê da rehendeke siyasî cî bi cî dike û bi vî awayî şahî wateyeke ji revê cudatir bi dest dixe û destnîşan dike ka mêtingeriyê çawa teşe daye jiyana mirovan a rojane. Estetîka dekolonyal ji bo li rêbazên dekolonîzekirinê yên zîhnî bigere, di hunerê da vediguhere mekan/hawirekê. Li dijî rêzikên estetîkê yên pejirandî dibe modeleke dijraber. Her wiha zorê dide ser ferasetên Rojavayî yên wekî gerdûnîtî û kanonîkbûnê; yên ku sînorên helbest, muzîk, roman, fîlm û hunerên dîtir û hilberandinên çandî teng dike. Ew li dijî meylên biyanîxwaz, biyanîhez û biyanîperistiyê ye. (Ramos, 2011, vghz: Sezgîn, 2019: 85) Li welatên ku şerên azadiyê/rizgariyê dimeşînin û li gorî têgihiştina estetîka dekolonyal a ku li wan deran geş dibe hunermend jî wekî fîgûrên çandî derdikevin pêş.
“Qadên edebî û hunerî, ya “ciwan” û “kêrhatî” ji hev cuda dikin û xweseriya wan a ji qada hilberandina îdeolojîk derdibirin.” Nîqaşên wekî “huner ji bo hunerê” û “huner ji bo civakê” jî rol û mîsyona hunermend a di vê pêvajoya hilberandina hunerî da derdixin holê. Ser vê yekê rexnegirê fransî Giséle Sapiro dibêje ku: “Nivîskar, ji sedsala 19an vir ve, di navbeyna fîgura “hunermendê ku vekişiyaye birca xwe ya acî” (wek Flaubert) û fîgura “entelektuelê angaje” (mîna Zola yan jî Sartre) da diçe û tê.” (Sapiro, 2019: 53) Lê belê ew têkoşîna ku ji bo xweseriya edebiyatê dihat meşandin di dawiya salên 1920î û destpêka salên 1930î da veguherî stratejiyeke din a edebî. Diviya edebiyat bihata jiyandin. (Boym, 2010: 22) Di vê gotarê da jî fîgûra helbestvan/şair a ku di navbera “şairbûn” û “neşairbûnê” da diçe û tê derî li ber nîqaşeke din vedike.
Wekî tê zanîn, nexasim bi destpêka sedsala 20î ra, gotar û dîskursa edebiyata neteweyî dewsa şair û hilberandina şairane jî xist nav xumamiyekê. Edebiyat wekî awêneya civakî, ji bo xizmetguzariya neteweyê ye an ji ser rewşa polîtîk a neteweyî ra ye? Her wiha, şair dengê civaka xwe ye yan, ew dengekî xweser û azad e? Lê belê divê bê gotin ku “helbesta neteweyî li ser eqlekî modern ê realîst û li ser hestekî arastekirî yê romantîk tê avakirin. Hesta helbestê ji ber ku derbirîna egoya civakî ye, helbestvan di nav xem û azarên îro û serkeftin û serweriyên dahatûyê da araste dide civakê û bi palpiştiya şiyana cemawerî helbestê dike rêbaza gihîştina armancên neteweyî.” (Ergün, 2017: 43) Baş e heke rol û vatiniyeke helbestvan a wekî arastekirina civakê hebe, ew çax digel behre û şiyana takekesî rewşa civakî ya duh, îro û sibehê jî ji bo afirînerî û hilberandina edebî motîvasyonên sereke ne. Jixwe ji ber vê yekê ye ku helbestvan wekî dengê nêrîn û wijdana gel tê bîrbirin. (Boym, 2010: 22) Di vê gotarê da jî ez ê hewl bidim motîvasyonên Goran Haco yên di nivîsandina helbesta xwe ya bi navê Diyalogê da derpêş bikim.
Estetîka hunerî ya kurdî û Diyalog
Goran Haco ji xwe ra dibêje “ez xwe wekî helbestvan nabînim” û lê zêde dike: ‘navê helbestvaniyê navekî giran û mezin e.” Arezûya Goran Haco ya helbestnivîsînê û arezûya xwendevan/guhdar û têkiliya simbiyotîk a di navbeyna wan da Goran Haco dike helbestvanekî kurd. Helbestvanekî ku heta radeyekê xwedî feraseteke estetîka dekolonyal e. Ez ê cardin vegerim ser Goran Haco.
Dema mirov di peywendeke estetîka dekolonyal da li afrîneriya hunerî ya kurdan dinihêre mirov bi awayekî zelal dibîne ku afrîneriya hunerî ya kurdî li ser esasê lêgerînê ava bûye. Ev xal di nimûneyên edebiyat sînema û muzîkê da dikarin bên dîtin. Bêguman sedemên wê hene. Ango sedemên wê hene ku hunera kurdî bi giştî di çarçoveya estetîka dekolonyal da bê nirxandin. (Sustam, 2022) Fehmbarî û serwextbûna kurdan ya hunerî yekser bi rewşa wan a civakî ve girêdayî ye. Wekî ya hemû gelan. Rewşa kurdan a bindestiyê bi sedsalan e rengê xwe di biyavê hunerî da jî vedaye. Ango kurd ev çend sed sal in xwe wekî bindest (Ji Xanî heta Koyî û heta roja me ev gotar heye) dihesibînin û hunera ku civaka kurd afirandiye jî li ser vî esasî teşe girtiye. Lê belê ev nayê wê wateyê: Ji ber ku kurd bindest in hunera wan jî hunereke bindest e.
Huner ji hêla cewherî ve çalakiyeke azad e. Ew arezû ye, helwesteke şoreşgerane ye. Belê tê arastekirin lê ne bindest e. Lewra huner guherîn e, lêgerîn e. Civaka kurd her çiqas bindest be jî hunera kurdan li ser hîmê lêgerînê ava bûye. Ev lêgerîna jiyanine alternatîf û guherandina çarenûseke hevpar e. Huner bi xwe di çarçoveyeke teng da dikare wiha bê nirxandin; “guherîn û lêgerîna jiyanên alternatîf”. Hunera kurdan jî bi piranî li ser vê bingehê tê hilberandin. Huner li cem gelên bindest wekî rêya rizgariyê peyda dibe. Ji ber vê yekê ye li cem gelên bindest û hatine dagîrkirin huner tim ji bo gel bûye.
Edebiyata kurdî jî edebiyata lêgerînê ye. Lêgerîna jiyaneke alternatîf li ser edebiyata kurdî zal bûye. Ev heta radeyekê dikare xizmetguzariya îdeayekê jî bike ku gelek kes niha vê yekê wekî angajebûnê bi nav dikin û xwe jê dûr dixin. Ji Xanî vir ve em bi wê estetîka dekolonyal dihesin. Li cem Hacî Qadirê Koyî û Cegerxwîn ev estetîka dekolonyal gihîştiye gopîtkê. Ev estetîka dekolonyal, di serdema modern da, êdî ji wê çemka patronajê rizgar bûye. Lewra tevgerên azadiyê ji nav civakê derketine. Ji destpêka sedsala 20î vir ve meseleya patronajê li cem rewşenbîrên kurd bûye meseleyeke bivve. Berê rewşenbîriya kurdî ji dahênan û afrîneriyên modernîteyê vir ve li ser azadiya welat bi xwe ye. Di “qurna netewedewletan” da haya wan ji “welatê” wan jî heye, ji “bêwelatiya” wan jî. Ji ber vê yekê jî hunera kurdî ya ku di nav cimaeteke kêmîne da tê afirandin û hilberandin li ser esasê rizgarî û azadbûnê ye. Helbet reng û rûçikê takekes û derûn û hezeyanên wan ên nakok û komplîke jî bûne dabaşa hunerî. Lê meriv heta radeyekê dişê “ez”a hunerî wekî “em”a hunerî jî bigire dest. Fredric Jameson heçku behsa alegorîkkirineke wihakîna dikir. Lewma jî estetîka hunerî ya li cem kurdan estetîkeke heta radeyekê alegorîk û dekolonyal e. Çi şexsî, çi jî cimaetî. Axir birca acî ya hin hunermend û nivîskaran dibe dûrecimaet û dûredem be, lê birca acî ji bo hunermend û nivîskarên kurd belkî tenê “dîyasporayek” be.
Lêgerîna kurdan ya edebî lêgerîneke polîtîk e û xwe dispêre hewla afirandina mîrateyeke neteweyî. Ev yek nexasim bi pêşengiya Ehmedê Xanî li cem helbestvanên kurd qahîm e. Kurd hem ji aliyê polîtîk ve hem jî ji aliyê edebî ve hewl didin mîrate an jî belkî kanoneke neteweyî biafirînin. Ji bo afirandina kanoneke neteweyî jî tim serî li miriyên xwe didin û didin dû diyardeyên jinavrabûyî. Mirî ango pêşiyên wan yên di edebiyatê da tên behskirin, tim di mertebeya şehîdbûnê da ne û di durfê şehîdan da divejin. Dîrok çiqas kevnar be heyîna wan a ontolojîk jî dê ewqas rewa be. Ev wekî meşrukirina “xwebûn”a wan derdikeve pêşberî me. Ji ber wê ye em Gilgamêş dikin kurd, hemû gel û şaristaniyên li ser axa Kurdistanê jiyane bi xwe ve girê didin û li ser navê Borabozan helbestan dinivîsin. Bêguman aliyên berhişî yên van hewldanan hene lê heçku hewleke wiha dê bi temamî nebe çareserî ji bo kurdan.
Em cardin vegerin ser Goran Haco. Belkî gelek kesan navê wî jî nebihîstibe, lê Goran “helbestvanekî” kurd e. Goran jî xwedî têgihiştineke estetîk a dekolonyal e. Lewra wî jî ji wê kaniya Xanî û Koyî û Cegerxwîn av vexwariye. Li dû şopa hev in. Dîwaneke Goran a helbestan tune ye, lê ev ji helbestvaniya wî tu tiştî kêm nake. Ango ev nabe sedem ku (ne ew ji xwe ra, ne jî) em jê ra bibêjin tu ne helbestvan î.
Goran Haco di sala 1958an da li gundê Tirbêsiyê yê Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî xwendina xwe ya bilind, di sala 1985an da ji rojavayê Kurdistanê bar dike û diçe li Norwecê bi cih dibe. Albûma Sî û Sê Gule jî li Norwecê tê weşandin.
Goran Haco ji malbata Hacoyan e, pismamê Ciwan Haco ye. Heta niha Goran çend heb helbest nivîsîne ku dema jê hatiye pirskirin ew ji van helbestên xwe “neqayîl” e û belkî heta radeyekê “jê poşman” jî bûbe. Helbesta wî ya Diyalog, Generalê Tirsonek(Girtiyên Azadiyê), Bera Xeynî Min Bistrên(Gund û Bajarên Çadirî), Cenga Gel, Behr, Leşker û çend helbestên wî ji aliyê Ciwan Haco ve bûne stran. Jixwe Goran ev helbestên xwe li tu derî çap nekirine, belav nekirine.
Diyalog û Gund û Bajarên Çadirî di albûma Ciwan Haco ya bi navê Sî û Sê Gule de, di sala 1991ê da hatine weşandin. Girtiyên Azadiyê di albûma bi navê xwe da û Behr, Leşker û Cenga Gel jî di albûma bi navê Diyarbekir da cih girtine. Dîroka erhede ya nivîsandina helbesta bi navê Diyalogê ne zelal e. Lê ji hêma û metaforên ku hatine emilandin diyar e ku di salên 90î da û piştî komkujiya Helepçeyê hatiye nivîsarê.
Helbesta Goran a ku ez dixwazim li ser bisekinim Diyalog e, lê ez ê di ber da biniçînim helbestên wî yên din jî ku di albûmên Ciwan Haco da cih girtine. Diyalog wekî navê xwe mîna helbesteke ku du kes (an jî du diyarde) tê da bi hev ra diaxivin hatiye ristin. Ji serdema yewnana antîk vir ve teknîka diyalogê di cureyên edebî de, nexasim di tragedyayan da tê bikaranîn. Di vê teknîkê da du kes hene û li hemberî hevûdu muxatab in. Hebûn di vir de, di çarçoveyeke ontolojîk û felsefîk da xwedî angaşteke giring e. Ango du kes di diyalogê da diaxivin, “du kes/tişt hene”, bi beden in û li ser navê xwe diaxivin. Axaftina li ser navê xwe, bi xwebûniyê ra eleqedar e. Azadiya hebûnê di vir da ye, bi awayekî rasterast, bêyî kesek li şûna te biaxive, tu li ser navê xwe diaxivî.
Carna şûna du kesan, du diyarde jî dikarin bi hev ra biaxivin. Di vê teknîkê de, mirov dikare axaftinê mîna bangkirineke dualî jî bihesibîne. Her du alî bang li hev dikin. Di helbesta Goran Haco da jî du kes, an jî du diyarde hene ku bi hev ra diaxivin. Di eslê xwe da ya wan ji axaftinekê zêdetir bangeke yekser e. Rû bi rû û bêyî ku kesek bikeve navbera wan. Du kes, tirkek û kurdek heye ku li ser navê civaka xwe diaxivin. Ango wekî ku Fredric Jameson behsa alegoriyeke bivênevê ya metnên cîhana sêyem dikir, di vê helbestê da jî cînavka “ez”ê diyardeyeke ji xwe wêdetir, ji kesekî/ê wêdetir îfade dike. (Jameson, 2016: 365-396) Ya rastî di edebiyata kurdî da ev “ez” gelek caran dikare wekî “em”ê jî bê nirxandin. Di vê helbesta Goran de, ev bangkirina di navbera her du “ez”an da jî dikare wekî bangkirina navbeyna du “em”an bê nirxandin. Lê belê di vê helbestê da ew “ez” wekî welat jî derdikeve pêşberî me.
Ango “ez” di vê helbestê da mîna temsîliyeta du welatên dijberî hev; Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye bikaranîn. Li ser navê Tirkiyeyê kesek, “ezek” diaxive û li ser navê Kurdistanê jî “ezek” (ku wekî Kurdistan bi xwe diaxive jî derdikeve pêş) heye. Em ê ji yê tirk ra bibêjin “Ezêtirk” û ji yê kurd ra jî bibêjin “Ezêkurd”.[1] Li vir helbest wiha dest pê dike, Ezêtirk gefan li Ezêkurd dixwe:
Diyalog
Bi sond bi peyman
ez ê nehêlim kuç li ser kuç
kit jê nehêlim.
Ez ê bajar bikim
dojeha li ser rûyê erdê.
Da "gawir" vegerin
Li ser riya "Ata" yê mezin.
Bila êdî Şirnex bêje
xwezî bi Dêrsim, Geliyê Zîlan
xwezî bi Helepçe.
De lêxin "gurên boz" lêxin
kit ji wan nehêlin.
Bila zanibin
cihê şûrê me lê bilind bibe
tu serî xwe ranakin,
dixindirine newala.
Lêxin "Aslanlar" lêxin
mizginiya "mirinê" bigihînin
Qulpê û xwişk makên wê.
Bêjin va ye hat "mirina zer".
Bila ev çiya û zinar
nas bikin ez kî me.
Ez im "Sayar" im,
neviyê "Xanê" mezin
yê "Ata" û yê "lsmet (Înonu)"
Di vir da em dikarin behsa wê lêrashatina kolonyal bikin. Ango rasthevhatina yê dagîrker û yê tê dagîrkirin, ya Ezêtirk û Ezêkurd . Me go di teknîka diyalogê da muxatabbûn esas e. Ev ezê diaxive tirk, Tirkiyeya serdest e. Li ser navê pêşeng û damezrînerê pergala komara tirkan kesek, ezek heye û dipeyîve. Wekî kirdeyekî (subject) tirk û kirdeyekî kurd heye. Piştî temamkirin û selmandina rewşa dagîrkirinê ev ez derketiye holê. Ango piştî dagîrkirina bajêr, piştî dagîrkeriyê ev ez bang li yên dagîrkirî dike. Di eslê xwe da, ji bo yên serdest hebûna xwe bidomînin, ebedî bikin pêwîstiya wan bi tiştekî heye, ew jî; “êdin” e. Rewşa êdinîbûnê ne li ser daxwaza êdiniyan e. Ew ji aliyê serdestan ve hatine êdinîkirin. Bajar di vir da Kurdistan e. Ya ku divê bibe dojeh jî Kurdistan e. Tirk(iye) tenê di vê beşê da diaxive. Risteyên wê risteyên gef û tehdîdan e. Yê bihêz ew e û armanca xwe aşkera dibêje.
Peyva “gawir” meseleyeke din bi bîra me dixe. Komkujiya Ermenan a di destpêka sedsala 20î da. Tirk ji bo kesên ne misilman dibêjin ‘gavur’, ev peyv di kurdî da jî heye helbet. Lê tirkan ew ji bo ermen û rûman bi kar dianî. Kurd ji ermenan ra dibêjên ‘fileh’ nabêjin gawir. Gawir bêhtir ji bo milet û krîstîyanên Ewropî tê emilandin cem kurdan. Armanca vî ezî ew e ku mîna ermenan, gelê kurd jî qir bike û bîne ser rêya xwe, rêya wî ‘Ata’yê mezin. Di hevoka pey da em dibînin ku gefxwarin berdewam dikin.
Ezêtirk bi berdewamî komkujî qirkirinên ku berê anîne serê gelê kurd bi bîr dixe. Dibêje, ez ê Şirnexê têxim rewşeke wisa ku ew xweziya xwe bi Komkujiya Dêrsimê, Komkujiya Geliyê Zîlanê û Komkujiya Helepçeyê bîne. Behsa dîrokeke dûdirêj ya qetlîman tê kirin, ji destpêka avakirina komara Tirkiyeyê digire hetanî Helepçeya ku sê sal berî albûmê hatibû wêrankirin tîne.
Di vir da divê em behsa ‘bîr’ û ‘hafiza’ya gelên bindest bikin. Bîra gelên bindest û binhişê wan bi temamî ji aliyê serdest û dagîrkerên wan ve hatiye sazkirin. Di vir da heke em behsa hilberîna hafizayê bikin, em ê bi rihetî bikaribin bibêjin ku bi piranî serdest vê hafizeyê hildiberînin û teşe didin vê hafizeyê. (bbb: Goyi, 2020)
Dema em behsa bîra kolektîf a kurdan dikin em behsa çi dikin? Bîra kurdan a kolektîf ji aliyê kê ve hatiye sazkirin û kê teşe daye wê bîrê? Ev xaleke giring e. Ji bo ku di siberojê da hişmendiyeke kurdewar ava bikin kurd dîsa xwe dispêrin vê bîr û hafizeyê. Dewleta tirk dixwaze komkujiyên ku berê pînaye, bîne bîra kurdan û bi vî awayî tirsê li ser wan herheyî bike. Çunkî dizane pergala dagîrkeriyê bi tirsê tê birêvebirin, heke ew tirs ji holê rabe dê pergal, ango baqîbûna wî bi xetereyan ra rû bi rû bimîne. Ezêtirk dixwaze bibêje Dêrsim, Zîlan, Helepçe hê ne tu tişt in, ez ê tiştine wisa bînim serê we ku hûn xweziya xwe bi wan komkujiyan bînin. Yên serdest tim û daîm gefine wiha li êdin dixwin û dixwazin wan biçewisînin, bê deng bikin û pergala xwe xaş xaş bajon. Ev wekî gotara serdestî û dagîrkeriya tirkan derdikeve holê.
Di vê helbesta Goran Haco da, hin hêma û îmaj hatine bicihkirin da ku wate bê xurtkirin. Peyvên wekî “aslanlar” û “gurên boz” du heb hêmayên bi vî rengî ne. Tirk jî di destpêka netewedewletbûna xwe da ketin dû afirandina kanoneke neteweyî. Lê ev hewla afirandina kanona neteweyî ya tirkan ji destpêkê ve hewleke dijkurd û nijadperest bû. Ferqa di navbera hewla kurd û tirkan a afirandina kanoneke neteweyî da jî di vir da veşartiye.
Tirkan hebûn û mewcudiyeta xwe yekser li ser polîtîkayên dijkurd û nijadperestiyê ava kirin. Di vê çarçoveyê da dan dû mît û efsaneyên xwe yên Asyaya Navîn, ji xwe ra mîtine nû çêkirin. Mewcudiyeta wan li ser înkara êdin bû. Êdin nebûna ew jî nedibûn. (Yegen, 2015: 109-170) Gurên boz jî temsîliyeta mîteke bi vî rengî ye ku li cem nijadperest û ulkiciyên tirk hê jî tê homandin û pîrozkirin. Her wiha di beşa Ezêtirk de, yê diaxive, pesnê xwe bi şûr û şerê xwe dide. Diyar dike ku şûrê wî qet daneketiye û tim seriyan tilolî newal û geliyan kiriye. Di vir da pesindayîn li ser şer-şûr e ku di helbestê da wekî xisletekî daîmî li ser vî Ezêtirk peyda dibe.
Di hevokên pey da em dibînin ku ev deng, ev vegêrê tirk xwe wekî “mirin”ê bi nav dike. Di eslê xwe da di seranserî dîroka tirk û turaniyan da ew wekî mirineke asyayî, wekî tirsnakiyeke ku ji nîveka asyayê derketiye hatiye pênasekirin. Li cem çîniyan jî wisa bû, li cem romayiyan jî. Di risteyekê da helbestvan Goran Haco wiha dibêje: Bêjin va ye hat "mirina zer". Di vir da mirin bi rengdêra ‘zer’ ra hatiye bikaranîn. Gelo ev zer tê çi wateyê?
Di xebatên antropolojîk ên berê da civak û gel li gorî rengên xwe dihatin senifandin û polînkirin. Aryanî spî, afrîkî reş û yên ji Ural-Altayê jî wekî mirovên zerik dihatin qebûlkirin. Nijadperestê tirk Nihal Atsız li ser nîqaşên aryenîkbûna tirkan radibû digot nexêr, tirk ne ji çîngeneyên arî ne, ew ji moxolan û nijada zerikan e. (Atsiz, 1931) Di vir da ev mirin bi rengdêra zer a turanî ra hatiye mukumkirin. Ango mirina zer “tirkbûn” bi xwe ye. Ya ku li pêşiya kurdan e jî ev tirkbûn a di rengê mirina zer da ye.
Di her sê risteyên dawî yên beşa Ezêtirk de, behsa hin kesayetan hatiye kirin ku ew jî hin serdem û bûyeran temsîl dikin. Ezêtirk dibêje: Ez im ‘Sayar’ im, neviyê ‘Xanê Mezin’, yê ‘Ata’ û ‘Ismet’. Di van risteyan da kesine ku hatine bibîrxistin Sayar, Xanê Mezin, Ata û Ismet e. Jixwe her kes dizane ku Ata, Ataturk e û Ismet jî ew Ismet e ku di nav kurdan da wekî Ismetê Kor jî hatiye naskirin. Lê gelo Sayar û Xanê Mezin kî ne?
Îhtîmala herî nêzî rastiyê ji bo Xanê Mezin, Cengizxanê Moxolî ye. Cengizxanê Moxolî di dîrokê da bi seferên xwe yên xwînrij navdar e. Wî Asya û Rojhilata Navîn dabû pêşiya xwe û kuç li ser kuç nehiştibû. Lê ev Sayar kî ye? Goran Haco di helbestê da her tim wê xeta dîrokî ya di navbera dagîrkeran da parastiye û xwestiye xwendevanan der barê wê têkiliyê da agahdar bike. Pêşî Cengizxan/Xanê Mezin tê, dûre Ata û Ismet. Sayar jî mîna dûajoyekê daye dû wan. Sayar paşnavê fermandarê JÎTEM’ê yê li Şirnexê, yê Mete Sayar e. Mete Sayar ê ku bi doza Bespînê (Görümlü Davası) bû rojeva cîhanê li Şirnex û derdora wê gelek qetlîam kirin û gelek kes kuştin. Di salên 1990î da navê wî mîna kujerekî di nav civaka kurd da belav bûbû. Li gorî Goran Haco ew jî li ser şopa pêşiyên xwe bû û wî gelê kurd ji xwe ra kiribû armanc.
Vejîna arezûya hebûnê
Piştî beşa Ezêtirk beşa Ezêkurd dest pê dike. Lê di vir da ev ‘ez’ wekî ku Kurdistanê binimîne derketiye pêş. Ango mirov dibêje qey Kurdistan e li ser navê xwe diaxive. Di vir da teşxîsek/kesandinek çêbûye û welat, ax, weten mîna mirovan diaxive. Di vî beşî da bangkirineke yekser heye. Kurdistan/Ezêkurd bang li Ezêtirk dike. Bi zimanekî qewî û pihêt, jixwebawer û zane bang li gefxwarê xwe dike.
Di vir da zanyariya qedîm ya axê hêminiyekê jî dide Kurdistanê û ji ber vê yekê jî bi şîret û teşhîrkirinê dest bi axaftina xwe dike. Kurdistan dijminê xwe baş dinase. Dizane ku pesindana dijminê wê ji tirsa nava wî ye. Lê tirseke wisa meçhul nîne. Heke nebe şiroveyeke zorpêdayî ez ê jê ra bibêjim “tirsa qewitandinê”. Di eslê xwe da ev tirs li ser hemû dagîrkerên ku haya wan ji dagîrkeriya wan heye peyda dibe. Kurdistan ji Ezêtirk ra dibêje: “Pesnê xwe nede xezeba te ji tirsa nava te ye”. Ew xezeba ku Ezêtirk behsê dike li cem Kurdistanê bi sedem û çavkaniyên xwe ve hatiye aşkerakirin. Sedema xezebê tirs bi xwe ye. Ev her du reftarên mirovî yên ku dijberî hev in, li cem dagîrkeran di rengekî din da ye. Yanî xezeba li cem dagîrkeran ji ber tirsa wan e.
Pesnê xwe nede,
xezeba te ji tirsa nava te ye.
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê,
dilovaniyê, zanyariyê dide;
tu bi şûr.
Wekî me behs kiribû, Ezêtirk di beşa xwe da pesnê xwe bi şûr û şer dida. Lê belê di beşa Kurdistanê da gotareke li dijî wê heye. Kurdistan mîna zanyar û amojgarekî şîretan li kesekî dike, ji Ezêtirk ra dibêje: “Alem pesnê xwe bi mirovaniyê, dilovaniyê û zanyariyê dide lê tu bi şûr”. Ew hemû gilî û gotinên Ezêtirk, di destpêka vê beşa Kurdistanê da bi hêminî û giraniyekê tên rexnekirin û Ezêkurd li dij disekine. Lê hema di risteyên pey da êdî gotareke şênbertir û bi dengekî bilindtir tê ser zar û zimanê Kurdistanê ango yê Ezêkurd.
Di Diyalogê da ew ‘mirina zer’ a ku Ezêtirk behsa wê dikir, di beşa Kurdistanê da jî wekî ‘bahoz’ û ‘bablîsok’ên zer hatiye şayesandin. Mirin veguheriye bahoz û bablîsokeke ji çolterên Asyaya Navîn rabûye hatiye Kurdistanê. Kurdistan di risteyên dûhatî da binê wê qedîmî û dêrînbûna xwe xêz dike. Dibêje ji roja afirîme heta îro min gelek ‘bahoz û bablîsokên zer’ dîtine. Gelek nîvmirov û kesên ku di durf da fêris dixuyên lê di asasê xwe da newêrek û bêbext in nas kiriye. Ev wesf in, sifetên Ezêtirk in.
Kurdistan bi behskirina van yekan dê teza xwe pêşkêş bike. Di beşa Ezêtirk da jî Ezêtirk teza xwe pêşkêş dikir. Teza wî li ser kavilkirin û wêrankirina bajaran, kuştin û serîxindirandinê bû. Di eslê xwe da Diyalog li ser du tezên dijberî hev hatiye lêkirin. Teza ewil ya dagîrkeriyê ye, ya duduyan jî teza dekolonyalîzmê ye.
Min gelek dîtin bahozên "zer".
Li vî erdî gelek nîv-mirov,
di çav xwe da "fêris"
di nav xwe da "newêrek" û "bêbext".
“Ez li vir im” an jî “bibedenbûn”a Kurdistanê
Di berdewamiya helbestê da em teza Kurdistanê bi awayekî zelal dibînin. Kurdistan bang dike û dibêje: Ew Xanê Mezin, Ata û Îsmetê ku tu behsa wan dikî tev hatin û çûn lê “ez li vir im”. “Livirbûyîn” di risteyên helbestê da û li ser zar û zimanê Kurdistanê dibe leîtmotîfeke ontolojîk. Ango “livirbûyîn” li cem yê tirk tê înkar kirin; tirk dibêjin kurd tune ne, Kurdistan tune ye, lê Kurdistan mîna mirovekî zindî, zexm û pihêt ku çavên wê diçirûsin, li pêşberî vê gotara înkarker sekiniye û dibêje “ez li vir im”.
Ev gotar dijî “bêcihûwarbûn”, “bêwelatîbûn” û “bêhêlînbûn”ê ye. Di asasê xwe da, meriv vê wekî “bêcihûwarkirin” binirxîne dê çêtir be. Heta angaşta min ew e ku em vê “bêcihûwarbûn”a civakî ji bo takekes/kirde wekî “bêbedenbûn”ê pênase bikin. Dagîrkerî civakan ji cih û warên dike lê di heman demê da takekesan jî ji ten û bedena wan dike. Helbet li vir wateya bedenê gelek berfireh e; ziman e, tenduristî ye, cilûberg e, serûsîç e, rengûrû ye, bejnûbal e, pirçûmû ye.
Di lêrasthatina kolonyal a kurd û tirkan da, xala herî giring belkî ev be: Hebûn (di rehendê bedenî de) tê mandelekirin, dagîrker dixwaze te qanih bike ku tu tune yî. Lê helwesta heyî helwesteke dijber e: Kurdistan dest û lingên xwe (gund û bajarên xwe), serî û çavên xwe (çiya û deryayên xwe) dide nîşan û dibêje, “nexêr, ez li vir im”. Wekî li cem Fanon jî derbasdar e, Kurdistan dibêje: “Ez wekî cihekî din û tiştekî din jî heme”. Ev “ezlivirim”a di vir da sekneke polîtîk e, dekolonyal e. Ew Şirnex, Qulp û Nisêbîna di dabaşa dagîrkeran da ye, li vir cardin tê bibîrxistin û “liwirbûyîn” bi awayekî dijberane cardin tê selmandin:
Derbas bûne,
gelek hatine bablîsokên "zer".
Te behsa "Xanê" mezin
"Ata" û "lsmet" kir.
Ew hatin û çûn,
lê ez li vir im.
Ez li vir im.
Li Şirnexê, Nisêbînê û li Qulpê ez li vir im
Li ber dîwarê birca Amed,
Ez li vir im mîna Sûrê me
li ser sînga te.
Her ku diçe Kurdistan kerba dilê xwe dirêje. Kurdistan kolonyanlîzmê vedibêje. Di risteyên pey da êdî sembol û motîfên xwe yên polîtîk, ku di nav civakê da mîna sembolên dijî dagîrkeriyê hatine naskirin, bi bîr dixe. Bêguman, tam li vir Amed dê derkeve pêşberî me. Wekî dil û zerriya çalakiya dekolonyal û hişmendiya polîtîk behsa Amedê tê kirin. Amed û Sûr bibîrxistineke dîrokî û (li)serxwebûnê ye û li ser sînga yê dagîrker çik bûne. Kurdistan diyar dike ku ew mîna dirihekê/dirikekê di gewriya yê dagîrker da ye, tofana ser serê wî ye. Bablîsokeke ji agir e û bergeha yê dagîrker disoje. Bedenên Amedê (ku gelê Amedê ji Sûran ra “beden” dibêjin) dibe bedenê Ezêkurd.
Angaşta Kurdistanê ya di vir da jî ev e: “Ez birçî, tazî, bider bim jî ez ê serê xwe li ber te netewînim”. Aha di vir da daxwaz û arezûya şoreşê peyda dibe. Helbet di vê helbestê da motîfên arezûyeke şoreşgerane hene. Di helbestên Goran Haco yên mîna ‘Cenga Gel’ da jî ev daxwaz û bîreweriya şoreşê xwe dide der. Heta di Cenga Gel da bergeh û cîhanbîniyeke berfirehtir bi dest dixe û diçe digihîje Nîkaragua û Kamboçyayê.
Ev arezûya xurt a li ser Goran Haco ji ku peyda dibe? Motîvasyona vê arezûyê çi ye? Ev pirsên giring in. Goran Haco di helbesta xwe ya Girtiyên Azadiyê da behsa “baweriyek”ê dike ku digel kuştina dê, bav, xuşk û birayan, girtinê, pîsîdanxwarinê, xwendina marşên şovenîst, hingavtina namûsê ev girtî berê xwe ji berxwedanê nadin alî. Ew girtî bi wê baweriya azadiya rojekê radibin û li Herekol û Geverê, li Diyarbekirê, kefenên wan di bin çengên wan da li azadiya xwe digerin.
Motîvasyona di vir da ew baweriya bi azadiyê ye. Ew tiştên hovane yên ku li hemberî kurdan hatine kirin, ew komkujî û bişaftinên li hemberî kurdan pêk hatine ji bo serhildan û raperînê dibin motîvasyon. Ev qayîdeyeke giştî ye li cem gelên bindest û dagîrkirî. Helbet çavkaniyên takekesî yê vê motîvasyonê jî hene. Lê digel kuştinê, zorî û çewisandinê serîrakirina kurdan bizaveke sereke ya vê motîvasyonê ye. Handaneke serkeftî ya biêş e ev. Serînetewandin sonda Kurdistanê bi xwe ye. Ew jî hemû dîroka xwe ya reş û tarî, ya ku dagîrkeran bi serê wê da aniye tîne bîra xwe û ji azadiyê bawer dike û serî natewîne.
Mîna dirihê me
di gewriya te de.
Di çavên te de
bablîsoka ji agir im, li vir im.
Mîna sûrhê me li ser sînga te;
birçî, tazî, bider, serê xwe natewênim.
Hinek şayes û îmajên din hene ku Goran Haco di Diyalogê da bi cih kiriye. Ser meselê ew têgihîştina kurdan a der barê girtîgehan da, ya di vê helbestê da. Girtîgeh li cem gelên bindest wekî diyardeyeke hander peyda dibe. Ango şoreşa li derve pêk tê ji girtîgehê xwe xweyî dike. Çunkî girtîgeh wekî mekanekî şênber ê ku serdest û bindest lê rastî hev tên derdikeve holê. Li Kurdistanê, ji destpêka sedsala 20î vir ve, li her çar parçeyan, tevgera azadiya Kurdistanê ji girtîgehên ku rewşenbîr û şoreşgerên wan tê da hatibûn êsîrgirtin, feyz digirt û her radiperî. Girtîgeh li cem Goran wekî “mala rûmetê” û “dibistana şoreşê” hatiye şayesandin.
Sirûda welat dixwînim.
Kolanan dadigirim
Bi rê ketiye "meşa azadiyê",
zindan min kiriye mala rûmetê,
dibistana şorêşê.
Bûme dîwarê qalind li ser sînga te,
li vir im.
Du motîfên serkeftî yên din jî “dara gûzê” û “dara tûyê” ne. Wekî ku di nav civakê da jî tê zanîn dara gûzê û dara tûyê sembola, heqîqet, vîn, elem û temendirêjiyê ne. Dara gûzê bi sedsalan dikare li ber xwe bide û di tesewufê da jî wateya “heqîqetê” li gûzê hatiye barkirin. Derdora Laleşa Nûranî jî bi darên gûzan hatiye nitirandin.(Başçı, 2019: 45) Dara kovî ya gûzê ra “zergûz” tê gotin û di qewlên êzidiyan da gelek caran behsa vê darê hatiye kirin. Her wiha dara tûyê jî temenekî gelek dirêj dijî û ew vîn û êşa kesan temsîl dike. Li cem êzidiyan qîmeteke vê darê jî heye ku tê gotin; navên kesayetên dînî yên mezin li van daran dikin. Di nav civaka êzidiyan da ev dar wekî diyardeyeke ayînî cih digire. Li gorî baweriyekê, êzidî li pişt malên xwe dareke tûyê diçînin ku ev tê wê wateyê: “Bila êşên me li dû me bimînin”. Di edebiya kurdî da hin helbestvan hene ku dema behsa bûyerên biêş û elem dikin dara tûyê bi bîr tînin.
Nobedarê dara gûzê me
tûya li hewşê,
nobedarê tenûra dayka şêrîn im.
Di risteyên berdewam da Ezêkurd pênaseyekê ji bo xwe dike û diyar dike ku ew hevîrtirşê welat bi xwe ye. Kurdbûn ango kurdayetî mîna hevîrekî strandî li cem helbestvanên mîna Rojen Barnas, Ehmed Huseynî û Goran Haco di wateyine nêzî hev da hatine emilandin. Haveyn û hevîrtişê kurdayetiyê Kurdistan û “livirbûn” e. Di vir da israreke Ezêkurd heye li ser mayîn û livirbûyînê. Ev daxwaza welatbûyînê bi xwe ye, daxwaza xwebûnê ye. Kurdistan jî dixwaze bi wê welatbûyîna xwe bihese.
Ez li vir im hevîrtirş im
di legena hevîrê welat de.
Ez dipêjim nanê "Kurdayetiyê"
Dîsa di risteyên dûhatî da Ezêkurd serî li dîrokê dixe, dîroka xwe tîne bîra xwe û behsa hin bûyeran dike. Hêminî û amojgariya di destpêka beşa Ezêkurd da êdî li vir dewsa xwe dide hêrsê. Sedemên hêrsa Ezêkurd hene; Serhildana Agiriyê bûye kul û ketiye dilî. Dil lê bûye dojeheke sor û bi sekneke serhildêr mişt bûye. Axaftina Ezêkurd bi tu awayî venaguhere gefxwarinê, ew di asta xwepênasekirin û hêrsê da dimîne, dibêje: “Dema ez tî dibim latê diguvêşim, ax nanê min e eger birçî bim”. Kurdistan an jî Ezêkurd dixwaze behsa wê bi xwe têraxwekirinê ji dijminê xwe ra bike û bibêje: ew çi dibe bila bibe ez ê her li vir bim. Ev îradeyeke nuwaze ye li cem bindestan peyda dibe. Kurdistan bi van nimûneyan mişt e, wê gelek Viyanên xwe di xwe da veşartiye.
Dixwaze pê bide zanîn ku ew nikare bi birçîhiştin û tîhiştinê tirsê bike dil. Di eslê xwe da pergala dagîrkeriyê li ser xal û xetên heyatî yên mîna birçîbûn û tîbûnê tehrîfatan çêdike. Eseh rengê kolonyalîzma teze jî wiha ye, tî birçî bihêle û dagîr bike. Kurdistan serê xwe li ber vê jî natewîne û saw û tirsekê li ser çênake.
Her wiha xaleke giring a dinê jî valakirina Kurdistanê ye. Dewlet dixwaze Kurdistanê ji kurdan xalî bike. Çunkî dizane ya ku welatekî dike welat mirovên wê bi xwe ne bi vî awayî Kurdistaneke bêkurd tê texeyulkirin. Ji ber vê jî gund û bajarên kurdan dişewitînin, vala dikin û berê kurdan didin sirgûnî û penaberiyê. Kurdistaneke ji kurdan xalîbûyî dê bi hêsanî bê mêtin û sotin. Kurdistana ku dixwazin meftûn bikin li serê Gilîdaxê, meftûnkirina kurdan temsîl dike. Kurdistan qetek xwelî ye ji rûyê dinê, heke kurd nebe çi îfade dike. Ber wê dagîrker rêya meftûnkirina Kurdistanê dîtiye; ewê kurdan li ser xweliya wan bikuje, qir bike, veder bike, hingê Kurdistan dê nemîne. Lê beramberî van dek û dolaban biryara Ezêkurd net e, ew bar nake û naçe, ew her li vir e. Heta ew li vir be jî Kurdistan dê her hebe.
Ez dipêjim nanê "Kurdayetiyê"
Asabên min ji cemeda kula "Agirî",
di dilê min da dojeha sor.
Dema ez tî dibim latê diguvêşim,
ax nanê min e eger birçî bim,
lê dîsa li vir im,
bar nakim, her li vir im.
Sûrha giran im li ser sînga te.
Di helbestê da Goran Haco ji bo Ezêkurd jî wesfine taybet emilandiye. Ezêkurd li hemberî gurên boz mîna “baz”ekî hatiye şayesandin. Li ser Bagok û Herekolê, ku çiya li cem kurdan tim di wateya mekan û meskenê azadiyê da bi wate bûne, bi giyanekî azad, berz difire. Ezêkurd şervaniya xwe, pêşmergetiya xwe û Egîdiya xwe tîne bîra Ezêtirk. Mîna dîwarekî qalind li ser bedena Ezêtirk e ku bêhnê lê çikandiye.
Sûrha giran im li ser sînga te.
Ez baz im û hêlîna min
"Bagok" û "Herekol" e,
ez pêşmerge me "Egîd im",
dîwarê qalind im li ser bedena te.
Di helbesta Diyalogê da, belkî cihê herî zêde lerzê dixe bedena xwendevan û xwendevan hestyar dike beşa çîroka Kurdistanê ye ku ji Îskenderê Mezin tê pirsîn. Ezêkurd di van risteyan da bang li wî Ezêtirk dike û dibêje, heke tu bixwazî min nas bikî li yên beriya xwe vegere. Li Îskender vegere û jê pirs bike ka tîra min çend dijwar e. Îskender dê ji te ra behsa çîroka min bike ku ev çîroka “mayîndebûnê” ye. Reh û rîşeyên Kurdistanê û berxwedana wê digihîje serdemên dêrîn. Peydakirin û xwedîderketina wan reh û rîşeyan erka ser milê Ezêkurd e.
Lê risteyeke gelek xurt û şênber a vê helbestê ev e: “Ev çiya carekê rabûne ko hew bitewin”. Di vir da mebestek heye. Çiyayên Kurdistanê ku ji Kawayê Hesinkar vir ve bûne warê azadiyê bi mebestekê, bi rewşeke dekolonyal a wisa ve hatine girêdan, ku meriv kurdan bê çiya, çiyayan jî bêkurd neşê texeyul bike. Ev ji pênaseyeke etîmolojîk wêdatir, bi min pênaseyeke ontolojîk e. Çiyayên Kurdistanê carekê hatine afirandin û ew êdî hew serî ditewînin. Ya rastî di vir da, di şexsê kurdan da li ser çiyayan teşxîsek hatiye çêkirin. Kurd ne pola ne, ne hesin in, lê ew çiya ne û hew ditewin. Her wiha çiya temsîla şerên kurdan a rizgariyê dike.
bipirse ji "Îskenderê Mezin"
ew ê bêje te
çend dijwar e tîra min,
ew ê bêje te çîroka min.
Ev çiya carekê rabûne
ko hew bitewin.
Di beşên dawî yê helbestê da êdî em digihîjin daxwaza hatiye hêvîkirin. Sûr mîna gurzê di destê Sam da, ku pişt ra bû mîrata Rustemê nevîyê wî, tim di vê helbestê da hatiye bakirin. Her carê li serê yê dagîrker dikeve, her carê Efrasîyab bi wî gurzî hildiweşe. Sûr sînorên hebûna mirov diselmîne li vir. Sûrên Amedê jî zêrevaniya sînorên zanav û nasnameya kurdan dike. Beden in ew.
Ezêkurd di vir da bang li birayê xwe yê li pişt xetê dike jî ku ev arezûya yekbûnê ya civakî ya kurdan e. Sînor û xetên ku dagîrkeran ji bo Kurdistanê danîne bêwate ne li cem Goran Haco. Helbest tiştekî wiha ye, hemû keloşk û qûçên keviran, têldirk û mayînên li ser sînoran bêwate dike, mîna giyanekî azad li ser hemû parçeyên Kurdistanê digere. Banga Ezêkurd li birayan e, dixwaze ew dest bidin destê hev. Sûrên Amedê piştevaniya xwe ya ji bo Sûrên Çînê bi lêv dike. Her du sûr û bend li hemberî barbariya turaniyan hatine avakirin. Ev bangeke asîmanî ye, sînor lê nahêwirin.
Sûrh im li ser sînga te.
Li vir im û bang dikim
birayê xwe li pişta xetê,
li başûr li bareş.
Were ba min ka destê xwe?
pişta te me "Sûrha Çîn".
Bawer meke gotinê "marê zer"
"rih dibe bost, lê dijmin nabe dost".
Wekî li jorê jî dixuyê Kurdistan ango Ezêkurd bang dike li birayê xwe û li Sûrên Çînê, dibêje: Ji gotinên “marê zer” bawer nekin. Ezêkurd li vir, serî li gotineke pêşiyên xwe dide ku di roja me ya îro da jî gelek caran ji bo rastiya rûyê dijmin tê bikaranîn, bi lêv dike: “Rih dibe bost, lê dijmin nabe dost”. Ev angaşteke selmandî ya vê axê ye.
Nerîta dekolonyal a helbestvanên kurd
Di estetîka dekolonyal a edebiyata kurdî da “bibîranîna miriyan” yek ji babetên herî giring e. Di eslê xwe da ev yek li cem piraniya gelên bindest heye. Wekî ku Fanon jî behsê dike ew azweriya li cem rewşenbîrên mêtingehê ya ku li pey çanda xwe ya berî mêtinkariyê ye ji ber daxwaza rizgarbûna çanda Rojavayî ya serdestiyê ye. (Fanon, 2021: 178) Dixwazin mesafeyekê têxin navbera xwe û wê çanda serdestiyê. Ew di ferqa tunekirinê da ne û ji ber vê yekê jî bi di dilekî delodîn, bi hişekî hêrsbar hewl didin reh û rîşeyên xwe yên berî mêtinkariyê bi dest bixin. Li cem me kurdan jî ji Xanî vir ve ev kevneşopî hatiye şopandin. Bêguman nimûneyeke vê helwestê jî Hacî Qadirê Koyî ye. Hacî Qadirê Koyî bi fikr û helwesta xwe ya pêşverû bû pêşengekî dijkolonyal ê serdema xwe. Di helbestên Koyî da arezûya ku derdikeve pêş ne kêmî arezûya li cem Xanî ye û bêhtir di çarçoveyeke modern da ye. Koyî di helbesta xwe ya bi navê Xakî Cizirî Botan da serdema berî dagîrkerî û mêtinkariya Kurdistanê bi helbesta xwe, li (nav) gund û bajar, mîrektî û dewletên dîrokî yên kurdan digere. Koyî wiha behsa wê lêgerîna xwe dike:
Kiwa waliyî Senenduc, begzadey Rewanduz
Kiwa hakimanî Baban, mîrî Cizîr û Botan
....
Kiwa ew demey ke kurdan azad û serbexo bûn
Sulltanî mullk û mîllet, sahîbî ceyş û ‘îrfan
Wekî ku di van beytên Koyî da jî dixuyê, li vir tişta Koyî lê digere serdema berî mêtinkariyê ye ku pêşiyên wî yên wekî waliyê Senendecê, begzadeyên Rewanduzê, hakimê Baban û Cizîr û Botanê (Koyî, 2004) lê serwer bûn. Ev lêgerîn motîvasyona vê estetîka dekolonyal e. Taybetiyeke rewşenbîrên mêtingehkirî û kurdan e ku ew tim hawara xwe digihînin serdemên zêrîn û miriyên xwe. Di çîrokên Osman Sebrî, Celadet Alî Bedirxan de, di şanoya Evdirehîm Rehmî Hekarî de, di Newroznameyên Pîremerd û helbestên Cegerxwîn da ev yek bi awayekî aşkera dixuyê. Li cem Goran Haco jî şopên vê kevneşopiyê hene. Ew jî wekî Koyî miriyên xwe, serdema berî mêtinkariyê bi bîr dixe. Li cem reewşenbirên kurdan qayîdeyeke ontolojîk e: Divê ew bi miriyan ra bijîn, pêşiyên xwe vejînin û bêriya serdemên dêrîn bikin. Peywira helbestvan jî ew e ku lehengî û israra wan a di azadkirina welatê mezin da bi bîr bixe. Li cem Mîrê Rewanduz û Bedirxanê Botan têgehên fenanî Bakur û Başûr tune bûn; ji Dêrsim heta Mûsilê welatekî sêwirandibûn: Kurdistana gewre! Goran di Diyalogê da wiha pê da diçe:
Paşayê "Kor" mîrê Rewanduz,
mîna Bedirxanê Botan,
negotin, Bakur û Başûr,
dane ber xwe,
ji Dêrsim heta bi Mûsil.
Gotin em in lawê Mezopotamya
em in lawê Kurdistan.
Di dawiyê da Ezêkurd li pêşberî dijminê(n) xwe, pêşiyên xwe, dîroka xwe sonda xwe dixwe. Sond di vir da sonda şoreşê ye, sonda azadiyê ye. Ezêkurd, an jî Goran Haco li hafa dîroka xwe sondekê dixwe û diyar dike ku wî li ser vî xakî rabirdûyek nivîsiye, ew ji wê rabirdûyê îlhama xwe werdigire û di roja xwe da jî dê navê xwe, dîroka xwe bi xwe binivîse ku ev yek jî dê li ser vî xakî ji bo dahatûya wî bibe îlham û çavkaniya motîvasyonê. Arezûya di destpêkê da, arezûya helbestnivîsînê li vir digihîje encama xwe, qewl û ehdek tê dayîn: Dê hebe. Hebûn jî vîna azadiyê ye. Kamilbûn e, li vir Ezêkurd digihîje mertebeya mirovê azad.
Bibihîzin her kes soza min:
Li vî xakî min nivîsiye paşeroja xwe,
li vî xakî dinivîsim dîroka roja xwe,
li vî xakî jî ez ê binivîsim dahatûya xwe.
Axirîya Kelamê
Goran Haco ku di dabaşa vê nivîsê da ye, dema hevpeyvînek pê ra hatibû kirin diyar kiribû ku ew xwe wekî helbestvan nahesibîne. Wî navê helbestvaniyê mezin didît û bi tewazuyeke nedîtî xwe layîqê vî navî nedidît. Lê belê di eslê xwe da helbestvaniya Goran Haco ne tiştekî wisa ye ku bê înkarkirin. Jixwe em behsa başî û xerabiyên helbesta wî nakin. Tenê ya ku bûye babeta vê gotarê destnîşankirina nîşaneyên estetîka dekolonyal e. Ew helbestvanekî bêxwendevan e, lê yên wî guhdarên kelamên wî hene. Kes nikare ji Goran Haco ra bibêje ew ne helbestvan e, ew bi xwe jî. Lê belê li holê helbestek heye û armanca me jî nirxandina vê helbestê ye. Bo me ya muhîm û mukum arezûya dualî ya di navbera Goran Haco û guhdarên wî da ye.
Helbet me Goran Haco bi rêya Ciwan Haco nas kir. Helbest û peyvên wî di sewta Ciwan Haco da ji xwe ra cih dîtin. Ev hebûn û xuyabûna di deng da ye. Goran ne strannûs e, ew helbestvan e û helbestên wî dibin stran. Ciwan Haco ku di dîroka muzîka kurdî da yek ji pêşengên nûjeniyê ye, serdemeke nû dinimîne. Şêwazên mîna jazz, pop-rock, gelêrî û protestê bi wî ra li muzîka kurdî hatin ceribandin. Muzîka Ciwan ya serhildêr û rizgarîxwaz herî baş bi gotinên Goran yên serhildêr û rizgarîxwaz tê veguhastin. Halê tewaw yê deng û gotinê jî vediguherin estetîkeke dekolonyal.
Goran Haco û jiyana wî ya serdemekê, peymanek e di navbera wî û civaka wî da. Di salên 80-90î da ji ber şert û mercên siyasî, leşkerî yên li Kurdistanê wî jî hewl daye ku bibe dengê civaka xwe. Li ser vê yekê jî bûyerên ku di nav civaka wî da diqewimin ji bo afirandin û hilberandina wî ya edebî bûne motîvasyonên sereke. Wî hewl daye, pêvajoya dekolonîzasyona civak û neteweya xwe da, bi helbestên xwe behsa civaka xwe bike.
Di nav helbesta kurdî da, gelek helbestvan û metnên serwinda hene ku meriv dikare di çarçoveyên cuda cuda da, bi perspektîfên ciyawaz wan binirxîne. Goran Hacoyê bêdîwan jî yek ji wan helbestvanan e. Metna Diyalogê di nav helbesta kurdî ya modern da yek ji metnên herî serhildêr e ku meriv dikare rasterast gotara dekolonyalîzmê tê da bibîne. Di helbestê da, Haco amaje bi gelek hêlên civakî yên serdema dagîrkeriyê û dijdagîrkeriyê dike. Di nav konteksteke zemanî û mekanî da du kes bi hev ra rû bi rû dimînin. Kurdistana dagîrkirî û Tirkiyeya dagîrker di peywenda dîrokeke sedsalî, ya ku teqabûlî serdema modern dike rastî hevûdu tên.
Xalên ku Goran Haco ji helbesta xwe ra kirine dabaş, xalên giring yên ontolojîk in. Jiyan, siyaset û epîstemolojiya kurdan bi van xalan tê arastekirin û wisa teşedar dibe. Ji ber wê yekê jî, gotara Ezêkurd wekî rêbazeke çareseriya kêşeyê jî dikare bê nirxandin. Li vir em dikarin bibêjin ku her çiqas armanca metnên bi vî rengî ji bo cîhana ku daye pey estetîka Rojava zêde ne muhîm be jî, estetîkeke xweserî mekan û zîhnên dagîrkirî di xwe da dihewîne. Ber wê meriv dikare piraniya polîtîka û poetîkayên hilberandinê yên cîhana sêyem di çarçoveya estetîkeke cudatir da binirxîne.
Atsiz, N. (1931, 08 15). https://huseyinnihalatsiz.com/makale/turkler-hangi-irktandir
Aydınkaya, F. (2010). Vicahiye Çevrilmiş “Kürt Modernleşmesi Eleştirisi”. Dipnot.
Best, S., & Kellner, D. (2011). Postmodern Teori. (W: M. Küçük) İstanbul: Ayrıntı.
Boym, S. (2010). Tırnak İçinde Ölüm: Modern Şairle İlgili Kültürel Mitler. (W: E. Ayhan) İstanbul: Metis.
Ergün, Z. (2017). Nerît û Helbest. İstanbul: Nûbihar.
Ferro, M. (2002). Sömürgecilik Tarihi: Fetihlerden Bağımsızlık Hareketlerine 13-20. Yüzyila Kadar. (W: M. Cedden) Ankara: İmge Kitabevi.
Giddens, A. (2016). Modernliğin Sonuçları. (W: E. Kuşdil) İstanbul: Ayrıntı.
Goodchild, P. (2005). Deleuze & Guattari Arzu Politikasına Giriş. (W: R. G. Öğdül) İstanbul: Ayrıntı.
Goyi, Z. (2020, 07 02). Kürd Araştırmaları. https://www.kurdarastirmalari.com: https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-mimetik-s-m-rge-49
Hegel. (2011). Estetik. (W: A. Yardımlı) İstanbul: İdea.
Hünler, H. (2007). Felsefe Ansiklopedisi, E. A. Cevizci, Ankara: Ebabil Yayınları.
Jusdanis, G. (1998). Gecikmiş Modernlik Ve Estetik Kültür. (W: T. Birkan) İstanbul: Metis.
Koyî, H. Q. (2004). Nefel. nefel.com: http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/haci_qadire_koyi_diwan_02.pdf
Kula, O. B. (2010). Hegel Estetiği ve Edebîyat Kuramı. İstanbul: Bilgi Üniversitesi Yayınları.
Loomba, A. (2000). Kolonyalizm/Postkolonyalizm. (W: M. Küçük) İstanbul: Ayrıntı.
Mmembe, A. (2019). Zenci Aklın Eleştirisi. (W:Ö. A. Çandar) İstanbul: İletişim.
Paz, O. (1996). Çamurdan Doganlar. (W: K. Atakay) İstanbul: Can Yayınları.
Sapiro, G. (2019). Edebiyat Sosyolojisi. (W: E. C. Gürcan) Ankara: Doğubatı.
Sezgin, O. (2019). Glauber Rocha Sineması’nda Dekolonyal Estetik. Marmara Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Radyo Televizyon Ve Sinema Anabilim Dalı Yüksek Lisans Tezi.
Sustam, E. (2022, Hezîran). Academia.edu. https://univ-paris8.academia.edu/EnginSustam.
Young, R. (2016). Postkolonyalîzm. (W: B. T. Şen) İstanbul: Matbu Kitap.
Zima, P. V. (2015). Modern Edebiyat Teorilerinin Felsefesi. Ankara: Hece Yayınları.
[1] Di vir da zayenda `ez`an nêr e, ev tercîheke bi zanebûn e. Ji ber ku mêrekî helbest nivîsîye, ji ber ku di helbesta wî da dengekî mêrane heye û çend `mêrxas` û çend `neyarên` mêr bûne dabaşa poetîkayê, min jî ev `ez` wekî mêr hesibandin.
* Ji bo zanyariyên ku bi min ra parve kirine ez gelekî ji Apê Zinarê Xamo razî me, spasiya wî dikim. Mala te daim şên be Apo.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →