Şakiro : Dengekî Ku Digihîje Çar Alîyê Welat
Makale / Kenan Söylemez

ekran_resmi_2020-11-14_01.06.42 
Kurtejîyana Şakiro

Şakiro, kurê Bedîhê Mihê Zîlî ye, navê dayîka wî Cahir e. Bav û kalên wî li Rewanê gundê Qerqa niştecih bûne. Îro ev gund di nava tîxûbên Ermenistanê de ma ye. Piştî Şoreşa 1917an malbata wî bar dikin dihên Kela Zêtkan li Topraxqelayê bi cih dibin. Dengbêj Şakiro li vir tê dinyayê. Piştre bavê Şakiro Bedîh ji malbata xwe vediqete bi zarên xwe ve tê gundê Cemalvêrdiyê ku girêdayi Dutaxê ye bi cih dibe. Wê demê Şakiro 5/6 salî bûye.(Guneş/Şahin,2018:31)

Cemalvêrdî dibe sedem ku tovên dengbêjiyê di jîyana Şakiro de were çandin. Lewra ev gund dengbêjekî efsanewî Evdalê Zeynikê di nav ax û ava xwe derxistiye. Belê Şakiro nagîhêje Evdalê Zeynikê lê xwe digihîne şakirdê wî Dengbêj Bedîhê Çavşûşe( Bedîhê Kor). Heya hîjdeh saliya xwe li gundê Cemalvêrdiyê dimîne ji Bedîhê Çavşûşe hînê kilam gotinê, rê û rêbaza dengbêjiyê dibe. Mirov dikare bibêje ku Dengbêj Şakiro şakirdê Bedîhê Çavşûşe ye.(H. Elbaqî, Cemalvêrdî, 2020)

Şakiro di hîjdeh saliya xwe de keçeke bi navê Dîlber direvîne û pêre dizewice. Pîştre bi malbata xwe ve bar dikin diçin gundê Gazbêlê ku li ser navçeya Qereyaziyê ye.  Demên li Gazbêlê Şakiro bênavber li ser dengbêjiyê disekine. Şevên zivistanên dirêj de her dem dîwanan li dardixe û kilaman dibêje. Salên ku li Gazbêl û gundên derdorê derbas dibin Şakiro her tim bi dengbêjên derdora xwe re hevdîtîna pêk dihîne û bi wan re distirê. Di beşeke vê nivîsê de emê behsa wan dengbêjan jî bikin.

 Bedîhê Mihê û zarokên xwe di sala 1960î de bar dikin diçin bajarê Edenê. Piştî şeş salan disa vedigerin tên heya du salan jî li bajarê Muşê bi cih dibin. Piştre Şakiro û birayên wî Salih, Seîd û dayîka wan Cahir tên Qereyaziyê. Bedîhê Mihê û jina wî ya duduyan Cemîle û zarokên din tên li Agiriyê gundê Navik bi cih dibin.

 Dema mala wan li  Gazbêlê bûye, Dîlber kurekî bi navê Fewzî dihîne dinyayê. Şakiro di wan salan de keçeke bi navê Serayê re dizewice, ji wê jî kurekî bi navê Metîn çêdibe. Li Edenê jî bi Xanimê re dizewice û kurê wî yê Umît jî ji Xanimê çêdibe. Welhasil Dengbêj Şakiro sê caran zewiciye.

Dema du salên ku li Mûşê jî derbasbûye dema ku hatîye Qereyaziyê jî qet ji dengbêjiyê dûr neketiye her tim di nava dîwanên dengbêjan de bûye. Dengbêj Şakiro 1991ê de bar dike vê carê koçê Enqerê dike û du salan li wir dimîne. Piştre koçê Îzmirê dike û heya 1996an ku jîyana xwe ji dest bide li wir dimîne. Li goristana Altindaxê ku li bajarê Îzmirê ye tê binaxkirin.

Dengbêjên Li Ser Şakiro Bandor Hîştine

 Dema mirov dibêje Serhed dengbêjî, ku mirov dibêje dengbêjî jî Evdalê Zeynikê tê bîra mirov. Mirov ji dengbêjên herî mezin bigire heya yên piçûk tu dengbêjên Serhedê xwe ji bandora Evdalê Zeynikê xelas nekiriye. Şakiro jî li ber destê Bedîhê Çavşûşe fêrê dengbêjiyê bûye ku Dengbêj Bedîh jî yek ji dengbêjên rêça Evdalê Zeynikê ye. Bi vî awayî Şakiro bi Bedîhê Çavşûşe re him di bin bandora wî de dimîne û him jî ya Evdalê Zeynikê de. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Şakiro ji wan dengbêjan e ku ji ekola Evdalê Zeynikê derketiye û pêş de biriye.

Dengbêj Şakiro wexta li Qereyaziyê bûye bi gelek dengbêjên ku di wê dewrê de bi nav û deng bûne dinase û bi wan re kilaman dibêje. Siloyê Gulê, Ferzê, Evselamê Koşkê, Mistefayê Çiftborî, Feqîyê Qizqapanê, Mihemedê Xilxile û Reso ji van dengbêja nin. Belê Şakiro çiqas ji van dengbêjan kilam, zanebûn, çîrok û serpêhatî hînbûye ewqas jî bêguman bandor li ser wan dihêle.

Bajarê Mûşê di warê dengbêjiyê de cihekî taybet digire. Dema Şakiro ji Edenê vedigere li Mûşê dengbêjiya wî bêtir bi pêş de diçe. Bi Dengbêj Hûseyno, Sidîqoyê Zorava û Zahiro re dikeve lecê. Çiqas dengbêjên herema Mûşê heye wan nas dike û danûstandina bi wan re çêdike. Ev jî dengbêjiya wî geştir dike. Gava cara duyem vedigere Qereyaziyê piranî bi "Şahê Dengbêjan" Dengbêj Reso re distrê û bi taybetî jî di bin bandora wî de dimîne. Lê ku raya giştî jî dizane Dengbêj Şakiro çiqas ji dengbêjên beriya xwe sûd wergirtiye jî ji xwe re şêweyeke nû avakiriye. Ew sewta wî ya bêhempa navê Dengbêj Şakiro li her çar aliyê welat belav kiriye.

Di Kilamên Şakiro De Mijarên Sereke

Mirov gava stranên Şakiro bi giştî guhdar dike mirov dikare bi hêsanî bibêje mijara stranên wî ya sereke evîn e, eşq e. 'Xweza' di kilamên Evdalê Zeynikê de çi be 'evîn' di kilamên Dengbêj Şakiro de ew e. Evîn, bûye mijarên kilamên wî yên bêhejmar. Kilamên ku Şakiro li ber xwe afirandîye piraniya wan li ser evîniyê ye, bedewiya jinê ye. Di her kilamê de jin ji têla porê wê bigire heya pê wê hatîye terîf kirin. Di kêjan bûyerê de dibe bila bibe jin wek motîveke bingehîn tê de ye.

Beşek ji kilama “Qaza Muksî”:

Lê lê muhibê, serî diêşe

Dilê min ji bona te yan e, yan e

Taxima sing û berê Qaza min,

Yalîkî deşt e, yek zozan e,

Tê da hêşîn bûne gul û fîdan e,

Serê hemûyan li hewa ne.

 ………

Wey gundîno Qaza Min qaz nîn e,

Yeka bejinzirav e, çepeldirêj e, porkej e,

Navik qendîl e, garden zirav e, jê diêlîne,

Zarave şîrîn, zimanê tûtî ne,

Bi şêst û şeş awazan ji xwe ra diqebîne,

Suretê sor û sosinê xal-xalî ne,

Cavê reş in, kildayî ne

Birîyên tenikê qeytanî ne

Nava birîyan çar tilî ne.

 

Li serê Qaza mi kofî ne,

Li ser kofiyê şar û şemaqî ne,

Li ser şar û şemaqîyan mirîşkî ne

Li ser mirîşkîyan qolek zêrê Mehmudî ne.

Taxima Sing û berê Qazê mînanî zozanê li Çulyê, li Maçulyê

Li Axuryê, li Sine û Sînegê,

Qazgol û Bîngolê, Şûşan û Tekmanê,

Li welatê me Serhedê,

Meriv konê xwe lê dayne, çadira xwe lê biçikîne,

Çend rojeka bi mêvanî

Li taxima sing û berê Qazê bimîne,

Lezetê ji bedena xwe bibîne….

 Ahmet Aras weha vediçirîne vê beşê: Kivşe ye ku “sing û berê” jinê, ji yalê bedewiyê da xaleke pir muhîm e. Evîndar bi devê dengbêj va “sing û berê” dilketiya xwe dişibîne zozanan, hemû zozanên Serhedê yên bi nav û deng rêz dike, “çardaxa xwe lê diçikîne” û “lezetê ji bedena xwe dibîne.” Evîndar ji serê dilketiya xwe da dest pê dike, kofîyê li sere wê dike û şemaqîyan va dixemilîne û qolê zêra li dorê dicivîne, bejn û bala wê terîf dike û rewşa porê wê jî tine ziman.(Aras, 2010:3)

Ev kilam bi xwe ya Dengbêj Reso ye. Dengbêj kilam li ser bûyerekê dernexistîye, tişteke xeyalî ji xwe re çêkirîye,  evîna xwe şibandiye qazeke koçber û zozan bi zozan gerandiye.

 Belê mijara duyemîn mirov dikare bibêje kilamên serhildanê gel in, ku di gelek dengbêjan de mijara sereke ye. Şakiro jî bi sewta xwe ya resen van kilaman ji dengbêjên wek Mistefayê Xelê Heyran, Mihemedê Xilxile, Dengbêj Reso û hwd. hildaye û gotiye. Dengbêj Şakiro li Serhedê hatiye dinê û mezin bûye. Belê xwe negîhandiye Hereketa Şêx Seîd û Serhildana Agiriyê lê bi wan çîrok û efsaneyên serhildanan mezin bûye. Şakiro ne tenê deng e, van çîrokan hildaye bi meqam û avazê xwe yê şaîrane xistiye kilam û heya roja me ya îroyîn aniye.

Di vê mijarê de ez dixwazim beşek kilama "Kekê Xiyasedîn" mînak bidim. Belê ev kilam bi agahdarîya Ahmet Aras em dizanin ku kilama Mistefayê Xelê Heyran e, lê ya ku kilam qeyd kiriye û aniye bi me daye nasîn Dengbêj Şakiro ye.

Heyla ha wey lê, wey lêêê...

le bira şewqa Kela Xinûsê lê nexista,

li Bîngolê ji xwe ra çiya bi çiya lo hoy oy

bira neda bimbareka Qolhêsarê, derê Mala Efendî

mizgefta û camîyan hê hê

 

bi destê kekê Şêx Xiyasedîn digirtin, kelepçe dikirin,

dane pêşiya cotê cendirmeyê singûliyan lo lo

berê wî dane Enqerê-Horgofê, nava hezar û pênsed mêrê di girtiya,

lema keleka dînê îslamê ji xwe ra welgeriya lo hoy oy

Xoce Elyas, xocê cumhûretê,

rûniştî li kavila Enqerê, li serê van têla,

têl li ser têla dida welatê Serhedê, li ba Şêx Elîriza,

digo mala te xira be,

tuyê kilîta lêxe, li devê hucran û camîyan û medresa

tu nizanî, piştî kekê  Xiyasedîn,

qanûna me bû qanûna Nîgalo-duwalê ecnebîya le yê

 

le bira, tu gula şêxan î bira, piçûkê biran î bira,

li welatê xerîbê  derdê pûçê bê derman î bira,

heya dinya xweş ava be,

keder û mereqa me hemûyan î bira

welatê xerîb û xerîbistanê tu sêr bike çima derdê pûçê bêderman î

                    ***

Belê ev kilam piştî Hereketa Şêx Seîd hatiye gotin. Lê ez dixazim di vir de tiştekî zelal bikim. Bi agahiyên kurê Şêx Xiyasedîn Şêx Muhsin dibêje yê ku destê wî tê kelepçe kirin û dişînîn Enqerê ne Şêx Xiyasedîne, belê birayê wî yê Şêx Selahadîn e. Dema zarên Şêx Seîd ji Iraqê vedigerin Şêx Elî Riza salên 1929/1930î de tîne teşebuseke/partiyeke sîyasî çêbike. Ku dewlet pê dihese Şêx Selahadîn jî ji ber fedekariya biratiyê dibê min kiriye û tê girtinê. Şêx Selahadîn dibin Enqerê û bi neh salan ceza lê tê birîn.(Şêx Muhsin,Tebax,2020)

 Gava mirov kilamê vediçirîne Enqere/Horgof cihê menfiya bûye, kesên ku hatine girtin ji Xinûsê birine wê derê. Nîgalo çarekî Ûris bûye beriya Şoreşa Ûris, Nîgalo motîveke ku dengbêj rejîma nû xwestiye bixe hevalê Ûris. Xoce Îlyas mebûsê Mûşê bûye û di wê dewrê de aligirê dewletê ye. "Mala Efendî" ji ber Şêx Seîd ji bo malbata wî tê bikaranîn. Bi taybetî ev kilam ji kilamên serhildanê yên din cudatir dewsa mêrantî û şer xemgîniyeke ku mirov dikişîne nava xwe tê de ye.

 Mijareke din jî ku di hemû kilamên dengbêjan de xwiyaye şerên navxweyî ye. Me beriyê gotibû ku dengbêj her tim di nava civakê de bûne. Ev şerên eşîra jî rastiyeke wê demê bûne. Dengbêjan jî van bûyeran hildane xistine kilam, li ser egîdiya mêrên kurd pesn dane. Aliyekî din ve dîrok û rewşa civaka kurdan a wê demê dane nasîn. Ger ev kilam nebûna dibe ku gelek bûyer heya roja me nehata. Lewra van bûyeran di dîrokeke nivîskî de tune ne. Di vê mijarê de jî mirov dikare behsa kilama Şakiro "Dêran" bike. Ev kilam ji çend kilamên wî yên ku dinava gel de pir belavbûye ye.

Beşek ji kilama Dêran:

Erê dêran were dêran dêran... hey wayê

Gulê dêranê kejikî wêran bişewite li zinêr e

wa li zinêre hey wayê

ava Corovanî kavil, Delo Elo, Girecinê wêran, Hesenavayê

bi donzdeh tîşa bi ser da şax vedaye

îro ji êvar da himî xar e himî nêr e hey wayê

mi dî sê siwar siwarbûne ji milazgira tewra jêre

siwarê pêşîn Esedê Xêlit e

siwarê selefî siwara Fetulaya

siwarê li dawîyê dajo çûyîn çûyîna Gêjo ye

şêl û pêla Têlî Reşkal Riza ye

sewta wî sewta kewî nêr e hey wayê

Hemzoyê Hesen bi sê denga bang dikirî

go Rizakê ez bi qurban tu nizanî Kejik ji berê di paş da

Mexelê pezê meyî nêr e hey wayê

***

dêran, dêran, dêran...

Hedê digo Gulê rebenê tu rabe

emê serê xwe kur kinni heft gûzan û donzdeh kêra

çawa cuwabkî nebxêrê hatî dibê li Kejikî wêran

Mala Ener, Mala Şewêş li hev anîne qira şêran û mêra

he hû bê ho oy oy.

 Şerê di nava Emerya û Şewêşya ku li ser Kejik derketiye bi texmînî sala 1890/91î de ye.(Aras,2010, Rp 3)

Kejik gundekî Qereyaziyê ye ku şer li ser derketiye. Bi rastî ev şer ne di nabera eşîrên cuda de ne lewra Emer û Şewêş birayê hevûdine û ji êla Hesenan in. Riza, Fetula û Eshed birayê hevûdine û lawê Xalidê Rizgan in ku Rizgan jî lawê Emer e. Mixabin piştî şer ji her du aliyan jî gelek kes têne kuştin.(ERGIN, Hesê/Milazgir, 2020.)

 Weke dinê kilamên li ser xwezayê, ramanê û bi giştî li ser jiyanê gotiye. Di serî de Dewrêşê Evdî û gelek destan jî ji ber kiriye û gotiye. Em hêvîdar in ku di rojên pêş de xêrxwazên zimanê kurdî derkevin û çîrokên van kilaman bikaribin bi me û raya giştî bidine naskirin.

Di Dengbêjiya Kurd De Cihê Şakiro 

Herema Serhedê di dengbêjiya kurd de cihekî navend e. Taybetiya Serhedê kesên ku xwestine bibin dengbêj herdem li derdora xwe dengbêjên bi nav û deng dîtine. Derfet hebûye ku şagirt li pey hostayê xwe bigere, bi salan li ber destê dengbêj fêrê kilaman bibe. Dengbêj Şakiro jî di nava Serhedê de mezin bûye, li çar aliyê wî dengbêj hebûne. Şakiro jî vê derfetê bi kar aniye, bi wêrekî li pey dengbêj û kilaman çûye. Heya karibûye ji vê kaniya geş û gur vexwariye.

Şakiro beriya her tiştê xwe di warê dengbêjiyê de xurt kiriye. Bi mehan bi salan li pey dengbêjan û çiroka dengbêjiyê geriyaye. Xwe her tim wek şakirdekî dîtiye û heya dawiya emrê xwe hîn bûye û kilam gotiye.

Em qala dengbêjên Serhedê bikin em dikarin bi dehan, sedan nav bidine rêzê. Lê di vir de mirov dikare ji xwe û raya giştî re pirsekê bike. Çima di nava ewqas dengbêjî de Şakiro wek tîrojekê tavê bilind bûye û xwe gîhandiye çar aliyê welat? Taybetiya Şakiro ji wan dengbêjên mayîn çiye ku îro zêdetir tê naskirin?

Di axaftina min û Hunermend Hemê Hecî de min ev pirs ji wî jî kir. Ev bersiv da: " Her kesekî hunereke wî heye. Minak, Resoyê Gopala. Resoyê rihmetî bi zanebûna xwe û bi gotinê xwe dengbêjekî kûr e, warê dengbêjiyê de felsefeyek nû ava kiriye. Lê Şakir Xwedayê Teala qirikek wisa dayê kêjan kilam xwendiye di cih de rûniştiye. "Qiraetê" wî xweş bûye, lewma evqas dengê wî belav bûye."(Hecî, 2020)

Xuyaye ku 'Xweşikbûna Deng' Şakiro gavekê derdixe pêş. Şakiro, wan çîrok û bûyeran bi dengê xwe yê efsûnî gotiye û bandor li ser guhdaran hîştiye. Hawînî û xulxulandina wî mirov hildaye bin bandora xwe û li pey re biriye xistiye nav çîrok û bûyeran. Şakiro di kilamên xwe de ziman hebandiye, gelek peyv û gotinên ku îro di kurdiya rojane de nayên bikaranîn derdixe pêşberê mirov. Şakiro bi terza vegotina xwe, bi lihevanîna xwe ya xweşik û bi hûnandineke hostayî di nav dengbêjên din de serdesttir bûye.  

 Mirov dikare di roja îro de cihekê resen di dengbêjiya kurd de ji bo Dengbêj Şakiro veqetîne. Çawa di dengbêjiya kurd de Evdalê Zeynikê, Şêx Silê, Gula Bavfile, Ferzê, Resoyê Gopala û hwd. cihê xwe girtine Şakiro jî dibê di vê asta bilin de cihê xwe bigire. Ne weke ku îro di nava ciwanên kurd de wek popularîteke rojane, dibê weke kesayetekî ku di çand û hunera kurd de mohra xwe lêxistiye were naskirin û qîmet dayîn.    

Çavkanî

1. Ömer Güneş/ İbrahim Şahin, Antolojiya Dengbêjan2, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2018.

2. Hevpeyvîn, H. Elbaqî Koca( lawê Bedihê Çavşûşe), Cemalvêrdî( Dutax), 2020.

3. Ahmet Aras, Kilama Kurdî û Dengbêjîya Serhedê, Kovara Bîr, 2010.

4. Hevpeyvîn, Kurê Şêx Xiyasedîn Şêx Muhsin, Tebax 2020.

5. Hevpeyvîn, Enver Ergin, Hesê/Milazgir, Tebax, 2020.

6. Hevpeyvîn, Hunermend Hemê Hecî, 2020.