Ji bo hejmara bê bangewaziya nivîsan

Kovara Lêkolînên Kurdî – Kürt Araştırmaları Dergisi

Şopînerên me yên hêja, mijara hejmara 10. ya kovara me “Li Kurdistanê Jin û Zayenda Civakî” ye. Hejmara me ya ku bi edîtoriya NûrDan Goyî were amadekirin, wê di çarçoveya sernavên ku li jêr hatine diyarkirin de be. Hûn nivîsê xwe dikarin bi kurdî, tirkî û îngilîzê binivîsînin. Kesên ku bixwazin nivîs bişînin divê heta 15ê Tebaxê ji emaîla (kurdarastirmalari@gmail.com) kovarê re bişînin. Divê nivîs di formata akademik de be û îsûla nîşandana çavkanîyan jî li gor formatên APA û MLA bin.

Dîroka dawî ya nivîsşandinê 15ê Tebaxê ye.

Mijara Dosyayê: Li Kurdistanê Jin û Zayenda Civakî

Sernavên Mijara

  • Li Kurdistanê di tevgerên dînî û sîyasî de jinên kurd
  • Li Kurdistanê di warê sosyo-aborî de rola jinê
  • Çanda Kurdî û zayenda civakî
  • Îslam û jin
  • Di bawerîyên ji bilî İslamê de di aliyê civakî û çandî de cihê jinê
  • Şer, komkujî, etnosîd, koç û jinên kurd
  • Li Kurdistanê pirsgirêk û têkoşîna kesên LGBTQİA+
  • Femînizma reşpoş, postkolonyal û dekolonyal
  • Jineolojî
  • Jinên Kurd yên navdar
  • Çand, folklor û jinên kurd
  • Di nav sîstema eşîretan de jinên kurd
  • Netewperwerî, zayenda civakî û jinên kurd
  • Huner û jinên kurd (sinema, şano, muzîk)
  • Di dîroka rewşenbîrî û nivîsînê de jinên kurd
  • Li Kurdistanê tevgerên jinên kurd yên organîze