Ji Dîndarîyê Heta Çekdarîyê
Makale / Agirî Îsmaîlnijad

thumbs_b_c_e0398e17f8b389f3ef96a1f13ff1d8dc

Ji soranî bo kurmancî: Mistefa Zengîn

Şoreşa sala 1979a yek ji girîngtirîn bûyerên dîroka modern ya Rojhilata Navîn e. Ji ber ku heta serkeftina wê şorêşê ti desthilatdarîyeke Îslamî ya Şîa peyda nebûbû. Sedem ew e ku ew desthilatdarîya ku piştî wê şorêşê hate ser kar, li gorî rêya Welayetî Feqîh, ku di rastîyê de desthilatdarîyeke teokrasî ye, bersivê dide wan hemû pirs û kêşeyên ku pê ra rûbirû dimîne. Li Îranê piştî Şoreşa 79a desthilatdarîya Şîa, ku li ser sê stûnên wek Îranîbûn, Şîabûn û Welayetî Feqîh hatibû damezirandin, pir zû li gel neteweya kurd rûbirû bû. Ew desthilatdarîya wek hêza li hemberî kurd sê çek di dest de bû:

1-) Rewatîya Îslamê di nav civaka Îran û Kurdistanê de

2-) Bawermend amade bûn ku li ser navê bidestxistina xewna serkirdeyên xwe her karekî bikin.

3-) Rêkxistina pêkhateya melayan wek torekê pêk hatibû û li hemû Îranê bûbû sazî.


Di vê gotarê de em behsa wê yekê dikin ku sedema herî girîng ya ku tevgera Kurdistanê û Komara Îslamî li ser ti xaleke hevbeş nagihîne hevdu çi ye? Û herwiha tê behskirin ku Komara Îslamî çi bandor li ser dîskursa neteweyî-demokratîk ya Rojhilatê Kurdistanê kiriye?

Destpêk

Tevahîya vê meqaleyê di nav çarçoveya têgihîştina Îmamet ya dînê Şîa de dizivire. Îmamet çaremîn hîmê sereke yê bawermendên Şîa ye, ku ew li gorî wê hîmê di wê bawerîyê de ne, ku desthilat ji Xwedê derbasî Îmamên wan bûye.[1] Di warê Îmametê de jî du xal girîng in:

1-) Di rastîyê de Îmam tenê ne rêberê siyasî ye, bi awayekî teqez xwedîyê desthilatîya siyasî ye.

2-) Îmam bêguneh e, ku ew ti şaşîyekê nake.

Ev herdu xal jî tiştekî derdixin holê ku, ew jî bênirxbûna civakê û takeşexs e. Ha ew takeşexs bawermendekî nav dînê Şîa be, an mislimanekî xeyrî Şîa an jî kafirek, pir cudahî tune ye. Bo desthilatdarîyê ferqa girîngîya wan heye lê di asta biryarê de pir cudahîya wan tune ye. Xumeynî li ser vê mijarê ji Qurana Pîroz ayeta 6a ya Sûreya Ehzabê wek belge tîne[2] (Xumeynî, 28): "Pêxember bo bawermendan ferztir e (nêzîktir e - n.w.) ji wan"[3] (Ehzab: 6).

Têgihîştina Îmametê di dîroka Şîa de pêkhateyek di dewra xwe de afirandiye, ku ew pêkhateye di rastîyê de rêveber û parêzerên dîn ên civaka Şîa li xwe digire, lê li gorî xwendina Welayetî Feqîh ya li ser têgihîştina Îmametê, rêveberên dîn dibin cîgirên Îmamê Zeman, ku xwedîtîyê li desthilatîya siyasî dike û ew desthilatdarî jî ji Xwedê bo wî hatiye xwarê.

Di vir de em wê pêkhateyê wek Pêkhateya Melayan bi nav dikin, ku ji Feqîhê Asayî û Rewzexwênekan heta Mercîa Teqlîdê li bawerîya Şîayê digire. Di lîteratura fermî ya Komara Îslamî de ji vê pêkhateyê ra tê gotin, Sîstema Rûhanîyetê. Xumeynî wê tebeqeyê wek çavdêr û parêzerê Îslamê bi nav dike.[4]

Pêkhateya Melayan di rastîyê de toreke pêşmodern e. Eger ew pêkhateya di nav civakê de nemîne an ger cihê xwe yê civakî wenda bike, di rastîyê de ew dîn bi xwe ye ku cihê xwe yê civakî wenda dike. Ti dînekî me tune ye desthilatî li pişte nebûbe û nebe. Dîn gava dikare mayîna xwe ya di pêvajoya dîrokê de biparêze, ku pêkhateya parêzer ya wî dînî biparêze û eşkere ye ew pêkhateya jî eger bixwaze dîn belav bike, divê wê bike tor û eger bixwaze di pêvajoya dîrokê de biparêze, divê desthilatî bo wê dabîn bike.

Lê ev mijar di bawerîya Şîa de li gorî têgihîştina Îmamet û xwendina Welayetî Feqîh ya wê têgihîştinê pir cuda ye û ew di wê bawerîyê de ne ku desthilata sîyasî ya Xwedê ye û Xwedê jî ew desthilatî radestî Îmaman kiriye û di serdema hîmayeta Îmamê Zeman de ew desthilatî radestî "Îmamekî Adil" tê kirin. Têgihîştina Welayetî Feqîh ew hemû mafên ku di serdema desthilatdarîya Pêxemberê Îslamê de hebûn, bo Welayetî Feqîh jî maqûl dibînin (Xumeynî: 52-53).[5]

Eger di warê çandî de jî li ser cihê Pêkhateya Melayan yê di çanda Şîa de were fikirîn, mela, ku di çanda Îranî de wek parêzerên dîn tên qebûlkirin, di nav civakê de xwedîyê cihekî pir girîng bûn û ji berê de çîna(tebeqeya) parêzerên dîn di nav pêkhateya çînayetî ya çanda Îranî de wek çîneke taybet tê nasîn.

Mela jî piştî belavbûna Îslamê û bi taybetî jî piştî damezirandina desthilatdarîya Sefewîyan, ji alîyê civaka li bin desthilatîya Sefewîyan ve wek kesên cihê bawerîyê hatin nasîn. Xelk bi rêzdarî li pey wan bû. Di warê jiyana taybet de jî, di warê aborî û siyasî de jî civaka wan bi wan bawer bû. Heta radeyekê mislimanek bi rêya melayekî dikare ji bo miriyê xwe biçe hec, nimêj bike an rojîyê bigire (Xelicî: 118)[6]. Ji bilî vê yekê ku çîna melayan dikare xums, serfitre, xêr û xêrat, zikat û sedeqeyan jî werbigire û ev li gorî şerîet û dîn ji wan re helal e û li gorî civakê jî ji wan re rewa ye. Ev çavkanîya dahatûyê heta astekê wan serbixwe dike. Cihê wan ê civakê jî wiha dike ku ew çîneke rûspî bin; him li hemberî dijberên wan him jî di nav çîna destjilatdar a siyasî de.

Li Îranê di nav hikumetên cuda yên berîya Komara Îslamî de dîn parçeyekî desthilata sîyasî bû. Ji ber ku di rastîyê de Şah an "nûnertîya Xwedê" kiriye an pêwistîya wî bi pêkhateya melayan hebû, ta ku rewatîyê bo xwe bi dest bixe û civaka Îranê di bin destê xwe de bigire. Ev herdu jî xwedîyê wateyekê ne, ku desthilatdarîya siyasî ji bo berdewamîya xwe pêwîstî bi pêkhateya melayan hebû. Ev jî bi awayekî eşkere tê wê wateyê ku çîna melaya di pêkhateya siyasî û civakî ya Îranê de desthilatiyek e û desthilatîyek bû. Ew desthilatî dikare wek yek ji desthilatîyên nerm ên di nav civaka Îranê de were hesibandin.

Dîn di rastîyê de tê wê wateyê ku tu endamê komekê yî (Nîkfîr: 26)[7] û mislimanbûn jî tê wê wateyê ku ew kes ji endamên koma misliman in. Di heman demê de li gel wê dîn dikare şêwazek ji rêkeftinên civakî be, lê belê ji cûreyê wê yê pîrozkirî ye (Nîkfir: 24).[8] Pîrozbûna dîn rûyê peywendîya wê civakê vedişêre, lê rastî ew e, ku di çarçoveya dîn de em civak xwedîyê toreke peywendîyan in ku di nav çîna parêzer a dîn de (di Îslama Şîa de melayan) navenda wan dînî ye. Metna pîroz û kesayetî bawermend li gel wan û di navbera kesên bawermend de peywendîya aborî, civakî, siyasî û çandî ava dike. Bingeha sozdarî û pîrozî ya wê peywendîyê jî heye.

Ya di vir de girîng ew e ku pêkhateya melayan eger di nav civaka Îranê de tenê ne parçeyekî civaka dînî be jî, yek ji girîngtirîn parçeyên civaka dînî ye û dikare wê civakê mobîlîze û beralî bike û bi wê pêşîya hinek çalakîyan bide girtin an neçar bike ku hinek çalakî bike.

Vê pêkhateyê ji berê de di civaka Îranê de ev rola lîstiye. Rola melayan di Meşrûtîyetê[9] de hebû. Herwiha di serdema Qaçaran de jî rola sereke ya mela û mizgeftan di nav civakê hebû. Wek mînak, fetwaya melayan bû ku rêveberîya Qaçaran neçar kir, ku cara duyem êrîşê ser Rûsyayê bike û encama wê êrîşê jî Peymana Tirkmençayê bû.[10]

Di çanda Îranê de bandora pêkhateya melayan li ser raya giştî ya Îranê hebû lê ev pêkhateya di serdema pêşmodern de ne xwedîyê torekê bû û ger toreke wan hebû jî toreke lawaz bû û derfetên wan tune bû ku hemû civakê mobîlîze bike.

Modernîzmê li Îranê bo pêkhateya melayan ew derfet ava kir ku ew him li nav pêkhateya xwe û him jî ji bo kontrola civaka mislimanan toreke xurt saz bikin û di heman demê de bi wê rêyê jî bandoreke zêdetir û firehtir bixine ser bawermendan. Bêguman li gel vê yekê modernîzm û modernîte her tim ji alîyê pêkhateya melayan ve hat redkirin. Lê melayan bi başî sûd ji modernîzmê wergirtin. Li Îranê ew yekem kes bûn ku li dijî têlgrafê derketin û peyivîn, lê wan paşê ji bo bîrûboçûnên xwe bigihînin alîgirên xwe ew bi awayekî berfireh bikar anîn. Fetwaya heramkirinê ya titûnê jî bi rêya têlgrafê serkeftî bû.[11]

Di serdema înternetê de li gel ku li erdnîgarîya Îranê xeta înternetê tê fîltrekirin û gelek kêşeyên wê hene jî, mela bi awayekî berfireh sûdê ji înternetê jî werdigirin û piranîya Mercîeyên Teqlîdê ji bo peywendîdanîna li gel muqellîdên xwe xwedîyê malperên taybet in û bi taybet jî xwedîyê malperên ziyareta mecazî (vîrtuel, sanal – t.w.) ne. Herwiha bo komkirina xêr û xêratan, sedeqe û zikatan sîstema bankeyan û bo bîrûboçûnên xwe bigihînin muqellîdên xwe kanalên peyk (stalayt) bikar tînin.

Girîngîya kolan û cadeyan, têlgraf, banka û pergala darayî ya modern, peyk û înternetê bo pêkhateya melayên li Îranê ew e ku torekê di navbera mercîeyên teqlîd û muqellîdan de saz dike û ev jî tê wateyê ku muqellîd hîn zêde di bin emr û destûra mercîeyên teqlîd de bin. Ew jî bi vê rêyê bandora xwe ya li ser muqellîdan zêdetir dikin û him jî li ser rewşa muqellîdên xwe dibin xwedîyê zanyarîyên zêdetir û derfetên wan çêdibin ku bi awayekî rasterast bikevin nav jiyana muqellîdan.

Tora Pêkhateya Melayan Piştî Şoreşa Gelên Îranê

Pêkhateya melayan ji sê stûnên sereke pêk hatiye: Mercîeya Teqlîdê, medreseyên dînî û mizgeft. Di nav van stûnan de rola Mercîeya Teqlîdê hîn zêde ye û li gorî wê jî wek mercîeyan li herdu bajarên pîroz ên Necef û Qûmê kom dibin. Ew herdu bajar wek navenda torê ya pêkhateya melayan tên dîtin.

Di nav mercîeyan de kesên ku muqellîdên wan hîn zêde ne, destên wan diçe ku hîn zêde mehane bidin wan Feqîhan, yanê pereyekî pir zêde di destên wan de ye, ku dikarin hegemonyayekê bo xwe saz bikin û bi vî awayî dikare were gotin ku mercîeyet di dînê Şîa de çi qas navendî ye. Lê di warê kirinê de navend dikeve şûnekê û aliyê kesekî û di hemû qonaxên demê de navend ew pêkhate ye. Eşkere û diyar e ku dikeve kuderê û serşanê kê.

Mercîe di rastîyê de birêveberên melayên din in. Ew bi vê yekê ji alîyê dîn ve rewatîyê didin wan, ku çîna melayan, ne bi wê hemşêweyê be jî, dikarin civaka misliman ya Şîa birêve bibin, ku taybetmendîya wê jî heye û vê pêkhateyê hîn hevgirtî dike û şansê mayîna hêza nerm ya vê pêkhateyê û bandora wê ya li ser civaka muqellîdan zêdetir dike.

Ya ku li Îranê navendîbûna tora pêkhate ya melayan xurt û ewle dike, desthilata sîyasî ye. Desthilata siyasî ji berê ve, bi taybetî piştî ku Qûm bû navenda dibistaneke girîng ya dînî, ew dibistan û mercîeyên dewra wê dibistanê ji alîyê hêzên siyasî yên Îranê ve tên çavdêrîkirin û îdarekirin.

Piştî Şoreşa Gelên Îranê Sê Bûyerên Girîng Qewimîn

Yekem: Cara yekem mercîeyekî teqlîdê bû desthilatê sîyasî yê herî bilind. Yanê deshilata siyasî û dînî di şexsekî de kom bû.

Duyem: Dibistana Qûmê bi ser dibistana Necefê ket.[12] Ev yek jî di warê dîn de tê wê wateyê ku xwendina dînî ya tradîsyonel ya di nav Şîa de, ku xwe ji beşdarbûna karûbarê sîyasî diparast, marjînal bû û meydan hîn zêde ji xwendina Welayetî Feqîh re ma, ku di serdema wendabûna Îmam Mehdî de bawerîyê bi desthilatdarîya siyasî ya melayan tîne. Ew di madeya pêncan ya Destûra Komara Îslamî de dibêjin: “Di serdema wendabûna Îmamê Zeman (Îmam Mehdî) de li Komara Îslamê, serpereştî û pêşengî radestî melayekî xwedî bawerî û bi îman, dadperwer, ji dema xwe agahdar,rêveber û şareza tê kirin.”

Sêyem: Mizgeftên ku navendeke dînî bûn, veguherîn navendeke nîzamî û ewlehîyê.

Xumeynî piştî bidestxistina desthilatîyê karê ku pêşîyê kir ew bû, ku wî bawermend kirin çekdarên hikumeta xwe. Vê carê serbazên wî di rastîyê de “Pasdarên Îslamê” bûn. Girîngîya vê gotinê di vir de ye, ku pasdaran şerê xwe wek şerê pîroz didît û eger dihatin kuştin, diçûn bihuştê û eger kesek jî dikuştin, wan ew kes wek dijminê Îslamê kuştibû.

Xaleke balkêş ya ku divê were behskirin û ev mijara pê were piştrastkirin ew e, ku bi dehan pêşmerge dibêjin hinek ji wan pasdarên dîlgirtî ne, digiriyan. Ew dilxweşîya xwe nîşan didin ku em kesên dîlgirtî nakujin. Her çiqas di bersivdayîna dilxweşîya xwe de pasdarekî bi girî gotiye: “Ez ji mirinê natirsim. Bo wê yekê digirîm ku şehîd nebûm, ta ku biçime bihuştê.”

Şerê wiha sînorên hêza mirov derbas dike û heta tirs, ku di hundirê her şerkerekî de heye, wek xiyanet tê hesibandin. Xiyaneteke ku nabe ji Xwedê were veşartin. Di şerê asayî de fermandar jî wek te mirov e, tirs û soz û hezkirîyên wî heye û agahdarîya wî ji gelek tiştan jî tune ye. Lê di şerê pîroz de, çavê Xwedê li ser te ye, divê soz û hezkirina te ji hemû kesan zêdetir bo wî Xwedayî hebe û her xweşî te serkeftî dike. Ti cûreyê bêxemî û tirsa te ji wî nayê veşartin û êdî di vir de sînorên şer mirov diyar nakin. Bêguman hêzeke metafîzîk wê diyar dike.

Artêşa Xumeynî di rastîyê de hêzeke “axir zeman” bû. Hêzek e ku li ser navê soza bidestxistina dekeftîyên li dinyayeke din çek dabû destê xwe, ku wiha eger li vê dinyayê deskeftî nebûbe jî dilsar nedibûn. Ji ber ku wan mîsoger kiribû li wê dinyayê diçin bihuştê û bêguman wan mifteya derîyê bihuştê jî dabû destên xwe.

Ew mercîeya teqlîd ya ku li Îranê bû desthiatdarîya siyasî ya herî bilind di warê sê danûstandinên din ên girîng de guhertin pêk anî:

Yekem: Dîn hemû atmosfera civaka Îranê zeft kir û di rastîyê de derfeta civakê ji bo ti bawerîyeke din nema.

Duyem: Damezirînerên wê ji damezirînerên siyasî veguherîn damezirînerên dînî an bûn wek parêzerên hikumeta dînî. Wek mînak, îdareya tapûyê ji derve de ti bingeheke wê ya dînî tune ye lê di kirinê de milkê wan hemû kesên li dijî hikumetê bûn wek milkê Welayetî Feqîh hat hesibandin û bi wê şêweyê dibû wek beşek ji pêkhateya parêzerê desthilatîya Welayetî Feqîh. Xumeynî di warê wê peywendîyê de dibêje: "Dinya wiha ye, tenê bi danîna qanûnê temam nabe û bextiyarîya mirov dabîn nake. Piştî danîna qanûnê, divê di hikumetê de hêza birêveber were pêk anîn, ku hêza birêveber nebe, ew desthilatîya ne temam e”[13] (Xumeynî: 21).

Sêyem: Artêşek ji bawermendên çekdar saz bû, ku ew kes li ser navê bidestxistina armancên roja vejînê (axiretê) şer dikin, ne li ser navê armancên li vê dinyayê. Pir şaş nebînin ku piranîya fermandarên artêşê ji Kurdistanê dest bi jiyana xwe ya siyasî û ewlehîyê kiriye. Wan di rastîyê de Kurdistan wek cihê şerê kufr û Îslamê qebûl dikir û dikin.

Tevahîya wan danûstandinên di navbera pêkhateya melayan û civaka Îranê de wiha kir ku bibêjin li gel rejîmekê rûbirû ne ku nêrîna wê ji hemû nêrînên niha cuda ye û li her tiştî li gorî pîvana xwe ya taybet dinêre û ne girîng e ku ew pîvana wan li gel pîvana giştî û mirovî çawa be. Tenê ya girîng ew e ku em bizanin ew xwedîyê pîvana xwe ye û pîvanên wan ne wek pîvanên me ne.

Çekdarên Xumeynî Li Kurdistanê ne

Tevgera Kurdistanê li Tehranê wek dîskursekê du astengîyên mezin dixistin ser rêya dîskûrsa Welayetî Feqîha li Tehranê:

Yekem: Tevgera Kurdistanê xwedîyê nêrîneke sekuler bû/e. Ev jî di demeke wiha de ye ku dîskursa Welayetî Feqîh dîskurseke dînî ye.

Duyem: Tevgera Kurdistanê daxwazkarê dabeşkirina desthilatdarî ya li Îranê bû, dîskursa Welayetî Feqîh daxwazkarê komkirina desthilatîyê ye di şexsekî de, ne li herêmekê jî.

Di pêvajoya 10 salên pêşîyê yên piştî damezirandina Komara Îslamî de, di rastîyê de kêşeya herî mezin ya di navbera Tevgera Kurdistanê û desthilatdarîya Îslamî de, ku Welayetî Feqîh nûnertîya wê dikir, cudabûna nêrîna sekuler û dînî bû. Her li ser vê bingehê ye, ku Xumeynî  fetwaya cîhadê li dijî kurdan dida,[14] an bi sergirtî Xumeynî behsa wê dike, ku “em bi kurdan ra şer nakin, bi kufrê ra şer dikin.” Di vir de peyva kafir jî bi kar nayîne, bêguman peyva kufrê bi kar tîne. Ew kêşeya ku di navbera Tevgera Kurdistanê û Welayetî Feqîh de ji ber pirsa nêrîna sekuler destpê dike, nayê wê wateyê ku divê em dîskursa sekulerîzmê ji nav tevgera neteweyî ya Kurdistanê rakin. Bêguman ji bo zanîna xisara hemû bûyerên piştî şoreşa gelên Îranê yên di nav tevgera Kurdistanê de girîng e. Em dikarin behsa hinek sedeman bikin, ku ew vê mijarê piştrast dikin:

Yekem: Çekdarên dîndar li gorî nêrîna xwe ya şerê kufr û mislimanan bo Kurdistanê dihatin, ne bo parastina axa Îranê. Eşkere ye ku çekdarên dindar wek ku di detspêkê de jî hat behskirin, jiyana xwe ya niha li ser jiyana dinyaya din datînin. Ji ber wê jî ew ti caran ne amade ne li gel “kafir an ji wê jî xirabtir kufrê” li hev bikin û aşt bibin. Bêguman eger li gorî xwe nerm bibe jî, ew wê demê wek “Peymana Hudeybîyeyê”, peymaneke meslehetî ye.

Ji ber wê sedemê jî di 40 salên derbasbûyî de ji alîyê tevgera Kurdistanê ve derbeyên giran li Komara Îslamî ket. Lê amade nebû aşitîyê qebûl bike û bi daxawaza vê tevgerê razî bibe. Eger daxwaza danûstandinê jî kiribe, bo armanceke taybet û demeke taybet bû.

Duyem: Li gel ku tevgera Kurdistanê tevgereke xwedî nêrîneke sekuler e, lê belê ji ber ku civaka Kurdistanê bi tevahî bi dîn dorpêçkirî ye û ji ber ku gotara dînî ya serdest ya wê civakê jî Şîatî ye, tevgera Kurdistanê berî da bi gotara sunnîtîyê.

Sêyem: Eşkere ye ku gotara sunnîtîyê di nav tevgera Kurdistanê de û serkeftina gotara Şîatîyê li Tehranê, ew metirsî pêk anî ku kurdên şîa ji tevgera neteweyî qut bike, an bi şêweyê ku giranîya xwedîtîyê tê da beşdar nabin.

Encam

Pêkhateya Melayan di warê desthilatdarîya piştî şoreşa gelên Îranê de desthilatîya siyasî girt destên xwe. Berê cihekî wan ê civakî hebû. Ji ber ku wan nûnertîya pozîsyona civakî ya dînî dikir. Wê pêkhateyê piştî şoreşa gelên Îranê tevgerên Kurdistanê kir armanca xwe û bi rêya dîn û rewatîya şoreşa nû ya di nav xelkê da, derbeyên pir giran li wan tevgeran xist. Li gel vê yeke jî cara pêşîyê wan wiha kir ku pirsa dîn him di asta navxweyî ya tevgerê de him jî di asta derveyî gotara tevgerê de girîngiyeke mezin peyda bike. Melayan bi çekdarkirina dîndarên alîgir ên xwe şerekî giran birin ser Kurdistanê. Wan bi tevlihevkirina çewisandina Kurdistanê ya li gel şerê pîroz yê di dînê Îslamê de, neteweya Kurd tûşî tirs û xofê kir, ku heta fetwaya cîhadê li dijì neteweya kurd, ku neteweyeke misliman e, hat dayîn.

Pêkhateya melayan niha jî ji bo çewisandina Kurdistanê roleke sereke digire ser xwe û wan bingeha siyaseta xwe ya herêmê jî li ser heman pêkhateyê damezirandiye. Ew xwe wek parêzerên Îslamê dizanin û çewisandina Kurdistanê jî wek beşek ji hewldanên xwe yên bo parastina hikumeta Îslamî bi nav dikin.

Kurd çi bixwaze di çarçoveya Komara Îslamî de nerasterast danûstandinê saz bike, çi bixwaze bi rêya danûstandinê hinek deskeftîyê wan hebe, bi diyardeya hikumeta axir zeman û pêkhateya tora melayan ra rûbirû ne. Pêkhateyek e ku siyaseta aramîya xwe li gorî ayeta 60î ya sûreya Enfalê datîne[15] (Xumeynî: 28): "Heta hûn dikarin çek û cebilxaneyên şer û hespên siwarîyê peyda bikin, daku dijminên xwe pê bitirsînin, ku ew dijminên Xwedê ne jî. Lê Xwedê wan nas dike. Her malê xwe yê hûn di rêya Xwedê de xerc bikin, Xwedê wê bihesibîne û neheqî li we nayê kirin" (Qurana Pîroz, Enfal, 60). Beşa yekem a vê ayetê li ser logoya Sûpaya Pasdaran heye.

Mela li ser desthilatdarîyê şerê xwe yê man û nemanê dike û bingeha hikumeta wê jî li ser desthilatîya çiqilê qeşagirtî hatiye damezirandin û armanca wê jî ew e ku xelkê bibe bihuştê, ne ku dinyayê bo wan ava bike. Di rewşeke wiha de her cûre hêvîyek bo danûstandin a navxweyî ya bi rejîmê ra hêvîyeke dûredest e. Ji ber ku kêşeya di navbera tevgera Kudistanê û gotara Welayetî Feqîh de, ji kêşeya di navbera nêrîna sekuler û dînî de destpê dike û heta dabeşkirina desthilatîyê û paqijkirina dewlet û qanûnê ji dîn diçe pêş û ne kêşeyekî hêsan e û zû xwe ji dest bide der.

Gotina dawîyê ew e ku her cûre danûstandin û hêvîya wek têkilîya navxweyî ya rejîmê bo tevgera Kurdistanê divê di çarçoveya nêrîn a Welayetî Feqîh de were dîtin, ne ku di çarçoveya siyaseta sekuler an lawazî û bihêzbûna rejîmê de. Dema danûstandinê an jî hesabkirin û pêşnûmedanînê ji bo têkilîya bi rejîmê ra, divê di bîra me de be ku hikmê dijayetîya Welayetî Feqîh di qanûnên Îranê de, himê bexî ye, ku dibe wek dijayetîya Xwedê û Îmamê Zeman.[16]

Jerênot
[1] https://hawzah.net/fa/Article/View/5307/ 
[2] Rûhûllah Musawî Xumeynî, Welayetî Feqîh, cih tune ye.
[3] Qurana Pîroz, wer. Hejar Mukriyanî.
[4] http://www.imam-khomeini.ir/fa/c78_66131/
[5] http://www.imam-khomeini.ir/fa/c78_66131/
[6] Xelicî Mehdî, Nîzamî nûyînî Rûhanîyet der Îran (Pergala nû ya Rûhanîyetê li Îranê), cîlda duyem, Bochum/Almanya, 2010.
[7] Mohammed Riza Nîkfîr, Îqtîsadî dîn (Aborîya dîn), axavtinên di Radyoyay Zemane de, înternet, 2008.
[8] h.ç.
[9] Meşrûtîyet an jî Şoreşa Meşrûtîyetê di navbera salên 1905-1907an de bi daxwaza meşrûtîyetê pêk hat û di encamê de destûreke nû ya bingehîn hat amadekirin û parlamento hat vekirin - (t.w.).
[10] http://www.shiitestudies.com/article_18712.html (Di salên 1826-28an de di navbera Împaratorîya Rûsî û Xanedanîya Qaçaran de şer qewimî û di encamê de jî Îran têk çû. Şer di 10ê Sibata 1828a de bi îmzekirina Peymana Tirkmençayê bidawî bû - (t.w.).)
[11] https://hawzah.net/fa/Magazine/View/3872/7542/94157/
[12] https://www.bbc.com/persian/blog-viewpoints-45314046
[13] http://www.imam-khomeini.ir/fa/c78_66131/
[14] http://www.imam-khomeini.ir/fa/n22923/
[15] Rûhûllah Musawî Xumeynî, Welayetî Feqîh, cih tune ye.
[16] http://hoquq.iict.ac.ir/article_13665.html