Qonaxa ‘xwebûnî’yê: Kovara Hawarê
Makale / Dr. Dîlawer Zeraq

16-mayis-e1499170034400 Piştî avabûnê, rêveberên Komara Tirkiyê ku soz û bextên ku di şerê derxistina hêmanên ne misilman ên ji ‘welat’ de dabûn kurdan, ji bîr dikin û digel çand û hêmanên dîtir, zimanê kurdî jî qedexe dikin û heyîna kurdan li kurdan dibe arîşe. Wekî encama yekem a vê arîşeyê ku dide der, “Di sala 1921ê de, li Erzerumê û ji alî serbazên kurd ku di artêşa Osmanî de cî digirtin, rêxistina Azadî tê avakirin” (Minorsky û Thomas, 2008: 132) û rêxistin bi serkêşîya Şêx Se’îd “…di 13ê Sibata 1925an de li hember Komara Tirkiyê dest bi şer dike û di 15ê Nîsana 1925 an de têk dişike” (Özsoy û Eriş, 2007: 137-202).

Piştî du salên bêdengîyê ya şikestinê, li gorî ku Rohat Alakom (1998: 14-57) radigihine me, “…di 5ê Cotmeha sala 1927an de, li Surîyeyê, rêxistina Xoybûnê ava dibe, (…) û endam û kadroyên wê zêdetir ji kurdên ku ji alî bakur wek sirgûnî hatine wir, pêk tê. (…) Yekem serokê rêkxistina Xoybûnê Celadet Bedirxan e.” Wek endamên avakar yên Xoybûnê û cîyê wan yê sosyo-polîtîk yê di civakê de, bala me dibe ser bîrewerîya (entellektuelîya) û rewşenbîrîya kurd ku piştî avabûna Komara Tirkiyê nekarîye li Stenbolê bihewe. Alakom (1998: 15-16) di vî warî de jî radigihine me û dibêje, “Rêkxistina Xoybûnê pêkhateya herî modern a tevger û neteweparêzîya kurd e. Loma jî piştî ku serîhildana Agirî têk dişikê, kadroyên Xoybûnê di biwara civakî û çandî de xebatan dimeşînin.” Yek ji xebata ku Alakom behs jê dike, Kovara Hawarê ye, ku piştî têkşikîna du şerên li ser maf û bidestxistina serbixwetîya neteweyî hatine kirin, derçûye. Û Hawar, bi derçûna xwe ve jî di biwarên çand, ziman û wêjeya kurdîya kurmancî ya modern û di warê hişberîya neteweyî ya di biwara wêjeyî de bûye qonaxeke dîyarker ku em ê ji niha û pê de wê dem û deraxê wekî ‘qonaxa xwebûnîyê’ bi lev û dîyar bikin.

Hûrgerîyeke Kurt bo Qonaxa Berîya Hawarê

Kovarên berî Hawarê, ji awirê dîrokî û sosyo-polîtîk ve, bi awayekî pişkî, ji ber divêtî û sedemên derveyîn hatine weşandin; ji ber ku derax û demajoya modernbûna kurdan bi demajoya modernbûna Osmanîyan ve bestandî dimeşe, xwende û bîrewerên kurd hewlê didin ku ji rewşenbîrên Osmanî û ji etnîsîteyên dîtir kêm û şûnde nemînin; û wekî nîşaneya vê hewlê jî dixwazin qencî û şarezatîya kurdan bidin nîşan û bipeyitînin. Helbet parekî zêde ya bêjarên serdestîyê di vê encamê de heye ku mêtingerî ji bo domdarîya desthilata xwe û ji bo avakirina zanava neteweya serdest, diafirîne. Û di demajoya avakirina xwe ya zanava neteweyî de, serdest bêjara xwe ya mêtinger (colonial discourse) jî saz dike û her wekî Edward Said (2012; 85) jî balê dibe serê û dibêje, “Bêjara Rojavayî, di ser ziman, sazî, çand û wêjeyê re zaltiya xwe li ser Rojhilatê ava dike.” Çendî ku destnîşankirina Said ya bo Rojava û Rojhilat, di hundirê xwe de Ewropa û Amerîka û pêkanînên wan ên serdestî û mêtingerîyê dihewîne jî, diyarkirina alîyên Rojava û Rojhilat ya di çarçoveya pênaseya E. Said de, di heman demê de ji bo têkiliya di navbera dewleta Osmanî û rewşenbîrên Tirk ên Osmanî û bîrewer û xwendeyên kurdan de jî li dar e. Û em ji karvedan û reaksîyonên ku di hin nivîsaran de dane der, xweşikî têdigihîjin ku; digel vê têkiliya ku li ser serdest(î)-bindest(î) hatiye danandin, ‘bêjareke mêtingerîyê (colonial discourse)’ jî ava bûye. Lûtfû Fîkrî di Rojî Kurd, di nivîsa xwe ya bi navê ‘Kürd Milliyeti’ de dinivîse û dibêje, “Li ba me, ji daxuyandina Meşrûtiyetê (1876) û bi vir de ye, der heqê neteweyan de du tişt pêk hatin: Yek jê ev e; qebûlnekirina hebûna hêmanên di nav sînorên Osmanî de ne” (Fîkrî, 2002: 100, hej, 4) û balê dibe ser şaşbûna vê qebûlnekirinê ya di nav ummeta Îslamê de. Her wiha, Sakin jî di Jînê de, di nivîsa xwe ya bi navê ‘KÜRD TARİHİNDEN ÂSÂR-I KADÎMESİ(1)’ de dibêje, “Kürd edebiyatı olmadığını farz edenler hata ediyorlar” (Sakin, 1986: 509, hej, 11, cild 3).[1] Û bi mînakdayîna hin berhemên ji dîroka wêjeya kurdî, hewlê dide ku hebûna wêjeya kurdî biçespîne û dayne rastê.

Hewla rewşenbîrên neteweya bindest ya di barê çespandina heyîna ziman û wêjeya kurdî ku bi awayekî pratîk û fi’îlî tê mandelekirin (înkarkirin), di hin nivîsên ku di Rojî Kurd û Jînê de hatine weşandin de xweşikî xuya dibe. Hewldanên ketî behsê, ji alîyekî ve jî ji bo şikandina wê ‘zir-rasteqînî’yê ye ku bêjara mêtinger ava kiriye. Her wekî ku Gül Turanlı (2017; 106) jî dibêje, “…hikimlêker biryarê dide ka çi û kîjan tişt rasteqînî ye.” Rasteqînîyên der barê mêtingeh û mirovên bindest û marastî de, ji alî ‘hikimlêker’ yanî ji alî serdest-mêtinger ve tê dayîn. Loma jî hevokên wekî “…Wisa dizane ku taybetîya herî sereke ya kurdan, talankerî û hovbûn e” mînakên rengvedan û reaksîyona kartêk û encama bêjarên kolonyal e ku di ser kêmxistina komên dîtir yên etnîk re zanava xwe ya neteweyî ya serdest ava dike. Her wiha, hevokên wekî, “Kesên ku hinek be jî ruhê wê (kurd) yê giramgir nas nedikirin, qet nedizanîn û dê nekarîna bizanibin jî kurd gencîneya berzûbalatîyê ye” (Rojî Kurd, 2002: 14-15 hej, 1) jî mînaka helwesta şermoke ya bindestîya li pêşberî serdestan e.

Û wekî encama dayî der jî; rewşenbîrên neteweya bindest, di van deravan de, dikevin nav hewla xwedanpeyitandinê û loma jî arîşe û pirsên li ser hebûnîyê bi wan re çêdibe; û roj bi roj, ji bo ku nekevin ber vê çerxa rizîner, wekî çare û reftara xelasîya ji hestê kêmketinê, dest pê dikin bi gotin û bêjarên perçivandî û mezinkirî, pesna hîmdarî, rehdarî û binemalîya neteweya xwe –mebest jê neteweya kurd e- didin. Her wekî Anthony Smith jî destnîşan dike û dibêje, “Netewe qîma xwe tenê bi xwepesinandina bi borîroja dûr (yanî dîrok) nayîne ku dê pişta xwe bide belêndana (weadkirina) abadînîyê; pê re jî, ji bo ku karibe belêndana qedirdarî û veavakirinê watedar bike, serdemeke ku mişt bi qehremanî ye jî datîne rastê” (1994: 247-248), ev hewldana xwepesinandinê ji antî-kolonyalîyê wêdetir, ew hestpêkirin e ku dixwaze serdestê wî, wî nas û qebûl bike da ku karibe di şarezatî û mirovbûnê de bişibe serdestê xwe. Û loma jî, “Ji ber ku rewşenbîr û danerên sazî û weşînekên hingê, bêtir xwestine ku bila di nav sînorên Împaratorîya Osmanî de mafên kurdan bên dayîn û kurd jî wekî endamekî ûmeta Îslamê xizmeta xwe a bo xelîfe û Dewleta Osmanî bikin” (Zeraq, 2018: 182). Digel vê jî, xuya ye ku beşek ji wan bîrewer û xwendeyên kurd, hêvîyeke baş bo dewleta Osmanî çêkirine li ba xwe ku Babanzade İsmail Hakkı di nivîsa xwe ya bi tirkî ya bi navê ‘Kürdlüğün Taelisi (Bilindbûna Kurdbûnê)’ de dibêje, “Bêguman, Dewlet-î Osmanîye di vê qonaxê de, -ji bo mafê perwerdehîya bi Kurdî û xebata pêşvebirina zimanê Kurdî, d.d.- dê ji bo pêşketina miletê Kurd pir zêde bixebite û di piştgirîyê de texsîr neke û derengî nekeve” (Hakkı, 2002: 73, hej, 3).

Di nivîsarên ketî behsê de, hewl û têxebitînek heye bo danqebûlkirina ziman û çanda Kurdî û pê re jî hewla dannasîna zanava neteweyî. Helbet ev hewldan ne belasedem û bêbingeh e. Ji ber ku qonaxa ku em behs jê dikin, di dem û helûmercên wisa de cî dide xwe ku; êdî mêtingerîya kevnereng ya dewleta Osmanî û pêkanînên wê ber bi dawîya xwe ve diçe û sepandinên mêtingerîya rengmodern ku bi hatina ser desthilatê ya İttihat Terraki dest pê kiriye û aqûbeta xwe ber bi avabûna Komara Tirkiyê ve dikudîne.

Em ê bo serwextkirin û danzanîna dawî, bala xwe bidin Walker Connor (2013: 25) ku dibêje, “Hişberîya neteweyî ku Hroch wekî qonaxa Ayê wê pênase dike, di dorhêleke teng de bi kartêk e.” Destnîşankirina Connor careke dî jî bi me dide zanîn ku; çendî ku xebat hatibin kirin jî, qonaxa raman û hişberîya neteweparêzîya Kurd a heta qonaxa xwebûnîyê ya weşîna Hawarê, di derdoreke teng de maye ku ev derdor; ji kesên serdeq ên xwendeyên mektebên dewleta Osmanî û ji ‘bîrewerîya rengmodernî’ ya Stenbolê pêk tê.

Sedem û Palderên Derçûna Hawarê

Kovara Hawarê, ji alî çavkanîyên ziman û wêjeyê ve, bi temamî pal û pişta xwe spartîye mîrateya wêjeya klasîk ya Kurdî. Bi bikaranîna derfetên zimên ên vegotina zargotinî û zimanê axaftina rojane, bûye qonaxeke çalak ku hêjayî çêlkirin û xebata hûrgerîyê ye. Digel mirov di Hawarê de rastî bilêvkirin û bibîranîna weşînekên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Jînê nayê jî, wekî kevneşop û tradîsyon, digel helbestên dîwanên wêjeya Kurdî ya klasîk, di ser mîrateya rojnameya Terakki û Teavûn û di ser kovarên Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Jîn re, bi epîstemolojîyeke modern hatiye danandin û weşandin. Loma jî, Hawar di cî û şûngeheke wisa de cî dide xwe ku hem qonaxeke xuyayî ya wêjeya Kurdî ye hem jî xala wê ya werçerxê ye.

Kovarên berî Hawarê, ji alî komek bîrewer û sîyasetvanên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn ve hatine weşandin û bi piranî dîsa li Stenbolê hatine belavkirin. Em ji ber nivîsên di wan kovaran de hay jê dibin ku; bi zehmetî be jî, bo bajarên Kurdan hatine gihandin. Gava em bala xwe dibin ser hejmara Kurdên ku wê hingê dikarin bixwînin û binivîsin, em dibînin ku hejmara wan pir hindik e û tenê ew kes in ku di medreseyan û di mektebên Osmanî yên bi zimanê Osmanîkî de xwendine. Û ji vî alîyê ve, qonaxa berî Hawarê, ji qonaxa klasîk cuda ye û çîneke dîtir yên xwendeyên Kurd heye ku ne tenê ji medreseyan lê belê ji mektebên Osmanîyan, bi perwerdebûneke bi sîstema modern der çûne û ne tenê ji çîna serdeq û rêveberên Kurdan in; her wiha hin kesên jê jî ji endamên komên xelkê yên reş in. Digel vê jî, gava em di warê nivîskarîyê de, bala xwe didin ser nivîsên ku di kovarên ketine behsê de weşîyane, em dibînin ku nivîsên mela û feqîyên ji medreseyan derçûyî, bi qasî ku mirov dikare bêje tune ne, kêm in. Ev yek, qutbûneke pêwendîya hizirî û dilînî ye ku li ser neteweperwerî û desthilata neteweyî danandî ye. Ji ber ku wê hingê li ser ax û welatê Kurdan, desthilateke dîtir heye û têra xwe civakî û berfireh e û bi serkêşîya şêx û axa û began û bi ramanwerî û xwendetîya melayan li dar e, lê belê li Stenbolê jî serkêşîyeke dîtir heye ku ne nêzî civaka xwe ye, da ku bikare pêwendîyên xurt jî dayne. Çawa ku Akpınar û yên din balê dibin serê û dibêjin:

“Piştî şikênandina desthilatîya mîrtîyê, şêx di civaka kurdan û di polîtîkaya herêmî û navxweyî de dibin xwedî gotin. Ji vê demê û bi şûn de, li şûna mîrtîyan ku heta 1860î wekî desthilatîyekê domandîye û hebûn û dîroka kurdan veguhezandîye, şêxên kurdan vê peywira hanê didin ser milê xwe. Şêx Ubeydullah di van helûmercan de dibe serokê terîqa Nexşebendî û bi taybetî li herêmên wekî Botan, Behdînan, Hekarîyan û Erdelanê kartêka xwe zêdetir dike” (Akpınar, Bilir û Sebüktekin, 2006: 14).

Arîşeya desthilatê jî çêdibe di civaka kurdan de. Ev yek, arîşeyeke mezin e û wekî gelemşeya çaresernekirî encameke nayxwestin dide der. Loma jî, em dikarin şîroveyekê bikin û bêjin; ji ber ku kovarên ketî behsê, li cografya û bajarên ku ne yên kurdan in û kurd bi adet û toreyên xwe lê najîn, hatine weşandin, melayên kurd ku ji serdem û qonaxa klasîk de nûnerên xwendewarî û entelîjensîyaya kurd in, wekî reaksîyonekê nêzikahîyeke germ bo kovarên di qonaxa rengmodernîyê de weşîyane, nîşan nedane.

Ev yek, bandor û encama helûmercên dîrokî û sosyo-polîtîk e. Ji ber ku mela, ne tenê çîna xwendeyên dînî ne, di heman demê de, çîna melayan; çîneke wisa ye ku di nav gel de dijîn, bi gelemşeyên wan ve eleqedar dibin, çareser dikin û ji gelek alîyan ve ji alî gel ve tên qebûlkirin û di cîyekî taybet de tên bicîkirin. Ji hêla din ve rewşenbîrên ku li Stenbolê dimînin û kovarên ketî behsê weşandine, ew kes in ku di mektebên dewletê de xwendine, wekî komek mirovên ku ji gel dûr ketine û bi vê dûrketina xwe ve jî dixwazin hin tiştan hînî gel bikin, hatine famkirin. Loma jî, li ba kurdan û di qonaxa rengmodernîyê de; qonaxa Ayê ya ku Miroslav Hroch ji bo demajoya têkoşîna azadîya neteweyên biçûk, -neteweyên bêdewlet- destnîşan dike û dibêje; “…di vê qonaxê de hebûna neteweyî xwedî rêvebirina ramana azadîyê ye ku têrî xwe dike û vê ramanê digihine gel û berbelav dike” (2011; 30-51), pir kêm, qels û kêmbandor maye.

Em dikarin, ji bo sedema vê qelsî û kêmbandorîyê vê bêjin; ji ber ku rewşenbîrên kurd yên wê hingê yên ku li Stenbolê dijîn, li şûna ku berê xwe bidin cî û warê gelê xwe û li gorî helûmercên jîyana gel xebatên sîyasî û ronakgerîyê yên li ser azadbûna gelê xwe bikin, xwe di ser têgiha ‘ummet’ê re, ku rêveberîya dewleta Osmanî wekî bêjar bo Osmanîbûnê ew afirandîye, pênase kirine û bi teba û rewşenbîrên Osmanî re tevlivîyane. Em dikarin Abdullah Cevdet wekî mînak bêjin ku; hem di avabûna İttihat Terraki de cî girtîye hem di sazkirina hin sazîyên rewşenbîrî yên kurdan de cî daye xwe hem di nivîsên xwe de pend û şîret li xort û xwendeyên kurdan kiriye ku berê xwe bidin welatê xwe û xebatên azadbûnê bikin û hem jî li Stenbolê maye û gava dor lê teng bûye, berê xwe daye Ewropayê (Işık, 2016; 32).

Ji Awirê Çîna Civakî ve Qadroya Nivîskarên Hawarê û Belavbûna Wê

Gava em bala xwe didin kadroya nivîskarên Hawarê, em dibînin ku kesayetên wekî Kadrî Cemîl Paşa, Osman Sebrî ku di dema avakirina Xoybûnê û serîhildana Agirî de digel Celadet Bedirxan xebitîne, bi pêş de tên. Digel vê yekê, rengûawayên çînî yên nivîskarên di kovara Hawarê de nivîsîne, pirreng e. Wekî mînak, Cegerxwîn şa’irekî medrese xwendî ye û nûnerê rewşenbîrîya gel e. Birayên Celadet û Kamuran Bedirxan û Kadrî û Ekrem Cemîlpaşa, ji çîna mîr û began, yanî ji çîna rêveberan in ku gel ji xwe bi wê de nekirine û neketine bin dafika serdeqbûnê. Nuredîn Ûsiv (Nuredîn Zaza), rewşenbîrek e ku li Bakur û Surî mezin û perwerde dibe û li Fransayê xwendina bilind dike. Qedrîcan şa’ir û çîroknivîsek e ku di dibistanên Osmanî û Komara Tirkiyê de xwendîye. Osman Sebrî, kurê axayê eşîra Mirdêsîyan e ku pihîn li hemû taybetî û mêzgirtîbûna ku ji ber vê yekê çêdibin, xistiye û di Serîhildana Agirî de bi roleke aktîf rabûye û jîyana xwe bi temamî daye ser xebatên sîyasî, çandî û zimanî.

Digel vê jî, gava em car din berê xwe bidin pêşrewên Kovara Hawarê ku di qonaxa rengmodernîya kurdan de bi rolekê rabûn û li ser çîna ku ew kesayet jê ne (aîdî wê) ne hûr bibin, em ê bibînin ku çîna qonaxa rengmodernîya (185-1919) kêm zêde wekî ya qonaxa Hawarê ye ku hizir û ramanwerîya Kurdan ya wê hingê bi taybetî di sê kovaran de (Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Jîn) da der. S. N. Eisenstadt jî di vî warî de radigihine ku; E. Shils bi taybetî balê dibe ser guherînên ku di demajoya modernbûna dewleta mêtinger de li mêtingehê pêk tên û dibêje:

“Koma yekem; ew kes bûn ku di sazîyên perwerdehîyên nû de perwerde dibûn û di nav rêveberîyên kolonyal an jî di biwarên pîşeyî yên pircureyî de cî didan xwe. Koma duyem; ew kes bûn ku bi saya peyanerên (enterprising) modern û kolonyal zengîn û mezin dibûn. A sêyem; ew komên serdeq ên sîyasî bûn ku serokî û serkêşîya bizavên neteweyî dikirin. Piranîya serokên yekem ên bizavên neteweyî ji malbatên maldar bûn. Wan bi temamî dev ji adet û tore û gerdîşên xwe bernedidan û xwe li hin alîyên jîyana modern anîn. Ev kes û kom bi piranî bajarî bûn; qet nebe li bajarên ku ketibûn bin rêveberîya mêtinger rabûbûn û mezin bûbûn” (Eisenstadt, 2014: 151).

Di destnîşankirinên Eisenstadt de, komên yekem û sêyem bi temamî rewşa kurdên ku  di serdema salên 1800-1918an de li Stenbolê bûn dide der. Loma jî, bêyî ku em bi vir de û wirde bikin, em dikarin bêjin, malbatên Bedirxanîyan, Mîkdat Mîdhad, Sureyya, Salih Bedirxan, ji malbata Cemîlzadeyan Ekrem Cemil Paşa, Kadri Cemil Paşa û ji malbata Babanîyan İsmail Hakkı Babanzade, mînakên pir aşkera û li ber çavan in ku bi heman rol û kartêkê rabûne. Herçî Abdullah Cevdet, Modanî X. (Xelîl Xeyalî), Süleymanîyeli Tevfik (Pîremêrd), Memduh Selim Beg, Evdirehîm Rehmî Hekarî û yên din jî ew kes û kom bûn ku bi rêya xwendin û perwerdehîyê, di modernîya welatê mêtingeh de li bajarê mêtinger, li Stenbolê, serokî û serkêşîya bizavên modernî û neteweyî dikirin. Û çi balkêş e ku komên yekem û sêyem, ew kesayet û serkêşên Kurdan yên Serîhildana Agirî ne ku nivîskarên Hawarê ne jî.

Herçî cîyê weşana kovarê ye, ew jî wekî kovarên din li derveyî ax û warê xwe der diçe. Lê belê, ev dervebûn tenê di warê çapkirina kovarê de ye ku wê hingê çapxane tenê li bajarên mezin peyde dibûn û jixwe çi wek aborî, çi wek desthilatî û çi jî wek xebata çandî û weşangerî, tu keys û derfeta kurdan tunebû ku li cî û bajarekî xwe çapxane ava bikin. Loma jî, çendî ku kovara Hawar li Şamê hatiye çapkirin jî, wek cîyê amadekirin û têkilîya bi gel re, ax û warê kurdan e ku nav lê Binxet e; û li gorî Stenbolê nêziktirî gel û komên xelkê ye. Loma jî, her çi qas wê hingê jî xwendevanên kurdî ne ew qas zêde bûn jî, kovarê karîye xwe bigihîne gel û mirovên xwendewar. Loma jî, ji alî belavkirin, gihîştandin û piştgirîgirtinê ve, bextspîtir e li gorî kovarên dîtir. Sedem jî ev e; her çend li Şamê çap bibe jî, li Binxetê, yanî di nava gel de tê amadekirin; yanî rasterast digihîje jêderk û çavkanîyên xwe yên çandî û zimanî û ji ber ku wê hingê Fransî wekî mêtinger serdestî Surî ne, zêde rastî çewisandin û zordestîyeke desthilata derveyîn nayê. Loma jî, ji alî geşedan, pêşketin û modernîya ziman û wêjeya kurdî ve cî û girîngîya Hawarê wekî kevirê qorzîbirê ye. Û ji alî ziman û wêjeyê ve  xwedî karaktereke pirhêlî ye ku di çarçove û rêgezeke sekûler de geşe bi xwe dide.

Armanc û Derçûna Hawarê

Celadet Alî Bedirxan, di hejmara yekem ya Hawarê de, gava bi nivîseke pêşekî ya bi navê ‘Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê’ ku taybetîya manîfestoyê di xwe de dihewîne, sedemên mebest û armancên kovarê dadixuyîne, wiha dibêje, “Hawarê sîyaset ji civatên welatî re hiştîye. Bi sîyasetê re bila ew mijûl bibin. Ew di warê zanîn, hiner û sinhetê de dixebitin” (Hawar, 1998: 23, cild, 1). Ev awa derbirîn ku alîyekî xebata avakirina zanava neteweyî bi wê de dike û kesayetîyeke xweser li xebata taybet ya ku dê bê kirin, dibexşîne; di bingeha xwe de derbirîneke polîtîk e. Dibe ku gotina, “Hawarê sîyaset ji civatên welatî re hiştîye” wekî berpêbûneke dûr-polîtîk an jî der-polîtîk tê famkirin. Lê belê, bi ya me sedem ne ew e. Ev yek ji ber avangardîya romantîk ya Celadet diqewime ku M. Calinescu (2017: 114) ev awa reftar û helwêstê wekî “Ji polîtîkayê ber bi polîtîkaya çandê ve” pênase dike. Loma jî, nivîsa pêşekî bi me aşkera dike ku; naveroka pêşekê, di heman demê de manîfestoya sîyasî ya ziman û wêjeya kurdî ya modern û sekûler e ku cara yekem di kovara Hawarê de bi bernameyeke ev çend birêkûpêkkirî tê daxuyandin. Xebata nûxwaz û ji hêlekê ve jî şoreşgerane ya Celadet Bedirxan ku di biwara zimên de jî dike, digel nîşanebûnê dibe bingeha sazkirina zanava neteweyî ya di ser zimên re. Celadet, ziman dike bingeh û sedema sereke ya hebûna Kurdan û wekî ramanwerê ku rê li ber sazkirina neteweyeke bi navê kurd xebatê dike, di Hawarê de wiha dibêje:

 “Divêt bête zanîn qo zman jî hîmê heyîna me ye û bê zmanê xwe em niqarin bijîn dinav qoma miletan de…(…) ji ber qo miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi keweta du çeqan diparêzin: Ol yeq, zman dudo. Lê heqe ola miletê serdest û bindest yeq bibe, hingî çeq yeq bitenê ye û bend tenê zman e” (Hawar, 1998: 404-405, hej. 20) .

Celadet, serê pêşîn bo kurdan pêwîstîya hatina nasînê destnîşan dike û dixwaze ew nasîn bi taybetîyeke yekta û bêhevta pêk were. Fırat Mollaer (2018: 31) li ser vê pêwîstîyê disekine, der barê wê pêwîstîyê de berê xwe dide têgihên ‘wekhevî û jihevcihêtîyê’ û dibêje, “Zanav, der barê hebûnîya me ya polîtîk ya xwedî dorhêleke berfireh de ye ku; wekhevî û jihevcihêtî, jêbûnî û xweserî, ewlehî û azadî, pişkî û gerdûnî tê de cî bi cî dibin.” Ji ber ku zanav bi awayekî piralî hebûnîya takekes an jî civakê datîne rastê, pêwîstîya hatina nasînê, hewcetîyeke mirovane ye. Loma jî ziman, li ba Celadet, ji bo vê yektatîyê tekane heyîn e. Lê belê, gava Celadet ziman wekî tekane nîşaneya ‘jihevcihêtîya’ kurdan ya ji serdestan (tirk, ereb û faris) nîşan dide, ji bîr dike ku Kurdên ne ji dînê Îslamê hene û wekî ziman jî bi kurdî diaxivin. Û di vê destnîşankirinê de ev heqîqet wisa li rastê dimîne.

Tevî ku kurd bi rêjeyeke zêde misilman in û bîrûbawerîyên wan ên dînî û ên serdestên wan yek e jî, yekbûna cime‘teke mezin a di ser dîn re, heta wê hingê her tim berevajî li ser kurdan hatiye bikaranîn. Loma jî, Celadet di haya vê yekê de ye û “…ne bendewar e ku miletên serdest di ser yekbûna cime‘eta olî re heqê kurdan jî li wan vegerînin û cime‘eta mezin ku tê xwestin ava bibe. Ew di ser paşxaneyekê re diaxive ku ji sala 1840î û heta derketina Hawarê di hişûbîra kurdan de ava bûye” (Zeraq, 2018: 106).

Rêjeya hayjêbûna Celadet a li ser vê yekê bilind e; û bi qasî ku karibe bi hişberî bêjara dij-mêtingerî (antî-colonial discourse) jî saz bike, hişberîya wî binecih e. Loma jî, serê pêşîn ziman ji xwe re dike armanc û di ser zimên re jî bêjarekê ava dike. Bêjara xurtkirina sedem û hêmanên zanava kurd. Ew sere pêşîn, ola misilmantîyê ku kurd û serdestên kurdan bi hev re hevol in, ji vê bêjarê bêrî û dûr dike. Pê re jî di ser ziman û avabûna neteweyan re, bi riwangeyeke sekuler li arîşeya zanavê dinêre. Û ji bo qayîmkirina zanava kurd jî roleke kartêkker dispêre zimên. Û wekî helwêsteke dij-serdestî û antî-kolonyal “Nameyek ji M. Kemal Atatürk re” (Celadet Bedirxan, 2010) dinivîse. Û bêyî ku li bendê bimîne ku ji alî Komara Tirkiyê ve reftareke dilovanîyê an jî ranêzikîyeke berbihêrîyê lê vegere, bes bi dayîna agahî û danzanîna zanistî (ne bi hewla danqebûlkirina heyîna kurdî) li ser rengûawayê Kurdîya Kurmancî disekine û li pêşberî pergala asîmîlasyonîst û jinav(ê)bir (exterminator) ya pêknanînên Komara Tirkiyê helwêst û rabûneke antî-kolonyal ava dike.

 

Helwêsta Dij-mêtinger ya Hawarê ya di Biwara Wêje û Torevanîyê de

Kovara Hawarê, li ser hîm û paşxaneyeke ku me bi kurtasî behs ji wan kir, dest bi weşanê dike; û bi taybetî ji alî naveroka xwe ya çandî û zimanî ve dibe dîyarkera qonaxekê. Nivîsên ku di kovarê de cî digirin, bi şêwaz û naveroka xwe ve, ziman û wêjeya Kurdîya Kurmancî ji çarçove û deqbenda ‘ummetgerî’yê dûr dikin. Digel wê jî, nivîsên di Hawarê de weşîyane hemû bi kurdî ne û wekî helwêst zimanê sê serdestan, -zimanê tirkî, farisî û erebî- bi sekn û rabûneke neyînkir (redkir) hatiye biwêdekirin.[2] Lal Laleş (2012: 370) jî balê dibe ser vê yekê û dibêje, “Cegerxwîn û nûnerên dî yên ekola Hawarê, heta jê hatiye peyv û ravekên zimanê erebî, earisî –û tirkî, d.z.- kêm bi kar anîne.”

Helbet, gava em ji roja îroyîn de li sekn û helwêsteke bi vî rengî binêrin, em ê pir bi hêsanî karibin bêjin; ev helwêst, di çarçove û deqbendeke (context) Fanonîst de, qayîmkirin û berzkirina ‘reşbûn’neke bêhempa ye; û bi reng û karektera neteweyî ku bi taybetî di biwara wêjeyê de dide xwe, rabûn û sekneke xurt e. Her wiha, Hawar ne tenê xebata ziman û wêjeyê dike; di heman demê de li ser hizira dij-serdestîyê doza desthilata neteweyî jî dike û; li ser vê hizirê, bi bikaranîna awayê zimên û bi nivîsîna çîrok û helbestên ji mînakên wêjeya modern, kartêk û tevkarîyên xurt li wêjeya Kurdîya Kurmancî ya modern dike.

Ranêzikîyên Modernîst di Helbesta Kurmancî ya di Hawarê de

Hawarê, bi kelepûr û tradîsyoneke ku; ji paşxaneya şi’ra Kurdîya Kurmancî ya klasîk çêbûbû û hatibû heta wê hingê, dest bi weşanê kir. Perwerdehîya medreseyê û desthilata zimanê erebî ya di medreseyan de, kiribû ku helbesta Kurdîya Kurmancî, bi temamî li ser qaydeyên wêjeya erebî û pê re jî Îslamî ava bibe. Û vê yekê li ser perwerdeya zimanî û wêjeyî ya di medreseyan de, bêyî ku ji form û teşe û şêwaza xwe tiştek winda bike, heta qonaxa rengmodernîyê domandibû. Û di qonaxa rengmodernîyê de jî, bi qasî ku em karibin bêjin destpêka modernîya kurd(î) rengê xwe daye helbesta Kurdîya Kurmancî, derbeke erênî li helbestê nehatiye dayîn. Çendî ku Remezan Alan (2019: 29) dibêje, “…helbestên Ebdurrehîm Rehmî nimûneyên pêşîn ên modern in di Jînê de” jî helbesta kurmancî ya klasîk, ya ku ji kelepûr û tradîsyonekê heta wan deman wekî xwe hatibû, di qonaxa rengmodernîyê de jî bandora xwe domandibû; û wekî tema û naverok bêhna xwe dabû ser şêwe, teşe û şêwazên helbestên qonaxa rengmodernîyê. Ji ber vê yekê, gava em bala xwe dibin ser helbestên di Hawarê de hatine nivîsîn, em dikarin bêjin; bi taybetî helbesta Kurmancî ku li ser kelepûr û kevneşopîya helbesta Kurdîya Kurmancî ya klasîk ava dibe, di qonaxa Hawarê de, ji du bendên girîng derbas kirin.

A yekem; helbesta kurmancî, ji form û teşe û şêwaz û rengê zimanê helbesta klasîk dûr ket ku; gava em paşxane û bandora helbesta Kurdîya Kurmancî ya klasîk daynin ber çav û awirên xwe, em dikarin bêjin; ev yek şoreşeke destpêkî ya nûxwaz e. Ji ber ku heta wê demê, helbest, li ba kurdan ew rist û beyt in ku bi elfabeya erebî û bi kêş û pîvanên arûzê tê nivîsîn û bi vî şêweyê xwe ve jî di şûneke pîrozwer de ye. Û ev pîrozwerî ji gelek alîyên xwe ve ji ber dînê Îslamê ye ku kitêba wê ya pîroz bi elfabe û zimanê Erebî ye. Û ji ber ku şa’ir bi elfabeya erebî dinivîse; helbest, çendî ku bi kurdî be jî, rasterast xizmetî pîrozwerîyekê dike.

A duyem; çawa ku helbesta kurmancî ji elfabeya erebî filitî, wek wisa jî ji reng û dengê xwe yî di bîrûbawerîyê de asêmayî jî filitî.[3] Û ev filitîn bû sedem ku kartêk û sêhra zimanê erebî ku ji ber pîrozwerîya dînê Îslamê diqewimî, bişikê. Ev şikîn, di heman demê de jihevparçebûna paşxaneyeke sêrehî û sêrehendî bû jî.[4] Piştî jihevparçebûna vê ‘sêrehî’yê, rehê parçeyekî xwe di biwara wêje û helbestê de ji nû ve saz kir; û her wekî Fredric Jameson (2008: 62) jî dibêje, “…bi rêya sembolîzmeke hevpar, rîtûeleke hevpar ku rabirdûya hevpar a eşîrê pihêttir dike, hişûbîrên takekesî ên eşîrê jî bi hev digihine”, pal û pişta xwe spart kelepûr û mîtên xwe yên hîmî; xwe ji benda pîvan û teşeyên zimanê erebî ya li ser Îslamê, rizgar kir; û bi taybetî helbesta kurdî û bi giştî jî şêwaza ziman û wêjeya kurdî, hewl da ku di helwêst û ramanwerîyeke sekuler de xwe (ve)ava bike.

Û Hawarê, bi vê hewldanê re jî, ‘yekrehî’yeke taybet afirand; peyvên Kurdiya Kurmancî di biwareke arizî xwe de saz kir. Her wiha divê em bejin; ‘yekrehî’ya ku hatiye avakirin ne li ser neyînkirina bandorhildanê û ne jî arîkirina ziman ya ji peyvên zimanên dîtir e. ‘Yekrehî’ya ku em behs jê dikin, li xwe dike armanc û mebest ku bandor û serdestiya mêtingeriyê bi wê de bike; û ev awa ‘yekrehî’ li ser xweavakirinê ye ku her wekî Edward Said (1998: 4) jî destnîşan dike û dibêje, “Çand, bi demê re, bi awayekî êrîşkar, bi netewe an jî netewe-dewletê re hat bilêvkirin; û bû kana zanavê û ‘em’ê ji ‘ew’ê cihê kir.” Loma jî, ‘yekrehî’ya xwebûniyê; ku dabaşa sereke ye bo nivîsara me, benda parastinê datîne ber pêkanînên mêtingeriyê; û di çarçoveya takekesiyê de avakirina ‘ez’ê, -helbet ev yek ew modernî ye jî ku Jameson wekî ‘bihevgihîştina hîşbûbîrên takekesî’ pênase dike- û di çarçoveya çanda giştî û di şîroveya Fanonîst de jî ‘reşbûn’ e; yanî di heman demê de jî, zanava neteweyî ye ku; digel avabûna ‘cime’eta mezin’ hestê ‘em’ê ava dike û li pêşberî tundî û êrîşkariya serdestiya mêtinger benda xwe ya ‘xwebûnî’yê datîne.

Di kevneşopîyeke qebûlkirinê ya bi vî rengî de, kovara Hawarê pêşengî li afirîna helbesta Kurdîya Kurmancî ya modern kir. Serê pêşîn Qedrîcan, di hejmara yekem a Hawarê de, xwe li nivîsîna helbesta modern radikişîne ku dûrî arûz û kêşsazîyê ye. Û di nivîsa xwe ya bi navê Hawar Hebe Gazî Li Dû ye de, sê çarînên helbestî dinivîse ku sed korayî bi ser nakeve û çarînên wî bêtir li ser forma dûrikê ava dimînin. “Jîyîn çikas delal e/Di nêv bav û biran da/Dil heye qo ne nale/Ber birînên riman da.” (Hawar, 1998: 28, hej. 1, cild:1) Her sê çarîn jî bi vî rengî ne ku ev form bêtir formeke folklorîk e û li şûna ku teşe, form û şêwe û şêwazên wêjeyî xizmet bo zengînî û kelepûra zimên bike, ziman ji bo vê formê xizmetê dike û li şûna ku peyv xwe berde nav aheng û newaya zimên, zor tê dayîn ku aheng û beşavendek di peyvên dawîyê yên çarînê de pêk werin. Digel vê jî, Kamuran Alî Bedirxan jî helbestek bi navê Xatirxwezîya Memî dinivîse ku bi temamî rengê şi’ra klasîk didîyê ku ji beytan pêk tê. “Mem got, de qerem qe ezbenî tu/dêqa min î tu ne bay î weq dû. (…) Kedrê te erê gelq giran e/Mem kedrê dêyan geleq dizane” (Hawar, 1998: 28, hej. 1, cild:1) Û di vê helbestê de jî, bandora kelepûr û paşxaneyeke zengîn ya şi’ra klasîk heye. Dîsa Osman Sebrî, bi tîpên Erebî, helbesteke bi navê Berdêlik dinivîse ku bi heman şêweyî ye. “Min dil tucar nenalî/Min zar tucar nekalî/Bi dilhişkî bi lalî/Singa xwe da ber riman” (Hawar, 1998: 487, hej, 2, cild 1) Ev helbest jî ji serî heta dawî bi vî şiklî didome ku li ser forma çarînê, bi beşavendên avakirî ye. Cegerxwîn jî helbesteke bi navê Gotina Welat dinivîse ku vê carê bêyî ku guh bide pîvanên arûzê, di teşeya beytê de, pala peyva xwe dide ser beşavenda ku di peyva dawî de saz dibin. “Welatê min digotî min: Birazî/Li nezmê guh bidêre ger dixwazî (…) Cegerxwînê kurê min tu ji derda/Silavan zû ji min bigihîne kurda” (Hawar, 1998: 487, hej, 4, cild 1) Di vê helbesta Cegerxwîn de, mebest gihandina peyamê ye û ziman û ahenga ziman ji bo gihîştandina peyamê xizmetê dikin. Digel wê jî, di beyta yekem de gotina ‘li nezmê guh bidêre’ bala me dikişîne ser xwe ku dixwaze xwe ji şi’rê dûr bixîne. Ji ber ku “Nezm tê wateya rêzkirinê. Ji ber ku misra li pey hev tên rêzkirin, ji vê tiştê re nezm hatiye gotin. Heçî şi’r (helbest) e, ew jî tê wateya têgihîştin û îdrakê” (Adak, 2014: 401) Cegerxwîn bi gotina ‘li nezmê guh bidêre’ ve dixwaze balê bibe ser cihêtîyekê ji nûbûne sazbûyî. Ji ber ku di şi’ra klasîk de, wate û mebesteke pêdandî û neguher heye ku bes şerha wê tê kirin. Lê belê di helbesta modern de, peyv ne xwedî yekwate ne û gava bi hev re tên bikaranîn, di nava xwe de wateyên heyî zêdetir dikin. Loma jî, em dikarin bêjin; Cegerxwîn bi wê gotinê dixwaze dibêje, ‘xwe li ser wateya pêdandî û neguher ya şi’rê eware neke, tu bi xwe bi hiş û bîr û mêjîyê xwe li rist û rêzikan binêre û tu bi xwe jê fam û ferasetekê ava bike.’ Ev yek nîşaneya hişûbîreke modernîyane ye. Lê belê ji ber ku Cegerxwîn derçûyîyê medreseyê ye û her wekî hemû melayan bandora şi’ra Kurdîya Kurmancî ya klasîk û pîvan û teşeyên ziman û edebîyata erebî têra xwe li ser çêbûye, di şûngehekê de dimîne ku di navbera şi’ra klasîk û modern de ye û nikare xwe ji bandorhildana xwe xelas bike û helbesta xwe li ser fam û têgihana xwe ya modern  saz bike. Mustefa Ehmedê Botî jî ku hejmarek helbest nivîsîne di Hawarê de, bi tîpên erebî, helbesteke xwe bi navê Şehîdê Gewre ku dîsa bi forma çarînê ye, belav dike. “Bo jîna milletê kurda/Te hîmmet kir hemî erda/Te tov kir paş xwe ve derda/Heye carek li me peyda” (Hawar, 1998: 515, hej. 11, cild:1). Ev helbest jî, dîsa li ser ahenga ziman hatiye danîn ku bêtir hewlê dide ku peyam û mebestê bide der.

Gava em di nav rûpelên Hawarê de, pê de diçin û her cara ku helbestek bi heman teşe û şêwazê derdikeve pêşberî me, em dibêjin qey mesîla helbesta Kurdîya Kurmancî ya modern di qonaxa xwebûnîyê de jî nikare xwe ji bandora xurt û zêde ya forma şi’ra klasîk rizgar bike û berê xwe dide form û şêweyê helbestan ku bêtir bi awayekî çarînî û li ser peyamgihandinê tê nivîsîn. Lê belê, gava em digihîjin hejmara sî û duyemîn (32) ya Hawarê, helbesteke bi navê ‘Bilûra Min’, derdikeve pêşberî me ku bi nasnavê Seydayê Gerok hatiye nivîsîn û em bi ragihandina (Îbrahîm Seydo Aydoğan (2009: 52) hîn dibin ku, “Seydayê Gerok yek ji nasnavên Celadet Alî Bedirxan e ku bi kar anîye.”

Em ê beşa destpêk û dawîya helbestê wekî mînak binivîsin da ku karibin fikra xwe daynin rastê.

“Bilûra min a şîrîn,/Tu di sarîya sibehê/Û di hingura êvarê de/Hevalê bêhevalan,/Destbirayê şîvan û dilketiyan î./Dengê te,/Hêstirên dilên xemgîran,/Silava jihevveqetîyan,/Girîn û zarîna dilketiyan/Tîne bîra min./Bilûra min tu î,/Xemrevîna terkeserên dinyayê!/ (…)/Xemrevîna terkeserên dinyayê;/Û li rohelatî/Dema ko dinya hişyar dibe/Ji xew radibe/Ji me re/Strana azahî û serbestîya/Kurdistanê/Binehwirîne/Û dengê wê stranê, bila/Mna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn/Bikeve nav dil û guhên me./Bilûra min/Tu î xemrevîna dilketiyên welêt”  (Hawar, 1998: 798, hej. 32, cild:2).

Helbesta ‘Bilûra Min’ ya Celadet Bedirxan, yekem helbesta wêjeya modern ya Kurdîya Kurmancî ye. Em vê angaştê li ser helbestên di weşînekan de weşîyayî dikin ku ji rojnameya Kurdistanê heta bi kovara Jînê, helbesteke bi vî rengî nehatiye nivîsîn û belavkirin. Celadet Bedirxan, bi nivîsîna helbesteke wiha bi şêwe, şêwaz û teşeya modern, digel şoreşa ku di elfabeya kurmancî de li dar xistiye û bi danîna elfabeya Latînî ya bo kurmancî, di rêç û xeta netewesazîyê de jî gaveke xurt bi pêş de avêtîye ku Ronayî Önen balê dibe serê û dibêje:

“Ziman tekane tişt e ku der barê meşrûyeta wî ya bo komeke etnîk de tu pirsgirêk tune bin; ew yekemîn sembola statuya neteweyekê bi xwe ye. Her wiha ziman di navbera civaka modern a netewedewletê de rêya pêwendîyê ye” (Önen, 2018: 127- 128).

Celadet, bi tenê danîna elfabeya Latînî û qaydeyên gramera kurmancî nemaye; wî hay jê hebûye ku ev yek têr nake û biwareke din ya girîngtir û kartêktir divê û ew jî ‘wêjeya neteweyî’ ye.

Loma jî em nikarin bêjin, helbesta ‘Bilûra Min’ li ser navajoyên (instinct) ‘gihîştina bo modernîya derengmayî’ hatiye nivîsîn. Ji ber ku; ji berfirehîya xwendina wî, ji zanîna wî ya zimanan ku, “Di hemû nivîsên ku me heta niha li ser jînenîgarîya Celadet Bedirxan xwendine de dîyar dibe ku wî bi kurdî, tirkî, erebî, farisî, rûsî, fransî, îngilîzî, almanî, yewnanî dizanibû” (Aydoğan, 2009: 50). Ji jîyan û xebat, ji pêkanîn û afiranên Celadet xuya ye ku ew xwedî ruhekî nûxwaz û avangard e. Loma jî, em li ser wê fikrê ne ku helbesta Bilûra Min, ne bi lasayîkirinê lê belê bi hişberîyeke nûxwaz, avakar û modernîst a ji hundir de, hatiye nivîsîn.

Li gorî teorîya Hroch, çendî ku divîya di qonaxa rengmodernîyê de wêjeya neteweyî ya dij-mêtinger berhemên xwe yên pêşîn biafiranda jî, ev yek pêk nehatiye û wekî qelsî û kêmasîya wê qonaxê maye. Loma jî, xebat û reftarên netewesaz a Celadet û hewldan û tevlivînên nivîskarên di Hawarê de nivîsîne, ketiye heman mesîlê. Ew mesîl, mesîla zimanê çandî ye ku dikare rê li ber avakarîyê veke. Û wisa jî pêk hatiye. Her wekî Jameson (2008: 370) jî bala xwe dibe ser vê yekê û di çarçoveya modernîyê de dibêje, “Tiştê ku hewce ye ku di vê serdema modern de were şîrovekirin; ji hunera çandên xelkûalemê bêtir, hunera çanda xweser û xumalî ye.” Ji ber ku Celadet avakirina wêjeya neteweyî jî li xwe kiriye armanc û ew baş dizane ka dê ziman di vê yekê de bi çi rolê rabe, berê xwe dide ‘çanda xweser û xwemalî’. Tenê bi rêya zimanên ku dizane û xwendinên xwe yên berfireh, zanîn û agahîyên modern yên di biwara wêjeyê de li xwe dike palder û hewlê dide ku bi ziman û teşe û şêweyê vegotina zimanê xwe biafirîne berhema xwe. Loma jî, hemû peyvên ku wî di helbesta Bilûra Min de bi kar anîye, her yek xwedî aheng û newayeke taybet e û ne pêwîst e ku tu peyvek careke din bi pîverên arûzê û kêşsazîyê û bo peyamê bê ahengdarkirin.

Celadet, an jî Seydayê Gerok, bi vî awayî, hem wêjeya kurmancî ya modern ji ‘çendrehî’yê dûr dixîne hem çi gava pêwîst bike zimanê xwe ji ‘durehî’ya ku Bhabha wê wekî “jihevcudabûna cîyawazkî’ bi nav û pênase dike, nade alî û hem jî zimên wekî “berhemeke çandî ya dînamîk; berhemeke şarezatîyê; hilgirê sembolên civakî û -ji bo neteweya kurd, d.z.- wekî pevbestînereke ruhî û wekî berhema zanaveke çandî” (Bourse, 2009: 199) bi kar tîne. Û bi vî awayî, ji bo avakirina ‘yekrehî’yê ya ku Frantz Fanon (2014: 11-38) wê wekî ‘reşbûn’ê pênase dike, di wêjeyê de dihêvişîne. Û di vê reftara xwe ya hişberî de, sekn û helwêsteke dij-mêtinger(î) dide der. Û êdî ji vê û şûnde, hemû helbestên ku di Hawar û di weşînekên li dû wê de hatine belavkirin, di ber şewqa Bilûra Min de geş dibin. Û em dixwazin di vî warî de bi taybetî bala xwe bi hûrgerî bibin ser Cegerxwîn.

Cegerxwîn, ew hosteyê mezin, ku helbesta xwe wekî çekekê bi kar tîne, -lê ne ew çeka ku dikuje- lê belê çeka ku bi bandor û lêderiyeke deconstructiv dişixule. Ev yek ji ber wateya çaxa wî ye jî; ji ber ku modern heye di çaxa wî de û Cegerxwîn, digel reng û serborîyên jîyana xwe, çendî ku ne modernekî têr û sertêr be jî, şa’irekî hevçax e. Û moderniya ku wateya  “gerdîşeke li dijî gerdîşê dihewîne” (Calinescu: 2017: 82) di vê derblêdana Cegerxwîn de dide der. Loma jî, deconstructivî, ya ku dikeve behsê, di warê pêwendiya borîroj û îrorojê de ye ku Cegerxwîn, zimanê dînwerî ku di bin bandora erebî û farisî de bû û di serdema klasîk de şi’ra kurdî ya klasîk pê hatibû nivîsîn û di qonaxa rengmodernîyê de jî helbest, pexşan û nivîsar, kêm zêde, li ser wî zimanî hatibûn nivîsîn û bûbû kelepûr û gerdîşekê, di helbesta xwe de xera dike; bi wateya ku (Foucault (2006: 278) ji bo fransî dibêje, “petandina zimên” derbê li zimanê heyî û banîyayî dixe; û wekî qonaxa rengmodernîyê ne bi pişkî, lê bi tevayî berê xwe dide zimanê ku gel pê diaxive. Û bi vê derblêdanê jî, bi helwêsteke neteweperweriyê ku dixwaze û hewlê dide bibe pêşeng û avakara wêjeya neteweyî, ji ramanweriya nivîskarî û bîreweriya kurd ku li ser giraniya dînweriyê hatiye danandin, dûr dikeve. Û ev dûrketin di heman demê de dûrketina ji xwe ye jî; yanî bi ya wî divê neteweya wî ya ku bi her serîrakirinê re serî lê hatiye firandin, ji banekîyên xwe dûr bikeve. Û ev yek jî dikare “bi têgihên wekî, ‘aqil, pêşdeçûn-pêşketin û zanist’” (Calinescu: 2017: 96) pêk bê ku modernîyê wan wekî bivênevê dibîne. Loma jî, Cegerxwîn, bi taybetî di helbestên xwe de peyva ‘pêşdeçûn-pêşketin’ê, ne wekî fikra avangardiya leşkerî, lê belê li dijî kêmxistin, biçûkdîtin û sivikatîpêkirina rêveberîya ‘mêtingerîya rengmodern’[5] bi kar tîne; û bi vî awayî, tevî ku di helbestên xwe de helwêsteke dij-mêtinger datîne rastê jî, bi rêya helbesta xwe, ji gerdîşa xwe ya helbestê ya bi teşe, şêwaz û qalibên helbesta klasîk ya ‘hîm-Erebî’ avabûyî jî diqete; û dide dû gazîkirina ku ji binî de tê û dengê ‘xwebûnîyê’ lê ditamijîne û wî ji nirxên wî, yên ku ew lawaz kirine, dûr dixîne. Û her wekî S. N. Eisenstadt (2014: 37) jî destnîşan dike û dibêje, “Demajoyên modernbûnê ku sekulerbûnê jî dihewînin; nirx, hilgir û nûnerên van gerdîşan qels kiriye.” Cegerxwînê ku wî bi xwe jî di medreseyan de xwendiye û di qonaxeke jiyana xwe de melatî kiriye, bi helwesteke modernîst ku di xwe de neyînkirineke (redkirineke) gerdîşê, -ne paşxaneya ku dibe hîmê çand û kelepûrê- dihewîne, rabûneke taybet nîşan dide: Rabûna Cegerxwîn, bi wateya Eisenstatd destnîşankirî, ‘nirx, gerdîş, hilgir û nûnerên’ gerdîşê jî qels dike û dibe rabûna li hember gerdîşiya wêjeya neteweya xwe ku ji sedan salan bi vir de ye di bindestiya zimanê erebî de, ku zimanê erebî li ser pîrozweriya dîndariyê jê re bûye zimanekî xwedî parêzbend û pê re jî bûye sersebebê derengmana wêje û çanda kurdî ya di biwarê wêjeyê de.

Her wiha, Cegerxwînê ku jê tê ku fablekê jî wekî helbestekê dayne ser sifreya wêjeya Kurmancî û pê qadên pir cuda yên ramanî û dilînî çêke, ne tenê şa’ir e; ew di heman demê de yek ji ramanwerê neteweperweriya kurd e. Loma jî, her wekî (Gregory Jusdanis (1998: 69) dibêje, “Navgîna herî girîng ya afirandina hişberiya neteweyî, ziman e. Divê entelîjensiya (rewşenbîriya gel), bi zimanê ku ew jê fam dikin, ji bo şoreşa rizgariyê,  bang li girse û komên xelkê bike.” Û Cegerxwîn, bi vî zimanî bang li gel dike. Bi zimanê ku gel bi hêsanî jê fam dike. Bi zimanê ku ji bo estetîkeke xas û resen, di çarçoveyeke groteks de serî li zimanekî din naxe û her wekî (Jusdanis (1998: 27) radigihîne me ku Ngugî Wa Thiong’o dibêje, “Di wêjeyê de du estetîkên dijhev hene. A yekem: Estetîka marastin û stemkariyê ye. A duyem jî: Estetîka têkoşîna azadbûnê ye.” Loma jî, Cegerxwîn li ser estetîka ‘têkoşîna azadbûnê’, rabûneke dîtir pêk tîne ku ew jî ‘rabûneke dij-mêtingerî’ ye û li ser hîm û rengê vê rabûna xwe, dijberiyeke li dijî mandelekirina heyîna neteweya wî ku tê pêkanîn, saz dike û bi berpêbûneke existantialist (heyînparêziyê) bang li gelê xwe dike û di ast û çarçoveya bêjarî de gelemşeya hebûniyê ya kurdan ji navê radike, helbesta ‘Kî me Ez’ dinivîse û naverok û temaya helbesta xwe bi hest û ramanên neteweperweriyê dinexşîne û bêyî ku bêje ‘Kurd im Ez’, bi hêma û temaya helbesta xwe bersiva pirsa xwe belav dike. Û helbesta ‘Kî me Ez’ ne tenê pirsek e ku berpêyî hebûniyê hatiye sazkirin; pê re jî qîrîneke bangkirinê ye ku bi rolekê radibe; dibe banghildêr ku ‘reş’ên hatine mandelekirin li ‘reşbûn’ê vedixwîne. Bi vê vexwendina xwe jî, li ser hîm û ramana ‘mandelekirina mandelekirinê’, wekî rêyeke herî xurt, -û di heman demê de jî; hem wekî navgînekê hem jî ji bêgavî- bêjar û ciwanbêjiyeke helbestiyane bo helwêst û rabûna xwe ya dij-mêtinger saz dike.

Temambûna Qonaxa Klasîk ya Wêjeya Kurdîya Kurmancî û Destpêkeke Reng-Modern ya di biwara Helbestê de

Çawa ku me got, helbestên di kovara Hawarê de hatine belavkirin; bi peyvên ji çand, folklor û bi jîyana gel ve eleqedar û pêwendîdar in, hatine nivîsîn. Loma jî, ew helbest rasterast bûne milkê gel; û hestê jêbûnê (aîdîyetê) bi wan saz bûye.[6] Ayla Oğuz (2018: 69-70) di warê ‘jihevcihêbûn’a çandî û neteweyî de dibêje, “Kargînîya dîtir ya jihevcihêtîyê ev e; hin puxte hene ku zanav û sînorên zanavê dîyar dikin. Di vê çarçoveyê de zanav (identity) wekî arîşeya jêbûnê (aîdbûnê) derdikeve rastê.” Her wiha, jêbûnî (aîdîyet), di serî de qonaxa avakirin û piştre jî di demajoya pêkanînên lêferzkirinê ya li ser endamên neteweyekê û li ser endamên komên etnîkî yên bindest, ji bo danîn û avakirina zanaveke serdest, digel çend hêmanên wekî ziman, çand, nîjadî û hwd., dibe hêmaneke kartêker. Loma jî, jêbûn sînorekî dîyar dike ku pê ‘em’ û ‘ew’ ava dibin û ev avabûn jî; çarçoveya pêwendîya ‘em’ û ‘ew’ê dîyar dike. E. Said (2000: 17)  jî der barê vê sîstema jihevcihêkirinê de dibêje, “Xeta ku me û wan ji hev cihê dikir, xeteke zimanî, çandî, nîjadî û etnîkî bû.” Hawar, di vê deqbend (context) û çarçoveyê de, şûngeha avakirin û danîna xeta ‘em’ û ‘ew’ê ye ku di ser ziman re, çand, folklor, dîrok, etnografya, dîn û axê li xwe dike sedem û mebesta sereke û digel wê jî; ji ber ku heta wê çaxê agahîyên jîyanî, zanistî, civakî û dînî di zimanên din ên serdest de kom bûne û gihîştine komên xelkê yên kurd, zimanê serdestan bi temamî ‘neyîn (red) dike’ û; bi vê helwêsta xwe ev yek berçoder û winda dike û bi wan zimanan tu rave û şîroveyekê nake.

Helwêsteke bi vî rengî, ji bingeha xwe ve antî-kolonyal e ku di heman demê de tundîyeke dij-serdest(î) ya sivîl di xwe de dihewîne ku zanyarî û agahîya ji ziman, kelepûr û paşxaneya di zimanên serdest de kom bûyî, bi wê de dike. Loma jî, em ê dîsa bêjin, Hawar bi reftareke Fanonîst, her li pey avakirina ‘reşbûnê’ ye.[7] Û ev hewla ku ji bo avakirina karaktereke neteweyî ya di ser van biwaran re tê danîn; xwedî rengekî hur û rastîne ye. Û bi hemû reng û hêmanên xwe yên fikrî û pêkanînî ve, reftar û helwêsteke dij-mêtinger(î) ye. Û rengê ku bi vê helwêstê re heye, -rengê dij-mêtinger(î)- bi pêkanînê re, digel sedem û pêdivîyên xwe yên navxweyî xurttir dibe; û pê re jî qonaxa Byê ya ku Hroch behsê jê dike, dupat û pihêt dibe û qonaxa Ayê ya ku bi kil û kêmasîyên xwe ve maye ji qonaxa Hawarê re, bi ked, tevkarî û helwêsta modern ya nivîskarên Hawarê temam dibe; û em dikarin bêjin, ‘qonaxa Byê bi giştî li ser helbestê tekûz dibe û dibe berendama qonaxa Cyê ya ku beraqûbet e.’[8] Û di vê beraqûbetiyê de, ‘qonaxa xwebûnî’yê, qonaxa herî tekûz û têrbaş e ku hem aqûbeta qonaxa Cyê teqez dike û hem jî kilûkêmasiyên ji qonaxa Ayê mayî, temam dike.

 Em wekî dawî, li ser avakarîya wêjeyeke neteweyî ya dij-mêtinger ya di Hawarê de, dikarin bêjin; helbestên serbest û modern yên bi Kurmancî yên di kovara Hawarê de weşîyayî, wekî karakterîstîk, bi temamî, hem ji ber naverok, hem ji ber teşe, hem ji ber eger û sedemên xwe û hem ji ber ku bi zimanê neteweyî hatine nivîsîn, xwedî taybetîya avakar û yekembûnê ne. Ev taybetîya avakarîyê, bes ne tenê ji ber ku helbest bi teşeyên serbest hatine nivîsîn heye; digel wê jî, ji ber ku ziman ji alî avakarîya zimên ya di netewesazîyê de hîm û dîwarekî girîng û dîyarker e û her wekî Benedict Anderson (1995: 27) dibêje, “Ziman, di avakirina her cure cime‘etê de bi roleke avakar radibe” û ev taybetîya wê heye. Û poetîkaya helbestkarên di Hawarê de belavbûyî, bi giranî bi eger û kargînîya vê sazkarîyê li dar ketiye.

Destpêkeke Wêjeya Kurdîya Kurmancî ya Modern ya di Biwara Çîrokê de

Çendî ku wek cureyê wêjeyî, di Hawarê de, li gorî cureyên dîtir, helbest zêde hatine nivîsîn û belavkirin jî, çîroknivîsîya bi şêwe, rêbaz û honakên modern ku bi Fuat Temo dest pê kiribû, di Hawarê de rengekî baş û hêjayî balpêdanê daye wêjeya Kurdîya Kurmancî ya modern. Di Hawarê de, nivîskarên wekî Celadet, Kamuran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan û Nûredîn Zaza bêtir li ser vî cureyê wêjeyî nivîsîne û çîrokên xwe belav kirine.

Yekem çîroka ku em ê di vê binbeşa xebata xwe de li ser hûr bibin, çîroka Gazinda Xencera Min a Celadet Alî Bedirxan e. Çîroka Gazinda Xencera Min (Hawar, 1998: 519, hej. 12, cild:1) rexneyek e ku Celadet Bedirxan, bi şêwazeke bibîrxistinê, bo kêmasîyên jê mayî, li qonaxa rengmodernîyê dike. Ji ber ku kêmasîyên ji qonaxa rengmodernîyê mayî, di qonaxa xwebûnîyê de bûne qelsîyeke mezin. Îcar, kêmasîya ku em behs jê dikin ev e; di biwara rewşenbîrîyê de, li ser zanîn, nivîs û xwendinê û ji bo belavkirina zanîn û agahîyê bi gel û komên xelkê re pêwendîyeke nêz û xurt nehatiye danîn da ku bibe eger û hêza likarxist ya hişyarbûna neteweyî. Loma jî, Celadet Bedirxan, di çîroka xwe ya Gazinda Xencera Min de, di navbera qelem û xencer de dîyalogek saz dike û bi bibîrxistina ji Xanî ya bi beyta, “Herçî bire şûrî deste hîmmet/Zebt kir ji xwe ra bi merî dewlet" (Xanî, 2008: 38) tê ser ristên Haci Qadirê Koyî yên “Be şîr û xame dewlet payedar e/Emin xamem heye, xîr ne dîyar e,”[9] û ji wir berê xwe dide nivîsa bi navê ‘Berî Şûr Qelem’ (Bedirxan, 2002: 76, hej. 3) ya Salih Bedirxan, ji wir jî serîyek tê cem ‘BEYANNAMA CIVATA FEQIHÊ HÊVÎ KURDAN’ û gotinên wan ên, “Elbet ku hemû Kurdan bi çavê rindîyê li me meze kin, em dixwazin ku her şehr û qesebê de şu'be vekin. Gişk zanin ku sebeba halê me yê hazir ji nezanîya me yî. Weqtê şûr derbaz bû. Nuka çaxa qelem û zanîn e” (Jîn, 1988: 904, hej. 21, cild:5) û axir bala xwe dide helbesta Hilmîyê Siwêregî ya bi navê ‘YEKDENG’ ku bo zarokan nivîsîye û gotîye, “Ders û rastî me heval e/Şûr û qelem me hemhal e/Derbaz nabî meh û sale/Hercî dibî gul û lale" (Jîn, 1998: 1049, hej. 25, cild: 5).

Ev hemû paşxane û sedem in ji bo nivîsîna çîroka Gazinda Xencera Min. Lê belê, ev hêmanên paşxaneyê têr nakin ku ‘qonaxa xwebûnî’yê pêngavên xurttir biavêje. Ji ber ku her yek hêman di şûngeha xwe de maye wekî bêjarek û jê wêdetir neçûye. Loma jî Celadet, hest pê dike; hin tişt hene ku kêm in. Çendî ku çîrok, wekî nav û naverok, wekî simulasyona helbest û nivîsên berî xwe xuya bike jî, tiştên dîtir hene di hizira Celadet de. Ruhê wî, ji ‘hişûbîra ne hêsa’ ye.[10] Loma jî, dixwaze temam bike kêmasîya ku wekî mîrate maye jê re.

Li ser hestpêkirina kêmasîyên ji qonaxa rengmodern mayî; Celadet, pêşî pala xwe dide hişberîya xwe ya zimanî ku li ba wî nîşaneya herî xurt ya zanava neteweyî ye; û wê hişberîyê ji war û şûngeha xwe ya wêjeyê dûr nake. Loma jî, di çîroka xwe ya Gazinda Xencera Min de, bêyî ku kêmasîya ‘şûr’ bide der, balê dibe serê ku ‘qelem’ ji alî şûr ve nehatiye tûjkirin. Yanî, berî qonaxa Ayê, her çend serîhildanên wekî Mîr Bedirxan û Şêx Ubeydullah qewimîbin jî, ew şer nebûne sedem û hokar ku qelem tûj bibe. Yanî, xebat û serkêşîya rewşenbîrîyê ya di qonaxa Ayê de hatî kirin, kêm maye û têr û sertêra xwe negihaye gel û komên xelkê. Loma jî, di serîhildanên Şêx Seîd û Agirî de, kurd nekarîne yekbûneke berfirehtir pêk bînin û têk şikîyane.

Digel vê yekê, Celadet çîroka xwe, bi rêbaz û teknîka sembolîzekirin û kesîdekirina tişteyan dinivîse. Herçî sembol e, dikare di wêjeyê de bi gelek awayan bê bikaranîn. Ji ber ku şanek bi referansên ku dîyar dike watedar dibe û pê re jî dibe sembol. Loma jî sembol tên avakirin bi mebesta ku dîyardeyên şênber an jî neşênber ava bike û di hiş û bîra mirovan de wateyên kûr bi bîr bîne. (Selçuk Koca (2010: 88) di vî warî de dibêje, “Sembol ew bernîşane ye ku dikeve şûna tişte, nirx û raberîyeke ji derveyî xwe.” Helbet, carinan heyînên zindî dibin sembol û dikevin şûna nirx û raberîyeke ne şênber û carinan jî heyînên ne zindî dibin sembol û dikevin şûna nirx û raberîyeke ne şênber. Nexwe, di awayê bikaranîna sembolan ya di wêjeyê de, “Em dikarin bi kurtasî bêjin; sembol ew bernîşane ye ku dikeve şûna tiştên dîyarkirî” (Zeraq, 2018: 176). Loma jî, di çîroka Gazinda Xencera Min de, dîyaloga di navbera ‘xencer’ û ‘qelemê’ de sazkirî, li ser pêwendîyeke şanekî û sembolist e. Û heyînên ne zindî, dibin sembolên ku wek awêneyekê disekinin li pêşberî heyînên zindî; û heyînên zindî dikarin bi wê awêneyê rêberî li xwe bikin.

Celadet, di çîroka Gazinda Xencera Min de, helwêsteke wêjekarîyê datîne ku li ser xet û ramanwerîya avakirina ‘wêjeya neteweyî’ bi hîm û esas e. Digel wê jî, di çîroka xwe de pala xwe dide du hîmên girîng; 1) hêma û ramanwerîya ku di pêwendîya di navbera ‘şûr’ û ‘qelemê’ de heye, ji Xanî hiltîne; yanî di derba pêşîn de pişta xwe dide kelepûra xwe û berhema ji wêjeya kurdî ya klasîk; 2) û di warê wêje û vegotin û honandina çîrokê de jî berê xwe dide şêwe û teşeyên modern; û bi vegotineke sembolîst, peyvên Kurdîya Kurmancî careke din jî watedar dike. Û di vî warî de jî dibe yekemîn rewşenbîr ku bi reftareke pêşengîyê, di çîroka honaksazîyê de rêbaz û teknîkên modern bi kar anîye.

Osman Sebrî, di Hawarê de hejmarek çîrok û pexşanên bi vegotinên çîrokî belav kirine. Sebrî çîroka xwe ya (Li Gornistanek Amedê[11]) (Hawar, 1998: 585, hej. 21, cild:1) li ser xewnekê saz dike. Di xewna xwe de, ji ber Behra Sor berê xwe dide Amedê û li wir digihîje ‘cineta şehîdan’ ku lê civat datînin. Osman Sebrî dixwaze tevli cime’eta wan bibe. Endamên cime’etê hemû jî ew kesayet in ku di Serîhildana Şêx Se’îd de hatine dardekirin. Sebrî di çîroka xwe de, digel takekesên ku di ‘cineta xwe de’ civînê pêk tînin, sohbetê li dar dixe. Û dibe yek ji wan.

Çîroka Gornistanek Amedê, çîrokeke utopîk e ku bi rengê vegotina surrelaîst hatiye nivîsîn. Osman Sebrî çîroka xwe bi zimanekî danandî vedibêje ku ji hîma çand û folklorê ye; û di warê zimên de pal û pişta xwe dide kelepûr û paşxaneya xwe ya heyî û ziman û zarbêjîyeke taybet ji bo vegotina xwe çênake. Digel wê, honaka çîrokê jî li ser ‘xewnvegotin’ê saz dike. Û di vê çîroka xwe de, bi taybetî du şûngehan ava dike. Şûngeha yekem, goristan e ku li Amedê ye. Şûngeha duyem jî ‘cineta’ takekesên ji serkêşên neteweyî ye.

Çîroka Osman Sebrî ya bi navê Agirî (Hawar, 1998: 872, hej. 36, cild:2) bi vegotineke rasterast hatiye nivîsîn. Di çîrokê de boke (leheng), di dema serîhildana Agirî de, serî li çîyayê Agirî dide û digel şervanên wekî Birho û Ferzende beg re li ser xelasîya miletekî hevdîtin û sohbetê dike. Sebrî, vegotina xwe ji dîdaktîzma vegotina dîrokî dûr dike û ji vî alîyê ve jî bêtir nêzî vegotina çîroka wêjeyî dike. Û dîsa, di çîroka xwe ya Agirî de jî, du şûngehan ava dike. Şûngeha yekem, çîyayê Agirî ye ku bûye qada şer. Şûngeha duyem, şûngeha rengdêrî ye ku bi peyva ‘bilincî’ tê sazkirin û ew jî bandev û lûtkeya Çîyayê Agirî nîşan dide.

 Gava em bala xwe didin ser her du çîrokan, em dibînin ku; Osman Sebrî di her du çîrokên xwe de jî hewl dide şûngehên ku bûne hişûbîrên neteweya kurd, ji windabûna ji ber jibîrkirinê rizgar bike û di biwara wêjeyê de xuyanî dike; û bi heyîkirina şûngehên ku ji hişûbîra neteweyî ya kurdan in, hewl dide ku pêşîya ‘nebanbûyîna li xwe’ bigire û bi vî awayî jî derbekê li mêtingerîyê bixe. Û bi çîrokên xwe ve jî, şûngehên ji hişûbîra neteweyî saz dike. Û tevî ku wekî naverok, her du çîrokên Osman Sebrî behsa jêbûn (aîdîyet), zanav û nirxên neteweyî dikin jî, di heman demê de, bi avakirina şûngehên ji hişûbîra neteweyî, rengê dij-mêtingerîyê digirin. 

Çîroka Kamuran Alî Bedirxan ya bi navê Leylana Rastîyê (Hawar, 1998: 203, hej. 10, cild:1) behsa ‘jixewrabûna neteweya kurd’ dike. Vegotina çîrokê, bêyî honaksazîyeke taybet, bi awayekî rasterast dimeşe. Kom û refek mirov, perîşan û peregende, di çîya û banîyan de, berpêyî cîyekî ne dîyar dimeşin. Her derê wan tarî, tunebûn û birçîbûn e. Piştre, ji nişkê ve, ronahîyekê dide ser wan û Rihspî û pîrejin ji nişkê ve xwe ciwan dihesin, xelkên komê dikenin û distrên û ji hev re dibêjin, ma em ketine bihûştê!!! Rûspîyek û pîrejinek bi gopalê xwe serê çîyayekî nîşan didin; xortekî bi bejn û bal, zexm û nêr, xortekî çeleng û jêhatî, xortekî bi goşt û gewde, çavên xwe digemirîne û vekêşa tîne xwe. Pêşî hay jê nabin. Piştre fam dikin ku ronahî ji çavên wî xortî tê û rûspî û pîrejin dibêjine wan, ‘Kurdistan ji xew rabû’ Kamuran A. Bedirxan, bi vegotineke bi vî şêweyî, ji vegotina wêjeyî dûr e û hemû peyv û hevokên wî berê xwe dane armancê. Armanc, şîyarbûna Kurdistanê ye. Û çîrok jî li ser vê bêjarê ava bûye. Û Kurdistan, di vê çîrokê de, ji qadeke terîtoryal zêdetir, wekî îmajekê tê nîşandan ku nav lê welat e.

Loma jî, em dikarin bêjin, di warê wêjeya kurdî ya modern de ne nûbûneke xurt û li ber çav e ku karibe kartêkê li rabûna wêjeya kurdî ya di Hawarê de bike. Û ji vî alîyê xwe ve, ji bilî bêjara ‘şîyarbûnê’ tu taybetîyeke dij-mêtingerîyê nahewîne.

Çîroka Nûredîn Ûsif (Nûredîn Zaza) ya bi navê Gulê (Hawar, 1998: 732, hej. 29, cild:2) bi awayekî rasterast hatiye vegotin. Bokeya çîrokê Gulê, bi zilamekî ku jê hez nake re hatiye zewicandin, loma jî wê zilam kuştiye û piştre jî bi zilamekî din re revîyaye. “Di civakeke ku bi desthilata eşîran tê rêvebirin û hê nebûye netewe de, gelemşeya ‘namûs’ê ser û binê hev kiriye û jina ku bi çavê îxanetkar û qehpik lê tê nihêrtin, bi xebatên xwe yên neteweperwerîyê, hikmên kevneşopên nêrane parçewesle dike û her kesî dihêle şaş û metel” (Zeraq, 2012: 486). Gulê, di vê çarçoveyê de, ew jin e ku ‘xwînê dirijîne’ û ji bo ‘ax û welatê xwe şer dike.’

Nuredîn Zaza, di vê çîroka xwe de li sînorên rasteqîniya civaka kurd xistiye û li şûna ku ji derve de lê binêre û bi honaksaziyeke ji şêweyên vegotina modern çîroka xwe saz bike, car din li jiyana kurdan ya heyî vegeriyaye û hewl daye peyama xwe bi kirinên jinekê bigihîne. Her wekî Hroch jî balê dibe serê û dibêje, “Qonaxa Ayê bi temamî têkoşîneke li hember feodalîzmê û mutlaqîyetê ye” (Hroch, 2011: 54). Pêkanînên Gulê, di heman demê de nîşaneya têkoşîna navxweyî ye jî. Ji ber ku di ‘qonaxa rengmodern’ de ev têkoşîn nehatiye dayîn û temamkirina vê yekê maye ji ‘qonaxa xwebûnîyê’ re û pê re jî; ji ber ku qonaxa xwebûnîyê di hewla avakirina wêjeyeke neteweyî de ye; Gulê, di nav demeke diyarkirî, di sê qonaxan de heyî dibe: 1) şerê li dijî feodaliyê, 2) şikandina meseleya ‘namûsê’ û 3) têkoşîna neteweyî. Loma jî, çîroka Gulê, ji bilî vegotineke çîrokî, di biwara wêjeya modern de tevkariyekê li çîroka modern a Kurmancî dike û ev yek jî di çarçoveya dij-mêtingeriyê de ku yek ji taybetiya xuya û sereke ya kovara Hawarê ye, wekî taybetiyekê dide der.

Em dikarin ji bo çîrokên honaksazîyê yên ku di Hawarê de belav bûn bêjin; ji ber ku şêwe û teşeyên nivîs û çîroknivîsîyên modern hatine bikaranîn, vegotina di van çîrokan de heyî, ji şêwaza vegotina çîrokên gelêrî û foklorîk wêdetir e. Loma jî, çendî ku di warê honaksazî û di warê pircureyî û pirrengîya şêweyên nivîsîna çîrokên modern de qels û têrnekir be jî, li gorî keys û derfet û helûmercên qonaxa xwebûnîyê hêjayê balpêdanê ye ku hewldanek heye ji bo avakirina çîroknivîsîya kurmancî.

Nasnavên Nivîskarên Hawarê

Bikaranîna nasnavê ya di Hawarê de, gelemşeyeke geremolî ye ku nasnavên hatî bikaranîn bêtir wekî berpirsî û binbarîyekê maye li ser Celadet Alî Bedirxan. Ji ber ku lêkolînerên ku li ser vê yekê hûr bûne, di wê bawerîyê de ne ku Celadet pir zêde nasnav bi kar anîne. (Îbrahîm Seydo Aydoğan (2009: 51) dibêje, “Di Hawarê de ji bilî yên C. Bedirxan 54 navên nivîskaran hene. Wekî din, 33 nav jî wekî navên Celadet Bedirxan dîyar dibin.” Gava em hejmara 33ya datînin ber çavan, pirsek di me dide der û em dibêjin; gelo çi ye sedem ku amadekar, xwedî, edîtor, nivîskar û weşangerê kovarekê ev qas nasnav bi kar bîne? Helbet, em ê nikaribin bersiveke têr û tekûz bidinê. Lê belê, heke em hinekî xweşbînî û zêdetir bi awayekî objektîf li helûmercên wê hingê binêrin, em ê karibin texmînekê bikin û bêjin; heye ku têra xwe nivîs nehatine kovarê û Celadet di gelek mijar û biwaran de nivîs nivîsîne û ji bo her mijar û biwarekî jî nasnavekê bi kar anîye. Aydoğan, bi peytekê beşek ji vê texmîna me esehî dike û dibêje, “ji nasnavên Celadet, Ferhengvan ji bo beşê ferhengê, Hawar, Xwedîyê Hawarê, Nivîsanoka Hawarê bêtir ji bo daxuyanîyên ji bo xwendevanan, Bişarê Segman bi tenê ji bo çîrokên dîrokî hatiye bikarananîn.” Piştî ku Aydoğan vê peytê dike, lîsta “sî û sê (33) nasnavên ku Celadet bi kar anîne jî derpêşî xwendevanên xwe dike “(2009; 52-53).

Wekî din jî, Remezan Alan li ser vê mijarê hûr dibe û piştî lêkolîna xwe digihîje wê bawerîyê û destnîşan dike ku navê “Qedrîcan” bi xwe nasnav e û nivîskarekî bi navê Qedrîcan tune. (Alan (2019: 163) wiha dibêje, “Tam li ser vê yekê em dikarin îddia bikin ku ji xeynî “Qedrîcan” nasnavekî din ê ‘Ebdulqadir Ezîz hebû. Belê me wisa got, ji ber ku ber’eksê zanyarîya heyî “Qedrîcan” jî nasnavek e”. Alan di pey vê peyta xwe re, angaşta xwe li ser Dêrîkîbûn û serborîya Qedrîcan ku tê zanîn didomîne û dibêje:

“Navê wî kesê ku di salên 1911-1972an de jîya; çîrok, helbest nivîsî, (…) di salên 40î de bû endamekî Komkarên Azadîxwazan, (…) salên xwe yên dawî li Şamê derbas kir û di 1972an de li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî hat veşartin, ‘Ebdulqadir Ezîz’ bû” ( 2019: 164).

Alan bi vê peyta xwe ve jî namîne û dibêje, “…bi raya min di wan salên pêşîn de wî ji xeynî vî nasnavekî din jî bi kar anîye: Newzad” (Alan, 2019: 164).

Digel vê yekê, em jî dikarin bêjin; heke Osman Sebrî navek be, berdibetî ye (îhtîmal) ku nasnava ‘Axayê Mirdêsî’ wî bi kar anîbe ji ber ku ew di serborîya xwe de dibêje:

“Eşîra me Mirdês, perçeyek ji emareta Mirdês e ku sernîveka (ji nîvî zêdetir) wê bajarê Egilê bûye. Piştî qelsî û di hevdeketina emaretê mîrekan her yekî alîyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe. (…) Birrê pêşîn digel Evdil-Hey begê ji wan qetîye û berê xwe daye deşta Haymana (navbera Anqere û Qonye) û li wir bi cih bûye. (…) Paşê birrê duduyan jê veqetîye çûye di çîyayên pişta Dîyarbekirê de bi cih bûye ku ji wan re Mirdêsê Terrikan tê gotin. (…) Birrê sisîyan ku birrê meztir bû bi navê Mirdêsanê Gawestî hatiye nasîn ku malbata min ji vî birrî ye. Bavkalê min ê mezin Mihemed ku mezinê eşîrê bû, piştî veqetîna herdu biran û nîvê eşîrê jî, nema xwestîye vegerre welatê Egilê û di qirracê Qeregêçîyan de şarge bûye” (Sebrî, 2004: 24).

Heke em vê vegotina jînenîgarî û bîranînên Osman Sebrî li xwe bikin paldera esasî, em ê bêşik karibin bêjin; yê ku di helbesta bi navê Welat de (Hawar, 1998: 384, hej, 19, cild 1) nasnava ‘Axayê Mirdêsî’ bi kar anîye, Osman Sebrî ye. Loma jî Osman Sebrî bi navê xwe yî Osman Sebrî, di Hawarê de nivîseke bi navê Mirdêsîyan (Hawar, 1998: 1096, hej, 56, cîld:2) belav kiriye.

Tevî vê yekê jî, çîroknûsê ku di nav wêjeya Kurdîya Kurmancî de bi navê Nûredîn Zaza hatiye zanîn û nasîn, di Hawarê de, çîrokên xwe bi navê Nûredîn Ûsif belav kiriye.

Digel vê geremolîya ku ji pirbûna nasnavan diqewime, Kamuran Alî Bedirxan ew nivîskar e ku bi navê xwe yî ku ji alî dê û bavê wî ve hatiye danîn û di dema dewleta Osmanîyan de wekî navekî fermî di tomarnameya sazîya dewletê de hatiye qeydkirin, nivîsîne nivîsên xwe. Çendî ku Aydoğan dibêje, “...dibe ku qelema Kamuran Bedirxan û Celadet Bedirxan di vî navî de (Bişarê Segman) hebe” jî, em baş dizanin ku Kamuran Alî Bedirxan di hemû nivîsên xwe de navê xwe yî civakî, bavkî, mîrektî û fermî wekî nasnav jî bi kar anîye.

Û digel van hemûyan nasnava Cegerxwîn, wekî bêpaşnav, nasnava her kartêker e di biwara neyînkirina (neyînkirina) navên fermî de ku (Mikaîl Bilbil (2016: 17) radigihîne me û dibêje, “Bi navê xwe yî eslî Şêxmûs Hesen e.” Cegerxwîn, bi vê nasnava xwe nivîsîne helbestên xwe û ruhê nasnava xwe jî di helbestên xwe de daye de. Û her wiha, ji alî hêsanîya gotinê ve, Cegerxwîn nasnaveke kêrhatî ye ku gel û komên xelkê, heta roja îroyîn ew bi vê nasnavê nas û qebûl kiriye. Û bi vê kartêk û kargînîya xwe ve jî, em dikarin bêjin; Cegerxwîn, şahê nasnavan e ku heta niha wekî helwêsteke dij-mêtinger hatiye bikaranîn.

Her wiha, em dikarin bêjin; ji bilî çend navên ku ne wekî nasnav, lê wekî navê heyî yê fermî hatine bikaranîn, nasnavên ku di kovara Hawarê de hatine bikaranîn, bi giştî ji ruh û çanda kurdî hatine bijartin. Ev yek jî nîşanî me dide û em pê hay jê dibin ku helwêsta Hawarê ya di warê zimên de heyî, di bikaranîna nasnavan de jî neguherîye û nivîskarên Hawarê û yên qonaxa xwebûnîyê yên wêjeya Kurmancî ya modern, bi sekn û reftareke ruhKur(d)mancî û bi dîyarkirina zanava xwe ya neteweyî ya di ser zimên re, helwêsteke dij-mêtinger girê dane.

Wekî Encam

Gava em bala xwe didin awayê bikaranîn û awayê pêwendîya nivîskaran ya ku bi zimanê xwe yî dayikê û bi zimanên dîtir re datînin, em dibînin ku; nivîsên di kovara Hawarê de belavbûyî, li ser xeta ramanî ya netewesaz in; û ji ber ku bi hişberîyeke zimanî, bi hizir û ramaneke danandî hatine nivîsîn, em dikarin wan di armanca netewesazîyê de wekî hîm û bingeh qebûl bikin. Û em dikarin bêjin; tevî ku nivîskarên Hawarê herî kêm bi du zimanan dizanin û dîsa herî kêm bi çanda du neteweyan re raserî hev hatine û wan dinasin jî, ji alî ‘zimên û wêjeya durehî’yê ve, li gorî destpêka wêjeya kurdî ya klasîk, yanî li gorî Cizîrî, Feqî û Xanî, hê bêtir li xwe ne û li ser reh û ripina xwe nivîsîne. Loma jî, ev yek dike ku em bêjin, ji alî rengê kreolîzebûna zimanî ve, Hawar, bi wateya Fanonîst ji weşînekên pêşrewên xwe ‘reştir’ e û bi wateya neteweyî jî xwedî rengê xwe yî ‘gewr’ e. Loma jî, bi helwêsta xwe ya zimanî, xwe heyî dike û pê re jî hewl dide ku pêşî li ‘asîmîlasyon’ê bigire û bi sekn û reftara xwe ya çandî dibetîya ‘nebanbûyîn’ê kêmtir dike û digel wê jî rê li ‘durehîya neyînî’ digire. Û ne tenê ji alî wêje û zimanî ve, lê belê ji alî dîn, çand, cografya, etnografya û folklorê ve hewlê dide ku alîyê zimanî û wêjeyî ku ji qonaxa rengmodernê kêm maye, temam bike; û em dikarin qonaxa xwebûnîyê ya ku bi derçûna Hawarê ve pêk hatiye, wekî qonaxa ‘avabûna wêjeya neteweyî’ jî bi nav û pênase bikin ku bi vî rengê xwe û bi vê mîsyon û kargînîya xwe ve jî; helwêst, kirin û pêkanîneke dij-mêtinger e.  

 

Çavkanî:
Adak, Abdurrahman (2014), Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk, İstanbul, Weşanên Nûbihar, Çapa Duyem.
Akpınar A., Bilir S. û Sebüktegin T., Şeyh Ubeydullah İsyanı ÜzerineYeni Belgeler, Kovara Vesta, İstanbul: 2006, hej. 6.
Alakom, Rohat (1998), Hoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, İstanbul, Avesta Yayınları.
Alan, Remezan (2019), Keşkûl, Stenbol, Weşanên Peywend.
Anderson, Benedict (1995), Hayali Cemaatler (Millîyetçiliğin Kökenleri ve Yayılması, İstanbul: Metis Yayınları, 2. Baskı
Aydoğan, Îbrahîm Seydo, Celadet Bedirxan, çavkanîyên Hawarê û kurdayetîya nû, Kovara Zend-rêzepirtûk, Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol: Havîn, Hej. 12.
Ayhan Işık, İttihatçı ‘Bir Kürd’, Abdullah Cevdet, Kürt Tarihi Dergisi, İstanbul, Temmuz-Ağustos: 2016, Sayı: 25.
Bedirxan, Celadet Alî (2010), Bir Kürt Aydınından MUSTAFA KEMAL’e Mektûb, (Haz.: Mustafa Aydoğan), İstanbul: Doz Yayınları, 1. Basım.
Bilbil, Mîkaîl (2016),  Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar, Diyarbekir, Weşanên Lîs.
Bourse, Michel (2009), Melezliğe Övgü, (çev. Işık Ergüden), İstanbul, Ayrıntı Yayınları.
Calinescu, Matei (2017), Modernliğin Beş Yüzü, İstanbul, Küre Yayınları, 3. Basım.
Connor, Walker (2013), Ulus ve Ulusalcılık, (Raguhastin: Abdulcelil Kaya, Ulus İnşa Sürecinde Etnik Partiler: SINN FEIN ve BDP), Ankara Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Uluslararası İlişkiler Anabilim Dalı, Yayımlanmamış Yüksek Lisans Tezi.
Eisensdadt, S. N. (2014), Modernleşme-Başkaldırı Ve Değişim, (çev. Ufuk Coşkun), İstanbul: Doğu-Batı Yayınları, 2. Basım.
Fanon, Frantz (2014), Siyah Deri Beyaz Maske, İstanbul, Versus Kitap, 3. Baskı.
Fîkrî, Lûtfû (2002) “Kürd Milliyeti”, Stenbol: Rojî Kurd, Çapa Yekem.
Foucault, Michel, (2006), Sonsuza Giden Dil, (çev. I. Ergüden-T. Birkan), İstanbul: Ayrıntı Yayınları, 1. Baskı.
Hakkı, İsmail Babanzade (2002), Kürdlüğün Taelisi, Rojî Kurd (1913),  Îstenbol: Weşanên War, Çapa Yekem.
Hawar (1998), Stockholm, Weşanên Nûdem, Cild II, hejmara 24-57.
Hawar (1998), Stockholm, Weşanên Nûdem, Cild I, hejmara 1-23.
Hroch, Miroslav (2011), Avrupa’da Milli Uyanış, (Toplumsal Koşulların ve Toplulukların Karşılaştırmalı Analizi), (çev. Ayşe Özdemir), İstanbul, İletişim Yayınları.
Jameson, Fredric (2008), Modernizmin İdeolojisi, (çev. Kemal Atakay – Tuncay Birkan), İstanbul, Metis Yayınları, 1. Basım.
Jîn (1986), Kovara Kurdî-Tirkî, Kürdçe-Türkçe Dergi, (1918-1919), (werger ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, M. Emîn Bozarslan), Upsala, Weşanên Deng, Cild: I-II-III-IV-V.
Jusdanis, Gregory (1998), Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür, Milli Edebiyatın İcat Edilişi, (çev. Tuncay Birkan), İstanbul, Metis Yayınları, 1. Basım.
Laleş, Lal (2012), Türkiye’de Kürtçe Edebiyat, (di nava ‘İnatçı Bir Bahar-Kürtçe ve Kürtçe Edebîyat’ê de), İstanbul, Ayrıntı Yayınları.
Minorsky, V. ve Thomas B. (2008), Kürt Millîyetçiliği, (çev. E. Karahan-H. Akkuş-N. Uğrulu), İstanbul, Örgün Yayınevi.
Mollaer, Fırat (2018), Kimlik, Tanınma Mücadelesi ve Şarkıyatçılık, İstanbul, Metis Yayınları.
Oğuz, Ayla (2008), Hanif Kureishi ve Kara Plak- Göç, Kimlik ve Aitlik Sorunları, Ankara, Pegem Akademi.
Önen, Ronayî (2018), Ziman Û Netewesazî (Lêhûrbûnek li Ser Kovara Hawarê), Stenbol, Weşanên Peywend.
Özsoy, F.; Eriş, T. (2007), Öncesi ve Sonrasıyla 1925 Kürt Direnişi, Stenbol, Weşanên Pêrî.
Rojî Kurd (1913),  Îstenbol: Weşanên War, Çapa Yekem.
Said, Edward, (1998), Kültür ve Emperyalizm, (çev. Necmîye Alpay), İstanbul, Hil Yayınları.
Said, Edward (2000), Kış Ruhu: Edward Said’den Seçme Yazılar, (çev. Tuncay Birkan), İstanbul, Metis Yayınları.
Sakin, (1986), KÜRD TARİHİNDEN ÂSÂR-I KADÎMESİ (1), Stockholm: Kovara Jîn, Hej. 11, Cîld: 3.
Smith, A. D. (1994), Millî Kimlik, (çev. Bahadır Sina Şener), İstanbul, İletişim Yayınları.
Turanlı, Gül (2017), Edward Said’in Oryantalist Söylem Analizi, Şarkıyat Mecmuası, Sayı:30.
Zraq, Dilawer (2012), Çağdaş Kürt Öykücülüğünün Nabzı, (di nava ‘İnatçı Bir Bahar-Kürtçe ve Kürtçe Edebiyat’ê de), İstanbul, Ayrıntı Yayınları.
Zeraq, Dilawer (2018), Bêjara Neteweparêz di Kovara Hawarê de, Dîyarbekir, Weşanên Lîs.

[1] “Ew ên ku dibêjin qey edebîyata Kurdî tune ye, xeletî dikin” (wer.: D.Z).
[2] Em di çarçova serdestîya rasterast de ku Komara Tirkiyê, Komara Îranê û Dewleta Iraq e, têgiha serdest bi kar tînin ku zimanê kurdî lê ne fermî û qedexe ne. Loma jî çendî ku di dema weşana Hawarê de fransî wek mêtinger serdestê Surî bin û di Hawarê de nivîsên bi fransî weşîyabin jî, kurdî nehatîye qedexekirin û serdestîyeke bi vî rengî li ser Kurdî nehatîye sepandin.  
[3] Divê em bidin zanîn ku ji hejmara 1ê heta hejmara 23yan nivîsarên bi tîpên erebî di Hawarê de weşîyane, ji 24an heta 57an jî kovar bi temamî bi tîpên Latînî derdiçe.
[4] Em gotina paşxaneya sêrehî; ji bo ruh û rengê zimanên kurdî, erebî û farisî bi kar tînin ku di helbesta Kurdîya Kurmancî ya klasîk de zal e.
[5] ‘Mêtingeriya rengmodern’; ew reng mêtingerî (kolonyalîstî) ye ku piştî avabûna netewe-dewletê derdikev pêş û bi giştî li ser du awayan bi mêtingehan re pêwendiyê datîne; 1) an destkariyê li çand û ziman û nerîtên mêtingehê nake û tew car caran ji bo marastin û mêtingeriya xwe xurttir bike, piştgirî dide wan nirx û pêkanînan, 2) an jî çand û zimanê mêtingehan tune dihesibîne-qedexe dike- û çand û nirxên nerîtî yên mêtinger lê ferz dike.
[6] Ji bo vê angaşta xwe em dikarin reng û awayê hewandina kurdan ya Cegerxwîn wekî mînak bêjin ku ew êdî ne wekî helbestkarekî wêjeya kurmancî tê dîtin; ji ber bandora me behs jê kirî, ew bêtir wekî ‘hozanê gelê xwe’ tê nasîn û qebûlkirin.
[7] Reşbûn; Fanon, di ser cihêkariya nîjadên ‘reş’ û ‘spî’ re ku mêtingerên Ewropî li Afrîkaya Bakur pêk anîne, ‘reşbûn’ê bi wateyên wekî ‘hurbûn-heqîqîbûn-torin û ji esl bûn’ê bi kar tîne. Mebesta me ya ji ‘reşbûn’ê jî, di gotina ‘Kurmancê reş-Kurmancîya reş’ de hewîyayî ye.
[8] Pêwîst e em balê bibin ser vê yekê ku; di behsa qonaxên ku neteweyên biçûk ya Miroslav Hroch diyarkirî de, du dîtin hene ku em ji wan hinek çep in.

Dîtina yekem ya Ronayî Önen e ku dibêje, “Piştî têkçûna Serhildana Agiriyê ku di teoriya Hroch de miqabilî pêngava C’yê tê rewşenbîran berê xwe daye pêngava A’yê” (2018: 104). Bi raya me ev destnîşana hatî kirin ne di cî de ye. Hem ji ber ku bi raya me qonaxa Hawarê, qonaxa Byê ye û hem jî ji ber ku hem M. Hroch (2011: 50-51-54) destnîşan dike û dibêje, “Qonaxa Byê qonaxa herî girîng e di têkoşîna neteweyên biçûk de” û der barê qonaxa Ayê de jî dibêje, “Qonaxa Ayê bi temamî têkoşînek e li hember feodalîzmê û mutlaqîyetê” û di qonaxa Byê de, ev têkoşîn bi awayekî ji awayan şikîyaye; loma jî hebûna serokeşîr Haco axa ya wekî têkoşer di Xoybûnê de û ya wekî nivîskar di Hawarê de û nivîsarên melayan û bi taybetî Cegerxwîn ya di Hawarê de peyt û nîşaneya vê yekê ne û digel vê jî, “…derxistina kovara Hawarê ne paşketina ji qonaxa Byê ye û ne jî paşvegerîn e bo qonaxa Ayê; lê bêtir hewldana temamkirina qonaxa Byê ye ku kifş û xuya ye ku kêm û qels maye.” (Zeraq, 2018: 189) û li gorî pêdeçûna qonaxan ku Hroch (2011: 50) bi çar (4) cure û dibetiyan û wekî grafîkekê nîşan dike ku rasteyî (linear) ye û dibêje,”…helbet derbasbûna ji qonaxekê bo qonaxa din helbet bi gavber û daberizînekê çênebû” û loma jî şûnvegera bo qonaxeke borî ne dabaş e. Loma jî, em şûnvegera bo qonaxa Ayê li hêlekê bihêlin, qonaxa Byê, bêkilûkêmasî ye û em dikarin bêjin, ji divêtîyên xwe jî pêşvetir e.

Dîtina duyem ya Remezan Alan e ku dibêje, “Em ji serî de bibêjin, dewra sêyem (qonaxa Cyê, d.z.) nebûye nesîbê kurdan an hêj roja wê nehatiye” (2019: 123). Angaşteke bi vî rengî, serê pêşîn ne li gorî pêdeçûn û diyalektîka têkoşîn kurdan e û pê re jî ne li gorî pêdeçûna qonaxan e ku Hroch diyar kiriye û digel wê jî, Hroch bo qonaxa Cyê dibêje, “Girseyîbûna tevgera neteweyî” (Hroch, 2011: 51.) Loma jî, em li ser wê hizirê ne ku Alan, ji hêlekê ve bi gotina ‘hêj roja wê nehatiye’ li ser gotina hînkirî ya siyasetvanîya kurdan ya berîya salên heştêyî dimîne û ji hêla din ve jî çil (40) salên têkoşîna vê dawîyê datîne hêlekê ku bi girseyîbûnê didome û dibe nîşaneya qonaxa Cyê ye ku em tê de ne.

Di vê balkişandinê de, mebesta me ne ew e ku em şaşîtîyan daynin rastê; helbet çespandinên her du lêkolerên hêja, -R. Önen û R. Alan- girîng in, lê em bi van balkişandinên xwe ve hewlê didin û dixwazin ji alî teoriya Hroch ve demajoyên ku kurdan derbas kirine, heta ji dest û mil hat, nêzî rastiyê diyar bikin.
[9] Kurmancîya wê: Dewlet bi şûr û pênûsê ava dibe/Pênûsa min heye lê navê şûr nayê hildan.
[10] ‘Hişûbîra Nehêsa’: Hegel: (Ê ku radiguhêzîne; J. P. Sartre, (1994) Aydınlar Üzerine, İstanbul: Can Yayınları, Birinci Basım.)
[11] Di Hawarê de (Hawar, 1998: Weşanên Nûdem) navê çîrokê wekî “Gornistanek Amedê” hatiye nivîsîn û me ew wekî xwe hişt.