Burhan Sonmez : Dixwazim Dengê Nivîskarên Ciwan Bibihîzim
Röportaj / Mehmet Dicle

1_zj5w9vvq0iju9w1oqtawza
Mehmet Dicle: Wekî ku lehengê romana we, Ferdy jî dibêje, “ji bo ku mirov were mala xwe ne hewceyî sedemekê ye.” Em jî dibên hûn bi xêr vegeriyan mala xwe û romana we li wêjeya Kurmancî pîroz be. Lê piştê ku meriv vedigere malê hin kesên ji ber ku meriv wextekê ji mala xwe veqetiyaye xeyidîne haş nabin, hin kes jî hene ditirsin ku meriv rojek dîsa biçe. Helbet Ferdy rast dibêje. Lê bi destûra we li ser navê kesên xeydan ez ê bêjim hûn çima ji mala xwe veqetiyan û rêwîtiya we ya dirêj wêjeyê çawa destpêkir?

Burhan Sonmez: Spas ji bo peyvên xweş û xêrhatina we. Rast e, ji bo ku mirov were mala xwe ne hewceyî sedemekê ye, lê gelek sedem hene ku mirov ji malêdûr dixe. Li Tirkiyeyê di çarçoveya siyasî û civakî de em ji mala xwe veneqetiyan, lê em bi zorê ji wir hatin dûrxistin. Ev polîtîkayeke tîpîk a dagirkeran e: zimanê te qedexe dikin, çanda te didizin û bi îdiaya ku çanda te kêm e, te şermezar dikin. Ji bo min vegerek ne hêsan bû, ji ber ku ez neçar bûm ku zimanê xwe yê ji min dizîn bixebitim. Diviyabû ku ez xwe pêşde bixim da ku bikaribim têkevim mala xwe.

Ger em dîsa vegerin destpêkê, hûn kurdekî Anatoliya Navînin, yanî ji ciyek îdûrê Kurdistanê. Ew axa ku hûn lê mezin bûne ji me re xerîb û em meraq dikin, loma em dixwazin ji we guhdar bikin; Li Anatoliya Navîn jiyan û çanda kurdan çawa ye, hûn ji alî ziman û çandê ve di îqlîmeke çawa de mezin bûn?

Çend sed salan berê em ji Kurdistanê derketin û niha bûne parçeyek ji axa berfireh a Anatoliya Navîn. Me nasnameya xwe ya kevnare bi hêz parast. Hemû gund bi eşîrên xwe li vir tên naskirin. Eşîr bi gelemperî xwedîyê çend gundan e. Gundî bi kurdî diaxivin, lê kurdî bi lez kêm dibe, ji ber peywendiyên bi bajar, dibistan, saziyên fermî, televîzyon û hwd re. Gelê kurd bi civakên tirk, teter û koçberên bulgar re bi hev re dijîn. Ez dikarim bibêjim ku têkiliyên wan civakan bi hev re baş û rêzdar in. Qasî ku ji civak û çandên din re rûberû dijîn, kurd bêtir bi çanda xwe û nasnameya xwe hîs dikin, lê nizanin wê ji niha pêve çand û zimanê xwe çawa biparêzin û baş bikin li dijî sîstema perwerdehiya tirkî.

Wexteke dirêj e hûn serokê PENê ne û li İngiltereyê dijîn, bi ya min ev jî tecrubeyeke mezin e. Fikreke we ya wisa heye ku hûn di pêş de tecrubeyên xwe bi nivîskarên Kurd û saziyên wêjeyî yên kurdan re parve bikin? Her wiha hûn mîsyona danasîna edebiyata kurdî jî li ser xwe hîs dikin, ku ji bo edebiyata kurdî di sehneya cihanê de baştir bê temsîlkirin?

Ez serokê PENa navneteweyî me. Nêzîkî 140 navendên me li welatên cuda hene. PENa kurdî jî di nav wan de ye. Bi PENa kurdî re hevkarên me hewl didin ku alîkariya nivîskarên di xetereyê de ne bikin. Ev karê sereke yê PENê ye, yanî alîkariya nivîskarên ku azadiya wan di metirsiyê de ye. Di her kongreya salane de li ser rewşa kurdan nîqaş tê kirin, mafên zimanî û mafên siyasî yên kurdan tên bihîstin. Navendên PENê li gelek welatên cîhanê çalakiyan li dar dixin û ji bo alîkariya Kurdan însiyatîfên xwe baştir dikin. Ji bo me firsendeke baş e ku em dengê kurdan bidin bihîstin, miletên din jî bizanibin çanda me çawa tê înkarkirin û gelê me çawa têdikoşe. Ew derfetek ji bo me baş e, lê qîm nake, ji ber ku agirê li derdora me, li rojhilata navîn pir mezin e, ku gel û çanda me dişewitîne. Nivîskarên kurd ên wek min, em her diçin ku em edebiyata kurdan radixin ber çavan û di van rojên dijwar de hewl didin bala wan bidin ser vê çand û axa îhmalkirî.

Tomris Uyar dibê ez ji bo hînê tirkî bibim min werger kirin. Wekî kesekî ku pistê çend romanên serketî yên bi zimanên din hûn vegeriyan zimanê dayika xwe, ev tecrûbeyek çawa bû ji bo we ji ber ku we piştê salan bi kurdî romanek nivîsand? Bi we zor hat?

kapak-3 Dema min biryar da ku bi kurdî binivîsim, gelek dijwarî hebûn. Yek ji yên herî girîng jî nivîsandina bi zaravayê min bû. Ev tiştek e ku min nikarîbû bi ser bixim. Min hewl da ku kurdiyeke standard a nivîsandinê fêr bibim. Dema ku dinivîsim di serê xwe de du dengên cuda dibîzim. Ez hêvî dikim ku rojekê bi zaravayê xwe romanekê binivîsim.

Çiroka Evîndarên Franz K. çîrokeke balkêş û ji bo romana kurmancî re jî deriyek nû vekir. Ez bawerim wê ji bo berhem û nivîskarên nû re jî bibe îlham, loma ji aliyek ve jî meriv rastiya çîrokê miraq dike ku çiqas rast e; Max Brod, bi Stylo Noir û helbet Ferdy Kaplan. Tu dikarî ji me re hinek qala çîroka Evîndarên Franz K. Bikî? Çi çiqas rast û çiqas xeyalî ye?

Dema ku me her tim dixwest dinya li me binêre, divê em jî li cîhanê bi xwe binêrin. Divê miletên din ne tenê çîroka me, çîroka xwe jî ji me bibihîzin. Bi vê mebestê min ev roman nivîsî. Ez difikirim ku pirsa we ji bo nivîskarek xeternak e. Ez naxwazim bibêjim ka kîjan beş rast e an çi beş çêkirî ye. Tenê ez dikarim bibêjim ku ev nîqaşa li ser Kafka di şerê cîhanê yê duyemîn de di nav berxwedêrên Fransî de pir zindî bû.

Franz K. di dawiya emrê xwe de ji hevalê xwe re dibêje hemî berhemên min bişewitîne lê hevalê wî di sûna ku bişewitîne ew dide çapkirin û dibe ku F. Kafka bi saya wê “nedilsoziya”hevalê xwe tê naskirin lê qehremanê romanê Ferdy dibêje ku hevalê wî bi Franz K. re xiyanet kiriye û loma dixwaze ew bikuje. Û di erîşa Ferdy de kesek mehsûm dimire, Max Brody birîndar dibe. Bi ya min roman li ser vê xalê ava dibe ku Max Brody kuştinê heq kiriye an na. Wek xwendevanek ez dibêjim, na nekiriye, lê wek nivîskarê romanê hûn Ferdy ji hepsê jî xilas dikin, loma ez dixwazim bipirsim ji alî sûc û ceza ve hûn çawa li mijarêdinêrin û ya we Ferdy çiqas mafdar e?

Helbet wek her nivîskarekî dilsoz ez xwe bi lehengên xwe ve bi evînî ve girêdayî hîs dikim. Ev nayê wê wateyê ku ez nêrîn û kirinên wan diparêzim û dibim şirîkê wan. Eger ez Max Brody bûya min ê çi bikira? Ya ku min ji xwe pirsî ev e. Ez difikirim ku ez ê tiştê Max Brod kir bikim. Ev ê di çavên Ferdy de sûc be. Lê ev çîrok pencereyên din vedike. Ma em dikarin çi bixwazin bi berhemên nivîskarên mirî bikin? Ji ber ku wan ji zû ve ji vê dinyayê koçkirine. Hûn dizanin meha borî çi qewimî? Kurên Gabriel Garcia Marquez romana wî ya neqediyayî çap kirin, tevî ku wî ji wan re gotibû ku ew çap nekin, berî mirina xwe. Gelo ev bi rastî di hunera Marquez de rengek geş e û pêvîst e?An li Brîtanyayê hin weşanxaneyan dest bi guhertina berhemên nivîskarên mirî kirin, ji ber ku ew bawer dikin hin peyv bi xeletî hatine diyarkirin. Ev mafê kê ye ku biguherîne û sînor li ku ye?

Romana Evîndarên Franz K. hem ji alî diyalogan ve hem jî hela çîrok, honandin û encamê ve pir li sînemayê tê ez bim. Hûn çi difikirin li ser têkiliya wêje û sînemayê û bi taybetî li ser vê romana xwe û sînemayê. Dibe ku bibe fîlmekî kurdî jî?

Hesta min ew e ku divê ez tenê li ser edebiyatê bisekinim. Sînema an şano karê hunermendên din e, ger bixwazin bila ew li ser vê bifikirin. Konsantrebûna li ser romanê bi xwe ji min re bes e. 

Di dawiya evqas tecrûbeyan de hûn dikarin ji bo nivîskarên kurd bi taybetî ji bo yên ciwan re çi bêjin?

Ez ne di wê pozîsyonê de me ku şîretan li ciwanan bikim, bêtir dixwazim dengê nivîskarên ciwan bibihîzim. Ez ê ji nifşa xwe ya nivîskarên navsere û kalan re bêjim em piştgirî bidin nifşên ciwan, bêtir berhemên wan bixwînin û nav û çîrokên wan zêdetir belav bikin. Ji ber ku pêwîstiya wan bi bihîstin û piştevaniyê heye. Her ku ez diçim welatên din, ez hertim behsa girîngiya nivîskarên ciwan dikim û li wir hin navan parve dikim.