Di Mijara Zimanê Dayikê De Bandora Îdeolojiyê Ya Li Ser Subjebûna Kurdan: Xwendina Romana Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî Li Gorî Rexne-Têgehên Louis Althusser*
Makale / Mazhar Ebrahîmî

zazah

Ji Soranî: Rûken Bedirxan

Kurte

Ev gotara berdest derbarê pirsgirêka zimanî ya li Bakurê Kurdistanê û bandora îdeolojiyê ya li ser pêvajoya subjebûna(subjectivation) kurdan a li hember zimanê dayikê de ye. Li gorî vê yekê, romana nivîskar Şener Ozmen ya bi navê Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, ji aliyê têgehên “îdeolojî”, “dezgehên zordar û dezgehên îdeolojîk ên dewletê”(repressive and ideological state apparatuses) û “subje û pêvajoya subjebûnê”(the subject and subjectivation) ve bi teoriya rexneyî ya Louîs Althusser hatiye lêkolînkirin. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku desthilatdariya tirk ligel zordariya bi fîzîkî, bi rêya dezgehên îdeolojîk jî, pêvajoya zimankujiyê ya zimanê Kurdî bi pêş xistiye. Dezgehên olî, malbatî, perwerdehî û medyayî çar dezgehên bi dewletê re têkildar in ku di çêkirina subjeyên bindestde bi tevahî karibûn bi ser bikevin. Van subjeyan ligel kiryarên îdeolojîk, di heman demê de bi bikaranîna zordariyê jî ji bo subjeyên berxwedêr astengiyên herî zêde çêkirine. Lehengê sereke yê romanê, di pozîsyona subjeyekî zimanparêz de, îdeolojiya serdest qebûl nake, ji ber vê yekê gef lê tê xwarin û di dawiyê de ji aliyê subjeyekî ji dezgeheke olî ve tê kuştin. subjeyê îtaetkar, di bin bandora her du cure dezgehên zordar û îdeolojîk de ye lê dezgehên îdeolojîk bêtir bi hêz in û dikarin bi awayekî serkeftî subjeyê ji zimanê wî bidûr bixin, wekî ku subje rewşa lê hatî sepandin “bi azadî” vedijî. Zordariya rasterast û nerasterast, serkeftina îdeolojiya serdest, berxwedaniya jêneger, bêhêvîtî û windabûn atmosfera romanê ava dike. Her wiha poşmaniya kujer a ji kuştina serlehengî (lehengê sereke) û gihîştina rastiyê ya di dawiya romanê de, nîşaneya berdewambûna rêya berxwedanê ye.

Peyvên sereke: Zimanê Kurdî, Bakurê Kurdistanê, îdeolojî, dezgehên zordar û dezgehên îdeolojîk ên dewletê, subje, Althusser, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî

1-Pêşgotin -Pirs û babet, giringî û çarçoveya lêkolînê-

Di serê sedsala 20emîn de damezrandina netewe-dewletên li Rojhilata Navîn bêyî bi berçavgirtina cihêwaziyên etnîkî, çandî, zimanî û olî ya pêkhateyên curbicur, li herêmê kevirê bingehîn ê şer, pevçûn û komkujiyan danî. Bi mebesta asîmîlasyon û tunekirina nasnameyên cuda, çewisandin, gef û êrişên domdar ji bo gelên bindest berhemên vê pergala nû ya rojavayî bû. Di vê navberê de ziman wek hêmaneke bi rengê parastina çandî û pêkhênerî ya sûbjektîvîteyê, bi awayekî sîstematîk hat armanckirin. Ziman stûneke sereke ya nasnameya gelên bindest e ku kurd jî ji wan gelan e, hîlweşandina vê stûnê tê wateya parçebûna pêkhateyên nasnameyên wan. Zimanê kurdî nimûneyeke wisa ye ku ji destpêka sedsala borî ve li rastî pergala asîmîlasyonê û êrişên netewe-dewleta tirk, fars û ereb e, ku Emîr Hesenpûr vê siyaseta desthilatdaran a bi vî rengî wek “zimankujî” bi nav dike. (ji Şêxulîslamî)

Welatê Tirkiyeyê bi qasî sedsalekê bûye laboratuwareke mezin ya siyaseta zimankujiyê. Di sala 1876an de bi dawîhatina desthilatdariya Osmaniyan, zimanê tirkî di destûra bingehîn de bû zimanê fermî û perwerdehiyê, zimanê kurdî hat qedexekirin (Çîçek, 2013:4). Piştî hilweşandina sistema xilafetê û di sala 1923an de damezirandina dewleta Kemalîst û pesendkirina destûra nû ya Nîsana 1924an zimanê tirkî bû zimanê fermî û zagonî, hemû welatiyên Tirkiye wek tirk hatin pênasekirin (Nawxoş, 2018:113). Bi gotina Seydo Aydogan (2014:102) “Li Tirkiyeyê kurdî heta sala 1991ê jî ji binî ve qedexe bû û bandora vê qedexeya zimanî heta sala 2002yan jî berdewam dikir”. Bi giştî damezrênerên netewe-dewleta Tirkiye ji hingê ve bingeha tunekirinê danîne û piştî sed salan desthilat îro jî hebûna Kurdan û welatekî bi navê Kurdistan red dike.

Mistefa Kemal bi xapandina gelên Tirkiyeyê, pozîsyon û desthilatdariya xwe qayîm kir û piştre bi hêza çek û tundîtiyê jî diruşma “yek netewe, yek ziman” li ser hemûyan sepand. Navendên akademîk yên desthilatê diruşmeya faşîst a bi hevdeng û hevterîbligel berpirsên sîyasî û serbazî, bi kurdiyê re zimanên din jî înkar kirin, bi teoriya “Güneş Dîl”[1] ne tenê zimanê kurdî, her wekî din hemû zimanên cîhanê kirin wek beşeke ji zimanê tirkî. Di berdewamiya vê sîyasetê de bêjeyên wek kurd, kurdî û Kurdistanê ji holê rakirin, navên hemû bajar, gund û çiyayên bi kurdî kirin tirkî, kurd wek “tirkên kovî”, “tirkên rojhilatî” heta ku “tirkên kurd” bi nav kirin (Barak, 2002:74). Piştre wan dît ku nikarin rastiyê biguherînin, ango hejmareke mezin ya di navçeyeke berfirehde cudahiya erdnigarî û zimanî veşêrin, zimanê kurdî daxistin bîst bêjeyan û her tim îdia kirin ku ji bilî wan 20 bêjeyan hemû bêjeyên din jî ji zimanên derdorê hatine komkirin. Îcar ew kesên ku ev “zimanê bîst bêjeyan(!)” biaxifta jî bi sizayan re rûbirû diman (Çîçek, 2013:3,6,14). Polat di pirtûka xwe ya bi navê “Êşa Zimanê Min” de behsa bîranînên roja xwe ya ewil a xwendingehê û tûşbûna xwe ya bi rêveberê xwendingehê re û tawanbariya ku heta digihîşt di nava mala wî ya ji ber axaftina kurdî, wisa dike:

“Zarokên ku ji hev hez nedikirin û yên ku di navbera wan de pirsgirêk hebûn, hev îxbar dikirin ku yê din kurdî li mal an jî li derve axiviye. Paşê paşê min fêm kir ku midûr li ser qedexekirina kurdî disekinî, di her roja duşemê piştî merasima “korkma sönmez”[2]ê di axaftina xwe de digot ku ‘kim Kürtçe konuşursa gelin bana söyleyin’”[3] (2010:71)

Oktem (2008) di gotereke xwe de siyaseta piştî xîlafeta osmaniyan li ser navê endezyariya demografîk guhertina navên cihan bi hûrgilî nîqaş dike û vê endezyariyê jî di çar pêlan de nîşan dide. Di pêla yekem (1915-1922) de li bin desthilata “Îtihat û Teraqî” bi zêdetirî milyonek ermenî, siryanî û çend civatên kurdî der kirin û navên cihên wan guhertin. Di pêla duyem (1923-1950) de, dema ku komara Tirkiye hate damezrandin, ev çalakî bi pêş ketin û ketin di nav destûra bingehîn a nû, bi du rêxistinên ku bi navên “Komeleya Civaknasiya Tirkiyeyê” û “Komeleya Lêkolînê ya Dîroka Tirkiyeyê” rengê zanistê pê hat dayîn. Di pêla sêyem (1951-1980) de bi damezrandina “Komîsyona taybet a guhertina navan” qonaxa herî sîstematîk ya vê siyasetê dest pê dike. Di pêla çaremîn de ango ji sala 1980an ve jî hêdî hêdî nêrîna tirk-îslamî cihê nêrîna tirk-sekûlerî digire, di heman demê de ligel serhildana Bakurê Kurdistanê, bi şêweyeke hovanetir dest bi wêrankirina gundan, tesbîtkirina bi tevahî navên guhertî û navên mayîn kirin û heta niha jî ev rewş berdewam e (Kovara Ewropî lêkolînên Tirkiyeyê: www.ejts.org).

Di hewleke din de ji bo ku hîn bêtir zimanê kurdî bêbandor bikin bi tundîtî ji nivîsandin û belavkirina pirtûk û belavokên kurdî re astengî derxistin, ji ber van astengiyan di heyamê sala 1923yan heta 1965an tenê du pirtûkên kurdî hatine belavkirin. Piştî vê serdemê heta sala 1979an jî pirtûkên ku hatin çapkirin ji 20î zêdetir nebûn. Helbet piştî sala 1974an de efûyek derket û gelek rewşenbîr û nivîskar hatin berdan, “Ji ber vê di nav salên 1975-1980yan de ligel tevgerên siyasî yên kurd, rojname û kovarên kurdî jî ketibûn nav pêşdeçûyîneke berbiçav” (Acar, 2010:574). Ji sala 1980 heta 1989an tundîtî jî giran bû û tenê pirtûkek jî nehate çapkirin. Ji bilî vê yekê wê demê ligel sînordarkirina azadiya ziman, radestkirin û îşkence û heta teror zêdetir bû û di wê navberê de nivîskarên navdar ên wek Mûsa Anter û Huseyîn Denîz hatin kuştin (Malmîsanij, 2006: 18-22).

Dewleta Tirkiyeyê di sala 1991an de bi mebesta tevlîbûna welatên Yekîtiya Ewropayê û her wiha ji ber çalakî û berxwedanên kurdên zimanparêz, zagonên li ser qedexeyên axaftina zimanê kurdî rakirin. Lê belê ligel bi şêweyeke fermî li Tirkiyeyê ji bo zimanê kurdî biryar hatibe sitandin jî “her roj bi dehan însan dihatin kuştin, bi hezaran gund hatibûn şewitandin, bi milyonan insan cih û warên xwe terk kiribûn, rojnamevan û rewşenbîrên kurd dihatin kuştin” (Acar, 2010:577). Her wiha li gorî rapora “Komeleya Rojnamevanên Hevdem” di nava salên 1992 û 1996an de 14 xebatkarên rojnamegeriya kurdî hatin qetilkirin. Her wiha li gorî lêkolîneke din a vê komeleyê tenê di sala 1993yan de 14 nûçevan li Bakurê Kurdistanê hatine kuştin (Malmîsanij, 2006: 20)

Divê bê gotin ku di sala 2002yan de ango yanzdeh sal piştî rakirina qedexeyên zagonî yên li ser zimanê kurdî, hinek reformên sînordar hatine kirin. Li gorî vê yekê bêyî ku navê kurdî lê bê kirin di navendên taybet de rê li ber fêrkirina kurdî vebû û astengiyên li ber weşandina pirtûk û çapemenî û bernameyên radyo û televîzyonan rabûn.  Her wiha di bin navê “Zimanên Zindî” de li zanîngehên Mêrdîn, Dêrsim, Çewlîg, Wan, Sêrt, Amed û Mûşê beşên zimanê kurdî hatin vekirin. Di salên 2012-2013yan de jî waneyeke bijarte ket lîsteya waneyên dibistanên giştî (Çîçek, 2013: 21- 3). Lê belê tevî van guhertinan eşkere ye ku rewşa zimanê kurdî di nav gel de ber bi başiyê ve neçû, xirabtir jî bû, heta ku zimanê kurdî niha ji bo piranî ciwan û zarokan zimanê nayê nasandin û nayê zanîn e (142). Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo kesên li derveyî îdeolojiyekê ev rastî zelal e, ango kesekî ku ji bo yekem car biçe serdana wan deveran dê pir bala wan bikêşe ku piraniya kurdan li bazar û heta li malên xwe bi tirkî diaxivin. Ji bo vê yekê ev pirs destê xwe ji pêsîra mirov nakişîne: Çima şêwazê rûbirûmayina gel a bi zimanê xwe re wiha ye?

Ev lêkolîna berdest; bi mebesta bersivandina vê pirsê, romaneke li Bakurê Kurdistanê li gor têgehên rexneyî yên wek “îdeolojî”, “dezgehên zordar û dezgehên îdeolojîk yên dewletê” û “subje û pêvajoya subjebûnê” yên bi teoriya ramangêrê mezin ê fransî Luis Althusser (1918-1990) nîqaş dike. Ji vê hêlê ve dixwaze ji aliyê danûstandinên serdest û bindestan ve vê pirsa giring şîrove bike. Ji bo vê yekê romana Pêşbaziya Çîrokên Neqedîyayî ya nivîskar Şener Ozmenê ku wek nûnerekî civaka kurdan a vê parçeya Kurdistanê ye, dê bê kontrolkirin û hewl dê bê dayîn ku sedemên xuyayî û veşartî yên asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê û ev rewşa hatiye sepandin çawa û çima pêk hatiye bê ronîkirin.  

2-Bingeha Teorîk

2-1- Teoriya Rexneyî ya Althusser

Rexneya Marksîst bi bikaranîna bîr û nêrînên ramangêrên wek Mikhail Bakhtin, Antonio Gramsci, Louis Althusser, Michel Foucault, Walter Benjamin, Pierre Macherey, Berthold Brechtî mezin bûye û gelek şaxên wê jê hatine veqetandin. Ev rexnegir “dixwazin bizanin edebiyat çawa dikare wek hêzekê ji bo guherîna civakî an cextkirin an jî edilandina rewşa amadeyan kar bike.” Li gor nêrîna Brecht, Benjamin û Althusser “edebiyat cureyeke îdeolojiyê ye ku ji teşeyên din ên îdeolojiyê ye û her wiha di bingeha aborî de heta radeyekê serbixwe ye”(178).

Louis Althusserê ku ramangêrekî bi bandortirîn ê vê qadê ye, bi sûdwergirtina ji bîr û nêrînên Marks û her wiha bi nirxandin û rexnekirina wan nêrînan bûye pêşengê derbaskirina fikra Marksîzma kevneşop û li ser têkiliya di navbera her du çînên serdest û bindest ên civakê de bûye afirînerê nêrînekê nû. Her wiha di bin bandora zimannasê navdar ê Swîsrê û ramanger û pêşvebirê teorîk ê koordînator  Ferdînand de Saussure û antropologê binavûdeng ê Fransayê Klaude Levi Strauss xwe ji rêya Marksîzmawê serdemê rizgar kiriye û li ser heman binyatê bi formeke nû ya ser cîhana felsefeyî û rexneyî di çandî-edebî de vekiriye. 

Tevî ku Althusser wek rexnegirekî Marksîst tê nasîn û kesayetekî wek Balibar jî Marksîstbûna wî piştrast dike û bi tundî li dijî wê nerînê derdikeve ku wî teoriyeke ji nû ve dahênaye (Althusser,2017:19) lê belê di beranberî vê de Badiou (2009:462-465) nirxandinên Althusser ne wek berdewamiya Marksîzmê lê bi veqetandina ji vê tevgerê û wek projeyeke yekane û taybet bi nav dike. Peter Miller jî nêrîneke bi heman şêweyê heye û dinivîse ku: “Di vê teoriyê de Althusser di hewla serwextkirina Marksîzma rast de  ne li ser hin metnên bingehîn e lê di rastiyê de dixwaze derbasî hinek prensibên Marksîzmê bibe, di bingeha xwe de ew fikreke îdeolojîk a ku di rengê rastî-nerastî de dihat nîqaş kirin, red bike û li şûna vê têgeha îdeolojiyê bi wateya berhemhênaniya subjektîvîteyê dane ”(2009:11).   

Althusser di gotara xwe ya bi navê “Qeyrana Marksîzmê” (1970) de bi destnîşana li ser rewşa Yekîtiya Sowyet û têkçûna Stalin a derbarê guherîna rewşa jiyana çînên bindest de wiha dinivîse: “Ev qeyrana ku em dijîn me neçar dike ku em peywendiya xwe ya bi Marksîzmê re ji nû ve çêbikin û di encamê de em di Marksîzmê bi xwe de jî tiştekî biguherînin”(Ferretter, 120:1972). Ew bi xwe tevî ku rêya rizgariya mirovan di Marksîzmê de dibîne jî lê belê çavgirtî lê nanihêre û di otobiyografiya xwe ya bi navê Dahatû Demdirêj e de dibêje: Ez li beranberî materyalîzma ku ji Marks re bûye îlham bi temamî dilsoz im, lê belê ez tiştekî bi tevahî napejirênim û ji bo her tiştekî din jî wisa me (128).      

Bi rastî Althusser bi mebesta berhemên Marks û teoriya Marksîzmê şîrove bike û nêrînên xwe pêş bixe, ji bo ramanên xwe ji du rêyên hizrî sûd wergirtiye ku yek ji wan binyadgerî (structuralism) û ya din jî epîstemolojiya dîrokî ye ku nêrîneke fransî ya ji bo fikirandina  li ser dîrok û çiyetiya zanistê ye, ji bo vê li berhemên Alexandre Koyré, Gaston Bachelard û Georges Canguilhem vedigere. Ev ramangêr sê teybetmendî; aborîxwazî, dîrokxwazî û mirovxwaziya rût û bêkêmasî li ser meyla serdest a Marksîzmê xiste ber rexneyê û li gor berhemên Marks ê gihîştî, ango berhemên wî yên demên pîrbûniyê, isbat kir ku Marksîzma zanistî di çarçoveya ekonomîzm, hîstorîzm û humanîzmê de cih nagire (Althusser, 2017: 52). “Têgihiştina Althusser ya li ser subje çawa çêdibe de bi tevayî antî-humanîst e. Digel ku humanîzm mirovan wek hebûneke azad, xweser û hişyar pênase dike, lê berovajî vê yekê ew difikire ku mirov bi tevayî subjeya îdeolojiyê ye û di jinûvehilberandina (reproduction) pêvajoya subjebûna xwe de roleke sereke dilîze (Sadjadî, 2010:94).

Li gorî nêrîna Saussure diyardeya ziman sîstemeke yekîneyan e ku giringiya wê bi têkiliya wê ya bi yekîneyên din ve girêdayî ye (Ferretter, 2013: 42). Strauss ev perspektîf gihandiye antropolojî û civaknasiyê û her wiha bi bikaranîna morfolojiya Vladimir Propp, wî nîşan da ku kevneşopî û diyardeyên mirovî dikarin bi heman awayî wekî Saussure bêne nîqaşkirin. Li gorî vê yekê, Althusser dinivîse: “Ger em Marksîzmê baş nas bikin, em ê bibînin ku civak pergala têkiliyan e; pergalek ku tê de her hêmaneke tenê bi hêmanên din re tê fêm kirin” (45). Wî ji bo pênasekirina rast a civakê, ramana humanîst ya xweser, xwebirêvebirina mirovan, her wiha rizgarîxwaziyaaborî û guhnedana pîvanên din ên civakî rexne kiriye û teoriyek derxistiye pêş ku rexnegiran ew wek Marksîzma binyadger (strukturalîst) bi nav kiriye. Li vir hin têgehên têkildarî vê teoriyê ku ji bo xwendina romanê têne bikaranîn, têne destnîşankirin û wateyên wan têne ronîkirin.

2-2-Têgehên rexneyî yên Althusser

2-2-1-Îdeolojî

Îdeolojî, têgeheke bingehîn a nêrînên rexneyî yên Marx û Engels e lê belê wan bi şêweyeke tekûz û biqeyde ew şîrove nekirine.  Ev peyv cara yekem di sala 1796an de ji aliyê Cabanis Destutt de Tracy yê fransî û hevalên wî ve di bin navê teoriya îdeayan de derket holê (Althusser, 2017:315). Marx û Engels ji bo armanceke cuda, ji bo pênasekirina têkiliya di navbera çînên civakê û ravekirina sedemên bindestiya piraniya gel a ji aliyê kêmaseyan ve û bi amûrên hilberînî, ev têgeh bi kar anîn. Bi nêrîna Marx "Îdeolojî komeke raman e ku di hişê kesekî an komên mirovan de serdest e” (Althusser, 1971: 106 ).

Baweriya vî ramangêrî ya ji berxwedanê kêm e û wisa difikire ku di vê rewşê de tiştê ku fikr û libata mirovan kontrol dike, hemû hebûn û jiyana mirovan dagirtiye, her tim û li hemû cihan û di hemû astan de îdeolojî ye, ew ên ku têk diçin çînên bindest in û tu encama berxwedanê tune ye. Ji ber vê sedemê jî piraniya rexnegiran wî kesekî reşbîn dihesibînin û teoriya wî jî li ser zemîneke reşbîniyê pênase dikin. Divê bê zanîn ku nêrînên wî yên rexneyî û têkoşîna wî ya ji bo nasîn û danasîna îdeolojiyê, pêşandera baweriya wî bi hêza berxwedanê ye. Bi nêrîna wî jî “Bi têgihiştina rexneyî ya îdeolojiyê re gel ji têkoşîna çînayetiyê haydar dibe û derfetên hilweşandina îdeolojiya çîna serdest bi dest dixe”(Payne, 2000: 77)

2-2-2- Dezgehên zordar û îdeolojîk ên dewletê

Louis Althusser li gor Marxê ku dibêje “Eger şert û mercên hilberînê di çarçoveyeke civakî de ligel hilberînê neyên dubarekirin, wê çarçoveya civakî salekê jî nedome”(1971:85), hewla şîrovekirina têkiliyên di navbera civak û şert û mercên hilberînê û amûr û rêkariyê de dide. Hilberîn bi kirînê pêk tê; kirîna materyal û amûran û her wiha kirîna hêza kar a ku bi dayîna destheqê tê dabînkirin. Lê belê bi hilberîna kedê de tenê ev ne pêkan e û ji bo ku erkên xwe bi cih bînin divê mirov bên amadekirin. Ev erk di cîhana îroyîn de berpirsyariya pergala perwerdehiyê ye. Ev pergal di hemû beşên girêdayî hilberînê de  mirovên pispor û kêrhatî perwerde dike, lê daxwaz ne tenê ev e û berdewamiya prosesê bi jinûvehilberîna têkiliyên amadeyên vê pêvajoyê ve girêdayî ye.

Althusser pêvajoya aloziya hilberîn û jinûvehilberînê û her cure neheqî û zordestiya di civakê de bi dezgehên dewletê re girê dide. Di nivîsa xwe ya bi navê “Îdeolojî û Damûdezgehên Îdeolojîk ên Dewletê” ku di pirtûka Lenîn û Felsefe û Gotarên Din (1971) de hatiye weşandin de, ji bo dewletê du cure sazûmanan dihesibîne, yek ji wan dezgehên zordar û ya din jî komek damûdezgeh in ku jê re dezgehên îdeolojîk ên dewletê tê gotin. Li gorî wî ramangêrî, ev her du celeb dezgeh bi heman armancê dixebitin: Armanc berdewamkirina desthilata çîna serdest a li ser çîna bindest e. Di nav dezgehên dewletê de dezgehên olî (dêr û cihên din ên olî), dezgehên perwerdehî û fêrkariyê [dibistan û zanîngeh (yên fermî yan ne fermî)], dezgehên malbat û xêzanî, dezgehên qanûnî û destûrî, dezgehên siyasî (hikûmet û partiyên cuda), dezgehên sendîkayan, dezgehên taybet ên nûçeyan (rojname, radyo, televîzyon û bi giştî medya) û dezgehên çandî (wêje, huner û hwd) hene (Althusser, 1971: 96).

Dezgehên îdeolojîk bi şêweyeke nermî û bêyî ku bê pêhesandin kokên desthilatdariya serdest di civakê de kûrtir dike û bi berdewamiya têkiliya çewisandinê ya di navbera çînên desthilatdar û bindest de hildiberîne. Ji aliyê din ve dezgehên zordar erka sepandinê ya desthilatdariyê bi darê zorê pêk tîne û dema pêwîst dike ji bo parastina hêza çîna serdest derdikeve qadan û berjewendiyên vê çînê û îdeolojiya wan diparêze. Dezgehên zordar ên dewletê ji van pêk tên: Hikûmet, hêzên çekdar û polîs, dadgeh, zindan û hwd. Ev dezgeh di demên pêwîst de zorê û tundîtiyê bi kar tînin, her çend dibe ku zordariya wan ne bi forma fîzîkî be jî (Althusser, 2017: 339 ).

Ev her du cure dezgeh carinan dema ku hewce bike tevgerên hev bi kar tînin. Dezgehên îdeolojîk di serî de xwe dispêrin îdeolojiyê, zordarî bi awayekî duyemîn, nerm û heta ku sembolîk tê bikaranîn; wek mînak di sansurê de. Dezgehên zordar ên dewletê jî bi her du awayan tevdigere, lê giraniyê dide hêz, gef û tundiyê (Althusser, 1971: 98). Ev dezgeh hevdu temam dikin û valahiya hev tije dikin. Bi gotineke din, dema ku dezgehên îdeolojîk bi ser nekevin û kesek an komek neyên radestkirin, dezgehên zext û zordariyê yên dewletê tên alîkariya wan û bi hêza xwe şerê van kes û koman dikin û dengê kesên binpêker ditepisînin.

2-2-3-subje û pêvajoya subjekirinê

Subje û çawayetiya subjebûna kesan mijara herî giring a Althusser e. Ji bilî wateya wê ya rêzimanî, di felsefe û rexnegiriya çandî de xwediyê du wateyên hevpar e; yek tê wateya mirovekî xwedî hişmendiya azad û berpirsiyarê kar û kirinên xwe ye lê yê din mexlûqekî ji azadiyê bêpar e û di bin desthilatdariyeke serdest de ye, ku tenê di hilbijartina bindestiya xwe de azad e. Althusser li gorî vê nakokiyê dinivîse: “Kes wek subjeya ‘azad’ bê vexwendin heta ku ‘bi azadî’ xwe bixe bin fermana subjeya mezin û piştre ‘bi azadane’ radestkirina xwe hilbijêre û di encamê de tenê erkên xwepawankirinê bi cih bîne. Ev subje tenê bi sedem û mebesta radestkirinê hene”(Althusser: 2017:370). Ango sedema hebûna subjeyan îdeolojî ye û bêyî ku hîs bikin di nav de dijîn û ya ku ew dibînin tenê îtaet û xweradestkirin e.

Dema ku kes bi îdeolojiyekê re rûbirû bimînin û li gorî rêgezên wê tevbigerin, ew dibin subjeyên wê îdeolojiyê. Subje di rastiyê de berhema vê tevgera ku ji aliyê dezgehên îdeolojîk û di bin çavdêriya dezgehên zordar ên dewletê de tê sazkirin e. Ew kes bi mebesta parastina peywendiyên hilberîn û jinûvehilberîna bi îstîkrar divê karibin erkên xwe yên civakî baş bi cih bînin. Ev kar bi rêya vexwendina îdeolojîk pêk tê. Vexwendin ew dem pêk tê ku subje bi şêweyeke rasterast an ne rasterast ji hêla îdeolojiyê ve bang lê tê kirin ango tê vexwendin.Althusser li ser vê yekê wiha dinivîse:

Îdeolojî bi şêweyê “hevalbendiyê” û hilbijartina subjeyê di nav kesan de “erkê xwe pêk tîne” (îdeolojî hemû kesan dike hevalê xwe), an jî bi rêya vê pêvajoyê ku bi bangkirin û vexwendinê tê binavkirin, kes “diguhere” subje (îdeolojî hemû kesan diguhere). Em dikarin vexwendinê wekî karê herî normal yê rojane yê polîsan bi nav bikin: ango di nav vî karî dedema ku bangî kesekî dikin“hey, tu” (Althusser, 1971:118).

Ger ku ev dîmenê bangkirinê ji aliyê polîsan ve di civakekê de rû bide kesê vexwendî li paş xwe dinêre, bi vî awayî dibe subje; bi gotineke din, kesê qebûl kiriye ku yê ku jê re tê gotin ew bi xwe ye; an jî em dikarin bibêjin ku wî di vê vexwendinê de xwe nas kiriye di çarçoveya vê îdeolojiyê de subjebûna xwe piştrast dike. Bi vê yekê kes wek subje bi îdeoliyê ve tê girêdan. Ev mînaka xeyalî ya hêsan ji bo ronîkirina mijarê ye, di berovajî vê rewşê de vexwendin û pêvajoya subjekirinê bi bûyerên wisa yê yek du yek rû nade.

Desthilat bi çêkirina subjeya mezin û yekane û bi bikaranîna kirdeya îdeolojîk a vexwendî kesan girê dide û radestî xwe dike. Kes wek subjeyên biçûk her tim hewl didin ku bigihîjin ast û pêgeha subjeya mezin lê hemû hewlên wan bêencam in û tekane destkeftiya wan xweradestkirin û ji bo gihîştina armancên wan hevkariya çîna serdest e. Subjeyên biçûk, di bin bandora îdeolojiyê de, çarenûsa xwe xwezayî û normal dibînin û texmîn dikin ku her tişt wekî ku heman awayî ye ku divê bibe. Ji ber vê yekê jî wek parçeyekî pergalê ku ji aliyê desthilatan ve hatiye rêvebirin, her tim tên jinûvehilberandin û hemû hêz û enerjiya xwe, li gorî exlaq û wijdan, ji bo zivirîna çerxa dehilatdariyê pêşkeş dikin.

Subjeyên biçûk û mezin her tim çalak in û subjeyê biçûk her tim dixwaze xwe bigihîne subjeyê mezin, bi awayekî ku “subjeyê biçûk ew kes e ku ji hêla îdeolojiyê ve bi vexwendinê re rûbirû ye, lê subjeyê mezin modela kesane ya dilxwaz e ku ji hêla îdeolojiyê ve hatiye pênasekirin" (Sadjadi, 2012: 93). Subjeyê biçûk di nava xeleka îdeolojiyê de tim û tim li dora xwe dizivire û hewl dide ku nêzî subjeyê mezin bibe; lê ya ku ew lê digere xeyalek e û tenê di hişê wî de hatiye çandin. Subjeyê mezin subjeyê pênasekirî ya îdeolojiyê ye, wêneyeke ku dezgehên îdeolojîk di tevahiya jiyana subjeyî de ji bo wî bi kar tîne, subjeyekî ku destê subjeyê biçûk qet nagihêjê û tu caran cihê wî nagire ye.

Encama îdeolojiyê subjeyê dilxwaz ê desthilatê ye. Subjeyê dilxwaz, subjeyê îtaetkar e û li beranberî vexwendina di berdewamiya îdeolojiyê de bi hêsanî xwe dide dest. Piraniya endamên civakê ji van subjeyan pêk tên. Berovajî vê, subjeyên berxwedêr û serbilind di pêvajoya vexwendinê de xwe nadin dest û radestî îdeolojiya serdest nabin. Subjeyên berxwedêr, berevajî subjeyên dilxwaz ên desthilatê, ku bi israr beşdarî pêşbirka radestbûnê dibin, bi hêsanî serî natewînin; ji ber vê yekê dewlet neçar dibe ku maskeya dilovaniyê bavêje û ji bo kontrolkirina wan serî li zext û tundiya fizîkî bide.

3-Xwendina Pêşbaziya Çîrokên Neqedîyayî

3-1-Nasandina Romanê

Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî romana duyemîn a nivîskarê çalak û berhemdêr ê Bakurê Kurdistanê Şener Ozmen (ji dayikbûn 1971) e. Ehmedzade (2015:137) navê vî nivîskarî dixe nav navên wek Mehmet Uzun, Helîm Yûsif, Hesenê Metê û Jan Dost û wî jî wek wan bi “romannûsekî pir hêja û baş” dide nasîn. Romana berbas ji çar beşên bi navên “destpêk, îman, ziman, raman” û beşeke bi navê “jêrnotên neqediyayî” ku hin bûyerên beşên serî yên nivîsê rave dike pêk hatiye. Vebêjera li bin beşa yekem Merasim e, ku destpêka nasîna xwe ya bi karakterê sereke yê romanê Sertac re û têkçûna xwe ya bi mamosteyê xwe Onder re vedibêje.

Di berdewamiyê de wek vebêjerekî haydar Sertac, çîroka jiyana xwe ya neqediyayî bi devê kesê sêyem vedibêje. Ev serpêhatî ji hejdeh beşan pêk tên, her yek behsa qonaxeke jiyana lehengê sereke dike; ji bîranînên zarokatî, malbat, dibistan, bandora xalê wî yê şoreşger, rewşa nebaş a kurdan, paşê jî ji mamostetî û têkiliya wî ya bi Elî Osmanê xwendekar re bigire heta têkçûna jiyana wî ya hevbeş a bi Merasimê re, rewşa ne xweş a tenêtiyê, bîranînên şoreşê, nasîna Dr. Sarîn a derûnnas, wergirtina xelata çîroknûsiyê û vexwendina wî ya ji bo Almanyayê û hwd. Di beşa dawîn a romanê de jî behsa kuştina Sertacê "çepgir" û "terkedîn” ê bi destê Elî Osman ê ku ji aliyê Mela Îdrîs û hevalên wî ve hatiye xapandin ve, her wiha behsa poşmanî û rik û kîna Elî Osman a ji handêr û fermandarên wî tê kirin.

Lehengê sereke Sertac Karan endamê malbateke xizan û “bêêl û bêeşîr” ê li “taxa jêr” a bajarê “Hezex”a Bakurê Kurdistanê ye. Taybetmendiyeke Pêşbaziya Çîrokên Neqedîyayî şêweyê nasandina serlehengî ye ku her carê li gorî rewşa derûnî an şert û mercên derûnî û bi nêrînên kesên din paşnavekê jê re tê vegotin; wek mînak, “Sertacê Entîke”, “Sertacê Evîndar”, “Sertacê Serhişk”, “Sertacê Dogmatîk”, “Sertacê Romantîk”, “Sertacê Dahatûreş”, “Sertacê xweveşartî”, “Sertacê xweşbêj” û gelek nasnavên din. Her wiha piştî ku tevlî şoreşê dibe, navê wî dibe “Şoreş” û dîsa li gorî rewşê paşnav lê tê kirin; mînak “Şoreşê Bawerîpola”, “Şoreşê Şopger”, “Şoreşê Şoreştêkçûyî”, “Şoreşê Rexnegir” û hwd.

Ev roman di rastiyê de vegotinên bîranînên ji jiyana Sertac ê wek karekterekî cuda û hestiyar li hember rewşa ferzkirî ya derdorê, bîranînên wî yên tal ên di şiklê çîrokeke ku ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin de, her wiha xewn û xeyalên wî yên tevlihev ên wek mirovekî bi nexweşiya şîzofrenîk ketî ye. Nexweşiya derûnî ya Sertac ji ber xema têkçûna jiyana wî ya hevpar, bindestî û bêmafî ya netewî, zimankujî, xizaniya pirtûkxaneya kurdî, têkçûn û xeletiya şoreşê, nezaniya gel, her wiha ji ber girtin û îşkencekirina wî derdikeve (Ozmen, 2010: 67-88; 121-141), ku di hişê aloz, di tevliheviya vegotina çîrokan, di hîskirin û axaftina bi mexlûqekî neasayî û xeyalî ya bi navê “Pîrana” de baş tê temsîlkirin.

Peyva “pîrana” li seranserî nivîsê, carinan bi deng û paşê bi laş xuya dike, amajekirineke rasterast e ku ji bo derd û kulên welat û welatiyên Sertacî ye; nemaze dema ku ew wek pîrejineke gemar xuya dibe û di navbera wan de devjenî rû dide, pîştî demeke sixêfkirinê wisa jê re dibêje: “Ez dapîra te me.. ez diya te me…ez welatê te yê kavilbûyî me…ez şoreşa we ya têkçûyî me…ez wêjeya we ya  xwedbîn im…”(139-140). Bûyerên romana berbas, carinan wekî xewn û xeyalên Sertac û carinan jî wekî çîrokeke neqediyayî xuya dikin lê belê rastiya civaka bakur bi tevahî radigihînin û buyerên ku ji bo kurdên her çar parçeyên welêt û her wiha gelên din ên vê herêmê ne xerîb in û di van sed salên borî de hemû hatine jiyîn nîşan didin.

Di nivîsa ku tê nîqaşkirin de, gelek mînakên tundîtiya fizîkî û destwerdanên rasterast ên dezgehên zordar ên dewletê hatine tomarkirin (Binêre: 18; 36; 56; 57; 60 û hwd). Tiştê ku di vê gotarê de tê balkişandin, diyardeyên dezgehên îdeolojîk in, lê beriya ku em vê mijarê ragihînin, em ê wêneyekî libatên dezgehên zordar derxînin ber bi çav.

“Sertac mezin dibû û mirin jî her diçû mezintir dibû li Hezexê û ji her du dengweşên mizgefta wê, bangên geftije bilind dibûn roj bi roj. Xortên taxa jêrê diçûn hewşa şaredariya dîsan bi repetepeke leşkerî, çep, rast, çep, rast, çep, rast! Cendekên şervanan anibûn wir û ew li binê xincîkê û li tenişt hev bi cî kiribûn bo temaşeyê. Kê culhet bikira gotinekê bike? (Ozmen, 2010: 63)”

Ev bûyer yek ji bîranînên tal ên Sertac ên dibistanê ye, wê demê bi hoparlorên mizgeftê gel vexwendin şaredariyê û midîr û mamosteyan jî xwendekar birin wir. Çekdarên dewlet û şaredariya Hezexê bi nîşandana cenazeyên kur û keçên şervan hişyarî dan dê û bavan ku bila agahdar bin ji bo ku zarokên wan nekevin destê “van terorîstan, van ermeniyan, Bolşevîkan…” (63). Paşê “xortên taxa jêrê” bi pêşkeşkirina sirûda neteweyî ya Komara Tirkiyeyê ev civîn bi dawî kirin. Bi vî awayî wek Sertac dibêje “Dersa wan a wê rojê jî bûbû temaşekirina cendekên bêxwedî” (64).

Ev rêzên li jor siya giran a tirsandin, gef, bêrêzî û tundiya dezgehên zordar ên dewletê bi awayekî herî baş nîşan didin. Her wiha aliyê siyasî yê van dezgehan bi nîşandana cenazeyan a li hewşa şaredariyê û di axaftina şaredar de derdikeve. Ji bilî van, kombûna gel hêza xapandinê ya îdeolojî û dezgehên îdeolojîk nîşan dide û bandorwergirtina girseyan eşkere dike. Weke ku em dibînin, mizgeft weke erka herî giring a vîn û helwesta desthilatdaran, erka xwe ya îdeolojîk bi awayekî herî baş bi cih tîne. Di beşa pêştir a gotarê de, çawatiya rengvedanên dezgehên îdeolojîk ên cihgir û pêvajoyên cîbicîkirina agahdariyên şaş têne ronîkirin.

3-2- Îdeolojî, dezgehên îdeolojîk û pêvajoya subjebûnê ya di romanê de

Îdeolojî ew hêza veşartî ye ku hemû jiyan, tevger û ramana mirovan dagir kiriye û wan bêdilxwazî di berjewendiyên çîna çewsînêr û ji bo xweçewsandinê de bi kar tîne. Althusser bi alîkariya zanist û felsefeya xwe ya ronakbîr hewl daye ku aliyên veşartî yên îdeolojiyê û şêweyên cihêreng ên dagirkirina hişê kesan eşkere bike. Di romana berdest de em bi piranî rengvedaneke vê rewşê dibînin. Lehengê sereke yê romanê bi nêrîna bîraninên serdema zarokatiya xwe dibêje:

“Lê bi demekê, weki hemû xwendekarên pêgirti,wî jî beyreq hilgirtibû, çûbû cejnan, wî jî li çepikan xistibû, wî jî di meş û xwepêsandanên safî netewî de cî girtibû û mîna leşkerekî rep û tep meșiyabû, wî jî bi qîrîn gotibû; "Ne mutlu Türküm diyene!" û çima ew ne "mutlu” bû bo Xwedê!? Ew dem û dewranên xwezîpêanînan dabihurîbûn çûbûn. Tevî ku diya wî bi kurdî ji wî re digot ku ‘em tirk in’, bi tevî ku mamosteyên wî bi tirkî wî re digotin ku ‘Türkün Türkten başka dostu yoktur’[4], dîsan jî çênedibû. Xeletiyeke mezin di wan gotinan de hebû lê ew bi ser ve nedibû”(Ozmen, 2010:60-61).

Sertac bi vê cureyê behsa bîranînên serdema zarokatiya xwe û nêrînên dayika xwe û mamosteyên xwe dike. Tiştê ku her tim û li her derê di guhên wî de vedide, ferzkirina tirkbûnê ye. Lê her ku ew mezin dibe, ew ji tiştên ji malbat û dibistanê hîn bûye guman dike. Sedema vê gumanê zêdetir xalê wî Mihemed e ku şoreşgerekî ji tevgereke Marksîst a kurdan e û bandoreke mezin li ser fikr û nêrînên wî kiriye. Yek ji bîranînên tal ên zarokatiya Sertac ku cara yekem derûniya wî birîndar dike, kuştina xalê wî yê ji aliyê hêzên dewletê ve, hêstirên dayika wî û piştre serdegirtina mala wî û xerakirina tiştên wan e.

Bandora îdeolojiyê di vê kodê de pir kûr û berçav e; dayika Sertac her çend neçûbe dibistanê û bi vî awayî ji zimanê xwe dûr neketibe û peyvek jî bi tirkî nezanibe jî ewqas ji rastiyê re çavên xwe girtiye ku bi kurdî behsa tirkbûna xwe dike. Helbet divê li vir rola dezgehên zordar jî neyê jibîrkirin. Desthilat tundûtujiya fizîkî û rasterast an sembolîk û nerasterast jî di nav de bikaranîna tedbîrên curbecur ên îdeolojiyê li her quncikê belav dike û di her mejiyekî de bi cih dike. Ev rewş ji ber libatên siyasî yên piştî salên 1960î ye, ku bi tundî hewl didan nasnameya kurdî ji holê rakin; bi awayê ku cîbicîkirina siyaseta asîmîlasyonê di raporên xwe de îdîa kirine “ku divê dewlet hînî kurdan bike ku ew ne kurd in, lê tirk in”(Çîçek, 2013:12).

Dewlet bi rêya amûrên wek radyo û televizyonê, bi alîkariya rêvebiran û propagandayên îdeolojîk mal bi mal digere û mejiyan dagir dike; bi cureyeke ji endamên çîna serdest bi isrartir, wan ji bo berjewendiyên xwe û ji bo bindestî û çewsandinê bi kar tîne. Li gorî Pierre Bourdieu (2008:26) televizyon ji bo ku formekê bide hişê beşeke mezin a xelkê derfeta herî mezin a berdest e û bi balkişandina li ser bûyerên biçûk, bala girseyan ji ser bûyerên giring dikişîne. Li şûna ku gel wextê xwe ji bo bidestxistina zanyariyên derbarê mafên xwe yên demokratîk de veqetîne, wextê xwe bi tiştên biçûk xerc dike.

Ji xeynî helwesta dayika Sertac, ku nîşaneya herikîna îdeolojiya çîna serdest a di mejiyê kesên bindest de ye, mamoste jî wekî karmendên dewletê, karsaz û pêşdebirên îdeolojiyê ne û zarokan perwerde dikin ku rewşa ferzkirî weke rastiya jiyana xwe ya neguherbar bibînin. Dezgehên perwerdehiyê zarokên tirk perwerde dikin da ku tirkbûna xwe wekî wateya sertirbûnê, sedema serbilindiyê û sedema pêşveçûnê bizanibe. Ji aliyê din ve bi xapandinê fikra xwe ya  li ser kurdbûnê ku kurdbûn tê wateya dijminatiya şaristanî, aştî û pêşketina welêt û divê kurd ziman û nasnameya xwe înkar bikin û serî li îdeolojiya neteweya serdest bidin di mejiyê zarokên kurd de diçînin.

Li gorî Althusser, hemû dezgehên fermî û nefermî ku civakê pêk tînin, ji malbat, dibistan, û mizgeftê bigire heta radyo, televizyon, huner, werzîş û wêjeyê, li ser navê parastin, pêşxistin û avakirina îdeolojiya serdest dixebitin. Li vir dîsa em bandora îdeolojiyê li ser endamên malbatê dibînin:

Ew meseleya esil û feslê malbatê, kok û rehên bavê min û yên diya min, yekî muhacir û yeka Kurd, naxwe çiya bavê min digot, “Biz Türküz kizim”[5] û her cara ku wî digot, “Biz Türküz kizim”, eta min dibû pizot û dû ji quloz dibû. Wê jî a xwe digot bi vîrevîr û li diya min vedigeriya, digotê bi girî, “tu çima xeber nadî dayê? çima nabêjiyê ku hûn ji dêyeke Kurd in? ma ne esil dê ye…?” Lê diya min a reben dengê xwe nedikir, ne ji bavê min re, ne jî ji qîza xwe ya mezin re, nedigot “erê” yan “na”, serê xwe bera ber xwe dida û bi halê xwe de diponijî (Ozmen, 2010: 19).

Di van rêzan de bîranînên Merasimê hene. Merasim û Yasemîn du keçên malbatekê ne ku li Enqereyê dijîn. Bavê wan “muhacir” û diya wan jî kurd e. Merasim paşê dibe hevjîna Sertacê hevalê xwişka xwe, wekî ku ew dibêje “min ew ji kezîkura Yasemînê vedizîbû” (10). Berevajî Merasimê, Yasemîn giringiyê dide ziman û nasnameya xwe û her tim li hember helwest û tevgera bav û xwişka xwe derdikeve. Li vir em rewşa têkiliya di navbera endamên vê malbatê de dibînin.

Malbat wekî yek ji dezgehên îdeolojîk ên dewletê, endamên xwe ji bo îdeolojiya serdest hedef digire û wan ji bo parastina berjewendiyên çîna serdest bi kar tîne. Bavê Merasim, wekî hêza serdest a malbatê bi dubarekirina fikra “em tirk in”, dixwaze hevjîna wî û keçên wî jî bawerî bi îdeolojiya dewletê bînin ku li Tirkiyê tenê yek netewe û yek ziman heye, ew jî neteweya tirk û zimanê tirkî ye. Hewldanên wî yên sebaret bi Merasimê bi ser ketine, lê Yasemîn li hemberî vê yekê helwestê nîşan dide û dixwaze berxwedanê bi dayika xwe re bike; lê berteka diya wê bêdengî û hêsir e.

Dezgehên îdeolojîk her tim û li her derê bi awayekî nerm û bêhayane kar nakin û hin caran jî wek dezgehên zordar tundûtujiyê bi kar tînin. Libata diya Yasemîn vê gotinê piştrast dike. Hêsir û bêdengiya wê ya li hember pirsên Yasemîn, ku bi hêsir reaksîyonekê û redkirina gotinên bavê xwe jê dixwaze, nîşana bêgavî û neçariyê ye, nîşaneya tundiya ku li ser wê hatiye sepandin e û ew neçar kiriye ku teslîm bibe. Lê belê teslîmbûna wê ne ji ber ku pê bawer e, lê bi darê zorê û bi zordariyê ye. Bindestiya vê jina kurd du alî ye, ango ji aliyekê ve wek jinekê û li aliyê din jî wek kurdekê naxwaze gotinên mêrê xwe red bike; ji ber vê yekê ew bêdengiyê û hêsiran hildibijêre. Ev rewş ji ya dayika Sertac ku bi kurdî di tirkbûna xwe de israr dikir cudatir e. Li wir dualîteya zordarî-îdeolojiyê subjeya dilxwaz a dewletê afirandibû, lê di vê mînakê de bi zordariya rût û rasterast dengê subjeya bindest tepisandiye.

Subjeya dilxwaz, bi kesê ketî di nav gêjahiya îdeolojiyê de tê pênasekirin. Îdeolojî bi sazî û dezgehên xwe pêvajoya subjekirinê bi bangkirin û vexwendina kesan bi rê ve dibe û subje jî ji bo xwe erka xweçewsandinê û pêşxistina vê têgeha asayî ji nû ve hildiberîne. Kêm kes jî hene ku bindestê îdeolojiya serdest nabin û li dijî wê helwestê nîşan didin. Ew subjeyên serhildêr û berxwedêr in, wateya wê ew e ku li şûna bindestiyê serê xwe bilind dikin û li ber xwe didin. Di vê romanê de gelek subjeyên bindestbûyî û çend mînakên subjeyên serhildêr xuya dikin. Di rêzên jêrîn de, Merasim dibêje:

Qet ji bîra min naçe. Êvariyekê, seba wê peyva nebixêr -çima ku min nedigot gelê Kurd- bi pêsîra min girtibû û heta ku gotinên xwe yekûderb neqedand bûn jî, zû bi zû berneda bû; “her gava tu bi wî zimanî xeber didî û ji Kurdistanê re dibêjî Rojhilata Başûr, yekser pêşkêşkerê rewşa hewayê yê ku her êvar piştî nûçeyên mişt propaganda derdikeve pêş bîneran, tê ber çavên min…” bi heman şêweyê, wê nîqaş bi bavê min re jî dikir, nexasim di nûçeyên şehîdan de (Ozmen, 2010: 19).

Merasim û Yasemîn li zanîngeha bajarê Mêrsînê dixwînin. Wek ku tê gotin, Yasemîn keseke bi helwest e û li hember zilm û zora desthilatdaran bi hestiyar e û her tim derbarê pirsgirêkên neteweyî û zimanî de bi bav û xwişka xwe re bi tundî rûbirû dimîne û êrişî ramanên wan dike. Merasim dibe hevjîna Sertac, piştî demekê navbera wan nexweş dibe û piştî hevjiyaneke pir bi gengeşe ji hev vediqetin. Yek ji sedemên nakokiya wan jî niştecîbûna wan a li Hezexê û bi giştî li Kurdistanê bû, ku wê navê "welatê terorîstan" bi lêv dikir û her tim ji hevserê xwe dixwest ku koçî cihekî din bikin; ji ber ku li gor wê “herêmeke lanetkirî ye, bi talûke ye, her roj bi dehan mirov lê tên kuştin, tên revandin, tên şêlandin, tûşî tecawizê dibin û dibin qurbaniyê terorê”(56).

Li gorî têgehên rexneyî yên Althusser, Merasim mînakeke subjeya bindestbûyî ya îdeolojiya serdest e. Ew di bin bandora dezgehên îdeolojîk yên wek malbat, dibistan, zanîngeh û çapemeniyê de bi zimanê xwe naaxive û ji bikaranîna peyva “gelê kurd” dûr disekine û wek “nebixêr” bi nav dike. Her wiha wek ku Yasemîn jî dibêje, wek nûçegîhana rewşa hewayê ji "Kurdistan"ê re dibêje "rojhilatê başûr". Merasima ku li gorî perwerdehiya îdeolojîk a serdest diaxive û difikire, ne tenê şaşiya gotin û nêrînên xwe nabîne, di heman demê de bi wan bawer dike û di wan de israr jî dike. Ew van helwestan bi aîdî xwe dihesibîne, çavkaniya wan di vîna xwe ya azad û biryardar de dibîne. Lê di rastiyê de ew tenê subjeyeke kêrhatî ya îdeolojiya serdest e ku bersiva erênî daye vexwendinê û pêvajoya subjebûnê bi serkeftî derbas kiriye. Ji ber vê yekê, ew beşdarê girtina perdeya reş a îdeoloiyê ya li ber çavên xwe ye û bi vî awayî guh nade zimanê xwe yê dayikê û pê napeyive û her tim dersên îdeolojiyê dubare dike û ji nû ve hildiberîne. Bavê wê mînakê subjeyê dilxwaz e û bangeşekerê fikrên desthilatdariyê ye, encamê xapînokiya dewletê ye û çêkerê zihniyeta şaş a keça xwe ye jî.

Ji aliyê din ve Yasemîn mînaka subjeya berxwedêr e; bi gotineke din, îdeolojiya serdest nebûye beşeke ji nasnameya wê ûberovajî vê bi rewşa sepandî re rûbirû dimîne û li dijî subjeyên îtaetkar li ber xwe dide.Carekê nexweşiya rewşa jiyana kurdan dibe mijara nîqaşên Yasemînê û xwişka wê û em ji Merasimê dibihîsin ku “her cara ku mijar dihat ser wan mirovên şerpeze, wê bi serê gotinê digirt û dibir bi siyaseta şerî ve girê dida û wek berdevkê wan xeber dida” (81). Hewl dide çewtiya têgihîştina xwişk û bavê xwe derxîne û sûc û tewanên desthilatdaran eşkere bike, lê bêencam dimîne û ev jî dibe sedema hêrs û berxwedaneke tund. Ji ber vê yekê, li dijî reftariyên çewsînerane yên bavê xwe yê wek pêşengekî îdeolojiya serdest, helwestê digire û wî bi tevlîbûna tevgera dij-dewletê tehdîd dike; “Ji wê roja ku ji bavê min re gotibû ‘ez ê dev ji her tiştî berdim û herim bigihîjim wan’ û pê ve bavê min bûbû yekî din”(60).

Di nav çerxa îdeolojî de, “yê din bi berdewamî ji subjeyê bêtir xebat dixwaze û ew jî dike. Çawa ku nasnameya subjeyê bi giranî ji aliyê îdeolojiyê bi xwe ve tê birêvebirin, bi heman şêweyê jî îdeolojî bi xwe koleyê yekî din ê mezin ê derve an yê navxweyî ye” (Secadî, 2016: 99). Merasim subjeyeke biçûk e ku her tim dixwaze xwe bigihîne rewşa subjeyeke mezin. Ew hemû hewl ji bo xwetunekirinê ye. Lê tevî ku bi her awayî nasname û kurdbûna xwe înkar dike jî, her tim wekî kole tê dîtin. Wek Sertac dibêje: “Ez çi bi xwe çi bi rûyê xwe, çi bi dengê xwe, çi bi devoka xwe, çi bi hevoka xwe bikim jî nabim yek ji wan” (Ozmen, 2010:120). Bi gotineke din “Çendî ez şêweyê axaftina xwe biguherînim…ez her ez im, dîsan cahil û nezan im, dîsan terorîstekî bêeyar im di çavên wan de” (Heman). Ji ber vê yekê, her dem di navbera subjeyên biçûk û mezin de veqetandin û valahiyek heye, bi vî rengî ku subjeya biçûk tu carî nikaribe mohra subjeya mezin ji hêla îdeolojiyê ve hilgire. (Secadî, 2016: 95).

Yasemîn li dijî têkiliya Merasim û mamosteyê wêjeya tirkî yê zanîngehê ye û her tim wê ji xetereyên vê têkiliyê hişyar dike û dibêje: “tu jî demîrbaşê Onder î” (Ozmen, 2010: 11). Ango tu wek malzemeyên ofîsa wî yî û ew ê piştî demekê we teslîmî karmendekî din bike. Wisa jî dibe û Onder piştî ku demeke kêfjêwergirtinê dev jê berdide. Onder û Merasîm dualîteya serdest-bindest sembolîze dike û têkiliya di navbera subjeyekî desthilatdar ê xwedî-berjewendî û subjeyeke bindest a bêdesthilat de nîşan dide. Ev rastî di beşdarbûna Onder a panela ku ji aliyê ADD (Komeleya Ramanyarî ya Ataturkparêz) ve hatiye organîzekirin de diyar dibe (17). Ji bo Onder bikaranîna paşnavê "paşa" jî serweriya wî nîşan dide. Têkiliya çewsîner a di navbera wan de herî baş dema ku Merasim behsa teslîmkirina xwe û pêbexşîna bekareta xwe dike, tê xuyakirin: “Kêf kêfa wî bû gava bi hestên mêrekî bi serketî kincên xwe li xwe kiribû. Ez bêleft û liv mabûm di qada şerî de, bêdeng û bêhiz, neçar û şikestî” (18). Ev dîmen wêneyek neynîkî ya cîhana rastîn e ku nîşanî me dide ka subjeyê desthilatdar çawa bi subjeya bindest û bijare re mijûl dibe. Li hemberî vê rewşê Sertac wek subjeyekî serhildêr xeyalên xwe yên pêknehatî bi vî rengî vedibêje:

“Belê welatek hebû bi navê Kurdistanê û ew li mezintirîn bajarê wî welatî ji dayik bûbû, li bajarê Ameda Qedîm. Amed ku sorgula Kurdistanê bû, ew helbesteke qewî, mêjûyeke xweragirtî  û rabirdûyeke sergevez bû, xwenda û têgihiştî. Navê dayika wî Zarşîrînê, navê bavê wî jî Mîro bû…du xwîşk (Hevok û Revok) û du birayên wî yên jê biçûktir (Serdest û Kawa) hebûn û ew jî di rêya dê û bavê xwe de bûn. Jixwe navê wî jî ne Sertac bû…Navê wî, navê ku bavê wî lê kiribû Ferheng bû. Ferheng navekî bi Kurdî bû û gelekî lê diçû. Roja ku ji dayik bûbû, ferhengnûsekî navdarî Kurd li ser daxwaza bavê wî hîn ew li zanîngehê, di guhê wî yê rastê de dused peyvên “mê”, di guhê wî yê çepê de jî dused peyvên “nêr” jimartibûn ji ferhenga xwe ya dewlemend. Ew hîn di bîst û çar saliya xwe de bû û bi teşwîqa bavê xwe, wî dest bi nivîsandina kurteçîrokan kiribû, bêguman bi zimanê xwe yî resen” (Ozmen, 2010: 111-2)

Ev rêz beşek ji cîhana xewnên Sertac in, ku êdî ji ber tevliheviya derûnî di bin çavdêriya bijîşkî de ye. Ew di bersiva pirsên Dr. Sarîn de rastî û xeyalê tevlihev dike, jiyanê, çîroka xwe ya neqediyayî û xeyalên xwe tevlihev dike. Sertacê ku kurê Zekîya û Fethî yê postecî ye û tevî birayekî astengdar ê ji wî mezintir û xwîşkeke ji wî biçûktir li taxeke jêrîn a bajarê Hezexê di nav xizaniyê de dijî, li pey xeyalên xwe; Kurdistaneke azad û xwedî maf û ziman û di malbateke welatparêz a têgihiştî de mezin bûye, ew niha ne çil, lê bîst û çar salî ye û bi teşwîqa bavê xwe çîrokan bi kurdî dinivîse. Di cîhana rastîn de, berovajî piraniya hevrêyên xwe, evîndarê zimanê kurdî ye û dixwaze nivîsandina bi vî zimanî pêş bixe. Ev hogirî û hêvî di romanê de li gelek cihan xwe dide der; bo nimûne, di gera xwe ya Almanyayê de, ku wek nivîskarekî kurd ê serkeftî tê vexwendin û xelat werdigire (Helbet ev bûyer ne wek rastiyeke jiyanê, weke xewneke din dikare bê şîrovekirin), romaneke Erebê Şemo her dem li kêleka wî ye û heta ber xwarinê re jî li ber çavên wî ye (Ozmen, 2010:146, 149, 154, 158). Yek ji sedemên nexweşiya wî ya derûnî û şîzofreniya wî jî pêknehatina xeyalên wî û berovajî vê yekê, tepisandina wan a hem ji aliyê dezgehên zordar û hem jî yên îdeolojîk ve ye; ji ber vê yekê, ew di xeyalên wî de ji nû ve derdikevin.

Subjeyên guhdar ên îdeolojiyê wek ku di rastiyê de gelek in di cîhana xeyalan a Sertac de nînin. Navê wî Ferheng e û endamê malbateke xwenda û têgihîştî ye, bavê wî doktorê felsefeyê ye. Navên wan tev bi kurdî ne û zimanê kurdî ji dê û bavên wan re giring e; ji ber vê yekê jî li şûna bangê, dused peyvên nêr û mê yên kurdî li ber guhên wî xwendine. Gihandina van xeyalên di mejiyê lehengê romanê de ku koka wê zimanê dayikê û dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî ye, di warê rastiya jiyanê de nîşana bêhêvîtiyê ye; rastiya ku tê de kurdîaxaftin di nêrîna dijberan de sûc û di çavên hevalan de wekî paşverûtî tê dîtin; rastiya ku tê de kurd ji karmend û rêvebirên dezgehên zordar û îdeolojîk ên dewletê bi awayekî domdartir û çalaktir beşdarî pêşbirka qutkirina ji ziman dibin; rastiya ku tê de armanca Sertac û hevalên wî rizgarkirina bajarê Amedê û hemû “bajarên Taristan” (131) û biryara “venegeran heta azadiya welat” (100) hebû; lê ne tenê bi ser neket, di şoreş û muxalefetê de ket nav bêhêviyê; ewqasî ku ne tenê gel, pisîk jî ji peyva şoreşê nefret kirin (132).

Karakterê sereke yê romanê, di zarokatiya xwe de, di bin bandora dezgehên îdeolojîk ên perwerdehiyê de pêvajoya subjebûna wî ber bi temambûn û kamilbûnê ve diçû; beşdarî cejn, merasim û meşên dewletê bûye, ala wan hilgirtiye û “mîna leşkerekî repûtep meşiyabû, wî jî bi qîrîn gotibû ‘ne mutlu türküm diyene!’(xwezî bi bexteweriya wî yê ku dibêje ez tirk im) û çima ew ne ‘mutlu’ (bextewar) bû bo Xwedê!)” (60). Haya wî ji xwe, derdora xwe, ji rastiya bajar û welatê xwe tunebû. “Welatê ku bi tenê di çend kitêbên kevnare û yasax de û bi şêweya helbestê hatibû gotin ku, Kurdistan e”(54).

Lê belê xalê wî li ber îdeolojiya serdest dibe asteng û şûneke li ser hişê wî datîne. Piştre bi xwendina pirtûkan û dîtina rewşa gel û reftarên desthilatdaran ên li hemberî wan, ji rastiya ku tê temsîlkirin guman dike û hewl dide xwe ji qeyd û bendên îdeolojiyê rizgar bike. Her ku mezin dibe, ji şîretên dê û bav û mamosteyên xwe yên li ser tirkbûn û bextewariyê guman dike û li dijî wan serî radike. Ji ber vê yekê, bi sûcê serhildêrî û radestnebûnê, ji aliyê desthilatdaran ve wek subjeyekî bêîtaet tê naskirin û bi awayên curbecur tê çewsandin.

Sertac herçend serî li îdeolojiya serdest nede û guh nede vexwendinên dezgehên îdeolojîk jî, wekî subjeyekî serhildêr ê tenê yê di nav gelek subjeyên radestbûyî yên li derdorê xwe, dibe hedefa êriş û gefên subjeyên radîkal ên alîgirên desthilatdar, bi taybetî yên mizgeft, malbat û dibistanan. Mînaka herî diyar a subjeyên radestbûyî yên malbatê mam û jinmama wî ne, ku piştî kuştina xalê wî jî dev ji gotinên xerab û henekên xwe bernadin û jê re dibêjin serhişk, bêaqil, xapandî û xeyalperest (57, 82). Sertac van bêrêziyan qebûl nake û şerê wan dike; ji bo vê “dest bi propagandayeke qirêj kiribûn li dijî wî, heta bi wê ku çûbûn emniyetê û îxbara wî kiribûn" (83). Bandora dualî ya zordarî-îdeolojiyê li ser endamên malbata wî wisa ye ku bavê wî portreya mezin a Ataturk li jûreya herî bilind a mala wan daleqandiye (38).

Karakterê sereke yê romanê dildarêpeykertiraşî û wênekêşaniyê bû, lê ji ber zora bavê xwe dev jê berdide û li dibistana zanistên olî “Îmam Xetîb”ê dibe mamoste. Ji bavê xwe re dibêje: “Tu bi destê xwe kurê xwe rê dikî nav mîlîtanên çavsor! Ez û dîn, ez û Îmam Xetîb!?” (35). Ligel vê rewşê jî, ew hewl dide ku nekeve bin bandora vexwendinên dezgehên olî; loma nimêj nake, rojî nagire û bi giştî xwe ji karên olî dûr dixe. Wek subjeyekî ji îdeolojiya serdest qutbûyî, bi têgihiştina hemahengî û hevarasteyiya dewlet û damûdezgehên olî, hewl dide ji civakeke di nav ol û subjeyên bindest ên bawermend de bireve, ev têkoşîn di tevahiya romanê de didome. Carinan tirs û gumanên ku ji aliyê malbat û dibistana wî ve li ser wî hatine sepandin dîsa derdikeve holê û wî ber bi Qurana şagirtê wî Elî Osman, ku wek diyarî aniye jê re, ve dikişîne (68, 89, 137); lê meraq û xema zimanê dayikê, wî dihejîne; li pirtûkxaneya xwe dinêre û hejmara hindik a pirtûkên kurdî dibîne; dibêje "Hîna jî kêm in" û bîra çîroka wî ya pêşerojnediyar tê bîra wî ku hîn nekariye biqedîne (75). Radestnebûna Sertacî ji bo vê dezgehê, balkişandina wî ya li ser meseleya netewe û ziman û her wiha berxwedana wî ya li hemberî subjeyên bindest, ew xiste ber şûrên tûj û duşeq zordarî û îdeolojiya olî, di dawiyê de bi handana radîkal û demargirjên olî bi destên xwendekarê wî û pîştre jî hevalê wî Elî Osman ve tê kuştin.

4-Encam

Romana Pêşbaziya Çirokên Neqediyayî mînakeke baş e ku rewşa kurdan û zimanê kurdî ya li Bakurê Kurdistanê nîşan dide. Weke tê zanîn zimanê kurdî ev nêzî sed sal in li vê parçeyê marjînal e û gelek caran jî bi polîtîkayên zimankujiyê re rûbirû maye. Di gelek cihên romanê de reftarên tundûtujî yên dezgehên zordar ên dewletê di vî warî de tê dîtin; lê, her wiha wek ku Althusser teqez dike, tundûtujiya eşkere tenê ji bo demeke kurt digihêje armancên xwe û ji bo berdewamiya rewşa amade û jinûvehilberandina pêwendiya çewsînêrane ya di navbera her du aliyên serdest û bindest ên civakê de, hêzeke veşartî û nediyar hewce dike, ku ew jî îdeolojî ye. Wek ku di vê romanê de jî tê xuyakirin, dewletê bi rêya dezgehên îdeolojîk yên malbat û dibistanan, her wiha bi dezgehên olî û medyayê ve pêvajoya vexwendinê bi awayekî serkeftî bi rê ve biriye û subjeyên îtaetkar û radestkirî wisa çekiriye, ku ji rêvebirên îdeolojiya serdest radîkaltir, ji bo bişaftina zimanê xwe têdikoşin û her tim şert û mercên sepandinê ji nû ve hildiberînin.

Berovajî pirbûna subjeyên radestbûyî, em mînakên kêm ên subjeyên berxwedêr jî dibînin ku radestî îdeolojiya serdest a desthilatdaran nabin û şopandina dezgehên îdeolojîk berdidin û guh nadin vexwendinan; ji ber vê yekê dewlet wan wek kaotîk nîşan dide û bi rêya dezgehên zordar û bi alîkariya dezgehên îdeolojîk dengên wan ditepisîne. Lehengê sereke yê romanê, wek subjeyekî serhildêr, hewl dide zimanê xwe biparêze û bi pêş bixe; lê belê ji ber îşkenceya dezgehên zordar û dezgehên îdeolojîk malbat, ol û perwerdehiyê, rastî tevliheviya derûnî tê û di dawiyê de ji aliyê subjeyekî xapandî yê dezgeha olî ve tê kuştin. Çîroka Sertac nêrîna Althusser tîne bîra me ku di têkoşîna di navbera subje û îdeolojiya serdest de ya ku her tim bi ser dikeve îdeolojî û çîna xwediyê îdeolojiya serdest e. Helbet di vê romanê de divê em vê rastiyê jî bînin ber çavan ku Sertac her çend serê wî li ber rêya armancê de diçe û ji aliyê xwendekarekî xwe yê kevn ve tê kuştin, lê ji ber ku kujerê wî yê di dawiyê de di bin bandora wan bîr û baweriyan de ye, mijê îdeolojiyê li pêş çavên wî winda dibe û rûyê reş yê handeran jê re eşkere dibe, em dikarin bibêjin ku poşmanî û têgihiştina wî nîşaneya berdewamiya ramana berxwedêr a serleheng e û venemirîna hest û helwestên serhildan û berxwedanê ye.

Çavkanî:

Acar, Hayrullah. “Di Serdema Komara Tirkîyê Rewşa Kovarên Kurdî”. Le Komełe Witarî Yekemîn Koȓî Nêwneteweyî Edebî Kurdî. Sine: Zanistgey Kurdistan, Twêjîngey Ziman û Edebî Kurdî, 2010.

Althusser, Louis. “Ideology and Stete Ideological Appartus” in Lenin and Philosophy and Other Essays. Trans. Ben Brewster. New York: Monthly Review Press, 1971.

—. Êlm û Ideolojî. Hilbijartin û wergera farisî Mecîd Mededî. Tehran: Nîlûfer, 2017.

Badiou, Alain. “Althusser: Sûbjêktîvîteyê Bêdûnê subje”. Wergera farisî Saleh Necefî. Le Badiou: Felsefê-Siyaset-Huner-'êşq. Hilbijartin û wergerandina farisî Murad Ferhadpûr, Saleh Necefî û Elî Ebasbeygî. Tehran: Ruxdadê New, 2009.

Barak, Weysî. “Siyasetên Zimannasîyê û Kurdî”. Ji komele gotara Konferansa li ser Zimanê Kurdî. Cologne: Weşanên Komkar, 2002, rr. 62-87.

Bertens, Johannes Willem. Nezeryeyê Edebî. Wergera farisî Ferzan Sucûdî. Tehran: Ahengê Dîger, 2003.

Bourdieu, Pierre. Derbareyê Television u Sulteyê Journalism. Wergera farisî Nasêr Fekûhî. Tehran: Aşiyan, 2008.

Çîçek, Cuma. Zimanek Çima Tê Qedexekirin?: Polîtîkayên Zimanî û Rewşa Kurdî li Tirkiyeyê ji Înkarê Ber bi Nasînê. Stenbol: Peywend, 2013.

Ehmedzade, Haşim. Cîhanî  Roman. Silêmanî: Endêşe, 2015.

Ferretter, Luke. Louis Althusser. Wergera farisî Emîr Ehmedî Aryan. Çapa duyem. Tehran: Neşrê Merkez, 2013.

Klages, Mary. Dersnameyê Nezeryeyê Edebî. Wergera farisî Celal Suxenver, Êlahê Dêhnevî û Se'îdSebzyan. Çapa duyem. Tehran: Neşrê Exteran, 2015.

Malmisanij, M. The Past and the Present of Book Publishing in Kurdish Language in Turkey. Next Page Foundation, 2006.

Miller, Peter. Subje, Êstîla u Qudret. Wergera farisî Nîkû Serxuş û Efşîn Cehandîde. Tehran: Neşrê Ney, 2009.

Nawxoş, Selam. “Linguicide û Diyalêktî Kirmancî Bakûr le Qonaxî Kolonyalewe”. Govarî Raman, j. 250 (5/ 3/ 2018), rr. 109-115.

Oktem, Kerem (2008). "The Nation’s Imprint: Demographic Engineering and the Change of Toponymes in Republican Turkey", European Journal of Turkish Studies, Thematic Issue, No. 7 | Demographic Engineering - part I, URL: http://www.ejts.org/document2243.html ]26 October 2020[

Opengîn, Ergîn (2014). “Repertûara Zimanî û Afirandina Edebî: Nirxandineke Zimannasî li Ser Edebiyata Kurmancî ya Hevçerx”. Tîr û Armanc: Gotarên Rexneyî li ser Edebiyata Kurdî ya Modern. Amadekar: Remezan Alan & Ergîn Opengîn. Stenbol: Peywend.

Ozmen, Şener. Pêşbaziya Cîrokên Neqediyayî. Stenbol: Lîs, 2010.

Payne, Michel. Barthes, Foucault, Althusser. Wergera farisî Peyam Yezdancû. Tehran: Neşrê Merkez, 2000.

Polat, Kazim. Êşa Zimanê Min. Stenbol: Şemal, 2015.

Sadjadi, Bakhtiar. “Xudî Aydiolocîk Wek Berêweberî Nasname”. Kovara Bîr û Hizir, s. 1, j. 1 (Adar 2016), rr. 97-100.

Seydo Aydogan, Îbrahîm. Guman 2: Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî. Stenbol: Rûpel, 2014.

Şêxulîslamî, Ce’fer. “Zimannasî Komelayetî le Nûsînekanî Dr. Emîn Hesenpûr da”. Derwaze, j. 2 (Nîsan), rr. 200-221.

* Çavkaniya sereke metna soranî: https://dorl.net/dor/20.1001.1.26453657.1399.6.2.8.4

(Di gotarê de bi nivîskar re hinek guhertin hatine çekirin)

Jêrenot

[1] Zimanê Hetaw

[2] Diruşma niştimanî ya komara Tirkiyeyê

[3] “Dema kî bi kurdî axivî, werin wî ji min re bibêjin-îxbar bikin”

[4]“ ji bilî tirkan tu dostê tirkan nîne”

[5]Keça min em tirk in