Serdar Ay: “Dîroka vê wêjeyê, dîroka tevlîhevbûna hibr û xwînê ye ku tê da ziman, wêje û sîyaset dibin ziman-wêje-sîyaset”
Röportaj / Bilal Ata Aktaş

6e6b315c-6341-4b31-8be0-96534487af98 Serdar Ay 11 sal ewil bo xwendina xwe ya bilind ji Bakurê bar kir û hate Parîsê. Di nav van salên xerîbîyê da wî reqs û debdebeyên bajêr jî dîtin, ketin û xirabîyên wî jî. Vî bajarê ronahîyê ku ji mêj ve bo neferên bindest bûye medrese û stargehek ku timî qibla wê ber bi vegerê ve ye, ber bi ehd û cehdekê, hêvîyekê ve ye, ji bo kak Serdar jî bûye medrese û stargehek. 3 sal ewil rojekê, em li terasa Inalcoyê rastî hev hatin. Min dît li kêlekê cixara xwe dipêçe, ez çûm balê û min silava xwe dayê. Hevaltîya me wilo dest pê kir. Hê ku corona mal li me xerab nekiribû, rojekê em bi saetan meşîyabûn li sikak û kolanên Parisê. Ji hingê ve him pişta min diêşe him jî lê şahidîyê dikim ku serê xwe bi mijar û babetên mêtingerî, edebîyat û bindestîyê diêşîne. Teza wî ya doxtorayê jî îspata vê yekê ye ku piştî demeke dirêj, tevî ked û êmegeke mezin ew xilas kir û bi awayekî serketî çend meh ewil parast.

Îja hem bi minasebeta xilasîya tezê, him jî ya dosyeya edebîyata kurdî ya kovara lêkolînên kurdî, me got em ji xwe ra bicivin û li derdora kovargerî û pozîsyona wê ya bindestîyê sohbeteke serbest û serberdayî bikin. Min got madem sohbet serbest e bila pirsên min jî wisa bin û derba ewil çi hate bîra min, min nivîsî. Hê paşê min ji wan çend pirs derxistin û jê ra şandin. Li gor bersivên wî me yê hevdu bidîta û cil û bergekî xweşik lê bianîya. Lê gava ku Serdêr bersivên xwe li min vegerandin, min dît ku guldesteyek ji teza amade kirîye û ji pirkêtên wekî pasaj, jêrenot û îqtîbasên girîng xanîyekî delal î analîtîk çêkirîye. Lewra min jî biryar da ku xwe hebekî ji tekstê bişom da ku ji hevpeyvînê bêtir bila bişibe formata gotar-hevpeyvînê.  Tika ye bila ev nivîs jî wilo were xwendin. 

Bilal Ata Aktas: Keko em pêşî bi teza te û sernava wê ya 2 kîloyî dest pê bikin. Te nave wê danîye “Wêjeya kurdîya kurmancî ya li Tirkîyeyê di navbera rûdan û (ve)keşfkirinê de: Nivîsandina dîroka wêjeyeke têkoşînê bi rêya kovaran re[1]” Çawa ku çavê min pê ket, him kelecaneke hênik li derdora min gerîya him jî jê tirsîyam a rast. Min go ka meriv çawa dikare ji bin vî karî rabe bêyî ku derekê xwe bişkîne. Gelo di qeyda te ya xesarê da çi heye? 

 

Serdar  Ay: Ku ji dil bêjim, min çiqasî barê vî karî hilgirt, çiqasî hilnegirt û çiqasî ji min hat ku baş û qenc hilbigirim, nizanim, û ji xwe, bi kêrî min nayê û dirist nabînim ku vêya biwezinênim.  Lê dikarim bêjim ku min hewl da û sere xwe pê êşand. Lê dîsa jî, ya ku min kir, belkî, bi tenê bû gavek di rêyekê dirêj de. Ji bo min ya girîng peydakirina rêyekê û tê de gavek jî be meşîn bû ku ez dibêm qey qet nebe min lê tiştekî wek qerqotê wêjeya kurdîya kurmancî ya Bakur dît. Lewma, ji xesarê bêhtir, sûdewar e ev rê-qerqot ku heta ez hebim, ez ê tê de rêwing bim. Lê dawîya dawî, ez qebûl dikim, wek mirov, em çi bikin jî em dixesirin, dixesirênin.

Nexwe ka ji kerema xwe ji me ra hinek behsa çîroka vê sernavê û teza xwe bike. Tu ji kengê ve serê xwe pê diêşînî, derd û kuleke çawa li te peyda bû ku te berê xwe da kovargerîya kurdî?

Gava min nû dest bi xebata xwe kir di 2013an de, min digot ez ê li ser wêjeya kurdî  ya hevçerx bixebitim li Tirkîyeyê di derdora kovaran re. Ji ber ku di dema xebatên xwe yên masterê de derfeta min çêbûbû ku ez girîngîya kovargerîyê hinekî nas bikim. Lewma, serê  pêşî, bi vî awayî min dest bi xebata xwe kir. Lê dûv re, min hem di lîtêratûra nivîskî û hem jî di hevdîtînên xwe yê sehê de dît ku hin pirsgirêkên bingehîn hene ku ez gêj dikirim û rê nedidane min ku ez bikarim xwe li qadê bi cih bikim û berêkî bidime ber xwe. Mînak, ji bo ku min bikarîba ez heyama nû yâ vê wêjeyê baştir binasim divîya min cûdatîyên wê, taybetmendîyên wê yên li gorî heyamên berîya wê jî bizaniba; nûya ku wê anî, teqla ku wê avet, girêka ku wê bi ser xist, yan jî tiştê(n) ku wê dubare kir(in). Ango, xebatên heyî derfeta selmandin û şopandina derz, qûtbûn, vebirrîn û hwd., ên vê wêjeyê nedida min. Lewma min got qerqot, yê vê wêje ye, girîng bû, ji ber ku kêm zêde me dizanîbû bê ser, pişt, dest û lingên vê wêjeyê çi ne, lê pirsgirêka gellekî mezin ew bû ku ev hemû bi hev ve nehatibûn girêdan, xwendin û analîz kirin di ser dem û dewranan re. Divîya pêşî qerqotê vê wêjeyê bihata peydakirin, keşfkirin û yan jî avakirin ji bo ku me bikariba goştê wê baştir vebiçirranda, ruhê wê xweşiktir fahm bikira û qûpeqûpa dilê wê hîs bikira…

Tu behsa kîjan qerqotê dikî gelo? Qerqota kû derê ye ev?

Ka ez bêjime te. Eger gelek zarava, alfabe û êkosîstemên li qadên cuda yên zimanê kurdî, yan jî “cureyên zimanî” hebin ku ji hêla Kurdan ve têne peyivîn û ji ber şertên civakî, polîtîk û halê bindest, wêjeyên zaravayên vî zimanî û yan jî qonaxên wêjeya, wêjeyên wî perçeperçebûyî û bi awayekî organîk ne di tekîlîyê de bin di demeke dirêj de, wê hingê mirov nikarîbû qala wêjeyeke kurdî ya serbixwe bike. Ji lewma, min berê xebata xwe da ser wêjeya kurdîya kurmancî, ya li Tirkîyeyê, bo xemên metedolojîk û dîyarkirina kontekstekê da ku min bikaribûya xûyangên demî, mekanî û nifşî yên vê wêjeyê baştir fahm bikira û bişopanda ku girîng in bo nivîsandina dîroka wêjeyekê. Lê dîsa jî, pêwîst e bê gotin ku sînorên vê wêjeyê jî sînorên Dewleta tirk derbas dikin. Ku ez li vir bêjim Hawar û hatina wê ya Tirkîyeyê di ser torên dîasporîk en Kurdan re ku li Ewropayê dijîn, û Ehmedî Xanî, bawer im ku wê ji min bê fahmkirin bê ez dixwazim çi bibêjim. Ev yek, bi awayekî giştî bi dînamîkên warê (espace) kurd-î re têkildar e ku der-sînorî (transfrontalier) û transnasîyonal e. Bi ya min be, ji bo ku ev rewş jî xweş û baş bê fahmkirin, divê em ji derekê dest pê bikin…

Hezkî berîya wê ez pirseke teknîk ji te bikim. Bera tu cûdahîyeke çawa dixî navbera rojname û kovarê? Yê ku wan ji hev vediqetîne çi ye? Em ji çi ra dibêjin kovar, ji çi ra nabêjin? Niha kêm zêde xeteke stûr ketîye navbera her duyan ku meriv bişê wan ji hev cihê bike. Lê dema ku derfetên çapxaneyan kêm bûn û kovar, rojname û belavok hima bêje bi heman formatan derdiketin ev cudahî çawa çêdibû? Li ser kaxizê mîna pirseke hêsan xuya dike lê carna gava ku meriv dikeve nav arşîvan serê meriv gêj dibe. Gelo te di teza xwe de zehmetîya vêya kişand?

Gava li sehê min hevpeyvînên xwe dikirin û li lîteratûrê heyî dinêrî, min didît ku hin caran rojname wek kovar dihatin binav kirin. Ev ne tiştekî belesebeb e. Li gorî min, rast e ku rojname kurdî tişibe kovara kurdî. Lê beravajî nabe. Çima? Gelek sedem hene ku em dikarin qal bikin, lê sedema yekem mesela zîndîtîya zimanê kurdî (wek zimanekî standardîzebûyî ku herkes bikaribe pê ji hev fahm bike di warê xwendin, nivîsandin û ragihandinê de) ye ku bi tenê komeke mirovan karîbûya û dikare wî bi dest bixe. Lewma ew ji ragihandine bêhtir, ango ji rojanîyê bêhtir (ku warê rojnamegerîyê ye), zimanê afirandinê ye; afirandina hebûnekê, gelekî ku bêrîya xwe dike, gelekî kerr û lal ku nikare bipeyîve, afirandine lîstikeke jîyanê ku xera bûye, afirandina serhildanên zanyarîyên serkûtkîrî, afirandina kesayetekê ku bikare bêjê « zimanê min divê hebe, da ku ez bikaribim pê ava bikim, xera bikim û ji nû ve ava bikim.. ku newlo be, subjektîvîtêya min wê her bi pirsgirêk be, ji ber ku ez ê ti carî nikaribim ne dîya xwe û ne jî zaroktîya xwe ji bîr bikim… », hetta afirandina zimanê afirandinê ye û hwd. Lewra, hem kovara kurdî û hem jî rojnama kurdî ku dişibe kovara kurdî, ji « lezgînîya » rojnamegerîya ku em dizanin, dûr in. Û ji xwe, em dizanin ku kovar xwedî dem û rîtmeke xweser e ku ji « dema dirêj » a pirtûkê jî cuda ye. Lewma, dibêjim ku di nav « êkosîstema » hov û zor a sansûra Dewlete tirk de, kovar şêweyê têkoşîna çand, huner, wêje û zimanê kurdî ye. Je ber ku, qad û yan jî warê kurdî li vê dewletê di rewşa « dê-sivîlîzasyonê » de ye, ango kapasîteya karîna bi rê ve birin û hesap kirina “dem”ê bi kurdî nîne. Ji bo ku paşeroj, niha (ragihandin, rojanî) û pêşeroj (mînak, dema dirêj a pirtûkê) hebin û li wan bê hikim kirin, divê di serî de  « demeke » bi kurdî çebîbe ku ev yek li xweza û rîtma kovargerîyê tê ; çunkî her kovar ji dînamîzmekê, sînerjîyekê, mebestêke nû, pêdevîyekê, nêrîneke nû, xîretekê, daxwazeke xwe li ber tiştekî rakirinê diwelide. Ji xwe, di dîroka kovargerîyê da, kevneşopa destpêkirina bi manîfestoyekê ve, vê rastîya kovarê pesend dike. Wek ku Georges Sorel digot: « Rojname rojnamegerîyê dikin ; kovar çandê dikin »[2].

Te behsa sînorên wêjeyê dikir…

Belê. Bi demê re, min dît ku ev wêje jî xwedî taybetmendîyên wiha bû ku li gorî min derfeta nîvîsandina dîroka wê dixistine çirraveke zor û zehmet de û belkî ji ser rûyên wan bû ku hê dîroka wêjeya kurdîya kurmancî ya li Tirkîyeyê nehatibû nivîsandin. Çi bûn ev taybetmendî ku bêguman bi sansûra li dijî Kurdan a Dewleta tirk re alaqedar bûn? Sansûr ku asîmîlasyon, înkar, zimankujî, bîrkujî, arşîvkujî û hwd., bû. Ev bûn taybetmendîyên sereke: Rewşa parçeparçebûyî, neberbelav[3] û yan jî pirr hindik berbelav, û rûdanên merheleyeke dubarekirî ya embrîyoner bi awayekî Sîsîfosî. Lewra, mesela temporalîteyê, demê dibû pirsgirêk ku helâ dîyakronîk dikire teşqelêyê de, û ji ber vê yekê dîroka vê wêjeyê; dîroka wêjeyekê bê vê hêlê nabe. Bi awayekî din, wek ku min berî niha jî gotibû, em dikarin vê rewşê wek rewşeke di “dê-sîvîlîzasîyon”ê de bûyîn jî bi nav bikin ku Hamit Bozarslan vê yekê, di çarçoveyeke din de, wek bêkapasîtebûna karîna birêvebirin û hesapkirina “dem”ê pênase dike. Ango, gava em ji “dem”ê bêbawerî bûbin û yan jî, jê hatibin bêbawerîkirin, û ji ber vê yekê, gava em nikaribin li paşerojê bifikirin, li nihayê hikim bikin û xwe li pêşerojê tesewir bikin û lewra nema karibin di wêr da bilivin bê tirs û bê bênavberî wek xweyeke takekesî, pevrayî û lewma gerdûnî[4].

Li hemberî vî halê wêjeya kurdîya kurmancî ya li Tirkîyeyê û di hewldana nivîsandina dîroka wê de, rêya min keta ser Kovarê wek çavkanîya sereke. Li gorî min ew îmkana nivîsandina dîroka vê wêjeyê bû…

Çima? Ji ber ku berî her tiştî, divê ez bêjim ku ev rûdanên merheleyeke dubarekirî ya embrîyoner a vê wêjeyê di kovaran de pêk hatibûn, heya salên 2000’an. Dîsa, di qada kurdî ya bindest û ji hêla sazûmanî ve qels da, kovara kurdî wek forma têkoşer û yan jî hewldana mayîna li ser pîya ya çand, wêje û zimanê kurdî xûya dibe di “êkosîstema” hov û zor a sansûra Dewleta tirk de. Gava em baş dêhn û bala xwe didine kovara kurdî, em dibînin ku kovara kurdî wek dibistana nivîskarê kurdî, enstîtusyona şîn û yan jî hezna fîlolojîk, hosîname û yan jî wesîyetnameya netewî, qada bûyîn û jîna wêjeyî, binyad û kevirê anîşkê yê dîroka wêjeya kurdîya kurmancî dîyar dibe[5]. Ew çavkanîya sereke ya dîroka vê wêjeyê ye ku bi awayekî peryodîk dîroka wê lê hatîye nivîsandin.

Herwiha, wek objeyeke lêkolînê, di lîtêratûrê de, kovar bi hin taybetmedîyên ve xwe gellekî girîng dibû bo hewldana nivîsandina dîroka vê wêjeyê ku min qal kir bê ma çima ewqasî zor dibû. Her kovar derek e ku dibe derdor, û lewra tor. Şahidîyek e ku gelek şahidên wê hene, ji ber ku her kovar xwe bi zanebûn li ber tiştekî radike di demekê de û yan jî di deman de. Fenomeneke civakî ye ku dewrdarîyê pêkan dike. Ev yek girîng e, ji ber ku derfeta şopandina pêwendîya nav-nifşî pêkan dike. Laboratuar an jî atolyaya fesilandina hin raman, helwest û daxwazan e, lewma laboratuara ceribandinan e ku tişt bi wan dicebirin. Kovar dîyalogekeke bi demê ra ye û lewma dîyalogekeke bi der û derdorên demê ra ye jî. Ji ber ku kovar ji dînamîzmekê, sînerjîyekê, mebesteke nû, pêdivîyekê, nêrîneke nû, xîretekê, daxwazeke xwe li ber tiştekî rakirinê diwelide, em dikarin bêjin her kovar mudaxileyek û bi awayekî ji awayan hewldana vekirina cihokeke cihê ye jî (pirranîya caran, li hemberî bawerî û qeneatên serdest. Ev yek, di xakên bindest da, dibe berxwedan û serhildana li dijî hegemonyaya zimanî, çandî û hûnerî) ku ev yek di dîroka kovargerîyê da yek ji taybetmendîyên sereke ya kovarê ye ku sedema hebûna wê qayîm dike.

Wek ku hate gotin, her kovar derek e ku jê derdorek diwelide, û lewra torek e ku di dîyakronî û senkronîyê de, ew têkildarî hin derdorên din e. Ev rewşa têkildarîyê, ne bi tenê deqî ye û yan jî tekstuel e, ew mirovî (civakî, hevaltî, sîyasî, bîrdozî, aborî û hwd.) ye jî. Ango kovarek hem derek û derdoreke tekstuel e û hem jî derek û derdoreke mirovî ye ku bi gelek der û derdorên din re jî di têkilîyê(yan) de ye. Lewra, mirov dikare bêje ku her kovar der û derdorek e ku li dora wê gelek têkilîyên tekstî, mirovî têne hunandin. Lewma, her kovar gelek girêk e di toreke xwedî gelek teybetmendî ya qadekê de. Di vê çarçoveyê de, kovar wê derfetê dide ku em wê di berdewamîya dîroka dema qadekê da bi cih bikin. Berepaşkî û berepêşkî, em dikarin çibûn û çawabûna kovarekê bişopînin di demekê de, di berdewamîya demekê de. Ango, ew derfeteke pirhêl e ku dibetîya naskirina berdewamîya (çandî, hunerî, zimanî, wêjeyî, sîyasî û hwd.) qadekê pêkan dike û di vê berdewamîyê de, derfeta selmandin û şopandina derz, qûtbûn, vebirrîn û hwd. jî çêdike. Bi vî awayî ew wekî avahîyeke, binyadeke mînor wê îmkanê dide me ku em bi çavekî din ê mîkroskopîk li dîrok û çandê binihêrin ku ev yek bêhtir ji bo qadên bindest û “pêrîfêrîk” derbasdar e. Lewra li van qadan, hêla sazûmanî, an jî em bêjin enstîtusîyonel qels e ji ber kiryarên desthilatên hêjêmonîk û despotîk.

Ji xwe wek ku me qal kir, ku qada kurdî qadeke parçeparçebûyî be û tişt tê de ne berbelav bin, ango di çirrava bêberdewamîyê de teqinî mayî be, li vir tekane rê ew e ku em wê di mala wê de, di kovarê de bişopînîn. Ku me bi vî awayî kir, em ê bibînin ku li gel bêberdewamîyê, di vê bêberdewamîyê de hin cure berdewamî hene. Herwiha, em ê bibînin ku dîrokeke xef, veşartî a vê wêjeyê heye ku ne li ser milên nav, berhem û formên wêjeyî yên “gudgude” bûye. Lewma, pirr girîng e ku berevajî cirrnexweşîya ortodoksîya akademîk a serhişk û nêrîna pozbilind a ku bi kêrî fêtîşîzekirina nîvîs û nîvîskarîyê tê, em ê bi vî awayî bikaribin hewl bidin berê xwe bidine “dîrokeke din” a lanetlêhatîyên li ser rûyê erdê, ku mecbûr in polîtîk bin, ji ber ku zimanê ya/yê mexdûr nîne, ku hebe, bi pirranî dibe zimanê dikirandina mexdûrîya xwe. Li warekî bindest, zimanê bedewîyê bi têkoşînê pêkan dibe. Ji ber vê yekê, em ê bibînin ku dîroka vê wêjeyê dîroka tevlîhevbûna hibr û xwînê ye, û ziman, wêje û sîyaset (neteweyî) dibine ziman-wêje-sîyaset. Herwiha, wê bê fahmkirin ku bê qonaxên sîyaseta Kurdan, aktor û tevgerên wan, em ê nikaribin qenc û baş ji vê dîrokê fahm bikin. 

Balkişandina te ya li ser senkronîzasyonê girîng e, dê pirseke min î wilo jî hebe hê paşê. Lê berîya wê ez dixwazim em hinekî din jî behsa qonax û aktorên kovargerîyê bikin. Tu çîroka kovargerîya kurdî ji kû didî destpêkirin û kategorîzasyoneke çawa didî ber xwe? Li gor dem û naverokê, ruhê kovargerîya kurdî çawa herikîye, xalên werçerxê kîjan in?

Dîroka kovargerîya kurdî bi Rojî Kurd (1913, Stembol) dest pê kirîye di bin banê Kürt Talebe Hêvî Cemîyeti de. Dema derketina kovarê girîng e. Di çarem kongreya Ittihat ve Terraki Cemîyetî de ku li Selanîkê pêk hatibû di sala 1911a de, her sê bavên Tirkîtîyê, Zîya Gӧkalp, Yusuf Akçura û Ismail Gaspirali, bo komîteya navendî hatine hilbijartin. Ev yek dide dest nîşankirin ku êdî Tirkîtî bûye xeta sereke ya Ittihat ve Terraki Cemîyeti. Piştî vê yekê, em dibînin ku di cih de Komala Türk Yurdu tê avakirin di heman salê de û kovarekê bi heman navî derdikeve. Ev kovar, bi awayekî eşkere xwe wek têkane kovara nasyonalîzma tirkîtîyê bi nav dike. Ev yek dike ku gelên din ên misilman ên Imparetorîyê jî bilivin. Mînak, Yusuf Akçura dibêje ku Ereban « Ahali‘ul Arabi » û Kurdan « Hivi » (Hevî) ava kirin bo pêk anîna armancên  neteweyî.  Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî) jî vê yeke tênê zimên[6]. Di demeke wiha de, derketina yekem kovara kurdî û wek formekê rûdana kovarê gellekî watedar e. Disa, em dizanin ku kovarake ermenî jî derdikeve bi navê Mehyan di 1914an de li Stembolê ku gelekî li ser nasyonalîzasyona estetîk disekine di derdora zimên û wêjeyê re[7]. Lewra, em dikarin bêjin ku gava ramana netewesazîyê derketîye pêş bi awayekî sîyasî, kovaran rû dan li Stembola osmanî û bûne mutbex ku lê xwarin û vexwarina netewesazîperestan dihate çêkirin û amade kirin. Ji bo netewesazîperestên osmanî ên wek Kurdan ku ji hêza deweletê ya sazûmanî bêpar bûn, kovar gellekî bêhtir girîng dibû. Herwiha, di vê dewra dawî ya osmanî de, Kovara Jîn (1918, Stembol) jî girîng e bo netewesazîya kurdî ku di bin banê Kürdistan Teali Cemîyeti (1918) de derdiçû. Ew der û derdoreke aktorên kurd bû ku li hemberî « têzên zanistî » yên tirkîtîyê derdiketin ku di derbarê Kurdan de dihatin nivîsîn û bi lêv kirin, û hewl didan hebûna neteweyî îspat û saz bikin bi rêya dîrok, ziman, wêje, folklorê. Ji Rojî Kurd’ê heta Jîn’ê, Tekstên wêjeyî yên kurdî di bin bandora hewaya sîyasî ya demê de dihatine nivîsin, pejirandin û weşandin ku rasterast bi kêrî netewesazîya kurdî dihatin.

Dûv re, ku em ji hêla Kurdên bakurî ve meyzênin, qonaxa Hawar’ê heye. Piştî avakirina Dewleta tirk, pirranîya aktorên kurd mecbûr man ku derbikevin ku gellek ji wan çûne Sûrîyeyê ku wê demê di bin mandaya fransî de bû (heta 1946an). Li wir Xoybûn (1927-1933) avakirin ku gaveke mezin e di dîroka netewesazîya Kurdan de. Xoybûn serhildana Agirî (de 1927 à 1930) organîze û kumande dike. Lê serhildan bi ser nakeve û tê dîtin ku gel ji hişmendîya neteweyî dûr e û mobîlîze nebûye ji bo doza neteweyî. Lewma, ji stratejî û nêzîkatîya xwe ya di derbarê netewesazîyê de guman kirin ku kokên wê diçûne heta destpêka sedasala 20an. Dîtin ku bi zorê nema dikarin vê dozê hilgirin. Ji ber ku hem gel ne li pişta wan bû û hem jî hêzên neteweyî ên tirk, faris, ereb û berjewendîyên fransî û brîtanî nema rê didane wan. Lewma asoyeke din dane ber xwe ku Hawar bû der, derdor û tora wê.

Hawar hewarek e ku hebûna felaketekê destnîşan dike û dizane ku « Hawar hebe gazî li dû ye »[8]. Bi vî awayî, em fahm dikin bê ma çima xencera Celadet gazinan jê dike[9]. Navika vê asoyê ziman e ku wek bingehê « kurdanîya bîrewer » tê destnîşankirin ku « bi Xanî re dest pê dike », ji ber ku, wî « gîyanê wî afirandibû »[10]. Ev yek girîng e ku bandora herderîyen (Herder) dîyar dike. Bi vî awayî, wek zimanê gel û çavkanî, ruh û kakilê gel, kurdî (kurmancî) û lewma folklor dibe armanca sereke ya Hawarê : bo ku gel neteweyî bibe li ser zimanê gelî sekinîn ku çavkanîya wî ye, lewma folklor ku mîrata zimên e. Ji ber vê yekê, ziman û folklor dibine armancên sereke yê kovarê ku neteweyîkirina wan tê kirin. Ji ber ku ev folklor, lewma ziman, ne neteweyî bûn, divîya bihatana neteweyîkirin bi zimanê nivîskî. Ha li vira girîngîya wêjeyê derdikeve holê: berhemên folklorîk huner in ku divîya dîsa bi hunerê (zimanê nivîskî, wêje) bihatana neteweyîkirin. Lewma, wêje dibû amûra sereke ya neteweyîkirina folklorê; ew dibû amûr û dika vê yekê. Ev yek dikare bi me bide gotin ku Hawar li ser bingehekî nasyonalîzasyoneke êstetîk ava bûye.

Dîsa Hawar, dûyem kêlîka avaker a wêjeya kurdîya kurmancî ye ku xwe li ser tradîsîyona Xanî ava dike ku li gorî wê, ew « pêxemberê ola neteweyî û nijadî yê Kurdan e »[11]. Duyem kêlîk e, ji ber ku ew bi xwe dibêje ku Xanî yê yekem, pêxember e (Lewma ez di xebata xwe de, bi awayekî dûvdirêj li ser van herdû bavên vê wêjêyê disekinim ku hebûna wê bi wan e û di dilê dîroka wê de ne), ku alfabe û gramera zimanê kurdîya kurmancî ava dike ku dibe model. Bilêvkirina « kurmancî », piştî hejmara 27a xwe dide der û gellekî xûya dibe ji bedêla « kurdî » ve[12]. Ji ber ku şert û mercên sîyasî, û zora hêzên heremî rê nedane pêwendîya Celadet, Hecîyê Cindî û Tewfîq Wehbî ku hewl didan di pêwendîyê de bin bo mesela yekîtîya zimanê kurdî û alfabeyê. Ji xwe di heman demê de Gelawêj (1939-1949) derketîye êdî ku bi kurdîya soranî ya bi alfaba erebî ye, û heya Celadet ji vê yekê heye, ku xwe bi awayekî kubar pê ne xweş dike û dikeribe[13].

Salên 60î girîng in ku em li der û dora rojname û kovarên wek Ileri Yurt (1958, Diyarbakır), Dicle-Fɪrat (1962, Istanbul), Deng (1963, Istanbul), Yeni Akɪş û hwd., re dibînin ku yekem gavên wêjeya kurdîya kurmancî têne avêtin li Tirkîyeyê ku di nav hereketa Rojhilatîtî (Doǧuculuk) de û pê re bûne. Ji ber şertên sansûrê, mesela kurdî û kurdan li Tirkîyeyê di bin « Rojhilatîtî »yê de, di derdora « pêşketin »ê (kalkinma) re, dihate nîqaşkirin. Li gorî vê hereketê ku bêhtir xwe di çapemenîyê de çêkirîye, Rojhilat bi zanebûn û bi hemdê dewletê li paş hatîye hiştin û lewma pêşneketî ye. Ev hereket dibêje ku ziman, çand û folklora Rojhilatîyan jî mijarên girîng in di mesela pêşketina Rojhilêt de. Ji ber ku ew wan wek hêlên « manevî » ên lipaşhiştina Rojhilêt pênase dike; eger Rojhilat bi pêş bikeve, ew jî divê bêne hesibandin, bê wan nabe. Ango, li dijî nêrîna serdest ya ku bêhtir li ser aborîyê disekînî di derdora pêşketinê re, wan hewl dida hêlên « manevî » yê meselê destnîşan bikin. Yekem gavên ku hatine avêtin di warê wêjeyê de, di bin bandora vê hereketê de mane ku têmayên rojhilatî yên wek feqîrî, bertîl, cendirme, cahilî, jin, paşvemayîna Rojhilêt û hwd., hatine bikaranîn. Dîsa, divê bê gotin ku ya ku hiştîye ku ev hereket bi awayekî berbiçav dest pê bike, helbestek e: Kimil’a Musa Anter (1959, Ileri Yurt).

Salên 70yî, ku hêdî hêdî qada kurdî ya polîtîk çêdîbû û sîyaseta kurdî ber bi xweserîyekê ve diçû, aktorekî bi bandor û karîzmatîk tê xûyakirin ku Dr. Şivan e (Sait Kɪrmɪzɪtoprak, 1935 Dersîm). Yê ku yekem car pirsgirêka kurdî ya li Tirkîyeyê pênase dike di derdaro antîkolonîyalîzm û dêkilonîyalîzmê re, ew e. Dr. Şivan, li ser bingihê asîmîlasyon û înkarê, pirsgirêka kurdî wek « nakokîya neteweyî ya hundirîn li welatên kêm-pêşketî » bi nav dikir. Li gorî wî, di nav formên zilm, serdestî û mêtingehkarîyê de, forma herî hov û barbar asîmîlasyon e[14]. Lewma, mesela zimên û çanda kurdî dibû navika pirsgirêka kurdî ku wî ziman wek hebûna netewî û bingihê xwe li hemberî asîmîlasyonê (ya ku ew pênase dike) rakirin, didît di çarçoveyeke marksîst-stalînîst de[15]. Kirpandina girîngîya zimanê kurdî bi vî awayî hin tiştên di navbera Kurd û Tirkên çepgir de jî ji kel dida hejandin. Ji ber ku wek ku Ismail Besikçi digot, peyîvîna bi kurdî û karûbarên kurdayetîyê di nav kismekî mezin ê çepgirîya tirk de bi şovenîzmê dihatine tawanbarkirin.  Lewma, şoreşgerên kurd newerîbûn bi kurdî û kurdayetîyê re têkîldar bibin bo ku peşk li enternasyonalîstîbûna wan nekeve. Beşikçi dibêje ku di navbera salên 60 û 70yî de, ev damar gellekî xurt bû li cem Kurdên Tirkîyeyê[16]. ,

Der û dorên ku di bin bandora Dr. Şivan de mabûn, gellekî girîngî didane xabatên zimanî, çandî û hunerî yên bi kurdî.  DDKD/KIP (Devrimci Demokratik Kültür Dernekleri / Kurdistan Isçi Partisi) rêxistina herî berbiçav e ku daye ser rêya wî ku Tîrêj derxistîye (1979, Izmir), yekem kovara ku xwerû bi kurdî derketîye ew e (kurmancî û kirmanckî/zazakî) li Tirkîyeyê. Cara yekem e ku kovarek bi vî awayî derdikeve ku gellekî li ser zimên disekine. Ew doza zimên û neteweyî wek heman dozê bi nav dike li hemberî « kolonîzatoran ». Têkoşîna bidesxistina zimanê xwe û krîza vê yekê tê xûyakirin di vê kovarê de ku ev yek dihêle ku em li ser van pirsan biponijin: li welatên bindest ziman çi ye? Bindest çawa dikarin bipêyîvin? Dîsa, berhemên wêjeyî yê kovarê ku cihekî mezin digirin, yekser li ser xeta rêalîzma sosyalîst in; ango forma neteweyî, naveroka sosyalîst.

Salên 90î, bi sistbûna qedexeyên li ser zimanê kurdî û xûyabûna PKK re (di awarê çandî, hûnerî û sazûmanî de), heyameke nû dest pê dike : Navenda Çanda Mezopotamya ava dibe ku li gel gellek kar û barên çandî, hûnerî û zimanî, kovara Rewşen’ê jî derdixe di sala 1992ya de ku li ser xeta PKK ye. Helwesta wê alîkarîkirina avakirin û çêkirina « Mirovê nû » yê kurd e bi awayekî çandî, hûnerî û wêjeyî. Li gorî PKK, ev « Mirovê nû » yê kurd, ancex dikare di şer de û bi şer re, bi zorê werê afirandin ku ev têgihiştin pirr dişibe xêta îdeolojîk a Frantz Fanon ku Rewşen qala wî dike di derbarê « dîrok û zor »ê de[17]. Ji ber ku eger kurd kolonîze bûbûn, ev tê wê wateyê ku ew bi xwe jî hemtawanên kolonîzêbûyîna xwe ne. Lewra, bo afirandina « Mirovê nû » yê kurd, divê zor hem berê xwe bide ser Kurdê kolonîzêbûyî û hem jî kolonîzatoran. Tam di vê çarçovê de, helbest, çîrok û pîyesên şanoyê yên Rewşen’ê dikevine pey afirandina vî « Mirovê nû » yê kurd. Ew dibine dika şer ku lê « sosyolojîya Kurdan » diguhere (bi pirranî li gundan).

Di 1996an de, Jiyana Rewşen derdikeve wek xwîşka Rewşen’ê ku dikevê cihê wê. Li gorî min, derketina vê kovarê destpêkeka nû a hereketeke zimanî-wêjeyî ye ku nifşek tê de digihe, « nifşê Rewşenê », ku li pey çêkirina « demeke kurdî » ye ku berdewamîyekê zeft dike. Îro li Tirkîyeyê, qada wêjeya kurdîya kurmancî hê jî bi pirranî li ser pişta vî nifşî ye ku hê nifşekî dî ew li pey xwe nehiştîye. Jiyana Rewşen behsa « wêjeyeke nû » dike ku divê li ser dû stûnan rûne: wêjeya kurdî (ku divê bê naskirin û keşfkirin) û wêjeya cîhanê (ku divê bê wergerandin). Dîsa, ji bo vê yekê, Pêşbazî û Şevbuhêrkên wêjeyî pêk tên. Kovar, qala « nivîskarîya profesîyonel » dike û xwe bi patronajê nexweş dike. Ev yek girîng e, ji ber ku ev cara yekem e ku di dîroka wêjeya kurdîya kurmancî de, kovareke kurdî, Kurdan, hewl dide ji rîtma sîyasetê derbikeve (ne ya neteweyî). Ji lewma ye ku kovar nabe der û derdora wêjeyeke yekreng. Berevajî, em dibînin ku hin langajên wêjeyî xwe didine der di derdora hin têmayan re: ziman (Kawa Nemir), kavil-cin (Osman Mehmed), êş (Rênas Jîyan), cihûwar (Dilawer Zeraq) û hwd. Herwiha, li gorî vî nifşî « rizgarkirina hiş ji mêtingerîyê » bi ziman dibe. Jiyana Rewşen, di gellek hejmarên xwe de li ser vê babetê disekine.

Wek ku min got ev nifş berdewamîyekê zeft dike ku ev yek girîng e. Rewşen-Name (2003) dikeve cihê Jiyana Rewşen’ê. Kovarên ku li Kurdistanê derdiketin jî xwe li ser rêya vî nifşî rêwing dihesibandin. Mesele, Kovara Kulîlka Ciwan (2003, Amed), Rewşen û Jiyana Rewşen wek « qiblegeh » û « zanîngeha » xwe bi nav dikir ku dûv re tevlî Kovara W (2004, Amed) bû, ku wê jî dida ser rêya « Rewşenan ». Ji xwe gelek ji avakerên wê ji « Rewşenan » bûn . Heta van herdu  kovaran, kovarên kurdî li Kurdistanê dernediketin, nikarîbûn derbikevin ji ber şert û mercên sîyaseta despotîk a Dewleta tirk[18]. Lewma ev yek jî girîng e ku destpêkeke din destnîşan dike.

Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kevan (2002) û Pelîn (1999) girîng in di mesela patronajê de; lewma, di mesela gera li otonomîyê de. Dîsa em dibînin ku nîvîskarên kurdî yên li Swêdê, xwe di ser kovarên demê re (bi taybetî Pelîn û Gulîstan, 2002) re digihênine qada wêjeya kurdîya kurmancî ya li Tirkîyeyê; lê tabî, berê jî çend pirtûkên wan çap bûbûn û car caran di kovarên din de jî xûya dibûn (bêhtir piştî 98an). Ev jî girîng e ku destnîşan dike ku êdî nîfşên vê wêjeyê yên li qadên cuda ketine têkilîyeke xurttir de. Nûbihar (1992) girîng e ku xwedî hin taybetmendîyên cuda ye li gorî kovarên din ku ji hêla sosyolojîya wêjeyê ve balkêş dibe. Herwiha, Zend (1996) jî kovareke girîng e ku ez dikarim bêjim ku yekem kovara kurdî li Tirkîyeyê ku xwe di warêkî bi tenê de bicihkirîye û bi pirranî li ser vî warî mayîye : warê lêkolîn û xwendinên zimanî.

Di konteksta salên 2000an de, em dibînin ku guherînên sîyasî yên kurd û tirk bandorê li ser qada derfetên wêjeya kurdîya kurmancî jî dikin. Edî nivîskarên li kovaran dibine nivîskarên pirtûkan. Weşanxane ava dibin. Miratên û nivîskarên wêjeya kurdîya kurmancî yên li qadên cûda hêdî hêdî dikevine pêvajoya pêwendîyekê de. Ji ber ku sîyaseta kurdî şaredarîyên gellek bajar û bajorêkên Kurdan bi dest dixe, gellek çalakîyên çandî û hûnerî ên wek festîval û rojên wêjeyî pêk tên ku ev yek bandoreke pirr erênî li dînamîkên qada wêjeya kurdîya kurmancî dike û alîkarîya bicihbûna wê ya li Kurdistanê dike ku Amed dibe yek ji navêndên girîngtirîn yên çand û hunera kurdî. Di vê kontekstê de, em dikarin qala « ronesansa kurdî » bikin ku li gorî min, wêjeya kurdîya kurmancî ji merheleyeke dubarekirî ya embrîyoner derbasî merheleyeke (ve)keşfkirinê dibe ku lê pêvajokeye xwenasîn, li xwe fikirîn, xwe bi nav kirin, xwe bi cih kirin, xwe bîrewer kirin, xwe têr kirinê û hwd., dest pê dike ku heta wek îro jî berdewam e. Ji lewma, wê bêhtir mesela otonomîyê bi lêv kir, bêhtir xwest xwe li asoyên nû biqelibêne.

Di heyameke wiha de ku bi nûyan ducanî bû, fîgurekî girîng xuya dibe: Rênas Jîyan. Li gorî min ku ez di xebata xwe de dûvdirêj li ser disekinim, di mesela otonomîxwazîyê de, ew navê herî girîng e di vê heyamê de ku gava herî mezin avêtîyê. Yê ku hem di kiryarên xwe de û hem jî di nivîsên xwe de ev yek bêhtir ji xwe re kirîye derd û serê xwe pê re êşandîye ew e[19]. Lewma, Çirûsk’a wî vîrajeke gellekî girîng e di dîroka wêjeya kurdîya kurmancî ya li Tirkîyeyê de. Ji ber ku dîrektorê wê li ser mesela otonomîyê hesas e, em dibînin ku bêhna azadîyekê ji nav rûpelên kovarê difûre. Argo, erotîzm, homoseksûelî, zayendîtî û gellek tiştên bi vî awayî di Çirûsk’ê de berbiçav dibin ku em di dîroka kovarên kurdî de nabînin. Dîsa, cara yekem kovareke kurdî dibe hevîrtirşê nanê xeteke hûnerî û ramanî: çirûskîzm. Heta Çirûsk’ê, kovargerîya kurdî wek blokeke ku bi awayekî giştî – bê herk, hereket û êkol – ji bo parastin û bipêşvebirina çand, hûner û zimanê kurdî ye, tê xûyakirin.

Piştî vê kovarê, ku li gorî min ya ku hişt ku ev kovar jî bi dawî bibe, derketina kovarên nû ye ku berê xwe fereh nakin wek kovarên berîya xwe û xwe di hin waran de bi cih dikin: rexne, psîkolojî, helbest, çîrok, muzîk, folklor. Ev jî, nîşaneya heyameke nû ye.

Hege em serencama kovargerîya kurdî bidin ber çîroka kovargerîya gelên din ên bindest rismeke çawa derdikeve hole, ka em berê xwe bidine vê yekê jî…  Ji ber ku hemû qadên bindest ji hêla sazûmanî ve qels in, bê ziman in (zimanekî standardîze ku bikaribe « em »ê çêbike), nikarin bipêyîvin, di halê “dê-sîvîlîzasîyon”ê de ne û nîşangeha çand, hûner û  zimanên hêjêmonîk in, û lewma bi awayekî xwezayî di çandeke berxwedanê de, kovar dibe formeke xwe-derbirînê, afirînerîyê, hebûnê û têkoşînê. Me got kovar ji rojnamegerî û pirtûkê cûda ye. Wekî din, derxistina wê û belavkirina wê hesanî ye ku torekê dide çêkirin, ango hêzeke kollektîf.  Her çiqasî gelek tekakes tê de bigihin jî, kovar ne karekî takekesî ye, û bindest (ya/yê serhildêr û berxwedêr) heta derekê nikarin ne « pevrayî » bin. Ji ber ku ji xwe « qels » û « ne-strandî » ne, ku « bi tenê » dimênin, dikarin zûtir « tûne » bibin û « bikevin ». Lewma, bi « sermîyana peywendîdar » (capital relationnel) xwedî dibin ku ji peywendîyên wek hevaltî, hevalbendî, nêzîkayîyên ramanî, aborî, sîyasî, bîrdozî û hwd., pêk tê. Ev yek xetereyekê jî bi xwe re têne: çêbûne gelek “komik”an ku berberî û pevçûnên di hundirê “em”ê de har û dîn dike.

 

Dewleta Osmanî jî tê da gava ku em li dîroka kovargerîya cîhanê dinêrin, dibînin ku kovarên ewil, yên zanistî ne. Bereks, kovargerîya kurdî ji tunebûna sazûmanîyê zîl da û xwe li ser kêmasîyeke bêserûber ava kir. Ev kêmasîyên kolektîf çiqas zêde bin, polîtîzasyona çand û hunerê jî ewqas zêde dibe. Di konteksta Kurdayetî da jî ev tunebûn teqabulî dewleteke serbixwe dike bêguman. Hege em mînaka Hawarê jî bidin ber xwe, gelo em dikarin bibêjin ku aktorên sereke di sîyasetê da têkçûn û ketin pey stargehekê loma kovaran derxistin?

Belê, gava dewlet û yan jî xweserî nebin, qadek ji hêla sazûmanî ve qels dibe û yan jî tê qelskirin. Kovarên kurdan û kurdî bi destên der û derdorên sîyaseta kurdan ve hatine derxistin heta salên 2000an. Lewma, na, Rojî Kurd û Jîn bi destê rêxistînên polîtîk derdiketin û bi hev re doza kurdî hildigirtin. Rast e, Hawar ji binkeftina sîyasî-leşkerî derket ku sîyaseta kurdî nekarî bi zorê û bi dîplomasîyê Dewleteke kurd ava bike û yan jî otonomîyekê bi dest bixe. Lê divê neyê jibîrkirin ku Hawar sîyaseteke din a sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd bû ku berê xwe didane pêşerojê û dikirine hewar. Salên 60î rojname û kovaren kurdî bi sîyaseta kurdî re bûn, hetta, sîyaseta kurdî di wan bi goşt û xwîn dibû. Salên 70î, kovar nîşaneya hebûna tevgereke sîyasî bû li cem Kurdan, ango, rêxistin û kovar bi hev re. Salên 90î, derxistina kovarekê wek vekirina enîyeke di şerê rizgarkirina neteweyî de dihate fahmkirin. Kovara kurdî bêhtir der, derdor û tora xwe-berizandina desthilatdarî û serdestîyê ye, lewma ne mêşinî ye. Lê dîsa jî, ez nabêjim ne “stargehek” e.

Gava ku em bala xwe didina analîzên te, bandora Pierre Bourdieu yekser xwe dide der. Hêmayên wî di nivîsên te da beloq in. Bi nezera wî, di dema qrîzên sosyal de -wekî şer, xelayî, qeyrana aborî- cudahîyên cihêreng senkronîze dibin û tiştên ku di demên asayî da nayên cem hev, girêdayî hevdu dibin. Ev jî rê li ber çînên bindest vedike ku têkoşîn û berxwedana xwe baştir organîze bikin. Tu dibêjî kovargerîya kurdî jî di demên wiha de roleke pêxemberane dilîze ji bo Kurdan. Gelo ev pêxember şahidîya çi dike û şahidên wî kî ne?

Erê, heger sansûra (ku asîmîlasyon, înkar, zimankujî, bîrakujî, arşîvkujî û hwd., ye) Dewlete tirk li ser Kurdan be, biqasî 100 salekê, wî çaxî divê bê gotin ku dema Kurdan û yan jî dema kurdî, dema krîzan e. Ji bo Bourdieu, helwesta “pêxemberane” helwesta qûtbûna bi pergala heyî re ye. “Pêxember, merivê rewşên qeyranan e ku di wan de pergala heyî xera dibe û pêşeroj bi her awayî betalbûyî ye”. Li gorî wî, berevajî helwesta “patrik” û “keşê” (ku em dikarin wek “şêx”  û “mele”  jî bifikirin), ji ber ku ew berbiemir in, “pêxember” ew kes e ku bi hin awayên avaker ên dijîtîyê, berberîyê dike bi pergala heyî re û li dijî ortodoksîyê ye. Peyama wî ji aqilmendîyê bêhtir bi coşdarîyê avabûyî ye. Lewma ew yekî “kafir”e[20]. Di vê çarçovê de, min gotibû ku kovara kurdî, ji ber ku her di dema bi krîz de dibû, bi taybetmendîyên xwe yên xususî xwedî şîyana lîstina roleke “pêxemberane” bû.

Ev helwesta pêxemberane, di felaketê de, dike hewar, bangî “xîrêt”ê dike û dibêje: em hebûn, em hê hene û divê em hebin bi ruhê xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi hunera xwe wek hemû gelên cîhanê.

Di serê pêşî de, kes ji pêxemberan bawer nake. Gellekî hindik kesan ji rola “pêxemberane” ya kovargerîya kurdî bawer kirîye, ji ber ku her di “serê pêşî” de maye ku merheleyeke embrîyoner dûbare kirîye. Ji xwe, di warên bindest de, şahidî nîne û yan jî pirr kêm e, ji ber ku ”bîr”, “dem” nîne, ziman nîne (ku bi têkoşînê tê bi dest xistin).  Lewma, gellek caran “pêxemberên” kurdan bi xwe jî dev ji “ola” xwe berdane, ji ber ku nema îdare kirine di tenêtîyê de.

Em dizanin ku kovar bi tena serê xwe nûnertîya çend rûpelên li ser hev tovkirî nakin. Ji tor û tevneke mezin jî îstîfade dikin. Gelek kes nivîsa xwe ya ewil di van kovaran de didin çapkirin, carna tevî îdolên xwe di heman kovarê de dinivîsin. Piştî demekê jî bivênevê li derdora van kovaran habitusek ava dibe û meriv dişê tê da çavdêrîya qabîlîyeta der û derîyekî, nifş û milletekî bike. Lê belê di vê tradîsyonê da li gor te “di wêjeya kurdî de kur, bavê xwe înkar nakin, hewl didin xwe bigîhinin wan an ji wan bînin asta xwe, loma kompleksa Oedipusê tune li cem wan.” Hege em hemû çîroka kovargerî û wêjeya kurdîya li derdora wê avabûyî jî bidin ber çavan, gelo reddîye tunebe em çawa dikarin ji ekol û nifşan behs bikin?

Belê, di xebata min da, sê sînorên dîyarker û cudaker ên wêjeya kurdîya kurmancî derdikevine holê di derdora kovaran re: ziman, hewldana avakirina kanoneke wêjêyî û têkoşerî. Rast e ku “kur” “bavên” xwe û yan jî “keç” “dêyên” xwe “nekujin”, nivîskar, helbestvan û yan jî êkol, nifş, herk û hereket çênabin. Lê berî her tiştî, divê “bav” û “kur” di “malekê” de bin û yan jî nêzîkê hev bin, bo ku “kur” bikaribe wî “bikuje”. Îcar, di dîroka wêjeya kurdîya kurmancî de, “bav” ne li “mal” e, “wenda” ye û yan jî “ne-kefşbûyî” ye ji ber şert û mercên sansûrê, lewma kompleksa Oedipus pêk nêhatîye. Di vê çarçovê de, min digot “kur” « bavê » xwe « înkar » nakin, « nakujin » û têkîlîya odîpîyen nîne; « kur » dixwazin bigihine « bavê » xwe, yan jî « bavê » xwe bigihênine xwe. Li vir mesela hewldana avakirina kanoneke wêjeyî û ev taybetmendîyên wêjeya kurdîya kurmancî girîng dibin: rewşa parçeparçebûyî, neberbelav û yan jî pirr hindik berbelav, û rûdanên merheleyeke dûbarekirî ya embrîyoner.

Ka em vêga taybetmendîya têkoşer a kovargerîya kurdî daynin alîyekî, ez dixwazim em hinekî jî behsa nasnameya wê ya şîngirtinê bikin. Yek ji danerên edebîyata dijkolonyal a Afrîkî, Chinua Achebe, di kitêba xwe ya bi navê Arrow of God (Tîrê Xwedê) da dibêje “gava ku êş li derîyê te dixe û tu dibêjî cih tune, ew dîsa jî dibêje meraqan neke, min kursîya xwe bi xwe re anîye”. Em derîyê digirin lê ji paceyê dikeve hundir ev êşa me ya mezin a neteweyî. Gelo şaş e hege ez bêjim kovargerîya kurdî çiqas baregeh be ewqas jî şîngeh e? 

Em dikarin bêjin ku kovara kurdî “şîngeh”e. Çima? Eger em li vir rêya xwe bi wêjeya ermenî bixin di derdora xebatên Marc Nichanian re, em ê bibînin ku gotina şînê gotina bîrê ye û lewma hêza şînê ew tişt e ku ji koletîyê, bindestîyê tê çirpandin û yan jî jê tê nizilandin. Çima ji koletîyê hêza şînê tê çirpandin û yan jî jê tê nizilandin û ne tiştekî din?  Ji ber ku ew hêza sembolîk a karîna gotina tiştekî û yan jî tiştinan e di derbarê windakirinê (perte), jidestçûyînê de[21]: hêza gotinê ku dikare bêje bê çi hatîye windakirin, çi ji dest çûye, ango dikare heya yê kole ji koletîya wî çêbike û beje: “ev û ev xesara te heye û ev û ev ji destê te çûye”. Şîn, nuxsanîyê, kemasîyê destnîşan dike. Lewma, hêza şînê, gotina û yan jî destnîşankirina nuxsanî û kemasîyan e û disa ji ber vê yekê ye ku tişta ku ji koletîyê, bindestîyê tê çirpandin û yan jî jê tê nizilandin ew e ku bîra yê bindest çêdike, wî bîrewer dike, dihêle. 

Gava “asîmîlasyon” û sansûr hebin û “ziman” (lewma hemû cîhan û gerdûna ku pê hatîye avakirin) – ku mezintirîn mesela kovargerîya kurdî ye – ji dest çûbe û yan jî di ji dest çûyînê de be, her gotina ku vê nuxsanîyê, kemasîyê destnîşan dike, dibe şîn. Lewma, kovara kurdî şîngeh e û yan jî forma şîngirtînê ye. Ji ber ku hebûna wê bi xwe gotina nuxsanîyê û kêmasîyê ye. Her gotina kurdî ya kovaran nîşaneya gotina şînê ye ku şahidîya nuxsanîyê û kêmasîyê dike, welew bi hemdê xwe û yan jî bê hemdê xwe. Bi vî awayî, hêza şînê û yan jî gotina şînê her gotina axiverê zimanê zikmakî-dayikê jî wek şahidên şîna ku nuxsanîyê, kemasîyê destnîşan dike, dibîne. Yan jî wek “tirbekê”, “kavilekî” ku wateyên dîrokî ên arkêolojîk, antîk û mîtolojîk hildigirin, ku pêwîst e ku veguherine ji nû ve avabûnekê ku neteweyîbûn e.

Û gava hêza şînê ji dest biçe, “felaket” destpêkirîyê an jî dest pê dike. Asli Erdoǧan, di derdora Primo Levi re, digot ku li dijî bindestan, gava zilm digehe lûtkeya xwe, mirovê bindest yan dibe melek û yan jî  dibe şeytan[22]. Lê ez dibêjim, bêhtir dibe « melek » ku « şeytan » ji melekan bêhtir diêşê û şînê digire, dihezine.

Darling, Lehenga sereke ya kitêba We need new names (Me navên nû divê) ya NoViolet Bulawayoyê, tevî hevalên xwe diçe dizîya zengînan û li wir rastî jinikekê tê “ku li ser laşê wê ti birîn tune ku destnîşan bike ka jinik sax e yan na”. Li ser laş û bedena kovargerîya kurdî jî birînên çawa hene ku meriv bêje ew hêj sax e?

Ku em ji hêla dîroka wêjeya kurdîya kurmancî ve lê dimeyîzênin, hingî serdestan lêdane, her kulîyaye û carna bi salan nêkarîye ji “mal” derkeve. Hingî xwe daye ber “wêje û zimanên mezin”, “qût” maye. Hingî xwe “biçûk” dîtîye newêrîyaye destên xwe bi asîmanan ve bike; “kop” maye. Hingî polîteze bûye, çavên xwe “temirandine” ji patronajê re. Hingî “felaket” dîtine “fedîkar” bûye li jîyanê. Hingî di bin sîya bin-destîyê da maye, bê “roj” maye. Hingî, sere pêşî ji kel qîrîyaye, dûv re ne bi gellekî “kuxîyaye” û “dengketî” bûye. Hingî feqîrî dîtîye, nanê ziwa jî bi dest neketîye, “birçî” maye. Hingî bi « sermîyana peywendîdar » xwedî bûya, di nav lepên “komik”an de hatîye eciqandin. Hingî ji welêt dûr maye “psîkolojî-xerab” bûye. Hingî bi xwe re peyîvîye, “dîn” bûye; bi çol û çîyan ketîye. Hingî xwe ji sersarîya Kurdan ya di derheqê zimên de qeherandîye, “kezebreşî” bûye. Hingî li gramer û peyvan, li ferhengan û li devok û zeravayan fikirîye, “lalikî” bûye. Lê ji ber ku têkoşîyaye û serîhildaye wiha bûye, yan na tiştek nedibû. Tam jî ji ber van û gellek “birînên” din, hê jî sax e, ewqasî ku dikare “mirîyan” sax bike.

Serdar  AY  kî ye?

Ji herema torê, ji navbera Mêrdîn û Şirnexê ye. Beşa dîrokê ya Zankoya Stembolê kuta kirîye. Mastera xwe li EHESS-Parisê qedandîye. Teza wî ya doktorayê li ser dîroka wêjeya kurdîya kurmancî ya li Tirkîyeyê bûye di derdora kovaran ra ku di çileyê 2021an de parastîye li INALCO-Parîsê. Di navbera 2016 û 2018an de, li Pirtûkxaneya BULAC-Parisê berpirsyarê beşa kurdî bûye. Yek ji edîtorên kovara Wêje û Rexneyê ye.

[1] La littérature kurde kurmandji en Turquie entre émergence et (re)découverte : Écrire, par le biais des revues, l’histoire d'une littérature de combat.
[2] Leymarie, Michel, « Introduction », Michel Leymarie et Jean-Yves Mollier (dir.), La Belle Epoque des Revues 18840-1914, Paris, Edition De L‘IMEC, 2002, r. 11.
[3] Lê li vir dive bê dîyar kirin ku ev halê perçeperbûyî, bêberdewamî yê warê kurd-î ku tişt lê ne berbelav in û yan jî bi awayekî pir hindik berbelav in, bi tenê wek « tespîtekê » hatîye bilêv kirin ji hêla van kesên li jêrê ve. Ango, bi awayekî civakî-dîrokî, wan geşedana fenomenên vî halî destnîşan nekirine, neşopandine di qadeke kurd(î) da û bi vî awayî li ser nexebitîne. Vali, Abbas, « The Kurds and Their “Others“: Fragmented Identity and Fragmented Politics », Comparative Studies of South Asia, Africa and the Middle East, n°18 (2), 1 August 1998, rr. 82–95 ; Ahmedzade, Hasim, Ulus ve Roman, Fars ve Kürt Anlatisal Söylemi Üzerine Bir Çalisma, Istanbul, Perî Yayinlari, 2004 ; Alan, Remezan, « Careke Din “Edebîyata Netewî“ », Bendname, li ser rûhê edebîyatekê, Istanbul, Avesta, 2009, rr. 115-123 ; Amida, Irfan, Qonaxeke Modernîzma kurdî helbesta Tîrêjê, Amed (Dîyarbakir), Lîs, 2016.
[4]Bozarslan, Hamit, Crise, violence, dé-civilisation, Paris, CNRS éditions, 2019.
[5] Li gel vê girîngîya mezin a kovara kurdî, tê ditîn ku ew wek objeyeke xebatê, lêkolînê hê bi cih nebûye û nehatîye çandin di xaka lêkolînên kurd(î) de. Lê divê bê gotin ku her çi qasî bi awayekî gellekî kurt û biçûk jî be, çend kesan bal kişandîya ser hin hêlên kovargerîya kurdî : Gorgas, Tejel Jordi, Le mouvement national kurde de  Turquie en exile continuités et discontinuités du nationalisme kurde sous le mandat français en Syrie et au Liban (1925-1946), Paris, Teza doktorayê, EHESS-Paris, 2004, rr. 262-265 ; Scalbert-Yücel, Clémence, Engagement, langue et littérature, Le Champs littéraire kurde en Turquie (1980-2000), Paris, Editions Petra, 2014, rr. 282-285 ; Seydo, Ibrahim Aydogan, « Littérature par la presse », Yod [En ligne], 17 | 2012, mis en ligne le 27 octobre 2012, consulté le 09 juin 2015. URL : http://yod.revues.org/1578 ; DOI : 10.4000/yod.1578; Kurdo, Qanatê, Tarîxa Edebîyata Kurdî, Oz-ge, Ankara, 1992, r. 23.
[6] Koma Xebatên Kurdoljîyê, Di Sedsalîya Wê de Rojî Kurd 1913, Istanbul, Weşanxaneya Instîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013, r. 41-42.
[7] Nichanian, Marc, Entre l'art et le témoignage. Littératures arméniennes au XXe siècle, vol. II. La Philologie du Deuil, Geneve, Metis Presses, 2007.
[8] Kedrîcan, « Hawar hebe, Gazî li dû ye », Hawar, Şam, Çapxana terekî, n°1, 1932, r. 5 (Dîyarbakır, Belkî, 2012, r. 14-15).
[9]Bedir-Xan, Celadet, « Gazinda Xencera Min », Hawar, Şam, Çapxana Terekî, n°12, 1932, (Stockholm, Weşanên Nûdem, 1998, c. 1, r. 519-520).
[10] Nivîsanoqa Hawarê, « Heyîneqe Yeqsalî », Hawar, Şam, Çapxana Terekî, n°20, 1933, rr. 1-3 (Dîyarbakır, Belkî, 2012, rr 314-316).
[11] Herekol Azîzan, « Klasîkên Me, An şahir û edîbên me ên kevin », Hawar, Şam, Çapxana Sebatê, n°33, 1941, rr. 6-14 (Dîyarbakır, Belkî, 2012, rr. 558-565).
[12] Xwedîyê Hawarê, « Sê Tarîxên Hawarê », Hawar, Şam,  Çapxana Sebatê, n°27, 1941, (Dîyarbakır, Belkî, 2012, r. 449-50).
[13] « Neşreyên Kurdî, Gelawêj », Hawar, Şam, Çapxana Sebatê, n°27, 1941 (Dîyarbakır, Belkî, 2012, r. 453-454).
[14] Büyükkaya, Şerwan, İlk Anlatım, Stockholm, Tryckt hos Författares Bokmaskin, 2004 ; Arɪk, Ali Selahatin, Dr. Şivan (Dr. Sait Kɪrmɪzɪtoprak), Istanbul, Ismail Besikçi Vakfɪ Yayınları, 2015,
[15] Yekem kesê ku bi dengekî bilind alfabe û gramera Hawarê pêşnîyar dikir ji bo hemû Kurdan ew bû li Tirkîyeyê
[16] Beşikçi, Ismail, Çend Gotin li ser Ronakbirên Kurd, Stockholm, Weşanên Rewşen, 1992 [1991], rr. 14-19,  27.
[17] Rewşen, « Dîrok û Zor », Rewşen, Istanbul, NÇM, n°13, 1992, r. 17.
[18] Divê bê gotin ku berîya van kovaran du fanzînên kurdî jî derketibûn ku yek ji wan heya 2004aN maye : Kulîlk (2002, du hejmar) ku dûv re veguherî Kulîlka Ciwan û Çirûsk (ya pêşî) ku 4 hejmarên wê derketin li Elezîz’ê di navbera 2002 û 2004a de.
[19] Bi giştî di dîroka wêjeya kurdîya kurmancî de, du kesê pêşeng hene ku bêhtir  serê xwe bi mesela otonomîya nivîskêr re êşandine: Mehmed Uzun li Stockholmê û Rênas Jîyan li Amedê. Lê tabî, ev nayê wê wateye ku ew bi her awayî û di hemû kiryarên xwe de otonomîperest bûne. Mesela wergêrên tirkî yên pirtûkên Mehmed Uzun girîng dibe li vir.
[20]Bourdieu, P., « Genèse et structure des champs religieux », Revue française de sociologie, 1971, vol. 12, n°2, rr. 295-334.
[21] Nichanian, Marc, hb., r. 165
[22] Erdoǧan, Aslɪ, Artɪk Sessizlik Bile Senin Deǧil, Istanbul, Karakarga, 2017, r. 92.