Yildiz Çakar: “Ez tu carî naxwazim berhemên min bi nasnameya jinî were pênasekirin.”
Röportaj / Kürd Araştırmaları

213-yildizcakar-1 Yıldız Çakar nivîskareke kurd çalak û zîrek e, di gelek cûreyên edebiyatê de berhem dane. Ev çend sale li Almanyayê dijî piranî li ser tekstê şanoyê dinivîse. Berhemên wê li gel gelek zimanan wek Îngîlîzî, Almanî, Erebî, Tirkî  hatiye wergerindan.  Wek nivîskareke kurd li kamuya edebiyata dinê pê de pê de tê naskirin. Li ewrupa deng daye. Em bi Yildiz Çakar re ser xebetên wê yên nû, rewşa edebiyata dinyayê peyîvin. 

 

Kovara Lêkolînên Kurdî:  Ev demeke hûn li Elmanya dijîn. Bi awayekî dûrî rojeva edebiyata kurdî yî. Qet nebe rû bi rû nav de nînî. Gelo li wir edebiyata kurdî çawa dixuye?

Yildiz Çakar: Ev nêzî sê sal e li Elmayayê me. Esil ji rojeva wêjeya Kurdî ne dûr im. Di serdemeke ya dijîtal de êdî mirov ne mumkun e ji rojeva heyî dûr be. Mesela rû bi rû jî rastî ji bilî bêrîkirina diya xwe, heval û hogiran, qerejdax û goristana ku miriyê me lê ye pê ve tu tiştek ji min kêm nekir, heta lê zêde kir. Ji ber ku tiştên ku mere her carî di ber re diçe û tê carinan nabînî, an dibîne ferq nake, niha dûrahî bîranînan dike dewrê. Ev mekanîzma pirtir tişta nîşanî mera dide. Loma jî rewşa ku em tê de ne li gor perspektîva dûriyê karim wiha bibêjim; di xeleka welat de îsal her ku rewşa awarte ya coronayê hebû jî di warê berheman da geşbûnek çêbû. Lê nizanim bo xwendinê jî ev geşbûn çêbû an na? Ev serdem diviya bû sed-dusêd sal berê pêk bihata. Ji ber ku niha rewşa em tê de ne dişibe serdemên borî yên gelek welatan. Loma jî gav bi gav em jî serdemên xwe çêdikin, dijîn û tê re derbas dibin her çiqas gelek bi derengî be jî.

Lê mijar eger qada navnetewî be vê gavê mixabin xûya nake.  Ji ber ku hîn li welatê xwe baş naye nas kirin, naye dîtin. Pergaleke me ya ku bo edebiyata me li vir bide xûyakirin tune ye.  Her çiqas carinan yek-du navên nivîskar an hunermendan hebe jî, hîn toreke ku wêjeya Kurdî bide nîşandan tune ye. Wergerên me tune ne. Saziyên me yên ku bi saziyên navnetewî re kar bikin tune ye. Ger hebe jî heta niha min qet nebihîstiye. Bo xûyakirin, bo çêkirina bandorekî biqasî berheman wergêr divê hebe. Ev jî ne bi kesan, an bi hewldanên nivîskaran, bi saziyan divê were kirin. Bo van saziyana hewcedarî ji aboriyê re heye, ji tekiliyan re heye, ji diplomasiya çand û hunerê re heye.

Dema em bala xwe didin saziyên elmanan em dibînin him devlet ji aboriya giştî him jî her sal her eyalet butçeyek bo çand û hunerê vediqetîne. Û ev butçe hemû saziyên xwedîpilan û proje ne têne belavkirin. Çerxa wan ya aborî ewqas bi tekûz hatiye ava kirin, ji her cûre kar û barên wêje, huner, werger, bername, festival, pêşbirk, xelat û hwd re tê belavkirin. Ev çerxa çand û hunerê ne tenê ji bo karên navxweyî herwiha ji bo derveyê welat jî bi hêz e. Ji ber ku tora wergerê de pir bi hêz in. Akademiyên wan yên weke Institutiya Goethe ku niha li dinyayê ez bawer dikim biqasî 120 welatan (belkî zêde be jî) kar û barên çand û hunerê dikin.

Gelek welat bi saziyên ziman, çand û hunerê karên "dîplomasiya kamûyê" dikin. Kî bi rexistin û bi hêz be di vî warî de, bandora wan li ser civakan çêdibe. Ev bandor biçîm û biryarê dide. 

Ji Fransayê bigre Îtalya, Elmanya, Îspanya, Amerîka, heta ji sala 1904an û vir ve Japonya û hwd.  jî dîplomasiya civakî dikin. Di çarçoveya "dîplomasiya kamûyê" de herçiqas weke "enstituyên kultîrî" kar were kirin jî, di bingeha xwe de belavkirina fikr û ramanên îdeolojîk jî hene.

Tu diçî li welatek saziya xwe li wir ava dikî. Ewil zimanê xwe hînî wan dikî. Dawî ji zimanê wan wergeran, bernameyan, festivalan, organizasyonên navnetewî çêdikî. Li cihek tu him çanda wan, wêjeya wan, zimanê wan nas dikî. Ser de tu zimanê xwe, çanda xwe û wêjeya xwe bi vê rêyê dibî wir û li wir belav dikî. Tu dikarî pirtûkek bi elmanî li ser van saziyana wergerînî 120 zimanan. Îjar qeweta te li ser 120 zimanan hebe tu yî bandora xwe li dinyayê bike. Fikrê te, ramanên te wê ji ser 120 welatan were û bikeve mala te. Ger ji min bipirsin ezê bêjim "hêz" ev e. Û ev hêz kare biçîmê bide gelek tiştan. Ev mijareke gelek fireh e û girîng e, bi çend hevokan mirov belkî nikaribe hurgilî behs bike. Ji bo van xebatana hêzeke mezin lazime.  Îjar bifikire hîn zarokên kurdan nikare bi zimanê dayika xwe perwerdehî bibîne. Hîn pirtûkeke kurdî ku çapa xwe ya ewil ya di navbera hezar û du hezarî de nikare biqedîne. Ji ber ku xwendevan tuneye. Ji ber ku miletê kurd erê bi zimanê xwe dipêyive lê bi zimanê xwe nizanin binivîsin û bixwînin. Ji bo pêşketin û belavbûna hertiştek derbarê kurdan de hewcedariya me ya ewil perwerdehiya bi zimanê dayikê heye.  Karim wiha bibêjim mileteke di warê çand û hunerê de ger xwedî hêz be di siyasetê de jî dibe xwedî hêz. Hêza me ya afîrîner heye lê mixabin îro xûya nake. Ji bo xûya bike pirên me, saziyên me hîn tune ne.

Civata edebiyata kurdî wek edebiyatê din li ser hinek meselan diaxive, hinek mesele dibin sedema gengeşiyên tund, gava mirov bivçavêkî dûr ji menzileke dûr meselê binêre ev mijarên me an niqaşên me çawa dixwiyên?

Weke civaka edebiyata kurdî yên dinyayê jî li ser hin meselên navxweyî gengeşiyên tund dikin. Gelek cih û welatên cûda rastî niqaşên balkêş hatime. Lê di van niqaş û gengeşiyên mezin de min bi qasî ku kurd dijminahiyê hev dikin tu dijminahiyek di nava gengeşiyeke de nedîye.

Bi min dijminê me toximeke bi jehr avêt nava me û ev toxim weke laflafokek xwe li rûhê me pêça. Loma jî em tehamulê hev nakin, em ji hev hez nakin. Van salên dawîn parçeyên ku bi tu awayê li me nayê em dixwazin bixwe ve pîne bikin. Êrîş kirin, hevdû pîskirin, hevdû redkirin. Li ser axa me aşeke bi çav nayê dîtin hatiye avakirin. Di vê aşê de fikr, raman, huner, wêje hema tê hêrandin. Weke hêrandina Heskîfê... Loma jî mijarên me her dem li dora çend tiştan de digere, lê tu encam jê dernakeve. Hema li ser ziman heta îro bi dehan proje hatine çêkirin, bi dehan platform hatine avakirin lê ka em bi hev re li encamê binêrin çi derketiye holê.  Hîn di qada ziman de gotina me ne yek e, em hîn di wê qadê de jî parçe parçe ne, îjar mijarên me yên li ser azadî, nasname û hwd ew jî heman aqûbetê dijî.

 Li ser van mijaran di niqaş û gengeşiyên me de dev ji encameke erenî berde, di dawî de gengeşî dibe "ricm kirin". Biqasî xelkê em wêje û hunerê napeyivin. Dema em dipeyivin esasên me ne li ser pîvana wêje û hunerê ye, li ser şexs û siyasetê ye. Helbet em karin siyasetê jî niqaş bikin, li ser bipeyivin lê rê û rêbazên me wê rê û rêbazên wêje û hunerê be, an wê rêbazên siyasetê be. Wêje û huner her daim pêwistiya wê ji aborî û piştgiriyê re heye. Lê pêwîstiya wêje û hunerê ji qaliban û ji sînorên çêkîrî re tune ye ji azadiyê re heye. 

Me te bi helbestan naskir, piştre roman,çîrok niha hin xebetên şanoyê, ev berhemdariyê li nav cureyên cûda tesireke çawa li ser afirêneriya te dike, yanê barê te giran dike an sivik dike..

Her çiqas peyvek bi kilasîk be jî helbest ji zarokatiya min de hebû û heta îro jî her bi min re dijî. Lê mesela min û wêjeyê bi senaryoyê dest pê kir. Dema min helbest dinivîsand, neketim wê tatêlê ta ku helbestên xwe biweşînim an çap bikim. Lê salên 2000-2001ê pêşbirika çîrokên senaryoyê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê û pêşbirika çîrokên Tîrêjên Zînê hişt ku ez çîrokên xwe yên ewil û senaryoyê binivîsim. Tenê şevek, di nava çend saetan de min deh rûpel çîrokek nivîsand. Ji ber ku dema haya min ji pêşbirka NÇMê çêbû zêde dema min tune bû. Çîroka vê mijarê jî wiha bû: Rojek şair Îlhamî Ozer hatibû rojnamê. Destê wî de zerfek hebû. Hat ba min go, ez dixwazim vê çîrokê tu ji min re bikşînî ser kompîtirê. Ji ber ku wê çaxê kompîtir pir nedihat peydakirin. Min go bila û min û hevalek çîroka wî kişand ser kompîtirê. Di dema kişandinê de hin dialogên me li ser çîroka wî çêbû..Ev dîalog hişt ku ez wê rojê di nava çend saetan de çîrokeke ya senaryoyê binivîsim. 

Piştî min çîroka wî qedand min adresa peşbirkê jê xwest. Û piştî wî runiştim li ber wê kompitirê bê sekan di nava çend saetan de min deh rûpel çiroka senaryoyekî nivîsand û serê sibê jî min da postê. Piştî wextek min ji bîr kir heta ku mamoste Îlhamî ji min re diyariyek şandibû û hatibû rojnamê, wiha haya min jê çêbûbû ku xelatê dane min. Beriya vê û piştî vê di van salana de du roman û gelek çîrok min nivsand. Lê min hîn van nivîsên xwe yê van salana çap nekirine. Romaneke min î bi navê "xeyal firoş" heye ku ezê kengî çap bikim nizanim. Îjar mesela roman, çîrok û şano hemû di cihekî de digêjin hev. Min di van du salên dawîn de 5 şano nivîsandin.

Helbestên min rêya şanoyê ji min re vekir. Di civîneke ya li şanoya Maxîm Gorkî de, derhênerek li ser helbestên min axivî û go helbestên te gelek li şanoyê tê. Û xwestin ku helbestên min bikin şano. Lê min xwest ez tişteke nûh biceribînim. Loma jî beşdarê laboratuvara şanoyê ya navnetewî bûm. Li ser şano û dramayê beşdarê gelek atolyayan bûm, li gelek deverên dinyayê. Bi nivîskar û şanogerên gelek welatan re li ser metnên şanoyê xebitîm. Ji bo min bû weke dibistanekî ev xebat. Pir tişt li bîra min a nivîsê zêde bû.

Niha jî karim bêjim biqasî romanê min berê xwe daye şanoyê. Û herwiha barê min zêde nekir, heta berevajî paca min firehtir kir. Rê û rêbazên nû li ber min vekir.

Xwendevan an kesên ku bi edebiyatê re eleqeder dibin, gelek caran nasname yan kesayeta nivisêr didin pêşiya edebiyatê. Minak çiqas nehatibe tayinkirin jî,  ji niviskarê jin hêviya meselêyê jinanî yan ûslubeke “jinanî” tê kirin. Bi te nasnameyên te çi kurdbûn çi jinbûn tesirek li ser hilbijartinê mijarê te an usluba te dike, ev hêvîkirina girtî ya li ser edebîyata te tesîrek çawa kiriye an dike?

Esil keyfa min qet nayê ji cûdakirina "jin û mêra" ya li ser her tişteke jiyanê. Dema dibêjin "wêjevana jin", "parlementera jin", "mamosteya jin" wê çaxê ferqek dixin nava jin û mêra. Lê ev ferq jina mezin nake heta kêm dike. Ji ferasetê em dibêjin qey em taybetiyek didin jinê, na. Ji ber ku vê pênasekirin ji aliyê mêra ve tê kirin. Navenda biryarê ne jin e dîsa mêr e. Ji wan werê ye bi xêra xwe "şananavek" didin me. Bila bi xêra xwe navek, statuyek, şananavek nedin me, jixwe heqê me yê xwezayî ye.

Lê mijara ziman de pirsgirêkek heye. Ew jî çiye? Hema bi mînakeke bêjim. Rojek jinek ji min re helbesta xwe şand. Min dema xwend min dî ez dibim weke 'mêrek' û bangî jinek dikim. Wiha; "ey zîn, delala dilê min. Ez memê te me.." Di vir de ez dibim 'mem' û bangî zînê dikim. Pişt re ez û wê hevala em peyivîn. Min go çima tu nabî zîn û bangî memî nakî? Go ez şerm dikim. Aha di vir de haya min ji meseleke din çêbû ku ka jin çawa hatiye çewisandin, çawa ji hebûna xwe ji zimanê xwe yê hebûnê hatiye dûr xistin. 

Ne tenê dûrketinê her wiha çawa lê hatiye ku jin ji hestên xwe, ji evîna xwe, ji daxwazên xwe şerm bike û weke mêrek bixwaze bîne ziman. Di vir de pirsgirêkên me hene. Dengê me yê ku di hundirê dilê me de veşartiye divê der bibe weke kaniyan, weke avzemikan. Loma jî min hilbijartinek kir. Romanên min ên çapnebûyî ne tê da, lê yên van salên dawîn ên min çap kirin bi her aliyê xwe "jin e", "dayik e", "keçik e". Ev hilbijartin ne ji bo pênasekirinê ye. Ev hilbijartin ji neynika civakê ye. Yek ji wan rastiyên hatine binaxkirin e. Bo dengê ku di dilê me de esîr maya bo azadkirina wê ye. An na, bi tu awayê qebûl nakim ku romaneke min li ser "jin"bûna min were pênasekirin. Afirandin li ser esasê afirandinê divê mere karibe bide ber xwe. Ne ku li ser cûdakirina jinê û mêrê. 21 sal berê min du xelat girt ji du çîrokên senaryoyê. Her du çîrokên min li ser jinan bû. Hemû qerekterên min jin bû. Min ya dilê xwe nivîsandî ye, tişteke ku li ser min hatibe ferzkirin ne bû. Di romana min a "Ev Rê Naçe Bihuştê" de ne tenê jinên kurd jinên ereb jî hebûn. Her wiha di romana min a nûh "Hangar Fünf Deriyê Winda" de- ku hîn çap nebûye, çîrokên jinên efgan û jinên îranî jî tê de hene.

Tu edebiyata cihanê li ser kîjan kanalan dişopinî? Piştî ku çûyî dervayî Kurdistanê xwendinên te hatin guhartin. Te çi dît, çi jixwe guhert an lixwe zêdekir?

Nava du sê salan de pir tişt li ba min guherî. Helbet xwendinên min jî guherîn. Vê gavê pirtûkên Doris Lessing û Elena Ferante (rezeyên Napolî) dixwînim. Her wiha pirtûkên li ser dîrok û arkeolojiyê jî.  Wêjeya cihanê bi gelemperî li ser malper, kovar, bernameyên şano, malên wêjeyê û malên wêrgêrê ve dişopînim.

Tu yê nivîsina helbestê bidomîni an te dev jê berdaye? Li ser vê mesele tu kijan helbestavanan dişopînî an kîjan helbestvan li ser te tesîrê kirîye, an dike?

Ez her dem helbestan dinivîsim. Lê ji bilî du pirtûkên min ên helbestan min pirtûk çap nekirin. A yek "goristana stêrkan" helbestên min ên ciwaniyê ne. Gelek ji wan min 17 saliya xwe de nivîsandibûn. "Derî" jî wextek min xwe ji qerebalixiya dinyayê dûr xistibû di demeke wiha de min xwest ku çap bikim. Ji bilî van her du pirtûkan di kovaran de di rojnameyan de gelek helbest û pexşan jî hatine çapkirin. Û ji vana yek jî hîn nebûne pirtûk. Gelek tişt hene ku bûne parçeyeke jiyana min, min ji wan hez kiriye û bandora wan jî li ser min çêbûne.  Her çiqas bandora herî mezin dayika min be jî bo nivîsandinê, di bingeha helbestê de divê kaniyek hebe. Kaniyek ku di kurahiya dil de bikele, ser re biçe.... Baran dikare bibare, li rû û çav, lê heta di dil de nebare nikare bibe helbest. Bo min bandor tenê ne bes e, ez ji wan kesên ku di ruhê xwe de dijî ji wan im. Heta tiştek nekeve dilê min, tê de nejî nikare bibe helbest. Lê gelek helbestvan hene him ji wan hez dikim û him jî her daim wan dixwînim.

Gorî cureyên roman, çirok, helbestê şano hinek di kurdî de qels maye. Lê em dizanin demekî (nexasim li nav kurdên Kafkasyayê) şano pir geşbû. Gelo bi te têkiliya edebiyata kurdî û şanoyê divê çawa be? Çand, erdnigarî, kelapor û zimanê kurdî çi derfet an astengî derdixe li hember şanoyê?

Di kurdî de ji roman û şanoyê bêtir helbest pêşketiye. Sedemên vê yekê gelek in. Di dîroka mezopotamyayê de em dibînin ku li ser lewheyan, li ser keviran bo xwedayan, bo xwedewendan, bo qral û keybanûyan helbest hatine nivîsin. Ger ku em mînakeke bidin, dixwazim mînaka Avestayê bidim. Avesta ne tenê pirtûkeke li ser qeydeyên olî ye ligel vê yekê gatayên Avestayê yên ji windabûnê rizgar bûne "helbest in".

Hinek beşên wê ji bo "Xwedê" hatine nivîsîn. Belkî em bibêjin "helbestên ku ji bo Xwedê hatine nivîsin" ne xelet be. Îjar li vê erdnigarîyê helbest, çîrok, kilam, gelek pêşketine. Em van cureyana di çarçoveya "wêjeya devkî" de pênase dikin, bandora wan piranî li ser hestan e. Amûr "guh e, deng e, gotin e, melodiye, rîtm e". Çi bihîstiye, çi hîs kiriye hineke din nexşandiye, hineke din lê zêde kiriye û ji nifşekî derbasî nifşekî din kiriye bi rêya şevbihêrkan, dawetan, şînan. Lê şano û roman ne tenê li ser hestan li ser raman û fikrê bandora xwe hene. Taybetiya şanoyê ji ya romanê pirtir e. Ji ber ku roman bi nivîskî ye û amûrê wê tenê çav e (herçiqas niha romanên bi deng hatibe qeydkirin hebe jî). Lê belê şano; zindî ye. Xîtabê çav, guh, dil û mejîyê mirov dike. Loma jî ne tenê bandor her wiha bi mirov dide jiyandin. Wêjeya dinê loma jî şanoyê cihê dike ji cureyên din. Heta weke zanistê lê mêze dikin. Em weke miletê kurd ji gelek tiştan bêpar mane. Sedemên wê bi sedsalan e heman e. Ew jî dagirkeriya li ser axa me û talan e. Ji ber şer, sirgunî, feqîrî, koç kirin, înkar kirin, talan kirin û ji xwendin û nivîsandinê bêpar hiştîn (tunebûna perwerdehiyê) me ji gelek qadan kêm hiştiye. Mijara Kafkasyayê bi rewşa wê demê ve eleqedar e. Bi derfetên xwendin û nivîsandinê, ligel vê yekê derfetên ku wê demê ketiye destê kurdan ve çêbûye. Şanoya Kurdan ya li Sovyeta, Dayika Niştîman û gelek xebat û metnên şanoyê yên wê demê ji dîroka şanoya kurdî re gelek girîng e û bingeheke saxlem e. Lê mixabin li gor şertên îro ya dinyayê em gelek ji şanoyê dûr in, bêderfet in.

Şanoya ku li Kurdistanê tê kirin û ên li ewropa tê kirin tu bawer bike nikarim bînim bidim ber hev. Ev ne ji ber qelisî an pirsgirêka şanogeran e. Ez bawer dikim gelek şanogerên serkeftî hene ku ji ber bê derfetî nikarin tiştek zêde bikin. Ev mesele meseleyeke piralî ye. Niha li elmanya hema hema hemû dibistanan de dersa şanoyê tê dayîn. Li her bajareke vî welatî de bi sedan şano hene. Şanoya kilasîk, şanoya modern, şanoya koçberan, şanoya zarokan, şanoya bi zimanên cûda... Weke mijara wergerê, tora şanoyê jî heye û gelek fireh û bi hêz e.

Şano kare ji wêjeya Kurdî pir tişta bigre. Herçiqas niha şanoyên têne wergerandin bêtir balê bikşîne jî, diviya bû bêhtir metnên nû yên kurdî bûbûna şano. Û hin metnên an şanoyên kurdî bi zimanên biyanî bihata wergerandin û di qada navnetewî de bihata lîstin. Lê ji ber ku li kurdistanê li her bajarî şano tune ye ( bi yek dudu nabe) loma jî hîn tekiliya wêje û şanoyê bi hev re baş çênebûye. Di vir de qesta min ev e, cihek weke li amedê bê kêmanî deh şano heba li Elihê, li Rihayê, li Semsûrê, li Dêrsimê, li Agirîyê, li Colemergê, li Qersê, li Mêrdînê şanoya kurdî heba, li ser van dikên şanoyê bi sedan bi hezaran lîstikvan heba wê metnên romanê, çîrokê bandora xwe çêkira. Erdnigariyeke rengîn û dewlemend, kelepor û zimaneke mezin ji bo şanoyê derfetek e.

Qasî ez dizanim  ev demek zêdeye tu nav xebatên cûr bi bi cûr navnetewî da yî, wek nivîskareke Kurd berhemên te ji bo zimanê sereke yê dinyayê tên tercûmekirin. Tu dikarî hinkî behsa kar û barê xwe ên bi vî rengî bikî, hinkî ser proje û xebatên xwe yî pêşerojê biaxivî.

Xebatên min bi werger û atolyeya helbestan dest pê kir. Pişt re  bi qasî du sala bi laboratuvara drama ya navnetewî re min kar kir. Ligel vê yekê di projeyeke ya şanoya kraliyeta ya shakespeare de (royal shakespeare company) min cih girt. Sala çû meha Gulanê wê promiyera wê çêba. Ji ber coronayê betal bû. Heta kengî û wê çawa were pêşkeşkirin vê gavê nizanim. Şanoya ku bo Maxîm Gorkî ye min nivîsandibû tenê beşek jê bi dijîtal hate çêkirin. Lê hîn bo tevahiya projê, pêşerojê wê çi çawa bibe vê gavê nizanim. Ji sala çû û pê va Pena-Çek xwest ku bo min bernameyek çêke, heta niha sê car hate taloqkirin.  Di vê bernama Pena-Çek wê beşeke ji romana "Ev rê naçe bihuştê" bi wergera xwe ya çekî bihata pêşkeşkirin. Monologa min ya "çavê winda" bi îngîlîzî, şanoya min ya bi navê "bîra miriyan" jî bi îngîlîzî, elmanî û erebî hate wergerandin.

Dîsa projeyek li ser sedsaliya komara Mehabadê, çîrokeke min ji aliyê weşanxaneya comma press ji bo îngîlîzî hate wergeradin û wê di projeya pirtûka "sedsaliya mehabadê" wê bi îngîlîzî îsal were çapkirin. Niha jî hin metnên min bo hin zimanan têne wergerandin. Îsal ger qeza û belayek dernekeve wê romana nû û helbestên nû çap bibin. Ji bilî vana çend projê hene ku ji ber coronayê sekinandî ne û wê kengî pêk were vê gavê nizanim...