Rexne Wek Naveroka Nûjenîyê (Li Ba Ronakbîrên Kurd ên Dewra Stenbolê Helwesta Rexneyî)
Makale / Remezan Alan

ekran_resmi_2021-04-10_01.47.11 
1. Destpêk

Di navbera "serdema nû" û "rexne"yê de têkilîyeka nêzîk heye. Heta hin xebat di wê îddiayê de ne ku nûjenîyên vê serdemê bi xêra helwesteka rexneyî rû dane. Nerazîbûna ji dinyaya heyî gava di warên dîn, exlaq, sîyaset, huqûq, huner, felsefe, edebîyata kevin hwd. de bûne helwestek, jê dinyayeka nû çêbûye. Bo nimûne ji van xebatan Childiren of the Mire [1] di mehneya fireh de ji bo edebîyatê û di ya teng de ji bo helbestê îddia dike ku li ber tradîsyonên heyî, ew tebîetê “reddê mîrasê”, ji bo tradîsyon û meylên nû yên edebîyatê bûye faktorekî mezin.[2] Li gor Octavio Paz redkirin, zîrweya îhtirasên modernbûnê ye, ferqa serdema modern jî ji serdemên dîtir, di vê gavê de derdikeve meydanê, ji ber ku modern, ji rexnekirina rabirdûya nêzîk diwelide, bi vî awayî hunera modern tenê nabe zaroka serdema modern, di heman demê de dibe rexnegirê bi xwe jî.[3] Jixwe bi vê riwangehê Paz ji romantîkan bigre heta avangardan, xwendineka hûr dike ser helbestê û wan rê û ekolên cüda yên helbesta modern, bi dîyardeya vê reddê mîrasê re têkildar dibîne. 

 Dîsa xebata Critique de la Modernité [4] cihekî navendî dide rexneyê. Gava ew serborîya modernîteyê ji alîyê dîroka çandî ve êwr bi êwr destnîşan dike, bi awayekî rasterast nebe jî di kêşeya newekhevî, bêedaletî, pûçbûna dêr, despotîzma monarşîyê, amraz û awayên hilberînê, rûdana şoreşan, çêbûna rêkeftinên civakî (makezagon) hwd. de rola îtirazên rexneya civakî û sîyasî teslîm dike. Li gor Alain Touraine fikra modern, encameka redkirina huqûqa berê, redkirina adet, bawerî, rêveberî û bi kurtî dinyaya maddî û manewî ya kevin bû.[5]

Ger ji bo kurdan serê sedsala 20an, zemanê peydabûn û guftûgokirina fikr û meylên modern be, ku wisa ye, divê di nav ronakbîrên kurd de helwesteka ku ji dinyaya berê ne razî ye, hebe. Bi bawerîya me rexneyeka wisa li ba qelemşûr û ronakbîrên kurd ên sedsala 20an heye û armanca gê gotarê jî destnîşankirina vê yekê ye. Em ê ji vê helwesta wan çend mînakan (rexneyên wan ên ji bo ulema û umeraya kurd; perwerde û elifbaya heyî; sîstema merkezî û ceberrût; bêkêrîya edebîyata berê) destnîşan û guftûgo bikin.

            2. Cih û Serdema Vê Rexneyê

Ger ji bo kurdan behsa serdemeka modern bê kirin, dê ew serê sedsala 20an be û dê cihê wê jî Stenbol be. Seba ku me bi xebatên cuda cuda çendîn caran vê dewrê û û vî mekanî teswîr û pênase kirîye,[6] em ê cardin nekevin nav agahîyên hûr û ji bo mijara xwe niha bi kurtî wiha bibêjin:

Belê serdema modern ji bo kurdan -hinek derengmayî jî be- serê sedsala 20an e. Ji ber ku tezahûrên wê yên ketine nav rûpelên kaxêzan, bi çapemenîya kurdan re berbiçav dibe û dirûvê gotarekê (discourse) werdigire. Xwedîyê vê gotarê jî "ronakbîr" in. Yanî ew kes in ku bi mearifê/perwerdeyê hiş û bîra wî "ronî" bûye.[7] Em dizanin ku di nav kurdan de ev kes berê "arîstokratên xwenda" û "ehlê medreseyê" bûn. Lê bi “mektebên cedîd”, yanî bi dibistanên nû re (wek harbîye, tibbîye, mulkîye, darûlmuellîmîn) hinekên dî li vê zumreyê zêde bûn û wan xwest ku li ber "esrêkî mutereqqî" (serdemeka pêşketî) miletê xwe hişyar bikin. Ji ber ku bi raya wan dem, dema hişyarbûna miletan bû. Belê ihtîyatek heye di rengê "aman ji bo uxûwweta millî (biratîya neteweyî), biratîya dinî ji dest neçe" an "pêşî misilmanî, piştre ereb, tirk, kurd an ecembûn" de...[8] Lêbelê di nav vê ihtîyatê de dengên ku aîdîyetê, yanî hîssa millî, dikirin nav xîmê pêşketineka teknîkî ya ewrûpî jî hebûn. Bo nimûne kesê ku îmzeya Xarpûtlî H.B. bi kar dianî, digot ku pêşverûbûna Protestanîyê û fikra azad a Voltaire şiklek daye fikra netewetîyê û her ku li Frense û Almanyayê hîssên frensî û elmanî rû dane, di zanist, teknîka şer, senayî û ticaretê de reqabet û pêşketineka mezin çêbûye di vana miletan de û niha ev hesta millî belavî nav mesihîyên Şerqê bûye û ber bi alema îslamê vê jî tê û eve li ba 'erebên Misirê, teterên Rûsyayê guhertinên mezin çêdike û hêvî ew e ku ev hîssên han di nav kurdan de jî bibe sebebê hişyarîyekê.[9]

 Di nava van "hişyarker"an de lewma piştî demekê naşîr û mesûlê rojnameyan (wek Suleymanîyelî Tewfîq/Pîremêrd, Ahmed Ramîz û Huznî Mukrîyanî, Mewlanzade Rifat, Hemzeyê Muksî); doktorê tibbê (Abdullah Cewdet, Şukrî Sekban, Fuad Berxo, Mustafa Şewqî); ji mulkîye û huqûqê mezûn (Babanzade Ismaîl Haqqî, Ahmed Cemîl, Suleymanîyelî Mes'ûd, Silêmanî 'Ebdulkerîm, Suleymanîyelî Tewfîq, Mewlanzade Rifat, Emîn Alî Bedirxan); herbîyyeyî (wek Memduh Selîm Beg, Îhsan Nûrî, Ekrem Cemîlpaşa); muhessîb û mamoste (wek Xelîl Xeyalî û Hemzeyê Muksî)... peyda bûn. Û van kesan jî ji bo pêdivîyên serdemê (bi gotina wan ihtiyacât-ı asriyye) komele ava kirin, rojname û kovar derxistin. Ji kengê heta kengê? Ji derketina rojnameya Kurdistanê (1898) û heta şikestina Serhildana Şêx Seîd û qedexekirina hemû faalîyetên kurdan (1925). 

Belkî sebeb pirr bûn ku ev kes li Stenbolê li hev kom bûbûn, lê dê jê du sebebên sereke têrî me bikin: Ya pêşî polîtîkayên merkezîperest in ku ji dewra Mehmûdê Duyem dest pê kiribû û heta Meşrûtîyeta Duyem hatibû. Gava Dewleta Osmanî di warê îdarî û aborî de merkezîbûnê kir polîtîkayek, ji bo reformên Tenzîmatê, çav berda dahata erdên kurdan û bi demê re zemîna huqûqî ya navbera kurdan û tirkan (rêkeftina Îdrîsê Bedlîsî û Sultan Selîm) ji nav bir. Mîr û begên kurdan nerazîbûna xwe bi serhildanên lokal nîşan dan, lêbelê di tevan de jî kurd şikestin. Li Silêmanî mîrên Baban; li Rewandûzê, Soran; li Colemêrgê, Hekarî; li Amêdîyê, Behdînan, li Cizîrê, Azîzî ji holê rabûn… Piranîya van mîrektîyan tevî malbatên xwe sirgûnî Stenbolê bûn. Di encamê de ji wan û zarokên wan re meaşek hat girêdan, lê bi hemû dahatên xwe ve teserrûfa erdên wan ên otonom derbasî xezîneya osmanî bû. Bi vî awayî hem mekanê arîstokrasîya kurdî guherî û hem jî li Kurdistanê bajarek nema ku ew ji daxwazên îdarî û edebî re bibe navendek.

Sebebê duyem jî ew bû Stenbol mîna paytexteka emperyal, cihê çapemenî, dibistanên nû, ticaret, moda, nîqaşên fikrî, hemû elîtên kêmar û heta stargeha sirgûnên bîyanî bû. Cihên wisa dibin derîyê îqbala şexsî û edebî jî. Hatina kesên wekî Koyî, Nalî, Mehwî, Suleymanîyelî Tewfîq, Keyfî ji bo Stenbolê, di vê çarçoveyê de dikare bê dîtin û şîrovekirin.

            Em niha dikarin derbasî nav çend alîyên wê helwesta rexneyî bibin.

            3. Çend Alîyên Vê Rexneyê

            3. 1. Di Paşmayîna Kurdan de Rola Ulema û Umeraya Kurdan

 Nerazîbûna ji dinyaya berê, xwe û kirinên xwe jî dihewîne. Lewma beşeka rexneyên kurdan derbarê wan bi xwe de ye. Cehalet sebebekî paşmayîna demê ye û di vê yekê de rola kurdan çi ye? Ev yek bi awayekî eşkere û reel ketîye nav ferhenga ronakbîran. Ji wan gelek kesan, cehaleta heyî bi kurdan ve girê dane, ya rast bi hinek zumreyên wan ve têkildar dîtine. Ev zumre, mîna du girseyên tradîsyonel, ulema û umera ne. Bi gotineka dî muxatebên van rexneyan, şêx û mela û mîr û begên kurdan in. Ev herdu zumre, heta destpêka sedsala 20an jî xwenda, xwedî û mesûlên miletê kurd dihatin dîtin û pênasekirin. Eve ev zumre, ji alîyê komek xwendayên nû ve, ji alîyê ronakbîrên demê ve, ku ew bi perwerdeyeka "esrî" rabûbûn, di dereceya tawanbarkirinê de dihatin rexnekirin. Lêbelê "derbasok"ek jî heye berîya vê rexneyê. Mirov dibêje wek rengekî muxalefeta dewra Abdulhemîd û helwestekî tîpîk ê dewra Meşrûtîyetê, sebebekî cehaleta nav kurdan diçû dibû para îstibdadê û îhmal û nîyetxirabîya bûrokrasîya osmanî jî. Şopa vê rexneyê bêtir di rojnemeyên vê derbasokê de (Kurdistan û Kurd Teawûn û Teraqqî) tê dîtin.

 Bo nimûne, Suleyman Nazîfê ku piştre bûye îttihatçîyek, di vê dewrê de bi dengekî gelek sert digot ku roja ku kurd bi tercîha xwe (çarsed sal berê) tevî osmanîyan bûne, çend îstisna ne tê de, tu car rûyekî dilovan nedîtine, ji xeynî zilm û heqaretê tiştek neketîye destê wan, hal ew e ku wan ji bo Dewleta Osmanî ne tenê ked dane, xwîdan û xwîn rijandine, serpêhatîyên herba ûris, cenazeyên wan ên li binê sûrên Wienayê û keleha Girîdê îsbata vê yekê ne, de bila êdî Hikumeta Osmanî wezîfeya xwe bîne cî, mafên wan ên insanî û îhtiyacên wan ên medenî dabîn bike.[10]

Bi raya Bedîuzzeman Saîdê Kurdî (ji nivîs û bîranînên wî yên rojnameya Kurd Teawûn û Teraqqî û ji hinek rîsaleyên wî yên wek Nutuk-1910-) kurd herî zêde ji îstibdadê zirarê dîtine; cehalet û wehşeta li nav wan, qebehetê hikumetê ye û ger li Kurdistanê ew medreseyên wêranbûyî cardin îhya nebin, dê ev yek berdewam be.[11] Seîdê Kurdî ji ber axaftin û daxwazên xwe yên ser vê istiqametê, ji alîyê rêveberîya demê ve wekî meczûbek sewqî tîmarxaneyê jî bûbû. 

Dîsa bi raya Xelîl Xeyalî sebebê wêranbûna welat, sefaleta welatîyan û têkçûna şahî û bextyarîyê, tev îstibdad bû. Îdareya mustebîd kurd ji xwendinê, ticaret û zîraetê mehrûm hiştibû û wan eşqîya nîşanî dinyayê dabû.[12]

 Li gor Seyyah Ahmed Şewqî zeîfbûna dîn û karên dewletê, perîşanî û feqîrî, tunebûna perwerde û xwendinê, hindikîya sen'et û ticaretê, hebûna zordestî û bêtifaqîyê, tev para îstibdadê bû.[13]

 Lê ji bo texrîbatên îstibdadê û burokrasîya osmanî, gotinên Babanzade Ismaîl Haqqî (ku demekê bûbû wezîrê perwerdeyê) gelek teswîrker in. Li gor wî hatina meşrûtîyetê ji bo kurdan jî "berhemekî nûbûnê" (bir eser-i teceddûd) anîbû meydanê û divê kurd bi şev û roj bixebitîna. Dê ji kû dest bi xebatê bikirana? Ismaîl Haqqî vê girîngîyê wiha dianî ziman: "Pêşî perwerde, piştre dîsa perwerde. Piştre? Elbet dîsa perwerde, dîsa perwerde, dîsa perwerde."[14] Lê berî bigihîje vê encamê destnîşan dikir ku dewra îstibdadê ji her kesî re, lê bêtir ji kurdan re xerabî anîbû; wan hem cahil û bêziman hiştibû û hem jî gelek îsnadên xirab li wan bar kiribû; îstibdad hem bûbû dijminê fikra kurdî û hem jî dijminê zimanê wan; vê rêveberîyê hewil dida ku pêşî zimanê kurdan û piştre jî serê wan jê bike. Bi vê guvaşê li hemû Kurdistanê cehaleteka bêhesab/fahiş rû dabû, gelek kurd ji insanîyetê derketibûn; ji ber wehşet, cehalet, bênesîbîya rêgezên mezheb û bawerîyê, ne tenê hebûna wan biketa metirsîyê, hindik mabû şeref, heysîyet û namûsa wan a millî jî lekedar bûbûya.[15]

Lê piştre di weşanên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Serbestî, Kurdistan (kovar) de em dibînin ku tîrên van rexneyan berê xwe dane ulema û umeraya kurdan. Gerçî berîya gotarên van rojname û kovarên kurdî, divê îstidradek ji bo naveroka hin helbestên Hacî Qadirê Koyî bê danîn. Lewra çi helbestên wî yên ku bi awayekî serbixwe çap bûne û çi yên ku di nav gotarên hinek ronakbîran de mîna referans cih girtine (Xelîl Xeyalî, M. Midhat Bedirxan) rexneyeka wiha dihewînin. Belkî Koyî hêj li Koyê dest bi rexnekirina vê zumreyê kiribû, lê wisa dixuye hatina wî ya li Stenbolê, dîtina pêşketina dinyayeka nû, di vê pêşketinê de pêşengîya zumreyên xwenda û gewremalan, dereceya rexneyên wî dijwartir kirîye. Em ji bo wan helbestan dikarin bibêjin ku Koyî di çarvoyeka teng de (neteweyî) gava li pratîka hinek şêx û melayên kurdan dinihêrî, didît ku xwedîyê fitûyên şaş û sûdperest bûn; çavbirçî, nezan, kedxwir û doxînsist bûn; aşê wan bi ava xelkê digerîya û ji alîyê ilm û merîfet û sermayeya kurdî ve reş û rût bûn. Alimên çak ji zû de bûbûn mêvanê mewtê, yên sax jî ustadên farisî û tazî/erebî bûn, heta hinek jê gihiştibûnn şan û asta Razî, lêbelê seba ku sermayeya wan malê xelkê bû, wextê mirin çûn, ew sermaye jî bi wan re hîç û pûç bû çû.[16] Di çarçoveya fireh de (ummetî) jî Koyî pratîka vê zumreyê musteheqî rexnekirinê didît. Ji ber ku bi vê halê xwe, ew ne tenê bûbûn felaketa qewmê xwe, ji bêferasetîya wan xaka îslamê jî tarûmar bûbû ku di serdema heyî de Hindistan, Buxara, Daxistan, Qazan û Qirim û ehlê van bajaran ji barê kafiran re bûbûn ker.[17]         

Herçî umeraya kurd, yanî mîr û begên kurdan bûn, ew jî di behsa miletî de gunehkar bûn li gor Koyî. Çinku ew ji pêşengîya miletê xwe dûr ketibûn, cewherê wan kor bûbû. Hal ew e ku serdem, serdema hişyarbûna miletan bû, heta çend miletên ku ji alîyê kemîyetê ve bi qasî du sê eşîrên kurdan ancax hebûn, ji bo serxwebûna miletê xwe karên mezin kiribûn, lê umereya kurd di xeweka giran de bû. Tenê di vê meseleyê de wisa bûn? Nexêr sermayeya "kitêb û deftera kurdî" de jî têk çûbûn, lewra mîna ku me niha gotî ew jî wekî ulemaya kurd ummîyê zimanê xwe bûn. Dîrok bi mînakên kurdên mezin tije bû lêbelê ji ber "bêdefterîya zimanê xwe" eynî dîrok wan li goşeyekî winda û fanî qeyd kiribû, hal ew e ku şêx û mela jî tê de, wan mîr û emîran bi zimanê xwe mistûemel bikirana, heta roja mehşerê nav û nîşanê wan dima. [18]    

Bêguman rexnekirina ulema û umeraya kurdan, ji vê destpêkê heta roja me di nav xeteka domdar û seqamgîr de hatîye. Li vir ne wext têrî dike û ne jî peywenda me destûr dide ku em tevan destnîşan bikin. Lewma ez ê çend libên dî yên temsîlkar û destpêkê, bînin ziman û vê behsê temam bikim.

Mirov dikare bibêje piştî mirina Koyî du sal şûnde vê carê di rojnameya Kurdistanê de şopa vê rexneyê xuya dike. Xwedîyê van rexneyan vê carê Midhat Bedirxan e. Li gor wî ulema û umeraya kurd, ji pêşketinên dinyayê bêxeber in, nizanin ka di serdema wan de çerxa dinyayê çawa digere, li dinyayê çi dibe. Bi ser de ew pere xerc nakin ku li gund û navçeyan ji bo zarokên wan û feqîran dibistan û medrese vebibin. Li gund û bajarên misilmanên dî "mekteb, medrese û cerîde" hene, lê kurd ji vê yekê bêpar in, nikarin rojnameyekê bixwînin. Sebebê nezanîya nav kurdan, sersarî û bêxemîya mîr û axayên wan in.  Tu qusûr tuneye ku zarokên wan hem xwendina mishefa şerîf û hem jî ya rojnameyan bizanibin.[19]

Kerkûklî Necmedîn bi du gotarên ku rasterast bangî ulemaya kurd dike, tev li vê rexneyê dibe. Di ya pêşîn de dibêje ku ulema gava ji bo qewmê xwe bişixulin bi ser dikevin, çinku gava mirov waqifî cografya, temayûlên siruştî û îtîqadên qewmê xwe be, xizmet çêdibe. Dê misilmanekî Bexdayî çawa halê yekî Buxarayî bizanibe? Ew bi delîlên neqlî û 'eqlî ji bo bextewarîya miletê xwe bişixule, çêtir e. Eve xort û ronakbîrên kurdan bi vê hesîyane, bila ulemaya kurd jî bizanibe ku serdem, serdema medenîyetê ye. Madem ew dibêjin em "warisê nebîyan" in, bila doza wezîfeya rizgarkerîyê bikin, bila teblîxê bikin. Ger li Kurdistanê bi hemû mehneya xwe evîna neteweyî ava bûbûya, li nav xelkê şer û pevçûn çênedibûn û kurd ji alîyê aborî û ilmî ve ewqas bêpişt nediman.[20]

Rexneya Kerkûklî di gotara duyem de tûjtir e. Lewra dibêje ku ger mirov ji kurdan bipirse ka li Kurdistanê çi xizmeta aliman çêbûye, dê bersiva wan "qet" be! Lewra yên herî jîr dema tehsîla xwe temam dikin berê xwe didin Stenbolê ji bo meaşekî, her wekî xizmeta wan tenê bi pereyan çêbibe. Dema roja ezabê hat, dê ew ji vî gunehî bên pirsîyarkirin. Dê ew jî poşman bibin ka çima xizmeta milletê xwe nekirine, lêbelê dê poşmanî fayde neke. Dîn dibêje pêşî xizmeta xism û eqrebayên xwe bikin, lê alimên kurdan vîya şaş fêm dikin. Tênagihin ku miletê wan jî eqrebayên wan e.[21]

Li gor Qazîzade Mistefa Şewqî jî qet ne zehmet e ku reîs, ulema û dewlemendên kurdan bo mindalan mekteb ava bikin. Ger dewlemendên bajarê Seblaxê (Mahabad) her yekî salê du tumen bida, di nav salekê de bi wî pereyî dibistanek dirist dibû, mamosteyekî çak peyda dibû û kare xwendinê jî diçû serî, lêbelê ew reîs, ulema û dewlemend wisa nakin.[22]

Xelîl Xeyalî jî di wê bawerîyê de ye ku gunehê paşmayîn û cehaleta kurdan, di stûyê ulema û umeraya kurdan de ye. Di Rojî Kurd û Hetawî Kurd de bi nasnavên Modanî X. û M. X. nêzikî heft gotarên wî li ser vê şopê ne.[23] Di van herdu kovaran de, piçek jî di bin tesîra fikrên Hacî Qadirê Koyî de, Xeyalî rasterast berê xwe dida van her du zumreyan. Ji ber peywenda sînorkirî em naveroka gotara yekê, mesela ya "Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan" neqil bikin meqsed hasil dibe. Li gor Xeyalî şêx, mela, feqe, mîr, serek û rîspîyên kurdan, nabînin ku îro agirekî çar alîyê kurdan girtîye, qenc û xirab herkesî dişewitîne, lê kes di hewara kurdan de nayê. Ewên ku kurdan xelas bikin dê dîsa pêşîyên kurdan bin ku ji miletê xwe re "medrese"yan çêdikin. Jixwe li ser rûyê erdê çiqas dewlet û milet hene hemî yekdil û yekrû, yekziman, bi şev û roj ji bo pêşçûna miletê xwe kar dikin. Di vê rêyê de ji bo miletên xwe rojnameyan derdixin û tê de îhtiyacên miletê xwe destnîşan dikin. Dê dîrok navê van qeyd bike û ji bîr neke. Her ku kurdan misilmanî qebûl kirîye û heta niha ji nav wan bi hezaran şêx û mela û mîr rabûne, ji bo dîn û dewletê, xizmetên mezin kirine, kitêbên qenc çêkirine, lêbelê bi qasî serê zilekê jî faydeya wan negihîştîye qewmê wan. Lewma ew tev bênav çûne. Hal ew e ku van kesan ji bo kurdan xizmet bikirana, kitêb û dîwan bi zimanê kurdî binivîsîna, îro nav û kitêbên wan winda nedibû. Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî mînakên vê yekê ne.[24]

Ne tenê di kêşeya perwerde, dibistan û sersarîya ji bo zimanê xwe de ev zumre xwedî-qebehet e, bi bawerîya M. Salih Bedirxan tunebûna rojnameyeka sîyasî jî îhmalkarîya wan e: Digel şeş mîlyon nifûsa xwe ger îro li dinê navekî kurdan tunebe, kes ne hayedar be ka ji bo îslamê çi xizmet kirine; sebebê vê yekê tunebûna "cerîde"yên kurdî ne. Îro her qewm xwedîyê pazdeh, bîst cerîdeyan e û qewmê bê cerîde mîna mirovekî lal e, kerr e, nikare derdê xwe beje. Belê cerîdeyên mîna Rojî Kurd hene lê ew cerîdeya 'ilm û merîfetê ye, ew nikare behsa sîyasetê bike. Li gor qanûna dewletê, ji bo cerîdeyeka sîyasî, lazim e mirov pênzed zêr emanet deyne. Mixabin kurd ji tedarîka vî pereyî acîz in.[25] 

Elbet di nav kurdan de, bi vê tûndîyê rexnekirina zumreyeka xwedî-prestîj, ji meyla serdemê ne xafil e. Dîyar e ku serdema nû, asoyeka wêrek çêdikir ku xwendayên ku bi perwerdeyeka nû rabûne, van kevnezumreyan rexne bikin, ji bo pêdivîyên demê wan bînin ser rêyeka rast û acîl.

            3.2. Daxwaza Perwerdeyeka Nû û Islehkirina Elifbaya Erebî

Tam bi vê xalê re têkildar, kêşeya perwerde û elifbayê jî hatîye rojevê. Ji ber ku xwende û ronakbîrên kurdan wisa bawer dikirin ku cehaleta heyî, bi "mektebên cedîd" ji holê radibe, hêsankirina elifbaya erebî ji bo kurdî, kêşeya xwendin û fêrbûna nivîsandinê berteref dike. Ev yek di gotarên şexsan û beyannameyên komeleyên sîyasî û çandî de her gav tê ziman. Li gor naveroka van gotar û beyanan, zarokên kurdan zîrek in û xwedî-behre ne, lê li ber destê wan kitêbên zanist û teknîkê tunene, ji tirkî fêm nakin û elifbaya heyî jî gelek zor e û li kurdî nayê, sebebên paşmayîn û dereng-kemilîna wan ew in.

Li ser vê xetê mesela Midhat Bedirxan gava di rojnameya Kurdistanê de pesnê gule, top û tifengên emerîkî, freng, rûs û japonan dia, digot divê kurd jî çekên vî zemanî bizanibin çêkin û biemilînin û ji bo vê yekê jî ji wan re "medreseyên wisa şert in, divê ew medrese li gor 'ilm û merîfeteka esrî bin ku zarokên kurdan ji şivantî û rêncberîyê xelas bibin.[26]

Dîyarbekirlî Fikrî Necdet şertê pêşketina çandinîyê (zîraet) di vekirina dibistanên esrî de didît. Digot herçend erdê kurdan pir e, axa wê baş û ava wê boş e jî kurd bi qasî frengan dexil hilnaynin; ji ber ku frenk erdê xwe bi makîneyan cot dikin; yek diavêjin çil hiltînin û îro ji nav wan gelek arvan, cil û pêdivî tên nav memleketê osmanî; ewên dibêjin şixulandina makîneyên gawiran guneh e, derewan dikin û bila ew ji halê xwe şerm bikin. Divê eşîrên kurdan zarokên xwe ji bo hînbûna vê cotyarîyê bişînin dibistanan, dema erd bi makîneyan baş hat kolan, dê bênder mezin û paşil tije bibin.[27]

Li gor Babanzade Ismaîl Haqqî, "ziman" di vê perwerdeyê de xwedîyê roleka kilîdî ye. Ji ber ku ziman ne tenê amraza ragihandinê ye, bidestxistina 'ilm û fennê, pêşketin û medenîyetê bi wî çêdibe. Miletek ku ji nivîsandinê mehrûm be, "bêziman" e. Mixabin ji ber karên neqenc ên hikumeta mustebîd wekî pêkhateyên misliman (çerkez, laz û arnawûd) kurd jî bûbûn qewmekî zimankuştî. Lewma îro ne kitêbên wan ên rêzimanê, ne matbaa û ne jî berhemên wan ên çapbûyî hene. Wisa ji edebîyatê, rêbazên zanist û teknîkê, berhemên zanistî û hunerî jî mehrûm mane. Hêz û hikumranî di perwerdeyê de ye, perwerde jî bi ziman li ser pîya dimîne. Kurdên ku sitûna herî girîng a osmanî ne, ger ne qewîn be, Dewleta Osmanî ya ku pala xwe dide vê sitûnê jî dê li ser pîya nemîne! Çare ne tirkîkirin an erebkirina kurd, laz û arnawûdan e. Çare ew e ku her qewm bi zimanê xwe perwerde bibîne. Erê di gundekî kurdîaxivêr de mirov pile bi pile dikare tirkî hinî zarokekî kurd bike û ew zarok jî di dawîyê de bi jîrbûna xwe dê were asteka baş, lê di ber vê hînbûnê de ew zarok dê ji 'emrê xwe yê biqîmet çend salan winda bike. Li ber destê vî kurdî ger bi kurdî çend berhemên derbarê zanist û teknîkê de hebûna û ew biçûya dibistaneka kurdî şik tuneye ku dê zûtir bikemilîya û perwerdeyeka bênoqsan wergirta. Hasilî bingeha yekem a selameta miletî, perwerde ye, mifteya perwerdeyê jî ziman e, derîyê medenîyetê jî bi vî zimanî vedibe.[28]

Bi raya Seyyîd Muhammed Îsmetullah (ku ji nivîsa wî dîyar dibe ew yekî ereb e û li Kurdistanê heft sal nefî maye), osmanîyan her miletî ji zanîn û perwerdeyê mehrûm hiştîye, nehiştîye ew bi feyza zanîn û tekamûlê bijîn. Fezîletên heyî yên kurdan, bi xîret û xebata wan çêbûne, tê de tu para osmanîyan tune. Ew dibistanên ku li Kurdistanê vedibin ne faydeyekê didin kurdan û ne jî ji pêdivîyên wan re dibin derman. Heta ku dersê wan dibistanan ne li gorî pêdivîyên herêmî û serdemî bin, pûç in. Kurd divê li gor zeka û behreyên xwe perwerdeyekê bibînin.[29]

Herçend li gor pêdivîyên serdemê vekirina dibistanan, di wan dibistanan de îmkana perwerdeya bi kurdî û çareserkirina materyalên dersê (wekî rêziman, ferheng) ji dewra meşrûtîyetê heta destpêka şerê cîhanê di nav ronakbîrên kurdan de bûye cihê nîqaşê jî, ji ber şertên neguncaw, ji xeynî du carên emirkin, ev mesele ji quwweyê derbasî pratîkê nebûye. Belê kurd cara pêşî di dewra meşrûtîyetê de, li Stenbolê, di asta seretayî de be jî, bi navê wê "Kurd Meşrûtîyet Mektebî" bûn xwedîyê dibistaneka nû. Ev dibistan ji alîyê komeleya Kurd Neşrî Maarif Cemîyetî ve di 1910an de, piranî bi alîkarîya kurdên dewlemend hat damezrandin. Ji beyannameya komeleya wê dîyar dibû ku di pêşêrojê de ji bo dibistanên Kurdistanê dê bûbûya mînakeka tetbîqî (pîlot). Lêbelê ji ber zêdebûna tacîz û meylên tirkperest ên îttihadçîyan, ew heft heşt meh şûnde hatîye girtin.[30]

Cara duyem li Xoyê komeleya Gehandinî, bi heman navî dibistaneka nû vekirîye. Mebesta wê avakirina matbaayekê, derxistina rojnameyeka heftane û vekirina dibistanên sin'et û zîraetê bû. Ev dibistana ku pol, dispanser, mifredat û cilûbergên wê "bi terzeka ewrûpî" hatibûn sazkirin, ji bo "neslê nû yê kurd" bû.[31] Lêbelê ew jî bi destpêkirina şerê cîhanê re, di sala 1914an de belav bû.

Eve di van salan de, di ber behsa dibistanên nû, zû-xwendin û nivîsandinê de islehkirina elifbayê tê rojevê. Gotara ku agirê vê nîqaşê geş kirîye, aîdî Abdullah Cewdet e. Cewdet di wê bawerîyê de ye ku ji bo pêşveçûna kurdan, şertek jî ew e ku di nav wan de rêjeya kesên xwenda bilindi ji %40an bibe, ji bo vê yekê jî divê "herfên nû" bên qebûlkirin da ku kurd di mehekê de bi wan herfan zarokên xwe yên 7-8 salî hînî xwendin û nivîsandinê bikin.[32]

 Derhal kesên wek Suleymanîyelî Mes'ûd, M. S. Azîzî (M. Salih Bedirxan), Silêmanî Ebdulkerîm, Modanî X. (Xelîl Xeyalî) û Babanzade Ismaîl Haqqî tevî vê nîqaşê dibin. Me got li rexê vekirina dibistanan ji bo zarokên kurdan, hêsankirina elifbaya heyî jî mîna karekî elzem dihat dîtin. Li gor xwedîyê van nivîsan, sebebê sereke yê paşmayîna zarokên kurdan, elifbaya heyî bû. Bo nimûne Suleymanîyelî Mes'ûd di wê qenaetê de bû ku ilmên dînî ne tê de, di hemû warên zanistên serdemî de tekane sebebê paşmana alema îslamê, curbecurîya şiklên herfan ên elifbayê bû. Ji ber ku ji bo hînbûna 6 tîpan divê mirov 80 şiklên cuda hîn bûbûya. Mesela şiklên tîpên bê, (ب), tê (ت) , sê (ث), nûn (ن) , yê (ی) û têya sitûr (ط) herdem diguherîn. Ji bo 32 tîpan, hînbûna 200 şiklên bêhereke, hem xwendekaran û hem jî mamosteyan bêşewq dikir. Eve cehaleta heyî ji vir dest pê dikir. Çare çi bû? Çare ew bû ku di dibistanên seretayî de ji bo her herfê mirov tenê yek şiklî hilbijarta û wê bi kar bianîya.[33]

Li gor M. S. Azîzî (M. Salih Bedirxan) ger elifbaya 'erebî bihata islehkirin, dê ji her qewmî bêtir kurd jê fayde bidîtana. Belkî kesê herî cahil û bêqabilîyet jî di sê çar mehan de xwendin û nivîsandinê hîn bûbûya. Piştî islehkirina elifbayê, karê nivîsandina rêzimana kurdî û pêdivîyên dî hêsantir dibû.[34]

 Gotarên Modanî X. (Xelîl Xeyalî) û Silêmanî Ebdulkerîm, li ser ferqên navbera zarokên kurdan û ewrûpîyan, "berawirdkirinek" tîne nav vê nîqaşê. Bo nimûne Xelîl Xeyalî di wê bawerîyê de ye ku zarokên îngilîz, frensiz, elman, rûs û îtalyanan di nava şeş heyvan de xwendin û nivîsandinê hîn dibin lêbelê yê kurdan di nava deh salan de du herfan jî hîn nabin. Sebebê vê yekê ne jîrbûna zarokên ewrûpî û ne jî bêxîretî û kêm-aqilîya zarokên kurdan e. Di "zûxwendin" û "zûnivîsandin"ê de kêşeyek heye. Lewma divê kurd ji şêx û melayên Mûsil, Dîyarbekir, Bi(t)lîs, Wan, Erzerom, Bexdad, Sinê, Silêmanî, Kerkûk û Xarpûtê bipirsin ka li ser vê behsê çi difikirin, belkî piştî sê-çar mehan ji bo xwendin û nivîsandinê çareyek çêbe.[35]

Silêmanî Ebdulkerîm bi şêwazeka mizahî hem kêşeya elifbayê û hem jî rêbaz û helwesta mamosteyan rexne dike. Li gor wî ji ber elifba û rêbaza hînkirinê mindalên kurd zû hînî xwendin û nûsînê nabin û hewesdarîya wan a bo tehsîlê zû vedimire. Ji ber ku piştî çend salên xwendinê mindalên kurd nû hîn dibe ka "dal"a (د) Zeyd bi çi bûr e, "ra"ya (ر) Omer bi çi mensû ye, "we" (ٯ) bi çi û xulamê Bekir bi çi meksûr e, ta ku ev hemû piştî bîst salan bi kêrî xwendina Babu'l-Fera'îdê bêt. Îcar gava li dibistan û hucreyên medreseyan feleqe, lêdan û sîleya muellim û melayan jî dikeve ser vê bobelatê, bêhewesî zêdetir dibe. Axir mindal di heft salan de Qur'anê xetim dike. Qebehet elbet ne yê wî ye, ger ew mindalê frengekî bûya, di heft salan de dibû musteşarê nazirê xaricîyê. Lewra mamosteyê wan hiş û fikrê zarokan bi elîf ser a, hê zenne eh, mîm ser ma, dal zenne med, ku dibe "Ehmed" meşxûl nake. Tîpan nîşan dide, paşê ji şekir tîpan dirist dike, bang dike mindal, were navê xwe, ku Ehmed e, peyda bike, ger te peyda kir, ev şekirên ha ji bo te, dibêjê. Ew mindal wisa tê reqs û semayê, di maweyê du deqîqan de ji wan şekiran navê xwe dirist dike, yanî hem navê xwe dixwîne û hem jî dinivîsîne. Mamosteyê kurdan feqîro bi du saetan de encax "elîf ser a" hîn dike. Freng du rojên hefteyê, zarokan dibin çolê, fêrî ilmê çandinê (zîraet) dikin ka ji du ribe genim çawa sed ribe genim tê hilanîn. Mixabin yên kurd û osmanîyan ji 'ilm û feneka wisa jî mehrûm in.[36]

 Li gor Babanzade I. Haqqî di vê rêyê de wezîfeya pêşîn ew e ku mirov kurdî bike zimanekî rasteqîn ê nivîsê. Ev ziman jî dê "bi tîpên nû yên 'erebî" çêbibe. Jixwe di vê behsê de çend teşebis çêbûne ku divê ji nav wan mirov ya herî baş bineqîne û li gor pêdivîyên kurdî bêteredût wan bi kar bîne. Dê tîpên kurdî bi 'erebî bin. Bes bila elifbaya nû, ji ya berê ne tevlihevtir be, bila ji tîpên basît pêkhatî be. Lewra di dawîya dawîn de kurd aîdî malbata Şerqê ne, bila nedin pey arnawûdên latînparêz.[37] 
Di nav van guftûgoyan de çareserkirina kêşeya elifbayê, carina digihîje naverokên balkêş. Ji bo vê yekê nivîseka Mewlanzade Rifat temsîlkar e. Li gor wî gava kurd şîyar bû û ketin ser rêya teraqqîyê, dor tê ser ziman. Ji ber ku ji bo hemû pêşketinan ziman lazim e. Islehkirin û pertkirina (ta'mîm) ziman jî bi nivîsandinê çêdibe. Ji bo ku mirov bi heq kurdî binivîse û bi hêsanî fêm bike û bide fêmkirin, vejandin û islehkirina tîpên wî yên qedîm şert e. Kurd wekî ermenîyan qewmekî "urdû"yî ye û jê re tîpên "urdûyî" divê. Bi tîpên heyî zeptkirina zimanê kurdî ne mimkûn e. Ger kurd bikaribin tîpên xwe yên qedîm vejînin û isleh bikin, bi wan qewmê xwe bînin nav daîreya şêwazeka nû û pê kitêbên xwendin û rêziman û herwiha ferhengekê binivîsin, dê armanca wan biçe serî.[38]

Ev cure lêgerîna elifbayekê li gor taybetîyên zimanê xwe, heta nifşê Hawarê jî didome. Ji ber daxwaz û pratîkên cuda bên amadekirin jî Elîfbayê Kurmancîya Xeyalî, (1909), Hînkerê Zimanê Kurdîya komeleya Hêvîyê (1921), parçeyekî vê lêgerînê ne. Herçend piştî şerê cîhanê (1918) bala kurdan bêtir dikeve ser "huqûqa millî" jî di vê maweyê de hebûna du gotarên Kamiran Alî Bedirxan, dîyar dike ku çareserkirina kêşeya hêsankirina elifbayê berdewam e. Di gotara Serbestîyê de Bedirxan eyan dike ku demeka nêzik de xebata Kurd Neşrî Maarif Cemîyetî dê semereya xwe bide, wek gava pêşîn dê ev komele kitêbên elifba û rêzimana kurdî saz û çap bike.[39] Di gotara Jînê de jî Bedirxan dibêje qencîya elifbayeka sivik û hêsan pirr e; ew miletên ku zimanê xwe isleh dikin, qaîdeyên zimanê xwe sererast dikin, tîpên sade û sivik bi kar tînin, astengîyên li pêşîya serxwebûna xwe jî radikin. Lewma elifbaya ku tê amadekirin, divê di demeka kin de xwendin û nivîsandinê hînî gundîyan jî bike. Di vê rêyê de "bi feraseteka nû" mirov tevbigere, dev ji wan bawerî û îctihadên batil berde çêtir e. Bi şertê ku ne li dijî hukmê îlahî be, li gor pêdivîyên demê divê mirov elifbayekê (yeka ji milê rastê ber bi milê çepê ve an yeka ji milê çepê ber bi yê rastê ve tê nivîsîn) peyda bike ji bo kurdan.[40]

Bi rastî jî heman rojan elifbaya cemîyeta ku Kamiran Bedirxan behsê dike, di jimarên 17, 18, 19, 20 û 22an a Jînê de çap dibe. Heta ji bo pratîkê, di jimara 23an a kovarê de helbesteka Nalî bi vê elifbayê tê weşandin. Elifba wekî "herfên sewtîye" û "herfên sabite" hatîye dabeşkirin, lê jê dîyar dibe ku bêtir ji bo çareserkirina kêşeya dengdêrên kurdî (a, e, ê, i, î, o, u û) hewl û xîretek heye.[41] Halê hazir bi vê elifbayê kurdan çiqas mistûemel kir em nizanin lê em dizanin ku îmkana elifbaya ji milê çepê ve tê nivîsîn, di sala 1932an de bi kovara Hawarê pratîze bû. 

            3.3. Rexne Li Rêveberîya Berê û Merkezîperestîyê

Em dibinin ku elametekî mezin ê dewra modern, qebûlkirina makezagonekê, yanî rêkeftineka civakî (social du contrat) ye û bi vê rêkeftinê sînorkirina hikumranîya keyfî ye. Li ser vê behsê Touraine dibêje ku sînorkirina hikmê hikumdar û bi şoreşeka neteweyî (mîna Şoreşa Frensî) dewirkirina vî hukmî bi temamî ji bo gel, rewşeka dewrên nû ye. Ji alîyên cuda cuda ve tesîra fikrên Descartes, Locke, Rousseau, Voltaire, Diderot çêbûye heta ku "di şûna qanûna îlahî de faydeya civakî binecî bûbe". Li ser vê yeke mesela li Îngilîztanê îlankirina Danezana Mafan/Bill of Rights (1689) û li Frenseyê Danezana Mafên Mirov û Welatîyan/La Déclaration des droits de l'Homme et du citoyen (1789), bûne xîmên qanûnên huqûqî yên rejîmên wek meşrûtîyet û cumhurîyetê, bi van rejîman re rûdana meclîs û qanûna esasî jî bûne temsîla îradeya gel li hemberê rêvebir û dewletê.[42]

Navê rengvedana vê dîyardeyê ji bo Dewleta Osmanî jî -du carên emirkin- çêbûna rejîma Meşrûtîyetê (1876 û 1908) û qebûlkirina Qanûna Esasî ye. Li taxa kurdan bi kêf û coşeka mezin pêşwazîkirina van herdu dîyardeyan, fikrek dide me ka ronakbîrên kurdan çiqas meyyalê dinyayeka nû ne. Ji bo dîtina vê yeke, çavlêgerîneka basît li çend nivîsên rojnameya Kurd Teawûn û Teraqqîyê têra me dike. Bo nimûne Dîyarbekirlî Ahmed Cemîl ji bo Meşrûtîyeta Duyem digot şahîya yekem a bûka hakimîyeta milet û cejna mezin a azadîya milet, ji bo betalkirina Meşrûtîyeta Yekem jî digot têkçûna mafên welatîyan û ketina taca azadîyê.[43] Seîdê Kurdî wesfekî pêşketî dida rêveberîya meşrûtî û digot meşrûtîyet cinsekî meşwereta îslamî ye, bi vê îdareyê re êdî hikim ne ya kesekî ye û madem meşrûtîyet ji ruhê îslamê ne dûr e, nexwe ji bo ku gunehên îstibdadê û demên borî dîn û şerî'etê lekedar neke, zarûret e ku mirov Meşrûtîyetê di libasê şerî'etê de nîşan bide û tetbîq bike. Awrûpayê jî esas bi xêra vê hêzê ji xwe re pêşketin û perwerdeyeka harîqulade ava kirîye.[44] Bi raya Xelîl Xeyalî bi Meşrûtîyet û Qanûna Esasî re ew karên xirab (cehalet, sefalet, feqîrî, pevçûn û îxtilaf) tev pûç û betal dibûn.[45] Seyyah Ahmed Şewqî digot madem bi Meşrûtîyet û Qanûna Esasî re ji bo her kesî wekhewî, azadî û biratî dabîn bûye, divê di navbera gel û pekhateyên dewletê de tu îxtilaf nemînin. Meşrûtîyet rûdana azadîyê, pêşketinê, hînbûna sen'et û pîşeyên demê, geşbûna perwerde û xwendinê ye û dê ew bi xwe re xweşderbaskirina welatîyan û azadîyê bîne. Îstibdad li dijî şerî'etê bû, ji ber wê tebaya osmanî paş ma û lêbelê niha bi saya azadîyê dê hemû xirabî def' bibin.[46] Di heman rojnameyê de Mihemed Tahir Cezerî ji bo Qanûna Esasî digot ew xwedîyê çar ruknên bingehîn e: Hurrîyet (azadî), edalet (dadî), uxuwwet (biratî) û musawet (wekhevî) û ev rukin li gor emrê Xwedê û şerî'eta pêxember e...[47]

Lêbelê bi destpêkirina desthilatdarîya partîya Îttîhad û Teraqqîyê re ev hêvî berhewa dibin. Ji ber ku karakterê wê yî tirkperest û yekperest (çawa ku bi provakasyona 31 Mart Waq'asî re hemû muxalefetê tesfîye dike) atmosfera xweşbîn a vê maweyê diguherîne. Ji ya Abdulhemîd xirabtir rêveberîyeka mustebîd ava dibe (wekî dewra îro). Belkî jî li ser kirinên mustebîd ên vê rêveberîyê, çar sal şûnde Midhat Bedirxan gotarek dinivîse. Gotara wî ya ku hûrgilî behsa zarûreta "cudabûna hêzên rêveberîyê" dike, bi fikra me îro jî aktûel e û bi ders û îbretan tije ye. Ji ber ku Midhat Bedirxan dibêje ku demokrasîya heyî îro di rêveberîya meşrûtî de tecessûm kirîye, bingeha dewletên medenî li ser vê rêveberîyê ava bûye. Hêzên weke quwweyî îcraîyye (yürütme) û quwweyî qanûnîye (yasama) di dewletên medenî de cuda ne, di destê yekî de nînin. Dema ev hêz ji hev cuda nebin, rêveberîyeka mustebîd rû dide. Ev revêberî ji her cure kontrolê dûr dibe û bi keyfî tevdigere. Îradeya milet rastî tecawûzên derveyî û navxweyî tê.[48] Heta di vê behsê de Midhat Bedirxan serî li Ruhu'l Qavanîna [Kanunlarin Ruhu] Montesqieu dide û jê vê referansa ha dide: "Li welatekî ku prensîba cudabûna van qanûnan tuneye, ne mimkûn e li wir azadîyeka esasî hebe." Û piştî van gotinan jî bi qesta pratîka Îttîhatçîyan dibêje ku me jî ev gotina mezin tecrûbe kir, hem jî bi awayekî tahl. [49]

Herçî rexnekirina polîtîkayên merkezîperest e, ev yek jî herî baş û tîpîk di gotareka Abdullah Cewdet de xuya dibe. Gotara wî çîrokekê jî dihewîne ku ew çîrok jî ji bo refleksa dewleta tirk û piştgirên wî yên “dewletlu” bi têra xwe îzehker e. Li gor Cewdet qaşo dostekî wî yê muhterem gava li ser maseya wî jimaraka kovara Rojî Kurd dîtîye, jê pirsîye ka ev çi ye? Cewdet gotîye ew weşaneka "kurdolojî"yê ye, derbarê kurdîtîyê de ye. Wê gavê vî kesî rûpeleka kovarê vekirîye û gava rastî nivîseka kurdî hatîye, gotîye "madem ne tirkî ye û madem kurdî ye, ev weşana tefrîqayê (parçebûn) ye" û kovar avêtîye ser masê. Eve Cewdet herwekî vê helwesta şaş û xwedîyê felsefeyeka sexte rexne bike, gotarek nivîsîye.[50] Lêbelê fikrên Cewdet ên ser cudabûn û bihevrebûna miletan û herwiha sîstemeka ademî-merkezî gelek balkêş in û ji bo roja me jî dîsa aktûel in. Bi kurtî wiha ye naveroka vê gotarê:

Turkîya, herçend axa Ewrûpaya Osmanî (Balkan) winda kiribe, ew hêj jî ji gelek unsûran pêk tê û hêj jî hêvîya yekîtîyê heye an hêvî heye ku mirov van unsûran nêzîkî hev bike. Ji bo vê yekê jî rêya herî bitesîr a yekîtîyê, di cudabûnê de ye (Tevhîdin en muessîr çaresi tefrîddir.) Lewra Xweda jî di Qurana pîroz de gotîye me insanan mîna qewm û şûbeyên cuda cuda afirand da ku hev nas bikin. Nexwe eşkere ye ku her milet di nav derdora xwe ya serbest û siruştî de, li gor meylên xwe yên miletî bijî û tenê ji bo hevnasîn û dostanîyê werin ba hev. Nexwe tiştekî minasîb nîne ku mirov "yek ziman", "yek qanûn" û "yek muemele"yê li ser van miletan ferz bike. Ji bo ku unsûrên osmanî di nav yekîtîyekê de bin, lazim e li gor xasyetên xwe bijîn. Ji bo vê yekê li Ewrûpayê mînaka Swîsrayê heye. Ev dewlet ji 22 kantonan pêk tê ku her kanton ji alîyê milkî û îdarî ve serbixwe ye û digel ku ji sê qewmên cuda (frensiz, elman û îtalyan) pêk tê û pir-mezhebî ye jî (katolîk, protestan, ortodoks û kalvenîst) di nava xwe de xwedîyê yekîtîyekê ye. Serdem, serdema millîyetan e û tu dewlet û hikumet nikare pêşîya vê cereyanê bigre. Îro kurd jî dixwazin bi zimanê xwe binivîsin, dîroka xwe hîn bibin û şexsîyeta xwe ya neteweyî fêm bikin. Bila rêvebirên dewletê vîya fêm bikin û tu astengîyan dernexin. Kî yêkîtîya unsûran dixwaze, divê cudabûna wan jî bixwaze.[51]

Ji van gotaran jî xuya dibe ku ronakbîrên kurd, di meseleya rêveberîya mustebîd û zîhnîyeta merkezî û monolîtîk (yekceleb) de, xwedîyê helwesteka rexneyî ne û ev rexne li ser zemîneka ku ji dinyayê xeberdar e, rû daye.

            3.4. Rexnekirina Edebîyata Kevin

Di nava vê tabloyê de, rexneyek jî derbarê edebîyatê de ye. Ya rast rexneya heyî, gazindan ji konvansîyonên edebîyata heyî dike. Ji vê edebîyatê dixwaze ku li gor dinyaya ku bi awayekî radîkal guherîye tev bigere, êdî dev ji bedewîya yarê, ji pesnê bejnûbal, zilf û îşweyên wê berde, behsa tiştekî bifayde û civakî bike. Elbet muxetabê van rexneyan naveroka helbesta heyî ye.

Di rûdana vê rexneyê de bêguman rola serdemê gelek e. Em dibînin ku li dinyayê (bi medreseya Romantîk re) meylek çêbûbû ku berê hunerê dida ser meseleyên civakî û digot lazim e "huner ne ji bo hunerê be, huner ji bo civakê be". Tê zanîn ku ev nîqaş di nav edîbên tirk ên vê serdemê de jî hebû. Em dibînin ku mîna qeydeka nivîskî gotareka Baban Abdulazîz ("Edebiyyâtımız ve Udebâmızdan Bir Ricâ") li ser vê îstiqametê bangî edîb û şairan dike.[52] Bi raya Baban Abdulazîz, ku wî bi îmzayên wekî Azîz Yamulkî û Yamulkîzade Abdulazîz jî nivîsîye, niha hêzeka mezin a medenî li Ewrûpayê rû daye û ev hêz ji top û tifeng û çekan zêdetir, aîdê ilm û hunerê ye; ewên ku bi ilm û hunerê mucehhez nebin, hem li Şerqê hem li Xerbê dê li ber pêlên dijwar ên vê medenîyetê çemûçem herin; ev heqîqet divê bêtir ji alîyê ronakbîran ve bê zanîn; xelq ji vê medenîyetê bêxeber e; xelq ji gotinên alim, waîz, muderrîs, edîb, şair û ji wan xortên xwedî-tehsîleka ewrûpî bibawer in; di nav van kesan de ewên ku baş weşangerî û propagandayê dikin, şair û edîb in. Lêbelê bila ew li qusûrê nenêrin gava mirov li berhemên wan dinêre, mirov dibîne ku di armanca wê de teorîya "huner bo hunerê" heye; ev rêyeka şaş e; di naveroka vê hunerê de pevçûnên şexsî; ji bo bexşîşan pesnê şah û wezîr û mîran û rindîya carîye û horîyan heye; tê de fayde û îqazek nîne ji bo qewm û derdora wan; herçend ev taybetî li ba wan miletên dî jî hebe, ev çaryek esr e an belkî esrek e ku jîyan guherîye û li gor vê yekê lazim bû ku heta niha mecraya edebî jî biguherîya, yanî lazim bû teorîya "huner bo civakê" dest pê bikira; wan bi vê armancê helbest û dîwan binivîsîna, gel ji xewê şîyar kirana, tiştên sûdewer û kêrhatî nîşana gel bidana; bereksê edebîyata kevin, dê mijar jî ne şexsî, lê civakî bibûya; wê demê dê ev halê xemgîn rû neda, dê kurdîtî bibûya xwedanê uzw û azayên heqîqî; dê hêza belaxatê zêdetir nifûzî ruhê insan bikira, lê mixabin ev nebûye[53]

 Xwedîyê nivîsê di dawîya gotara xwe de şairekî ku hunerê ji bo armanceka sûdewar bi kar anîye jî destnîşan dike û dixwaze ku yên îro bidin pey wî. Li gor Baban Abdulazîz ev kesê payebilind Hacî Qadirê Koyî ye ku di nav tarîyeka tîr de mîna çirayekê geş bûye û vê heqîqetê (hüner ji bo civakê) teqîb kirîye. Lê çawa ku bi gulekê bihar nayê; bi şîret û xîreta du-sê kesî ev kar naçe serî; lewma Baban Abdulazîz ji edîb û şairan ricayek dike ku rewşa qewmên xwe, têkçûna misilmanan, felaketên wan ên rojane bînin li ber çavên xwe û li gor îcraya pêdivîyên vî zemanî bangî xwendevanên xwe bikin.[54] 

Her wekî ev ricaya Baban Abdulazîz şeş sal şûnde ji alîyê Qazî Letîf ve pratîze bibe, helbesteka balkêş heye di kovara Jînê de. Derbarê jîyana wî de zêde malûmatên me nînin, tenê em dizanin ku ew kurdekî Mahabadê ye û bavê şair û ronakbîrê vê serdemê Qazîzade Mistefa Şewqî ye. Gava ew ji bo serdana kurê xwe Mistefa Şewqî hatîye Stenbolê, wî ev helbest daye rêvebirên Jînê. Ji naveroka "xezel"a wî dîyar dibe ku li vê derê çend kesayetên kurd nas kirîye û jê re coşek çêbûye ku fikrên xwe yên ser yekîtî, azadî û rewşa xeternak pêşkêş bike. Helbesta wî bi van beytên radîkal dest pê dike:

Şairî kurdan!.. meken behsî uzar û zulfî yar
Behsî behsêkî biken bo kurd leme-w paş bête kar!..[55]

Yanî Qazî Letîf rexneyek tund li şairên kurdan dike û dibêje bes behsa cemal û zulfê yarê bikin, behsa mijarên wisa bikin ku ji vir pê de karê kurdan biçîte ser. Jixwe di berdewama helbestê de mîna me gotî ew birrek mijarên civakî tîne rojevê û dibêje ku miletê kurd ji ehlê Gurcistan û Ermenistanê pirrtir e, malmezinên wan xwedîyê qesr, sifre û ni'metan in, lê mixabin ew ne hakimê xwe ne, malê wan ji îslam, tirk û tetaran re maye; çak e ku ji nav wan kesên mezin ên mîna Rustem, Bermek, Meen Zaîd, Mistefa Beg, Şêx Reza, Nalî, Wefayî, Seîdê Teftazanî, Melayê Hekar, Muftî Zehawî, Şêxulîslam Heyderîzade Îbrahîm Efendî, Ebdussemet Melayê Kerkûkî, melayê welatbar bedîî rûy zeman Mela Seîdê Kurdî derketine, lê ger giregirên roja îro meclîsekê ji bo kurdan teşkîl nekin dê tarûmar bibin biçin; ger ji bo milkê xwe yekîtîyek saz kirin jî dê îranîyan wek qitarê (trên) sef sef bikin, bidin ber xwe.[56]

Lê eger em çavên xwe li qeydeka dîtir a pir-hêl (digel rexneya edebî rexneyên sîyasî û civakî jî) dihewîne bigerînin, bêguman em ê herin li ber derîyê helbesteka Koyî. Mixabin ev helbesta ku bi yekûna xwe dibe "nimûneya helbesta nû" di rojname û kovarên vê serdemê de ne bi awayekî serbixwe û ne jî di nav nivîs û gotara ronakbîrekî de mîna referansekê (bi vî awayî 11 helbestên Koyî hene) çap nebûye. Ger dîwana Koyî ya ku Abdullah Cewdet di sala 1919an de mîzgînîya çapa wê dide[57] pêk bihata, em ê rastî wê zûtir bihatana, lê piştî mirina Koyî gelek sal şûnde (1986) di cihekî Dîwana wî ya li ber destan de mîna "Xakî Cezîr û Botan" em rastî wê tên.[58] Ji naverok û hin remzên helbestê dîyar e ku dîroka nivîsîna wê dikare heta sala 1881an biçe.[59] Ev helbesta ku xwedîyê dengekî şexsî, zimanekî rojane, endîşeyeka dîrokî (hin xalên Peymana Berlînê) û mijareka yekpare ye -ku ev konvansîyonên ha têrî dikin ku ew bibe nimûneya helbesta nû- ji bo xatirê rexneya xwe ya pir-hêl xulesekirinekê heq dike:

Koyî bi qesta pêkhatina muhtemel a xaleka Peymana Berlînê (1878)[60] digot sed heyf e ku îro welatê kurdan dikin Ermenistan û ger ew peyman cîbicî bibe an pêşîya vê metersîyê neyê girtin dê "tofan"ek rû bidin di nav kurdan de: Ger hin eşîrên kurdan ji german bimrin jî dê nikaribin herin zozanan; dê mescîd ciyê xwe bide dêrê, dengê naqosê şûna bangê bigre, qazî dê cihê xwe bide metran, rehban jî li ciyê miftî rûne... Lewma Koyî ulema û umeraya kurd gazî xebat û xîretê dikir, rexne li tiralî û bêferasetîya wan dibarand û xwezîya xwe bi wan demên ku kurd azad û serbixwe bûn dianî; di serxwebûn û rizgarbûna miletî de çareyê didît û te'nan dida van zumreyan ku zemanên berê yên mireffeh, azad û aram bi bîr bînin û ji "musteqîlbûn"a miletên piçûk (bulxar, sirb, yonan, ermen, qeretax, heta sûdanî) dersek wergirin û bes pişta xwe jî bidin osmanîyên ku îro mîna "benê mû" zeîf bûne. Ji bo dermanê nexweşîyê jî Koyî digel "qelem"ê (xwendin û hînbûnê), "şûr" jî (artêşeka modern a ku xwedîyê top û tifeng û hawanê ye) şert didît, lê halê heyî yê gewremalên kurd gava dihat ber çavên wî hêvîşikestî dibû. Herçend wî ermenan rexne dikir jî di doza yekîtî û tifaqê de, wan xîretkêş didît û digot ji bo ku ew fenê herb û sin'etê hîn bibin, wan bi piçûk û mezinên xwe ve berê xwe dane Ewrûpayê.[61]

Eve di nava vê helbestê de ev beyta jêrîn (29) ji alîyê rexneya edebî ve nûweyekî dihewîne:

Sed qa'îme û qesîde kes naykirrê be pûlê

Rozname û cerîde û kewtote qîmet û şan

Yanî Koyî gava dibêje êdî di vê serdemê de kes qaîme û pulek jî nade qesîdeyê, li rûyê wê mêze nake, lewra rojname/cerîde qîmet û şan wergirtine, hem li gor ruhê serdemê qîmeta rojname û matbûatê fêm kiribû (ku wê demê hêj rojnameyeka kurdî jî tunebû) û hem jî didît ku li hember pexşanê, helbesta kevin (ku temsîla wê "qesîde" ye) bêrewac û bêqîmet dibe. Bi gotineka dî beyta wî gava cureyekî nû (nesra nû) payebilind dikir û vemirîna stêrka cureyekî kevin (nezma berê) destnîşan dikir, dibû pratika rexneyeka edebî jî.

            4. Encam

 Hasilî kelam, wekî gelek pêkhateyan di nav kurdan de jî fikr û meylên nû, di serê sedsala bîstan de li bajarê Stenbolê peyda bûne. Kurdên xwenda yên ku bi kurdbûna xwe hesîyane, di rojname û kovarên kurdî de li pey sebebên paşmayîna kurdan ketine û di vê çarçoveyê de "rexne"yê wekî nerazîbûnek ji fikr, meyl, adet, war, sazî û dezgehên berê/kevin/ne-esrî, bi kar anîne. Ew helwesta rexneyî ya ku Paz û Touraine dikir nîşaneyeka serdema modern, li taxa kurdan jî îcra û pratîze bûye. Çend rexneyên wan ên ser alim û giregirên ku ji xema miletê xwe dûr in; fikrên wan ên ser perwerdeya bi kurdî û di vê çarçoveyê de islehkirina elifbaya erebî ji bo xwendin û nivîsandina kurdî; daxwazên wan ên ji bo rejîmeka meşrûtî, huqûqnas û ademî merkezî û herwiha rexneyên wan ên ser bêkêrîya edebîyata kevin a ku ji kêşeyên civakî dûr e, mînakên vê pratîkê ne. 

* Ev gotar, ji notên semînera me ya Akademîya Payîzê ya li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê (14.12. 2019) û ji hin notên teza me ya doktorayê hatîye hilberandin.

Çavkanî

Abdullah Cewdet. "Bir Xitab". Rojî Kurd 1 (6 Haziran 1329/19 Hezîran 1913): 3-4.

Abdullah Cewdet. "İttihad Yolu”. Rojî Kurd 2 (6 Temmuz 1329/19 Tîrmeh 1913): 8-10.

Abdullah Cewdet. "Kürdçe Yeni Bir Eser". Serbestî 485 (4 Mayıs 1919): 1.

Ahmed Cemîl. "Milletin Îd-i Ekber-i Hürriyeti". Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 3 (6 Kanun-u Evvel 1324/19 Kanûn 1908): 17-18.

Ahmed Cemîl. "Milletin İlk Şehrayîn-i Arûs-ı Hâkimiyeti". Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 2 (29 Teşrîn-î Sanî 1324/12 Kanûn 1908): 11-12.

Alan, Remezan. “Qonaxa Stenbolê di Edebîyata Kurdî ya Modern de”. Nûbihar Akademî 3, (Cild 2, Sal 4, 2017): 241-263.

Alan, Remezan. Keşkûl. Stenbol: Peywend, 2019.

Baban Abdulazîz. "Edebiyyâtımız ve Udebâmızdan Bir Ricâ". Rojî Kurd 4 (30 Ağustos 1329/12 Îlon 1913): 13-14.

Babanzade Ismaîl Haqqî. "Kürdceye Dair". Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 3 (6 Kanun-u Evvel 1324/19 Kanûn 1908):18-19.

Babanzade Ismaîl Haqqî. "Kürdler ve Kürdistan". Teavün ve Terakkî Gazetesî 1 (22 Teşrîn-î Sanî 1324/ 5 Kanûn 1908): 3-4.

Babanzade Ismaîl Haqqî. "Kürdlerin Tealisi". Rojî Kurd 3 (1 Ağustos 1329/14 Tebax 1913): 2-4.

Bediüzzaman Said Nursî. İçtimaî Dersler. İstanbul: Zehra Yayıncılık, 2006.

Celîl, Celîlê. Kürt Aydınlanması. wer. Arif Karabağ. ç. 2. İstanbul: Avesta, 2013.

Demir, Bahattin. "Kürd Meşrutiyet Mektebi". Toplumsal Tarih 200 (Ağustos 2010): 72-78.

Fikrî Necdet. "Cotkarî". Rojî Kurd 1 (6 Haziran1329/19 Hezîran1913): 24-25.

Hacî Qadirî Koyî. Dîwanî Hacî Qadirî Koyî. (amd.) Serdar Hemîd Mîran&Kerîm Mustefa Şareza. Sine: Întişaratî Kurdistan, 2012.

Kamiran Alî Bedirxan. "Kürd Lisânı". Serbestî 486 (5 Mayıs/Gulan 1919): 1.

Kamiran Alî Bedirxan. "Kürd Lisânının Tedvini".  Serbestî 480 (29 Nîsan 1919): 1. 

Kerkûklî Necmedîn. "Kurd Ulemasına". Hetawî Kurd 1 (11 Teşrîn-î Evvel 1329/24 Çirîya Pêşîn 1913): 10-13.

Kerkûklî Necmedîn. "Kurd Ulemasına-2". Hetawî Kurd 2 (21 Teşrîn-î Sanî 1329 /4 Kanûn 1913): 10-13.

Lutfî Fikrî. "Kürd Milliyeti". Rojî Kurd 4 (30 Ağustos 1329/12 Îlon 1913): 2-5.

M. S. Azîzî. "Hişyar Bîn". Rojî Kurd 2 (6 Temmuz 1329/19 Tîrmeh 1913): 23-24. 

M. S. Azîzî. "Hurûfumuz ve Teshîl-i Kırâat". Rojî Kurd 2 (6 Temmuz 1329/19 Tîrmeh 1913):12-13.

M. X. "Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan". Rojî Kurd 3 (1 Ağustos 1329/14 Tebax 1913): 29-31.

Mewlanzade Rifat. "Muhterem 'Hetawî Kurd' Gazetesi Muessîslerine". Hetawî Kurd 2 (21 Teşrîn-î Sanî1329/ 4 Çile 1913): 2-3.

Midhat Bedirxan. "Bîsmîlahîrrehmanîrrehîm". Kurdistan 1 (9 Nîsan1314/21 Nîsan 1898): 1-4.

Midhat Bedirxan. "Bîsmîlahîrrehmanîrrehîm". Kurdistan 2 (23 Nîsan1314/5 Gulan1898): 1-4.

Midhat Bedirxan. "Fazîlet'ul 'Ilm". Kurdistan 4 (21 Mayıs1314/2 Hezîran1898): 3-4.

Midhat. "Kuvâ-yı Umûmiyye-i Hükûmet Sûret-i Zuhûru, Lüzûm-ı Tefrîk ve Muvazenetî ve Bu Husûsdaki İhtilafat-ı Efkâr ve Bu Bâbda Olan Nazariyyât”. Rojî Kurd 1 (6 Haziran 1329/19 Haziran 1913): 14-17.

Mihemed Tahir Cezerî. "Gelî Birakên Ezîz û Gelî Kurmanca". Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 6 (27 Kanun-u Evvel 1324/9 Çile 1909): 37-38.

Modanî, X. "Ziman û Nezanîya Kurdan". Rojî Kurd 2 (6 Temmuz1329/19 Tîrmeh 1913): 29-30.

Paz, Octavio. Çamurdan Doğanlar. wer. Kemal Atakay, İstanbul: Can Yayınları, 1996.

Qazî Letîf. "Xezel". Jîn 7 (2 Kanun-u Sanî 1335/2 Çile 1919): 14-15.

Qazîzade Mistefa Şewqî. "Mekteb Çî ye?”. Hetawî Kurd 3 (29 Kanun-u Evvel 1329/11 Çile 1914): 30-31.

Said-i Kurdî. "Îfade-i Meram". Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 6 (27 Kanun-u Evvel 1324/9 Çile 1909): 43-44.

Seyyah Ahmed Şewqî. “Gelî Welatîyan”. Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 2 (29 Teşrîn-î Sanî 1324/ 12 Kanûn1908): 16.

Seyyah Ehmed Şewqî. "Ey Gelî Kurdan". Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 1 (22 Teşrîn-î Sanî 1324/5 Kanûn 1908): 7-8.

Seyyîd Muhammed Îsmetullah. "Kurdistanda Maarif". Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 9 (17 Kanun-u Sanî 1324/30 Çile 1909): 78-79.

Silêmanî Ebdulkerîm. "Tal û Şîrîn". Rojî Kurd 1 (6 Haziran sene 1329/19 Hezîran 1913): 21-23.

Suleyman Nazîf. "Kürd ve Kürdistan". Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi 2 (29 Teşrîn-î Sanî 1324/12 Kanûn 1908): 9-10.

Suleymanîyelî Mes'ûd. "Hurûfumuz ve Teshîl-i Kırâatı". Rojî Kurd 1 (6 Haziran 1329/19 Haziran 1913): 18.

Touraine, Alain. Modernliğin Eleştirisi. wer. Hülya Tufan, ç. 5, İstanbul: YKY, 2004.

Xarpûtlî H. B. “Garbla Şark, Millîyet Cereyanları”. Rojî Kurd 1 (6 Haziran1329/19 Haziran 1913): 8-9.

Xelîl Xeyalî, "Weten û Îttîfaqa Kurmanca", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 8 (10 Kanun-u Sanî 1324/23 Çile 1909): 69-70.


[1] Bnr. Octavio Paz, Çamurdan Doğanlar, wer. Kemal Atakay, (İstanbul: Can Yay. 1996).

 Ev xebat ji bo tirkî wek Çamurdan Doğanlar hatîye wergerandin, lê bi kurdî mirov jê re bibêje "Zarokên Herîyê" dê şaş nebe.
[2] Ev fikir xasma di ceribîna ewil a bi navê "Kendisine Karşı Bir Gelenek" [Neriîteka Li Dijî Xwe] de (13-27) tê ziman.
[3] O. Paz, hb., r. 13, 14, 15.
[4] Bnr. Alain Touraine, Modernliğin Eleştirisi, wer. Hülya Tufan, ç. 5, (İstanbul: YKY, 2004).
[5] Mirov dikare bibêje ku hevokên jorîn, kurteya beşên "Yıldızı Parlayan Modernlik" [Modernîteya Stêrgeş] (23-105) û "Modernliğin Bunalımı" [Qeyrana Modernîteyê] (109-222) ya xebata Touraine in.
[6] Bnr. Remezan Alan, “Qonaxa Stenbolê di Edebîyata Kurdî ya Modern de”, Nûbihar Akademî 3, (2017): 41-63; Remezan Alan, Keşkûl, (Stenbol: Peywend, 2019), 19, 20, 118, 119, 120.
[7] Jixwe "ronakbîr" an "rewşenbîr"a kurdî wekî têgehên "enlightened"a ingilîzî, "éclairé"ya frensî, "munewwer"a erebî û "aydın"a tirkî li ser heman bingeha hevpar (ron/rewşen, light, éclair, nûr, aydinlik) e. Bi heman ferasetê ji wan jî têgehên wek "Ronakgerî", "Enlightenment", "Tenwîr", "Aydinlanma" hatine dariştin.
[8] Bnr. Babanzade Ismaîl Haqqî, "Kürdlerin Tealisi", Rojî Kurd 3 (1 Ağustos 1329/1913): 3, 4; Lutfî Fikrî, "Kürd Milliyeti", Rojî Kurd 4 (30 Ağustos 1329/1913): 3,5; Kerkûklî Necmedîn, "Kurd Ulemasına", Hetawî Kurd 1 (11 Teşrîn-î Evvel 1329/ 1913):13.
[9] Xarpûtlî H. B. “Garbla Şark, Millîyet Cereyanları”, Rojî Kurd 1 (6 Haziran1329/1913): 8-9.
[10] Suleyman Nazîf, "Kürd ve Kürdistan", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi 2 (29 Teşrîn-î Sanî 1324/1908): 9.
[11] Ji bo hûrgilîyên van agahîyên giştî bnr. gotar û bîranînên wî yên rojnameya navborî (wek "Bedîuzzaman Molla Saîd-i Kurdînin Nasayıhı", "Kürdler Neye Muhtac?", “Îfade-i Meram”, "Nutk-ı Sabıkın Neticesi”, “Molla Saîd-i Kürdî’nin Tımarhane Hatıratı”) û "Nutuk", dnd. İçtimaî Dersler, (İstanbul: Zehra Yayıncılık, 2006), 9-35.
[12] Xelîl Xeyalî, "Weten û Îttifaqa Kurmanca", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 8 (10 Kanun-u Sanî 1324/1909): 69.
[13] Seyyah Ahmed Şewqî, “Gelî Welatîyan”, Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 2 (29 Teşrîn-î Sanî 1324/1908): 16.
[14] Babanzade Ismaîl Haqqî, "Kürdler ve Kürdistan", Teavün ve Terakkî Gazetesî 1 (22 Teşrîn-î Sanî 1324/1908): 3.
[15] Babanzade Ismaîl Haqqî, heman nivîs, 3, 4.
[16] Ji bo halê têkûz ê çapa helbestên Koyî, bnr. Hacî Qadirî Koyî, Dîwanî Hacî Qadirî Koyî, (amd.) Serdar Hemîd Mîran&Kerîm Mustefa Şareza, (Sine: Întişaratî Kurdistan, 2012). Ji bo naveroka destnîşankirî bnr. 238.
[17] Bnr. Hacî Qadirî Koyî, heman berhem, 203, 204.
[18] Koyî, hb.152, 153.
[19] Mîqdad Midhat Bedirxan "Bîsmîlahîrrehmanîrrehîm", Kurdistan 1 (9 Nîsan 1314/1898): 1-4.
[20] Kerkûklî Necmedîn, "Kurd Ulemasına", Hetawî Kurd 1 (11 Teşrîn-î Evvel 1329/1913): 10-13.
[21] Kerkûklî Necmedîn, "Kurd Ulemasına-2", Hetawî Kurd 2 (21 Teşrîn-î Sanî 1329/1913): 12.
[22] Qazîzade Mistefa Şewqî, "Mekteb Çî ye?", Hetawî Kurd 3 (29 Kanun-u Evvel 1329/1914): 30, 31.
[23] Xeyalî di Hetawî Kurd de bi "Ji Mezinê Kurdan Ra Ye", "Derdê Kurdan", "Ji Qesîdeyê Hacî Rehmetî Têne Zanîn Ku" ev rexne û mijar domandîye. Heta navê du gotaran eynî ye. Seba ku nebe dubare me behsa yên Hetawî Kurd nekir. Di Jînê de jî bi navê Kurdîyê Bitlîsî li ser dîrok, mîtolojî û standardkirina ziman gotar nivîsîne.
[24] M. X. "Bextreşî û Mehrûmîya Kurdan", Rojî Kurd 3 (1 Ağustos 1329/1913): 29-31.
[25] M. S. Azîzî, "Hişyar Bîn", Rojî Kurd 2 (6 Temmuz sene 1329/1913): 23, 24. 
[26] Midhat Bedirxan, bnr. "Bîsmîlahîrrehmanîrrehîm", Kurdistan 1 (9 Nîsan 1314/1898): 1-4; "Bîsmîlahîrrehmanîrrehîm", Kurdistan 2 (23 Nîsan 1314/1898): 1-4; û "Fazîlet'ul 'Ilm", Kurdistan 4 (21 Mayıs sene 1314/1898): 3-4.
[27] Fikrî Necdet "Cotkarî", Rojî Kurd 1 (6 Haziran 1329/1913): 24-25.
[28] Babanzade Ismaîl Haqqî, "Kürdceye Dair", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 3 (6 Kanûn-ı Evvel 1324/1908): 18-19.
[29] Seyyîd Muhammed Îsmetullah, "Kurdistanda Maarif", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 9 (17 Kanun-u Sanî 1324/1909): 79.
[30] Bo agahîyên berfirehtir bnr. Bahattin Demir, "Kürd Meşrutiyet Mektebi", Toplumsal Tarih 200 (Ağustos 2010): 72-78.
[31] Bo agahîyên berfirehtir bnr. Celîlê Celîl, Kürt Aydınlanması, (wer.) Arif Karabağ, ç. 2, (İstanbul: Avesta, 2013), 122, 124.
[32] Abdullah Cewdet, "Bir Xitab", Rojî Kurd 1 (6 Haziran sene 1329 /913): 3-4.
[33] Suleymanîyelî Mes'ûd, "Hurûfumuz ve Teshîl-i Kırâati", Rojî Kurd 1 (6 Haziran sene 1329/1913): 18.
[34] M. S. Azîzî, "Hurûfumuz ve Teshîl-i Kırâat" Rojî Kurd 2 (6 Temmuz 1329/1913):13.
[35] Modanî, X., "Ziman û Nezanîya Kurdan", Rojî Kurd 2 (6 Temmuz 1329/1913): 29-30.
[36] Silêmanî Ebdulkerîm, "Tal û Şîrîn", Rojî Kurd 1 (6 Haziran 1329/1913): 21, 23.
[37] Babanzade Ismaîl Haqqî, "Kürdlerin Tealisi", Rojî Kurd 3 (1 Ağustos 1329/1913): 3-4.
[38] Mewlanzade Rifat, "Muhterem 'Hetawî Kurd' Gazetesi Muessîslerine", Hetawî Kurd 2 (21 Teşrîn-î Sanî 1329/1913): 3.
[39] Kamiran Alî Bedirxan, "Kürd Lisânının Tedvini",  Serbestî 480, (29 Nîsan 1919): 1. 
[40] Kamiran Alî Bedirxan, "Kürd Lisânı", Serbestî 486 (5 Mayıs 1919): 1.
[41] Bnr. Jimara 23an a kovara Jînê, helbeta Nalî ya ku bi peyvên "Em taqime" dest pê dike.
[42] A. Touranine, hb. r. 51-73.
[43] Bnr. Ahmed Cemîl, "Milletin İlk Şehrayîn-i Arûs-ı Hakimiyeti", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 2 (29 Teşrîn-î Sanî 1324/1908): 11; "Milletin Îd-i Ekber-i Hürriyeti", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 3,(6 Kanun-u Evvel 1324/1908): 17.
[44] Said-i Kurdî, "Îfade-i Meram", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî, 6, (27 Kanun-u Evvel 1324/1909): 43, 44.
[45]  Xelîl Xeyalî, "Weten û Îttîfaqa Kurmanca", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 8 (10 Kanun-u Sanî 1324/1909): 69, 70.
[46] Seyyah Ehmed Şewqî, "Ey Gelî Kurdan", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 1, (22 Teşrîn-î Sanî 1324/1908): 7, 8; "Gelî Welatîya", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 2 (29 Teşrîn-î Sanî 1324/1908): 16.
[47] Mihemed Tahir Cezerî, "Gelî Birakên Ezîz û Gelî Kurmanca", Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî 6 (27 Kanun-u Evvel 1324/1909): 37, 38.
[48] Midhat, "Kuvâ-yı Umûmiyye-i Hükûmet Sûret-i Zuhûru, Lüzûm-ı Tefrîk ve Muvazenetî ve Bu Husûsdaki İhtilafat-ı Efkâr ve Bu Bâbda Olan Nazariyyât”, Rojî Kurd 1 (6 Haziran 1329/1913): 14, 15.
[49] Midhat, heman nivîs, r. 16.
[50] Abdullah Cewdet, "İttihad Yolu”, Rojî Kurd 2 (6 Temmuz 1329/1913): 8-10.
[51] Abdullah Cewdet, heman nivîs, heman cî.
[52] Baban Abdulazîz "Edebiyyâtımız ve Udebâmızdan Bir Ricâ", Rojî Kurd 4 (30 Ağustos 1329/1913): 13-14.
[53] B. Abdulazîz, heman nivîs, heman cî.
[54] Baban Abdulazîz, hn. 14.
[55] Qazî Letîf, "Xezel", Jîn 7 (2 Kanun-u Sanî 1335/1919): 14-15.
[56] Piştî şerê cîhanê gava Dewleta Osmanî parçe bû, îranîyan jî doza axa Kurdistanê kirin, ev yek di nav nifşê Kurdistan Tealî Cemîyetî de nerazîbûnek çêkir, eve di beyteka vê metnê de rengvedana wê nerazîbûnê heye.
[57] Abdullah Cewdet, "Kürdçe Yeni Bir Eser", Serbestî 485 (4 Mayıs 1919): 1.
[58] Ya ku me jê îstifade kir ev e: Dîwanî Hacî Qadirî Koyî, (amd.) Serdar Hemîd Mîran&Kerîm Mustefa Şareza, Sine: Întişaratî Kurdistan, 2012.
[59] Belkî ji ber vê Baban Abdulazîz di gotara xwe ya navborî de digot “25 sal berê Hezretê Hacî Qadirê Koyî şi'rên huner bo civakê dinivîsand”. Bnr. gotara "Edebiyyâtımız ve Udebâmızdan Bir Ricâ".
[60] Di vê peymanê de xala "wîlayetên sitte" şeş bajarên wek Erzirom, Wan, Elezîz, Diyarbekir, Bedlîs û Sêwasê ji Ermenistanê re dihişt.
[61] Bnr. helbesta "Xakî Cezîr û Botan, Dîwanî Hacî Qadirî Koyî, (amd.) Serdar Hemîd Mîran&Kerîm Mustefa Şareza, (Sine: Întişaratî Kurdistan, 2012): 94-100.