Ekrem Malbat: Medreseyên Kurdan li Kurdistanê Heta Demeke Dirêj Wekî Navendên Rêveberiyên Xwecihî Kar Kirin
Röportaj / Ferhat Buğday

whatsapp_image_2023-06-13_at_14.20.37

Wergêr: Pîvok Yıldız

Ferhat Bugday: Dixwazim wek destpêk ji tabîra 'Îslama Kurdî' em dest pê bikin. Gelo divê mirov ji têgeha Îslama Kurdî çi fêm bike û bi ya we têgeha “Kurdên Îslamparêz” têgeheke rast e ku di demên dawî de gelek tê bikaranîn? Hûn dixwazin derbarê dîrok, aktor û paradîgmaya wê de çi bibêjin?

Ekrem Malbat: Esasen bersiva vê pirsê ji bo min ne hêsan e. Berî du salan, min ji bo Kovara Lêkolînên Kurdî edîtoriya dosyayeke bi babeta kurdên bawermend kiribû û tişta herî zehmet bo min diyarkirina navê dosyayê bû. Axir dawiya dawî me biryar dabû ku navê wê bibe Îslama Kurdî. Loma, sînorên bersiva ku ez ê ji bo vê pirsa we bidim dê ne diyar bin. Dîsa jî divê mirov di pênasekirina vê meseleyê de hesas be; çinku piştî demeke dirêj “kurdên bawermend” wek aktorên polîtîk dîsa li meydanê ne. 

Bi ya min tevî her tiştî ne rast e ku mirov ji bo kurdên bawermend an jî mihafezekar bibêje 'Îslamparêz'. Em dikarin bibêjin pênasekirina wek "Îslamparêz" cara ewil di zanista siyasetê de " digihêje Mewdûdî'ye Cemalettîn Afganî. Lê jixwe Afganî jî ev pênaseya xwe da ku Dewleta Osmanî ji mirinê xilas bike danîbû ortê. Ji Îtihad û Teraqiyê heta roja îro bîrdoziya îslamparêziyê ji bo xurtkirina netewperweriyê hat bikaranîn. Bi kurtî îro Îslamparêziya li Tirkiyeyê li dar e, bîrdoziya netewperweriya Misilmanên serdest e. Divê em binê vê yekê jî xêz bikin ku Kurdan tu carî dîn bi vî awayî ji bo bîrdoziyê bi kar neanî. Heta kurdên bawermend ên netewperwer jî, referansên dînî ne ji bo tehekûma li ser yên din, jê wêdetir ji bo îfadekirina qaîdeyên xwe bi kar tînin. Ji ber vê yekê, bi taybetî ji bo kurdan, ji îfadeya "Îslamparêz" wêdetir bikaranîna îfadeya "kurdên bawermend"  an jî "kurdên mihafezekar" çêtir dibînim. Kurt û kurmancî, herhal ya ku em jê re dibêjin Îslamparêz" ku ji bo kurdan teqabilî fenomeneke civakî dike, ji bo tirkan ev têgeh zêdetir beramberî bîrdoziyekê tê.

Dema em werin ser meseleya aktorên Îslama Kurdî jî, wekî ku min li jor amaje pê kirî, ji ber ku feraseta îslamî li ba kurdan wekî tirkan ne bi şiklekî bîrdozî ye, zehmet ku mirov behsa aktorên wê yên resen (organik) bike. Lê belê dîsa jî ji hêla sazûmaniyê ve ji ber ku xweserî xwe ne, em dikarin ekolên wekî Xalidîtî, Qadirîtî û kêm be jî Cemaeta Nûrê wek qismek ji aktorên rengê xwe didin Îslama Kurdî qebûl bikin.

Li cîhanê, tevgerên dînî yên milletên bindest heta radeyekê paradîgmayeke dij-kolonyal pêşkêş dikin, bi ya we Îslama Kurdî di vê mijarê da teoriyek pêş xistiye gelo? Bo nimûne bi ya we sedema peydanebûna feraseteka wekî "Teolojiya rizgariyê" ku bi Amerîkaya Latîn re bûye yek, çi ye?

Her çiqas ez bi temamî jê bawer nekim ku hemû tevgerên dînî yên milletên bindest alîgirê heqîqetê ne, lê dîsa dikarim bibêjim ku hema hema wekî gotina we ye. Tevgera li Amerîkayê ji ber ku xwe dispêre gel û îtîrazê li serweriya Xiristiyaniya Katolîk dikir giring e. Hetta îtîrazeke têra xwe watedar bû ku gelê xizan bi demê re cimaetên xwe yên dînî ava kirin û baweriyên xwe hinekî din xweser kirin. Lê belê ji çend aliyan ve dê şaş be ku em şêweya vê ya li Kurdistanê bigerin. Ya yekem, teolojiya rizgariyê ya li Amerîkaya Başûr di salên 1960î da peyda bû û zêdetir îtîrazek li dijî newekheviya aborî bû. Ya duyem jî avaniya sosyo-demografîk e ku kurd tê de dijîn; bi gotineke din berbelaviya nifûsa kurdan rê li ber rêxistinbûneke wiha giştî venedikir. Helbet li kêleka vê divê bê dupatkirin ku li ba kurdan pirsgirêka pêşengbûnê jî heye. Tevî van hemûyan, heger em berê xwe bidin sedsala 19. em ê bikarin derbarê vê mijarê de hin tiştên di cih de bibêjin.

Di vê çarçoveyê de, esasen teolojiyeke rizgariyê ya kurd-bindyad heye ku ji Şêx Ubeydullah dest pê dike heta Şêx Seîd didome. Şêx Ubeydullah ji aliyê lokasyonê ve li naverasta du dewletên serwer, Îran û Împaratoriya Osmanî, binesaziya qadeke serweriyê ava kiribû ku dikarî îtîrazê li her du aliyan jî bike. Bo nimûne medreseyên di nav sînorên Şêx Ubeydullah de bi aşkerayî îtîraz li padşahê Osmanî ango xelîfeyê îslamê dikirin. Di heman demê ev îtîraza xwe bi rêya xelîfeyên girêdayî xwe digihand bi sedan medreseyan. Dema em ji vê hêlê ve lê binêrin em ê bibînin ku wî di navbera Îran û Împaratoriya Osmanî de ku esasen du seriyên cîhana misilmaniyê ne, şêweyê îdarekirina xwe ava kiriye û ew bi tora medreseyên ku ekola xwe lê dihewîne pêş xistiye. Esasen vê jixwe teolojiya rizgariyê ya li Amerîkaya Başûr dianî bîra me. Lê bêguman ev îtîraz ji ber pevçûna di navbera ekolên Qadirî û Neqşîbendî de veneguherî feraseteke dij-kolonyal ku hemû kurdan dihewîne.

Wek berdewama vê pirsê bi ya we kurdên bawermend di domahiya dîroka xwe de li ku dera hereketa siyasî bi cih bûne? Cudahî û wekheviyên di navbera bicihbûna wan a berê û niha de çi ne? Bi zêdehî û kêmasiyên xwe, kurdên bawermend çi bandor li hereketa siyasî ya kurdî kirin?

Berî ku bersiva vê pirsê bidim giring e ku em destnîşan bikin ku em îfadeya "hereketa siyasî ya kurdî" ji kê û ji kîjan pêvajoyê didin destpêkirin. Bi ya min dê sûdewertir be ku em li gor piştperdeya dîrokî li ser mijarê hûr bibin.

Herhal ev yek aşkera ye: Îtîraza kurdan a ji bo nasnameya netewî esasen bi kurdên bawermend dest pê kir. Tew heger em metnên Ehmedê Xanî esas bigirin, aşkera ye ku em ji nava metneke netewperwer diaxivin ku berî ekolên netewperwer yên rojava hatiye nivîsandin. Lê belê dîsa jî metnên Ehmedê Xanî ji îtîrazeke li dijî serweriyên li derve wêdetir serzenîşek e ji bo pirsgirêkên navxweyî yên kurdan. Ya wî lêgerîna xurtkirina xwebaweriyê ye. Ev metnên Xanî ku bi xwe jî muderisek bû, demên dirêj li medreseyên Kurdistanê wekî metnên sereke hatin xwendin û Xanî bandor li ser gelek siyasetmedarên kurd ên li dû xwe jî kir.

Lê belê li ser medreseyên kurdan ji ber ku demeke dirêj ji aliyê terîqeta Qadirî ve hatine rêvebirin ku dûrî siyasetê ne û postnişîna wê ji bavî derbasî kurî dibe, bandora metnên Xanî sînordar bû. Piştî salên 1800î versiyona Xalidîtiyê Neqşîbendiyê ku bi Mewlana Xalid dest pê kir, bêguman pêvajo guherand. Xalidîtî hinekî din çalak bû, ne dûrî siyasetê bû û ya herî giring jî bereksê Qadirîtiyê xelîfe/muderisên xwe ne ji eşîrên mezin an jî malbatên bijarde, ji şaqirdên ku destûrnameya xwe ya ilmî wergirtine hildibijart. Loma têra xwe giring bû û ev ji bo medreseyên kurdan guherînên cidî bûn.

Her wiha, Mewlana Xalid 28 xelîfeyên xwe jî ji kurdan hilbijartibûn û di nav vê çarçoveyê de ev jî xaleke gelek giring e. Ev kevneşopiya nû ya di Xalidîtiyê de bi îfadeya klasîk a roja me, medreseyên kurdî hîn netewperwertir kirin. Medreseyên kurdan bi vî halê xwe bi salên dirêj bûne hilgirê nasnameya çandî ya kurdî û em dikarin bibêjin ku nispeten bûne wekî organîzasyoneke kurdî. Lê belê mixabin çendê ku Mewlana Xalid li heyatê bû, Xalidîtiyê li ser navê kurdan li dijî Osmaniyan helwesteke şênber û çalak ya siyasî nîşan neda. Sedema vê yekê jî ew bû ku Mewlana Xalid ku bi eslê xwe kurdekî ji Silêmaniyê bû, perwerdehiya xwe ya terîqetê li Hindistanê ji Abdullah Dehlevî standibû. Mewlana Xalid dema ji Hindistanê vegeriya Kurdistanê, bi xwe re tişteke ku divê neîne anî; ew jî nefreta ji îngilîzan bû.

Di wan salan de ji ber ku Hindistan koloniya îngilîzan bû, cimaeta misilman a li wir bi awayekî tund dijberiya îngilîzan dikir. Lê ji ber ku ev bi destê Mewlana Xalid derbasî Kurdistanê bû, vê yekê ew kir alîgirê Osmaniyan. Tevî ku Osmaniyan kiryarên ku îngilîzan li Hindistanê dikir wan li Kurdistanê dikir jî Mewlana Xalid ev yek nedît an jî nexwest bibîne. Çinku wî Osmanî wekî keleha dawîn a Îslamiyetê ku li dijî îngilîzan radibe didît. Ev terefgiriya xaricî ya ji bo Osmaniyan heta serdema Şêx Ubeydullah berdewam kir.

Îtîrazên Şêx Ubeydullah ên li hember siyaseta Osmaniyan a li Kurdistanê û di dawiyê de jî serhildana wî, hem medreseyên kurdan hinekî polîtîze kir hem jî malbata Nehrî kir yek ji aktorên sereke yên siyaseta kurdan. Ev serhildana ku xwe dispart medreseyan gihişte heta Şêx Seîd. Bawermendên kurd ku heya vê serdemê xwe li dora medreseyan bi rêxistin kiribûn, bi pergala perwerdehiya medreseyan xwende-nivîsevaniya kurdî û nasnameya çanda kurdî parastin û ji aliyê din ve jî hebûna medreseyan domandin ku yekane mekanên şiyana rêxistinbûna kurdan bûn. Ji ber vê çendê medreseyên kurdan bi salan li Kurdistanê wekî navendên rêveberiyên xwecihî kar kirin.

Dewleta ku ev fonksiyona medreseyan a di navbera kurdan de dît, bi qanûna Perwerdeya Tewhîdê (Tevhid-i  Tedrisat) ku di sala 1924an de derxist, medrese an go tekane mekanên ku kurdan xwe lê bi rêxistin dikirin, girtin. Hûn jî dizanin ku piştî salekê jî Serhildana Şêx Seîd rû da. Dixwazim li vir dij-kewanekê din jî vekim. Dema em li ser aliyê netewî an jî dînî yê hereketa Şêx Seîd nîqaşan dikin, divê em van xalan li ber çavan bigirin. Hûn dizanin yek tişta ku Şêx Seîd nerazîbûn li dijî wê nîşan dida girtina medreseyan bû, bo nimûne heger hûn medreseyên kurdan wekî mekanên ku dersên elîfbêtik û îlmîhalê didin bizanin; wê demê hûn ê ji hereketa Şêx Seîd re jî bêjin hereketeke dînî ye. Lê heger em ferq bikin ku medrese ji bo kurdan tekane mekan bûn ku xwe lê bi rêxistin dikirin, li hev dişêwirîn û lê perwerde dibûn, wê demê dê ji me hêsantir be ku em fêm bikin ka hereketa Şêx Seîd li dijî çi rabibû.

Wek encam, dewletê serhildana Şêx Seîd ji xwe re kire hincetek ku kadroyên siyasî yên kurdan ji holê rake û ev yek kir. Ji sedî 90ê kesên ku hatin darvekirin muderisên medreseyan bûn. Yên din jî parçe parçe kirin û sirgûn kirin. Ev rewş bû sedem ku kurd heta demek dirêj bêdeng bimînin û medrese jî kar û barên xwe veşartî bikin. Tevî ku vê rewşê dengê medreseyan qut kir jî di heman demê de rewşa medreseyan polîtîze kir. Axir, helbestvanê me yê komunîst Cegerxwîn jî ji medreseyê der çûye û navê wî yê di nav gel de "Seydayê Cegerxwîn e".

medrese Em dizanin ku Fanon ji ber ku Xiristiyanî ji bo berbelavkirina mêtingeriyê dihat bikaranîn, bi metafora "dêra spî" ev yek bi awayekî tund rexne dikir. Gelo li ser helwesta self-mêtinger a xweserî Îslama Kurdî çi were gotin?Di vê mijarê de dema em têkiliyên ekola Norşîn û Semsûrê jî ku bi kesayetên dewletparêz re datînin li ber çavan bigirin, hûn dikarin çi bibêjin?

Belê, hûn mafdar in, di dîrokê de, di têkiliyên mêtingeh-mêtingeriyê de dîn her tim li dijî bindestan hatiye bikaranîn. Rast e, her mêtingerî di çenteyê lazimiyên xwe de pirtûkeke pîroz hewandiye. Bêguman metafora "dêra spî" ya Fanon di vê wateyê de pênaseyeke rast e.

Di vê nuqteyê de gava pirsa "Gelo dewletê li Kurdistanê 'medreseyên spî' hene?", tê kirin, tê dîtin ku bersiv bi qasî bersiva Fanon ne hêsan e. Çinku têkiliya di navbera dewlet û oldarên kurd de xwedî şêwazeke cuda ye. Divê bê dupatkirin ku ne di Împaratoriya Osmanî de ne jî di Komara Tirkiyeyê de, dewletê tu hewldanek neda ku ji bo kurdan re dînî rave bike. Çinku kurdan dîn ji wan baştir dizanî û heta ku tirkan awayên bingehîn bi rêya kurdan zanîne. Loma xwestin ku kesên oldar û otorîteyên dîndar ên di nav civaka kurdan de, bi xwe ve girê bidin.  Ev siyaseta wan heta dereceyeke mezin kêr hat û bi demê re her çiqas ne bi tevahî spî be jî, medreseyên xwe yên gewrîn afirandin.

Bi destûra we, dê baştir be ku mirov hinekî berê xwe bide paşerojê û vê meseleyê wisa rave bike. Medreseyên kurdan ji aliyê kalîteyê ve derbeya ewil ji destê Împaratoriya Osmanî xwarin ku Osmaniyan mîrektiyên kurdan tasfiye kirin. Jiholêrakirina mîrektiyan çavkaniyên aborî-siyasî yên medreseyan û ji ber vê yekê yên muderisan jî bi awayekî tund qut kir. Bi vî awayî jî medreseyan serxwebûna xwe ya aborî ji dest dan. Piştî vê yekê şagirt û muderisan, piraniya wextê xwe ji bo  berhevkirina xureka ratibê xerc dikirin. Vê rewşê hem şagirt û hem jî muderis kirin wekî parsekan û di heman demê de bandor li kalîteya perwerdeya medreseyan jî kir.  Tekane îstîsnaya vê rewşê medreseyên girêdayî şaxa Nehrî ne ku postnişîna wê di destê Îêx Ubeydullah de bû. Bi sîstema bacê ya ku wî bi xwe ava kiribû û titûna Şemzînanê ku li qadeke berfireh difirot, serxwebûna xwe ya aborî parast û di dawiyê de jî bi hêza ku ji vê bi dest xistibû serî hilda.

Lê şaxên Hîzan û Norşînê heta Şerê Cîhanê yê Yekem nekarîn vê pirsgirêkê çareser bikin. Dewletê li ser vê xala lawaz a medreseyên kurdan desthilatdarî girte destê xwe. Bo nimûne, balkêş e ku Şêx Evdilrehmanê Taxî (Seyda) ku şaxa Xalidîtiyê ya Norşînê damezirandiye, di sala 1896an de meaşê xwe yê ewil distîne. Tevî ku ne ew û ne jî medreseya wî xwedî statuyeke fermî bû her meh 500 quruş ji gencîneya parêzgehê jê re dihat dayîn. Piştre kurê wî Şêx Ziyaeddîn vî meaşî distîne. Bi ser de qismekî mezin ji axa Ermeniyan ku piştî sala 1915an bêxwedî mabû, ket destê medreseyên Norşînê. Bi heman awayî di serdema Şêx Celadettînê kurê Şêx Subgatullah Arvasî de dest danîn ser gelek mal û milkên Ermeniyan. Ligel vê yekê, dewletê jî qismeke mezin ji erdê weqfan bexşî wan kir. Û mixabin, ev girêdana aborî di vî warî de heta roja îro jî hatiye. Mixabin qedera malbata Arvasiyan îro heta bîrdoziya tirkbûnê jî çûye. Ji xeynî Şefîk Arvasî ku şagirtê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî bû (Şefik Arvasî her tim li cem têkoşîna mafdar a Kurdan bû), nûnerên din ên malbatê îro bi temamî dewletparêz in.

Tişta ez li vir dixwazim dupat bikim ev rastî ye; rewşeke jiyanî ye ku saziyeka perwerdehiyê nekare pêdiviyên xwe dabîn bike. Divê em ji bîr nekin ku yê ku pere dide emir jî dike, yê ku pereyî digire emir jî digire.

Bo nimûne, balkêş e ku Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, dema behsa Medreseya Zehrayê dike, ku di salên 1910an de niyeta wî ew bû ku li Wanê ava bike, dibêje ku ji temamkirina vê projeyê armanceka min jî "Dabînkirina siberoja zanayên kurdan e." Ev mijareke jiyanî ye. Heger kurd siberoja millet û ronakbîrên xwe mîsoger nekin û wan di nav xizanî û neçariyê de bihêlin, wê demê dê nekarin li ser xaka xwe pêşî li avakirina dêrên spî bigirin.

Heger em berê xwe bidin fikra sereke ya pirsê, qismen mezinahiya derxwezayî ya Norşînê ya berê û bi temamî mezinahiya derxwezayî ya Menzîlê ya îro, bê guman mijareke girêdayî xwedî-milkirinê ye ku me li jor behs kir. Di encama vê rewşê de, pêşketina helwesteke self-mêtinger li aliyekî, dê veguherin sazûmaniyên ku xwe ji pirsgirêkên bingehîn ên civaka xwe şûştine.

Tevgera siyasî ya sereke ya Kurd, di van demên dawî de pîvana xwe ya rewşenbîriyê berfirehtir kiriye ku bi kom û ramanên nûjen re têkiliyên xwe xurttir dike û bi hewandina nasnameyên cihê yên etnîk û zayendî jî siyaseteke nû diafirîne ku hewl dide berbelavtir bibe. Bi ya we bawermendên kurd vê rewşê çawa dinirxînin û şêweyên sekuler ên siyaseta kurdî çawa dibînin?

Rewşeke asayî ye ku tevgereke siyasî bi kom û bîrdoziyên cuda yên siyasî re di nav têkiliyê de be; tişta ne asayî ev e ku ev bîrdozî an jî komên duyemîn, bi demê re, rojeva te ya sereke bixin rewşa duyemîn. Bi dîtina min kêmasiya sereke ya tevgera siyasî ya Kurd di vê xalê de ew e ku dema van têkiliyan ava dike bingeha xwe ya sosyolojîk têra xwe li ber çavan nagire. Bo nimûne, heger pirsgirêkeka ku di civakeke din de heye, wekî pirsgirêka civaka xwe bibîne, wisa texeyûl bike û hemû enerjiya xwe û hemû hêza xwe ya rêxistinî li wê xerc bike, dibe ku hewldana wê bê encam bimîne. Tevgera Kurd bi salan dirûşmên mafên karkeran li Kurdistanê bilind kirin ku hema bêje tu fabrîkeyek lê nîne. Halbûkî ev pirsgirêk pirsgirêka civakên pîşesaziyê bû. Bo nimûne, Dr. Qasimlo dibêje: "Li Kurdistana ku sermaye lê tune ye, me bi salan dijminahiya sermayeyê kir." Dîsa em berê xwe bidin israra ji bo civakeke ekolojîk tê kirin. Civaka Kurd hîn jî ji bo pahtina nanî wek sotemenî sergînan bi kar tîne.  Ma civakeke ji vê wêdetir ekolojîk heye? Bi ya min ev mesele dikare were nîqaşkirin.

Ez naxwazim şaş bêm famkirin. Helbet ez nabêjim di van waran de pirsgirêkên me nînin, pirsgirêk hene, lê ev pirsgirêk ne pirsgirêkên ekolojîk in, pirsgirêkekên siyasî ne. Dibe ku sedema şewata daristanên li Mûglayê û ya li daristanên Şirnexê yek be, lê eger şewata li Mûglayê bi mudaxeleya balafiran bê vemirandin lê ji bo vemirandina. agirê li Şirnexê tew destûra gelî jî neyê dayîn ku mudaxele bike, ev ne pirsgirêkeke ekolojîk e, ev pirsgirêkeke siyasî ye. Çareserî jî ne bi parazvaniya hawirdorê, bêhtir bi helwesteke zelal a siyasî ya li dijî cudakariyê dê were peydakirin. Bi heman awayî, nêzîkatiya siyaseta kurdî ya ji bo pirsgirêkên zayendî jî  pirî caran li ser xeteka dûrî sosyolojiya civaka xwe pêî dikeve.

Heger di vî warî de pirsgirêk hebin, helbet divê ev pirsgirêk bên nîqaşkirin û çareserkirin, lê dema ku bi dirûşmên sunî an jî afîşên ku ji bo civakê tu tiştekî îfade nakin hewla çareseriyê were dayîn dê di navbera civak û tevgerê de bibe sedema valahiyeke mezin.  

Bi taybetî jî beşa muhafezekar a Kurd, dema ku dibîne hesasiyeta wan a li ser van mijaran tê paşguhkirin, ji tevgerê dûr dikeve. Halbûkî (eger em Hizbullaha ku xwedî “dîndariyeke protez” e nehesibînin), karaktera dîndariya kurdî ji bo diyalog û şêwrê hazir û amade ye. Bi kurtî, tevî şert û mercên gelek dijwar ên piştî salên 1960î, çîna bawermend a li dora medreseyan bi giranî li cem tevgera siyasî ya Kurdî sekinî.

Îro di nav bawermendên kurd de civak û tevgerên ku temsîla wan ji hev cuda hene. Ger em koma Zehrayê jî ku hûn bi xwe nêzî wê ne têxin nav xwe û bipirsin, bi dîtina we ev tevgerên dînî li ku dera siyaseta kurdî bi cih dibin? Ji bo gelê kurd xwedî gotar û paradîgmayeke azadîxwaz in gelo?

Ya rastî dema ku em hinekî berê xwe bidin paşerojê, em dibînin ku di nava kurdan de ji aliyê civatî û mezhebî ve gelek kom nîn in. Piştî salên dirêj ên Qadirîtiyê, Neqşîbendîtî bi rêya Mewlana Xalid belav bû. Loma civatên bawermend ên di nava kurdan de bi giştî ji van her du tevgeran derketine. Lê di destpêka salên 1900î de li Kurdistanê şexsiyetekî nû derdikeve pêş, di temenê xwe yê ciwan de balê dikişîne û di demeke kurt de navdar dibe. Ev şexsiyet Bedîuzzeman Seîdê Kurdî bû ku paşê bi navê Seîdê Nûrsî hat naskirin. Nûrsî, hem di warê civakî hem jî di warê siyasî de xwediyê şîroveyên wisa xweser bû ku hêjayî binavkirineke wekî 'civateke nû ya dîndar' bû.

Lê ya ku giringî dida Bedîuzzeman, ji ciwaniya xwe ve eleqedariya wî ya ji bo pirsgirêka nasnameya Kurdî bû ku wî di vî warî de ji bo çareseriyê gavên bitalûke jî avêtibûn. Lê belê dema ku ev aliyê wî bi taybetî ji aliyê şopdarên wî yên tirk ve bi baldarî hat hedefgirtin, hinek endamên Cemaeta Nûrê yên kurd li dijî vê yekê rawestiyan û ji cemaeta serdest veqetiyan. Bi kurtasî çîroka Zehrayê û civata Med-Zehrayê bi vî rengî dest pê kir. Ji ber vê jî civata Zehrayê rastî înkareke ducarî hat. Ligel înkara dewletê ya li dijî nasnameya kurdî, Cemaeta Nûrê bi xwe jî ew bi "cudaxwazî"yê tohmetbar kirin û ew kirin hedef û bûn sedema pêvajoyeke dijwar. Di dawiyê de avakerê Weqfa Zehrayê Îzzettîn Yildirim ji ber hedefgirtina dewletê û kuştina wî bi destê Hizbullahê bedelên giran dan.

Esasen tişta ku di meseleya pirsgirêka kurdî de giringiyê dide civata Zehrayê, hilgirtina mîrateya Bedîuzzeman e ku ji aliyê hizrî ve xwe jê têr dike. Giringtirîn cudahiya Bedîuzzeman ew e ku wî di demek zû de teşhîsa pirsgirêka kurdî kiriye. Wî, hem ji bo kurdan hem jî ji bo berpirsên Osmanî behsa mijarên wekî divê kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin, di demeke kurt de saziyên perwerdehiyê yên nûjen ku tê de zanistên pozîtîf têne hînkirin ava bikin û bibin xwedî artêşeke neteweyî kirin. Her wiha wî ev yek ne wekî şîretan wekî metnan formulîze kirin.

Civata Zehrayê ku ev mîrateya siyasî wergirtiye, ji roja damezrandina xwe ve, tevî bi dehan zehmetiyan hewl da vê mîrateyê hembêz bike û zindî bihêle. Zêdetirî 30 salan e ku bi rêya weşanxaneya xwe Nûbiharê, mîrateya çanda kurdî diparêze û dide nasîn. Civata Zehrayê ku gelek ked daye sermayeya min a hizrî ya şexsî jî ji ber ku ne xwedî azweriyên siyasî ye zêde xuya nake; loma di nav kurdan de bi qasî ku heq dike nayê naskirin.  

Heger em bêne ser meseleya pozîsyona wê ya di nav siyaseta kurdî ya serdest de, jixwe me di bersivên li jor de hinekî behsa civatên din kiribû, lê ger em behsa civata Zehrayê bikin, wek ku min li jor jî behs kir, ji ber ku jixwe bi salan e ev mesele yek ji rojevên wê yên bingehîn e, ne di nav tevgereke piştî xwe de cih girtiye ne jî xwe derveyî wê dîtiye. Jixwe, ji ber ku halêhazir tevgereke rewşenbîrî ye û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xwedî nêzîkatiyeke xurt a rewşenbîrî ye, dibe yek ji aktorên sereke. Ew meseleyê ne wekî meseleyeke bîrdozî wekî meseleya azadî û mafên bingehîn ên milletekî dibîne. Lê belê tevî ku xwedî paşxaneyeke rewşenbîrî ya evqas xurt e jî, bi baweriya min, civata Zehrayê bi qasî ku jê dihat hêvîkirin, nekarî hilberîneke rewşenbîrî bike an jî nekir.

Bi destûra we niha em berê xwe bidin rojeva lêgerînên Yekîtiyê. Bi nezera we bingeheke ku kurdên bawermend û sekuler bîne ba hev û pêkve siyasetê bikin heye gelo?  Ger hebe, şert û mercên wê çi ne? An jî ji bo vê bingehê divê çi bê kirin?

Bê şik heye. Lê divê her du alî li ser xeteke siyasî ya hevpar vê yekê pêk bînin. Ger siyaseta Kurdî ya sereke ku îro HDP û derdora wê ye, bikare xwe ji hegemonyaya bîrdozî ya çepa tirk rizgar bike û daxwazên kurdan yên netewî bike rojeva sereke; û li aliyê din heger kurdên mihafezekar bikarin xwe ji gotara 'ummet'ê rizgar bikin ku amûrê îstîmara hestyarî ya îslamparêzên tirk e, dê bingeheke hevpar were danîn.

Ger hûn bipirsin divê kî li vir gava yekem bavêje; bi dîtina min divê çepgirên kurd gava yekem bavêjin. Çinku çepgirên kurd demeke dirêj bawermendên xwe biçûk dîtin û ew veder kirin. Belkî bê bîra we, hunermendekî wek Şivan Perwer jî di destpêka salên 80yî de wekî “Em ê serê şêxan jêkin” kilamek çêkir. Ma hewcedarî bi perestineke evqas tund a bîrdozî hebû? Xweşbextane di salên 2010î de siyaseta kurdî di van mijaran de gavên erênî avêtin û ev gav bi bersivên cidî hatin pêşwazîkirin. Bo nimûne em dikarin serdema Îniyên Sîvîl di vê maneyê de bi bîr bînin.

Lê piştre di pêvajoya Tirkîyeyîbûnê de her tişt dîsa serûbin bû. Ji ber ku aktorên siyasî yên kurd dijberiya xwe ne li dijî dewleta înkarker bi xwe, tenê li dijî desthilatdariya heyî kirin û dîsa neparastina mesafeya bi çepên Tirk re,  bandorek neyînî li pêvajoyê kir.

Hûn di vê mijarê de çima evqas bêhêvî ne ku di encama nêzîkbûna çepa Tirk û çepa Kurd de ji bo başiya kurdan dê tiştek bi dest nekeve?

Na, ez bi tevahî ne bêhêvî me, dema ku ji hêla siyasî ve pêwist be dikarin bi hev re tevbigerin. Jixwe tişta ku em jê re dibêjin siyaset divê di warê pêwendiyê de nerm be. Lê belê di navbera çepên kurd û çepên tirk de neliheviyeke têra xwe kûr heye. Mînak çepên tirk Kemalîst in. Bi dîtina min pirsgirêk li vir peyda dibe. Çinku Kemalîzm esasen bîrdoziyeke rastgir e û newekheviyê weke pirsgirêk nabîne. Xaleke din a giring jî ew e ku Kemalîzm bi rêya çepên tirkan civaka kurd parçe dike. Dema ku komara Kemalîst ava bû, çepên kurd tune bûn, kurdên siyasetmedar kurdên dîndar bûn û di nav şert û mercên rejîma nû da berdêla havîbûnê wan da. Darvekirin, sirgûn, girtina medreseyan. Ji ber vê yekê bi awayekî mafdar travmaya Kemalîzmê li taxa kurdên mihafezekar heye û ev travma îro kurdan davêje nav lepên îslamparêziya siyasî. Bi kurtasî, têkiliya çepa tirk a kemalîst bi çepên kurd re, mihafezekarên kurd ji çepa kurd dûr dixe. Di vê xalê de, divê aktorên siyasî yên Kurd, siyaseta bi hev re û xwedîderketina bîrdoziyan bi hevdu re tevlihev nekin. Divê em îtîraza hilbijêrên kurd a ji bo hilbijartina dawî bibînin ku hêj jî berdewam e.

Ez dixwazim pirseke dawî li ser Seîdê Nûrsî bikim ku qada pisporiya we ye. Bi ya we, derbarê gelê kurd de gotinên Seîdê Nûrsî çi ne û çi rast û nerast destnîşan kiriye? Hûn gotinên wî yên wê demê li gorî îro çawa dinirxînin? Bi dîtina we ger em gotinên wî yên berê adapteyî roja îro bikin, di warê xwendin û têgihiştina feraseta demê de dê bandoreke çawa li me bike?

Ev mijareke wisa ye ku pirî caran li ber guhê me dikeve lê gelek kêm li ser tê axaftin. Lê ez bi rehetî dikarim bibêjim ku kurd, bi taybetî aktorên siyasî, bi israr Seîdê Kurdî wekî din dihesibînin. Ew çavkaniyên bingehîn ên debarê Kurdî de naxwînin û lêkolînan nakin. Îro li Fîlîpînê qedrê Bedîuzzeman ji Kurdistanê zêdetir e. Ger hûn ji min bipirsin, di vê meseleyê de berpirsiyarê sereke ew in ku Bedîuzzeman baş nas dikin û paşê jî ew in ku zehmet nakin ku wî ji metnên wî bi xwe bixwînin. Ger hûn bipirsin kî wî baş nas dikin, ew civatên ji Cemaeta Nurê veqetiyayî yên Kurd ên wekî Zehra û Med-Zehrayê. Ez xwe jî daxilî vê yekê dikim û wisa dibêjim. 

Tiştên ku Seîdê Kurdî beriya sed salan ji bo kurdan kirî wiha rêz bike: Bo nimûne hejmara gundên ku ji bo tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên kurdan serlêdana wan kirî, hejmara gotarên wî, hejmara civatên kurdan yên ku beşdarî wan bûye. Ev kiryarên wî ji kiryarên îro yên Cimaeta Nûrê zêdetir in.

Ya girîngtir jî ev e ku Cimaeta Nûrê heta niha hêj jî biyografiyeke rêkûpêk a Kurdî nenivîsandiye. Xebatên heta niha derbarê Bedîuzzeman de hatine nivîsîn jî ji sedî 90ê wan an ji aliyê endamên Cemaeta Nûrê ên dewletparêz ve wekî propagandaya mehdî hatine nivîsîn an jî ji aliyê nivîskarên kemalîst ve wek paşverû û kurdperest hatiye terîfkirin. Bi kurtî îro Nûrcî berpirsiyarên eslî ne ku agahiyên derbarê nasnameya Seîdê Kurdî û kiryarên wî de kêm û xelet in.

Her em werin ser mijara kiryarên Kurdî em ê bibînin ku Kurdî di demeke gelek kurt de di nav gelek mecrayên ciyawaz de cih girtiye. Hêj di ciwaniya xwe de, bi rêya medreseyan li gelek cihên Kurdistanê digere û derbarê kurdan de gelek kêmasiyên bingehîn destnîşan dike. Ew bi gotina xwe van kêmasiyan wekî xizanî, cahilî û nebûna yekitiya netewî xulase dike. Bo nimûne dibêje ji ber ku li medreseyên kurdan di nav pergala perwerdehiyê de cih nadin zanistên modern, kurd ji van zanistan bêpar dimînin û ev rewş dike ku kurd ji milletên cînar paşde bimînin. Wek çareserî jî bi navê Medreseya Zehrayê, projeyeke zanîngehê amade dike ku navenda wê Wan e û ligel ilmên dînî dê cih bide zanistên modern ên wekî fîzîk, kîmya, biyolojî û matematîkê. Li gor Kurdî, yek ji aliyên jêneger ên vê projeyê jî ew e ku divê perwerdehî teqez bi zimanê zikmakî yê Kurdan bi kurdî were dayîn. Heta wê demê li ser giringiya perwerdeya zarokan a bi zimanê zikmakî gotarekê jî dinivîse.

Duyemîn xala ku bi israr li ser disekine jî tunebûna yêkîtiya kurdan e ku divê hebe. Bedîuzzeman wek sedema vê yekê qelsbûna hişmendiya milletbûnê ya li ba kurdan nîşan dide û bi mehan di nav eşîran de digere û behsa giringiya milletbûnê û wekî neteweyekê hereketkirinê dike. Di sala 1909an de şeş mehan li nav eşîrên kurdan digere û piştre axayên eşîran li Wanê kom dike û ji wan re behsa azadî, meşrûiyet û şaristaniyê dike. Berhema Seîdê Kurdî ya bi navê Munazarat behsa vê pêvajoyê dike. Kurdî vê têkoşînê tenê li Kurdistanê nade. Di wan salan de ku meşrûiyet hat îlankirin, tê Stenbolê û bi awayekî çalak di nav lobiya kurdan de cih digire. Di damezirandina komaleyên wekî Yêkitî û Pêşveçûna Kurdan, Komaleya Perwerde ê Weşanê ya Kurdan (Kürt Neşr-i Maarif) û Tealî Kurd (Kürt Teali) de cih digire. Di neh rojname û kovarên cuda de bi rojane metnên siyasî diweşîne. Ji bo kurdan gelek hewldanan dike ku niha li vir nikarim bi hemû hûrgiliyan behsa wan bikim. Polîtîkayên Osmaniyan bi zimanekî tund rexne dike. Rasterast ji Siltan Evdilhemîd re dibêje ku rêveberiya wî bi zanebûn dixwaze kurdan bi cehaletê tune bike. Helbet wek bersiva daxwazên wî, destpêkê wî diavêjin hepsê û paşê ji bo bêqedr û qîmet bikin wî dişînin nexweşxaneya eqlî. Her wiha Siltanê ku Seîdê Kurdî bi dînbûnê tohmetbar dike û wî diavêje hepsê, da ku huş bibe bertîlê jî teklîfî wî dike. Ew jî dibêje ku "Ez ne ji bo xwe ji bo gelê xwe hatim" û qebûl nake. Di heman demê de nêzî baskê mixalif û çalak Îtihad û Teraqiyê jî dibe, lê belê ji ber ku ev bask piştî demekê siyaseteke netewperwer û tirkparêz dişopîne, têkiliyên xwe bi wan re qut dike.

Seîdê Kurdî dema li Stenbolê di nav civatên kurdan de cih digire, ligel aktor û entelektuelên kurd ên wê demê jî hin pirsgirêkan dijî. Bi taybetî behsa rikeberiya di navbera malbatên Bedirxanî û Nehrî de dike ku zirareke mezin dide Kurdan û li dijî vê nerazîbûna xwe tîne ziman.   Ne şaş bim wî bi gotina "tu têra xwe ne kurd î" tawanbar dikin ku ew jî di berhema xwe ya bi navê Nitûq de bersiveke wiha dide: "Ez dev ji wê kurdbûna sunî berdidim ku bi şexsî tevdigere, gelemşeyê derdixîne, xwe mezin dike, kedxwariya gelê xwe dike, meyla axatiyê pê re heye, dixapîne û xafilandî ye. Ez bi wê kurdbûnê serbilind im ku sembola dilsozî, wêrekî û diyanetê ye." Wekî ku tê dîtin jî Kurdî jî li derekê dev ji kurdbûnê berdaye lê ev ne devjêberdaneke ji ber bêeleqedariyê ye, devjêberdaneke rasteqîn e ku ji kurdbûna sunî diqere.

Bi kurtî, lazim e ku îro Kurd Sêîdê Kurdî ji nivîsên wî bi xwe û bêyî pêşdarîzeyekê bixwînin. Piştî vê xwendina adilane û berfireh, hingî dikarin erênî û kêmasiyên Bedîuzzemanî nîqaş bikin û wî binirxînin.