Mem Ararat : Ji Me Kurdan Re Serkeftinek Lazim e!
Röportaj / Fırat Aydınkaya

mem
Fırat Aydınkaya: Di serî de dixwazim bala we bikşînim sernavê pirtûkê. Wek em dizanin ku Quling, Ewr û Ba peyvên demî ne. Yanê Quling fir dide diçe, Ewr derbas dibe diçe, Ba jî herwiha xwe li ba dike diçe. Loma ew sê îmge jî koçer in û ne sabît in. Ji ber vê yekê ji mirov dikare bêje, ji sernava pirtûkê bêhna metnên post-modernizmê ten. Lê helbet xuyaye ku we ev her sê peyv ji bo elametê biharê bi kar anîye. Quling, Ewr û Ba wê ji me re baharek çawa bîne? Ku wek hûn dizanin em du sed sal in benda baharek winda ne, ev bihara dereng çima nayê êdî?

Mem Ararat: Mamoste û dibistana min rê ye.  Dibe ku ji ber vê be, di nav ajalan de herî zêde xwe nêzî Qulingan hîs dikim. Quling ajalekî ji çiyan û bejahîyan hez dike. Lê derya jî dîtîye. Koçer e. Quling li pey bihara xwe ye, ez jî wisa...

Ez dixwazim hinekî ji we re behsa qulingê xwe bikim, lewma çîroka min û quling meseleyek hinekî dûvdirêj e û rêhevaltîya me hîn jî berdewam e. Em destbira ne.

Min bi albuma bi navê “Quling Ewr û Baran” dest bi rêwitiya xwe ya muzîkê kir. Muzîka li ser dikê û nîvprofesyonelî. Dibêjim nîvprofesyonelî lewma dema cara ewilî ji bo tomarkirina stranan ketim studyoyê min di derbarê nota, armonî û bi gelemperî teoriya muzîkê qet tiştek nizanîbû. Heta min nizanîbû ez di kîjan qerarê de jî distirêm. Min xwest tiştekî bikaribim guhdarî bikim bibêjim. Dema teorî tune be, meriv neçar dimîne biceribîne. Dema tu diceribînî tu hîn jî dibî. Rêbazek zahmet e, lê li gorî xwe hinek avantajên wê jî henin. Ez di wê baweriyê de me guhdarbûna min ji muzîkjenbûna min baştir e. Bi rastî gelekî hez dikim ji guhdarkirina muzîkê. Herweha ji xwendin û guhdarkirina helbestan jî zahf hez dikim. Carna dibêjim xwezî kesekî dengxweş hemû pirtûkên jê hezdikim bi dengî bixwenda û min jî guhdarî bikira. Jixwendinê hez dikim lê ji temaşekirin û guhdarîkirinê jî hez dikim. Carna tenê ji bo guhdarî û temaşe bikim diçim li kûçe û kolanan, li bazaran digerim. Wê çaxê dibêjim qey her tişt diherikin. Mîna dans bikin diherikin, carna jî mîna şer bikin diherikin. Ez mecbûr bûm hemû tiştên xwe bi xwe bikim. Ez mecbûr bûm ji xwe re dibistanekê çêbikim û mamosteyekî bibînim. Ji hêlekê de xwe bi şans jî dibînim lewma dibistana xwe, mamosteyê xwe û pirtûkên min dixwend hemû min bijart. Di nava herikîna jiyanê de tiştên li gorî min hindik bûn. Mecbûr mam ez bi destê xwe tiştên li gorî dilê xwe ava bikim û zêde bikim.

Di albuma xwe ya ewilî de hema hema min li hemû estrûmanan da û trafîka stranan û biryara aranjeyan jî min da, lewma ez hebûm, hevalekî odeya ku lê dijîya bi kompîterekê, kartek deng (voice card) ya amator û mikrofonek kondenser homestudyoyek avakiribû hebû. Tembûrek min ya li oktavên jêr xwedî pirsgirêkên entonasyonê û gitarek têlên wê zeng girtibû ku hevaleke jin ji bo hînbûna muzîkê nizanim çend sal berê stendibû hebû. Mecbûr mam hemû tiştî bi xwe bikim. Mecbûr mam xwebixwe hîn bibim. Lewma perê me jî tunebû em bidin mamoste, aranjor û muzîkjenên profesyonel. Ez li ser dikê hînî muzîkê bûm. Tu derfet û şansek min ya perwerdehiyê çênebû. Piştre hînî nota, armonî û bi gelemperî teoriya muzîkê bûm. Hîn jî hîndibim. Dikarim bibêjim tevahiya emrê min li ser rêyan derbas bû, merivên di rê de mecbûr in bimeşin.

Em bi klîşeyek hevpeyvînê dewam bikin. Çima helbest? Weke em dizanin ku hinek dengbêjê me jî him helbest dinivisîn, him jî distiran. Di warê estetik û bandorê de helbest an muzîk? Ya diduyan em dizanin helbest, helwest e. Helbesta we helwestek çawa dihebîne?

Dibe kû roman an çîrok jî ba. Dibe kû ne cara dawiyê be hûn navê quling ji Mem Ararat dibihîzin. Lê belê helbet helbest cîhekî xwe yê taybet heye. Helbest kaniyeke ku çavkaniya wê ji ruhê zimên û wateyê tê. Li gorî hunerên din gelekî tîrtir e. Bi min dema tu ji metnekê hemû peyvên zêde derdixî li dewsê helbest dimîne. Zîrekbûna helbestvan jî ji vir tê bi min: helbestvanekî/ke di asta herî bilind metnê tîr dike lê hişk nake helbestvanekî serkeftî ye. Lê dema vê yeke dibêjim divê ev jî neye famkirin: helbest nepêlîstina bi peyvan e. Li gorî min divê derdekî metnê jî hebe. Divê bixwaze tiştekî nû bibêje û divê bêje jî. Lewma pirtukên zahf gotinan dikin û tiştekî nabêjin diz in. Tiştekî nadin te û wextê te, sebra te, tenêtiya te didizin. Gelo ev neheqiyek mezin e?

Bi min her mijûlahiyek dikare bibe helwestek. Dikandarek dema benîştekî difroşe û pîvanên etîk li ber çavan digire ev jî helwestek e. Berevajîyê vê yekê jî heman tişt e. Bi min, ji karê mirov dike zêdetir şêweya kirina kar helwesta mirov e.

Hemû berhemên hunerî yên baş bi bandor in. Sermerselê Dante “Komedyaya Xwedayî” heftsed sal berê nivîsandiye lê hê jî bi bandor e. Beethoven senfoniya nehemîn dused sal berê beste kiriye lê hê jî bi bandor e. Bi min di navbera muzîk û helbestê de ferqa herî mezin ev e; her mirov helbestan naxwînin lê hema hema herkes guh didin muzîkê. Ev yek rê dide ku muzîk zûtir berbelav bibe.

Herweha helebestvanên serkeftî bi piranî piştî mirina xwe navdar dibin, lê muzîkjenên serkeftî bi piranî dema dijîn jî navdar dibin.

Dikarim bibêjim helwesta min ya hunerê bi gelemperî jî ev e: derdekî min heye, heta gelek derdên min û pirsen min henin û dixwazim bibêjim. Dema dibêjim li çareyekê û li bersivekê jî digerim. Heta ji min tê bi awayê herî xweşik dibêjim û dipirsim. Çareyekê û bersivekê nebînim jî xweşikbûn ji min re dimîne. Dibe ku ev yek jî cûreyekî çareseriyê be.

Helbesta Kurdî bo me gelek taybet e rastî. Zûde nav cureyên edebiyata me de ruhên dij-kolonyalizmê ya herî bi bandor di risteyên helbestê de cîh girtîye. Lê dîsa jî vê dawîyê de mirov kare bêje him muzîka me him jî helbesta me di nava tevizîyek mezin de diperpite. Çima gelo? Helbest ji krîza muzikê re dikare bibe derman?

Ez vê yekê weke qeyran (krîz) bi nav nakim. Di her serdemê de muzîk û helbestên baş û nebaş hebûn. Dê sibehê jî hebin. Ji bo kurdan heger meriv pirsgirêkên heyî weke qeyran bi nav bike jî, meriv dikare çend sed salên dawî jî weke qeyran bi nav bike. Lewma pirsgirêkên di warê zimanî û hişmendiya neteweyî de îro henin gelek jê 50 sal berê jî hebûn. Heta di dema Osmaniyan de jî hebû. Raste pirsgirêkên mezin henin lê pêşketinên baş jî henin. Ser merselê di warê nivîskî de pêşketinên çend salên dawî de çêbûne ne bes e lê merhaleyek ne hidik e bi rastî. Carna helbest û romanên nivîskarên ciwan dixwînim û hêviyên min zêdetir dibin. Weke niha tê bîra min di salên 90î de dema min cara ewilî rojnameya “Welat” girt destê xwe û hewl da bixwînim weke xewnekê bi min hatibû. Ji bo em kal û pîran bidin bawerkirin ku ew rojname bi kurdî ye em neçar mabûn bi navê xwedê û pêxember sond bixwun.

Zimanê kurdî bi awayê nivîskî tenê di nav derdorek bi sînor de dihat zanîn. Lê îro bi deh hezaran ciwan bi kurdî dixwînin û dinivîsin. Pêlek dij-kolonyalîst her ku diçe bilind dibe. Helbet pirsgirêkên gelek mezin û xeternak jî henin. Bi sedhezaran kurd hatine pişaftin û bi sedhezaran jî ber bi pişaftinê ve diçin. Heta çerxeyek hatiye çêkirin kurd êdî xwe bi xwe didin pişaftin. Lê ev ne tenê sûcê serdestan e. Tevgerên kurdan di warê qîmetdayîna zimanê kurdî de performansek gelek xerab nîşan dan. Heta meriv dikare bibêje bi bêhemdî bûn sedema otoasîmîlasyonê. Hê ji bi awayekî servekirî nabêjin kurd ne tirk in û neteweyek e xweser e. Li gorî wan tim çardê Nîsanê ye. Meriv dema weke biyaniyekî ji derve li polîtîkavanên qaşo pêşengtiya kurdan dikin dinêrin meriv dibêje qey kurdî zaravayekî tirkî ye û kurd jî tirkên çiyayî ne.

Lewma dema behsa mafê kurdan yê rewa dikin wisa şermoke û ji qirikê û berjor diaxivin kû dilê meriv bi wan dişewite. Weke bibêjin bila ev jî seleteya li ber birincê be. Dev ji bûkê berdane, dane pey tûtûke. Bi min îro civaka kurd pêşengtiyê ji pêşengên xwe re dike. Civaka kurd derseke baş dide wan kurdên li ser medyaya civakî dev ji her tiştî berdane û ji hevdû re didin çêran û hevdû xayîn nişan didin. Jixwe van salên dawîn pirsgirêka herî mezin ya kurdan, bi taybetî kurdên bakûr û başûr yek jî jê ev e.

Werhasil tev li hemû van bobelatan jî hêvîya min ji her demê bêtir zindî ye. Lewma hêviyeke min ya mezin heye ji nifşên nû.

f_ooaefwaaafo3iHelbesta we zêdetir bi rûhê bajarîbûnê ve têkildar dixuyê. Risteyên we carna jî sentez e, senteza peyvên gund û bajarîyan. Ya rastî kapitalizm û bajarîbûn her çiqas hebûna rûhê roman û çîrokê bixemilîne jî, ruh û estetika helbestê re problemên nû derdixe. Wek mînak pirê caran piştxwedana helbestê diguhere. Ya duyemîn pirê caran helbest tê li ser peyvê disekine. Peyv otonom, riste azad dibe, her du jî hukma şiîrê qebûl nake, şiîr pûç dimîne. Bi we bajarîbûna me tesîrek çawa li helbestê dike?

Bajarîbûna me hêjî ji gundê xwe zêde dûr neketiye. Erê, em êdî ne gundî ne, lê bi temamî nebûne bajarî jî. Pirsgirêkên me êdî bêtir bajarî ne, lê xewn û xeyalên me hê jî gundî ne. Ya rast em bêriya gundê xwe dikin. Bêriya çiyayên xwe dikin; bêriya dengê bayên sukuran, bêriya keriyên bizin û mîyan, dengê elok û mirîşkan dikin û ev jî normal e bi min. Ev pêvajoyeke û hîn nîvco ye. Hêdî hêdî ew ê xwe temam bike. Em bêriya gundê xwe dikin lê em vegerin gund jî emê êdî nikaribin li gund bijîn û weke berê li gund bisekinin. Lewma em êdî ne gundî ne jî. Di nav pirsgirêkên gund û bajêr de diçin û tên. Nakokiyên me yên nû henin û bersivên salên heştêyî û nodî taya pirsgirêkên nû aş nake. Ev bi temamî ne xerab e û ne jî baş e. Her serdem pirsên xwe yên xweser dipirse û li bersivên nû digere.

Ez vê yekê normal dibînim. Ev nakokî serê meriv têra xwe tevlihev dike, lê derfetekê jî derdixe holê. Hemû nakokî dikare bibe mijara wêjeyê û heta mirov dikare bêje wêje ji nakokiyan bêtir hez dike. Wêje ji ezmanê sayî direve weke pîreboka ji hesin bireve. Wêje bêtir hez dike bala bide bahoz û birûskan.

Herweha bi min dema em hatin bajêr, divê em kurdiya xwe ya li gund, kurdiya berî em bi tirkî hîn bibin, kurdiya kalik û pîrikên xwe em bi xwe re bînin û bajarê bin hişê xwe bi kevirê kurdiya kalik û pîrikên xwe ava bikin. Bawer im ew ê gelek pirsgirêkên me çareser bibe û gelek birînên me ew ê bicebire.

Di hevpeyvînek xwe de Cesaire dibêje “demek dirêj min xwest ez ji kevneşopîyên edebiyata Fransî bi temamî biqetim, min hewl da ku, bila qet têkiliya min bi wan re nemîne. Min dît nabe heta min bo vê armancê pişta xwe da şiîrê jî. Kengê min dev ji şiîre berda ez wê demê bûm şaîr”. Bi ya min bo edebiyata me were de-kolonîzekirin ev hişmendîyek gelek muhîm e. Bo zimanê me, bo têkilîya ziman û edebiyatê, bo tekilîya ziman û siyaseta me hûn dixwazin çi bêjin?    

Berî bersiva vê pirsê bidim divê vêya eşkere bikim kû tiştên niha ez ê bibêjim weke rexnegirekî na, lê weke xwînerekî dilsoz ez ê bibêjim. Lewma ne rexnegir im.

Di sohbetekê de dostê delal, helbestvanê gewre Selîm Temo, heger şaş neyê bîra min tiştekî wisa gotibû: “hinek kurdên piştre hînî tirkî bûne dema dinivîsin dixwazin hema bêjin. Dixwazin ji aş û baş de derdên xwe bêjin. Lewma serdestan nehiştine em gotina xwe temam bikin, peyva me timî di nêvî de birîne. Em têra xwe nepeyivîne. Ji bo em xwe îzah bikin zêde zêde dipeyivin. Em zehf ditirsin şaş werin famkirin.” Bi min ev tespîtek sosyolojîk e û gelekî di cî de ye. Em kurd in lê dibistana me bi tirkî ye. Herweha paşxaneya me jî bûye tirkî. Kurdî weke zimanê nexwendebûnê ketiye binhişê gelekan ji me. Ji ber vê em gelek caran di kurdiya xwe de jî tirkî teqlîd dikin. Kurd hema dixwaz in derdê xwe bêjin û bêjin. Dixwazin dema bi tirkî dipeyivin tîpên “Q” , “X”, “Ê” “W” wisa tenik bikin ku kesek nizanibin ew kurd in. Heta nifşek rabûye hewl dide kurdî jî bi telafûza tirkî biaxive. Ew kesana jî versiyonek din a vê bobelatê ne. Paşxaneya gelek kurdên xwendî ne kurdî ye; tirkî ye mixabin.

Bi min pirsgirêkên wêjeya bi kurmancî ya bakûr yek jî jê ev e: yan zêde ajîtatîf e an jî sloganan diavêje. Ev her du tişt jî hundirê metnê vala dike bi rastî. Bi min divê nivîskar ji ajîtasyon û slogana dûr bisekinin. Lewma nivîskar ne berandamên şaredarî û parlementerîyê ne. Helbet her nivîskar xwedî bawerîyekê ne û hema hema her nivîskar xwe nêzî îdeolojiyekê hîs dike. Nivîskar jî bêgûman pişta hinekan digire û ne bêhêl in. Lê divê nivîskar hêlgirtina xwe di çavê xwîner re neke. Fikir bi ajîtasyon û sloganan nayê parastin. Ev her du tişt fikrê pûç dike.

Min xwendina gelek pirtûkên bi kurdî di nêvî de hiştin lewma bi rastî nebaş bûn. Ez behsa edîtorî û rastnivîsê nakim lewma pirsgirêkên edîtorî û rastnivîse zêdetir sûcê weşanxaneyan e. Lê naverok û vegotin jî gelek xerab bûn. Fam nakim weşanxane çima xwe mecbûr hîs dikin her tiştî çap bikin.

Ruhên helbesta we bi metaforek bihata terîfkirin, bi min metafora herî li helbesta we tê neşter e. Pirê risteyên we wek neşter e ya rastî. Jixwe helbesta we ya ewil behsa neşterê dike: “Ji neşteran/../ Ez ê kanîyan der bikim”. Hûnê kîjan kanîyan der bikin û ji van kanîyan wê avek çawa der bibe?

Êdî xizmeta xerabî û neheqî ji estetîkê re bike zêde nemaye bi min. Xerabî êdî ji rêzê ye û nizm (vasat) û nîvçe ye. Bifikirin mirovahîyê ji hêlekê de hişê çêkirî avakiriye ji hêlekê de jî gund û bajar, zar û zêç, aşxane û nexweşxanê tên bombebarankirin. Xerabî êdî zahf normal bûye. Bi min dengeya di navbera diyalektîka xerakirin û avakirinê de hilweşiya ye. Naxwazim bibim sedema reşbînîyê lê bi min, her çend bi tevahî berbelav nebûbe jî şerê cîhanê yê sisîyan ev demeke dest pê kiriye. Hemû xerabiyên ji şer û şidetê çêdibe weke hûtên heftserî li kûçe û kolanan digere. Fanatîzmek ecêb heye li welat û tevahîya cîhanê. Elametên nexweşiyên veşartî yên civak û girseyan yek jî polîtîkvanên populîst û fanatîzma berbelav ya di nava civatan de ye bi min. Birînên binê çerm nêm û elem digire û dema der dibe xwe weke şer û alozî dide der. Ez dizanim tenê bi nivîsandina helbestan û gotina stranan welatek azad nabe û bihar nayê, lê ez bi hunerê re mijûlim, amûrên di destên min de jî ev in. Ev hewldanên min bi hêvî me weke çend risteyên romantîk neyê famkirin. Lewma ev şîdet û xerabiya berbelavbûyî weke vîrusekê dikare kesên herî xweşbîn û rûnerm jî enfekte bike. Ez vê hewildanê weke parastina xwe ya şexsî jî dibînim. Divê hinek rabin û gotinek xêrê jî bikin. Dema gotinek xêrê kir jî divê ji rastîyê dûr nekevin. Weke mirovekî, weke kurdekî, weke kesekî bi hunerê re eleqedar vê pirsê gelek caran ji xwe dikim: Gelo ez dikarim çi bikim?

Li daristanek şewitandî çandina şitlekê dibe ku gavek baş ya ewilî be. Dizanim bi kulîlkekê bihar nayê, lê kulîlkek bi tena serê xwe jî têra xwe xweşik e.

Cenabê we di hêla muzîkê de gelek serkeftî ye. Gelê me zêdetir we bi muzîkê nas dike. Ya rastî kitleya muzika Kurdî jixwe her daîm dinamik e. Lê li alîyê din mixabin hîn jî mirov nikare bêje kitleyek sabit ya xwendayê helbesta Kurdî heye. Gelo guhdarvanên we çawa pêşwazîya kitebê kir? Reaksîyonek çawa we dît? Di warê xwendayê helbestê de hêvîya we heye?

Eleqeyek gelek baş hebû. Heta hinek kesên pirtûk distendin bir kurdî nizanîbûn. Gelek peyam dihatin bi rêya hesabên me yên medyaya civakî. Digotin: “ji bo em karibin pirtûka te bixwînin em ê hewl bidin kurdî hîn bibin”. Ev yek sedema kêfxweşiyek mezin e ji bo min. Li gorî agahiyên min ji weşanxaneyê wergirt di hefteyekê de nêzî du hezar pirtûk hatin firotin. Helbet ev bandora muzîkjenbûna min e jî. Lê sedem çi dibe bila bibe eleqeya ji bo pirtûkek bi kurdî kêfxweşiyek bêhempa ye ji bo min.

Cemal Sureya bo xwe û şiîra xwe digot “ez nîşangir im û helbesta min serhildêr e”. Herçiqas hemû şaîr, ji nirxandina şiîra xwe bireve jî di vê warî de hûn bo ruhê helbesta xwe dixwazin çi bêjin?

Bi min meriv dema behsa xwe dike, gotin û nirxandina meriv çiqas rast û aqilane be ew qas ji aqil û rastiyê dûr dikeve. Ji ber vê ez ê vê pirsê ji xwîneran re bihêlim bi destûra we be.

Weke hûn jî dizanin helbesta Kurdî zûde di nav xitimandîyek bêbinî de nefes digre. Heta mirov dikare bêje êdî şiîr nemaye, tenê riste heye. Şiîra me vê dawîyê pirê caran bûye lîstika peyvan. Herwiha mixabin şewata helbesta me jî anha vemirî dixuyê. Heger şiîr sineta li dij rabûnê be, heger helbest sileha gelên bindest be, çima vê dawîyê de pirê caran helbesta me wek kefa sabunê bi hewa dikeve? 

Ez di vê mijarê de nereşbîn im. Gelek pirtûkên helbestan têne çapkirin û yên gelekî xerab jî henin. Lê tiştên balkêş jî henin. Û ya herî mirov kêfxweş dike hinek ji wan helbestkarên tiştên balkêş dinivîsin gelekî ciwan in. Her xitimandin dibe kû amadekariya pêngaveke nû be.

Goethe bo sineta helbestê digot, “gava insan ji cinetê hatin avêtin, nizanîbûn çawa hereket bikin, tazî bûn. Sineta şiîrê ew bi ser û goh kir, êdî sedema fedîkirina wan nema”. İroj rewşa gelê me dîyar e, em jî ji cinetên hatin avêtin, em jî tazî û rût in. Îroj helbest dikarê ji vê gelê bindest re çi bike?

Rast e meriv dikare ji bo têkçûyînên xwe jî helbestan binivîsin, heta dema meriv di binê barê têkçûyîn û poşmaniyan de diheciqe, dibe kû helbestek an jî stranek bi kêrî meriv were. Dibe kû ji ber vê yekê be gelek caran çîrokên têkçûyînê weke helbestekê tê guhê mirov. Lê ji me kurdan re serkeftinek divê. Encax serkeftinek dikare xweliya mirinê ji ser ruyê me bide alî. Ez bi hêvî me. Bi rastî jî bi hêvî me.

Helbestek, an jî stranek dikare çarenûsekê biguhere bi min. Lewma hin tiştên helbestek dikare bike tu artêş nikarin bikin.

Di van demên dawî de hinek nivîskar û hunermend digazinin ku kurd li wan xwedî dernakevin û ji ber ku ew bi kurdî hunerê dikin nikarin bi serbikevin, lewre dibêjin dewleta me tune ye û hwd. Li gorî we kurdî-kurdbûn astengiyeke çawa derdixe pêşberî hunermendan?

Dema tu kurd bî konserên te tên qedexekirin û pêkane tu ji ber fikrên xwe bê darizandin û hepskirin û surgûnkirin jî. Lê dema me biryar da em bi kurdî binivîsin û bistirên divê em amade bin ji bo van tiştana jî. Bi min her tim rêyek heye. Carna tu mecbûrî ji herkesî bêtir bilezînî, lê ev jî dikare bibe derfetek.

Bi min weke miletê kurd gelekî xatir didin hunermend, nivîskar û pêşengên xwe. Gelo hunermend, nivîskar û sîyasetmedar hemû peywirên xwe bi cîh tînin?

Ser merselê gelek muzîkjen henin bi salane bi kurdî distirên lê hê jî bi zaravayekî kurdî nikarin du gotinan bîne ba hev. Ji bilî ser dikê li xwe danaynin bi kurdî bipeyivin. Tu dibêjî qey dema dengê yekî/ê xweş be ne mecbûre pirtûkekê bixwîne û tişta dibêje çiqas eletewş jî be divê herkes pesnê wî/wê bide û jê re li çepikan bixe.

Bifikire tu îngiliz î, li Îngilîstanê dijî, bi îngilîzî distirê û tu bi îngilizî nizanî. Bila rabin û rûnin ji kurdan re dua bikin. Lewre ev tişt li welatekî din rû bide dê weke kurdan tucarî xweşbîn nebin. Derdê kurdan besî kurdan e. Ji kerema xwe re bila bela xwe ji kurdan vekin.

Êdî bûye nexweşiyek, qismek kurd kurdbûna xwe weke sedema neserkeftîbûnê nîşan didin. Ehmedê Xanî 370 sal berê bi kurdî nivîsand û teqdîra kesên ji her neteweyê wergirt, Melayê Cizîrî 430 sal berê bi kurdî helbest nivîsî û bû efsane. Divê kesek xwe li pişt kurdbûnê veneşêrin û gunehên xwe nexin dawa kurdbûnê. Ji kerema xwe re bila mineta xwe li kurdbûnê û li zimanên kurdî nekin. Fermo bila xwe li zimanên din jî biceribînin. Zimanê kurdî şanseke mezin e ji bo kurdan, her çend hinek ji me haya wan ji vê yekê tunebe jî. Heger kesekî nikaribe du keviran deyne ser hev û dîwarekî lê bikî ew Germen jî be, Grek jî be ew ê dîsa heman tişt be.

Di peyamek xwe de cenabê we gotibû “Kurdbûn bêyî Sosyalizm, Kominizm, Liberalizm, İslamizm, Kapitalizm û hemû îzmên din dibe, lê kurdbûn bêyî zimanê kurdî nabe”. Taybet jî li ser medyaya civakî pir kesan ev tespita we eciband. Lê pir kesan jî reaksiyon nîşan dan. Rastî ev helwesta we ya bo zimanên me gelek muhîm e. Lê dîsa jî mesele gava were ser irtibata Kurdbûn û ideolojîyan divê hûn peyama xwe hinek zelal bikin. Loma dixwazim rasterast ji we bipirsim: Kurdbûna hûn jê behsdikin, Kurdbûnek çawa ye?

Îdeolojî rêbazek e ku meriv pê pirsgirêkên xwe çareser dike. Lê zimanê kurdî beşek ji nasnameya kurdan ya esasî ye. Dema îdeolojîyek êdî nebû bersiva pirsên te tu dikarî rêbazek din bicerîbînî û divê meriv biceribînî jî, lê tu nikarî bêjî ez ê kurdî ji kurdbûnê derbixim. Ziman ruhê neteweyan e. Çawa misilmantî bê quranê, filetî bêyî încîlê nabe, kurdbûn jî bêyî kurdî nabe. Dibe ku teknolojî tiştekî nû ava bike û rojekê hemû mirovahî bi zimanekî biaxivin û nasnameyeke gêrsitêrkî derkeve holê, lê îro tiştekî wisa tuneye û ne pêkane. Bi min divê meriv nebe koleyê fikra xwe, lewma dibe ku ne rast be. Eger tiştekî meriv tê de israr bike hebe ev jî ev e: divê meriv di mijara mafê ramîn, axaftin û derbirînê de bêtavîz be. Helbet ji bo pirsgirêkan rêbazek jî divê, yanî îdeolojî jî weke rêbaz pêwîst e, lê rêbaz ne ayetên quranê ne, dema bi kêrî meriv neyê divê meriv karibe biguherîne. Hinekan ew gotinên min weke êrîşeke li hemberî xwe hesibandin, bawer im bi kurdî nizanbûn û ji ber vê min fam nekirin. Ew gotina min tenê weke fikr û tespîteke şexsî bû. Îro jî di heman fikrê de me.

Nietzcheyê Germen dibêje “Tu demek dirêj li hundirê tarîtîyê binêrî, tarîtî jî li hundirê te dinêre.” Bawer im xweşbînîya me kurdan di nav aloziya rojhilata navîn de hinekî herifî ye. Bi taybetî jî di mijarên navxweyî de. Mixabin dibe ku em hinekî şibîyabin tiştê ku em li hember di têkoşin.

Pirsa dawîn bi destura we bila li ser siyasetê be. Ya ez dizanim hûn piçek ji siyaseta rojane dûr disekinin. Nizanim çima? Wek hûn jî dizanin siyaseta Kurdan ev çend sal in mixabin hêvî nade me. Xuya ye ku siyaseta Kurdan van salên dawîyê ketîye dewra fetretê. Heta em karin bêjin ku taybet jî rûhê vê siyasetê ji azadîya welat û daxwazîya bo statuya gelê Kurd dûrketîye. Hûn rewşa siyaseta Kurdan çawa dibînin? Bi qenaeta we pirsgirêkên sereke çî ye? Pirsgirêk teorik e an pratik e? Û hûn çi pêşniyar dikin?

Ez ne sîyasetmedar im, mijûlahiya min, huner, wêje û felsefe û hwd. ne. Weke hemwelatiyekî siyasetê jî dişopînim. Ji siyasetê dûr nasekinim, lê siyaseta heyî naecibînim bi rastî. Bi taybetî siyaseta kurdan. Ne tenê fraksiyonek, ji bo hemû firaksiyonan dibêjim.

Li gorî min di nava hemû çerxeyên mirovahiyê avakiriye de ya herî ji pirsgirêkên mirovan re bûye bersiv demokrasî ye. Helbet ne bêqusûr e, lê dîsa jî di nava çerxeyên heyî de ya herî baş dîsa ew e. Behsa demokrasîya rojavayî dikim. Lewma dema demokrasî tê şixulandin derfetekê dide kesên herî kêmhêz jî ji bo xwe îfade bike. Merivên rojhilatî tucarî demokrasî weke rojavayîyan bi awayekî bi rêkûpêk neşuxulandin mixabin. Lewma girêdanên xwe yên weke eşîr, êl û dîn piştre weke monarşî û carcaran jî weke olîgarşîyê û dîktatoriyê ji nû ve saz kirine. İro weke nav demokrasî bi kar tînin lê ya rastî çerxeya heyî zêdetir dişibe dîktatorî, monarşî û olîgarşiyê. Berê xanedan hebûn aniha jî partî henin. Gelo tesaduf e ev zêdeyî 20 salan e li tirkiyê Erdoxan, li îranê rejîma melayan û li ûrisya Pûtîn desthilatdar e? Bi min ev tenê ne bi saya kiryarên şexsan e. Bi min ev hinekî jî bi çanda tirkan, farisan û ûrisan re têkildar e. Dibe kû çanda padîşah, şah û çarîtîyê weke kodeke çandî û psîkolojîk jî be. Mixabin nav çi dibe bila bibe li hinek deveran çerxe zêde naguherin.

Bi min li rojhilata navin neteweya herî musaît ji bo şixulandina demokrasiyek birêkûpêk kurd in. Lewma kurd hazir in bi hemû pêkhateyên navxweyî bi awayekî wekhev bijîn.

Niha kurd na, lê siyaseta fraksiyonên kurdan jî mixabin dişibe ya van welatan. Gelo em dikarin bibêjin siyaseta bakûr an jî ya başûr di nav xwe de demokratîk e? Demokrasî weke pênasekirin : “Birêvebirina gel a xwebixwe ye.” Tu kesekî stenbolî û bi libzek kurdî nizane û kesek nasnake tîne li Amedê dikî temsîlkarê xalê hecî û xaltika hecîyê. Tu kesekî ji Tokatê ye û kominîst e tîne dike temsîlkarê Semsûriyekî misilman. Gelo te ji çend Semsûriyan pirsî? Weke temsîlkarê min tu bi zimanê min nizanibî ez ê çawa derdê xwe ji te re bibêjim?  Emrê min zêdeyî çil salî ye û min xwe dîtîye siyasetê dişopînim, hîn jî gelek aktorên siyaseta kurdan heman kes in. Gelo ev tesaduf e?

Sosretek mezin yek jî ev e, tu kurd î, ev bîst sal e temsîliyeta kurdan dikî, lê ne zazakî, ne bi kurmancî, ne bi soranî nikarî du hevokan li hev biedilînî.

Bi min ji bo miletên weke kurdan gotina “Biratiya gelan” gotinek bi pirsgirêk e. Lewma biratî di nava kesên bi her awayî xwediyê heman mafî ne tê jiyîn. Dema tu behsa biratiya gelan a di nava neteweyek serdest û neteweyeke bindest de bikî tu tenê zincîrê bidestan zexm dikî. Lewma zarokên me her sibeh diçin dibistanê sonda tirkîtîyê dixwin û hebûna xwe diyarî tirkbûnê dikin. Ez yek ji wan kesan im, li dibistanê bi lêdanê hînî tirkî bûm.

Gelo kesek kurd dikare li başûr partiyek e desthilatdar rexne bike an jî hesab jê bixwaze? Dema li welatekî hemwelatiyek nikaribe, serokekî, an ji partiyekê rexne bike û hesab bixwaze, hilbijartin derewek mezin e bi rastî. Nav çi dibe bila bibe, ew ne demokrasî ye. Weke kurdekî sivîl kesekî/e ez nikaribim rexne bikim û hesab jê bixwazim naxwaz im min temsîl bike.

Pirsgirêkeke din ya mîna penceşêrê ya siyaseta kurdan yek jî jê ev e: kes ji bo şaşîyên xwe hesab nade. Li deverekê dema hesabdayîn tune be dê tucarî bi awayekê bi rêkûpêk ew ê pêşketin çênebin. Bêhemdî tiştekî baş çêbibe jî, ew tişta baş dê veguheze xerabiyek mezin. Xwezaya vî karî ev e mixabin.

Tenê ji bo firaksiyonekê nabêjim, hemû firaksiyonên kurdan di vî halî de ne. Qismek kurdên me jî radibin ji bo filîstiniyan qiyametê radikin, lê ji bo kurdekî li Qamişlo, ji bo 5 hezar jinên kurdên Şengalî yê li bazaran hatine firotin yek gotinekê jî nakin, qet ruyê xwe jî tirş nakin. Ji bo kolberên Mahabadî, girtiyên bi hincetên dijmirovatiyê tên dardekirin û hepskirin qet dilê xwe jî teng nakin. Em kurd jî beşek ji bexçeyê mirovatiyê ne, xwîna me jî sor e. Kesekî/e  bi îdiaya parastin û temsîliyeta kurdan derdikevin pêşberî kurdan divê ji bo derdê kurdan çareyan bigerin û divê bi êşa kurdan biêşin.

Bi hemû dilgerimiya xwe dibêjim, weke mirovekî, weke kurdekî, weke kesekî mijûlahiya wî huner e êşa wan sivîlên cihû û filistînî yên bi hovîtî hatin qetilkirin bi dil can hîs dikim. Kî dibe bila bibe, kesên bi qest û plankirî sivîlan, jin û zarokan dikujin hov in, cinewar in.

Bi vê mijarê re têkildar dixwazim balê bikşînim ser pirsgirêkek mezin ya din jî. Bi min di nava kurdan pirsgirêkek rewşenbiriyê jî heye. Lewma rewşenbîr û hunermend weke milîtanên firaksiyonan tevdigerin. Rewşenbîr îdeolojî, bîr û baweriya wî/wê çi dibe bila bibe, dema şaşiyek dît, ew kesê şaşîtiyê dike kî dibe bila bibe, divê bibêje, divê rexne bike, divê îtiraz bike. Lewma şaşî şaşî ye. Bi min li deverekê sîyaset herifî be bêgûman rewşenbîrî jî herifî ye. Ev qaîde weke zagonên fîzîkê ne.