Hevpeyvîn bi Rosîda Koyuncu ra: Tilîya Birî
Röportaj / Deniz Varol

Di roja 21ê Nîsana 2023yan da li bajarê Lozanê yê Swîsreyê li Palais De Rumineyê (qesra ku ji bo Peymana Lozanê li hev civîyabûn) ji alîyên endama akademîya Jineolojîyê Elif Kaya û dîroknasê hunerê yê swîsî Matthieu Jaccard va panela Jin, Jiyan, Azadî hatibû çêkirin ku ev yek ji rêzeçalakîyên bi boneya sedsala peymanê bû. Wê rojê hunermenda performansê Mîrkan Denîz jî bi nisxeya maseya ku peyman li ser hatibû îmzekirin tevlî bûbû. Ez û çend hevalên xwe jî em ew roj ji bo ku maseyê bibin qesrê li wir amade bûn. Hevnasîna min û Rosîda Koyuncu jî ew roj li wir çêbû ku ew jî bi minasibeta amadekirina belgelfîlmekê hatibû

wir.

Piştî ku panel qedîya û her kes pirs û miraqên xwe li panelîstan pirsî. Rosîda Koyuncu jî ew çax ji Elif Kaya pirsekê wek "gelo di Kurdistana we da em jî hene" pirsîbû û mixabin

bersiveke bi dilê xwe nestandibû. Piştî demeke kin li ser panelê min bangewazîya Kovara Lêkolînên Kurdî ya ji bo hejmara dehemîn dît û min xwest bi vê rêyê deng û pirsgirêkên kurdên LGBTQÎA bigihînim we. Hêvî dikim rojekê em tev li welatê xwe bi serbestî bikarin bijîn.

3 Hezîran 2023 Cenewre

Deniz Varol

 

Deniz Varol: We dî dema em hev nû nas dikin bi yek dîtînê em hev dernaxin bê ka em xwedî kîjan nasnameyê ne û em ji hev dipirsin gelo meyla we yan tercîxa we çi ye ku min jî ji we ra pirsî gelo tercîxa we çi ye û we jî ji min ra got “ne tercîx e nasname ye” îja ez dixwazim berî her tiştî bipirsim gelo tercîx, meyl an nasname?

Rosîda Koyuncu: Helbet tiştekî normal e ku meriv ji kesan ra bipirse hûn xwe çawa didin naskirin. Yan çawa dixwazin mirov we nas bike. We ji min ra jî ser nasnameya zayendî pirsîbû, min jî ji we ra gotibû ez peyva tercîxê bi kar naynim. Çunkî hinek nasname hene tu dikarî tercîx bikî lê nasnameya zayendî, meyla zayendî tu nikarî tercîx bikî. Ev ne tiştek e ku mirov hilbijêr e. Mînak tu dikarî olekê ji xwe ra hilbijêrî yan hinek nasnameyên meslegî hene ku tu bizwazî dikarî bibî artîst, parêzer yan bijîşk. Vana bi tercîxê tên kirin lê nasnameya zayendî tu nikarî. Ez çawa xwe didim naskirin, ez dibêjim ez Rosîda me. Ji ber çi, bi rastî gelek nasnameyên me hene û carna jî vana ji me ra dibin wek kelepçeyekê û nahêlin tu di

jîyana xwe da pêş bikevî. An jî te polîtîze dikin. An jî nasnameyên te, te travmatîze dikin. Ji ber vê jî ez dîsa kêfxweş im wek Kurdistanîyekê, wek penaberekê, wek hevzayendekê. Alîkî da jî ez naxwazim, carna dibêjim hemû nasnameyan deynim alîkî û bênasname bim. Ev jî ji ber van e. Tabî ev bênasnamebûn wek xeyalekê ye ji bo min. Dîsa pirs were ser pirsê, ez xwe çawa dixwazim bidim naskirin, ez dîsa dibêjim ez Rosîda me. Kurdistanî me. Lê di nav jîyana xwe da çi bikim û biçim kû’r jî hemû nasnameyên xwe didim alîkî.

Hûn çawa bi xwe hisiyan û piştî wê pêvajoya xweqebûlkirinê çi qewimî û we çawa xwe li der û dora xwe dan qebûlkirin, hûn dikarin piçek behsa wê pêvajoyê bikin?

Ez dixwazim vêya wisa bibersivînim, ne tenê pirsa li ser nasnameya hevzayendî, weka her zarokan ku çawa cara ewil pirsan ji xwe ra dipirsin û van pirsan bersivên çawa li pey xwe tînin û jîyana meriv diguhere. Hûn jî dizanin meriv ji zaroktîya xwe dest bi pirsan dikin. Carna bersiva xwe distîne û carna bê bersiv dimîne. Ê me jî em pir caran bê bersiv man û evana her pirsên nû bi xwe ra anîn. Hûn piçekî jîyana zarokên Kurdistanê nas dikin jixwe. Wek dizanin li welatê me pênc hezar gund hatin şewitandin û hijde hezar însan qetil kirin. Gundê me jî yek ji wan gundan bû ku esker diavêt ser gundê me û dixwest em çek hilînin li hemberî kurd. Yanî digotin yan hûn ê sîleh bigirin li dijî wan yan jî ji gund derkevin. Me jî got em ne ji gund derdikevin û ne jî li hemberî kesekî çek digirin. Piştî wê gundê me bi awayekî ku meriv hema bêje xera kirin, çend malên me şewitandin. Wê çaxê malekê cîranên me jî şewitandibûn û jinik li ber dîwar rûniştibû digirîya û disitirî. Îja min ji dêya xwe pirsî ev jinik çima digirî. Esker çima avêt ser gundê me. Çima malên me şewitandin. Vana çima dibêjim, çunkî pirsa ewil ev in û evana di heman demê da bersivên alîkar in jî ji bo famkirina kûrahîya vê pirsê û yên weka van.

Ez niha rasterast werim ser pirsê. Me behsa zarokatî û Kurdistanê kir. Dema meriv dest bi mektebê jî dike cudahîyeke pir mezin, ferqeke pir mezin çêdibe di nav wê û civakê da. Çunkî zimanê wan jî ne zimanê te ye û tiştek fam nakî û tu bêtir pirsan ji xwe ra dipirsî. Min a rast dema diçûm mektebê, di salên xwe yên çarde, pazdehê da bûm min xwe weka yên din hîs nedikir, ferqekê hebû yanî. Min xwe ne wek zilam û ne wek jin jî hîs nedikir. Laşê min mêr bû lê rihê min jin bû. Wê çaxê tu van pirsan jî tenê ji xwe ra dikî û te bersivên wan jî di xwe da digerîya. Çunkî tu nikarî vêya ji bavê xwe ra, ji der û dora xwe bipirsî. Ev wek şerê hindirê min jî bû. Lê her dizanibûm ez cuda me.

Pir baş nayê bîra min, ez diçûm pola çaran yan pêncan ciwanekî li kêleka min rûdinişt û ji wê çaxê da min hin tiştên cuda hîs dikir, min di xwe da ferq dikir. Lê ev ne hestên ser sexê, ne pevşabûnê, tenê wisa hezek bû, min tenê hez dikir û min ji xwe ra tim dipirsîya çima ez wisa me. Min ji xwe ra jî digot madem ez mêr im ez çima li hemberî keçikekê na li kurekî wisa hîs dikim. Min ji we ra berê jî behs kiribû dîsa bêjim, ez dema şazde salî bûm di ekîba folklorê da bûm, ya dibistanê. Ciwanekî hebû pir bandor li ser min kiribû, hestên min li ba wî pir çêdibûn, zêde dibûn. Dewlet bavê wî kuştibû ew jî diçû kar û tilîya wî ya navîn di serî da wiha piçek birî bû. Îja dema ji min ra bipirsin gelo evîn wê sembolek bûna wê çi dibû, Min ê teqez bigota “tilîya birî”. Ewqas min jê hez dikir û ewqas jî bedew dihat ji min ra. Ez dibêjim gava meriv bi rastî jî hevzayend be, çi mêrbaz çi jinbaz di temenên biçûk da ew meyla meriv derdikeve holê. Meriv Nikare vêya veşêre ji xwe.

Piştî wê em koçber bûn. Li Stenbolê ez diçûm psîkoterapî û min dixwest îlaca bi kar bînim ku ez bibim hetero lê heteroyê çi halê çi. Min got herî baş meriv xwe qebûl bike û jixwe psîkolog û bijîşkan jî ji min ra digotin ev ne nexweşînek e, ev tişt dibe ku were serê mirov û pêwîst e tu xwe qebûl bikî. Min jî got ez wiha me û min xwe qebûl kir. Ne xema min e ku kî qebûl dike û kî nake.

Dagirker û serdestên me mixabin heta îro dixwazin kurd bi zindan û girtîgehan ceza bikin, hûn jî yek ji wan kurdan in ku mixabin li zindanê mane, him wek kurdekê û bêtir wek jineka queer wan rojan pirsgirêkên çawa yên ji girtîyên din ên cuda anî ber we û nêzîkbûna girtîyên kurd ên din li we çawa bûn?

Bi rastî ketina min a zindanê ji ber nasnameya min a kurdbûnê bû. Rast e ez jî wek bi hezarên kurd ku ji ber nasname û xebatên xwe yên ji bo kurdan kiribûn û li ser wan dihatin sûcdarkirin ez jî yek ji wan bûm. Helbet ji ber nasnameya min a din jî me êşandin. Meseleya zindanê rastî jî pir dirêj û tevlîhev e. Lê wek hûn jî û hemû kes jî dizanin li zindanê kirinên der hiquqî û ehlaqî pir in. Yek ji wan jî ku meriv bi zorê dixwazin tazî bikin û wisa bigerin. Ev çend car hat serê min jî lê ne wek gerînên din bûn. Nizanim bi zanebûn an tenê bi armanca bêtir aciskirinê bû gava dixwestin min tazî bikin û wiha ser min bigerin, gardîyanek rojekê bi aşkere heta li navrana min digerîya û vê tiştê pir dikir. Helbet ez jî acis dibûm û min jî wan acis dikir. Min dîsa rojekê gava wisa çêbû min got, “tu çi dikî, ya kêfa te tê yan tu dixwazî min acis bikî ji vana kîjan?” ew jî li ser vê bêtir acis dibûn.

Ez qasî pênc mehan li hucreya bi tenê jî mam, ev piçek min acis kiribû û dixwestin ez hema li wir bi tenê jî bimînim. Çunkî li ser nasnameya xwe ya zayendî min pir caran name nivîsand. Min ji birêz Ocalan ra nivîsand, min ji Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristîyê ra nivîsand ji bo rewşa xwe lê ew bêtir dihatin ser min. Wan deman çavên min diêşîyan û ez bi xwe jî berçavk bi kar tînim. Li ser vêya min dixwest ez biçim tedawî bibim lê min bê haya min biribûn psîkîyatrî. Min ji wan ra çend car got ez ji bo vê nehatime, ez dixwazim hûn li çavên min mêze bikin, hûn çima min anîne psîkolog. Ji min ra gotin ji ber nameyên te. Çunkî min di wan nameyên xwe da vekirî behsa xwe kiribû, pirsgirêkên xwe anîbûn ziman lê ew çûn li ser nexweşîneka min a din min xapandin û birin psîkolog û digotin divê tu tedawî bibî û ser ra jî di hucreyê da bimînî. Carkî du car wisa min birin û cara sisêyan min bi xwe qebûl nekiribû.

Tabî li demên ez li wir mam min pir jûre jî guherand. Rojekê dîsa jûra min guherandin û min dabûn odeyeke din. Li wir jî du hevalên me diman ez jî bûbûm ya sêyemîn. Heta du mehan ti pirsgirêk tine bûn lê piştî wê pir tişt hatin serê min. Ez ne şaş bim berîya wê çend hevdîtin di nav xwe û bi derva ra kiribûn werhasil êdî hîn bûbûn ku ez xwedî nasnameyeke cuda me.

Paşê êdî nêrîna wan, nêzîkbûna wan a li min guherî. Bi çavekî xweş qet li min nedinihêrtin. Rojekê hatin ji min ra gotin nizanim tu çima dema xwarin dixwî kefçî li diranên te dikeve, min jî digot çi bûye ma. Lê ez jî êdî zanîbûm armanca wan tiştek din bû. Dîsa ji mi’r gotin tu çima dema di xew da yî tu hema dubare û li ser hev dibêjî ez gay im. Wisa ew jî êdî xwe dîyar kiribûn, ez jî mafdar derketibûm ku armanca wan tiştên din e û min jî li ser got ku min wisa gotibe dêmeg ez wisa me, erê ez gay im. Paşê êdî her tişt wisa vekirî bû û gotin tê gere zû ji vê odê biçî. Min jî çend car li ser vêya name ji wezîrê zindanê ra nivîsî, min çend car daxwaz jî kir lê nekirin. Dîsa wisa hatin ser min ku didîtin min dernaxin hema digotin em zanin te çawa ji vir derxin. Mixabin xwe xerab kirin û rabûn gotin nebe nebe em ê te nin û wisa ji vir derxin û ew kesê ku ji min ra wisa digot carkî da qirika min girt û destên xwe avête stûyê min, min jî êdî qîr kir û min xwe li dîwara dida, min serê xwe dixist, min li derî dixist ku werin min derxin êdî. Cara ewil herî pir wê çaxê êşîyam û kirîzeke wisa mezin çêbûbû.

Gardîyan êdî gihîştin dîtin rewş ne baş e lê tiştek nedikirin û min jî herî dawî ji wan ra got, ku hûn îro min dernexin hûn ê sibê cenazê min ji vir derxin. Dawîya dawî wê rojê min ji wir derxistin lê gotin ode tine ye û dîsa min xistin hucreyê. Hevalên min tine bûn û min êdî bi mişkan ra hevaltî dikir, bi wan ra min xeber dida. Du mişkên min hebûn. Hevalên min bûn. Yek mişka reş ya din mişka şîn bû. Ew bi min ra hevaltî dikirin, min jî ji wan ra nan dida. Yanî di nav hevalên xwe, di nav qaşo ew ên şoreşger bûn ez bûbûm hevalê mişkan.

Li Kurdistanê bûyîna xwedî nasnameyeke cuda gelo ji welatên din cudatir e yan na? Ku cuda be hûn dikarin bi çend xalan dîyar bikin?

Helbet ji hev pir cuda ne. Ya yekemîn ji ber kurdbûna te tu li hember dewletekê têdikoşî. Dewletek heye û ji ber nasnameya te ya miletî bi te ra şer dike û mecbûr î li dijî van bisekinî. Ya din jî tu ji ber nasnameya xwe ya zayendî bi civaka xwe ra şer dikî.

Yanî tu li herdu alî di nava şerekî da yî. Pêwîst e tu tim şer bikî. Niha tu LGBTÎyekî tirk bî ne wek hev in. Tu LGBTÎyekî swîsî jî bî ne wek hev in. Niha mînak ez li vir him kurdekê him jî wek LGBTÎyeka kurd penaber im. Tiştên ku ez dikşînim, jîyan dikim wekî ya LGBTÎyeke swîsî dibe. Em wek kurdekê hatin vê derê û pirsgirêkên me yên zimanê hebûn, sosyo- ekonomîk hebûn, ma rewşa bi yeka swîsî û ya me yek dibe. Niha li Tirkîyeyê jî eynî tişt e. Li wir jî nasnameyên te çiqas pir bin wê pirsgirêkên te jî pir çêdibin. Yanî bifikire ez kurd im, endameka LGBTQÎA me û ser da jî li vir penaberekê me. Tu li welatê xwe bî civaka te, te qebûl nakin ku dibêjin erê tu kurd î lê queer î. Tu dizîvirî Tirkîyê dibêjin erê Tu queer î lê kurd î. Îja tu tê vira, swîsreyî dibêjin erê tu kurd î, erê tu queer î jî lê penaber î. Tu diçî kû’r li ber te tiştek derdikeve. Li Kurdistanê tu nikarî bêjî ez ev im, li Tirkîyeyê hemberî nijadperestan nikarî bêjî ez kurd im, li vir jî tu diçî kû derê tu hewl didî ku bira nezanin tu penaber î.
Dema me li Stenbolê Hêvî LGBTÎ ava kiribû û me hevpeyvîn bi Radikalê ra dikir û me nikaribû bigota em LGBTÎyên Kurdistanî ne. Digotin çima zor e ku meriv wiha bêje, zor e yanî, zor bû. Min got li welatê xwe jî ji meriv ra zor e. Bifikire di sala 2008an da li Stenbolê yekî bi navê Ahmet Yıldız ku li zanîngehê fîzîk dixwend ji alîyê bavê xwe hat kuştin. Bavê wî ji Kurdistanê rabû hat Stenbolê ku wî bikuje û kuşt jî. Paşê revîya çû Başûr. Yanî çawa zor nebe. Yanî tu çima dikujî. Çima. Çima, ji ber ku rengê çavê te û yen min ne wek hev in. Dîsa Roşîn Çîçek. Di sala 2012yan da 2yê Tîrmehê bû dîsa bavê wî, wî li Amedê kuşt. 17 salî bû lê kuştin. Çima, ku hevzayend bû. Doskî Azad. 28ê Çileya 2022yan bû li Dihoka Başûrê Kurdistanê birayê wê wê kuşt. Yanî tu niha çi bikî. Ev civak, civakek sexîst e. Zayendperest e. Birayê wê ji Elmanya rabû hat ku wê bikuje, malbata wê biryar dabû ku ev kes were kuştin, vê berpirsyarîyê dan birayê wê yê li Elmanya ji ber ku li Kurdistanê nekeve zindanê, jixwe hikumeta Kurdistana federal wî negirt jî. Em nizanin ew îroj li kûr e. Bifikire. Ne tenê ev jî, her roj her roj yek tê kuştin. Û bêtir li erdnîgarîya me, li welatê me. Pirtir hevzayendên kurd. Çawa rewşa me û yên dinan yek be.

Li newroza Amedê ya îsal Ala Heftreng ku ala LGBTQÎA ye hate qelaştin û mixabin ji alîyê hin ciwanên kurd, endamên wan jî bi êrîşê ra rû bi rû man. Hûn êrîşên wisa ya li hemberî we çawa dibînin, sedemên vana çi ne û kî ne?

Mixabin ne tenê îsal. Di sala 2014an da jî ez bi xwe li newroza Amedê bûm li wir jî eynî dîsa êrîşê me kiribûn. Her sal ev êrîş mixabin li hemberî me li newrozên Amedê tê kirin. Newroz cejnekê ye, cejna me kurdan teva ye. Cejneka netewî ye jî. Ev ne tenê ya tevgerekê ne ya partîyekê tenê ye. Ev cejna me ya netewî ye û em kurd tev her sal bi awakî li derekê pîroz dikin. Newroz di heman demê da sembola berxwedana miletê kurd e jî û li Kurdistanê, li Tirkîyeyê hemû civakên bindest, hemû girseyên ku bi awayekî nayên qebûlkirin diçin newrozê. Wateyekê din a newrozê jî ev e û em LGBTÎyên kurd jî her sal mitleq diçin çunkî cejna me ye. Çima ev we acis bike. Wisa be çi ferqa me bi nijadperestên tirka heye. Tirk diçin Ala Rengîn an alên me, sembolên me dişewitînin, yên me jî tên ala LGBTQÎAn dişewitînin. Yên ku bi qasî ala girseyekê bişewitîne bi kîn û nefret tije bûbin dikarin wan jî bişewitînin. Çawa ku Nazîyan pazde hezar hevzayend kuştin, çawa DAÎŞ însanan, hevzayendan şewitandin û ji xanîyan avêtin ew ê jî wisa bikin. Ku jixwe dikin jî. Hê jî di dema me da çend hevzayend wisa hatin qetilkirin. Bi vî hawî çi ferq di navbera me û ya Nazîyan, DAÎŞîyan dimîne. Diçûn transseksûelan ji kata heftan diavêtin. Ka me bi DAÎŞê ra şer dikir. Em çima wek wan bin. Li gorî min ti ferqa kesên wisa bi yên DAÎŞîyan ra tine. Min berê jî behsa bûyerên bi vî hawî kir. Ne tenê malbat. Ne tenê nas. Kesê ku tu nas nakî jî ji ber nasnameya wî, wî dikujî. Li orta bajarê, li nav civakê dikujin û qet nayên qefaltin.

Nayên dîtin, çima? Hande Kader. Jinik bi xwe jî ji Amedê bû, ji malbata xwe, ji nasên xwe revîya çû Stenbolê û wê li wir kuştin. Ewil tecawizê wê kirin û paşê şewitandin avêtin daristanê. Qetilên wê ka li kû ne. Çima, çunkî civak, dewlet û mixabin miletê me jî tê da rêxistin û tevgerên me jî li dijî me ne. Li dijî nasnameyên me ne û gava tu wisa bibî jixwe ew ê werin ala te jî bişewitînin, te jî bişewitînin. Ka dewlet, rêxistin û civak çi dikin ji bo van tiştan. Ti tişt jî nakin. Bi xwe diparêzin. Ev mesele mixabin bi zîhnîyeteke sexîst û nijadperest çareser nabe. Ev bi mêjîyeke zilamî jî nabe. Hemû xebatkarên me, rêberên me mêr in. Her tiştî bi mêjîya zilaman bi rê va dibin. Çima van pirsgirêkan çareser nakin. Çima dernakevin behsa van qetlîaman nakin. Çima bikin. Ew jî wekî wan in. Ji van tiştan acis nabin jî mixabin, çima. Çima, ku ew jî zilam in.

Gelo li Kurdistanê yan li dervayî welat li ser navê LGBTQÎAyên kurd rêxistenekê heye ku mafên xwe biparêzin û taybetî xwe li miletê kurd bide qebûlkirin?

Niha çawa ku li hemû dinyayê em hene, li Kurdistanê jî yên wek me hene. Li Rojava, li Başûr, li Rojhilat û Bakur, li tevahî Kurdistanê jî em hene. Ecêb e, li Tirkîyeyê jî pirî aktîvîstên hevzayend û yên ku di nava wan komeleyan da cî digirin û li pey mafên xwe ne kurd in. Li erdnîgarîya me kesên hevzayend û berxwedêr û tim di nava aktîvîzm û çalakîyan da ne dîsa em in. Demekê em dema li Stenbolê bûn digotin li vir jî LGBTÎyên kurd pir in, di nav kurdan da qey bêtir hevzayendî heye. Me digot na, ne ku em ji we zêde ne a rast ew e ku em ji we wêrektir in. Em ji we bêtir xwe nas dikin, em dizanin em kî ne. Ji ber nasnameya me ya kurdbûnê em zû polîtîze bûn. Me ji her kesî zûtir xwe nas kir û em ketin li dû mafên xwe. Nexwe li Behra Reş hevzayend tine ma, li Egeyê tine. Di nav partîyên îslamîst da jî lê wek me diwêrin xwe nas bikin, qebûl bikin û xwe biparêzin. Ev jî ji tevgerên kurd derbasî me bû. Tevgera Azadîya Kurdistanê me hînî berxwedanê kirin û em niha li hemberî wan jî û ya her kesî ber xwe didin. Lê ev tiştek baş e.

Ez rasterast werim ser pirsa we. Rewş bi ya min ji berê baştir e. Mînak li Stenbolê Hêvî LGBTÎ heye. Ez bi xwe jî yek ji endam û aktîvîstên wê bûm ku me di 2015yan da ava kir. Cara ewil jî me hev li Serhildana Gezîyê dîtîbûn. Û em LGBTQÎAyên kurd me got madem wisa ye em bi xwe bixwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Û wisa em gihîştin hev.

Ji xencî Stenbolê li Amedê Keskesor LGBTÎ+ heye. Berê dîsa li Dêrsimê Roştîya Asmê hebû. Dîsa rêxistinek û tevgerek heye bi navê Pelkezêrîne ku kurdên Rojhilatê ne û taybetî ew li Ewropayê ne û pir in jî. Dîsa dikarim bêjim li vir di nav me da wek aktîvîst û çalakvanên kurd ên ji Rojavayê ji Başûrê jî hene. Me berê jî li Berlînê bi pêşengtîya

Pelkezêrîneyê pirtûkek bi navê “HAFT UND FLUCHT” ku behsa çîrokên kurdên LGBTQÎA û yên penaber in derxist. Pirtûk jî bi zimanên kurmancî, soranî, hewramî, kelhorî, û elmanî bû. Dîsa min fîlmekê bi navê Kurneqîz dema li welat bûm kişand, kurdî bû ew jî. Yanî wisa em jî dixebitin. Ber xwe didin ku xwe li civaka xwe bidin qebûlkirin. Meseleyên me pir in û dirêj in jî. Nîqaş pir in, pirsgirêk pir in lê em jî pir in.

LGBTQÎAyên kurd çawa xwe digihînin hev û di vê xwegihandinê da û di nava van rêxistinan da pirsgirêkên bi çi hawî hûn dijîn?

Yanî em çawa digihîjin hevdû, li ser pirsgirêkan em xwe digihînin hev. Mînak ciwanek ji min ra dinivîse û xwe dide nasîn paşê dibêje malbata min wisa li min dike ez çi dikarim bikim. Dîsa ecêb e, yek dinivîse dibêje wa ye ez jî mêrbaz im, hevzayend im lê mixabin zewicî me û ji jina xwe hez nakim, ez ji mêran hez dikim û em ê çawa xwe ji vê rewşê dikarin xelas bikin filan û bêvan. Bi rastî tiştekî pir erjeng e pirsgirêkên wisa. Bifikire, tu hevzayend î û ji tirsa civak û malbatê tu xwe nikarî aşkere bikî û ser da jî bi zorîya malbatê diçî dizewicî û ji bo ku zarokên te jî çênebin yan tu naxwazî bi jina xwe ra razî tu radibî diçî ji bo vê taybetî ji xwe ra derewan diafirînî, nizanim dermanan dikirî û bi kar tînî. Mixabin rewşên wiha jî xwekuştinan derdixe holê. Yên wisa pir in, hevzayend in û bi zorê malbatê tên zewicandin û ew jî ji tirsê nikarin behsa nasnameyên xwe bikin û radibin xwe dikujin. Li Batmanê, li çend cîyan dîsa wisa xwekuştinan çêbûbû û çûn li ser lêkolîn kirin dîtin ku ew kes hevzayend in.

Niha ez bêjim piranî li ser pirsgirêkên bi vî hawî em hevdû nas dikin. Bêtir jî bi rêya medya civakî. Ez diavêjim li ser înstagramê yek ji min ra dinivîse, yek li ser facebookê. Di navbera me da bi hezaran kîlometre rê hene lê êşên me van sînoran radike ku em bikarin hevdû derman bikin, baş bikin. Dîsa li vir jineka trans ji Rojhilatê hebû Baran. Hatibû Swîsreyê lê dewlet dixwest wê bişîne Îtalyayê. Me çi kir, hev nas kir, hat ba me û li ba me ma, me hevdîtinan çêkir û em çûn komeleyekê LGBTQÎAn a vê derê me wê li wan da naskirin, me wê nas kir û çi ji destê me hat me kir. Ew jin, jineka misilman jî bû, mêj jî dikir yanî, pirsgirêkên wê pirtir bûn. Wisa gava em lê dinêrin hevparîya herî mezin a di xwegihandina hevdû da em dibînin êş û pirsgirêk in. Pir ji welat û ji welatên din jî tên van deran û wek hûn dizanin ev der ne mala bavê me ye û ne jî welatê me. Tu li vir tenê yî û yên wek me bêtir li vir, li penaberîyê diêşin. Heta ku meriv hevdû hemêz neke, êşên xwe parve neke mixabin ew ê te birizînin. Danîna têkilî, nasîna hev ji bo vê ji bo me pir girîng in. Di xwezayîya mirov bi xwe da jî heye ku meriv biêşê, gava tenê jî bimîne dixwaze ji xwe ra hêlînekê bibîne ku xwe bispêre. Ê me jî wisa ye. Em hêlînên hevdû ne.

Wekî din ji bo xwegihandinê dikarim bêjim, ji bo ku rêyeke rehet e me li ewropayê komeke whatsappê ava kir ku LGBTQÎAyên kurd û penaber bikarin bi hêsanî xwe bigihînin hev. Ya duduyan dîsa me li vir, li Cenewreyê komeleyeka bi navê Şahmeranê ava kir. Lê ev taybetî ji bo kesên hunermend in. Hunermendên LGBTQÎAyan. Lê dîsa ew jî, em jî ji bo van tiştan dixebitin û pişta hevdû dikin.

Hûn di nava civak û tevgerên kurd da gelo dikarin bi rehetî nasnameyên xwe aşkere bikin? Pirsgirêkên ku heta niha we jîyane çi ne û hûn nêrîn û nêzîkbûnên tevgerên kurd ya li LGBTQÎAyan çawa dibînin?

Yanî wisa jî ne rehet e ku tu xwe aşkere bikî. Ji ber ku tu di nava civakeke sexîst da yî, civaka te nasnameya te nas nake. Gava malbatên me bixwazin jî me biparêzin li hemberî wan, nizanin bê ka zarokên xwe çawa biparêzin. Çima, çunkî zanîna wan têr nake hê, wê hişmendîyê hê nas nekirine. Min dema carna ji xwe ra wisa fîstan li xwe dikir û xalên min zû li dêya min digerîyan û digotin ew kurê we çima fîstanên jinan li xwe dike, rebena dêya min jî nizanîbû çi bigota, ji wan ra digot kurê min şano dike loma. Yanî bifikire malbata min, min qebûl kiriye lê li hemberî civaka xwe nizane çawa zaroka xwe biparêze. Min piçek jî xwest ez vê yekê bişikînim min ji malbata xwe dest pê kir. Çunkî zanim ji malbatê dest pê dike û paşê civak piştî rêxistin û dewlet. Ev wisa diçe.

Ev li alîkî bi xweveşartin û xwe bi wêrekî û bê tirs parastinê ra jî girêdayî ye. Ez bi xwe min nexwest jîyaneke wisa reş û tarî bijîm, min nexwest tim ji tiştan û ji kesan birevim loma jî min xwe aşkere kir. Çawa bim xwe jî wisa li însanan didim nasîn û jîyana xwe jî wek xwe dijîm. Lê xweqebûlkirin û wisa jî jîyîn pir tiştên ne xweş jî li pey xwe tîne. Jixwe hemû mesele piştî wê dest pê dike. Lê dîsa jî min ji xwe ra vê rêyê hilbijart. Ez demekê, di salên 2012yan da jî di nav Tevgera Azadîya Kurd da bûm dîsa jî min xwe çawa qebûlkiribe wisa jî dijîyam di nav wan da lê ew jî me qebûl nakin. Bi çavekî pozîtîf û baş li me nanêrin. Lê em jîyaneke bi rûmet û serbilind ji wan hîn bûn, jîyîneke enîbilind divê bibe para her kesî. Em çi bûn, çawa bûn, me xwest em wisa jî bijîn û li dijî tevgerên ku me nas nakin ber xwe bidin. Em çawa ku kurd in, bi kurdbûna xwe jî şikir serbilind in, em bi vê hebûna xwe jî wisa ne, pir ferq tine di navbera vê û wê da.

Dema em tevgerên jin û LGBTQÎAyên li Tirkîyeyê bînin ber çavên xwe, cudahî û hevparîyên wan ji me çi ne?

Cudahî jî pir in rastî lê hevparîya me ya ewil û mezin nasnameya me ye. Çanda me jixwe ji hev pir cuda ye. Ez dixwazim behsa serpêhatîyekê bikim. Dema em li Tirkîye bûn li Kadikoya Stenbolê li Parka Yogurtçuyê belgefîlmek li ser LGBTÎyan hatibû çêkirin û li wir nîşan didan. Belgefîlm behsa malbatên kesên hevzayend dikir ku çawa bi zaroyên xwe hisiyane, ew pêvajo çawa ajotîye û têkilîyên wan bi hev ra çawa ne. Îja hevalek me hebû Deniz, bi eslê xwe ji Wanê ye û jineka trans bû. Ew rabûbû gotibû, ez li alîkî kêfxweş bûm ku malbatên we bi we ra ne û hûn hê bi hev ra wek berê ne, têkilîyên we hê jî xurt in. Lê ez, dêya min şêst salî ye û bi tirkî nizane, ez jî baş bi kurdî nizanim. Niha wê tînim bîra xwe, ew û em... Tabî ew malbat, malbatên “orta sinif” jî bûn, spî bûn. Lê em weka xerîb û bîyanî diman li ba wan. Hinekan ji me bi zimanê malbatên xwe, dayîkên xwe jî nizanîbûn ku xwe li wan bidin qebûlkirin. Mirov vê cudahîyê heta qirika xwe hîs dikir.

Dîsa dema em di salên 2006an, 2008an çûbûn Stenbolê wê demê ez jî li febrîqekeye tekstîlê dişixulîm. Rojekê ez çûm psîkolog û ji min ra gotibû, ku tu bixwazî xwe qebûl bikî divê bi kesên wek te ra tê tev bigerî û rabû navnîşana Lamdaistanbulê da min ku ew jî komeleyeka LGBTÎyan e. Ez çûm wir û min dît her kes behsa xwe dike. Yek li Hollandayê zanîngeh dixwend, yek digot malbata min wiha ye û ez li Zanîngeha Koçê dixwînim. Yek digot ez li Boğaziçiyê dixwînim. Ê min jî min pir dixwest jî ez zanîngeh bixwînim lê ji ber derfetan em mecbûr bûn bixebitin. Min dîsa li wir wisa dema her kes behsa xwe û jîyanên xwe yên rihet dikir fikirîm, fikirîm ku em kurd in, gundê me şewitandine, em li xerîbîyê ne û ji ber feqîrîyê dişixulin. Tiştên wisa pir giran û travmayên psîkolojîk in rastî. Meriv her tim di qada jîyanê da bi van cudahîyan ra rû bi rû dimîne. Cudahîyên çandî, zimanî û sosyo-ekonomîk pir bûn û ji hevparîyan zêdetir jî ev in mixabin ku hûn jî dibînin ku her ev in tên bîra me.

Hûn jî dizanin li Kurdistan û Tirkîyeyê hilbijartinên giştî û serokkomarîyê çêbûn û Tifaqa Cumhurê ser ket. Ev tifaq digot em ê komeleyên LGBTQÎAyan bigirin, Peymana Stenbolê nedin qebûlkirin û rêyên li ber tevgerên jin û LGBTQÎAyan bigirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin, gelo pirsgirêkên nû yên çawa ew ê derkevin pêşîya we?

Rejîma yekînsanî ku niha li Tirkîye serdest e, rejîmeka nexweş e, mêjîyekî nexweş e. Ew kesê ku bi xwe jî li ser wê rejîmê ye û ji xeynî xwe kes ne qebûl dike û ne jî hez dike. Derûnîya wan jî wisa ye, laşê wan bi xwe jî bi wî hawî ye. Ji kurdan hez nakin, ji ermenîyan hez nakin, elewîyan hez nakin. Girse û civakên ku ne ji wan bin qet û qet hez nakin. Hilbijartinên 2015yan jî piçekî wisa bû, ku were bîra we mixalefet di hin alîyan da bi ser ket û piştî wê îqtîdareke tund û êrîşkar derket holê. Her roj êrîş birin hemû qadên jîyanê yên kurdan û kesên ku me dost didîtin. Wê çaxê digot ku HDP carekê kurd be, heft car jî lezbîyen e. Ev êrîşên li ser komele û kesên LGBTÎyan bêtir jî piştî Berxwedana Gezîyê dest pê kir. Dîtin ku kesên wek me yên kurd li welatê wan zaf in, xurt û birêxistinkirî ne êrîşên xwe zêde kirin. Bi êrîşên tund û kirêt çûn ser wan kesan. Niha jî heman rewş e. Jixwe polîtîkayên xwe yên li ser hilbijartinê jî li dijî jinan û LGBTQÎAyan ava kirin. Wekî we pirsî, hema radizan û radibûn digotin em ê rê li ber van kesan bigirin, em ê nehêlin vana bihêz bin. Em ê komeleyên van bigirin, vana ne ji me ne. Vana nizanim ji qewmê kî ne û hwd. Îca em diheyirin, tu çawa û çima van komeleyan bigirî. Ev mafê mirovan e, em jî mirov in û li gorî vêya mafên me jî helbet wê hebin. Lê na, ew li dijî mirovan û mafên mirovatîyê ne jî.

Nizanim radibin dibêjin tiştên wisa sazîya malbatê, malbatbûyînê xera bike. Halbûkî her kesek li gorî bawerîyên xwe jîyanek û malek ji xwe ra ava dike, çima jîyana me wê malên we xera bikin. Lê ew dizanin mala miletê xera bikin. Piştî vana malbat û kesên olperest derketin qadan û li dijî me meş li dar xistin. Nedixwestin em bijîn. Lê em, ne li dijî malên wan in. Em dema derdikevin derva dimeşin em ji bo mafên xwe yên herî xwezayî van tiştan dikin. Em nabêjin bila malbatên wan jî wisa nebin, bila ew nejîn filan û bêvan. Lê gava ji destên wan were ew ê me qir bikin. Yek ji cudahîyên wan û ya me jî ev e, ew ji bo ku em nejîn dijîn, lê em ji bo ku em û her kes bijî dijîn.

Pirsgirêka mezin zihnîyet û mêjîyê wan e. Em bi girtinên komeleyan naqedin. Çawa ku kurd, bi kuştin û qirkirinan xelas nebûn em ê jî xelas nebin. Yên meşên me, komeleyên me û hemû qadên jîyana me li me qedexe bikin dikarin sibê di siba me bişewitînin jî. Ez dibêjim, ti ferqek di nava wan û ya Nazîyan tine. Şerên Xweserîyê hê di bîra me da ne, dengê Siltan hê di goyên me da ye ku çawa digot av, av. Çawa li Cizîrê bi sedan însanên me di bodruman da şewitandin, qetil kirin. Me hê vana ji bîr nekir. Yên van tiştan anîbin serê me dikarin car din jî bikin. Lê dawîya dawî tên dibêjin terorîst jî hûn in, yên ehlaqa malbatên me jî xera dikin hûn in. Lê nabêjin me li Roboskîyê ewqas însan bi bombeyan kuşt, ne beş bû em çûn me kerên wan jî kuşt. Nabêjin. Nabêjin bê ka çawa Efrînê talan kirin, çawa darên axa welatê me jêkirin. Têr nebûn, ew kîn, ew nefret û zêhna wan a qirêj wan bir ku rûnên zeytûnên me jî ji xelkê ra bifroşin. Niha kî kujer e, kî terorîst e û malan xera dike?..

Wek pirsa dawî dipirsim, me evqas pirsgirêk xeber dan gelo evana çawa bên çareserkirin û têbinîyên we yên dawî û tiştên ku hûn li ser van bixwazin bêjin çi ne?

Belê, min dema ji sîyasetmedar, ji akademîsyen û ji rêvebirên tevgerên kurd ra name dinivîsand min vêya ji wan ra jî pirs dikir. Mînak, dema min li Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk nihêrt min qet behs li ser kesayetên LGBTQÎAyan nedît. Min di nav nameyên xwe da jî ji wan pirsî gelo çima em tine ne. Gelo hûn ê sibê di siba çi bikin ji bo van pirs û pirsgirêkan. Lê ya me piçekî li ser “em rêzê bo we digirin lê em nikarin we qebûl bikin” dimeşe. Em dipirsin, dibêjin hewce nîn e meriv hema wisa bi awakî vekirî navê we binivîse. Lê ne wisa ye, gava nav hebe ev tê wateya em we qebûl dikin. Tu gava hê nikaribî navê me bînî ziman tê çawa me qebûl bikî, yan ev çiqas rast e. Ev bi tenê gotina Netewa Demokratîk, jin û Jineolojî naqede. Tu gava rabî bêjî ku em li Rojhilata Navîn tevgereka demokratîk, modern û sekuler in divê em bikarin nîqaş bikin, divê bi zimanekî vekirî me bînin ziman. Ya rast divê êdî aşkere bêjin gelo em jî di wê îdeolojî û felsefeyê da hene yan na. Em berfireh lê binêrin. Cîgirtin di vê warê da muhîm e, em dipirsin gelo em jî di nava vê jîyanê da, vê tevgerê da cî digirin yan na. Gava tu bêjî ez tevgereke wisa me divê tu di nav xwe da vêya nîqaş bikî, bi endamên xwe ra nîqaş bikî. Carna dibêjin em bi nav nakin, ne hewce ye meriv hema wisa navê bêje, ji ber ku jin jin e. Lê jina reş û spî ne wek hev in. Pirsgirêkên wan jî ne wek hev in. Em niha gelo dikarin bêjin pirsgirêkên jineke trans û jineke hetero wek hev in. Na. Çima, gava tu mêr bî û werî bibî jin wê civak te qebûl neke. Di nav civaka me da jî ev wisa ye. Ew ê bêjin tu çawa wî “kîrê xwe yê pîroz” jêdikî.

Yanî rastî gava em ji dil bin ku pirsgirêkan çareser bikin, ji derdê hev fam bikin divê em derdê hev wek derdê xwe hîs bikin. Em ji bo ku mafên ermenîyan biparêzin em ne mecbûr in bibin ermenî. Ewqas dostên kurd hene, ne kurd in lê bi te ra ne. Mafên te bi te ra diparêze.

Em jî ji vêya kêfxweş dibin. Em gava mesele kurdbûn be em dizanin dewa mirovbûnê bikin û bêjin pirsgirêkên kurdan, pirsgirêkên hemû mirovan e, mirovayetîyê ye. Lê temam tu nebe hevzayend, tu ne mecbûr î ji bo ku ji derdê min fam bikî wek min bibî. Pêwîst e mirov mafên me jî biparêze. Pirsgirêkên me jî bîne ziman an qebûl bike, ev jî yek ji mafên mirovan e.

Em nabin nijadperest lê em dibin zayendperest. Divê em ji vê dûr bikevin. Tevgera kurd dikare dayîkan îkna bike ku ji wan ra bêje divê hûn zaryên xwe qebûl bikin, hûn li kêleka wan bin. Ez pir dixwazim ku dayîkên me weka dayîkên şemîyê ji bo me kom bibin, werin ba hev û mafên me biparêzin û bêjin, hûn zarokên me ne, kes nikare tade li we bike. Ne dewlet ne jî civak, li gorî min paradîgma ev e. Ku em behsa paradîgmayeke demokratîk bikin ku hemû însan tê da bi rehetî bikare bijî divê ev jî hebe, divê em jî hebin. Ev çawa bibe, bi hemû qadên jîyanê ra meriv dikare vê meseleyê çareser bike. Bi çêkirina fîlm/belgefîlman, konferansan, derxistina pirtûk û kovaran. Mînak ev karê ku Kovara Lêkolînên Kurdî dike pir kêfa min anî, li ber dilê min pir pîroz e. Çunkî gotin diçe nivîs dimîne. Ew ê bibe arşîveka xweş. Belkî sibê di siba ez ne li vê bim lê ev kar wê li vir be. Lêkolîn û xebatên bi vî awayî wê dikarin rêyek li ber çareserkirina van pirsgirêkan veke jî. Ne tenê kovar û pirtûk jî, divê çapemenîya kurd jî alîkarîya vê bike. Çunkî em bi tenê nasnameya xwe nayên nasîn. Em jî wek hemû mirovên kurd mirovên ji rêzê ne. Tew karên ku em dikin jî belkî pirî kurd nake. Em li ser xebatên çandî, hunerî û teknîkî jî pir dixebitin ji bo vî miletî, ji bo neteweya xwe. Mînak Michel Foucault. Em tev wî nas dikin. Feylesofekî navdar ê fransizî ye. Lê em nasnameya wî, wî nizanin, wisa nas nakin. Ew jî hevzayend e. Lê wek her mirovî di nava jîyanê da karê xwe çawa kiriye. Di nav civaka me da jî mînakên wisa pir in. Hunermendên kurd ên hevzayend pir in. Em jî wisa ne, lê em naçin li her derê wisa naqîrin, behsa xwe nakin. Divê meriv piçekî jî bi vê hişmendîyê li van meseleyan nêzîk bibe. Ez bihêvî me ku ev jîyan biguhere. Ew ê neguhere jî em ê biguherînin.