Vekolandina Kulta Meşayîxeke Jin: Şêx Momina Mirada
Makale / Kamran Elend

Welî[1] û meşayîx[2] ew kes in ku tê bawerkirin hêzeka wan a Xwedayî heye û cih û warê wan ji alîyê gel ve pîroz tê qebûlkirin. Di mekanê wan de kesên hewcedar daxwaz û mirazê xwe tînin ziman, dua tên kirin û li gor derfetên hewcedaran ajal tên serjêkirin. Ji bo yê ku bawer dikin ev welî û dostê Xwedê di kêlîkê zehmet de, bi şêweyeke derasayî tên alîkarîya van bawermendan û wan ji şertên zehmet xelas dikin. Hêz û taybetmendîyên wan ên derasayî li gor şert, merc û daxwazê niştecihên heremê tên nîşankirin û afirandin. Ev welî û meşayîx ji bo bîra kolektîf û hevdûgirtina civakê fonksîyonên cuda û girîng tînin cih. Bi sekûlerbûna cîhanê re her ciqasî îro bawerîyên li ser welî û meşayîxan wek sedema paşmayînê bên dîtin jî bawerîya bi wan, di nav civaka kurdan de hê jî xurt e, kêm nebûye û wek berê erkên girîng û têkel tînin cih.

Di rojhilata navîn de gelek dîn derketine holê, berbalavbûne lê di bin bandora çand û kevneşopîyê de kêm zêde rewşa jinan eynî maye. Lewra di nav civakên îslamê de welî, alim, şêx û serok ê jin kêm in. Gelek sedemê vê yekê hene, bo nimûne Îslama kitêbî û sinnî (ortodoks) bi şêweyeke ‘kêmaqil’ û ‘bindestane’ li jinan dinêre. Di dînê Îslamê de ji xeynî ehlî beyt (keç û jinên pêxember) û çend jinên navdar ên wek Rabîa el Edewîye, Muaza el Edewîye ku di asta mêran de tên qebûlkirin, jinê (nîv)pîroz gelekî kêm in. Helbet meşayîxê jin jî gelekî kêm in û herwiha ji bo kurdan jî ev rewş derbasdar e.

Di nav kurdan de têgehên meşayîx, welî, zîyaret û hwd. ji bo bawerîyên cuda, fenomenên hevpar in. Çi misilman, çi mesîhî, çi elewî û hwd. bin; ev fenomen hevpar in û di jiyana rojane de çanda bawermendên van olan tesîra xwe ji wan digirin. Zîyareta Şêx Momina Mirada jî di panteona welîyên kurdan de zîyaretek e taybet e. Sedema taybetbûna wê wekî jineke ji rêzê keramet[3] nîşandane û tevî ku ew jin e û bi vê zayenda madun hatîye qebûlkirin. Di heman demê de pêşî ezîzeyeke mesîhî ye paşê ‘hatîye misilmankirin’ û bûye welîya Xwedê yanî hatîye temelûkkirin. Bi kurtayî ew meşayîxeke misilmênî ye. Keramet û sirrê[4] wê li heremê wek çîrok û efsaneyan ji hûr û giran re tê gotin û her 15ê tebaxê zêwa[5] vê jinê bi awayeke coş û qelebalix tê pîrozkirin. Wek ezîzeyeke mesîhî mirîye û îro jî wek welîyeke misilman şîfayê dide diaker û alîkarxwazê xwe. Her çiqasî dinya biguhere û sekûler bibe jî kulta vê meşayîxê hê jî zindî ye. Di vê xebatê de armanca me vekolandina temelûkbûn, qebûl kirin û zindîmayîna kulta vê meşayîxê ye.

Divê di serê ve lêkolînê de em bêjin ku ev xebat di nava xwe de gelek astengîyan dihewîne. Derbarê Şêx Momina Miradan de ti agahîyên fermî yan jî arşiv tune ne yan jî me bidest ne xistin. Di arşîvê Osmanî û mesîhîyan de derbarê kulta ve meşayîxê de tu tiştên berbiçav bi dest me neketin. Li gor niştecihên heremê Şêx Momina Mirada berîya 400-500 salî ji derveyî gund hatîye û li wir bi cih bûye. Ji loma agahiyên di derbarê vê jina meşayîx de bi giştî xwe di sipêrin daneyên sehayî. Ev dane bi teoriyên cuda hatine şîrovekirin.

Çend Çavdêrî Li Ser Îslama Kurdan

Berî ku li ser kulta Şêx Momina Mirada em agahî û şîroveyên xwe pêşnîyar bikin, divê em bi xalan behsa îslama kurdan bikin, lewma niyet û nêrîna me rave bibe. Piştî ku îslam derket û li derdora xwe belav dibû bi yek şêweyî û di yek carî de civakên ku ew qebûl kirin ne guherandin, ji bo civakan îslam bawerîyeke nû bû lê ne her tişt bû. Bawerî û ededên wan ên neîslamî bi formulasyon û teşeyên cûda îslamîze bûn, li gor bawerîya îslamê hatin nicirandin, tenik û sivik bûn lê di heman demê de di bin banê îslamê de hatin domandin. Bi giştî bawerî bû îslam lê çand, ziman û folklora wan ew ji cîranên wan yên din ên misilman di veqetandin. Bi nêrîneke sivik û hesan jî gava ku mirov li pratîk û jiyîna misilmanan di meyzêne van cudahîyan beloq dibîne: Bonimûne bawerîya îslamê li Afrîka û li Asyaya Navîn ne bi hêman şêweyî tê qebûlkirin. Bawerîyên hezarsalan û kevneşop helbet bi rengê îslamî cihê xwe digrin. Ev detay û cudahî ji bo kurdan jî derbasdar in. Bawerîyên kurdan ên berî îslamê, çand, ziman û erdnîgarîya wan tesîrên xurt li şêwejiyana wan û lewma jî li bawerîya wan a îslamê kirîye. Îslam, dînekî maytêkar e ku dixwaze jiyana rojana a bawermendê xwe bi giştî serrast bike û li gor qanûnê xwe birêve bibe.

Li rojava xebatê ku li ser îslamê hatin kirin û bi taybetî jî îslama sîyasî (political islam) bi xwendevanan daye qebûlkirin ku îslam bi dîrok û bawerîya xwe dînekî yekkere ye. Ev nêrîn şaş e, lewra îslam ne bawerîyeke yekkere ye, ew di nava xwe de gelek cudahî, veqetîn û teşeyên heretîk dihewîne. Bi îslamê misilman, bi misilmanan jî îslam nayê fêmkirin. Em dikarin bêjin ku “îslamek nîne, îslam hene” (Su, 2009, r. 14). Yanî pirjimarî, curbicurî û cihêrengî vexuyaneyê vê îslama ku em behsê dikin in. Ev cureyên îslamê ji alîyê lêkolîneran ve li gor nêrînên cuda û veqetandinên cuda hatine binavkirin. Bo nimûne Ernest Gellner (1994, r. 25) ji bo veqetandinê têgehên îslama bilind û îslama popûler bi kar tîne. Ahmet Yaşar Ocak têgehên (2021, r. 29-38) îslama dewletê (sîyasî), îslama medreseyê (ilmî), îslama tekyayan (metafîzîk) û îslama gel (popûler) bikar tîne. Ji bilî van têgehan di lîteraturê de muteşer’î (ê girêdayî şerîetê) û xeyrî-muteşer’î (ê ne girêdayî şerî’etê); îslama teorîk û îslama pratîk, îslama ummî û îslama kitêbî, îslama çandî û îslama sîyasî û hwd. jî tên bikaranîn. Li gor nêrîna me veqetandina herî bikêrhatî û gava ku hat bilêvkirin mebesta xwe eşkere dike, têgehên îslama gel (folk) û îslama kitêbî ne[6]. Ji bo îslama gel wateya ku em qebûl dikin ev e: Ji alîyê bawerî û civakî ve şêwejiyanek e ku di navbera îslama ortodoks û heretîk de ye. Di nava xwe de hemanên kitêbî, kevneşopî û çewt (xurafe) di heman demê de dihewîne. Civak bi gelemperî bi van bawerîyan jiyana xwe ya rojane di borîne û pîvanên dîndarîyê jî dise ev in. Şîrove û nêrînên me li ser îslama ku kurd wê her roj dijîn, diguherînin û pê re jî diguherin hatine avakirin. Wekî her civakên misilman, îslama kurdan jî yekkere nîne û di nava xwe de gelek cudayîyan dihewîne.

Mînak 142 sal berê Şêx Ubeydilahê Nehrî di nameyeke xwe de, ji misyonerê Emerîkî Cochran re wiha, gotibû: “Hûn gerek bizanibin ku kurd 500 hezar mal in û neteweyeke cuda ne û bi dîyanet û bi rabûn û rûniştina xwe ne wekî edetên neteweyên mayî ne” (Celîl, 2020, r. 48). Wekî serokekî civaka xwe Şêx Ubeydilah, ji bo berjewendîyên neteweyî divabû wiha bêje. Lê di heman demê de ew postnîşînêkî Xalidîyan ê mezin û navdar bû û cudahîyê di navbera bawerîya îslamî ya kurdan û cîranên wan de baş dizanî bû. Dixwest balê bikşîne ser vê yekê ku bawerîya kurdan ya îslamê di nava xwe de cihêreng û xweser e ku ev tespîta wî kêmzêde rast e. Di esasê xwe de hemû gelên cuda ku bawermendê heman dînî ne, di warê bawerîyê de di nava xwe de cudahîyan dihewînin. Sedema vê yekê ji dîrok, çand, kevneşopî, erdnigarî û hwd. din tê.

Li welatê kurdan dewletên cuda (Med, Sasanî, Îslam, Roma û hwd.) bûn desthilatdar û bi van dewletan re bawerîyên cuda (Zerdeştî, Îslam, Êzîdîti, Mesîhîtî, Cihûtî û hwd.) belavbûn. Di dawîyê de kurdan bi piranî bawerîya îslamê qebûlkirin lê helbet bawerîyên xwe yên berê û piştî qebûlkirinê jî bawerîyê cîranên xwe (ên neîslamî) daxilî bawerîya xwe ya nû kirin. Ev daxilkirin û tevlîhevbûn bi nêrîneke giştî îslam e lê bi hûrgilî êdî bawerîyeke senkretîk e. Nîkîtîn di behsê de wiha dibeje: Kurd, di warê bawerîyê de ji rêya îslama kitêbî hinekî dûrin, bawerîyên wan bi gelemperî mîstîk û “nelirê” (batil in) ne. Bandora Zerdeştîyê li ser wan xurt e (1991, r. 383-384). Rojhilatzanê wek Louis Massignon (Vgz. Nikitin, 1991, r. 7), A. M. Hamilton (2009), R. P. Giuseppe Campanille (2013), Thomas Bois (2004), E. W.Charles Noel (2014) jî nêrînên nêzî Nîkîtîn îdia kirine. Kurd di van xebatên rojhilatzanan de bi nerîneke mîstîk û ji rê derketî hatine teswîrkirin.

Berî her tiştî divê em serî de qebûl bikin ku nêrîna rojava û rojhilatzanan çelexwarîye û biqisûr e. Li gor wan, rojhilat kanîya nezanîn, mîstîsîzm û romantîzmê ye. Di gelek xebatên ku li ser kurdan ku ji alîyê van rojhilatzanan ve hatin nivîsandin jî em li rasta vê nêrîna biqisûr tên ku xwe ji me re beloq dike[7]. Piştî qebûlkirina van gotinên rexnedar em dikarin bêjin ku oryantalîzm her çiqasî bi gelek şêwe û nerînan hatibe rexnekirin jî ev nêrînên li ser kurdan di nava xwe de alîyekî rast jî dihewînin. Dewletbûn, xwedîbûna erkî, şêwejîyan tecrûbekirin û bawerîyê bi xwe re diguherîne. Ji xeynî çend îstîsnayan piştî derketina îslamê kurd wekî cîranên xwe nebûne xwedî dewlet û rayedar, xwendin û nivîsandin di nav kurdan de îstîsna bû, şêwejîyana wan bi giştî gundewarî û koçerî bû. Ji zêdekirina mînakan bêhtir armanca me gotina vê angaştê ye: Ji sedema tineyîya van hêmanan û bi şêwejîyana wan ya dûrnavend û perîferîk bawerîya wan ya îslamî nebû bawerîyeke ortodoks. Belê bawerîya wan ya mezhebî sinnîtî bû (ji bo îslamê sinnîtî ortodoksî ye) lê di nav sinnîtîyê de jî ew bi bawerîya xwe sivîl, xweşbîn û kêm zêde heretîk man. Ev heretîzma wan di jîyana rojana û kevneşopîyan de xwe heta îro jî dîyar dike. Îro jî di nav kurdan de rojên wek cejn, şahî û bîranînan ku bi şêweyeke zindî tên pîrozkirin û di nava wan de gelek bermayî û şopên heretîk hene, ango rasterast çavkanîyan xwe ji van bawerîyên heretîk, antîk û neîslamî digirin hene. Newroz, serê salê, xidirelez (zêwa şeşê gulanê), bûka baranê, çarşema sor, eyda dehîya, gaxan tenê çend nimûne ji van hêmanên heretîk in (Goyi, 2020, r. 243-248). Piştî van teorî û nêrînan êdî em dikarin di derbarê kulta vê meşayîxa jin de agahîyan bidin û li gor zanîna xwe şîrove bikin.

Çîroka Welîbûna Şêx Momina Mirada û Kulta Wê

Çîroka welîbûna Şêx Momina Mirada di nav gel de kêm û zêde bi teşêyen mîna hev tê vegotin. Ji devê vebêjerên jin û mêr me agahî derbarê wê de berhev kirin. Çîrok wê wiha ye:

Bapîrê Momîna bi texmînî berîya 400-500[8] salî hatîye Xelîla[9] û ew bi eslê xwe ji Dînûwê ye[10]. Momîna keseke sêwî ye. Dayika wê ji zû ve mirîye û bavê wê careke din zewicîye. Jinbava wê, wekî hemû jinbavan jê hez nake û zilmê lê dike. Her sibehê gava ku Momîna ji xewê şîyar dibe, jinbava wê dibîne ku nav cilê wê yê razanê şil in û jinbava wê gilîyê wê li cem bavê wê dike. Dibêje “keça te kunemîz e, bûye jin lê bi xwe de mîz dike”. Ev rewş bi vî awayî demekî dewam dike. Her sibeh jinbava wê gazinan dike lewma bavê wê jî xemgîn dibe. Momîna jî di vê derheqê de qet xeber nade. Bavê wê dibeje “derdekî keça min heye” û êvarekî gava ku hemû kes diraze, nîvê şevê bavê Momîna lê nobetê digre û bi dizî wê dişopîne. Nîvê şevê Momîna ji nav cihê xwe derdikeve, bêyî ku derî veke dibe çûk,[11] di qula derî re derbas dibe, di rahije dêwlê û diçê ser devê çalê. Pezê kovî li ser devê çalê li hêvîya wê ye. Bi dêwlê avê dikşînê û pezê kovî yê tî bûyî av dide. Piştî ku pez têr av divexwe, careke din bi dizîve di vegere malê, di qula derî re derbas dibe û dikevê nav cihê xwe yê razanê. Wê şevê bavê Momîna bêşik bawer dike ku keça wî ne keseke ji rêzê ye, ew welîyeke Xwedê ye. Sibehê şîyar dibe, ji jina xwe re di bêje: “Êdî ez qet gazinên te yê ji bo Momîna qebûl nakim, keça min bêguneh e”. Piştî wê kêlîkê û pê de nihênî û sirrê Momînayê li derdorê belav dibin. Nihênîyên Şêx Momînaya Miradan ewqasî belav dibe ku şêx û alimên ku di qada ilm û tesewufê de otorîte ne ji vê yekê haydar dibin. Ji Bexdayê bi rê dikevin û dixwazin ku Şêx Momina Miradan ziyaret bikin. Ji bo ceribandinê[12] ji şimayê bûkekî çêdikin, di ‘ebayê xwe de di veşêrin û tên serdana wê. Gava ku mevanê wê didin devê derî, Şêx Momina Miradan dibêje: “Şêx hatine ji Bexdayê / Bûk çêkirine ji şimayê / Hatin ber sirrê Momînayê / Hê jî bawerîya wan lê nayê”. Alim û şêx şaş dimînin û bawer dikin ku Şêx Momina Mirada xweyî nehênî ye û dosta Xwedê ye. Şêx Momîna di nav mêvanê xwe de dirûne û mazûvantîya wan dike. Di bêje mirîdekî xwe (ku navê wî Sofî Hacî ye û ji bavikê Sînkîyê Xelîlîyan e) “here nav rezê me yê Benê Delika[13] û ji mêvanên me re tirî bîne’. Sofî Hacî dibêje ‘nîvê kela zivistanê ye ez qurban! Tirî vî wextê salê çi dike?’ Şêx Momîna di bêje “ez di bêjim te, here û pirsan neke!”. Sofî Hacî dirahije selika xwe û diçe nav rêz. Di meyzênê ku her der tije tirî û hejîr e. Selika xwe ji tirî û hejîran tije dikê û mêweke tirî û dareke hejîrê jî ji bo ku pişt re ji zarokê xwe re bibe, dihilîne. Tirî û hejîrê ku anîn li ber mêvanê Şêx Momina Mirada rast dike û xwe dide alîyekî. Şêx Momina Mirada dibeje “Sofî Hacî, were bixwe, dûr nemine”, Sofî Hacî dibêje “ez qurban ji ber ku min li nav rêz xwaribû, ez têr im”. Şêx Momîna dibêje Sofî Hacî “were bixwe, ew xewna ku tu dibîne betal e, were!”. Sofî Hacî diricife, plana ku di serê xwe de ava kirî ji mêvanan re jî îtîraf dikê û efûkirina xwe dixwaze. Ji wê rojê û bi vir de ewlîyatîya Şêx Momina Mirada qewîntir, geştir û berbelavtir dibe.  

tori
Nexşeya Herêma Torê

Piştî ku welîtîya Şêx Momina Mirada bi navûdeng dibe ji gundîyan cihê ku jê re bibe goristan dixwaze. Xelîlîyan derbarê wê de dibejin “jineke, keçikek e. Ne dê ye ne bav e… Wê çawa bê zîyaret û meşayîx. Ji heft bavikê Xelîlîyan, cih dixwaze, diçe cem Budaxkîyan cih dixwaze, nedanê de. Ew jî nifiran li wan dike, dibeje “Xwedê bike hûne reş bin”, ew bavik îro jî hemû reş in. Çûye cem Sînkîyan cih dixwaze, nedanê. Nifiran dike, dibeje “Xwedê bike hûn e kêmbin”; îro ew bavik kêm in. Ji Şêrîlkîyan dixwaze, nedanê de. Gotîye: “Xwedê bike hûne zilm bin”, îro ew bavik bi zilmîtîya xwe tên zanîn. Ji Eslankîyan dixwaze, ew jî nadin. Nifira dike, dibeje “Xwedê bike hûne keçel bin”; zilamê wî bavikî îro jî keçel in. Diçe nav Hûrikîyan cih dixwaze, lê ew jî nadin. Dibeje: “Xwedê bikê hûne hûr bin”; îro ew bavik tev hûrik in. Piştî ku Bûdaxkî li sirr û welîtîya wê êmin dibin, ji axa xwe ya gund cih didinê[14]. Îro meşayîxê Şêx Momina Mirada di nav axa Budaxkîyan de ye[15]. Şêx Momina Mirada nezewicîye, li nava gund, di şikeftekî[16] de zarokan hînî Qur’anê dike û wek keseke welî, bi şêwejiyaneke zahid heya dawîya temenê xwe rêya Xwedê meşandîye.[17]

resim1.
Wêne: Gorna Şêx Momina Mirada û Seydayê Mele Evdilhekim. Seydayê Mele Evdilhekim alimekî navdarî Xelîla ye.

Rezan Karakaş di lêkolîna xwe ya bi navê Güneydoğu Anadolu Halk İnanışları: (Dicle Bölümü) de çiroka welîbûna Şêx Momina Mirada bi varyanteke cuda didomîne. Ev varyant wiha ye: Şêx Momîna Mirada dibêje mêvanê xwe “berî ku em derbasî îmtihanê bibin em hinek tirî bixwin”. Mêvan dibêjin “vî wextê salê, tirî li ku ye?” Şêx Momîna her yekî, kêrekî dike destê wan û wan dişîne nav rêze tirî. Alim û şêx diçin nav rêz û heyirî dimînin. Di nêrin ku her der tije tirî ye. Bi kelecan dest bi çinîna tirî dikin û piştî demekî tên ser hişê xwe. Dinêrin ku bi kêrê di destê xwe de, ne tirî lê riha xwe qusandine. Di wê kêlîkê de bawer dikin ku Şêx Momîna welî û dosta Xwedê ye (2020, r. 121). Li ser vê varyantê divê em bêjin ku di wextê berhevkirina daneyên me ê sehayê de bi ti awayî vegotineke wiha ji alîyê niştecihên heremê ve ji me re nehatîye gotin û ev veguhastin lewma balkêş e.

Analîzkirina Motîfên Çîroka Welîbûna Şêx Momina Mirada

Di çîrok û menqebeyan de motîf hêmaneke girîng e û herwiha di çanda devkî de xwedî taybetiya bîranînê ye. Çîrok, ji lihevhatina motîfên watedar pêk tê, bêyî motîfan çîrok qels dimînin. Heta li gor Thomson bêyî motîfan çîrok tine ye ango çîrok ji motîfan pêk tê. Di çîrokê de motîf berî mijarê tê ku beyî afirandina motîfan û anîna wan a cem hev, mijarê ava dike. Ji alîyê avakirina vegotinê ve hêmanên herî biçûk in ku hem bi serê xwe wateyeke wan heye û hem jî di nava vegotinê de, dibin perçeyeke çîrokê. Çend motîfên sereke ên ku di çîroka welîbûna Şêx Momina Miradan de me tespîtkirin û me nirxandin ev in:

Motîfa Jinbavîyê

Di nav hemû civakê cîhanê de û çîrokê gelerî de hin leheng tîpên sembolîk in û taybetiyên karakterîstîk nîşan didin ku jinbav yan jî dêmar jî lehengek ji wan e. Di çîrokan de bi piranî keçhelîya (nevisiya) jinbavê sipehî û jêhatî ye lê keça wê kirêt û nekirkêr e. Ji ber vê yekê jinbav her tim hesûdiyê dikin. Di hin çirokan de jinbav di şûna keçhelîya xwe de keça xwe derdixin pêşberî xwezgînîyan. Jinbav her tim wek kesên bêrehm, bêwijdan tên teswîrkirin û dixwazin ku keça wan ji keçhelîyên wan baştir, xweşiktir û jêhatîtir bin. Bi gelemperî mêrên xwe dixapînin, bêbextîyan û derewan dikin, da ku keçhelîya xwe bidin kuştin yan jî qet nebe wê bidin mêr da ku jê jê xelas bibe. Jinbav yan jî dêmarî di her çîrokê de wek kesên xirab, hesûd, nebaş, fêlbaz, hîlekar xwe nîşan didin. Di gelek çîrokan de jinbava lehenga çîrokê di heman demê de ezmûna wê ye jî ku pêwîst e leheng bi ser bikeve.

Ji bo çîroka welîbûna Şêx Momina Miradan jî ev taybetmendîyên karakterîstîk ên jinbavîyê xwe nîşanî me didin. Jinbava wê jê hez nake, li cem bavê wê hesûdîyê û fitnê dike lê bavê wê li dijî çîrokên gelemperî wekî mêrên saf bawerî jina xwe nake. Bêyî ku Şêx Momina Miradan ji bo xelaskirina ji zimanê jinbava xwe tevbigere, bavê wê derdê keça xwe fêm dike. Yanî ew ji bo felata ji jinbava xwe tiştekî nake û tevgereke wiha ne hewceye jî. Ji xwe di menqebeyan de bi giştî welî û dostê Xwedê bi awayên derasayî û û hesanî ji deste fêlbaz û neqencan xelas dibin. Ev wek dana Xwedê tê dîtin kû Xwedê van xelasbûn û felatên wiha dide dostê xwe yên bijartî. Di vê çîrok û motîfê de jî em mînakeke wiha beloq dibînin.

Motîfa Bûyîna Çûk Yan Jî Kevokê

Di cûreyên edebîyata gelerî de ev motîf pir tê bikaranîn ku ev motîf di lîteraturê de bi navê ornîtofanî tê zanîn (Ocak, 2002, r. 219). Di vê motîfê de tişta herî girîng ew e ku leheng her çiqasî bikeve şêweya cureyên heywanan de jî puxte ya wî/wê na guhere. Di menqebeyên welîyan de, welî bi piranî dikevin şiklê kevok, çûk (beytik), baz û qulingan de. Ajalên ku herî zêde di menqebe û çîrokan de xuya dikin jî kevok û çûk in. Sedema tercîhkirina şêweya kevokê ji xweza û tebîeta wê tê. Kevok di gelek çand û bawerîyan de wek sembola aşitî, sakîntî, aramî û hizûrê tê qebûlkirin. Bonimûne di Xirîstîyanîyê de sembola rihê pîroz (Rihû’l-Quds) kevok e. Lewma di navbera xuy û tebîetê mîstîk ê welî û tebîetê kevokê de têkilîyeke hevşêwe avabûye. Ev motîf koka xwe ji bawerîyên Rojhilata Asyayî digire ku di gelek menqebeyên Budîzmê de kesên pîroz, kerametên bêdilînê û firandina wekî çukan nîşan didin (Ocak, 2002, r. 222-223).  Her wiha çûk di mîtolojîya bawerîyên rojhilata navîn de wek sembola bêgunehî, sivik bûn û rihê mirovan tê qebûlkirin (Eliade, 1999, r. 553). Di bawerîya îslamê û di nav kurdan de zarok gava ku dimirin eger hê balix nebûbin wek çûkan tên sêwirandin. Li gor bawerîyê sedema ku ji wan re guneh û xêr tune ne, ew wek çûkan dê li cennetê li ser Dara Tûbayê[18] bin. Herwiha firîşte jî ji bo sivikbûn, lez û bêgunehîya wan wek çûkan bi bask tên teswîrkirin. Di çîrokên gelêrî de zarok ji ber zilma jinbava xwe, jin ji ber zilma xesû û mêrê xwe dixwazin ku bibin çûkekî azad ku ji halê xwe yî bi zext û zor xelas bibin (Yalçınkaya, 2019, r. 951-952). Di nav kurdan de çîroka navdar ya pepûkê mînakeke sereke yê ji bo vê motifê. Herwiha di çîroka Şêx Momina Miradan de jî motîfa çûk/kevokê bi vê wate û şêweyê hatîye bikaranîn.

Motîfa Avdana Pezkovîyan

Xezal li Rojhilat û Asyaya navîn, bi giştî jî pezkovî di nav çîrok û mîtolojîya kurdan de cihekî giring digirin. Di nav menqebeyan de ajala ku herî zêde derbas dibe jî xezal yan jî pezkûvî ne. Ev motîf koka ji Budîzmê digire ku di gelek menqebeyên Bûdîzmê de Bûda wek xezaleke di nav daristanê de hatîye teswîr kirin (Ocak, 2002, r. 210-211). Di bawerîya Elewîtîyê de hem xezal hem jî pezê kovî pîroz in lewra xezal wek mirîdê terîqetê hatine qebûlkirin. Di nav kurdên qizilbaş de pezkovî ajaleke pîroze û ji ber zeximbûn û lezgînbûnê wek sembola Xocê Xizir tên qebûlkirin. Herwiha rêhevalê Dûzgin Bava û sewalê Ana Fadîma tên tên dîtin (Taş & Kaval, 2020, r. 682-687). Bi giştî em dikarin bêjin ku ev ajal bûne semboleke taybet di elewîtîyê de û bi taybetî jî di nav kurdên elewî de.

Di bawerîyên elewîyan de kuştina van ajalan qedexe ye û di nav kurdên sinnî de jî nêçîra wan sedema bêoxirîyê ye. Bo mînak di destana Xecê û Sîyabend de herdû xoşewist, piştî gelek astengîyan digihijin hev; Sîyabend ji bo Xecê nêrîyekî pezkûvî dikûje û diçê ser termê wî. Pezkûvî qiloçê xwe li Siyabend dixe û wî di geliyî de diavêje xwarê, Xecê vê rewşê dibinê û ew jî xwe di gêlî de li pey Siyabend diavêje. Du giya li cihê termên wan hêşîn dibin û bilind dibin, digihên heya ber devê latê. Bawerî ew e ku, eger ew her du giya ji ser devê latê bibihurin wê Siyabend û Xecê ji nû vejin û bigihijin hev. Lê her sal di biharê de pezkûvî tên û wan giyayên li ber devê latê dixwin û diçin. Bi vî rengî nahêlin ku Siyabend û Xecê ji nû vejin û bigihin hev. Herçiqasî kuştina wan sedema bêyomîyê be jî qoqê serê wan di nav kurdan de wek sembola xweşikbûn, parastinê ji nezerê û ciherengîyê tê dîtin. Lewma qoq û qiloçê pezkovîyan bi ser dêrîyan û pêşîya malan ve tên daleqandin ku îro jî ev bawerîya kevneşopî bi vî awayî didome.

Di çîroka Şêx Momina Miradan de sedema bikaranîna motîfa pezkûvîyan ji ber taybetmendîyên van ajalan in. Herema cihê welîbûna Şêx Momina Mirada gundê Xelîla ye ku ev gund dikeve alîyê Newala Qorîyê[19] de. Newal, bi çîya û zinarê xwe gelekî asê ye û îro jî pezê kûvî li vê dordorê dijîn. Ev ajal, di nav gel de gelekî bizdok, tirsonek û herwiha bi lezûbez tên zanîn. Dûrî mirovan, li navsera çîyayê bi star û asê de dijîn. Ji ber van astengîyan gelekî zehmete ku mirov bi hesanî wan li derdora xwe bibînîn. Lewma di nav gelê heremê gelek hêmayên mîstîk jî bi jiyana van ajalan ve hatine girêdan. Ev ajal, bi şêwejiyana xwe ya tirsonek û veşarti, li ber Şêx Momina Miradan bûne wek pezê kedî û wê bi destê xwe avdane. Bi şêwejiyana xwe ya rasteqîn heta tu bê bes berî û pesarî lê di çîroka welîbûnê de jî li ber Şêx Momina Mirada ewqas kedîbûna pezkovîyan di nav gel de wekî bûyereke ecêb hatîye dîtin ev yek di çîrokê de bêguman xwe wek kerametekî nîşanî me dide.

Motîfa Di Kela Zivistanê De Derxistina Fêkîyên Havînê

Ev motîf di nav menqebeyên azîz û ezîzeyên mesîhîyan de xwe nîşan dide û lewma koka vê motîfê jî ji menqebeyên Xirîstîyanîyê tê. Di lîteratura welîtîyê de ev motîf bi Hz. Meryem pêwendîdare û bi çîroka jîyana wê navdar bûye. Herwiha Ahmet Yaşar Ocak jî vê motîfê di nav motîfên neîslamî de disenifîne (1992, r. 95). Qur’an, derbarê vê mijarê de wiha dibeje: “(...) Hz. Zekerîya her cara ku dihat cem Hz. Meryem, fêkîyên bihuştê li cem didîtin. Rojekê pirsî: Ey Meryem! Ev fêkî ji kû derê ji te re tên?” Wê jî bersiv da: Ev ji alîyê Xwedê ne, Xwedê kê bivê bêhed û bêhesab riziq didê wan” (Alî ‘Imran, Ayeta 37). Di dîrokê de çavkanîya mesîhîtî, îslam û cihûtîyê heman cihe, bawerî û kultên wan tevlî hev bûne û bi şêweyeke senkretîk ji alîyê niştecihên heremê ve hatine pejirandin. Herwiha ev ayet jî ji bawerîya kultên hevpar re bûye bingeh û delîl. Bonimûne Xelacê Mensûr di dîroka tesewufê de ew kes e ku herî zêde bi Hz. Îsa hatîye şibandin. Di menqebeyên wî de jî dîsa ev motîfa dayîka Hz. Îsa xwe nîşan dide ku Xelac fêkîyê havînî di kela zivistanê de dide mirîdê derdora xwe. Ev şibandin ne tesadufeke ji rêzê ye, eslê vê şibandinê ji qeddîşên[20] mesîhîyan tê. Lewma motîf di menqebeyan de wek nîşana derbasbûna îmtihanê û îspatkirina welîbûnê hatîye bikaranîn.

resim2
Wêne: Ji dûr ve gorna Şêx Momina Mirada û Seydayê Mele Evdilhekîm

Di nav welîyê kurdên ku li şûnwarê mesîhîyan bicihbûyîn de jî ev motîfa fêkî û şînîyê havînî bi gelemperî xwe nîşan dide. Sedema vê yêkê li gor me piştî ku misilman hatin heremê li şûna wan ne tenê mal û milkê mesîhîyan lê bîr, bawerî û kultên wan jî temelûk kirin. Derbarê vê motîfê de Fatoş Yalçinkaya çend nimûneyan mînak dide ku niştecihê heremê yên berê Ermenî ne. Li gor bawerîya gelê heremê piştî ku welîyên Xwedê fêkî û şînîyên havînî di zivistanî de şîn dikin, êdî gundîyên ku berê ermenî bûn, hemû piştî vê kerametê misilman dibin (Yalçınkaya, 2008, r. 35). Ji xwe piştî vê beşê, digêl van agahîyên li jor em ê wek ezîzeyeke Sûryanî behsa Şêx Momina Miradan û temelûkkirina kulta wê bi berfirehî bikin.

Motîfa Fêmkirina Armanc û Ramanan

Ev motîf li cîhanê de di nav menqebeyên bawerîyên cuda bi piranî de tê xuyakirin. Nurdan Kılınç İnevi, di xebata xwe ya berfireh li ser motîfê menqebeyan de dibeje ku ev motîf di nav motîfan de ya ku herî zêde xuya dike ye (2019, r. 354). Ev motîf di menqebayan de ji bo îspatkirina welîtîyê wekî xelata Xwedê hatîye dîtin. Welî di vir de ji sînorê dinyaya rasteqînî derbas dibe, jê re wext û mekan ji hole radibin. Li gor bawerîya rîcalû’ul xeybê li ku devera dinyayê hewcedarîya mirovan bi welîyan çêbibe di heman kêlîkê de li wir peyda dibin û pirsgirêkan çareser dikin. Ev pêkanîn jî bi şêweyeke telepatîk pêk tê û ev tê wateya ku welî, armanc û ramanên di hişê mirovan de dikarin fêm bikin û alîkarîyê bidin wan. Di lîteratura tesewwufê de ev hêman wek ‘zanîna xeybê’ tê zanîn û tê bawerkirin ku xeyb ji welîyê Xwedê re bi keşf û îlhamê eşkere û eyan dibe. Di qada pêxemberîyê de wehî çi be, di tesewwuf û welîtîyê de jî fêmkirina armanc û ramanan jî ew e ku navê wê di qada tesewwufê de dibe îlham û feraset.

Wekî motîfa li jor ev motîf jî bi bawerîya Xirîstîyanî ve pêwendîdar e. Hz. Îsa hem di İncîlê de û hem jî di Qur’anê de ev keramet nîşan daye. Li gor İncîlê Hz. Îsa derbarê jiyana berê ya jineke Samirîyeyî de agahî dane (Yuhanna 4/6-9); di siberojê de bûyerên ku wê bi qewimin eşkere kirine (Matta 24/1-2, 26/6-11) û fikr û ramanên ku di serê alim, karmendê dîn û mirîdê xwe de derbas dibin fêmkirine û eşkere kirin e (Matta 9/1-5, Markos 2/1-9). Herwiha di Qur’anê de jî ev rîwayet wiha derbas dibe: “(…) Bê di malên xwe de hûn çi di xwûn, çi dihilînin ez dê ji we re bêjim. Ger hûn bawermend bin, ev ji we re delîl e”(Alî ‘Îmran, 49). Wekî me di serê vê binebeşê de gotî, di gelek menqebe û çîrokê welîyan de ev motîf derbas dibe, lê ji bo rojhilata navîn bi piranî bi Hz. Îsa ve têkildar e û wek taybetmendîyeke pêxemberîya wî hatîye qebûlkirin. Di beşa jor de me behsa şibandina Hz. Îsa û Xelacê Mensûr kiribû ku ev motîfa raman û armanczanînê jî di nav kerametê Xelacê Mensûr de xwe nîşan dide (Zerrînkûb, 2017, r. 74). Di nav gel de, keramet û mûcîzeyên Hz. Îsa, ji ber jiyana wan a hevşêwe bi Xelacê Mensûr ve jî hatine danîn. Ev motîf jî delîlek e ji bo angaşta me: Ew demek dirêj bû ku misilman û mesîhî di nav di jiyan û erdinigarî û aborîyê ew li ser çandeke hevpar gihandibûn hev lê heta hingê serdestî di destê mesîhîyan de bû. Piştî ku serdestîya dînî û demografîk ji destê mesîhîyan ket destê misilmanan de bawerî û kultên mesîhî jî bi mal û milkê wan re bi awayeke senkretîk hatin temelûk kirin. Mucîzeyên Hz. Îsa bûn kerametê azîzeyeke mesîhî û piştî serdestîya misilmanan ev ezîze tevî motîfê di çîroka xwe de pile bi pile guherî û welî û dosta Xwedê.

Motîfa Rihbirînê

Wekî me di çîroka welîbûna Şêx Momina Miradan de jî got, di dema çavderîyan li sehayê, em li rasta varyanta birîna rihê nehatin. Lê îhtimal ew e ku em bi rastî jî li rasta kesê ku vê varyantê zanin nehatibin yan jî berhevkar F. Yalçinkaya, ew kesê/n ku vê varyantê zanin li derveyî heremê peyda kirin û çîrok wiha ji wan wergirt. Bi çi awayî be jî varyant balkêş e û hêjayî nirxandin û şîrovekirinê ye. Di dîrokê de qusandin û şekildana rihê di nav civakên cuda de bi wateyên cuda hatîye qebûlkirin. Li gor cihûyan qusandina rihê heram hatîye qebûlkirin. Di nav Mesîhîyan de li gor mezheban ev rewş diguhere ku li nav mesîhîyên rojhilatî berdana rihê; li nav mesîhîyên rojavayî jî qusandina wê hêja û meqbûl hatîye dîtin. Di bawerîya îslamê de ji bo qusandin yan jî berdana rihê ti daraz tune ne lê li gor hedîsan, pêxember berdana rihê munasîb dîtîye lemwa di nav misilmanan de berdana rihê sinet hatîye qebûlkirin. Ji bilî van daraz û qedexeyê dînî wateyên rihê ên zayendî, civakî û çandî jî hene. Di nav civakê rojhilata navîn de rih wek sembola mêranî, dîndarî, zanebûn (alimbûn û pisporî), raserî û desthilatdarîyê qebûl bûye û ev rewş îro jî derbasdare[21]. Lewma kesên ku hatine îmtihankirina Şêx Momînayê jî bi ser sinç û rih in. Hemû bi vê rihê di rûyê xwe de nîşana mêranî, erk û bawerîyê radigirin.

resim3
Wêne: Hicrika li nav goristana Şêx Momina Mirada

Ew wek xwedîyê erka mêranî, di qada bawerîyê de zane û otorîte hatine ezmûnkirina Şêx Momînayê ku bawer nakin ji jinan welî derbikevin. Di çîrokê de kerameta ku Şêx Momina Miradan nîşan dide û rihên wan alimên mêr bi destê wan dide qusandin ku haya wan ji wan tuneye, motîfeke psîkanalîtîk e. Bawermend û vebêjê ve menqibe, di bîra kolektîf de çîrok wiha honandine ku di dawîya çîrokê de bi qusandina rihê re alimên mêrû ewlîyaya jin tên asta hev bi morfolojîya xwe êdî dişibin hevûdû. bûne. Sembola mêranî, raserî û pisporbûnê ji holê rabûye, bi nêrîneke morfolojîk li ser asta rihê şibane hevdu. Şêx Momina Mirada bi hiş, bawerî û morfolojîya jinekî, di dawîya çîrokê de bi ser ketîye û bilîndî asta alim û welîyê mêr bûye. Helbet civakê ev têkbirin di binehişê xwe de wiha hêja dîtîye û li gor xwe pê ve danîye.

Wek Ezîzeyeke (Saint/Qedîşto) Mesîhî Şêx Momina Mirada

Piştî ku bawerîya îslamê wek dînekî derket û li welatên çi dûr çi nêz hêdî hêdî belav dibû, kult û bawerîyên kevin ên van welatan bi şêweyeke senkretîk tevlîhev tevlî îslamê bûn û îslam li gor qeyd û bawerîyên kevin bi xwe re guherandin. Mîsal li gelek hereman zîyaret û cihên pîroz bi awayeke hevpar ji alîyê bawermendên cuda ve dihatin zîyaretkirin. Piştî ku niştecihên heremê, warê xwe terk kirin ango jî alîyê misilmanan ve hatin qewirandin kult û bawerîyên wan jî wek mal û milkê wan ji alîyê misilmanan ve hatin temelûkkirin. Bo mînak di nav mesîhîyan de kulta herî navdar ya Aya Yorgî/Saînt Georges/Nebî Cercîs e ku misilmanan ew hem wek nebî dîtine hem jî bi bawerîya Xocê Xizir ve şibandîne û heman kes qebûl kirine (Su, 2009, r. 194). Her çiqasî ji alîyê niştecihên heremê ve Şêx Momina Mirada wek welîyeke misilman hatibe qebûlkirin jî di motîfên çîroka wê de û li jêr agahîyên di derbarê dîroka heremê de wek me nivîsandî, îhtîmala ku di eslê xwe de ew ezîzeyeke mesîhî ye, xurt û qewîn dikin. Ji bo îspatkirina ezîzetîya Şêx Momina Mirada di serî de em ê agahîyên derbarê dîroka heremê (delîlê dîrokî) de bidin û paşê jî motîfê çîroka wê ê ku koka xwe ji bawerîyên mesîhîyan digirin (delîlê çîrokî) em ê tespît bikin.

Delîlên Dîrokî

Herema Tor Abdînê, di dîrokê de li nav erdnîgarîya mezrabotan a jorîn wek cih û warê Sûryanîyan tê zanîn. Her çiqasî destnîşankirina vê heremê ji ber nakokîyên sîyasî û dînî zehmet be jî kêm zêde em dikarin wiha bêjin: Li rojava Mêrdîn, li bakur Heskîf, li rojhilat Cizîr û li başûr Nisêbîn sînorê vê heremê dîyar dikin û navenda wê Midyad e. Sûryanîyên heremê berî Hz. Îsa di sedsala 14an de hêdî hêdî li vir civîyane, di sedsala 12an li vir resen bûne û bûne niştecihên heremê (Bilge, 2011, r. 509-510). Osmanîyan ev der di sala 1518an de bidestxistine û herem, bi navê ‘Nehîyeya Torê’ bi senceqa Heskîfê ve hatîye girêdan. Midyad di wê serdemê de gundê yekemîn ê vê sencaqê bû (Erpolat, 2007, 384) û demografîya wê bi temamî ji Sûryanîyan pêk dihat. Di sedsala 19an de Midyad bûye navenda qezayê û herêm, ji vê navendê hatîye îdarekirin (Bilge, h.b., r. 514,). Berî sedsala 10an li herema Torê kurd, tune ne. Piştî vê sedsalê hêdî hêdî peyda bûne, lê dîsa jî ev peydabûn jimareyeke pir kêm e (Güneş, 2011, r. 83-84). Di sedsala 16an de gundê herêma Torê ê mezin Midyad, Zazê, ‘Ernas, Batê, ‘Êwertê, Hapisnasê ne. Temamê niştecihên van gundan mesîhî bûn û di her gundekî de herî kêm sed mal hebûn (Erpolat, 2007, 388). Yanî bi awayeke demografîk em dikarin bêjin heta sedsala 17an li herema Torê misilman ya nebûn yan jî pir kêmbûn (Güneş, 2011, r. 86).

Eşîra Kurdên misilman ku cara pêşî di herema Torê de cih girtin eşîra Aşita ye. Vê agahîyê Altan Tan di xebata xwe ya çanda devkî de (2011, s. 103) û Suavi Aydın jî li gor arşîvê Osmanîyan (2022, s. 33) resen dikin. Ev eşîr di serê sedsala 17an de li vir bi cih bûye, lewra ji bo îskana wan di 1613an de ferman hatîye dayîn. Di demeke dirêj de tenê Aşitan li vir cih girtine û ji derdora Kerboran heta bi nehîyeya Zazê di arşîvên Osmanîyan de bi navê Nehîyeya Aşitan hatîye nîvîsandin (Aydın, 2022, s. 34-35). Piştî eşîra Aşitan, eşîra Kurdan ya duyemîn ku li vir bi cih bûyî Eşîra Erebîyan[22] e. Pêşîyê ve eşîrê li gor agahîyê çanda devkî li xirabeyên Şatira[23] bi cih bûne û pişt re Xelîla avakirine (Tan, 2011, r. 211).

Di sedsala 19an de rewşa heremê di warê desthilatdarîyê de guherîye. Êdî ji mîrê Cizîra Botan Mîr Sevdîn û bi vir de Bedirxanî û walîyên Osmanîyan li ser rêvebirî û desthilatdarîya heremê ketine qirka hevdû de. Di nîvê sedsala 19an de Mîr Bedîrxan Beg, di gelek gund û nahîyeyên heremê de axa (subaşî) tayîn kirine û van axayan bi piştevanîya wezîfeya xwe ya nû, milk û gundê Sûryanîyan talankirin e. Herema Kerboran, ji alîyê eşîra Erebîyan ve biqasî dirêjayîya 100-150 salî hatîye dorpêçkirin û demografîya heremê pile pile guherîye. Eşîra Erebîyan hê di sedsala 15an dest bi êrîşên li ser sûryanîyan kirîbûn[24] ku ev êrîş bi piranî ji bo xenîmetê dihatin kirin (Adday, 2015, r. 31,34, 53). Ev eşîr bi eslê xwe ji pişta ava Dîjleyê, ji nav Botan in ku îro ev der dikeve nav axa Sêrtê de (Aydın, 2022, s. 39-40). Eşîra Erebîyan di dema axatîya Elîyê Remo de bi piştevanîya Bedirxan Beg, herema Kerboran bi giştî kontrol kirine. Bo nimune heta berîya tayînkirina axatîya Elîyê Remo di nava Kerboran de misilman qet nebûn. Lê piştî axatîya Elîyê Remo raserbûna Erebîyan resen bûye, lewma zexta li ser Sûryanîyan jî zêde bûye. Li hember vê rewşê Sûryanîyên Kerboran, Mala Mehmûd[25] wek parezvan û begê xwe dawetî Kerboran kirine (Hemed Elîyê Mala Qaso, 2022). Her çiqasî Sûryanîyan ji bo parastinê misilman di nav xwe de hewandibin jî, zexta li ser wan kêm nebûye, guherandina demografîyê li dîjî wan dewam kirîye. Herwiha ev rewş ne tenê li Kerboran lê li temamê heremê kêm zêde bi heman şêweyê pêk hatîye. Bo nimûne berî salên 1850î li derdora Midyadê 220 gundên Sûryanîyan hebûn û jimara wan li gor arşîvên dewletê 51.725 kes bûn. Ev jimar di salên Seyfoyê[26] de nêzî 30 hezari kêm bûye (Bilge, 2011, r. 515).

Bi kurtayî em dikarin wiha bêjin: Niştecihên heremê yê pêşîn Mesîhî ne. Di sedsala 17an de hêdî hêdî eşîrên kurdan ên koçer li vir bi cih bû ne lê di warê demografî û rêvebirîyê de hê jî mesîhî serdest in. Di xelaseka sedsala 18an û serê sedsala 19an de jimareya misilmanan raser bûye û deshilatdarî ketîye destê misilmanan. Bi taybetî, rêvebirî û axatîya herêma Kerboran û Xelîla ketîye destê eşîra Erebîyan. Ji destpêka ku misilman li heremê bicih bûyîn heta ku mesîhîyên heremê yên dawîn koç kirin, gelek gund û xelwetxaneyên mesîhîyan dagir û talan bûne, şûnwarê desteser bûne. Herwiha tevî mal û milkên wan, çand û bawerîyên wan jî hatine temelûk kirin. Li gor van agahîyan:

  • Niştecihên Xelîlî, wextê jîyîna Şêx Momina Miradan bi piranî 400-500 sal berê nîşan didin. Lê li gor agayên ku berîya niha me dayîn wek milekî Eşîra Erebîyan, Xelîlî herî zû di dawîya sedsala 17an de hatine herêma Xelîla û pêşî li Şatira[27] pişt re jî li Xelîlaya îro bicih bûne. Yanî herî zêde 300 sale ku li vir in.
  • Di nava gund de xanîyên pir kevin û kavil tune ne. Tinetîya kevnarîyê, angaşta li jor qewîn dike.
  • Di nava gund de mizgefta herî kevin 120 salî ye, yanî nû ye. Xelîla gundê Kerboran ê herî mezin e. Li gor mezinahîya xwe goristana gund (Şêx Momina Mirada di nav de veşartîye) biçûk e[28]. Ji gundekî herî kêm 500 salî re mizgefteke kevintir û goristaneke mezintir hewceye.
  • Şatira şûnwarê Sûryanîyan e. Îro jî hem gundîyên Xelîla hem jî cîranên derdorê vê agahîyê dipejirînin. Li wê mintiqayê û derdora Xelîla bi dehan cihên wek Şatira hebûn ku îro jî kavilên wan jîngeh, dêr û xelwetxaneya xuya ne[29] û bi hezaran ezîz(ey)ên mesîhî di wan de veşartî ne.

Li gor agahîyên jor du îhtimal ji me re dimînin: Îhtimala yekemîn, dema kurdên misilman hatin Şatira (wî wextî avayê yan xerabe ye, ne dîyar e) kulta ezîzeya mesîhî (yanî Şêx Momina Mirada) li derdorê dihat zanîn, bi navûdeng bû û ji bo xêr û bereketa wê dihat zîyaretkirin. Misilmanan, bi mesîhîyan re yan jî piştî qewirandina wan kulta vê ezîzeyê qebûl kirin, teslîm sitandin, bi motîfê îslamî guherandin, xemilandin û temelûk kirin. Yanî di gorna Şêx Momina Miradan de azîzeyeke mesîhî ku piştî mirinê misilman bûyî di raze. Îhtimala duyemîn, dema misilman hatin heremê kulta azîzeyeke bi navûdeng û ji bawermendan re dibe alîkar ji xwe hebû. Misilamanan ev ezîze bihîstin, naskirin û qebûl kirin. Di demên direj de çîroka vê ezîzeyê li ser keçikeke sêwî û bêyî ku bigihijê miradê xwe ji vê dinyayê koçkirî re munasîb dîtin û pêvedanîn. Çîrok, çîroka ezîzeyeke mesîhî ye lê keçika di gornê de misilman e.

Delîlên Çîrokî

Ji bo têgihiştin û dîyarkirina lêkolînê di serî de divê em hinekî behsa ezîzeyên mesîhîyan û xelwetxaneyên wan bikin. Di xirîstîyanîyê de li gor îslamê pejirandin û pîrozdîtina jinê bêhtir xuya ye. Di bawerîya Xirîstîyanîyê de navûdengê Hz. Meryem ewqas zêde ye ku ev navdarî ji pîroz qebûl kirina jinên ji rêze re jî bûye bingeh. Lewra Hz. Meryem di bawerîya Xirîstîyanîyê de wek dê, xizmetkar û nazdara Xwedê hatîye dîtin (Alexandre, 2005, r. 407-408). Bawermend û mirîdê Hz. Îsa yên pêşîn bi gelemperî jin bûn ku navên gelekan ji wan îro di Incîlê de jî derbas dibin (Alexandre, 2005, r.416). Ji ber van sedeman, gelek alimên mesîhî cudahîya di navbera jin û mêran de nelazim dîtine. Di pêvajoyê de jin jî wek mêran di xelwetxaneyan de ketine xilwetê, xizmetkarîya dêr û xelwetxaneyan kirine, ji bo teblîxkirina Xirîstîyanîyê xebitîne. Van jinan bi bawerîyeke saf û qenc, ewqasî xwe feda kirine ku (hin jê hê di zindîbûna xwe de) bi gelemperî piştî mirina wan wek ezîze (qedişto) û kesên pîroz hatine qebûlkirin.

Ev ezîze di nav goristanên xelwetxaneyan de (ji wan re bi sûryankî beth qeddîş yanî mala ezîza tê gotin) di hatin bicihkirin. Ji bo xêr û berekata van ezîzeyan goristan, di rojên dîyarkirî de dihatin zîyaret kirin. Rîtuelên cuda yên dinî li ser van ezîzeyan dihatin pêkanîn ku îro jî ev rîtuel dewam dikin. Herwiha ev ezîze ne tenê ji bo Sûryanîyan lê ji bo mezhebê mesîhîyan ên din jî bi hevparî pîroz dihatin qebûl kirin û zîyaret kirin. Ev ezîzeyên Sûryanîyan di heremê de ewqasî navdarbûn ku ji alîyê metropolît û petrikên mezin ve biqasî Qudsê pîroz û zîyaretkirina wan wek hecê girîng dihat qebûlkirin (Bilge, 2011, r. 519).

Herema Torê bi piranîya dêr, xilwetxane û kultên ezîz(ey)an ve gelekî navdar bûn ku îro jî wiha ye. Bonimûne xelwetxaneya Mor Gabrîyelê di sala 397an de avabûye û bi giştî ji bo mesîhîyên mezrabotan bûyê navendeke dînî û perwerdehîyê. Di vê herema teng û biçûk de jibilî dêran, biçûk û mezin nêzî 300 xelwetxane hebûn ku îro jî cihê 80yî ji wan dîyar e (Bilge, 2011, r. 520). Helbet jimareya 300 xilwetxaneyî tê wateya ku bi hezaran ezîz(e) di nava wan û derdora wan de veşartîne. Ji bo salvegera mirina van ezîz(ey)an gelek rojê pîroz hatine dîyarkirin û bi şêweyeke dînî tên pîroz kirin. Di bawerîya Sûryanîyan de ji vê rojê re şahro (ܫܗܪܐ)[30] tê gotin. Di vê şêvê de heta sibehê şîyar dimînin, bi bêdengî dua dikin û qesîdeyan dibêjin.

 Piştî van agahîyan êdî em dikarin delîlê xwe pêşnîyar bikin:

  • Bi zimanê sûryankî şahro û bi kurdî zêw tên heman wate ye. Armanca rîtuelên di van rojan de, bibîranîna mirina meşayîx (welî) û ezîz(ey)an e. Heta 40-50 sal berê ev rojên yad kirinê hem ji alîyê misilmanan ve hem jî ji alîyê Sûryanîyan ve bi şêweyeke karnavalek dihatin pîrozkirin[31]. Lê îro ew şêwe hem misilmanan hem jî Sûryanîyan terk kirine ku wek guneh tê qebûlkirin. Bi gelemperî ev zêw û şahro di navbera mehên temûz û îlonê dihatin pîrozkirin. Di herema Torê de şahroya herî navdar ya Dêra li Haxê[32] ya Dêrseydê ye ku ev dêr gelekî kevnare û li ser navê Hz. Meryem hatîye avakirin. Her sal di 15ê tebaxê de mirina Hz. Meryem tê li vê dêrê tê pîrozkirin. Her wiha zêwa Şêx Momina Mirada jî her sal 15ê tebaxê li gundê Xelîla tê pîrozkirin. Di nav sê mehan de, ji bo zêwa Şêx Momina Mirada bijartina 15ê tebaxê ne tesaduf e. Bijartina 15ê tebaxê hevparîyê, û îhtîmala ku Şêx Momina Mirada ezîzeyeke mesîhîye xurt dike.
  • Wekî me di beşê jor de jî got, kerameta derxistina fêkî û şînîyên newext taybetmendîyeke pîrozî ya Hz. Meryem e ku ev kerameta wê di İncîl û Qur’anê de jî derbas dibe. Şêx Momina Miradan jî ji mêvanê ku hatin wê îmtihan bikin, fêkîyê havînî di demsala zivistanî de derxistîye û mevanên xwe matmayî hiştine. Gava ku mirov li motîfê menqebeyên îslamî û bi giştî jî li yê cîhanê di nêre, bi sedan motîf derdikevin pêşberî me. Lê di nav ewqas motîfan de bijartina motîfeke ku koka xwe ji bawerîya Xiristîyanîyê digire ne tesadûf e. Lewra ev bijartina vê motîfê temelûk kirina kulta ezîzeyeke mesîhî qewîn dike.
  • Di lîteratura mûcîzeyên pêxemberan de fêmkirina armanc, raman û niyeta mirovan bi Hz. Îsa re hatîye têkildar kirin û pêvedanîn. Ev mûcîze di İncîl û Qur’anê bi hevşêweyî derbas dibe û di dîroka tesewwufê de wekî berîya niha gotibû bi Xelacê Mensûr ve hatîye têkildarkirin. Ji ber jiyana Xelacê Mensûr dişibe jiyana Hz. Îsa, gelek kerametên Hz. Îsa li ser Xelac hatine danîn û tên gotin. Bonimûne wî jî niyet û ramanên di serê kesên li dora xwe de xwendine û civata li derdora xwe ecêbmayî hiştine. Şêx Momina Mirada jî li gor menqebeya wê alim û şêxê ku hatin îmtihana wê, nîyet û armanca wan eşkere kirîye. Bijartina vê motîfê jî kerametên ezîz(ey)an tîne bîra mirov.
  • Li gor çavderî û daneyên ku me ji sehayê dane hev Şêx Momina Miradan ne ji heremê ye û ne jî seyîd e. Li gor çîroka welîbûna wê ew ji derveyî gund e. Yanî di hişê kolektîf ê gundîyan de ew bîyanî ye. Ew, hê di saxîya xwe de ji alîyê gundîyan ve ne hatîye vederkirin lewra ji meşayîxbûn û goristanê re cih nedanê de ku di dawîya daxwaza xwe de nifir li wan kirin e. Ev agahî, vê şîroveyê tîne bîra mirov: Gundîyan bi eslê vê meşayîxe zanîbûn yan jî tê di anîn der ku ew ezîzeyeke mesîhî ye, lewra pêşî ew redkirin lê paşê li warê wan ê nû de hêdî hêdî meşayîxeke ku bi hewara wan ve bigihe û daxwazên wan pêk bîne pêwîst bû, paşê qebûl kirin. Kulta wê hêdî hêdî guherandin, pejirandin û temelûk kirin.

Encam

Di dîrokê de ji heyamên berê heya îro herema Torê mazuvanîya gelek bawerî, çand û kultên cuda kirîye. Demografîya heremê her çiqasî îro bi alîyê misilmanan de zêdebû be jî herêm, bawerîyên kevneşopî ên mesîhî û êzîdîyan jî heta îro di nav xwe de dihewîne. Ev bawerîyên îslamî û neîslamî bi teşeyên cuda tevlîhev bûne û di nav jîyana rojane de derdikevin pêşberî me. Heterojenîya dîrokî a heremê, di qada bawerîyê de xwe wek senkretîzmê dîyar dike. Wezîfeya zanistên civakî bêyî pêşbiryarên erenî û neyînî, fêm kirin, xepartin û lêkolanîna giringîya van bawerîyan e.

Di lêkolîna me de em di vê çarçoveyê de li ser kulta meşayîxeke jin (ku îro jî zîyareta wê ji alîyê gel ve tê zîyaretkirin û gelek rîtuel li ser tên kirin) sekinîn. Li gor çavkanîyên dîrokî û analîzkirina motîfên çîroka vê meşayîxê de me derxist ku di eslê xwe de ew ezîzeyeke mesîhî ye. Helbet ev îhtîmal e, bi lêkolînên berfireh dibe ku agahîyên nû û li gor van agahîyên nû jî, şîrove û raveyên paktir û çaktir bên kirin. Bonimûne dibe ku berî ku bawerîya xirîstîyanîyê li heremê belav bibe, vê meşayîx û kulta wê koka xwe paganîzmê jî girtibe. Lê çawa be jî, ev nêrîn tekûz e ku li heremê bawerîyên cuda bi hevdû re têkildar in, hevdû guherandine û bi şêweyeke senkretik hatine heta îroyîn. Di dema têkelbûn û senkretîkbûne de bi qasî ku em zanin li heremê medrese, tekya, şêx û alimên navdar û pispor kêm in. Lewma bawerî û kultên heremê, hesantir hevpar bûne û bêyî ku li rasta astengî û qedexeyan werin, hatine pejirandin. Herwiha helwesta tesewwufê a bêhnfireh û xweşbîn jî, ji bawerîyên wek mijara me ên heretîk û hevpar re bûye zemîn. Li gel van şîrove û raveyan dibe ku şert û derfetên wê demê pejirandina kultên hevpar wekî pêdivîyekî derxistibe pêşberî bawermendan. Lewra dema kurdên misilman hatin herêmê, hem hindik bûn hem jî dixwestin xwe li wir bigirin û debara xwe bikin. Ji ber wê di vê hevparîyê de îhtimala heweskarî û arezûmendîyê jî di cihê xwe de ye ku em dikarin vê bidilîyê heta serdestîya misilmanan wek sembola aşitîyê bibînin.

Axir, di warê folklor-bawerîyê de xebatên kurdî ku bi awayeke zanistî û birêkûpêk kêm hatine kirin û qad li benda lêkolînerên xwe ye. Valahiyeke mezin li benda tijekirinê ye. Lewma ev xebata me ya kurt, hêvî ew e ku di warê paşeroja folklorzanîya kurdî de bibe wek çavkanîyeke biçûk ji bo vekoler û xebatkaran; werê bikaranîn û bibe sedema vekolînên nû.

ÇAVKANÎ

Alexandre, M. (2005). İlk Hıristiyan Kadınlar. Di nava Duby, G. & Perrot M. (ed.). Kadınların Tarihi: Ana Tanrıçalardan Hıristiyan Azizelere (Çev. Fethi, A.). İstanbul: İş Bankası Kültür Yayınları.

Aydın, S. (2022). Tori ve Boti: Dicle'nin Kestiği Coğrafyada Aşiretler ve Aşiret İlişkileri. Di nava Şur, T. & Çakmak Y. (ed.). Aktör, Müttefik, Şakî İstanbul: İletişim Yayınları. s. 33-50

Basıbrinalı Adday. (2015). Basıbrinalı Adday Vakayinamesi. İstanbul: Weşanên Peywend

Bilge, Y. (2011). Turabdin: Süryani Kilise ve Kültürünün Beşiği. Sempozyûma Navnetewî Ya Midyadê, Mêrdîn: Mardin Sesi Gazetecilik ve Matbaacılık. s. 507-526

Celîl, C. (2020). 13 Rûpelên Balkeş Ji Dîroka Gelê Kurd. Dîyarbakir: Weşanên Wardoz.

Eliade, M. (1999). Şamanizm. (Çev. Birkan, İ.) Ankara: İmge Kitabevi.

Erpolat, M. (2007). Tapu-Tahrir Defterlerine Göre 16. Yüzyılda Midyat. Di nava Özcoşar, İ. (ed.). Makalelerle Mardin 1 (Tarih-Coğrafya) (s. 381-413). İstanbul.

Fırat, N. (2015). Aşiret ve İsyan: Batının Kürt Algısı. İstanbul: Avesta Yayınları

Gellner, E. (1994). Postmodernizm, İslam ve Us. (Çev. Peker, B.) İstanbul: Ümit Yayıncılık.

Goyi, Z. (2020). Kolektif Kültürel Eğlencenin Antropolojisi: Kürdistan’da Kolektif Kültürel Eğlence, Modernizm ve İslamla Çatışmalar. Kürd Araştırmaları(3), s. 205-254.

Güneş, H. (2011). İslamlaşma Sürecinde Midyat. Sempozyûma Navnetewî Ya Midyadê. Mardin: Mardin Sesi Gazetecilik ve Matbaacılık, s. 67-90.

İnevi, N. K. (2019). Keramet Motifi Üzerine Bir Araştırma. (Teza Doktorayê Neçapkirî), Zanîngeha Suleyman Demîrel.

Karakaş, R. (2020). Güneydoğu Anadolu Halk İnanışları (Dicle Bölümü). Ankara: Gazi Kitapevi.

Nikitin, B. (1991). Kürtler: Sosyolojik ve Tarihi İnceleme. (Çev. Süreya, C. & Demirhan, H.) İstanbul: Deng Yayınları.

Ocak, A. Y. (1992). Kültür Tarihi Kaynağı Olarak Menâkıbnâmeler: Metodolojik Bir Yaklaşım. Ankara: Türk Tarih Kurumu Basımevi.

-----------------(2002). Alevi ve Bektaşi İnançlarının İslam Öncesi Temelleri. İstanbul: İletişim Yayınları.

-----------------(2021). Osmanlı İmparatorluğu ve İslam: Bir İmparatorluk Bir Din. İstanbul: Alfa Basım ve Yayım.

Su, S. (2009). Hurafeler ve Mitler: Halk İslamında Senkretizm. İstanbul: İletişim Yayınları.

Tan, A. (2011). Turabidin'den Berriyê'ye Aşiretler, Dinler, Diller, Kültürler. İstanbul: Nûbihar Yayınları.

Taş, S., & Kaval, Y. (2020). Tunceli'de Kültürel Sembol: Dağ Keçisi. Motif Akademi Halkbilimi Dergisi, 13(30), s. 680-688.

Tosun, N. (2009). TDV İslam Ansiklopedisi (Cilt 37). İstanbul.

Yalçınkaya, F. (2008). Muş'ta Yatırlar ve Yatırlarla İlgili Anlatılan Menkıbeler. (Teza Mester e Ya Neçapkirî) Zaningeha Yuzuncu Yılê.

--------------------(2019). Anadolu Efsanelerinde Kadın ve Çocukların Kuşa Dönüşmesi Motifi. Motif Akademi Halkbilimi Dergisi, 12(28), s. 945-955.

Zerrînkûb, A. (2017). Sûfî Mirasının Değeri. İstanbul: Visal Yayınları.

ÇAVKANÎYÊN DİJİTAL

İncil-Tewrat-Zebûr: Kutsal Kitap. (2022, 06 20). İncil. https://www.incil.info/ (20.06.2022)

Meala Qur'anê. (2022, 06 21). https://www.kuranmeali.com/index.php (20.06.2022)

ÇAVKANÎYÊN DEVKÎ

Bihara Xelîlî (Nexwende, Dîrok: 13.05.2022, Temen: 58, Cihê Hevpeyvînê: Kerboran)

Eyşa Xelîlî (Nexwende, Dîrok: 14.05.2022, Temen: 64, Cihê Hevpeyvînê: Kerboran)

Gozela Xelîlî (Nexwende, Dîrok: 19.04.2022, Temen: 67, Cihê Hevpeyvînê: Kerboran)

Menîca Helokê (Nexwende, Dîrok: 17.04.2022, Temen: 83, Cihê Hevpeyvînê: Xelîla)

Hemed Elîyê Mala Qaso (Nexwende, Dîrok: 16.04.2022, Temen: 78, Cihê Hevpeyvînê: Xelîla)

Mele Evdile Kurdî (Xwende, Dîrok: 17.04.2022, Temen: 52, Cihê Hevpeyvînê: Xelîla)

Quryaqos Ergün - Serokê Weqfa Dêr Emerê (Xwende, Dîrok: 11.05.2022, Temen: 52 Cihe Hevpeyvîne: Midyad)

Gabrîyel Akyüz – Pîskopos (Xwende, Dîrok: 20.05.2020, Temen: 63, Cihê Hevpeyvînê: Li Ser Înternetê)

Elîyê Neso (Nexwende, Dîrok: 17.04.2022, Temen: 85, Cihê Hevpeyvînê: Xelîla)

Hemedê La’lê (Nexwende, Dîrok: 19.04.2022, Temen: 73, Cihê Hevpeyvînê: Kerboran)

Jêrenot

[1] Bêjeya welîtîyê di zimanê erebî de ji lêkera nêzîkbûnê hatîye dariştin û di wateya nêzîkbûna di navbera tiştan yan jî kesan de tê bikaranîn. Herweha têgeha welîtîyê bi van wateya jî tê zanîn: dost, heval, alîkar, şirîk û hwd (Ocak, 1992, r. 1). Bêjeya ewlîya pirjimarîya welî ye. Têgeha welî di bawerîyên monoteîst û pagan de giring e ku ev peyv bi gotinên cuda heman wateye dide: Saînt, hagîos, qeddîs, ezîz, mor û hwd.

[2] Pirjimara bêjeya şêx e. Lê wateya bêjeyê di kurdî de guherîye û ji bo nîşankirina goristanê ku welî di nav de hatin veşartin tê bikaranîn.

[3] Bêjeya menqebe, koka xwe ji peyva erebî “neqebe”yê werdigire û pirjimarîya wê menaqib e. Wateya wê behskirin, karê baş, îsabetkirin e. Herwiha bêjeya “keramet” jî di wateya menqibe de tê bikaranîn û naveroka menqibeyan ji kerametên welîyan pêk tên.

[4] Sirr di tesewwufê de di wateya ‘tişta ku tenê Xweda yan jî kêm mirov pê dizanin’ (Tosun, 2009, r. 115-6) de tê bikaranîn û di nava gel de ‘ku welî kerameta xwe eşkere bike, wê sirra wî pûç bibe’ tê bawer kirin. Di tesewwufê de rengê sirra welîyan kesk hatîye qebûl kirin û îro jî di nav goristanan de ala li ser gorna meşayîxan ji ber vê yekê kesk e û di nav gel de jî wek keskê seyîdan tê zanîn. Îro jî di nav Kurdan û misilmanên rojhilata navîn de renge kesk wek renge seyîdan û meşayîxan pîroz tê qebûl kirin. Heta demeke nêz şêxê kurdan ji bo aşîtîya di navbera eşîran de ala kesk didan pêşîya xwe kû ew al pîroz dihat qebûlkirin û êdî kesî nikarîbû li hember derkeve û bi piranî xwînî li hev dihatin.

[5]Di derbarê bêjeya ‘zêw’ê de agahîyên etimolojik û fermî kêm in. Bi kurtayî zêw, di salvegera wefata welî de, roja pencşemê (êvara înê) yan jî roja înê tertîpkirina zîyafeta xwarinê ye. Di nav Kurdan de li her gundekî meşayîxekî wan ê xwecih heye, gundî jê re rêzê digrin û ew meşayîx jî li derdorê wek meşayîxê wî gundî tê naskirin. Bi gelemperî di navbera mehê tebax û îlonê de ev meşayîx tên yadkirin. Di wê rojê de di gund de her mal li gorî derfetê xwe xwarinê çêdikin (helbet ya baş û hêja ew e ku heywan werin serjêkirin), li ser sifreyan dikin û li meydana gund de nas û bîyan, hûr û gir tev de vê xwarinê dixwin. Heta berîya 40 salî di zêwan de kilam dihatin gotin, govend dihatin girêdan û bi şêweyeke karnavalesk dihatin pîrozkirin.

[6] Di zimanê inglîzî de gel wek ‘folk’ tê bikaranîn ku heman wateyê didin. Sedema bijartina têgeha ‘îslama kitêbî’ wiha ye: Kitêb (pirtûkê ku di qada dînî de hatin nivîsandin) di nav kurdan de navdar in û pîvandina rastîya tiştan (çi dinyayî, çi jî dînî bin) bi piranî bi şertê ku di kitêban da derbas bibin tên qebûl kirin.

[7] Ji bo agahî û çavkanîyên berfirehtir binêrin: Nuri Fırat, Aşiret ve İsyan: Batının Kürt Algısı, Stenbol, Weşanên Avesta.

[8] Wextê hatina wê ya Xelîla bi gelemperî di nav gundîyan de ne dihat zanîn. Dema ku me wext dipirsî bersiva “em nizanin, ji zû de ye” dihat dayîn. Bersiva 400-500 salî tenê ji alîyê se kesan ve hat dayîn. Hemû vebêjeran qebûl dikir ku ew bîyan e û ji derve hatîye gund. Bi qasî ku ew bîyane jî gundîyan jê re digotin ‘Metika Momîna’ û ew hem wek xwîşka bave di dîtîn hem jî bi vê lêzimîyê dikirin nişteciha gund.

[9] Xelîla an ji Xelîlan (bi tirkî: Kılavuz) tê gotin. Di nav gundên navçeya Kerboranê de gundê herî mezin e. Dikeve başûrê rojhilata Kerboranê, ji Kerboranê 8 km dûr e. Gund bi temamî ji eşîra Erebîyan pêk tê û bavikê di Xelîla de evin: Budaxkî, Eydokî, Şêlîlkî, Eslankî, Sînkî, Hûrikî û Mehmereşkî.

[10] Ev agahî ji alîyê Hemed Elîyê Mala Qaso û Hemedê La’lê ve hatîye dayîn. Li gor gotinên wan Dîniwê îro xerabeye û di navbera Hespistê (Yarbaşı) û Xerabê Şeref (Dirsekli) de ye.

[11] Di vir de vegotin li gor li gor vebêjan hinekî diguhere. Vebêjekî got wek mû, yekî got bayê tenik û duduyan jê jî gotin wek çûk (vebêjekî jî bidetay kir û bû kevok) di qula derî re derbas bû.

[12] Li gor Menîca Helokê û hevjinê wê Elîyê Neso sedema zîyareta van alim û şêxan ew îddiaye ku ji Kurdan welî dernakevin, bi vê yekê bawer nakin lewma dixwazin ku wê bi çavê xwe bibînin. Li gor Gozela Xelîlî û Hemed Elîyê Mala Qaso jî sedema zîyaretkirinê angaşta ku ji jinan welî dernakevin e. Van kesan çîrok wiha di honandin.

[13] Cihê vî rezî îro bûye gund, taxa Xelîla ya nû li vê derê avabûye.

[14] Ji ber vê axdayîn û hewandina Budaxkîyan îro jî gava ku kesek li ser zîyareta Şêx Momina Mirada ji bo ku bigihîje miraza xwe, dive deydikeke ku ji alîyê keçikên Budaxkîyan ve hatî çekirin bihejînin. Helbet dive ji ber ve yekê xelatekî jî (bi piranî pere) bidin van zarok/keçikan.

[15] Ev vegotina li ser nifir û bavikê Xelîlîyan, tenê ji alîyê Eyşa Xelîlî ve hatîye veguhastin (10.05.2022). Di nava gund de kesekî gundî vegotineke wiha ji me re negotin. Li gor me, ev wek kemasîyekî û cihê şermîyê dihat dîtin lewma gundîyan behs nekirin. Eyşa Xelîlî bi rihetî ev detay ji me re got lewra ew zewca gundêkî cîran ya Basqilîyan bû û têkilîyê wê bi Xelîlan re pir kêm bûn.

[16] Ev şikeft îro ji di nav gundîyan de wek Şikefta Şêx Momîna tê zanîn.

[17] Vegotinên niştecihên heremê bi hûrgilîyan ji hev diguherin. Piştî tomarkirina hevpeyvînan çîrok ji alîyê me wekî li jor hatîye nivîsandin. Vebêjerê me ev in: Bihara Xelîlî, Eyşa Xelîlî, Gozela Xelîlî, Menîca Helokê, Hemed Elîyê Mala Qaso, Mele Evdile Kurdî, Elîyê Neso, Hemedê La’lê.

[18] Wateya peyva Tûba; ‘bêhtir xweşik’ e. Dara ebediyetê yê, xweşbûn û bêdawîtiya xweşikiyên di bihiştê de sembolîze dike.

[19] Bi tirkî navê wê Cehennem Deresi ye.

[20] Wateya wê dost û qencê Xwedê ye. Bi erebî qeddîs, bi sûryanî qeddîş û bi îbranî jî qedoş tê gotin (Gabriyel Akyüz, 20.05.2022).  Newala Bûnisra şûnwarekî pirnetew e ku sûryanî jî li vir jiya ne û di newalê de, li ser rê zîyaretek bi navê Keçika Qedîşê heye. Misilman jî vê zîyaretê pîroz dibînin û lê xweyî derdikevin. Ji navê wê jî dîyar e ku ev meşayîx ezîzeyeke mesîhî ye.

[21] Îro jî di nav civaka kurdan de ji bo kesê şareza, zane û saldîtî têgeha rihsipî tê bikaranîn.

[22] Li herêma Kerboran eşîra herî mezin e. Navenda dîrokî ya vê êşîrê Çêlika Elîyê Remo ye. Gundê vê eşîrê ev in: Şatira, Xelîla, Çêlik, Zengan, Emara, Zivinga Çêlik, Germav, Îzar, Tîrûwa, Lîyan, Şemsê, Guhêrê, Gêra Cahfer, Mehîna, Miwêlê, Kerben, Başrût, Bêrkevan, Erbayê, Miştê, Zêwikê, Derêca, Germero, Seyfîyê, ûşîyê, Tilê, Cefanê, Kanî Mirê, Dînêrê, Bizina, Berê Zêwê, Herdex, Dêrişk, Sohruwa. Tevayê van gundan dikevin alîyê bakurê rojhilat ê Kerboran de û herwiha gelek ji van gundan di nav sînorê Sêrt û Batmanê dimînin ku ev der piranî wek mintiqa Botanê zanîn û qebûl kirin.

[23] Şatira, di navbera Kerboran û Xelîla de, 2-3 kîlometreyan ji Xelîla dûr e. Ev der îro xerabe ye û warê Sûryanîyan ê kevin e ku ji kavil û şikeftan pêk tê.

[24] Keşeyê Basibrînî ‘Edday di vakayînameya xwe de, di çar cihan de behsa kurdên Çêlik dike û wan wek ‘kurdê çêlikî ê naletî’ bi nav dike. Ji vakayînameyê em fêmdikin ku ne tenê xwecihên herêma Kerboran lê heta navsera Çîyayê Bagokê jî sûryanîyan gelek zehmetî ji destê Eşîra Erebîyan kişandine (Adday, 2015).

[25]Pismamê Mala Remo ne û îro jî di Kerboran de wek Mala Axê tên zanîn. Pêşîyê wan Mehmûd e û ji eşîra Erebîyan in.

[26] Fermana qirkirinê ku di sala 1915an de di derbarê mesîhîyan de hatî dayîn.

[27] Di vir de zîyaretek heye kû jê re Zîyareta Şêx Xerîb tê gotin. Tu kes vî meşayîxî nasnake, lewma navê wî xerîb hatîye danîn. Tu kes nizane bê goristana çi wextîye û Xelîlîyan jî mirî li nav vê goristanê ne veşartine (Eliyê Helokê, 2022). Îhtimal ew e ku ev der jî meşayîxekî mesîhîyan e.

[28] Ji bo berawirdkirinê, wêneyên goristanê di pêveka xebatê de ne.

[29] Ji bo agahîyên berfirehtir bnr: Elif Keser Kayaalp, The Ecclesiastical Architecture of Northern Mesopotamia, 300–800 AD, Oxford University Press, 2022 herwiha ji bo nexşeyê: www. turkiyekulturvarliklari.hrantdink.org

[30] Wateya wê “nerazan, heya sibehê şîyarmayîn û bi bêdengkî qesîde gotin e”.

[31] Ev agahî di hevpeyvînên me de ji alîyê Hemed Eliyê Mala Qaso, Elîyê Neso, Hemedê La’lê û Metran Gabrîyel Akyüz ve hatîye teyîd kirin. Li ser zêwa Şêx Momina Mirada bi ribabê govend dihat girêdan, jin û mêr bi hev re direqisîn. Li gor bîranînên Hemed Elîyê Mala Qaso, dengbêjê navdar Miradê Kinê bi xwe jî stran gotine û ew li gelek zêwên heremê en cuda wek dengbêj bûye mêvan.

[32] Li gundê Haxê du dêr hene. Yek Dêra Mor Sobo ye ya din jî Dêra Hz. Meryem e. Kurd û Erebên derdorê ji dêra Hz. Meryem re  Dêrseyd dibêjin ku navê we tê wateya dêra jinê û peyva seydê wateya mêbûnê dihewîne. Di suryankî de Dayro Dyoldath Aloho ( ܕܝܪܐ ܕܝܠܕܬ ܐܠܗܐ ) tê gotin ku wateya wê Dêra Dîya Xwedê ye.