Sê Hunermendên Jin Ên Radyoya Yêrêvanê
Makale / Nihat Gültekin

zadina_nizamettin_aric_aslika_qadir Zadîna Şekir, Nizamettin Ariç, Aslika Qadir

Dîroka muzîka gelê Kurd gelek kevn e. Mirov dikare bibêje ku ji kûrahiya sedsalan tê. Di dîroka dûr û dirêj da gelê Kurd çima ku tişt nehatine arşivkirin, nivîsîn û hatine ji bîr kirin gelek tiştên xwe winda kirine. Her dengbêjek me hê ciyê xwe yê layîq di nav dîroka edebiyata gelê xwe da negirtiye. Gelek kêm hatiye lêkolîn kirin, analîz kirin û qîmet kirin. Gelek tişt mixabin jî di nav tariya dîrokê de veşartî mane. Kilamên wan di koşk û serayên şah, padişah û began de bi zimanê bijare, maqûl, giregiran hatiye strandin. Em bi dilekî rihet û şabû dikarin bibêjin ku gelek tiştên îro em pê dizanin silqî serê kilamên salane ne. Lêkolînvan Mehmet Gültekin di nivîsa xwe da wiha behsan dengbêja dike: ”Dengbêjan di hemû qadên civakê da cih digirtin, yên bijarte di dîwanên mîran û hakiman li qesr û sereyan da. Bi vî awayî dengbêj di civaka Kurd da li gel mîr û oldar yek ji sê kesayetiyên sereke bû. Wî jî weke wan bi rêya hunera xwe hîtabê civakê dikir, bi ser de bi Kurdiyeke dewlemend a edebî, dengekî muzîkal û dîksiyoneke paqij. Ew di gotinên stranên xwe da azad bûn, dikaribûn di dîwana mîrekî da qal û pesnê mîr an jî qehremanekî din bidin, herêma wan, rêvebiriya wan, rabûn û runiştina wan şirove bikin” (2020).

Dema em hunermend an dengbêjên Sovyeta Berê dinêrin hema hemûya re dibêjin dengbêj. Berî her tiştî divê bê zelalkirin ku peyva dengbêj ji bo kê hatiye bikaranîn. Peyva dengbêj ji bo kesên wek Şakiro, Reso, Kerem û yên din em her dem behs dikin, ji bo wan tê bikaranîn. Kurdan mixabin bikarînana peyva dengbêjiyê hinekî tevlihev kiriye. Dema ku sazî û tezgehên karên muzîkê xurt bibe, lêkolîn hatin kirin ez bawerim ew tişt yê ji hev veqetin. Kesên ku li her gundî kilam dibêjin hene, lê ne dengbêj in. Bi peyvên weke stranbêj xîtabî wan dikin. Dengbêj ji wan cuda ne, dengbêj bi kêmanî bi qasî ku ez dilbaristan dikarim bibêjim, qedera 40-50 destanên dirêj bi ezber dizane û dibêjin. Tu li ku binêrî, divê ji 300 kilam zêdetir, kilamên normal dizanin. Yek jî dengbêj cem Begekê sabît bûn, jî li dora wî digeriyan. Ew mirovên ku dengbêjî dikirin, herêmekê derbasî herêmek din dibûn. Niha hunermend diçin turneyê û dengbêj jî bi vî awayî car caran derdikevin derve. Dengbêj Kereme Kor bi piranî wan seferan li Îranê dikir. Li Îranê an jî cihên wek Çaldiran, Wan, Agirî ye. Yên ku em nas dikin jê re dibêjin dengbêj, repertûara wan wek Şakiro, Reso, Kerem, an jî li wan pênase dike. Jibo mijara me dikarim bibêjim ku, ji bilî belkî çend kesên, yek-du kesên radyoya Yêrêvanê, hemû kes wek Nîzamettîn Ariç in, wek Şivan in. Kilamên dengbêjan wek Nizamettîn Ariç, Şivan dixwînin. Mesela dengbêjên ku min jorê qala wan kir, me qet bihîstiye ku kilamên govendê bixwînin. Mijara me va girêdan em dikarin rihetî binivîsin ku Sûsika Simo, Belga Qado, Zadîna Şekir û yên ez jêrê navên wan rêz dikim, divê mirov wê çarçovê de binerin û binêrxînîn. Jibo wan peyva hunermend çêtire em bikarbînin.

Bandora Radyoya Yêrêvanê û Malbata Me

Vekirina radyoyê beşa kurdî ji bo kurdên Sovyetê gavek biçûk bû û lê bo hemû kurdan bû cîhanek mezin. Di sala 1955an de dema ku Radyoya Yêrêvanê bi dengê Ordîxanê Celîl; “Yêrêvan xeber dide guhdarên ezîz, em dest bi xeberdana bi zimanê kurdî dikin” dest bi weşanê kir, kesî bawer nedikir ku ji bo cihana mûzîka kurdî wê bibe navendekî (2017: 60). Cihê radyoya Yêrêvana di dilê kurdan de bi tevahî cuda ye. Dengê radyoyê xwe sînoran dixist, diket her maleke kurda. Wek malbat, radyo yek ji bîranînên herî girîng ên jiyana me ye. Ji ber ku bavê min rehmetî hemû karên xwe li gorî saeta radyoyê organîze dikir, bi awayekî xwezayî bandor li me jî kir û em bi dilgermî li benda hatina wê saetê bûn. Tenê li malbata me na, radyo kîjan malbatê da hebûya êdî kar, bar û jiyana xwenî rojane li gor seata radyoya Yêrêvanê dihatê organîzekirin. Kesên malbata wan da radyo tunebûya jî diçûn malên cînarên xwe. Dikarim bibêjim min cara yekem muzîka kurdî ji radyoya bavê xwe, ji radyoya Yêrêvanê guhdarî kiriye. Radyoya Rewanê ji bo miletê me ronahiyek bû, xebatkarên radyoyê xebatên gelek mezin dikirin ji bo miletê me. Cimeata kurda yekem car hin stranbêjên kurd nasdikir û wana di vê radyoyê de dengê xwe belavkirin. Dema dengên hunermendên radyoyê li seranserê Kurdistanê belav dibû, di her malê de her tim dengê muzîk û stranên kurdî dihat guhdarikirin. Di mala me de jî wusa bû. Rojekê rehmetiye bavê min kilama Efoyê Esed ya bi navê Berîvanê guhdarî dikir. Radyoyê dengên eceb derxist û kilam nedihate bihîstinê. Bavê min bêsebr bû, radyoya xwe avête erdê. Heta dema maaşê wê hatibû radyo li mala me tunebû. Paşê bavê min carek din radyoyek standibû. Îca bavê min dema jê re keçek çêdibe dixwaze navê keça xwe dayne Berîvan. Lê Miduriyata Nifûsê navê Berîvan qebûl nekiribûn û cem xwe Nerîman nivisîbûn. Ev herdû meselên hevdû re girêdayî salan mala me da dihate xeberdanê. Radyoya Yêrêvanê di nava malbatên kurdan da çawa bandor kirîbû, di nav malbata me jî ew bandor kirîbû. Ji bo kurdan bibû wek ku qonaxa hebûnê.

Rola Dewleta Sovyetê

Dema behsa radyoya Yêrêvanê te kirin, dewleta Sovyetê tê bîra mirov. Dema ez Keremê Seyad û Tîtalê Kerem re li mala wan ya Yêrêvanê li ser wê mijarê xeber didam, wan gelek agahiyên dorfireh dabûn min. Bi nêrîna min dema dewleta Sovyetê radyoyek Kurdî damezirand hilbet sereke armanca wê ew bû ku propaganda ya Sovyeta Sosyalîst bigihîne her derê welatê me. Sovyetê dixwest li hember dinyaya kapîtalîst, milete Kurd bîne ser xeta Marksîzm û Lenînîzmê. Rêvebiriya radyoyê li Moskavayê bû. Eznîva Reşîd di nivîsa xwe de wiha dinivîse; ”Ewana klamêd derheqa Lenînê mezin, Partîa Komunîstiyeye azadar, derheqa emrê xweyî îroyînî bextewar, derheqa xebatêda, merivêd xebatkarda, qeydê kolxoziyêda distrên û usa jî klamêd bengîtiyê, govenda, mêraniyê dibêjin” (Alakom, 2023: 138). Di weşanên radyoyê de hilbet sansor jî hebû. Ne mumkûn bû ku tiştek li dijî Sovyetê bikeve weşanê. Dikarim bêjim ew kilamên hatine qeyd kirin, ew şano û piyesên radyoyê, keda hunermendên jin bi giştî di serdema alikariya dewletê da hatibûn çêkirin. Piştî ku Sovyet hilweşiya, alîkariya fînansa radyoyê hat birin xebat jî kêm bûn û radyo nîvcî mayî ma. Gelek rewşenbîr û nivîskar tev derketin dervayî Ermenistanê. Her çiqas dengê radyoyê hebe jî em dikarin bêjin ku îro weke tenê neferên malbata Keremê Seyad mayê. Aniha serokatiya beşa Radyoya Kurdî Tîtalê Kereme û xwîşka wî Leyla jî tev dixebitin.

Nêzikbûna Dewleta Sovyetê hemberî miletên kêmjimar mirov bi awayekî dikare çar beşa pênase bike; Salên destpêkê (1930-1937), dema qedexekirina Stalîn(1938-1954), salên pêşketinê (1955-1988), salên Dawî (1989-..) Hin kes dibêjin ku di sala 1930î de li Yêrêvana Ermenistanê radyoyek kurdî di bin banê dezgeyên dewletê de dest bi weşanê kiriye. Di vê radyoyê de Heciyê Cindî, xanima wî Zeyneva Îbo xebitiye. Dema ez Yêrêvanê çûbûm ziyerata keça Heciyê Cindî Firîda Cewarî derheqe we mijarê de nivîsek nivîsandina xwe ji min re qal kirîbû[1].

Ev radyoya behsa wê tê kirine, radyoyek lokal bûyê, Yêrêvanê û çend gundên dor û berê wê hatiye bihîstin. Ew radyo di heftêyekê de rojek tenê û bi qasî 10 deqe weşan kiriye. Lê ronakbîrên kurd Celîlê Celîl[2] û Eskerê Boyîk[3] wê gotinê rast nabînin. Min ew mijar ji wan re xeberda, derheqa wê mijarê de tiştêk nehatiye nivîsandinê digot in.

Dewra qedexekirina Stalîn dema dawî dibe, hewldanên nû destpêdike. Dema Kruşçev tê ser text hinek guherandin çêdibe. Sala 1955an weşana radyoyê destpê dike. Dewleta Sovyetê jibo miletên kêmjimar sê qirara hildide. Ji bo kurdan dixwastin radyoyê de beşa kurdî vekin, rojnama Rêya Teze destpê weşanê bike, yek jî nifusa kurdan ku derê zêde be dixwastin li vir serokê partiyê bila kurd be. Ew politikaya dewleta Sovyetê birastî jibo milete kêmjimar bibû ronahiyek mezin. Hilbet dewleta Sovyetê gor armance xwe yê siyasî pêyek wiha avêtî bû. Lê sedem çi dibe bila bibe vekirina beşa Radyoya kurdî tevayî civaka kurdan ji sedî sed, her dewerê guherandin pêk anî. Dema radyoya dest bi weşana xwe kir zêde tecrûbe û kadroyên kurdan jî tunebû. Destpêke Casimê Celîl û Nûra Polatova maaş digirin. Dema radyo dest bi weşanê dike, dema weşana radyoyê gelek kêm bûye. Di serî de heftê çar roj û rojê 15 deqe weşan dike. Destpekê de hewldana Casimê Celîl divê mirov bîne ziman. Casimê Celîl zêdetir dixwaze kilama radyoyê de bide guhdarkirinê. Mirov rihetî dikare bibêje kesî nizanibû,  tehmîn nedikir ku wê di mêjiyê kurdan de cihekî ewqas muhîm bigire. Dema salên 1955an mirov dinêre ew çax li tevaya Kurdistanê bêdengiyek giran hebû. Kesên bakur dijîn tev dizanin ku dewlet çawa bi zext û zordariyeke giran dihat ser kurdan. Em tev dizanin ku salên 1960-70-80 deh salan carekî darbe eskerî çê dibû. Encamên darbeyên eskeriyê giran dibû. Civat zehmetiyên mezin dikişand lê dîsa jî neferên ciwatê ne eşqere ên ku debara wan baş bûn radyo distandin û radyoyê Yêrêvanê guhdarî dikirin. Radyo di bêdengiyek bi vî zemanî de di nava demên dirêj bi rêk û pêk di mêjiyê kurdan de tehmek hevpar hîşt. Bi roj saet di pêncan, bi şev jî di saet nehan de dibû mêvanê malên kurdan. Zû bi zû firekansa radyoya nedihat guherandin.

Di Radyoya Yêrêvanê de Hunermendên Jin

Divê em berî her tiştî tiştekî zelal binivîsin, her kesê ku li radyoyê dixebitî meaşê xwe distand û ji bo dewletê dixebitî. Di serdemên ku dewletê îmkanên mezin pêşkêş dikirin de xebatên baş hatin kirin. Bê guman, yek kes an jî neferên malbatekê bi qeweta xwe ew kar nekirine. Derheqa radyoyê hetana roja îro gelek gotar û şîrovê hatine nivîsandinê. Dema em gotarên kesên ku li ser radyoyê dinivîsînin û bîranînên xwe tînin ziman dixwînin, em rastî xebatên hunermendên jin jî tên. Eznîva Reşîd jî nivîsa xwe ya Dotêd kurda derheqa roja xweye îroyîne bextewar da distrên de wiha qal dike ; ”Çiqas roje pêlêd radîoyê ser deşt û zozana ra, gelî û geboza ra, çiya û baniya ra bi hezara kîlomêtra rê dibirin û dengê dîktor û dengbêjêd me dighînine welatêd dûr û nêzik, radîyoguhdarêd me. Nava dengê wan dengbêja da wusa jî dengê qîz û kulfetêd kurd, kulfeta Kurd, ya ku berî qeydê sovetiyê nava belangaziyê û zelûliyê da bû û îro welatê sovêtiyê da bûye uzva mexluqetiyêye tam, xweya risqet û îzna xwe. Ji guhdarvanêd me kê Sûsîka Simo, Belga Qado, Kubara Xudo, Zadîna Şekir, Asa Avdal, Naza Kokil, Seyrana Musa û gelekêd mayîn nas nake, êd ku bûne hizkiriyê guhdarvana. Çiqas heftêye ji radiyoguhdara bi deha name têne stendinê, ekî dengbêjêd qîz wana ra klama bistirên.” (Alakom, 2023: 138).

Dema ku saetên weşana muzîkê ya radyoya Yêrêvanê zêde bûn, fonda muzîka kurdî tê avakirin. Dîroknas û nivîskarê kurd yê rehmetî Wezîre Eşo demekî dirêj di radyoyê de wergervan bû, wiha qal kirîbû: "Bingeha fondê me hemûyan kêfxweş kir. Me stranan li ser kasetan tomar dikir û diparast. Wê demê Etare Şero jî dest bi kir, distira. Etar rojekê keça xwe Gulîzar bi xwe re anî radyoyê. Gulîzar şîret û ramanên bavê xwe şerm dikir lê wê di radyoyê de stranên klasîkên kurdî bistira. Kîjan stranan bêje Gulîzarê re hişt in. Dema wusa bû Gulîzar rihet bû, dixwest mîna daweta gund bistirê. Bi sekna xwe va, awazên govendê yên ku distiran, dilgeş dibûn. Bi vî awayî ew bû yek ji dengbejên jin ên nemir ên radyoya Êrîvanê û rê li ber jinên kurd vekir ku di radyoya Yêrêvanê de bistirên" (ANF, 2011).

Rojnamevanê emekdar Prîskê Mihoyî jî nivîsa xwe de wiha behsa rola jina dike: “Tiştekî eşkere ye û kê dikare vê rastiyê red û hêç bike, wekî Sûsîka Simo di nava kurdên Yekîtiya Soviyêta berê da dengêja jine yekemîn bû ya ku di nîveka salên 50î ya sedsala derbazbûyî derkete li ser dikê û stra. Kê dikare dijî wê yekê derkeve, ku di nava stranbêjên jin da berî gişkan dengê wê li ser qeytanê li radyoya me hatiye nivîsarê? Tu kes! Bêguman, ew yek jî îzbatî ye, wekî dû Sûsîka Simo ra evan dengbêjên meye jin derketine erafê meydana stranbêjiya gelêrî, şuret û marîfeta xwe nîşan dane: Belga Qado, Fatima Îsa, Zadîna Şekir, Kubara Xudo, Tukaza Xemo, Gulîzera Etar, Cemîla Çawîş, Naza Kokil, Aslîka Qadir, Sîsa Mecît û gelekên mayîn”  (https://www.bernamegeh.org/dengbeja-nemir-belga-qado-piriske-mihoyi/)

35 Sal xebata Cemîla Celîl  

Sala 2018an li Yêrêvanê bûm mêvanê Cemîla Celîl. Dema min pirsa xebata 35 salan lê kir, kaxizên hevpeyvînên xwe derxist da min. 35 salan (1967-2002) bê navber di radyoya beşa kurdî de serokatiya para mûzikayê û xebatên xwe wiha kal dikir; ”Sala 1967a min dest bi karê serwêrya para muzîka kurdî li radioya kurdî girte ser milê xwe, bûme rêdaktor û berpirsyara wê parê û heta sal 2002a min ew kar sî û pênc sala, bê navbirî meşand. Dîrok û dengdana radioya kurdî six girêdayiye bi weşandina stran û awazên kurdî yên gelêrîva. Sala 1955a yekê yanvarê, gava bingeha radioyê cara pêşîn li Sovyêtê hate danîn, berpirsiyarê wê parê bavê min, Casimê Celîl bû, ku heta sala 1963 li wê xebitî, pêşiyê heta nîveka sala 1958 wek berpirsiyarê sereke, paşê, heta sala 1963 dawiya meha dêcambirê, wek bêrpirsiyarê rêdaksyona edebiyatê û muzîkayê. Piştî wî çar sala şûnda, dema min Konsêrvatorya Êrîvanêye dewletê ser navê Komîtas, para têoriya muzîkayê xilas kir, wek pispor derbazî ser karê radioyê bûm, bi wezîfa berpirsyara para muzîkayê. Gava ez derbazî ser kar bûm, di fonda dengxana rêdaksyaêda îdî dora 700-800 stran û awazên kurdî hatibûn tomarkirin. Wek hatiye zanîn ew bingeha dengxanê bavê min bi hêz û hereket, evîn û eşqa dilê xwe ser stran û awazên kurdî ava kiriye, navê vê bingehêra jî nav lê kiriye “Fonda zêrîn“. Heger bingeha muzîka kurdî tunebiya, tenê nûçeyên ji kolxoza û pêşketina civaka Sovyêtê û sosyalîstiyê bihata xwendin, belkî dengdana wê pêlweşînê ewqas bi bandor û naskirî nebûya. Dema ez hatim radioyê, gele tişt îdî ji salên radioyê yên pêşîn hatibûn guhastin, stranê radioyê gele xweşî xelqê me hatibû, sazbend, dengbêj û stranvan timê amade bûn bên stranê nû bêjin. Dibû car gava dengbêjek ji gund tenê dihate radioyê, min ji xebetkarên radioyê grupeke xwe re amade dikir û ez jî tevî wana, me distira û vedigerande stranvan. Seredana mine sîstêmatîk gundên kurda, gele navên nû yên dengbêj û stranvana derdixistin holê û min wana ra demeke kurt kar dikir, paşê danîn studioyê bona bernivîsarê. Di vî karî da gelek alî me dikirin muzîkarên piremek Egîtê Cimo û Xelîlê Evdile. Ewana wek sazbend timê nava gel da digeriyan. Gele cara wana navên dengbêja min ra digotin û min biryar digirt kengê bêne radioyê û stranên xwe yên nû bêjin.cemila-celil

Hevpeyvîna li gel Cemîla Celîl, mala wê ya Yêrêvanê, 25.06.2018an.

Dengnivîsar li studyoyê ji min ra karê herî berpirsyariyê bû. Studio bi demeke kurt didane me. Dengbêj bê tecrube bûn, hînî mîkrafonê û şertê studioyê nebibûn, gele cara tevlî hev dibûn. Min wana rehet dikir, şirovedikir, girîngiya rastnivîsandina dengê wê yan wî jêra beyan dikir. Min dicedand, her tişt dikir, wekî stranê me bi zelaliya xwe ya sirûştî, wek wana li gunda da, li çiyê strane, wusa jî li studioyê bistirên. Tu cara min pirînsîp-şerta, ku bavê min ji min ra wesiyat kiribû, ez jê dûr neketime. Hemû stranên, ku min bona radioyê nivîsîne(tomar kirine), ewana zelal û helalin, wusa çawa şîrê dayîka me ji mera helal bûye.”

Em bi serbilindî dikarin bibêjin ku gelek jin radyoyê de stran gotine. Kilamên wan tev hatine qeydkirin û hunera wan di kitêban de hatine weşandin. Dema em du kitêbên Cemîla Celîl dinerin navên jinên hunermend wiha derbaz dibû;  ”Aslîka Qadir, Sûsîka Simo, Zadîna Şekir, Meyrem Xan, Asa Evdille, Belga Qado, Kubara Xudo, Gula Abas, Fatma Îsa, Dîlbera Wekîl, Xana Zazê, Gulîzera Etar, Werda Şemo, Cemîla Çawûş, Naza Kokil, Şemama Wekîl, Temama Wekîl, Xanima Têmûr, Felaka Têmûr, Asa Evdal, Gulistana Mecît, Xanima Zezê, Xanima Nadir, Gulîzera Qaso, Gozela Xeto, Guhara Abas, Gulçera Çerkez, Gulîzera Mîşa, Xana Ûso, Kezîzera Xelo, Sahakyan Anûş,  Seyrana Musa, Sîsa Egît, Sîsa Mecît, Nîgara Îbo, Tûkasa Xemo, Zîna Şemo, Gozela Xeto, Xana Ûsiv ” (Celîl û Celîl, 2011)

Cemîla Celîl di dema xebatên xwe de, bi xemgînî zehmetiya anîna hunermendên jin ya radyoyê qal dikir. Anîna jinan radyoyê gelek sedemên cuda her tim zehmet bûye. Ji ber ku mêr, bav, birayên wan jinan nehîştine jin radyoyê stranan bêjin, bistirên. Hin jinên hunermend re rê vekirin, qanîkirina wan an jî malbatên wan ne hêsan bûye. Yên diainîn jî bi dîzî va dianîn radyoyê û bi dizî dengên wan didan qeydkirin. Ji ber ku gundan derheqa wê mijarê de gelek mişqulat derdiket. Gelek jinan jî beriya ku dengê xwe qeyd bikin ji bo ku neyên naskirin navê xwe diguherandin. Bi wî awayî jinan dengê xwe qeyd dikirin. Dema jinên hunermend radyoyê stran û kilam digotin, gelek kesan ev nav nasnedikir. Hin kesan bav, mêr, birayê wan jinên hunermend nizanin ku ew dengê guhdarî dikin qîza wan e, jina wan e, an jî bûka wan e. Hilbet hinek dê û bav, mêr, bira îzin didan xwûşk, jin û keçên xwe. Hin hunermendên jin jî hebûn hemberî gotinên malbata xwe jî disekinin. Wek mînak Sûsika Simo, Belga Qado, Zadîna Şekir û yên mayîn. Mirov dikare bibêje ku ew hunermendên sereke bûn. Gotinên malbatê û civatê zêde qebûl nedikirin û di radyoyê de karê muzîkayê dikirin. Di nava civata kurdên Ermenistanê de jin li pêş nebû. Lê dîsa jî di nav wan salan de meriv li xebatkar û stranbêjên radyoyê dinêre, bi dilrehetî dibîne ku rola jinan a di radyoyê de ne hindik e. Di wê nivîsa xwe da ez dixwazim jînegeriya û karên sê hunermendên jin ya radyoya Yêrêvanê rewayî we bikim. 

 Susika Simo (1925-1977)

susika_simo. Susika Simo(ya rastê)

Malbat û xwendina wê

Malbata Sûsika Simo ji ber komkujiya Ermeniyan di sala 1918an cî û warên xwe terk kirîbû. Bandorek mezin jî jiyana malbata wê jî dike. Ev rêya koçberiyê beriya Sûsika Simo dayîk bibe pêk hatibû. Sûsika Simo di sala 1925an de li herêma Elegezê li gundê Mîreka Ermenistanê di malbateke kurd ola xwe Êzdî de hatiye dinê. Çavên xwe li etega Çiyayê Elegezê dinyayê vedike. Demek şûnda malbata wê li gundê Mîrekê bar dike û li bajarê Gumrûyê cîh û war dibe. Sûsîk jî li bajarê Gumrûyê mezin dibe û li wir dest bi dibistanê dike. Li Zanîngeha Yêrêvanê beşa tendurîstiyê, hemşîretiyê dixwîne. Salên zanîngehê jibo wê dibe destpêka serdemekê nû. Di zanîngehê de îdeolojiya sosyalizmê nas dike û li ser sosyalîzmê dikeve nav lêherbûnekê kur. Piştî ku zanîngehê diqedîne çend salan nexwaşxaneyê kar dike. Zanîngeh û nexwaşxanê de li ser pirsgirêkên jinan û ji bo hişyarbûna jinan kar û xebatê dike. Sûsika Simo di kesayetiya xwe da jinekê îsyankar e. Tu cara sînorên civakê nas nekiriye. Ji ber karên hunere di demeke kin de dev ji karê xwe yê li nexweşxaneyê berdide. Jiber ku, ji dema zarokatiya xwe da mêla wê li ser mûzîkê heye. Êdî hêdî hêdî ber bi jiyana hunera va dimeşe. Jiyana xwe êdî gor çand û hunera Kurdan ava dike. Êdî rêwîtiya wê ya hunerî dest pê dike û xwe di nav vê rêyê dixe. Dema ku dest bi karê hûnerî dike, îsyankariya xwe bi kilam û stranên Kurdî va dixemilîne. Xwedî dengekî xweş û balkêş bû. Dema destpê kilama dikir ne mumkun bû ku kesên derdor guh nedane wê. Kilamên ermenî û yên kurdî bi dengê wê yê delal cardin bi wate dibû.

Di nav Kurdên Ermenîstanê hunermendên jin gelek kêm bûn. Sûsîka Simo di rewşek wisa da emrê ciwan derdikeve serê rê û bi deng û hunera xwe meşa xwe didomîne. Sûsik her çiqas li dû şopa xwe we diçe jî gelek astengiyên nêrînên zordar a civaka ku tê de dijiya û nerîna feodal a serdest jî her û her derdikeve pêşiya wê. Lê di encama hewldan û tekoşîna wê de, dereca cara yekemîn hunerbejiya jina kurd a Ermenistanê dest dixe. Di bin şert û mercên neyînî de serkeftinek pir dijwar bi dest dixe. Bi hevalên xwe re komekê operayê ava dike û hunera xwe pêş dixe. Li gel xebatên muzîkê şano re jî eleqeder dibe. Perwerdaya şanoyê dibîne, di lîstikan de wek şanoger li ser dîkê cihê xwe digire. Di sala 1946an de di 21 saliya xwe de wek jine ku li ser navê gelê Kurd cara yekem cil û bergên xwe yên Kurdî ser dîkê, bi Kurdî stranên xwe dibêje. Qasî mûzikê reqs û govendên kurdan jî bala Sûsîka Simo dikişîne. Ew di wan salan da komên govendê saz dike, di wan koman da dilîze û dersa lîstikê dide.

Zewaca wê

Sûsîka Simo di wan salan da Kolya Neftalyanê netewa xwe Ermenî nas dike. Hev hez dikin, dibin evîndarê hev û bi hev ra dizewicin. Li gorî bîr û baweriyên Êzdiyan Sûsik nikaribû bi ermeniyek ra bizewice. Ji bona wê gelek berdekên civakê çêdibe, hemberî zewaca wan derdikevin. Zewaca wê bi Naftalyan va bibû ciyê nerazîbûna malbata wê û derdoran. Zarok wê ra çê nabin. Jiyana wê ya jinên kevneşopî cuda bû. Ew nava jinên kurd da yekem bû, ku warê civakî da qeydên bindestiyê diqetand. Hemberî tevî hemû zor û zehmetiyan, biryar bû, wek kesayetî hunera xwe dide pêş her tiştî.

Sûsîka Simo yekem jina kurd bû li radyoya Yêrêvanê bi dengê xwe cih digirt. Di çend salan şûnda, hûnera xwe va bi civaka Kurd xwe dide qebûlkirin, di warê zewaca xwe da jî heman cesarete tevdigere û ser dikeve. Mêrê wê Kolya Naftalyan jê ra ne dibû asteng, ku bistirê, bireqise û konsêrtan bide. Sûsîk û Neftalyan bi hev ra li welatên Sovyetê, gund bi gund digerin û xwepêşandanan li dar dixin. Ewana bi pisporê profîsyonal, yê zurnê Şamile Beko va tevayî dema li gundan digeriyan heman demê bi hev ra derdiketin ser dike û şow dikirin. Şamile Beko dikaribû du zirne bi hev ra bikar bîne û bi du zirnan miqam û strinanên kurdî lêdixist. Ewî hunereke ecêb pêşkêşî temaşevanan dikir. Eskerê Boyîk di pirtûka xwe de derheqa wan da dibêje ku; “Ew wek artîsteke profîsyonal pêş da dihat. Koma wê ya sitranê Kurmancî hebû, kîjan dikete nava goveka komên fîlarmonya Ermenistanê. Temamiya gund û bajarên Ermenistanê û bajarê Tilbîsê digeriyan, konsêrt didan. Tê bîra min, ez wê demê biçûk bûm, salê 1950-60î, koma wê dihate gundên me û êvara konsêrt didan.” (2019: 89). Aslika Qadir jî derheqe Sûsika Simo de wiha bîranînên xwe tîne ziman; “Carekê, li Elegezê ez jî çûme konsêrta wan, kîderê mêrê wê jî bi bilindkirina giraniyan va pêş da dihat. Ewî carana jî yek ji bîneran gazî ser dikê dikir û dixwast ku ew jî hewil bidin wan gîrên giran rakin jor. Carana jî gîrên vala wusa radikir, te digot qey wî ra zehmete, lê wî bi vî awayî şow dikir û dilê temaşevanan xweş dikir, em gişt dilşa û bi moral dibûn. Kilûba gundê me bi bîneran va pir bibû, ça dibêjin ‘Te derzî bavîta, nedikete erdê’. Min navê Sûsîka Simo bihîstibû, lê min ew bi nêz va nas nedikir” (2019: 82-83).

Sûsika Simo awazên kurdî û ermenî distirê, li Ermenistanê jî bi stranên xwe derbasî sahna Fîlarmonya ya derbaz dibe. Ev qonaxa Fîlarmonya qadeke mezin e ku mafên ku li welat dijîn çand û hunera xwe bi gelên din re parve dikin. Sûsîka Simo li dîka Flormanî ya navdar a li Ermenistanê pirr caran derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Sûsîka Simo li Rewanê çend komên kilam û reqasê têne sazkirinê, yên ku ne tenê li bajarên Ermenistanê, lê ûsan jî li Tbîlîsê pêşda hatiye jî cih girtiye. Caran sazbendên navdar Şamîlê Beko, Egîdê Cimo dengbêjên hêja Karapêtê Xaço û yên dinê tevî koma wê bûne. Derdiket li ser dikê û bi şanoyên Elegezê re beşdarî geran dibû. Berê an jî piştî şanoyê derdiket ser dikê û stranên kurdî yên kevneşopî digotin. Simo jî gelek komên dîlanên kevneşopî yên kurdî amade kirin.

Aslika Qadir derheqe Sûsîka Simo û Zadîna Şekir de wiha bîranînên xwe qal dike: “Sûsika Simo û Zadîna Şekir usa jî di koma reqasê, ya fabrika elektro, ya Yêrêvanê da cî digirtin. Cêribandinên wan li kluba Nor Arêşê da derbas dibûn. Sûsîkê û Zadînê, hema bêje, bi profesîonalî reqasên ermenkî di koma reqasê da encam didan. Min bi hewaskarî dûr va li wan dinêrî, bi reqasa wan va kêfxweş dibûm û min şanazî bi wan dikir. Mamoste wan, yê reqasên kurdî, birê dengbêje meyî radyoyê Reşîdê Baso, Celîlê Baso bû. Ew xortekî pir bedew û bejnbilind bû, usa, ku dilê her jinekê dikete wî. Ewî Zadîna Şekir hiz kiriye û xastiya pê ra bizawicê, lê ji ber ku Zadîne hunermend bûye, kalkê wî Celîl razî nabe û şip-tip, ango, bi lez û bez neviyê xwe bi qîza meriyê xwe ra dizewicîne û vê meselê dadide. Belê, radyo bo gelek hunermendên jin, yên radyoyê, bû sebebe bextreşiyê, nav wan da usa jî ez… Sûsîka Simo jineke vekirî û dûr ji komplêksan bû, ça dixwast usa jiyana xwe dibir serî, kîjan bo wan deman ne tiştekî normal dihate dîtin. Ew jineke kêfçî bû, hiz ji mêvanan dikir. Nava mêvanên wê da gelek ronakbîrên me hebûne, wek qehremanê şerê cihanê, yê dudiyan Semend Siyabendov, nivîskar Wezîrê Eşo, Eskerê Boyîk, dengbêjên radyoyê Efoyê Esed, Cemîla Çawîş, hiqûqnas Tîtalê Huseyn û Cemalê Cindî, Mûsayê kurapê min, usa jî hunermendeke ermeniyan, ya gelek bi nav û deng Araksiya Gyûlzadyan, Têmûrê bire Belga Qado, Celîlê Baso û gelekên din. Vana bi hev ra bernamên konsêran dadanîn, dixwarin, vedixwarin, sohbet dikirin û dema xwe bi xweşî derbas dikirin ” (2019: 82-83).

Hunermend Dilovan derheqa Sûsika Simo wiha qal dike:” Sala 1944an, 45an Sûsika Simo çûye eskerê Rûsan kengê tev Hîtler şer kirine, çûye eskeran ra konsert daye. Sûsika Simo bi serê xwe wek kurdek, mêrê wê jî yekî Ermenî tev stran gotine û xebat kirine. Sûsik tev Seyadê Şamedîn gelek distra. Paşê bi serê xwe, Gurcistan, Ermenistan wan deman di nav jinên kurda da kes tunebû. Yekem kes Sûsika Simo bû. Reng û deng dida. Sosyalist bû. Aliyê dewletê da kifş kiribûn, diçû konserta dida milet. Sala 1992an li Yêrêvanê ez, Sûsik, Aslik, Şemdîn û Zadîn em tev derketin. Kilamek, du kilam jî min got. Salon ful bû, çiqas rewşenbîrên me hebû li vir bû[4].”

Di sala 1965an da li Meydana Sor a Moskovayê wek hunermenda Kurd, bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi kofiya xwe taybet derdikeve ser dîkê û bi Kurdî distirê. Bi performansa xwe ya hunerî ya li ser dikê heyraniyek mezin derdixe holê. Di wan konserê da denge wê bi ahenga bilûra Egîdê Cimo va olan dide û li hemû erdnîgariya Sovyetê belav dibe. Egîdê Cimo lê dixe û Sûsika Simo jî distirê. Sûsika Simo ne tenê awazên gelê xwe dibêje, di heman demê de dîlanên gelêrî yên kurdî jî derdixe pêş. Ji ber vê yekê bi navê 'Gula Govende' hîtap dikin. Ev rêya ku Sûsikê bi gavên leheng vekiriye ne tenê ji bo xwe ye. Hilbet ji bo gelek jinên Kurd jî dibe mînak.

Aslika Qadir jibo Sûsika Simo wiha bîranînên xwe qal dike; “Sala 1965a, gava 250 saliya aşiqê ermeniyan, yê sedsala 19an Sayat-Nova li Ermenistanê li dardixistin, rêvebiriya radîoyê biryar da, ku hunermendên kurd jî di wê merasîmê da cî bigirin. Wê çaxê pêwendiyên min êdî bi radîoyê va çê bibûn. Min got, ku ez dikarin bê minet sitiranên Sayat- Nova bisitirêm. Mecale bidin min ez dengê xwe dêmostire bikim. Rêvebirê para muzîkê Tîtalê Efo razîbûna xwe da, lê kifş bû, ku di biriyara xwe da dudil bû… Kitêba stiranên aşiqê ermeniyan dane min û min du stiran bo xwe hilbijart ‘Hetanî hebim’ û ‘Kemançe’. Du stiran jî Sûsîka Simo bo xwe hilbijartibû. Gerekê bê gotin, wekî qedandina van sitiranan ne hêsan bû, ne her kesî dikaribû ev berpirsyartî hilda ser xwe. Berî ku bistirêm, ez birim cem serokê orkestraya radyoyê, ya dewletê profesor Aram Mêrangûlyan, wekî ew deng û qedandina min kontrol bike. Ewî ez bihîstim û destxweda erê kir. Dûra 7-8 muzîsyen ji veqetiyan û em gişt bi hev ra ketin studyoyê. Li vir tiştekî sêyr û ne normal rû da, ku niha dikeve bîra min, gelek aciz dibim. Muzîsyena her yekê bi înstrumêntên xwe va li studyoyê da ciyê xwe girtin, ez jî pêşiya wan sekinîm, wekî bistirêm. Studyoyên wê demê ne mînanî yên van deman bûn, ku eger te şaşiyek bikira, dikarin cî da serrast bikin û dîsa berdewam bikî. Li vir mikrofon tunebûn, hema bi yekcarî tomar dikirin û eger şaşî hebûya, mecbur dibûyî stiranê dîsa destpêkê da bistirêyî heta, ku bê qusûr derkeve. Van malavaya, bêy ku hema carekê bi min ra provê bikin, yekser dengê min qeyd kirin. Ez bê deng mam û min şerm kir bipirsim, gelo çira usa ne ciddî ev kar kirin? Ew her du stiran nuxuriyên min bûn, loma ez ketibûm heyacanê û gelek dilteng dibûm. Hilbet, min dikaribû hê çêtir bistira, lewra min xwenebawar û şermoke stiraye. Ser vê babetê min nerazîbûna xwe cem serwêrê para muzîkê Tîtalê Efo nîşan da, heta giriyam jî û min gotê, wekî wana ez dewsa kurda danîm û ez pişt guhê xwe va avîtim. Ewî gote min berxwe nekeve, me ew stiran tenê bo rojekê, roja pîrozkirina 250 saliya Sayat-Nova tomar kiriye, eger qusûr jî tê da hebe, ne girîng e. Bersiva wî ez hê matmayî kirim, ji ber ku min didît, wekî ermenî ser stiraneke ermenkî bi rojan heta bi mehan kar dikirin. Xweşbextane min jî, Sûsîka Simo jî, me bi serfirazî erke xwe bi cî anî û ew stiranên aşîqê ermeniyan, ku ji aliyê bavê zargotina kurdî, profesor Hecîyê Cindî û helbestvanê me yî mezin Fêrîkê Ûsiv va ji zimanê ermankî bi kurdî hatibûn wergerandin, ketin fonda zêrîn, ya radyoyê û ew heta niha jî tên weşandin” (2019: 89)

Miqala Wezîrê Eşo, Sûsika Me

Wezîrê Eşo, di derheqê Sûsîka Simo da nivîsek dinivîse û di rojnameya Rêya Teze da diweşîne. Miqala xwe ya bi sernivîsa “Sûsîka me” de, pesinê deng û hunera Sûsîka Simo dide. Wezîrê Eşo di wê nivîsê da ji bo wê wiha dibêje: “Sûsîka me wek jineke kevneşop xeyal nekin. Performansa ku li ser dikê raber dike û sekna wê bi xwe ra heyrantiyek mezin dide avakirin. Bi taybetî jî ji hêla muzîkê da pirr baş e û dema ku perçeyên bijare hildibijêre û bi performanseke semyan ra digihîne hev. Sûsîk ne tenê li Rewanê, di demek kin da li Qefqasan jî bi nav û deng bû. Ji xwe Sûsîka Simo beriya Radyo ya Rewanê jî hebû…” Lê denge wê bi radyoyê va ji alî hemû kurdan va hat naskirin û hezkirin.

Sûsîka Simo qasî ku bi deng û hunera xwe dihat hezkirin, ewqas di nava jinên Kurd ên Sovyetê da rêya hunermendiyê jî vekir. Bi kar û xebata xwe ya hunerî hêz û cesaret da jinan. Hemû jiyana Sûsîka Simo bi kar û xebata hunerî derbas bûye, lê dîsa jî gor şert û mercên wê demê, tu kasêtek wê derneketiye. Di arşîva Radyoya Yêrêvanê da gelek klamên ku wê straye, hatine qeydkirin, ku ji wan hinek ev in: Evdalê Zeynikê, Zilfanî, Vî Peyayî, Xerîb, Memê Alan, Hey Cane û Lênîn rabû em rizgar bûn. Lê ew herî zêde jî bi kilama xwe ya ku li ser Lênin gotiye va tê naskirin. Sûsika Simo bi dengê xwenî delal bi gotinên kilama Lenîn, şoreş û Lenîn silav dikir. Weke hemû kilamên wê, ev kilama wê ya ku bi navê “Hey Canê“ li ser xortekî xwendekar hatiye derxistin, bi meqam û gotinên xwe va jî kilamek xweş û watedar e.

Xwatir xwestina dinya ronik

Zarokên Sûsîka Simo tunebûn û pir nejiya. Rêwitiya Sûsika Simo ya hunera Kurd heya sala 1977an bi têr û tije dewam dike. Heya wê salê deng dide dehan kilaman, bi hunera xwe dilê her kesî şanaz dike. Dengê xwe kir nava fonda zêrîn, ya stiranbêjiyê, ya radyoya Yêrêvanê para kurdî û ew zengîntir kir. Ji hunera kurdî re mîraseke mezin, ji bo jinan arşîvek û cesareteke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştiye. Di nav tenêtiyê, belangaziyê da, li Yêrêvanê çavên xwe ji jiyanê re digire. Dema rûpelên dîrokê sala 1977an nîşan dide xatirê xwe dinya ronik dixwaze, Gumriye wê dispêrên axa sar.

Belqa Qado (1934, Talîn- 2004 Rûsya)

belga_qado_u_miraz Belga Qado û Mîraz

 Malbata Wê

 Gelê Kurd tu car hin jinên xwe yên pêşeng ji bîr nekiriye. Jinên dilêş ên ku jiyana xwe ji bo hebûna gelê xwe feda dikin, dibin hîmên bîranînên civakî. Yek ji wan jinan Belqa Qado ye. Malbata wê bajarê Qersê, ji ber komkujiya dewleta Tirkan reviyabûn û hatibûn Qafkasyayê. Malbat û eqrebeyên wê jî piştî rev û beza xezeba sala 1918an ji berê xwe dane Ermenistanê, navçeya Talînê. Cî û miskenên bav û kalan xwe yên dîrokî ji Kurdistana bakûr dihêlin. Dema ku li gundê Beroje (Dûzkenda berê) cih û war dibin, bav û kalê wê hewldidin ku jiyaneke nû tanzîm bikin. Belga Qado, di wî gundî de sala 1924an de çavên xwe ji jiyanê re vedike. Malbata Belga Qado, wek malbatên din ji bo ku li hemberî şert û mercên zehmet ên jiyanê têbikoşin dikevin nava têkoşîneke mezin. Gundê wan tenê gundekî kurdên Êzdî bû. Di sîstema dewleta Sovyetê de, li vî gundî jî wek her derê guherînên aborî, civakî û çandî pêk tên: dibistan vedibin, malhebûna gunde kolêktîv tê sazkirinê. Bi saya van guhertinên li gund, xwe bi jiyanê ve girê didin. Belga Qado hê zaroktiya xwe xwediye dengek gelek xweş û taybet bû, jî hema hemû stranên xwe ji gundiyên xwe hildaye.

Keça Belga Qado Nazîka Miraz aniha li Fransyayê dijî. Min Nazîka Miraz re bi alikariya Karîna Oseyan pêwendî danî. Wê ji min re wiha qala malbata xwe dikir: ” Em sê xwûşk, şeş birane. Navên neh xwûşk û bira ew in; Rozika xwûşka min î ya mezin, ez ya duduya me, navê min Nazîke, pey min re birayê min Rostem, Cemal, Kemal, pey ra Robîk, paşê Romîk, Têmûr û ya paşîn jî Culêta, Naro. Birayêkê me jî ya mezin Grîşa, ew jina bavê min ya dinê ye. Tev deh zar. Navê diya min, li şadenamê wê ya bûyînê da nivîsîne Porsor. Lê, çawa hûn dizanin, li bal me Êzdiyan jî gelek dê û bavan şîrînbûna çend nav zarên xwe kirine. Di mala me da diya min ra digotin: Belgîzer, Belgê. Navê Belgê ûsa jî li ser diya min ma heya roja mirinê. Dayika min ewana sê xwîşk û sê bira ne. Navên wan Gulîzer, Gevez, Belgê, Edo, Têmûr û Reşît. Di gundê Beroj da mala me maleke navdar bû, maleke bi qedir, qîmet û siyanet bû. Bavê minî rehmetî Mirazê Nadir ji qebîla Kaşaxa bû. Ew mêrekî çê û xurt bû, merivekî zor, xîret û bi hêz bû. Salên şerê hinberî almanên faşîst ewî bi xîret û çalakiya xwe gelek malên Êzdiyan li navçeya me ji birçîbûnê xilas kir[5].”

Aslika Qadir jî di bîranînên xwe de wiha qal dike: “Dengbêja me ye dengxweş û hizkirî, ya radyoya Yêrêvanê Belga Qado jî cînara me bû, em hewşekê da dijiyan. Ewê û hevjînê wê Miraz gelek ji min hiz dikirin. Hema niha jî ewana ber çavên min in. Belge jineke bedew û tim dev bi ken bû. Ew gelek rêk û pêk bû, cilên wê yên kurmancî yên rengîn, paqij û tim ûtîkirî bûn, ewê nedihîşt toz ser cilê wê rûnê, porê xwe şe dikir, laçika kurdî dida serê xwe û biskên xwe ji ji bin laçikê ra, ser cênîka va derdixist derva, xizêmeke bedew jî tim pozê wê da bû. Gava ez ji mektebe vedigeriyam mal, min gerekê pêşiyê silavek bida wan, ji ber ku riya min e ber bi malê ber derê wan ra derbas dibû, paşê biçûma mal. Miraz xwe ra kiribû xeyset tim bi qûnkî, ser çokan ber dêrî rûdinişt, cixara xwe dikişand û hema usa rûniştî jî dikaribû bi 80 sehetan mirovan ra bikeve xeverdanê. Gava jê dipirsîn gelo nig û çokên wî nawestin, yan naêşin ji wê pozîsyonê, ewî digot, ku di kele da usa hîn bûye, niha jî nikare vî xeysetî terk bike. Kengê ez ji derse vedigeriyam mal û gava çevên wî min diketin Miraz şabûna xwe nikaribû veşarta, beşera wî xweş dibû, radibû ser piya, ez hemêz dikirim, serê min maç dikir û digot; Lela min, gelo kes te naxe, naêşîne, binere haaa, heta bavê te be jî, min ra bêje, ezê ji heqê wan bême der ” (2019: 79-80).

Zewaca Belga Qado

Nazîka Miraz derheqa zewaca diya xwe wiha berdewam kir[6]; ” Dayka min dergistî bûye. Di destpêka salê 1950î diya min Belga Qado nîşan dikin û roja dewata wê bavê min wê ji pencera mala kalkê min Qadoyê Mecît ra derdixe û direvîne. Roja dewata wê bavê min wê direvîne. Xwazgînî tênê bûke siyar bikin lê dinêrin bavê min bûk rewandiye. Bavê min zewicî bû, jina wî ji bajarê Tbîlsê bû, kurekî wî ji wê jinê hebû. Navê wî birê min Grîşa ye. Bavê min yekî li ser xwe bûye. Ew mesele gelek ecebê, tu dikarî wê interesyayê lê bikî. Xwazgînî tên bûke bûynin lê dinêrin bûk tune. Bavê min diya min direvîne. Ew diya min direvîne dibe li ser hewiyê. De bavê min jina wî hebûye. Lê bavê min û jina wî wê hênê hev ne dikirin. Jina wî carekê dixeyîde û diçe Tblîsê, mala bavê xwe. Bavê min 10 salan ji diya min Belgê mezintir bû. Em bi malbetî sala 1954a ji gund bar dikin û diçine bajarê Yêrêvanê.

Gava em zaro hatine dinyayê, mezin bûn, me îdî fem dikir, wekî bavê me diya me gelekî hiz dikir û pêra jî kumreşî wê dikir. Bavê min merîkî hêrs û sert bû. Me tirsa wî newêribû tetika têla malê jî hilda, gava dengê zengil dihat. Em çar xûşk û pênc birane. Sed heyf, sê birên min û xwûşkeke min çûne li ber dilovaniya Xwedê. Em gişk bi ruhê mirovhiziyê, dilovaniyê, tifaq û xîretê li ber destê dê û bavê xwe terbiyet-tore bûne. Bavê min, sala 1980î çû li ber dilovaniya Xwedê. Piştî hilweşbûna Soviyêtê malbeta me jî mîna gelek malbetan ji ber şert û mercên aborî û civakî ji Ermenîstanê derket. Em çûne bajarê Rûsyayê yê bi navê Yaroslavlê. Û diya min 15ê îlona sala 2004an piştî nexweşiya gelek salan li vî bajarî çû ser heqiya xwe. Meytê wê li mexberê Êzdiyan yê li bajarê Tûtayêvê me spartiye ax-berê sar”.

Aslika Qadîr ji bîranîne xwe de wiha qal dike: ”Çîroka zewaca Belgê û Mîraz gelek dirêj û balkêş e. Belge bineliya bajarê Yêrêvanê bûye û di panzde saliya xwe da bavê wê ew kurê bire xwe, Şîrin va dike dergîstî. Şîrin ji gundê Dûzkendê (Beroj) bûye. Hilbet Şîrin ne bi dilê wê bûye, lê kê wan deman guh dida xwesteka dilê qîzan, dewsa wan bav, yan jî bire wan biryar didan qîza xwe bidin kîjan kurî, yan kîjan malê? Diya Belgê bi kirin û firotina temezî û şerê seriyan va, ku ji Taşkendê jê ra dişandin, debara xwe kiriye. Miraz ji gundê Dêrikê bûye, ew bi qîzeke ji bajarê Tilbîsê va zewicî bûye û kurekî wan hebûye” (2019:82).

Carekê jî Miraz tê mala bavê Belgê, ku şera bikire û ew jî li Tilbîsê carek din xwe ra bifiroşe û pera qazanc bike. Hema li vir Miraz û Belgê hevdu divînin û dilê Miraz destxweda dikeve vê qîza bedew û evîna wê wek tîrekê dilê wî dikeve. Wê rojê pê da Miraz ciyê xwe nabîne, xew nakeve çevan û serê wî da tenê Belgê bûye. Bêguman Belgê nizanibûye, ku Miraz zawiciye û kurekî wî heye. Carek, dudu, sise Miraz û Belgê nêzîkî hev dibin û dilê Belgê jî dikeve Miraz. Miraz mêrekî bi simêl, bêxof, bedew û bejnbilind bû. Karê wî, yê sereke qaçaxî û dizî bûye, xelqê ew wek dize dewaran nas kiriye. Jixwe wan deman qîzên cahil hema mêrên usa begem dikirin. Ewana giliyê xwe dikin yek û Miraz diçe xazgînyê Belgê, wekî wê bike jina xwe ya duda. Hilbet, dê, bavê wê nadinê, ji ber ku qîza wan nîşankirî bûye. Dûra Miraz plana revandina Belgê serê xwe da çê dike… Lê turuş nake, dudilî dibe, aciz dibe, xwe dîwara dixe, lê dîsa jî dest ji vê fikirê bernade.

Û gava pê dihese, ku wê Belgê êdî wê rojê siyarkin, ji Tilbîsê bi Seyareke marka “Vîlîs”, ku wek cîpeke eskerî bû, tê ciyê dewatê. Gava êdî def û zurne qeydê siyara lê dixin û xwandî xwe amade dikin, wekî bûkê ji mal derxin. Miraz bi dizî û tele-tel nêzîkî pencere dibe, dinêre wê bûka xêlî kirî bi birayê xwe yê biçûk yê çar salî va tenê di odê da ne. Ew pencerê bêdeng vedike… Go dilê Belgê ji tirsa usa dikuta, te digo qey dixwaze ji cî derkeve. Ew dibêje Miraz, ku ewê pê ra neçe, ji ber ku naxwaze mêr ser wê bên kuştinê û ew dinyayê da jî bibe robet. Gava Reşîtê çar salî dibîne, ku xûşka wî digirî û Miraz jî wê dikişine ber bi pencere, ew jî ditirse û dest bi girînê dike, pê ra jî pêşa xûşka xwe hişk digire û hewil dide wê para vegerîne. Miraz tevlihev dibe û ew jî ditirse, ku nebe dengê giriyê here mêvanan û pilana wî pûç bibe. Ew tepekê dide serê zarê, ku pêşa xûşka xwe berde û Belgê ji pencerê va derdixe û direvîne.

Lê mixabin, gelek caran şer û pevçûn dikete navbera Miraz û Belgê. Belgê jineke berbiçev bû, bejna wê nîvçe, çevên wê reş, wek zeytûnan, diranên wê wek sedefan spî û bi du diranên zêr va jî ew xemilandibû. Serda jî dengekî gelek xweş û bi tesîr lê bû… Belkî ev jî dibû hokara kumreşiyê û mêrê wê destê xwe hildida ser Belga me ye nazik e bextreş. Çiqas diçûm cem wê, tim erdê, ser xalîçê rûniştî, moriyê xwe têl ra derbaz dikir û rext û mircanên xwe va mijûl dibû. Belga Qado gelek ji jiyanê hiz dikir û girîngîke gelek mezin dida cil û bergên xwe. Wê demê tenê qîzeke wan navê wê Rozîk hebû û min jî wek qîza duda hiz dikirin. Ez zêde wan va hatibûm girêdanê”. Aslîka Qadir wan herduya jî pir hiz dike, lê bê taqetbûna xwe, nikaribû tiştekî biguhêrîne. Tenê bi wan ra diêşiya û dilteng dibû. Ji ber ku heman tişt di mala wê da û di piraniya malên kurdan da jî rû dida.

Belga Qado û Radyoya Yêrêvanê

Destpêka salên 1960î dengê Belga Qado bi hereketê rêvebirên radyoyê tê nivîsarê û stranên wê pêşin li radyoyê têne qeydkirinê. Ji ber ku ev sal bûn ku radyo herî zêde bi bandor bû, danasîna hunermendên jin di civakê de atmosferek pir girîng afirand. Di vê pêvajoyê de Belga Qado weke navekî girîng di ronîkirina civakê û têkoşîna jinê de derdikeve pêş. Radyoya Yêrêvanê mirov dikare penase bike wek mektebek bû. Radyo dibe pirake biçûk bi navbera kurdên Sovête û çar parçên Kurdistanê da. Dîsa em rihetî dikarin bibêjin ku Radyoya Yêrêvanê bo pêşdaçûyîna ruhiyeta netewî rolekê dîrokî lîst. Radyo baweriya netewbûnê cure cûre bernameyên xwe di nav milet da bela dikir. Silgî serê radyoyê gelek jinan taybetî jî Belga Qado êdî fikren xwe dikir qîrin. Dema mirov wan çaxên radyoyê yê çalak difikire, mirov hîs dike ku ew kesên kar kirine hemberî her tiştê dengên xwe bilind kirine.

Nazîka Miraz derheqa çûyina diya xwe ya radyoyê wiha behs dike[7]; “Êdî tev Sûsika Simo, nizanim we Sûsika Simo bihîstiye an ne bihîstiye. Sûsika Simo tê dibêje Belgê ware em herin tekevin radyokomîtê da, ew çax dayîka min dirûnkar (terzî) bûye, wek kincan didurî. Waxte bavê min tê girtinê diya min nêta dilê wê tunebûye here radyokomîtê bixebite. Diya min kincên Êzdidî didurit. Sûsika Simo tê dayka min re dibêje dibê were emê herin radyokomîtê da bistrin. Bavê min girtî bûye, diya min xwastiyê bixebite. Bixebite pere qezenc bike, hem bavê min kelê de xwayî bike, hem jî derguşa wê hebûye, xwuşka min î mezin, Roza dest da bûye”.

Aslika Qadir jî wiha behs dike: “Belga Qado bi bextê xwe yî reş va rû bi rû dimîne, nizane kû da here, çi bike, digirî ser qedera xwe û dikeve dêprêsîonê, ne dixwaze ji mal derkeve, nê jî dixwaze yekî bibine. Hema wan çaxan Têmûrê birê wê, ku nas û hevalê hunermenda me, ya radyoya Yêrêvanê, ya bi nav û deng Sûsîka Simo bûye, tê cem xûşka xwe û pêşniyar dike, ku ew bi hev ra herin radyoyê bo tomarkirina dengê wê. Destpêkê da Belga Qado risk nake, ditirse ji xeverdanên ne xweş yên dor, berên xwe û ya girîng, ji şer û buxdanên malmêranên xwe, ku wê bigotana; Hela vê ecêbê binêrin, porkurkiriyê ser xwe va avîtiye, mêrê wê kele da, ew diçe distirê û deng jî dike radyoyê. Têmur gelek ber xûşka xwe dikeve, xwebawariyê û ruh dide ber dilê xûşka xwe. Ew naxwaze xûşka xwe ye hizkirî di vî halî de bibine, tim xemgîn û tim bi girî. Heta carekê jî bi Sûsîka Simo va tevayî diçe cem Belgê, ku ew, wek jineke hunermend, xwîşka wî ra ziman bibine. Sûsîka Belgê hemêz dike, maç dike, ber dilê wê da tê. Dû çay vexwarinekê ra, Sûsika Sima dest bi stirangotinê dike, hinek paşê, Belga me jî dikeve xîretê û ew bi hev ra stiranên govendê distirên û hevdu vedigerînin. Ev hevnasîna wan dibe wek şayîke biçûk, şayî, ku xema Belgê yekalî dike, şayî, ku dibe destpêka jiyaneke nû” (2019: 85-86).

Herneyse, hewildanên wan badîlhewa naçin. Belgê hêdî-hêdî nerm dibe û şabûneke sivik ser rûyê wê tesele dibe, kîjan jî dibû nişana wê yekê, ku ewê di gotina bire xwe da be. Têmur jî serê xûşka xwe maç dike û divêjê; Tu qet berxwe nekeve û xemê jî nexwe kê çi divê û kê çi difikire ew karê wan e, tu guh nede xeyban-xeverdanan, ez birê te me û xweyê te me, eger ez bi xwe te divim û dixwazim tu bistirêyî, xelqê xerîb kî ye, ku kontrola jiyana te û rabûn rûniştina te bike? Dû demeke kin ra Têmur Belgê dibe radyoyê bo tomarkirina dengê wê yî xweş, yê zelal wek zengil. Hunermendê me yî navdar Xelîlê Evdile, ku pisporê pir şereza, yê meyê û zirnê bû dengê wê dibihê, pir kêfxweş dibe û rojekê kivş dikin, ku êdî amade bikevin studyoyê û sazbendê wê jî ewê bi xwe be.

Belge li wir nasiya xwe dide usa jî hunermenda me ye hizkirî Zadîna Şekir, Karapêtê Xaço, Efoê Esed, Reşîdê Baso, Cemîla Çawîş, Egîtê Têcir, Şamilê Beko, Kubara Xudo, Gulîzera Etar, şahê dengbêjên radyoya Yêrêvanê Şeroyê Biro û gelek dengbêjên radyoyê, yên din û êdî ji wan naqete. Belga Qado neh stiranan tomar dike ew bi Karapêtê Xaço va tevayî düet distirê, yek disitirê, yek vedigerîne. Ew usa jî bi Efoyê Esed va tevayî disitirê, Şamilê Beko û Xelîlê Evdile jî bi wan ra meyê lêxistine û çend stirana jî bi orkestira ermeniyan ya radîoyê va diqedîne. Strana “Kûraçiyayê”, ya bi dengê hunermenda me Belga Qado, gelek li min tesîr kiriye û naveroka stranê jî, hetanî hedekê, jiyana wê tîne ber çevan. Li vir kete bîra min, ku bi rastî jî, çiqas girîng e gava merî di demeke rast û di cîkî rast da peyda dibe, kîderê qedera meriyan belî dibe, an jî ew bi binîva tê guhartinê. Ez dibêjim bêy dengê Belga Qado fonda radyoyê wê nivîşkan bûya. Navê Belga Qado kete cêrga navên hunermendên klasik, yên miletê me û ciyê xwe, yê hêja di nav wan da girt, kîjan rûmet û serbilindiya gelê kurd in ne tenê li Sovêta berê, lê usa jî li temamiya Kurdistanê da”.

Vê gavê di arşîva Radyoya Yêrêvanê da weke 10 kilamên Belga Qado hene. Ewê stranên xwe bêtir tevê Karapêtê Xaço, Efoyê Esed gotiye. Stranên wêye eyan evin: “Kura çiyayê tapê Qersê”, “Gulşêna min”, “Hindî were paytexte”, “Sarê rabe sibeye”, “Bêriyê tê ha, bêriyê tê”, “Lê bi holê, lê bi holê” , “Lûr, wey, lûr” û yên mayîn.

Mirazê mêrê Belga Qado li ser bûyerekê diçe yekî dikuje. Ser vê bûyerê Miraz digirin û cezayê yanzdeh salan didine. Wî diavêjine hebisxana Mêtêxê, ya bajarê Tilbîsê, ku hebisxane mezin û ya bi nav û deng. Mêrê Belga Qado pê dihese, wekî jina wî diçe radyoyê û tê û hela ser da jî dengê xwe tomar dike, gelek hêrs dikeve. Aslîka Qadir wiha berdewam dike:  “Ew namekê jê ra dişîne, divêjê wekî ewê serê wî unda kiriye û azadî daye xwe. Ew Belgê tehdîd dike, wekî ger ew carek din here radyoyê, dû vegera xwe ra ewê wê yekser bikuje”. Piştî yanzdeh salan Miraz ji hebisxanê dertê û vedigere mala xwe. Keça wî Nazîk Miraz wiha behsa wan salan dike[8];“Dema bavê min kelê derdikeve nahêle diya min pêş da here. Diya min xwastine biherin wekî welat, dewletan bistrê bavê min nehiştiye. Dema bavê min tê dayika min radyokomîtê derdixe, gelek kes tên ber bavê min dibêjin em malê dinê bidine te bila Belgê bistrê. Bavê min nahêle, bavê min dibêje na, na, na. Zehf meriv hatibûn ku bila bavê min bihêle diya min bê bistrê, zehf meriyên nav û deng rabûne, bila dayka min bistrê, bavê min nehîştiye. Ev çax cimeata Ermenistanê nêhîştine bila jin bistrin” (2019: 99). Paşê nexweşiya penceşêrê di qirika wî da peyda dibe û ew di sala 1982an wefat dike. Belgê dîsa bi zaran va dimîne tenê. Çetinayiya malê ser mile wê dimîne.

Wefata wê

 Jiyana ne rehet, ya pir bi kul, êş û xem, bê rêç di nav salan da tundurustiya wê xirab dike. Gor gotina keça wî Nazîkê[9]; ”Diya min ling û milên wî şil dibe. Me hildida datanî, me neh sala xwayî kir, di nava cî û nivînan”. Zarên wê ew dor bi dor xwey dikirin û sala 2003an ser destê keça xwe Nazîkê, ruhê xwe teslîm dike. Belga Qado, hunermenda me ya navdar li Rûsyayê, li bajarê Tutayêvê sipartina axê. Belga Qado bi hunera xwe va her û her dilê kurda da bijî.

Zadîna Şekir (1943-2008)

zadina_sekir..

Zadîna Şekir

Malbata wê ji ber qetlîamên sala 1918an ew li gundê Hesencano, li devera Dîgora navçeya Qersê koçî Ermenistanê kirîbû. Rêwîtiyek ango koçberiyeke mecbûrî û ew jî dibe sedema veqetîna axa kal bava û hezkiriyê xwe. Bi awayekî din dikare bê gotin ku ev rêwîtiya malbatê, rêwîtiya nefîkirinê ye. Malbata wê êdî welatek dinê xwe re jiyanek nû ava dikin. Zadîna Şekir di sala 1943an li gundê Karvanserayê ya navça Axbarana Ermenistanê ji dayik bûye. Piştî demekê şûn de malbat koçî Yêrêvanê dike. Êdî li vir niştecih dibin. Malbat bi wan koçkirinê va ji ber perîşanî û belengaziyê êdî dilê xwe nas nakin. Gelek rojên çetin li xerîbiyê dijîn. Ji Kurdên Êzdî, wekî binemal bi eslê xwe ji eşîra Rojkiyane. Ew li Yêrêvanê heta dibistana navîn dixwîne. Navê dêya wê Ferzê, navê bavê wê jî Şekir e.

Zewaca wê

Zadîna Şekir ku bi çîroka jiyana xwe ya xemgîn û bi taybetî dengê xwe tê naskirin. Li ser jiyana wê ji bilî ku ew di Radyoya Yêrêvanê de xebitiye, dengbêjekî baş e û xwedî çîrokeke evînî ya xemgîn e, zêde agahî mixabin nehatine nivîsandin. Zadîna Şekir yek ji jinên pêşî bû ku li Radyoya Yêrêvanê dest bi kilam gotinê kiriye. Zadîna Şakîr dema ku weke jin stran digot, êw rewş di nava civaka Êzdiya de rewşeke ecêba giran bû. Tê zanîne Zadîna Şekir ne tenê bi stranbêjiya xwe, bi zewaca xwe ya bi ciwanên Ermenî re jî aliyê civaka Êzdiya rastî bertekên mezin tê. Yek jî hevalê wê yê nêzik Aslîka Qadir derheqe Zadîna Şekir wiha qal dike: “Zadîna Şekir gelek bedew bû û xazgînyên wê jî di nav xortên kurdan da pir bûn, yek ji yekê baştir û serketîtir. Lê, telebext ra, bi nêrîna min, ew ketibû bin tesîra Sûsîka Simo, mêrê kîjanê ermenî bû û ew jî xortekî ermenî va revî. Bo van deman ev tiştekî sênsasîonêl bû û ji aliyê civaka me va wek rûreşî û şerm dihat binavkirin. Apê Şekir reva qîza xwe bi tu awayî nikaribû daqurtîne û bimehîne, lê tiştek jî nikaribû biguharta. Ev bû derdeke mezin, ya bi êş û derdekî giran bo wî, kîjanê jî tesîrî ser sehet û tundurustiya wî kir. Dereng nekişand, ew çû ser dilovanya Xwedê. Zadîna Şekir mêr kir û qîz û kurek wan ra çê bûn. Ne qîza wê, ne jî kurê wê, bidaxewa, xwe kurd hesav nedikirin, nediketin nava kurdan û kurdbûna diya xwe vedişartin ji der dorên xwe. Zadînê xwe bextewar nedidît, ez bawar im ew poşman bibû, ji ber ku ewê li wê malê da xwe biçûk û xerîb hîs dikir, lê nîşan nedida. Ew her tişt davîte nava dilê xwe û ber xwe dida, hema ew dilikê nazik î barkêş jî nişkê va sekinî û bû hokarê wefatbûna wê. Hunermenda meye xas û hizkirî hê genc bû û hê gelek tişt dikaribû bikira, lê feleka xayîn derket himber wê û ew ji me qetand” (2019:132).

Zadina Şekir mêrê xwe hez dike û dizewice, keç û kurek wan çêdibe, tê gotin zarokên wê jî ji ber du ziman û kulturan de û ew bi wan re gelek tengasiya dijî. Lê mêrê wê mirovek halxweş bûye û heta dawiya jiyana wê hevkarî û piştgiriya wê dike ku ew karê xwe yê hunerî îcra bike. Her çiqas bavê wî ji keça xwe Zadîna pir hez dike jî, ji ber vê zewacê tu carî ew efû nekiriye. Zadîna li ber hesta sûcdariya mirina bavê xwe, gelek rojên giran û çetin kişandiye. Aliyê malbata xwe ve tu cara nehatiye efûkirin û hemû jiyana xwe di tenêtiya xemgîn de derbas kir. Cabdare Rojnama Reya Teze Mirazê Cemal wiha qala Zadîna Şekir dike[10]: ”Ez Zadîna Şekir nas dikim. Min tev nan jî xwariye. Merzelê wê goristana Ermeniya de ye. Zarên wê ermenî bûn, mêrê wê jî. Waxtekî Aslika Qadir dema li vira Yêrêvanê bû, gazî min kir got warê. Ez rêketim çûm, Aslikê sifre danibû, ez rûniştim, Zadîn û mêrê wê jî rûniştibû. Me nan xwar, min lê nihêrî Zadîne giriya, hêsir çavan hat. Min got çima digirî Zadîn? Got tu tiştekî min kêm nîne, zarokên min heye, ereba min heye, ewa zilamên min e. Got tenê bextê min tunebû, ez tevî milete xwe nezewicîm. A got bo vê yekê dilê min tijî bû. Hema ser texte vekirî gote min. Dengê wê xweş bû. Dema Sovyetê komeke ermeniya hebû, Zadîn jî diçû welatên dereke wek Çekoslovakya ye digeriya. Kilam digot, taybetî Dêresorê Piçûkê. Kilamên wê hene di radyoyê de.”

“Zade bo me û bo kurdên Sovêtê bû sîmbola şerefe, xîretê, mirovatiyê û kurdîtiyê”.

Zadîna Şekir, di zarokatiya xwe de dest diavêje karê stranbêjiyê. Wek hunermendên jin destpêkê li derdoreke teng, ango li dawet û di şevbihêrkên dost û hevalan de, hunera xwe peşkeş dike. Bi vekirina Radyoya Yêrêvanê ji çend hunermendên jin ya destpêkê ye ku stranên xwe li radyoyê dibêje. Hilbet radyo bo pêşkêşiya hunera Zadîna Şekir dibe xala herî girîng. Tosinê Reşît di nivîsara xwe de agahiyên gelek balkêş dinivîse[11]; ”Her tişt gor daxweza dewletê bû û bi îmkanên dewletê dihatin kirin. Di destpêkê de rê ne didan wekî stranên mêraniyê (stranên besa şera dikirin) bên weşandin. Wê demê stranên evîntiyê û govendê dihatin tomar kirin û weşandin. Dû re rêya stranên mêraniyê jî hate vekirin. Ji havîna sala 1963an, gava Yekîtiya Sovêtê bi teherekî vekirî piştgiriya şorişa başûra Kurdistanê kir, vê carê rê dane stranên kurdperwariyê jî. Usane çi ku dihat kirin gor daxweza dewletê dihat kirin û kesên di radiyoyê de kar dikirin, karê xwe dikirin, karê dewletê spartibû wan, karê ku wan ji bo wî karî mûçe (maaş) distandin. Çi ku tê ser dengbêj û stranan, kesî ew amade ne dikirin, ew bi xwe hosta bûn. Hinek stranbêjên ku dengê wan xweş bû, lê ezmûna wan kêm bû, çawan Zadîna Şekir, Aslîka Qadir, hingê Egîtê Cimo ji bo wan stran dijbartin, amade dikirin û bi wan re meyê dixist.”

Zadîna Şekir bi vebûna Radyoya Yêrêvanê re, ciyê xwe di nav stranbêjên radyoyê de êdî digire. Temûrê Xelîl derheqa Zadîna Şekir de wiha qal dike: ”Ji bo wan asteng tunebû ku bên dengê xwe qeyd bikin lê ew ên dinê mêrê wan, bavê wan, birayên wan nedihêştin. Digotin eyb e wê herkes dengê te bibîze. Wana bi rêya hinek nas û dostan dihatin. Mesela Zadîna Şekir qîzapa min e. Bavê min destûr ji apê min dixwest û dibir radyo hemû stranan qeyd dikirin. Hinek jî bi nas û dostan me wan dianî, hinek jî qîz bûn 14-15 salî bûn tu asteng li ber wan tune bû. Destûra wan didan, dihatin distiran.” (Polattağ, 2022) Di nav demek kurt de nav û dengê wê yê zelal û pak bi stranên gelerî li seranserî Kurdistan û Qafkasyayê belav dibe. Zadîna Şekir bi taybetî ji bi strana xwe ya “Dêresorê piçûkê” tê nasîne. Zadîna Şekir bi wê stranê zêdetir tê nasîn, lê stranên dawet, dîlan, şahî û bi wan kilama jî deng dide. Tê gotin ku ew hunermendek wisa bûye ku hema weke hunermend ji diya xwe bûye. Di temenek gelek piçûk de dest bi stranbêjiyê kiriye, bi huner û stranên xwe bi gelê kurd daye qebûl kirin.

Birastî jî Zadîna Şekir hizmetek mezin daye, bi kilamên xwe hafizeya civakekê parastiye û ev hafize gihandiye roja îro. Kilamên heta roja îro di zar zimanê milete me de ye, ji bo Kurdan nirxeke giring e. Tiştê şabûnê ewe ku wekî hunermendêkî jin tevî gelek astengî û qedexeyan bi hunera xwe, dengê xwe gihandiye heta roja îro. Giştî kilamên wê li ser mêraniyê, bêmirazî, evîn, bêrîkirin û mijarên dinê ye. Bo vê em dikarin bêjin ku di her kilameke xwe de hîsên xwe jî bi bi tev kilaman kirine. Li ser radyoya Yêrêvanê bi stranên xwe yên; Derwêşê Evdî, Kewa Gozel, Malka Semo, Emer Axa xêrê nebînî, Hey lê lê lê lê, Hey vî vî vî, Dêresora Piçûk e, Lê gidiye, Dînê, Çîl heyranê, Yar were keçik û hîn gelek stranên dî bi dengbêj Mecîdê Silêman re strayê û deng daye. Kilama Dêresorê Piçûkê strana ku wê digot ya herî navdar e. Her weha li radyoyê ew bi gelek hunermendên bi nav û deng re stranên duet straye. Mirov dikare derheqe Zadîna Şekir de bibêje ku eger çend kilamên wê di radyoyê da hene nay wê manê ku tenê ew kilam in. Gelek kilaman dizane, li ser çend sebeban kêm hatine qeydkirin û qebûlkirin.

Di sala 1959an de Sînemakarên Ermenî berhema Erebê Şemo ya bi navê Kurd li Ermenistanê wek fîlmeke belgeyî hatiye kişandin. Di belgefîlmê de muzîka Zadîna ya navdar "Dêresorê Biçûkê" wekî paşxaneya muzîkê hatiye bikaranîn. Eskerê Boyîk di pirtûka xwe wiha dibêje; “Sitrana Zadîna Şekir ya bi navê “Dêresorê Biçûkê” xemleke delal dide fîlmê”. Zadîna Şekir bi Egîdê Cimo re di salên 1970yî de orkestrayekê dadimezrînin, konsertan didin û diçin şahiyan. Ligel grupek ermenî ya reqasî beşdariyê dike. Dîsa Eskerê Boyîk di heman pirtûkê de li ser Zadîna wiha dinivîse: "Zadîna sitranbêja dema xortaniya me ya here hizkirî bû. Xwedê dengekî nazik û şîrin dabûyê….Eger dewleta kurdan ya netewî hebûya, hunermendiya mûzîkayê li ser asta akadêmî bûya, Zadîna wê li cihana sitranbêjiyê da bibûya stêrkeke here geş e nemir." (2019: 91).

Aslika Qadir jî di bîranînên xwe de wiha berdewam dike” Kurdên me jixwe di hizreta konsêrteke bi vî rengî da bûn, ji ber ku mêj da tiştekî ha mezin ne hatibû pêşkêşkirin. Gişt li wir berev bibûn, heta ji nehiya Hoktêmbêryanê û Telînê jî gelek merî hatibûn, ku guh bidin mey û zirna Egîtê Cimo, dengên hunermendên me Zadîna Şekir, Dilovan, Diyana Wekîl, Elîxanê Başik, Elîxanê Reşo û temaşeyî koma reqasê bikin. Çerkezê Reş du stiranên kurdî, ku kompozîtorê ermeniyan Komîtas ser xebitîbû, lê ew bi ermenkî nivîsîbû, wergerand kurdî û Diyana Wekîl, ku konsêrvatoriya ser navê Komîtas xilas kiribû, ew bi dengê opêrayê pêşkêşî gişta kir. Koma reqasê jî, cilê kurdên êzîdî, yên rengo-reng berxwe kirî, ew şayî xemilandin û xemileke mezin dane” (2019: 322).

Mûzîsyenê me yî bi merîfet Egîtê Cimo di zaniştgeha muzîkê, ya ser navê Romanos Mêlîkyan da xwe fêrî gramer û têknîka muzîkê profêsîonal dike. Aslika Qadir jî kiribû solîsta wê grupê. Wana tevan xwe amade dikirin bo bernameke têlêvîzyona Ermenistanê. Lê cileke Aslika Qadir, kincekê maqûl bo ku pê derkeve têlêvîzyonê, an jî bo dike, tunebûye. Ew çax Zadîna Şekir tê bîra wê û wiha wê bîranîna xwe qal dike: ”Çi bikim, çi nekim û nişkê va hunermenda me ye mezin û hizkirî Zadîna Şekir kete bîra min? Min zanibû, ku cilê wê hene, ji ber ku ew jî bi Sûsîka Simo va tevayî derdiket konsêrtan. Ez çûme mala wan û min hal hewal jê ra gilî kir. Ewê, bêy, ku ser mesele raweste, yekcar cilên xwe ber min raxist û got; Kîjanê begem dikî dikarî hildî û me ra serketin xwast….. Zade bo me û bo kurdên Sovêtê bû sîmbola şerefe, xîretê, mirovatiyê û kurdîtiyê. Kurd miletek e, ku hêjayî serxwebûnê ye, miletek e, ku wek milyatekê xêrê, tê hewara her miletî û mirovatiyê” (2019).

Hevdîtina Zadîna Şekir, Aslika Qadir tevî Kendal Nezan û Sediq Şerefkendî

Zadîna Şekir tevî Aslika Qadir bajarên wek Moskova, Parîsê Kendal Nezan û Şerefkendî re tê cem hev. Dema Moskovayê konferans çê dibe, wek hunermend gazî Zadîna Şekir û Aslika Qadir jî dikin. Dema konferans xilas dibe, ew her du hunermend kilamên xwe va nivîskar û rewşenbîrên me bextewar dikin. Dema Kendal Nezan wek serokê Esntîtûta Parîsê hatibû Moskovayê Zadîna Şekir nas dike û plakek binî da Bilbila Kurdistanê nivîsîbû dide wê. Zadîna Şekir dengê wê ewqasê baş bû her tim bi xelata dihat qîmetkirinê. Navê Bilbila Kurdistanê êdî jê re wek navek qedirgirtinê dimîne. Derheqa wan rojan de Aslika Qadir wiha bîranînên xwe tîne ziman: “Li konferansa ser mesela kurd û Kurdistanê li bajarê Moskvayê, ya 1990an da Sediq Şerefkendî, sêkrêterê giştî yê PDKIê ji tê da cî girtibû. Ew merîkî gelek ronahî bû û ji wî tenê pozîtîv dibarî. Gelek ji kurdên ji derva hatî, axaftinên xe bi zaravê soranî dikirin û gerekê bêjim, bidaxewa min wê demê ev zarav fehm nedikir. Ez rûniştibûm kêleka zanyara me Zara Yûsûpovayê û em tam tê nedigihîştin naveroka axaftinên wana, me çavên hev dinêrî û ev jî gelek diçû zora me. Dû bidawîhatina konfêransê ra em gişt bi hev ra çûne rêstoraneke mezin, 100î zêdetir dêlêgeyên konfêransê, mûzîsyen û hunermend cî dibûn. Ji hunermendan Zadîna Şekir, Dilovan û ez bûm. Koma me ra usa jî def û mey hebû, lê navên sazbendan nayên bîra min. Rehmetiyê Şerefkendî û serokê Înstîtuya kurdî ya Parîsê birêz Kendal Nezan bi stiran û dengê Zadîna Şekir va gelek bi jiyan dibûn. Kendal Nezan car-car radibû ser nigan, dest û milên xwe radikire jor û bi rîtma sitiranan va xwe dibir, dianî û pê ra jî distira” (2019: 314-315).

Ez pir bextewar bibûm, wekî min ev camêrên welathiz û navdar nêzîk va nas kir û ew min ra bûn mînakên mirovatiyê, bûn sîmbol û kesayetiyên rasteqîn, yê tekoşîna bo azadiya Kurdistanê. Ew him siyasî bûn û heman demê jî, pir folklorî bûn. Bi kurtî gotî, ew kurd bûn.

Piştî çend mehan Kendal Nezan ez û Zadîna Şekir gazî Parîsê kirin. Dr. Sadiq Şerefkendî pê hesiya bû, ku em du hunermend li Parîsê ne, gotibû Kendal Nezan, wekî ew dixwaze ese me bibine. Dr. Şerefkendî em bi grupeke biçûk va dewatî rêstoranekê kirin. Min li wir cara yekê dît, wekî fransî ji hêtên beqan xwarinekê amade dikin û ew wek tametîsk (dêlîkatês) dihate hesabê. Jina xebatkarekî Înstîtuya Kurdî, ku me ra bû, bi îşteheke mezin hêtên beqan dixwar û lezet jê didît”. Dema diçin Moskovayê Dilovane kurê Reşîdê Baso jî cem wane. Dilovan derheqa Zadîna Şekir de wiha qal dike[12];” Zadîna Şekir, gelek gelek kulfetek baş bû. Milete me yek wê naxwaze, ji ber ku diçe radyoyê kilam distrê. Tu dizanî kê diçe radyoyê kilam dibêjin her yek tiştek dibêje. Jinek bedew û simpatîk bû. Birê minî rehmetî, Zadîn ewana tev koma reqasê ya Egîdê Cimo de bûn. Wana li vir hem dilîstin hem jî distrand. Zadîne hemû tiştên wê maqûl bû. Em tev çûn konferansa Moskovayê. Gelek rewşenbîr hatibûn, ez nikarim nava bijmêrim. Kendal ewana teklîfî Fransayê kirin. Paşê ez jî çûm Avrupa. Paşê Zadîne min re got, ez dixwazim herim Avrupayê. Min jî hevalên hunerkomê re got û Zadîn gazî Almanyayê, Bonê kirin. Zadîn, Hemîdê Mecîd û gruba Tiblîsê Casim wana jî tev hatibûn. Li vir Hunerkomê Zadîn, Hemîdê Mecîd re kasetek derxistin. Ew çax mezin bibû, cigare dikişand, dengê wê baş dernediket. Wek ciwantiya xwe nebû, sala 60-70î nebû. Zadîne taybetmendiyekî wî hebû, Zadîne durist bû. Zarên wê xwe zêde kurdan nedigirtin. Zadîna di navbera kurda û ermeniya ma bû. Zadîna dixwast berê zarên xwe bide ber bi millete me. Zadîna stranbêj bû, stranbêj nebûya yê biheliya biçûya. Stranê kurdî hez dikir, dengekî wî ya xweş û nazik hebû. Radyoyê de gelek kilamên wê hene. Lê 20 sal şûnda sala 1988an wan salan derket. Ez carna diçûm mala wan, me qehwe vedixwar. Carekê min re got Dilovan bire tu xelq nînî, yekî milete me min nexwest, bavê min jî gelek dixwast lê kesek min nexwast. Te re bibêjim Zadîne bû 25-26 salî. Ew çax 25-26 salî pir eyb bû, yanî yê di mal da bi ma. Ew û mêrê wê bajar diman û usa zewicîn.”

Sala 1979an dema Yekta Uzunoğlu tê Yêrêvanê gelek girêgiren civaka Ermenistanê dibîne. Casimê Celîl, Heciyê Cindî, Zadîna Şekir, Şûşanik Xan (operatora Radiyoya Yêrêvanê) û gelek kesên din dibîne. Ew jî Zadîna Şekir, yek ji bilbilên mûsîka Kurdî ye bi nav dike. Derheqe gera xwe ya sala 1979an wiha dinivîse: ”Min di sala 1979an de li mala Zadîna Şekir, li Êrîvanê çend stranên wê tomar kirin û bi dizî derxistin derveyî Sovyetê! Piştî 40 salan dengê bilbila muzîka Kurdî bi we re parve dikim. Kerem kin; kilama navdar ‘Ximşê’ ji dengê Zadîna Şekir. Wan salan gelê me yê bindest her şevan bi dengê Zadîna Şekir şa bibûye, em gotinê wê hin dibin. Naskirina Zadîna Şekir wiha tîne ziman: ‘Naskirina milyaketê muzîka kurdî şikr ji min re bû qismet’ ” (https://www.facebook.com/Dr.YektaUzunoglu).

Sala 1992an Nizamettin Ariç li Ermenistanê filmekê bi navê Kilamek ji bo Beko dikşîne Zadîna Şekir û Aslika Qadir diçin cem wî. Ev çax wêneyekê tev dikşînin. Nizametin Ariç 30 sal şûnda dema medya civakî di Twittirê de wêneyên xwe parvekirîbû wiha nivîsîbû: ”Dema min li Ermenistanê filma xwe “Kilamek ji bo Beko“ dikişand, herdu stranbêj û ronakbîrên welatê min Aslika Qadir û Zadîna Şekir hatibûn serdana min. Keça min Bêrivan, kurê min Alan Cavo û Apê Şiko jî bi me ra di nav wê kêfxweşiyê da bûn. Ez bi nav û dengê herduyan serbilind im.” (https://twitter.com/search?q=nizamettin%20ari%C3%A7&src=typed_query). 

Mirina Wê

Zadîna Şekir di seranserê serpêhatiya xwe de tûşî gelek astengî û nexweşiyan hatiye. Zadîna Şekir jiyaneke bi keser jiyaye. Ev taybetmendiya jiyana wê û civaka ku lê jiyaye Zadîna Şekir dike jineke bi keser. Zadîna piştî ewqas tehlî û tengasiya di sala 2008an de, di 65 saliya xwe de dema ji otobusê dadiket li ber sînemaya Rosiya ya li navenda Yêrêvanê, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dide. Zadîna Şekir, li Yêrêvanê goristana ermeniyan binax dikin. Goristana ermeniyan dibe warê wî yê heta hetê. Di wan salên dawî de peykerê wê li Hewlerê çêdikin. Çend heykelên kurdên Sovyetê çêdikin yek jî ya Zadîna Şekir e. Ew jî tê wê wateyê hunera wê gelek bilind qîmet dikin û bîr tînin.

Peykerê Zadîna Şekir

Encam

Dîroka muzîka Kurd de jinên xwedî ked her tim bûne xwedî cihekî taybet. Ev her sê hunermendên jin xwedî hizmet û rolek mezin in. Ev hersê hunermend di nav cêrga hunermendên kurdên Sovyetê de ciyekî layiq digire. Berî her tiştî divê em destnîşan bikin ku politikaya dewleta Sovyetê hemberî miletên kêmjimar nebûya dibe ku me ew her sê hûnermendên xwe nas nekira. Divê em wê xalê tu car bîra nekin. Di nava Kurdên Sovetê de ev her sê jin hemberî feraseta feodal rûbirû mane, bi tekoşîna xwe va bûne pêşengên muzîka Kurdî. Tevî gelek astengiyan meşa xwenî hunerî domandine. Sûsika Simo, Belga Qado û Zadîna Şekir di jiyana xwe ve her tim yê dilê kurd de bimîne. Di wî warî de em dikarin ew her sê hunermendên jin wek mînaka herî ber bi çav nîşan bidin. Divê em her tim pesnê wan her sê hunermendên jîn bi çîroka wanî dilsoz, evîna wan û bi dengê wanî xweş û zelal her tim bîr bînin. Ji ber ku stranen wan îro jî dilê me hişyar dike. Yê di nav hunera kurdî de bibe çavkaniya zêrîn. Divê huner û çîrokên wan tu car di nav rûpelên dîrokê de veşartî nebîne.

Çavkanî    

Alakom, R. (2023).  Rêya Teze (1930). Avesta

Boyik, E. (2019). Çanda Soveta Berê. Peywend.

Celîl, C. û Celîl, N. (2001). Stran û Awazên Kurdî (Cild 4- 5). Înstîtûta Kurdzanîyê.

Eşo, W. (1971, 17 Sibat).  Dengbêja Merîfet, Rêya Teze.

Gültekin, M. (2020). Bandora Hûnera Dengbêjiyê Di Avabûna Nasnameya Netewî Da, Kürd Araştırmaları Dergisi, 4.

İnanç, Z. (2017). Di Radyoya Yêrêvanê de Dengê Kurdî. İBV.

Polattağ, H. (2022). Dengbêjên Jin yê Radyoya Erivanê, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Teza Lîsansa Bilind, Mardin.

Qadir, A. (2019). Welatê Me Kurdistane. Avesta.

Reşîd, T. (2011).  Em bi zimanê xwe Kurd in. DO.

https://www.bernamegeh.org/dengbeja-nemir-belga-qado-piriske-mihoyi/

https://www.facebook.com/Dr.YektaUzunoglu

ANF (14.07.2011). Elegez’in Büyülü Kadın Dengbejleri, www.ozgur-gundem.com       

 

Jêrenot

[1] Axaftina li gel Firîda Cewarî li Yêrêvanê, 23.06.2018

[2] Axaftina li gel Prof.Celîlê Celîl bi telefonê, dîrokên cûda…

[3] Axaftina li gel Eskerê Boyik bi telefonê. 30.07.2018

[4] Axaftina li gel Dilovan bi telefonê, 23.07.2023

[5] Axaftina li gel Nazîka Miraz bi telefonê, 30.06.2023

[6] Axaftina li gel Nazîka Miraz bi telefonê, 30.06.2023

[7] Axaftina li gel Nazîka Miraz bi telefonê, 30.06.2023

[8] Axaftina li gel Nazîka Miraz bi telefonê, 30.06.2023

[9] Axaftina li gel Nazîka Miraz bi telefonê, 30.06.2023

[10] Axaftina li gel Mirazê Cemal bi telefonê, 21.07.2023

[11] Tosinê Reşîd, Radîoya Yêrêvanê, Heta Kingê?

[12] Axaftina li gel Dilovan bi telefonê, 23.07.2023