Performansa Şanogerên Kurd Di Dema Erdhejê De
Makale / Mîrza Metîn

whatsapp_image_2023-03-27_at_12.15.40 Di 6ê Sibata 2023an de li Mereşê du erdhejên tund pêk hatin ku yek jê 7,7 ya din jî 7,6 pile bû. Erdhejê bandor li 11 bajaran, dehan navçeyan, sedan gundan û bi mîlyonan mirovan kir ku bajarên Rojava û Surîyê bi gelemperî derveyî van hejmaran tê hiştin. Tevî van bajaran bê hesapkirin, bobelateke wisa mezin pêk hatîye ku bi salan jî dê bandorên wê were hîskirin. Lewre li alîyê Tirkîyê dewleteke muteahît ku tenê ji bo berjewendîyên xwe û ên derdora xwe kar dike, serdest e; li Rojava ji ber rewşa şerê rêvebirîyeke ku hê nebûye xwedî organîzasyoneke bi hêz a civakî û dewletî li hemberî bobelatan, heye; rewşa Surî jî dikare bê gotin weke Tirkîyê ye. Ji ber van sedeman jî bandora erdhejê du qat zêde bûye. Li gor agahîyên înternetê û li gor gotina şanogerên bajarên Rojava û Surîyê hema bêje qet alîkarî neçûye wan deran. Lewma jî bandora erdhejê çar-pênç qat zêde bûye. Ev tê wê wateyê ku wehşetekê qewimîye li wir. 

Armanca vî gotarî ew e ku piştî erdhejê rewşa şano û şanogerên mexdur ku di qada erdhejê an jî derdora qada erdhejê de kar dikirin berbiçav bike, arşîv bike û bersivên van pirsan lêbigere: Şanoger piştî erdhejê çi kirin û niha çi dikin? Lîstikên xwe dilîzin an dê kengî bilîzin? Dahatûya şanoya xwe çawa dibînin? Piştî erdhejê di polîtîkayên xwe yên hunerî de guhertin çêbû an na, heger çêbûbe guhertinên çawa ne? Projeyên wan ên ji bo dahatûyê çi ne? Di vê astê de pêdivîyên wan çi ne? Mekanên wan di çi rewşê de ne? 

Divê di serî de bê dîyarkirin ku hemû şano û şanogeh û şanogerên Kurdistanê, Tirkîyê û Surîyê ji ber erdhejê mexdur bûn, bi taybetî jî kom û şanogehên serbixwe. Lewre atmosfer û derûnîya heyî pir tund bû û rê nedida ku çalakîyekê hunerî pêk were, tevî vê jî tu piştgirî ji alîyê dewletê nedidîtin. Dîsa divê bê dîyarkirin ku şanogerên ku di herêma erdhejê an jî derdora wê de dijîn, ji yên din bêhtir bandor girtin. Gelek şanoger di binê kavilan de man û çûn dilovanîya xwe, hinek ji wan mal û xanîyên xwe wenda kirin, hinek şanogeh hilweşîyan û hemû şanoger bê kar man, xêncî şanogerên ku di şanoyên dewletê an jî ên şaredarîyan de bi meaş dixebitin. Lewma ev gotar dê bêhtir bala xwe bide şanoyên taybet û serbixwe û nexasim jî şanoyên Kurdî. 

Hê ku bandora pandemîyê teze xelas bûbû ku ji bo şanogeran bobelateke din bû, îcar erdhej hemû xabatên hunerî û şanoyî da sekinandin. Şanogerên mexdur şuna ku mexdurîyeta xwe pak bikin xwe hazir kirin bo mexdurên asta yekem, him çalakîyên aktîvîstî him jî çalakîyên hunerî çêbikin û performanseke muezam ya mirovîyê derxistin pêşîyê. 

Şanoyên Kurdî xêncî bandorên erdhejê, pandemîyê, şer û polîtîkayên xirap ya dewletê, bi dehan salan in bi zordestî, qedexe û sansura dewleta Tirkiyê re rû bi rû dimînin. Lewma jî bertek û qabilîyeta şanogerên kurd ya li hemberî krîzan bi demê re gelekî xurt bûye, zû bi zû dikarin organîze bibin û krîzan bi rê ve bibin. Rêvebirina krîzan bi du awayî ango bi du helwestan pêk tê. Yek, mudaxele û planên demkurt; dudo, mudaxele û planên demdirêj; planên demkurt jî ya demdirêj jî di nava xwe de dibin du beş: yek, planên aktîvîzmê (mirovî) bo civakê; dudo, planên hunerî bo civakê. Yanê mudaxaleyên şexsî û hunerî ji hev cuda dibin. Ev yek di pratîka şanogeran de xwe gelekî bi bandor dide der. Dema erdheja Wanê de jî dîsa heman mudaxele û plan pêk hatibû. Ne tenê erdhej û bobelatên xwezayî de, dema şer, protesto, guherînên civakî de jî piranîya şanogeran xwe paş de nahêlin. Him aktîvîstî dikin him jî karê şanoyê didomînin û hewceyê gotinêye, him jî aktîvîstîya hunera  xwe dikin. Yek ji wan mînakan jî ew e, dema Işîd êrîşî kurdên êzîdî kiribû bi hezaran mexdûr mecbûr mabûn hatibûn li bajarên bakur li kampan bi cih bûbûn. Wê çaxê jî gelek şanoger û hunermendên kurd çûbûn kampan û him wek aktivîst him jî wek hunermend xebatan meşandibûn. 

Mudaxale û planên demkurt wisa pêk tên: Komên Şanoyê bi rêxistin an jî bê rêxistin bi serkêşîya xwe ango bi însiyatîfa xwe, an bi şexsî, an jî bi komî -her çiqas bi xwe jî mexdur bin- diçin qada krîzê karê akutê dikin; alîkarîya mirovan, komeleyan û sazîyan dikin; an jî di demeke kurt de organîze dibin û tevlî xebatên alîkarîyê dibin. Di rojên ewil de gelek şanoger bi serkêşîyên û derfetên xwe çûbûn qadên erdhejê ku herî zêde zirar dîtibûn. Him bi hêza hiş û laşên xwe di mercên fîzîkî de alîkarîya mexduran dikirin, him jî heta ji destê wan dihat ji ser medyaya civakî şopînerên xwe ji rewşê agahdar dikirin, bangewazîyên alîkarîyê dikirin û pêdivîyên qadên xwe li ser hesabên xwe yên medyaya civakî dinivîsandin û daxwaz û pakêtên alîkarîyê birêve dibirin. Her wiha li hember kayyumên dewletê ku dişandin qada erdhejê jî çareserî û sîstemên nû ên alîkarîyê diafirandin tevî hunermend û aktîvîstên din ku bikaribin alîkarîyên xwe bidomînin. Her wiha hinek şanoger di qad û bajarên xwe de an hevkarî dikirin bi sazî û dezgehên civakî re an alîkarîya wan sazî û dezgehan dikirin an jî dibûn pêşengên alîkarîyan û her wiha wan jî her roj ji ser hesabên xwe yên madyaya ciwakî rewşa heyî û pêdivîyan daxwaz û eşkere dikirin ku dilxwaz bi wan re bikevin têkilîyê û alîkarîyên xwe bişînin. Hinek jê alîkarîyên madî berhev dikirin, hinek jê mekanên xwe yên ewle vedikirin bo malbatên mexdur, mekanên xwe dikirin mal ji wan re, hinek jê xanîyên ewle ji mexduran re eyar dikirin û eşya ji bo wan berhev dikirin, hinekan mekanên xwe yên şanoyê veguhestibûn kiribûn depoyên alîkarîyê, û hinek ji wan planên demdirêj plan dikirin ji bo mexdurên erdhejê. Lewre wisa xuya dike ku bandora erdhejê dê bi salan berdewam bike.

Mudaxele û planên demdirêj jî wisa pêk tên. Kêm zêde piştî mehek û nîv şanoger vedigerin qad û planên xwe yên berê û li gor bandora erdhejê planên xwe ji nû ve ji ber çav derbas dikin. Piranîya şanogeran vê yekê dipirsin: Gelo em dikarin ji bo zarok û ciwanan çi bikin? Ji ber wê jî platforman ava dikin, ji pisporên pedagojî û derûnîyê piştgirî digirin, perwerdehîyan digirin, bi sazîyên Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropîre hevkarîyan dikin, serî li fonan didin û hwd. ku bikaribin planên demdirêj bi zanayî û profesyonelî bi rê ve bibin ji bo mexdurên erdhejê. Dikare bê gotin, ji niha ve ji bo van karan pêk bînin 2-3 sal danîne ber xwe. 

Ji alîyekî din, hemû jî kêm zêde berî heftîyekî dest bi pêşandana lîstikên xwe kirine ku piranîya wan vê yekê ji bo alîkarîya mexdurên erdhejê dikin. Him ji bo morala mexduran bilind bikin him bikaribin ji bo wan pere berhev bikin dilîzin lîstikên xwe. Piştî erdhejê li gor çavderîya hinek şanogeran rêjeya bîneran sedî çil kêm bûye, li gor hinekên din jî rêjeya bîneran wek berê ye. Ev yek li gor bajaran diguhere. Lewma Dîyarbekir jî zirar dîtibû ji ber erdhejê trawmaya mirovan zêdtir bû, loma jî normal e ku mirov ji ber trawma û tirsên xwe neçe şanoyê, nekeve cihên girtî û qelebalix. Lê li Batmanê heman zirar çênebûbû û li gor gotina şanogerên Batmanê rêjeya bîneran wek berê ye. Her wiha, şeş ji yanzdeh bajaran hema hema ji holê rabûye û zehmet e meriv xwe bigihîne şanogerên wan bajaran û pirsan bipirse û agahîyan werbigire. Bi qasî ku em dizanin li wan bajaran şanoyên kurdî tunebûn. Lêwma ev gotar bêhtir xwe dispêre çavdêriyên şanogerên Diyarbekirî, Batmanî, Wanî, Qamişloyî û Efrînî. 

Her wiha, piştî erdhejê şanoyên ku mekanên û sehneyên wan hene li ser pêdivîyên teknîk û mîmarîyê ya mekanê fikirîne. Hinek ji wan mekanan, ji ber bêderfetîyê derîya xwe ya ji bo derketina acîl tunene, hinek ji wan tupa şewatê tunene. Lewma jî difikirin ku di dahatûyê de van kêmasîyên xwe çareser bikin. Her wiha hinek ji wan, li ser şanoya konan, şanoya mekanên prefabrîk, şanoya baxçe û cihên vekirî difikirin ku di dahatûyê de û nemaze jî di demsala havînê de bikaribin him karê xwe bimeşînin û him jî madî-manevî alîkarîya mexduran bikin. Bi van mebestan bi sazî û dezheh û sendîkayan re ketine têkilîyê ku bi wan re hevkarîyan bikin. Lewre ji bo van hemû tiştan, alîkarîyên madî û locîstîk hewce ye. Şanoyên ku mekanên wan hene ji ber erdhejê ketine tengasîyên ekonomîk. Ji bo projeyên demdirêj pêdivîya wan aborîyê heye, malzemeyên kargehan û çadiran heye. Piraniya şanogeran ji bo havînê planan çêdikin ku bikararibin li çadiran, li baxçeyan û li derên vekirî bi awayekê ewle pêşandanan û kargehan pêk bînin. Bi mîlyonan mexdûrên erdhejê koçî bajarên derdorê kirine. Lewma tespîtkirina wan, derxistina enwanteran û plansazîyeke hunerî bo şanoyan girîng e. 

Di vê navberê de divê şanoger derûnîya xwe jî bifikirin. Lewma carinan navberên piçûk didin û xwe ji wan karan dûr dixin da ku nefetisin û xwe nekin mexdurên asta yekem. 

Her wiha, divê neyê ji bîrkirin ku di serdemên wiha de bi qasî şanogeran bîner jî bi hevkarîya şanogeran alîkarîyên xwe digihînin xelqê mexdûrbûyî. Divê bê destnîşankirin ku li bakurê Kurdistanê ne tenê şanoger, hemû gel tevlî xebatên alîkarîyê piştgiriyê bûn û bi vê helwesta xwe modeleke civakî ya bi hev re jiyînê nîşanî herkesî dan. 

Şanoyên Rojava û Surî

Komên Kurdî ên Rojava pir ciwan in. Dikare bê gotin piranîya wan piştî şoreşa rojava avabûne. Bajarên Rojava û bajarên Surî piştî erdhejê qet alîkarî nedîtine. Lewma jî zirarên wan bajaran 4-5 qat zêdetir bûye. Di medyayê de jî bandora erdhejê ya li ser Rojava û Surî zêde cih negirt û welatên ku alîkarî şandin wan ji bîr kirin. Alîkarîyên ku hatine şandin jî piranîya wan ketiye destê çeteyan, hatine dizîn. Dikare bê gotin ev ji bîr çûne û ev yek bûye bobelateke din ji bo gelên Rojava û Surîye. Ji ber ku gelek kes ji sermayê, ji birçîyê, ji nexwaşiyên piştî erdhejê û ji ber ku hêza wan negihiştîye xwe ji bin kavilan rizgar bikin, mirine. Şanogerên Rojavayî û Suriyeyî jî tevlî xebatên alîkarîyên mexduran bûne lê him derfetên madî zêde destûr nedaye him jî sînorên navbera kantonan û sînorên bajarên Rojava û Surîye destûr nedaye ku şanoger herin deverên zehf mexdûrbûyî. 

Şanogerê kurd û erep jî piştî demekê dîsa vegerîyane xebatên xwe, da ku moral motîvasyona gelê xwe zindî bihêlin. Helbet berî her tiştî hê jî bandora şer didome, gelek şano û sînema di şer de zirar dîtine û li hin deveran şer hê jî berdewam dike. Piştî şer gelek şanoger li kampan dest bi şanoya çadiran kirine û ji bînayên xirabe şanogehan avakirine. Li kampa Şehbayê evan mînakan dikare bê dîtin. Û niha jî erdhej zirar daye gelek mekanên ku ew ji bo prova û xebatên xwe bi kar dianîn. Bi taybetî Efrîn û bajarên Suriye, Jindres û Helep pir zirar dîtine. Li wan deran jî nifûsa kurdan gelek in. Lê di nav vê bobelatê de jî mirov dixwazin ji xwe re qadên hunerî biafirînin û bêhneke taze biafirînin. Di vê navberê de hazirîyên Festîvala Şehîd Yekta Herekol ku berî bi mehan dihat plankirin li Qamişloyê berdewam dikir û komên kurd û ereb ji bajarên û kantonên cuda hazirîya tevlêbûna festîvalê dikirin. Lê piştî erdhejê hinek ji wan koman derfet neditîne ku provayên xwe bidomînin. Lewma evan koman mecbûr mane bê prova herin Qamişloyê û yê wisa jî derkevin ser dîwana şanoyê. Li gor agahîyên min peyde kirin festîval dê îro, yanê, 27ê Adarê, Roja Cîhanî ya Şanoyê de destpê bike. Qamişlo ji erdhejê zirar nedîtiye. Lê wisa bawer dikim her koma şanoyê ku ji bajarên cuda ên Rojavayê tevlî festîvalê bibin enercîyekê xweş ji festîvalê bigirin û bi wê enercîyê vegerin tax û bajarên xwe û wê enercîya xweş belav bikin ji bo gelên xwe yên him ji ber şer û him jî ji ber erdhejê mexdûrbûyî.  

Performansa aktîvîstî û hunermendî ya şanoger û hemû hunermendên kurd şayanî çepikê ye. 

27ê Adarê, Roja Cîhanî ya Şanoyê li hemû şanogeran û şanohezan pîroz be!

 

Spasîyên ji dil bo Ebdulrehman Îbrahîm, Barış Işık, Berae Hesen, Hemalîn Ferman, Hilket Idrîs, İhsan Arat, Mihyedîn Arslan, Perînaz Delazy, Yakup Selimoğlu, Yavuz Akkuzu