Bi Derhêner û Nivîskar Mîrza Metîn re li ser Şano û Hunera Kurdî

Bi Derhêner û nivîskar Mîrza Metîn re li ser Şano û Hunera Kurdî Moderator

 

Mihemed Şarman Mîrza Metîn di sala 1980yî de li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Şanonûs û derhêner e. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Zankoya Stenbolê, Beşa Rexnegiriya Şanoyê û Dramatûrciyê, Şaxa Zanista Nivîskariya Dramatîk kuta kiriye. Heta niha 17 heb şanoname nivîsîne û 15 ji wan ji alîyê wî bi xwe ve û ji alîyê derhênerên cîyawaz ve hatine bisehnekirin. Hin şanonameyên wî hatine wergerandin bo zimanên wek Zazakî, Almanî, Îngilîzî, Fransizî, Tirkî û Macarî. Niha li Kölnê dijî. Karên xwe yên şanoyî li Almanya, Batman û Stenbolê didomîne.